Bi Firat Cewerî re li ser ’Ez ê yekî bikujim

Hevpeyvîn: Mûrad Ciwan
NETKURD:23:04 – 8/11/2008

CEWERÎ: Gava qehremanên min ên girtî an sirgûnbûyî li axa xwe vedigerin û mirovên dema berê nabînin, bêhêvî dibin û xwe nehezkirî his dikin.Hevpeyvîn: Mûrad Ciwan

Firat Cewerî: ”Ez optîmîst dijîm û pesîmîst dinivîsînim”

Mûrad CiwanMin romana te ya nuh ”Ez ê yekî bikujim” di hilmekê de xwend. Hem çîrok xwedan cezîbeyeka miqnatîsî û bi heyecan bû, him jî zimanê wê sade û rewan bû, wek keleka li ser ava rewan meriv pêve diçû? Tevî întensîviya mijûliyên xwe yên din min ew di du rojan de temam kir. Te pîroz dikim, ji bo vê gencîneya ku te pêşkêşî kutubxaneya kultura kurd kir.

Ev bûn çend hefte roman li hundur derketiye, reaksiyonên li hemberî wê çawa ne? Xwendavanan bi çi awayî pêşwazî lê kir? Reaksiyonên ku gihaştine te çi ne?

Firat Cewerî –  Pir spas ji bo gotinên te ên xweş û dostane. Herweha spas ji bo ku te di nav kar û mijûliyên xwe ên evqas pir de firsenda xwendina romanê dîtiye.

Belê, ev çend hefte ne ku roman derketiye, belav bûye û hin xwendevan û hezkirên edebiyatê xwe gihandinê, ew xwendine, hinan bi nivîskî, hinan bi devkî, hinan jî bi riya telefon û e-mailan fikir û ramanên xwe ên di derheqê romanê de gihandine min. Bêguman nivîsandina berhemeke edebî karekî îndîvîduel e û herweha xwendina berhemeke edebî jî dîsa karekî îndîvîduel e. Ew berhema edebî ku encama raman û fantaziya nivîskar e, bi avakirin, mijar, bûyer û sembolan hatiye hûnandin û belkî hin siran di xwe de vedişêre, carina bi awayê xwe, carina jî bi celebekî din di serê xwendevên de cih digire. Carina jê, berhemeke edebî dikeve destê xwendevanekî/xwendevaneke ewçend jîr ku tiştên nivîskar lê nefikiriye jî ew tê de dibînin. Çawa nivîskarek bi avakirina berhemeke edebî cîhaneke nû, mirovên nû, tiştên nû û xwezayeke nû diafirîne; ew afirandina nivîskêr, ew cîhana ku nivîskar avakirê wê ye, dikare xwe bi şiklekî nû, an jî bi şiklekî din di serê xwendevên de bide der. Sê xwendevan, an jî sed xwendevan dikare li ser eynî berhemê fikrên cihê bibêjin, bi awayê cihê jê fêhm bikin û şirove bikin. Têgiştina hinan dikare nêzîkî bingehê ramana nivîskêr ya afirandinê be, lê ne ew bi xwe ye. Loma, ji bo min, fikrên cihê dibe nîşana biserketina berhemê. Ku ez zêde ji pirsa te ya ”reaksiyonên xwendevanan çi ne?”, bi dûr nekevim, ez dikarim bi kurtî bibêjim ku reaksiyonên heta niha hatine erênî ne. Tiştên ku heta niha di çapemeniyê de belav bûne jî, diyar in. Lê tiştekî balkêş ew e ku hinan ji beşa pêşî, hinan jî ji beşa dawî hez kiriye.

 

– Çend nivîs jî heta nuha li ser nasandina wê û hin krîtîkên bi granîya xwe pozîtîf hatin weşandin. Tu ji bo van krîtîkan çi dibêjî?

– Gava ez berhemekê dinivîsînim, xelas dikim, didim çapê û derdikeve bazarê, êdî ew ji destê min difilite; ew berhem êdî ne bi tenê ya min e, dibe ya her kesî. Her kes di derbarê wê de dibe xwedî gotin, kî bi çi awayî jê fêhm bike, ew berhem ew e. Lê ez berhemekê di rojekê û du rojan de nanivîsim. Heta ku berhemek di serê min de dimeye û li ba min dikemile, dem dibuhure; carina du sal, carina sê sal, carina jî demeke dirêjtir. Her gotina ku ez bi cih dikim, ez bi berpirisyarî radixim. Loma, xwendina berhemeke edebî rojekê du rojan bigire jî, ji bo rexnekirina wê divê mirov dîsa lê vegere, li ser hûr bibe û kûrtir pê de biçe. Divê mirov bi qasî nivîskarê wê serê xwe pê re biêşîne, ji nivîskarê wê jîrtir û serwexttir be, jê bêtir haya mirov ji edebiyatê û fen û lîstikên wê hebe. Ez dibînim ku van demên dawiyê hin mirovên dilsoz serê xwe bi karê rexnegiriyê ve diêşînin, hin berheman rexne dikin, hin xalên girîng jî tê de dibînin, lê ez bawer dikim ew jî hê di prosesa kemilandinê de ye. Rexne an jî fikirên ku di derheqê ”Ez ê yekî bikujim” de heta niha hatine berpêşkirin, hemû gotinên dilsozan in û ji niyetên pak derhatine. Wan çi gotibin, çi jê fêhm kiribin, erênî an neyênî, bi çi awayî rexne kiribin, fikrên wan in û hurmeta min ji fikrên wan re bêsînor e.

Roman ji du beşan pêk tê. Tesbîtek heye li ser romana te ku ew ji romanekê bêtir ji du çîrokan pêk tê. Her çendîn hin pirik, an xelekên heta dereceyekê diyar û xurt ên xeweştesadufî hene ku herdu beşên romanê bi hev ve girêdidin jî, hin taybetmendiyên wan hene ku bi rastî jî, fikr û gumanên ku ev gelo du çîrok in an du beşên romanekê ne di serê meriv de radipelikînin hev. Tu çi dibêjî ji wan re yên ku dibêjin ”ev du çîrok in”?

– Belê, wek te jî kerem kir, roman ji du beşan pêk tê. Her beşek jî ji çîrokekê, lê herdu çîrok di cihekî de digihîjin hev. Herçiqas forma herdu çîrokan, awayê avakirinê û cîhana herdu karakteran ji hev cihê xuya bikin jî, dîsa herdu çîrok ji çavkaniya eynî mijarê dertên, jiyan û tesadufên jiyanê wan di kêliyên trajediyê de digihîne hev û bi hev re dike yek. Karakterên herdu beşan jî bi hêviya rizgariya bajarekî rabûne, lê ne mîna qehreman lê vegeriyane, herdu jî lê dîl ketine û bûne hêsîrên bajarê xwe ê qedîm. Bajar hemêza xwe ji wan re venake, ji wan re nabe stargeh û wan naparêze. Herdu çîrok herçiqas ji hev cihê bin jî, bi hev re serpêhatiya herdu karakterên romanê tînin pê û di fînalê de dibe yek. Tesadufên di romanê de xelekên bihevgirêdanê ne. Ev bûyerên ku ji bo karakter û xwendevanan tesaduf in, ji bo nivîskar ne welê ye. Ez bi xwe gelekî li ser van tesadufan rawestiyam, min xwest ez kêliyên jiyanê û bûyerên ne li bende, an ji nişkê ve bi tesadufan bi hev ve girê bidim, çîroka xwe bi ser hev de bînim û bikim serpêhatiyeke konsantrekirî.

Sê qehremanên romanê hene ku esasî ne, serpêhatiyên wan li hev dialin û romanê ava dikin. Gava min roman xwend her sê qehreman jî bi xurtnbûneka nêzî hev xwedan rolên giran hatin ji min re. Belkî meriv bibêje qehremenê ku nivîskar e di dereceyeka duduyê de xwedan rol e. Heta meriv dibêje qey ji bo herdu qehremanên din bilind bike û bigihîne hev ew heye, ne ji bo xwe.

 Bi taybetî herdu qehreman li ber çavên min qasî hev giring diyarbûn di romanê de. Lê min di hevpeyivînekê de ku li ser romanê bi te re hatiye kirin, xwend ku tu ji qehremanê xwe yê beşa yekê re dibêjî ’qehremanê min ê yekê’. Ya ku wî dike ê yekê û ji Diyanayê giringtir dike çi ye?

– Tesbîta te rast e; sê qehremanên romanê ên sereke hene; Temo, Dîana û nivîskar. Ji ber ku beşa romanê ya pêşî bi forma ”ez” hatiye nivîsandin, Temo bênav dibe û heta di hin nivîsên li ser romanê de jî ew wek ”qehremanê bênav” hat binavkirin. Qehremana duduyan Dîana ye, Dîana navê wê ê kod e, ev nav dû re li bajêr lê hatiye kirin. Qehremanê sisiyan jî nivîskar e, ji bo konferanseke edebiyatê ji Swêdê vegeriyaye bajarê ku herdu qehremanên pêşî lê di dojehê de ne. Nivîskar hevalê qehremanê pêşî ê berî bi bîst-sî salî ye, ew berî girtina hevalê xwe derketiye derveyî welêt, paşê hevalê wî hatiye girtin, panzdeh salan di hepsê de maye û têkiliyên herdu hevalan qut bûne. Yek ji sirgûnê mîna nivîskar li bajêr vegeriyaye, yê din jî piştî panzdeh salên hepsê dîwarên wî hilweşiyane û li wê ortê maye. Haya ê nivîskar ji vî hevalê wî nîne, nizane ku hatiye berdan jî, lê haya qehremanê yekê ji hatina nivîskêr heye û piştî kuştina yekî, an jî berî ku yekî bikuje, dixwaze here konferansa hevalê xwe, dibe ku jî kêra xwe di dilê hevalê xwe ê nivîskar de biçikîne. Mirov vê yekê ji monologa wî a carina şîzofren derdixe. Lê tesaduf wan du caran rûbirûyî hev dike, herdu car jî li ser keviya trajediyê. Bi xêra van tesadufan û piça kaxezê nivîskar xwe digihîne Dîanayê. Herweha bi xêra nivîskar em dibin şirîkên serpêhatiya Dîanayê û di fînalê de rola qehremanê yekê mîna qehreman, an jî karakterê sereke baştir diyar dibe.

– Min di hin nivîsên nasandin û krîtîkan de jî dît, weka ku hemfikriyek hebe dinivîsin ku qehremanê beşê yekê bênav e. Navê qehremanê beşê yekê wek te got ’Temo’ ye, ew li du ciyan derbas bibe. Gelo çima welê hisek çêbû ku ew bênav e?

– Belê, navê wî Temo ye, lê tesbîtên rexnegiran jî di cih de ne. Temo êdî ne Temoyê berê ye, heta diya wî bi xwe jî navê wî hilnade. Ya din tu qehremantiya wî nemaye. Ew êdî ne teorisyen û têkoşerê berê ye, civatên wî nagerin, di kirasekî aciziyê de dijî û di agirê tenêtiyê de dişewite. Xewnên wî, îdealên wî, armancên wî têk çûne; keda wî, xortaniya wî, rûmeta wî ji dest çûye. Ew xortê ku demekê piştrast, serbilind, bixwebawer û li dû guhertinên mezin bû êdî nemaye, ew xort çûye û yekî din hatiye. Yê ku nû hatiye, bi xeyalên şikestî, bi hêviyên çilmisî û bi baweriya têkçûyî hatiye. Ew di nava pirrikeke pesimîzmê de li dîwarê depresyonê asê maye; êdî ne qehremanek e, di eslê xwe de antî-qehreman e; lê wek ”leşkerê bênîşan” ew jî êdî qehremanekî bê nav û nîşan e.

 

 

 

 

 

 

Em vegerin mesela du beşî, an du çîrokiya romanê? Min gava kitêb qedand, li min hisek bi wî awayî peyda bû ku beşê yekê rengekî derûnî vedide û beşê duyê pirtir trajediyeka aliyê fizîkî yê jiyanê yan jî yê realîstiya civakî dide der. Heta meriv dikeve hisekê ku beşê yekê dikeve warê romanên psîkoljîk û yê duyê yên realîst. Tu çi dibêjî ji van gumanan re ku di serê min de peydabûn?

– Gumanên te di cih de ne. Beşa pêşî, ya ku bi forma ”ez” hatiye nivîsandin  monologek e, monologa karakterê hejmar yek e. Mirov bi riya monologa wî hem cîhana wî ya hundirîn, hem jî ya derveyîn nas dike. Cîhana wî ya derveyîn bêtir di rengê kamerayekê de ye, lê ya girîng cîhana wî ya hundirîn e. Ew cîhana wî ya hundirîn î veşirtî, cîhaneke hilweşiyaye, tadeya fizîkî ku lê bûye, ji laş derbasî ruh bûye û derzeke bêcebir li ruh xistiye. Ew di traumayeke giran de dijî, hewcedarî alîkariyê ye, hewcedarî cebirandina ruh û biserxwevehatinê ye. Lê kesî ku lê xwedî derkeve tuneye, kesekî ku bi destê wî bigire, li ber dilê wî bide peyda nabe. Tu doktor, tu psîkologekî ku bi taybetî li ser wî raweste nîne. Ew di dojeha xwe de her kêlî dişewite.

Digel metoda flashbackê, min xwe spartiye psikoanalizm û regresiyonê jî; ez carina ber bi zaroktiya wî ve diçim û ew carina li xwe, li dem û rojên xwe ên buhurî vedigere.

Herçî karaktera duduyan, Dîana ye, ew di dema niha de dijî. Lê heke ji rewşa ku tê de ye rizgar nebe, wê qedera wê jî wek ya qehremanê yekê bibe. Jiyana Dîanayê ya siyasî dikare wek paşxana jiyana Temo jî were dîtin. Di siya jiyana Dîanayê de, min xwestiye ez wêneyekî civakî, siyasî û fikrî ya kurdan ya dema dawî jî raxim. Bêguman, digel fîktîfbûna xwe, dîsa jî min xwestiye ez rewşê realîze bikim û bi kirasekî realîst pêşkêşî xwendevanan bikim.

– Di romana te ya Payiza Dereng de jî hebû, di vir de yekcar diyar e, qehremanên te ê dewrekê ne, yan li derveyî welat mane, yan di hebsan de jiyane û vegeriyane nav civaka hundur warên xwe yên bi salan nedîtine. Lê ew vedigerin nav civakeka ku dûr e ji xeyalên wan ên ku wan têkoşîn ji bo wan dida. Heta civakeka ku vegeriyaye, buye vacayiya îdealên xwe dibînin. Çima? Ev ji ber wê yekê ye ku qehremanên te di têkoşînê de bisernektin, têk çûn, loma welê ye, ew li pê utopiyan bûn, di xewn û xeyalan de bûn û piştî tecrubeyên gelek tahl û bijan ên wek hefs, zîndan, girtin û sirgûniyan nigên wan gihîşt erdê, hê bi rastiya jiyanê hesiyan, loma? Yan dejenerasyona civakê li derveyî wan e, tesaduf e?

– Ev nêzîkî sî salî ye ez bi xwe li derveyî welêt, li xerîbiyê dijîm. Di dema min de û piştî min bi hezaran keç û xortên kurdan an hatin girtin, an jî sirgûnî xerîbiyê bûn. Ên sirgûnê venegeriyan, lê hertim bi fikra vegerê dijîn. Gelek ji wan mîna xwe mane, di dema berê de dijîn; ji wan weye welat û mirovên welêt jî mîna xwe mane, nehatine guhertin. Lê ne welê ye, tiştek weke xwe namîne, her tişt, her dem di hundirê guhertinê de ye. Mirovên li sirgûnê ji aliyekî ve bi êşa sirgûnê dijîn, ji aliyê din ve bi xeyala vegera warê bav û kalan in. Di vir de ez ên girtî jî wek kategoriya sirgûniyan dinirxînim. Heke yekî girtî panzdeh salan di girtîgeheke Diyarbekirê de mabe, ew ji welêt dûr, ji bajêr dûr, ji guhertinên welêt û bajêr dûr jiyaye. Loma, ferqeke kulturî û demî dikeve navbera ên hundir û ên derve. Rengê wan yek, zimanê wan yek be jî, cîhana wan û mentalîteya wan hatiye guhertin. Gava ez dibêjim sirgûnî û girtî bi agirê bêrîkirinê dişewitin, divê neyê wê maneyê ku welatî di xweşî û şahiyê de jiyane. Ên sirgûnî û girtiyan êşa psîkolojîk be, ên welatiyan herdu êş in jî. Ew hem fizîkî êşiyane, hem jî psîkolojîkî. Ên hundir ji ên derve bi gazin in, ên derve ên hundir naecibînin. Yanî demê û nivşan ferqiyeteke kulturî jî xistiye navbera ên derve û ên hundir. Loma, gava qehremanên min ên girtî an jî sirgûnbûyî li axa xwe vedigerin û mirovên dema berê nabînin, pêrgî wê germahiya berê nayên, bêhêvî dibin, aciz dibin û xwe nehezkirî his dikin. An jî gava ew bi durustî nêzîkî mirovekî welêt dibin û tên xapandin, ew hêvîşikestî dibin.

Ez ê nimûneyeke konkret bidim; ez vê biharê li welêt bûm, min camêrek dît ku deh-donzdeh salan di hepsê de mabû, lê min nizanîbû. Ew ewqasî nerm, nefsbiçûk û mervan bû. Te digot çipiskek lêneketiye û ew ê nikaribe gêrikekê biêşîne. Lê gava min ji devê wî bihîst ku ew zêdeyî deh salan di hepsê de maye, êdî ji cîhana wî ya derve wêdetir cîhana wî ya hundir, psîkolojiya wî bala min kişand. Gava me êvarî bi qedehekê civat gerand, devê wî vebû, girî ket qirikê û welê got: “Gava ez li bajarê xwe ji hepsa bajêr derketim, wek ez xwe li welatekî xerîb deynim, min tiştek nas nekir. Ez wê êvarê derketim balkonê, min destên xwe spartin hesinê wê, min li bajêr temaşe kir û min xwest ez biqîrim, bibêjim bajaro, va ye ez hatime berdan. Lê dengê min derneket. Ez li hundir vegeriyam, min tenê pîra diya xwe di hundir de dît. Dotira rojê min rahişt hinek pere û ez çûm dikanê, lê ne min pere nas dikirin, ne jî li ba min qîmeteke wan hebû, loma tiştên ji min re lazim bûn min dan hev û min hemû perên xwe danîn ser masê. Yê dikandar weha çavek li ser min gerand, têra xwe jê rahiştê û ên din li min vegerand. Min çend rojan welê dewam kir. Min paşê fêhm kir ku ew min dixapînin, peran zêde ji min distînin, heta hinek di bin simbêlan re bi min dikenin. Li hepsê pere ji bo me bêqîmet bû, qîmet di hevaltî û mirovatiyê de bû.”

Divê ez vê jî bêjim ku tu pêwendiya vî camêrî bi karakterê romana min ”Ez ê yekî bikujim” re nîne. Min hingî roman nivîsandibû û qedandibû. Lê min dît ku yek dikare bibe sembola kategoriyekê, an jî ya nivşekî.

Digel ku ez dibînim bersiva min dirêj dibe jî, dîsa bi destûra te be ez ê çend gotinan li ser karakterên herdu romanan bibêjim. Karakterê romana yekê, yanî ê ”Payiza dereng” Ferda, hem sirgûnî ye, hem jî dûrî tevgera ku îro li welêt heye. Ew yê demeke din e, ew hem ji siyasetê bi dûr ketiye, hem jî ne nêzîkî tevgera heyî ye. Gava ew piştî bîst û heyşt salan li welêt vedigere, rewşa welêt wî dikişîne nava siyasetê. Ji bilî jiyana sirgûnê, di dema dawiyê de fedekariyeke ku wî di ber welêt de kiribe tuneye, lê ew şaşiyan rexne dike, nikare her kesî wek xwe bike, piştî demekê, zilma li welêt wî wek herkesî dike. Karakterên romana ”Ez ê yekî bikujim” ên tevgera heyî ne. Wan bedel dane, xebat kirine, li çiyan beziyane, serên wan li dîwarên hepsan ketine, hem êşa fizîkî hem jî ya ruhî kişandine. Gelek li ser keda wan bilind bûne û bilind dibin, li ser navên wan bûne xwediyên nav û karyerê, lê ew ji bîr kirine, wan nabînin, guh nadin wan, birînên wan nakewînin. Min bi herdu romanan xwestiye ez balê bikişînim ser rewşa welêt û welatiyan û rewşa heyî bikim mijara minaqeşê.

– Hişyariya siyasî, heta bidestxistinên siyasî û kulturî yên di civaka kurd de li gor 15-20 salan di asteka pêşketîtir û berfirehtir de ne. Di romanên te de ew rasterast xuya nakin, her çendin di binî de meriv dikare wan jî bibîne. Lê ya te pirtir di derceyeka gelek zêde bala te dikêşe û di romanên te de cih digire dejenerasyona civakê ye, bêxemiya, xwedîlêderneketina însanê ji rêzê ye.

Tu vê asta bilind a siyasî û rewşa dejerenebûyî ya civakî ya kesên ji rêzê çawa didî berhev, têkiliya wan  bi hev re çawa ye? Ma du warên, du bestên cuda ne her yek di mecraya xwe de diherike?

– Bêguman kurd îro ji her demê bêtir li ser lingan in. Ew tevgera kurdan ya salên heftêyî ku tenê tevgereke xortan bû, îro berfirehtir bûye, bûye ya gel. Ya ji her tiştî jî girîngtir, îro hemû kategoriyên civata kurd li ser lingan in û polîtîze bûne. Îro zarok li ser lingan in, jin di pêşiyê de ne, bi dehan belediye di destên kurdan de ne, bi dehan parlamenter li ser navê kurdan li parlementoyê ne. Televizyon, dezgeh û weşanxaneyên kurdan hene. Kurd bi her awayî hene û di navendê ne. Lê, ji aliyê din ve em dizanin bi hezaran gundên kurdan jî hatine şewitandin û gundî bi bajaran ketine. Em dizanin bi hezaran keç û xortên kurdan di hepsan de ne û dîsa bi hezaran keç û xortên kurdan li serê çiyan in; bi dehhezaran kurd koçberî metropolên tirkan û Ewrûpayê bûne, bi sedhezaran malbat ji hev de ketine û van hemû bi hev re, digel hin destkeftinan, birînên kûr jî di civata kurdan de vekirine, trajediyek pêk hatiye. Heke civatek sî salî di şer de be, ew şer bi encameke baş dawî lê nehatibe û berdewam be, li wê civatê ruhuyeta mirovan birîndar dibe û ji hev de dikeve. Civat nexweş dikeve; bi gotina te dejenere dibe. Ev aliyê nexweş bala siyasetvanan nakişîne, heta siyasetvan li ser aliyê civatê ê nexweş siyasetê dikin, bi wê xwe di rojevê de dihêlin û bilind dibin. Ev hem ji bo civata tirkan welê ye, hem ji bo ya emerîkiyan welê ye, hem jî ji bo ya kurdan. Lê wek nivîskar karê me çi ye? Karê me ew e ku em têkevin nava mirovan, takekesan ji nav wan hilbijêrin, wan baş nas bikin, dakevin kûraniya ruhiyeta wan, wan derxin pêş û bikin mijara minaqeşê. Herkes dikare pesnê qehremanekî bide, gelo kî behsa qehremanên nexuyayî dike? Ew qehremanên nexuyayî ew in ên ku malên wan hatine şewitandin, ên ku ji cih û warên xwe derketine, ên ku ji ber encama şer dest bi parsê kirine, ên ku wek jinên şehîdan mecbûrî firotina laşê xwe bûne, ên ku mecbûrî kirina diziyê bûne û ên ku heta bi qirikê di nexweşiyên psîkolojîk de mane. Gava ez nêzîkî vê mijarê dibim, divê ez behsa herdu aliyan jî bikim. Lê ez di celebê behskirina xwe de ne li dû çareseriyê me, armanca min bi tenê destnîşankirina rewşê û pirsgirêkê ye.

– Tu bi xwe li derekê dibêjî ku di eynî romana te de dikare gelek diyardeyên jenran (kategoriyên romanan) xuya bibin; çawa dibe? Ma ev xurtbûn yan zeîfbûna romanê ye? Yan ew îdîayên ku romanan ji hev cuda dikin zêde mubalexe ne, belkî jî ne rehet e meriv ji hev derbike ku romana psîkolojîk û a realîst, a dedektîfî û macerayî (aktion) a modern û postmodern ji hev veder bike?

– Min berê jî pir gotiye û ez niha jî dibêjim ku ez hertim ji qalib û şablonan aciz im û tu carî naxwazim xwe di qalibekî de heps bikim, an jî li gora şablonên heyî bimeşim. Loma, gava ez dinivîsînin, ez nabêjim ka ez romana xwe welê an welê binivîsînim da ew di kategorîzekirinê de têkeve filan an jî bêvan qalibê edebiyatê. Bi ya min îro roj ev kiras ji edebiyatê re teng tê. Ew nivîskarên ku bi zanebûn dixwazin berhema xwe di qalibekî edebî de binivîsînin, bi min mîna ku ew xwe di îdeolojiyekê de heps bikin. Rast e, mîna îzmên siyasetê gelek îzmên edebiyatê jî derketine, gelek ji wan wek protestoyên siyasî derketine, hin jî li dijî hev derketine û welê bi pêş ketine. Gava ez îro di qirnê bîstan de rabim bibêjim ez ê wek realîstekî mîna Balzak binivîsim, wek naturalîstekî mîna Zola binivîsim, wek surealîstekî mîna Breton binivîsim, wek modernîstekî mîna Joyce binivîsim, nabe, ez ê tiştekî li edebiyatê zêde nekim, ez ê tenê mîna kopyayeke xerab bimînim.

Gelek ji van îzmên edebiyatê wek tevgerên hunerê û mîmariyê derketine, lê dû re hin nivîskaran ew di edebiyatê de jî ceribandine. Bi taybetî jî postmodernîzm ku bi xwe ji modernîzmê derketiye, an jî wek reaksiyonekê li dijî wê bi pêş ketiye, bêtir termeke ji bo mîmariyê ye. Di vir de nimûneyek hat bîra min, bi destûra te be, ez ê bi vê nimûneyê dawiya bersiva vê pirsa te jî bînim. Di sala 1994an de em çarsed nivîskarên ji sî welatên cihê bi keştiyekê derketibûn rêwîtiya Derya Reş. Di nav rêwîyan de komek nivîskarên tirk jî hebû; rehmetiyê Can Yücel û Orhan Pamuk jî bi me re bûn. Ez û Can Yücel hertim rûdiniştin û me li ser kurd û tirkan, edebiyata kurdî û tirkî sohbet dikir. Wî digot, ew civatên ku modern nebûne, wê çawa postmodern bibin? Êvarekê Orhan Pamuk jî hat civata me, Can Yücel jê pirsî, got ma tu edebiyata postmodern dinivîsînî? Orhan Pamuk got, na, hin rexnegir wê dixin wî qalibî. Ev e, mirov ê binivîse, wê şareza û rexnegirên edebiyatê berhema mirov têxe qalibekî û navekî lê bike.

Ez jî bêyî ku li tu qalibên edebiyatê bifikirim dinivîsim û şiroveyê ji erbaban re dihêlim.

Hin tesbît li ser romana te ya dawîn hatin kirin ku ew bi zimanekî û teknîkeka wî awayî hatiye nivîsîn ku bi asanî dikare bê wergerandin nav warê sînemayê? Min bi xwe bi taybetî beşê yekê dûrî vê teknîkê dît, ew taswîrên halê ruhî yê qehremanê beşê yekê û fikr û planên ku di serê wî de derbas dibin bi wê heyecana întensîvî ya di romanê de ê çawa bê wergerandin ser perda sînemayê?  Tu çi dibêjî ji vê re, ma gava te nivîsî, te li ber çav girt ku tu bi wî awayî binivîsî da ew bibe fîlm?

– Belê, bi taybetî jî ev tesbît ji aliyê senarîst Abidin Parilti ve hat kirin. A. Parilti heta niha ji bo televizyonên tirkan rêzefîlm nivîsandine û senaryoyên fîlmên sînemayê jî nivîsandine. Wî bi xwe ev roman nêzîkî sînemayê dît û di serê wî de rûnişt. Baweriya min bi Abidîn tê, heke xwe bidiyê wê bikaribe ruhê romanê derbasî sînemayê jî bike. Lê ji aliyê din ve xebera te ye, bi taybetî jî beşa pêşî ku ji monologeke hundirîn pêk hatiye û psîkolojîk e, gava derbasî sînemayê bibe û ew ruh xwe di sînemayê de jî nede der, dikare qels bibe. Ew bi temamî li ser têgihîştin û kapasîteya senarîst û rejîsor maye.

Lê gava ez dinivîsînim, ez li wê yekê nafikirim ku wê ew wergere zimanekî din, bibe fîlm, bibe opera, an jî bibe piyes. Ez bi tenê konsantreyî çîroka xwe dibim.

– Tu romanên kurdî yên din dixwînî? Romana kurdî di çi astê de ye, gelo meriv dikare behsa romana kurdî bike?

–  Belê, ez wan bi kêfxweşî dixwînim; ez ji hinan hez dikim, ji hinan kêm hez dikim û ji hinan jî qet hez nakim. Herçî hebûn û nebûna romana kurdî ye, ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku ew ber bi kemilandinekê ve diçe û bêguman heye. Ne bi tenê romana kurdî, herweha çîroka kurdî û helbesta kurdî jî heye û di asteke bilind de ye.

– Mehmed Uzun riyek dabû ber xwe, ez dibêjim qey hemû romanên xwe berê bi kurdî, dûv re kirin bi tirkî û weşandin. Heta îdîayek heye ku dibêje yê Mehmed Uzun li nav kurdên Kurdistana bakur bi xwe jî ew qas da nasîn tirkîya romanên wî bû. Tirkiya ”Payiza Dereng”a te derket. Ez dibêjim qey di demeka ne gelek dûr de ê tirkîya ”Ez ê yekî bikujim” jî derkeve. Ev îhtîyac ji çi tê? Ji daxwaza romanivîs tê ku zêdetir bê xwendin, bê naskirin, yan?

– Rast e, herçiqas Mehmed Uzun romanên xwe bi kurdî dinivîsandin jî, lê wî bi riya tirkî navê Mehmed Uzun ê nivîskariyê bi dest xist û li Tirkiyê bû navekî mezin. Piştî demekê ew bû yek ji nivîskarên zimanê tirkî ên ku pir dihat xwendin. Bêguman mafê her nivîskarî ye ku bibîne kitêbên wî/wê belav dibin û tên xwendin. Ew gotina ku ez ji bo çavîka masê dinivîsînim bi tenê mît e.

Wê bê bîra xwendevanan ku ez demekê bi xwe li dijî wergerandina berhemên kurdî bo tirkî derdiketim. Ew jî demeke welê bû ku hê nivîskariya kurdî rûneniştibû, kurdan bi kurdî nedinivîsand, her tiştên ku dihatin nivîsadin ji edebiyata tirkî re dibû mal. Lê îro rewş cihê ye. Îro nivîskariyeke bi zimanê kurdî heye û kemiliye jî. Gava romana min bi tirkî derkeve, kes nabêje ev nivîskarekî tirk e, ez wek nivîskarekî kurd dikevim bazara Tirkiyê. Wekî din, piştî Mehmed Uzun berhemên çar-pênc nivîskarên kurd ên din berî ên min wergeriyane tirkî. Lê rast e, romana min ”Payiza dereng” ya ku bi tirkiya Muhsin Kizilkaya bi navê ”Geç Bir Sonbahardı” di nav weşanên Ithakiyê de derket, baş belav bû, weşanxane pir jê razî bû, di çapemeniya tirkan, mîna rojnameyên Radikal, Taraf, Sabah, Zaman,Virgül, Birgün û hwd. nivîs û analîz li ser derketin û cara pêşî di nivîskariya xwe ya sî salane de min ji kitêbeke xwe pere qezenc kir û mixabin ew kitêb jî ne bi kurdî lê bi tirkî bû.

– Tu nuha bi çi mijûl î, planê te yê pêşeroja nêzîk çawa ye?

 – Min dev ji kovargeriyê, weşangeriyê û wergerê berdaye û tenê bi nivîsandina romanê ve mijûl im. Ez vê kêliyê bi giranî dixwînim û heke ez lê germ bibim ez ê vê zivistanê dest bi nivîsandina romana xwe ya nû bikim.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: