Bi Taha Berwarî re li ser keçan, xortan û werzişê

Mûrad Ciwan
NETKURD:23:43 – 12/7/2007

 Taha Berwarî: Mesela jinkujî ne mesela dînî an îslamiyetê ye. Ev mesela civakên patriyalkal e, têkel bûne li gel hin mortîfên dînî û yên din û bi vî awayî dimeşin.

Bi Taha Berwarî re li ser keçan, xortan û werzişê

 

Hevpeyivîn: Mûrad Ciwan

 

– Birêz Taha Berwarî wezîrê werziş û gêncan, em ê di vê hevpeyivîna xwe de li ser karûbarê wezareta werziş û gêncan rawestin.

 Di meha gulanê de salek di ser avabûna hukumeta yekbûyî, kabîneya 5-ê re derbasbû. Ez dixwazim bi wê minasebetê em li ser xebata salekê a wezareta werziş  û gêncan, li ser rewşa gêncan û a werzişê agahiyan bidin xwendevanan.

 Lê berî wê, ez dixwazim bi pirseke din destpê bikim. Sefera te ya ji bo welatên bakurê Ewropayê…. Tu niha serdana welatên Îskandînavî dikî; Swêd, Norvej û Danîmarka, pişt re cardin Swêd. Tu hevdîtinan hem bi berpirsên siyasî û îdarî ên van welatan re dikî hem jî civînên te li gel civakên kurd ên van welatan dibin. Sedemê serdana te ya vê dawiyê a ji bo van welatan çi ye, te kî dîtin, çi kir û çi encam ji sefera te derketin?

– Berê pirr sipas ji bo vê hevpeyivînê. Ez supasê li Netkurdê jî dikim ku ji dema damezirandina wezareta me ve we cih dane agahiyên xebatên li ser wezaretê. Netkurd li gel sîte û organên din ên ragihandinê gelek karên hêja dike.

–  Baweriya me gelek bi gêncan tê. Hêviya me ya esasî di gêncan de ye. We jî karê berpirsiyariya pêdivî, bizav  û rewşa gêncan daye ser milê xwe. Rola wezareta we ji alî pirsa gêncan û pêşeroja Kurdistanê gelek giring e. Helbet Netkurd ji nêz ve xebatên we dişopîne.

 Wekî din Netkurd wê heyecan û coşa we ya ku bizaveka hemdem a modern têxe nav gêncan û vîzyonên wan ber bi asoyên vekirî yên pêşerojê de veke dibîne. Hûn gelek projeyên hêja dixin kar, ji vî aliyï de jî karê we bala me dikêşe.

– Tu zanî, berî ku ez bibim wezîrê gêncan min li her warê ku ez lê bûme gelek bala xwe daye gêncan û mimkin e ji ber wê xebat û meyla min be ku ez bûm wezîrê gêncan û werzişê.

Em werin ser pirsa te. Serdana min ji du beşan pêk dihat. Beşek jê resmî bû. Beşek jê jî li ser karûbarên şexsî bûn. Di ware resmî de ewil serdana ku min kiriye  ji bo Norwejê bû. Li Norwejê min hin berpirsên wezareta karê derve dîtin. Pişt re min serdana wezareta kulture a Norwejê kir. Li wir, wezareta kulture bi karûbarên werzişê radibe.

Wekî din me resepsiyonek bi riya nuneratiya hukumeta Kurdistanê a bakurê Ewropayê bi saya komeleyeka ku dostên kurdan e kir. Li gor hilsengandinên ku wan dikir ev resepsiyon gelek baş û serkeftî derbas bû.

Li Danîmarkayê jî me cardin resepsiyonek lidarxist ku wezîrê entegrasyonê û yê mihaciran amade bû. Ji xwe berî nuha balyozê wan ê li Iraqê hatibû Hewlêrê, serdana wezareta me kiribû, me danûstendin li gel hev kiribûn. Di resepsiyonê de jî me behsa hin tiştan kir. Biryar heye ku grûbeka parlamenterên Danîmarkî serdana Kurdistanê bike.

Li Swêdê  jî me hin derûdorên swêdî û kurd dîtin. Ez di resepsiyoneka balyozê Swêdê yê li Iraqê ku li wezareta derve çêkiribû amade bûm. Ew gelek memnûn bûn. Ez berdewamiyê didim dîdarên xwe . Hîn veavakirina nuneratiya hukumeta Kurdistanê nehatiye kirin. Heta ew veavakirin bibe û temam bibe hê postê nuneratiya hukumetê a bakurê Ewropayê jî li ser mile min e.

Di van serdanên xwe de min dît ku ew xweragiriya ku di destpêka rizgarbûna Iraqê de li hember hukumeta Kurdistanê dihat hîskirin nemaye, nuha navê Kurdistanê baştir tê bihîstin. Berebere rêzgirtina li Kurdistanê û desthilata wê zêdetir dibe. Berê tirsek di nav hukumetên Ewropayê û belkî Skandînavyayê de jî hebû ku ew piştgiriya hukumeta Kurdistanê bikin belkî bi piştgirîkirina perçekirina Iraqê û cudabûna kurdan bên tawanbarkirin. Lê nuha ew tirs nemaye.

Berê gava me berpirsên resmî didîtin pirtir bi me re li ser mesela kurd û iraqiyên penaber en ji Kurdistanê û tevayiya Iraqê diaxaftin, behsa mesela vegera wan dikirin. Lê îro du pirs tên axaftin. Yek jê cardin meselya vegera penaberan e, ya din jî meseleya peywendiyên li gel Kurdistanê ne. Îdî li ser pêwendiyên sermiyangêrrî û bazirganiî yên bi Kurdistanê re hem diaxivin hem jî gavan davêjin. Demeka berê heyeteka swêdî çû Kurdistanê, di van rojan de jî heyeteka ji nunerên kompanyayên swêdî yên navdar pêkhatî serdana Kurdistanê dike, da li bidûvçûna programe sala buhurî bikin.

Her çendîn ew êrîşa terorîstî ya li Hewlêrê û Mexmûrê bû jî vê yekê baweriya wan a bi ewleyî û aramiya devera Kurdistanê, bikerhatin û serkeftina desthilata wê ya di warê ewleyî, aborî û pêşdexistinê de kêm nekiriye. Her kes bêtir bi rêz muamelê li gel Kurdistanê dike.

– Van welatên ku hûn lê geriyan, program û projeyên ewan ên giştî yên di warên bazirganî, danîna konsulatan û di ware gêncan û werzişê de hene gelo? Di van waran de we çi kirin?

– Belê hene. Hem tiştên giştî hene, hem jî yên taybet bi wezareta me ve hene. Wek hûn zanin şirketa petrolê a Norvejî DNO ji xwe ji destpêkê de li Kurdistanê kar dike. Wekî din şirketa Navesna Hettana ji bo dizayna kompaundekê li gel Unîversîteya Selaheddînê kirine, hukumeta Kurdistanê jî ew dîtine û li gel wan tifaq kirine. Dergehên din jî hêdî hêdî vedibin.

Hin projeyên li gel wezareta me jî hene, lê ji ber ku ew hê nehatine qonaxa dawîn ez naxwazim konkrettir behsa wan bikim û navên wan bidim.

Wekî din li Danîmarkayê jî hindek tişt hene ku di demên nêzîktir de gava ew pêşketin em ê behsa wan bikin. Ew modelê Galaya Kurdî ya ji bo kurdê salê û dostê kurdan ê salê îhtîmal e em sala bê li Norvej û Danîmarkayê jî bikin

Wekî din di encama dîdarên min yên Swêdê de me biryar daye ku em di roja 25-ê novemberê de galayekê li Silêmaniyê lidarxin. Ew roj ji bal Neteweyên Yekbûyî ve wek roja cîhanî ya li hemberî tundûtîjiyên li dijî jinan tê qebûl kirin. Me wek wezaret sala 2006-ê  xelatek pêşkêş kiriye, em dixwazin di wê rojê de wê xelatê bidin.

Me bi zanebûn ew roj hilbijartiye. Tundûtûjiyên ku li hember jinan dibin pirtirîn li hember keç û jinên ciwan in. Me divê em vê derxin pêş û mewqifekî li hember tundûtûjiyan nîşan bidin, qurbaniyên di vê riyê de bibîr bînin.

– Ev xelat ji bo kesan ê bê dayin yan ji bo rêxistinan?

– Hem dezge û rêxistin hem jî şexs, hem ji hundurê welat hem jî ji dervayî welat dikarin bên berpêşkirin ji bo xelatê. Me agahiya gelek rêxistinan li hundur û derva pê xistiye ku ew di vê salê de aktîv bin ji bo wergirtina xelatê.

Ji bo xelatê wek hûn zanin ji gelek warên cuda kes û rêxistin dikarin xwe pêşkeş bikin. Me rê û dirbên xelatê  hê ji 2006-ê de belav kirine.

– Xelat yek tenê ye, yan gelek in?

– Xelatek tenê ye lê ji gelek warên cuda, xebatên cuda yên kulturî û hunerî yên werzişî kes û rêxistin dikarin xwe nîşan bidin ji bo wergiritna xelatê.

– Baş e supas ji bo van agahiyên li ser sefera we ya dawiyê. Nuha ez dixwazim vegerim ser rewşa hukumeta Kurdistanê û bi taybetî wezareta werziş û gêncan. Wek em dizanin cara pêşîn di vê hukumeta yekbûyî de wezareta werziş û gêncan hat danîn. Berê wezareteka wiha tunebû. Avayiya wezaretê tunebû, qanûna wezaretê bi xwe jî tune bû gava hûn wek wezîrê werziş û lawan hatin hilbijartin. Meriv dikare bêje ku we ji sifirê destpêkir…

–  Eger meriv nebêje ji bin sifirê, belê…

– Berê, gava min pirs kir, bi rastî bi wî awayî ket bîra min jî… Baş e waye piçek ji salekê bêtir di ser we re derbas bû, tu, piştî salekê rewşa hukumetê û bi taybetî ya wezareta werziş û lawan çawa dinirxînî?

–  Dibe ku ez ne kesekî lirê bim yê ku rewşa wezaretê hilbisengînim. Çimkî ez bi xwe berpirsê yekê yê wezaretê me. Lê qasî ku ji destê min tê ez ê behsa realîteya me bikim ku wê rojê hebû. Û ji wê rojê heta îro em hatin ku derê.

Hesab bike ku gava wezaret hat damezirandin ez tenê hebûm , hew ez bûm kesî din tunebû. Me ji wê derê destpêkir.

Taybetmendiya wezareta me ew e, du tebeqên esasî ên civakê dikevin nav wê. Ji wan yek genc in ew ê din jî werzişvan in ku werziş mijûliyeka berfireh a civakê ye. Li gor statîstîkekê meriv destnîşan bike, bi van herdu warên civakê û mijûliya wan % 65-ê civakê li dor vê wezaretê bi vî an wî awayî dicivin, peywendîdar in bi vê wezaretê ve. Bi vî awayî jî barekî giran li ser wezareta me ye.

Di hundurê salekê de, yek jê, me şiya em xebat bikin qanûnekê ji bo wezareta werzişê amade bikin. Me di 13-ê meha septembera 2006-ê de teqdîmî serokwezîr kir. Pişt re serokwezîr ew arasteyî parlamentoya Kurdistanê kir. Ew di 11-ê meha nîsana 2007-ê de ji bal parlamentoyê ve hat qebûlkirin.

– Ev qanûn Qanûna Wezareta Werziş û Lawan e ne ?

– Belê. Helbet qanûn hêşta dest bi cîbicîkirinê nebûye. Divê qanûn ji bal serokê Kurdistanê ve bê îmzakirin û di rojanameya resmî ya Weqaîê Kurdistanê de derkeve pişt re îja hukumên qanûnê derbas dibin.

Heta ev qanûn neyê ser kar helbet wezareta werziş û lawan ê avakirina xwe temam neke.

Ji ber wê jî di vê sala buhurî de herçî karên me kirine me li ser rewşa de facto kirine. Eger em li benda qanûnê rawestiyana û me kar nekiraya me yê di vê salê de nekaribuya zêde tişt bikira. Lê me xwe li hêviya qanûnê ranegirt. Me hin tiştên esasî dan ber xwe û me ew kirin.

Ji wan, yek jê avakirina beşê perwerdeyê yê wezaretê ye. Em bi xurtî çûn ser vê meseleyê, me pêwendî bi gêncan re danîn da em bişên rewşa heyî ya xortan binasin û hilsengînin. Me ew kir û di 26-ê desembera 2006-ê de îlana ‘avakirina  şiyana’ (capasity building) gêncan a ji bo 4 salan di hizûra serokê hukumeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî de kir.

Çima me kir? Çimkî me tesbît kir ku di warê perwerdê de, gihîştina gencên me, di warê ziman û bi taybetî  îngilîzî de, di asta zanistê de û di ya hunerên destî de gelek zeîf e, ne di wê sewiyê de ye ku ji bal normên navneteweyî yên dinyaya modern tên qebûlkirin. Ev nabe balkêş ji bo dezge û şirketên biyanî an şirketên Kurdistanê.

A duyê ew e ku li nik me têgihîştinek, atutîdek heye ku ji wanştirê her kesê ku dixwîne unîversîteyê xelas dike, divê dewlet kar bidiyê. Ev ne wiha ye. Bazara kar û kapasîteya kardanê, van tiştan tesbît dike û divê li gor dînamîzma bazarê ev vimeşe, ne hema kê dîplome wergirt dewlet otomatîkî kar bidiyê. Diviya me ev atîtud biguhertaya. Me gelek mihawele kir û me hin pêşiniyar kirine plan darêştine ji bo vê.

Ya sisiyê ew bû ku gelo em çawa dikarin mihawele bikin motîvasyona gêncan bilind bikin.

Ev bûn sebebê wê ku em fikrê li çend modelan bikin. Ev model modelên senteran(navendan) e ku me navên wan danîne Frehangxaneyên Gêncan yên wezaretê. Me daxwaza budçeyeak du milyon dolar kir, di meha januarî (çileya aşîn) de miwafeqe li serê hat kirin da em li hin deverên Kurdistanê hin modelan deynin.

Ew modelên ku me darêşitne nuha li çend deveran dest bi kar kirine. Siyaseta me ew bû ku em li bajarên mezin ên wek Duhok , Silêmanî û Hewlêrê destpênekin, gazindeyek zêde hebû li wan bajarok û deverên hudûdî ku heta nuha kesê bala xwe nedaye wan deran.

Ji bo wê, me li wê derê despêkir; me li Hancerê, li Ranya, li Çoman, li Şêladizê û li Mexmûrê  destpêkir. Ji wir ve em ber bi bajarên mezin ve tên. Armanc ew e heta dawiya 2007-ê em 30-40 navendên bi vî awayî ava bikin.

Divê em destnîşan bikin ku gava em van didin avakirin em pere nadin kesê ji van navendan; ew bi serbestiya xwe, bi daxwaza dilê xwe di vê projeyê de amade dibin. Lê em mesrefên wan ên materyalan dikin. Tiştên ku ji bo karên wan lazim bin em bo wan dikirin.

Ji wan nimûneyan mesela navenda Çoman bidin, bajarekî ser hidûd e Fitness Center tê de ava buye. Qasî du sed keç û kurr tê de hene, keçeka zîrek serpereştiya wê dike. Sînemayeka (bioyografeka) mobîl li wê navendê heye, kafeteryayek û pirtûkxaneyek heye em ê Înternetê ji bo wan deynin. Me niyet heye ku em radyoyeka wek Near Radio (Radyoya Nêzîk)  îsal ji bo wan deynin.

– Karên van ê çi bin?

– Helbet fikra me ew e em van gêncan mijûl bikin bi modelê  LFA (Logical Framework Approach) em bimeşînin li cihekî wek Çoman û wek Ranya gelo ê çawa be, çi encaman bide. Bi vê, gelo em ê karibin gencan li ser esasên şirketên piçûk ên şexsî bixin nav kar, mesela wek masî xwedîkirinê, xwedîkirina mêşên hinguvîn, çandina zeytûnan, li her deverê li gor xusûsiyetên wê deverê kargehên piçûk bên avakirin hem ji alî kulturî ve hem jî ji alî cigrafî, çandinî û jîngehê ve wê deverê pêşve bixin.

Me divê em wan bikin gêncên serbixwe ku ew bi berhemên keda destê xwe serbest azad û serbilind in û ne bi kesê ve giredayî ne. Mesela îngilîzî jî gelek giring e. Di vê dewra global de divê em îngilîziyeka baş di nav gêncan de belav bikin.

Pişt re em fikr û planan dikin ku piştî avakirina van karên bi wî awayî em ê gelo çawa karibin wan bi  rêxistinên navneteweyî ve girêbidin. Pişt re ev bibin beşek ji serpereşitiya gêncên deverê, rêberiyê bikin û ew bi xwe torra xwe ya pêywendiyan (netverk) ava bikin, ji alî kulturî, ilmî û aborî ve rêberiya gêncan bikin.

Em warê siyasî didin aliyekî. Em bi perspektîfekî hukumetî li ser esasê neteweyî li ser vê kar dikin.

Ev tiştên ku em birêkdixin li gor gotinên heta nuha ji me re tên gotin nirxandin û helsengandinên ku heta nuha digihîjin me, nîşan didin ku ji bal gêncan ve bi pozîtîfî  hetine pêşwazîkirin.

Nuha hêdî hêdî ew pêşwaziyeka xweş li me dikin, kes ne li hêviya wê yekê ye ku ka ê çawa meaşekî ji me werbigire, ew fêr dibin ku daxwazê bikin ka çawa ew dikarin alîkariya projeyekê ji me werbigirin, em îmkanan ji bo wan peyda bikin rehberiya wan bikin, torra wan fireh bikin. Av aliyekî karê wezareta me ye ku me heta nuha kiriye û em di demên pêş de jî berdewam in vî karî dikin û berfireh dikin.

Tiştê din ê ku me kiriye, çapkirina du kitêban e. Ew har du kitêb li ser sayta wezaretê hene. Ew kirtêb rehber in, yek li ser karê civaka sivîl, yek jî rêxistin çawa tên avakirin û meşandin, li ser van herdu wara ne. Me li Swêdê ew çap kirin, me hin kursiyer şandin hin kursan û materyal anîn, ew bi îngilîzî ne. Pişt rem e ew kitêb tercume kirine ser zimanê kurdî me ew fireh belav kirine. Min hêvî dikir ku ew ji bo mesela standardîzekirina hin karên rêxistinî, hin kodên mişterek rê bidin da em hin gavan bavêjin, lê li Kurdistanê kultura xwendinê gelek kêm e, diyar e divê em gelek mihawele bikin.

Meseleyeka me ya din mesela şikandina goşegiriya (îzolasyona) gêncan e. Di vî warî de me grûbeka gênc ku ji kurr û keçan pêk hatibûn şand Koreyê. Me şert kiribû ku divê keç di nav grûbê de hebin.

Havînê dê grûbeka me ya muzîkê biçe li ser navê Kurdistanê di beşdarî festîvala navneteweyî a Wîyanayê li Awusturyayê bibe. Wezareta me di avakirina grûbê de û di çûn û hatina wan de piştgiriya wan dike.

Di van waran de me peywendî li gel hin dewletên din danîne, em ê di hundurê vê salê de li serê kar bikin. Ez bawer im ê payizê xeberên xweş hebin di vî warî de.

Karekî me yê din jî ew pêşbirkeyên ku me di hundurê vê salê de kirine û hê em ê bikin. Me gêncê salê dexist û xelat kir. Me rojnamevanên salê xelat kirin. Di xelatên rojnamevanan de me guh dayê ku em keç û kurên rojnamevan li ber çav bigirin. Lê di rojnamevaniya warê werzişê de ji ber nebûna keçan mixabin me tenê kur xelat kirin.

Di mesela gêncê salê de têgişîstineka şaş li Kurdistana başûr heye ku gênc dibêjin mirov karê baş bike yan ê xerab bike kes guh nadê, kes qîmetê nadê. Me xwest bi mesela xelata gêncê salê em bidin nîşandan ku na ne welê ye, wezareta me  bêyî ku bifikire ji kîjan çîn û tebeqê, yan ji kîjan grûba etnîkî ye, keç e an kurr e, kêmendam e yan na,  bala wê li ser gêncan e, wan dişopîne û rûmetê dide karên baş ên gencan, wan xelat dike wan derdixe pêşberî civakê.

Me ev ji ber sedemekî din jî kir. Par me dî, şagirtên ku amadeyî xelas dikin nîsbeta wan ji % 17 bû. Ev hejmareka xeter e, me xwest em xwendinê di nav gêncan de teşwîq bikin. Gêncan jî pêşwaziyeka xweş li vê kir.

Me bi minasebeta roja rojnamevaniya kurdî deh rojnamevan 5 keç û 5 kurr xelat kirin, di warê rojnamevaniya sporê de jî 5 kurr xelat kirin. Helbet di dema dayina van xelatên me de hin kêmasî jî bûn, em vê dizanin, ne ku em nizanin. Lê me destpêkiriye her ku diçe em ê konseptên xwe rêkûpêktir bikin, kemasiyên xwe ji navê rakin. Xwe baştir amade bikin.

Di dayina van xelatan de me felsefeyeka din jî heye ku em çawa kartê taybet (sektora taybet) teşwîq bikin, têkelî nav karên hukumetê û yên pêşdexistina berpirsiyariyên civakî yên sivîl yên teşwîqkirina gêncan bikin. Hin şirketên taybet hevkariya me kir, sponsoriya wî karê me yê xelatdayinê kir û dayina mesrefa xelatan girtin ser xwe. Bi vî awayî barê ser wezaretê jî hat sivikkirin.

Di xelatdayina rojnamevanan de helbet cenabê serokwezîr bi xwe amade bû, pişt re hin şirketan got me zanibûya ê serokwezîr amade bibe me yê bêtir xwe amade bikira û bi xelatên binirxtir û mezintir alîkarî bikira. Hinekan kamera an Lap topp dan digotin ji şuna wê me karîbû em erebeyekê bidin. Lê xem nake, ew karin di salên pêş de vê bikin.

Me wek wezaret tiştekî baş ê din jî kiriye ku ez gelek şanaziyê pê dikim, me li gel wezaretên din koordînasyonek pêk aniye ku koordînasyon di nav wezaretan de hebe ji bo pêdivî û pirsên gêncan. Li ser daxwaza me 13 wezaret bi muwafeqeta serokatiya encumena wezîran biryar dane, nunerên xwe tesbît kirine, me komîteyek ji wan amade kiriye. Ew ji her du hefteyan carekê li wezareta me tên ba hev, gotûbêj dikin û karûbarên kordînasyonê yên li ser pirsên gencan datînin ser maseyê.

Li ser esasê berpirsiyariyên wezaretan ên li hember gêncan pirsên ciddî tên minaqeşekirin. Mesela pirsa karûbar pirsa wezareta kar e , lê li wê derê em pirsa ku çawa kar ji bo gêncan bên peydekirin, berê wan em çawa bidin karên baş ku serbixweyîya wan bihêztir bike minaqeşe dikin. Yan ji bo gêncên gundî di çerçeweya karûbarên wezareta çandiniyê de em behsa masîxwedîkirinê, zeytûn danînê an tiştekî din dikin, ku derfetên mezin li ber gêncên gundî vedike. Yan wezareta hunerên destan ya pîşesazîyê, mesela avakirina kargeha cimnî yan a temate (firingî, bacanên sor) yan a mehfûran e, em wan minaqeşe dikin

Ev koordinasyon karûbarên hukumetê jî kurttir dike, burokrasiyê hindiktir dike û karê wezaretan efektîftir dibin. Pişt re her wezaret bi saya agahiya ji vê koordînasyonê dikare perspektîfên karûbarên xwe yên li ser gêncan firehtir bikin hin dîmenên din têxin nav karên xwe.

Me her wiha resmî daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê kiriye ku di parlamentoyê de komîteyek hebe, bi taybetî karûbar û rewşa gêncan bişopîne. Ev gelek giring e. Gêncên me dikarin di her awe pirsgirêkên qanûndanînê de ji alî maf û azadiyên xwe, di warê peydakirina derfetan ji bo xwe û baştirkirina rewşa xwe li gel vê komîteyê di nav danûstendina de bin. Ev komîte di dema qanûndanînan de dikare bi gêncan, bi rêxistin û dezgeyên wan bişêwire.

– Ev komîteya ku hûn bahs dikin di çi qonaxê de ye?

Me di 11-ê septembera 2006-ê de teklîf daye, em li hêviyê ne û baweriya me xurt e ku di parlamentoya Kurdistanê de ev komîte di zutirîn demê de bê avakirin û dest bi karên xwe bike.

Pirseka me ya din ew e ku em ê çawa peywendî di navbera gêncên hundur û derva de peyda bikin û xurt bikin. Ji bo wê me wek gava destpêkê du mamoste hanîn Helebçeyê. Me li Swêdê jî li gel 4 Folkhögskolan peywendî danîn, em dixwazin lêkolînan bikin ku meriv çawa konseptên folkhögskolan li vê derê jî cîbicîbike.

Vî karî û gelek karên din em mihawele dikin di riya peywendiyên bi wezareta perwerdeyê di riya peywendiyên bi wezareta xwendina bilind re li ser esasê ”Capasity Building” biserxin.

Pirseka din a giring ew e ku me torreka  peywendiyeka navneteweyî (netwerkeka navneteweyî) ava kiriye, li derva konsept û projeyên me gelek bi dilxweşî tên pêşwazîkirin. Axir peywendî me bi Banka Cîhanê re daniye.

– Tu projeyên we yên berbiçav hene ku Banka Cîhanê fînansmana wê bike?

– Danûstendinên me hene, lê hê yên despêkê ne. Me danûstendin di riya rêxistinên Swêdî yên ku li Kurdistanê ligel Bankeyê danîne. Pişt re me danûstendin li gel dezgeha alîkariya projeyên ji bo derva a bi navê SIDA-yê ya Swêdî hene. Projeya me li gel wan ew e ku em çawa dikarin kurseka rojnamevaniyê ji bo rojnamevanên Kurdistanê çêkin.

Nuneriya hukumetê ya li Swêdê û rêkxirawa KOMEK a kurdî zêdetir bi vî karî radibin û li gel wan danûstendinan dikin.

– Ev tiştên ku te bahs kirin hemî karûbarên gelek balkêş in ku we di demeka gelek kurt de biserxistine. Ev karûbarên giştî yên gênca ne. Gelo bi taybetî di warê werzişê de(sporê de) rewş çi ye, we heta nuha çi kiriye, çi xebat li ber we heye ?

– Wek me di serî de bahs kir her çendîn wezareta werziş û gêncan berî salekê cara pêşiyê hat avakirin, lê werziş bi xwe li Kurdistanê hebûn. Wek dezgehên resnmî yên werzişê du organ li Kurdistanê hebûn: Yek jê re digotin Lejna Olumpî ya Kurdistanê ku li Silêmaniyê bû. Ya din jî Encumena Bala ya Werzişê ku ew jî li Hewlêrê bû.

Hukumeta Kurdistanê berî avabûna wezaretê jî pere li werzişê serf kiriye. Lê gumana min jê heye ku ew pereyê ku hatibe serfkirin li gor wê bersiva xwe dîtibe. Ev tecrubeyên min ên salekê didin nîşandan ku di warê werzişê de demên berê, bi awayekî ilmî nehatiye karkirin.

Me gelek xwe westand ku berî her tiştî ew herdu organ bibin yek. Ev pirs bi taybetî bi destpêşxeriya serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di novembera 2006-ê de gihaşt encamê û herdu organ bûn yek.  Koordînasyona wan herdu organan berê jî hebû lê efektîviya wê ne wek ya yekbûnê bû. Heyeteka muweqet ji bo organa yekbûyî hat avakirin.

Dewr û rola werzişê li Kurdistanê giring e lê problem û pirsgirêkên werzişê jî gelek in li Kurdistanê. Jêrxana (înfrastruktur) jiyana werzişî, gelek kêmasîyên jêrxanî (înfrastrukturî) hene. Mesela tunebûna stadyuman, bêîmkaniyeta yên heyî, mesela tunebûna salonên spore, mesela zeîfiya pirrengî û piralîtiya werzişa Kurdistanê… Rola jinan di werzişê de gelek zeîf e, îmkan ji bo wan hema hema tunene. Salonên daxistî yên werzişê nebin tu nikarî jinan derxî meydana werzişê.

Me dît ku di warên giştî de derxistina wan kare demeka dûrûdirêj bikêşe, me destpêkir nuha li Hewlêrê û Duhokê du yaneyên (klubên) werzişê ên jinan û keçan damezirandine.  Li Zaxoyê û Silêmaniyê jî daxwazên bi vî awayî hene. Ev daxwazên jinan bi xwe ne û em bibînin ku em bi vî awayî wan teşwîq dikin, em ê li ber barê karên bi vî awayî zêdetir rabin.

Karekî din ê ku di warê werzişê de em li serê radiwestin mesela derxistina krîterên werzişê ne. Di çi warî de dibe bila bibe eger te krîter nebin, standardên neteweyî û unîversel nebin tu nikarî bi awayekî zanistî binirxînî ka rewş û statusa werzişa welatê te çi ye. Me karekî ciddî kir li gel koleja perwerdeyê ya Zankoya Selaheddînê. Me hin  rênumayên werzişa Îngilastanê hin tişt tecume kirin birin, me li gel wan civîn kirin. Di 13 û 14-ê meha gulanê de ewel car konferanseka werzişê çêbû. Di wê konferansê de hin tawsiye û pêşiyar hene, em li wan dinêrin, ji bo cîbicîkirina wan çi ji destê me bê em ê bikin.

Fikra min ew e ku divê di destpêkê de em giringiyeka taybetî bidin înfra struktura (jêrxana) werzişê û di eynî wextê de em mihawele bikin ku felsefeyek bê belavkirin ku barê maddî yê werzişê ne ku bi her awayî bibe bar li ser hukumete Kurdistanê, werziş karibe li ser piyê xwe raweste, xwe bi xwe xwe finanse bike wek yên welatên din ên pêşkeftî. Em proje û programan dixin kar ji bo vê felseyê cîbicîbikin.

Wekî din krîterên me yên din jî ew in ku werziş li gel kêmendaman, li gel jinan û li gel zarokan lihevhatî be û heval be, demokratîk be, adilane li navbera çin û tevbeqeyan, grûpên etnîk û pêkhateyên din belavbûyî be.

Helbet ji bo bilindkirina astê werzişê û perwerdeya werzişê vekirina enstîtu û xwendegehên bilind ên warên akademîkî jî di ajandeya me de heye. Belavkirina zanist û tendurustiya zanistî ya warê werzişê wek kar li ber me me ye. Me li Swêdê ji doktor û pisporên kurd Grûpeka Tenduristiya Werzişîyê avakiriye da ew rawêjkariya bizava werzareta me û werzişa me bikin. Ew her wiha bi meseleya tendurustiya ciwanan jî mijûl in, di mesela narkotîkayê, alkolê, nexweşiyên seksuel ên têper de bingehên lazim ê ji bo me deynin. Her wiha ware birîndarbûn û seqetiyên werzişî jî di nav karûbarên wan de ye.

Di vê grûbê de doktorên kurd, psîkologên kurd, ortopedên kurd pisporên jîmanstika nexweşiyan û rehabîlitasyonê ku hemû kurd in kar dikin. Ev grub ê peywendîdar be li gel grûpeka din a li Kurdistanê ku ji wezareta werzişê, ya tendurustiyê ya karûbarên komelayetî bi hev re pêk hatiye da ka em ê çawa karibin ji vê kompetensa ku li vê derê li Swêdê heye îstîfade bikin.

Tu zânî ku ez gelek li derva mame, ez wê kompetensa, bikêrhatina sermiyanê milî ya li derveyî Kurdistanê dinasim, mihaweleya min hemî ew e ku em çawa karibin ji vê şiyana xwe ya milî îstîfade bikin. Heyfe ku em niakribin ji vê îstîfade bikin, bêyî vê kompetensê em bixwazin gavan bavêjin em ê gelek dijwariyan bibînin û ê pêşkeftina me xwedan gelek kêmasî bin.

Divê em bifikirin ku me di van çend salên dumahiyê de çawa seferên çûna hatina Kurdistanê bi riya balafiran peydakiriye û asoyeka mezin li ber Kurdistanê vekiriye, îmkanên jiyan û pêşketineka baş daye Kurdistnê, divê ji alî teknîkî de jî em welê bikin em mesela tora telekonferansê di navbera welatê xwe û dinyayê de raxin û jê îstîfade bikin. Zanîn û ilmê heyî derbasî nav potansiyela Kurdistanê bikin.

Av aliyek, aliyê din jî divê em bifikirin ev werzişvan û rahênerên kurd ên li derveyî welat in ka em çawa dikarin îstîfadê ji wan bikin, ked, mihawele û serkeftinên wan tevî ya Kurdistanê bikin. Di eynî warî de kurdên me li perçeyên din jî hene, em çawa dikarin li gel wan bibin xwedan peywendî, alîkariya wan bikin, hêz û şiyana wan bînin tevî ye gênc û werzişvanên Kurdistana azad bikin.

Lê ji bo biserxistina van karan divê hin tiştên bingehîn em li Kurdistanê amade bikin da gava gênc û werzişvan çi ji derva çi ji perçeyên din hatin karibin îmkana mayina ciyan bibînin, cih û navendên me yên bi wî awayî li dervayî bajaran ji bo werzişvanan, wek kampîngan an wek çiftligan hebin da werzişvan li wê derê têkilî hev bibin, bidin û bistînin û asoyeka mişterek ji bo xwe û ji bo miletê me deynin.

Divê li van deran cih û tesîsên werzişê, yên rahênanê, yên fêrkirinê hebin. Eger em bingehê madî ji bo vê tora bi perçeyên din û bi derva re amade nekin ê gelek zehmet be, gelek mihawele berhewa bibin û gelek caran projeyên karên mişterek bisernkevin, yan encamên zeîf bidin.

Wekî din hê ji nuha ve em mihawele dikin, yaneyên me di nav xwe de misabeqatên cidî bikin di yên navdewletî de, di yên erebî de beşdar bibin. Hin ji van îsal jî pêk hatine. Em gelek dixwazin ku em bigihên wê merhele û derfetê ku werzişvanên me di warê navneteweyî de, di warê Ewropayê de  alaya Kurdistanê bibin wan deran hildin.

Ez hêvî dikim ku hin tişt îsal di xîlalê salekê de bin.

– Di vî warî de tiştekî diyar ê berbiçav heye gelo?

– Belê hene. Mesele li gel Gurcistanê me hin peywendî danîne, em gîrugiriftên beşdariya li wê derê çareser dikin. Norge kup heye, Gotia kup heye ev hemî mihawele ne ka em binerin. Her ku diçe em pirtir îmkanan bidest dixin.

Fetivala Werzişê em dixwazin di meha tişrînê de amade bikin, li wê derê jî em ê di çend warên werzişê de werzişvanan xelat bikin.

Belkî hin kes bibpirsin bêjin hun ji bo çi hinde giraniyê didin xelatan. Bi baweriya min ev tiştekî modern û medenî ye û ji aliyê din jî çalakvanan teşwîq dike, kesên ku zehmetê dikêşin, kar û berhemên qenc derdixin meydanê, rûmetek tê dayin keda wan. Ev her wiha rê vedike ku gênc xwe ji îzolasyonê xelas bikin tevî nav karûbarên civakî bibin.

– Qasî ku meriv dibînê ji ber ku jêrxana werzişê hema hema tuneye, werziş jî zêdetir yekalî ye. Ew jî di warê futbolê de ye. Gelo ev rast e, yan sporên din jî hene. Wekî din sporên ku hûn dixwazin li Kurdistanê li nav gêncan belav bibin çi ne?

– Futbol wekî sporê ciyê xwe yê taybetî wekî li hemî cîhanê li Kurdistanê jî heye. Û bi taybetî li Hewlêrê ciyekî wê yê taybetî heye, Lê basketbol û voleybol jî hene. Teakvando jî heye

– Ev şaxên werzişê yên ku hûn bahs dikin li dervayî xwendegehan jî hene gelo?

– Belê belê, me grûp verêkirin Koreyê ji bo teak wandoyê. Tu dizanî ev sporeka koreyiya ye jî û ew giringiyekê didinê.

Em dixwazin hin sporan li Kurdistanê belav bikin, me tîmek heye ku ji Swêdê hatiye, ew dixwaze bandiya hundur li Kurdistanê belav bike.

Em mihawele dikin ku Spora Şaxevaniyê (Spora çiyavaniyê) pêşde bixin, giringiya wê li Kurdistanê bidin nasîn.

Ez ji te re bêjim, sê tişt ji bo pêşdexistina werzişa Kurdistanê giring in, avakirina jêrxana werzişê, guherandina têgihîştîna (atîtuda) însanan û perwerde ye. Em van hersiyan bi serxin em ê gelek pêşde biçin di warên werzişê de.

– Di serdanên xwe yên Kurdistanê de ez gelek caran li gêncan rast têm ku berê wan tim li derveyî welat e, dixwazin biçin Ewropayê an welatên din ên Rojava. Gelo ev diyarde çend belav e li Kurdistanê. Wekî din wek wezaret rewşa we li hember daxwaza gêncan a çûna ji Kurdistanê çi ye, hûn çawa dinirxinîn. Hûn li hemberî deketina wan in, dixwazin û mihawele dikin ku ew li Kurdistanê bimînin, an hûn xweş dibînin ku ew derdikevin diçin welatên din?

Di Kurd Gala yê de ……. (nav nayê bihîstin )) gotinek wek henek bikaranî, got ’ez dihatim galayê, min teksiyek peyda nekir ku ez pê bêm, ez hatim vê derê min fahm kir ku çima teksî peyda nedibûn çimkî kurd giş hatibûn galayê.’ Kurd miletek in ku çav li hev dikin.

Rast e ku gelek gênc hez dikinu derkevin derveyî welat. Ez dibêjim ev diyarde ne tenê li Kurdistana federe, li Kurdistana bakur ya rojhilat û li deverên din jî wiha ye. Li hemî Rojhilata navîn xelk dixwazin birevin biçin derveyî welat.

Dewra me, dewreka global e, pirsa penaberiyê û cihguhaztinê buye pirseka navneteweyî. Em ne li dijî wê hindê ne ku gêncên me bi riyeka normal seferê bikin, biçin dinyayê bibînin, bixwînin nas bikin û pişt re vegerin welatê xwe.

Lê em li hember in ku genc ji rewşeka baştir biçin têkevin nav rewşa xerabtir.

Wek hûn dizanin nuha li derve belkî li Swêdê û yek du welatên din kurdên me rewşeka biserkeftî bidest xistine, lê li gelek welatên din, rewşa wan ne baş e, gelekên wan dikevin nav reşên xerab, nav torên xerab, mesela qaçaxçîtiyê û narkotîkayê bela li serên wan vedike, ew dikevin zindanan.

– Bawer dikim buhayê cihghaztinê û çûnê jî ne ew qas erzan e, ew gava ji Kurdistanê derdikevin di riyên gelek dijwar re xwe digihînin welatên ku ew dixwazin, gelek pere didin, bi riyan de gelek zehmetiyan dikêşin, gelek caran tên xapandin, pereyên zêde ji wan tên stendin, ew dikevin nav lepên şebekeyan. Carina tên girtin, tên zîndankirin, yan paş de tên vegerandin. Van dawiyan li kampên Sûriyêyê, tê bahskirin, ku gelek heqaret li wan tên kirin u miameleyên xerab bi wan tê kirin.

– Belê ev hemû tên serên wan. Ê min bi xwe di van hemû meseleyan de gelek caran ez gazinan ji welatên Ewropayê dikim. Ew şertan giran dikin, vîze datînin, deriyân dadixin, xelk dikevin nav dest û lepên şebekan, ha pasaportên sexte, ha vizeyên sexte, yan bê vîzetî, ev pirsgirêk girantir dibin. Lê bi baweriya min ku ew vîzeyê rakin û deriyan serbest bihêlin gêncên Kurdistanê ê biçin û vegerin û piştî demekê ê çûna wan welatan kêmtir bibin.

Belê, gelek caran ez tebîî dibînim ku genc berê xwe dizîvirînin û ber bi derva ve diçin. Li welatê wan gava cihên sporê nebe, sînema û tiyatro nebe, îmkanên xwendineka asta bilind a li gor dinya niha, îngilîzî an zimanê din nebe, helbet ew ê berê xwe bidin derva. Helbet di nebûna van tiştan de heta derekê hukumet berpirsiyar in, lê civaka sivîl bi xwe jî nikare xwe ji berpirsiyariyê bişo. Heta civaka navneteweyî jî xwedan berpirsiyar e. Mesela te jî di van nêzîkayiyan de guh lê  buye miheqeq, serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku ew alîkariya ku ji civaka navneteweyî ya ku heta îro gihîştiye Iraqê hema hema qet negihîştiye Kurdistanê. Eger li gor nifûsa Kurdistanê ew alîkarî bihata Kurdistanê nuha gelek îmkan pê hatibûn peydekirin.

Kurdistan ji bo ku aram e buye qurbanê aramiya xwe, cezayê xwe dide. Herkes dibêje Kurdistan aram e, ew der ne hewceyê tiştekî ye. Lê ev ne rast e, welatê me aram e em gelek mihawele dikin welatê xwe avabikin, civaka xwe pêşde bixin, lê hê ji siyaseta rejima dîktatorî de me gelek kil û kêmasiyên mezin hene, em muhtacî alîkariyê ne di gelek waran de.

Anuha ev tiştên ku min ji bo te bahs kirin ew proje û tiştên ku ez dixwazim ji bo gêncan çêkim min nîv milyar dolar divên. Ê warên din jî wiha ne. Ka ew budçeya ku dikeve destê hukumetê ê bide ku û nede ku. Li xwendinê, li zîreetê, li tendurustiyê, li kahrebayê, li avasaziyê li îndustriyê, ê li ku bide û li ku nede. Gelek caran wezareta me ya ku bi karê gêncan û werzişê dibile dibe qurbanê daxwazên wan wezaretên din jî.

– Belê ji aliyekî de wiha ye, lê ji aliyê din jî wezaret peywendîdar e bi beşekî gelek mezin û giring ê civakê, gênc û werziş. Helbet belkî rasterast hûn xwendegehan danaynin, yan kar nadin gêncan, lê rola we di gîhandina gêncan a bi awayekî rêkûpêk û tendurustî, di meseleya demokrasiyê û wekheviyê de, di mesela têgihandina mejiyên modern ên dînamîk de, di mesela guhertina atûtîda neslê nuh de roleka weya gelek giring heye. Ev divê bê dîtin û cihê we nekeve dereceya dudu û sisiyan.

Ez nuha dixwazim werim ser meseleyeka din, meseleya kuştin, xwekuştin û şewitandina keç û jinan. Helbet ev girêdayî ye bi rola jin û mêran a di civaka me de. Helbet ev ne diyardeyek e ku tenê li başûr an li bajarekî yan ji bal mezheb an dînekî tenê dibe. Li hemû perçeyên me, ji bal hemû tebeqeyên civaka kurdewariyê ev diyarde rû didin.

Di van du salên dawiyê de li Kurdistana başûr bêtir tê bihîstin, belkî ji ber wê yekê ye ku hebûna dewleteka me dezgeyên me yên civakî û ragihandinî rê didin ku em pitir rûdanên vî perçeyî bibîhîzin. Pişt re li vir îdî me desthilatek, serweriyek û dezge hene, divê em îdî  li vê derê xwe bi xwe karibin vê pirsê ji bo xwe bikin derd, li serê rawestin û çareyekê bibînin.

Di vê çarçeweyê de tu mesle van rûdanên trajîk ên bi serê keç û jinên Kurdistanê de tên çawa dibînî?

Vê dawiyê mesela Duayê çêbû ku fîlmê wê hat kêşan belav kirin pişt re ragihandinên cîhanê gelek cih dan vê xeberê.

Helbet yên tên kuştin û xwe dişewitînin pirraniya wan keçik û jinên gênc in. Peywendiya wê bi vî awayî bi wezareta werzişê û gêncan ve jî heye. Tu vê meselê çawa dibînî?

– Ev pirsa ku te kerem kir, pirseka gelek gelek giring e. Carekê ez bo te bêjim, zêde bihîstin û bahskirina van meselan nîşan dide ku hukumetê siyasetek di vî warî de heye ku ragihandin van meselan bide bihîstin, ew veşartî nemînin, milet xelk û cîhan hey jê hebe. Dibe ku li hin welatan siyaseta wan ew be ku ew van meseleyan veşêrîn, lê em naxwazin van veşêrin, çimkî veşartin ê meseleyê zêdetir bike, curumkaran bicesarettir bike. Û di dewreka wiha de meriv bixwaze jî nayê veşartin, gelek caran bi awayekî mezinkirî û berovacokirî derdikeve meydanê.

Nuxta duduyê, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vê meseleyê de pirr hessas e û li ser vê gelek kar dike. Tu dizanî ev birîn û pirseke civakî ye, heta ne tenê di nav me de, ne tenê di nav civaka îslamî de, bi kurd  û miletên din bi îslam û xiristiyanên xwe di hemû civakên Rojhilata navîn de heye. Pirseka orientî ye.

Serokê hukumetê hê ji salên kevn de mihawele dike ku ev diyardeya qirêj li nav civaka me bê binbirrkirin. Hê sala 2002-yê di 13-ê meha 8-ê de serokwezîr qanûna  rejima Sadam ya ku sezayê kuştina jinê bi bahaneya namûs û şerefê 6 meh bû, rakir û qanûna bi hejmar 14 a ku kuştina jinan û keçan bi çi sedemî dibe bila bibe qetil hesab dike û  sezayên giran dide qatilan cîbicîkir. Ev qanûn bi mihaweleya taybetî a birêz Nêçîrvan Barzanî bi beşdariya melayên Kurdistanê, rêxistinên jinan û hemî dezgehên din ên peywendîdar hat derxistin.

Mesela Duayê tu zanî ku ew dever ne di bin desthilata Kurdistanê de ye. Me wek hukumet wê demê daxwiyaniyek da ku divê hukumeta Iraqê tawanbarên kuştina Duayê seza bikin û ew qanûna dewra Sadam a ku tenê 6 meh  dide kuştina jinan bê rakirin. Me gelek pê xweş bû ku hukumet û hin parlamenterên derva jî ev daxwaz ji hukmeta Iraqê kirin, di riya wezareta derve a iraqî re.

Nuha jî bi riya vê hevpeyivînê ez dixwazim ragihînim hemû rêxsitin û dezgeyên jinan ên mafên mirovan û yên din, divê ew daxwazê ji hukumeta Iraqê bikin ku ev qanûn betal bibe û cezayê  giran ji bo kuştina keç û jinan bide, bi çi sedem an bahaneyê dibe bila bibe.

Wekî din, wek hukumet em di amadeyiyên gelek proje û programên di vî warî de ne, rawêjkarên taybetî yên serokwezîr di vî warî de hene, ew gêncan dişîne derva li ser vê meseleyê dide perwedekirin da ew vegerin hin karan li unîversîteyên Kurdistanê biserxin.

Mihaweleyên hukumeta me, ne demkî ne ku piştî buyereka mehelî derketibin. Hê ji destpêkê de em berdewam li ser vê meseleyê radiwestin û me hay ji xeteriya vê meseleyê heye, em karên cidî ji bo wê dikin. Lê wekî te jî di destpêkê de bahs kir ew pirseka gelek dijwar û komplîke ye.

Wek wezaret jî me hay ji giringiya vê heye, ji roja avabûna xwe de em tim rewşa jinan, rola wan a li nav civakê, peywendiyên navbera keç û kuran li ber çav digirin. Tu bi xwe dizanî, di meha septembera buhurî de me nunereka jin verêkir New Yorkê ji bo wergirtina tecrubeyên navneteweyî û bilindkirina rewşa jinên Kurdistanê di meydana navneteweyî de.

Divê em berdewam bin di têkoşîna xwe ya di vî warî de, em mihawele bikin ku çawa di vî warî de di nav malbatê de guhertinan bikin. Çimkî ev mesele ne mesela dînî an îslamiyetê ye. Ev mesela civakên patriyalkal e, têkel bûne li gel hin mortîfên dînî û yên din û bi vî awayî dimeşin.

Wek wezaret û wek kesekî ku di vî warî de hesas e, min hê par piştgiriya tiyatroyeka gerok kir ku rêxistina jinan a bi navê Asude ew amade kiribû. Ew geriya li deverê û wê tiyatroya xwe nîşand da li dijî tundûtûjiya li hemberî jinan.

Wek min berê di hevpeyivînê de bahs kir, min hê par di merasimekê de xelatek ragihand û got ku em ê di 25-ê novemberê roja cîhanî ya li hember tundûtujiyên li ser jinan di festîvalekê de wê xelatê belav kin. Qeasd ji vê yekê ew e ku em bi vê minasebetê balê bikêşin ser rewşa keçan û jinan a xerab.

Ji ber taybetmendiya wezareta xwe û gêncên keç heya gêncên kurr jî çimkî ew jî ji ber vê rewşê bêzar in û têşên, ew jî dibin qurbanî aletên vê diyardeya reş, ez bi cidî li ser radiwestim û ji xwe re dikim derd.

Divê em vê meselê eşkere biaxivin, li gel malbatê, li gel mêr û jinan, li gel aîlan û picûkên wan. Divê medya roleka mezin di vê meseleyê de bilîze. Em rê û dirban, teşwîqkirin û mobîlîzekirina civaka ku li dijî vê diyardeyê ye bibînin. Giraniyek mezin bidin perwerdeyê. Em beşdariya kadroyên xwe yên zana yên derve di vê pirsê de û alîkariya civaka navneteweyî bistînin.

Ji alî din em dibînin ku hin hêz li derva û li herêmê hene ku dixwazin vê pirsê bikin aletê siyaseta xwe, li hemberî tevgera kurdî bikar bînin. Ev ne meseleyeka kulturî ya taybet bi civaka kurd e. Erê kurd dikin lê li Rojhilata navîn ereb jî dikin, asurî jî dikin, tirkman jî dikin. Lê ferq nake, divê kes ji me jî bi vê şanazî neke, ne divê ew vê bikin aletên siyasetên xwe, ne jî em çav lê bigirin.

Divê em hemî li ku dibe bila bibe, kî dike bila bike, wê wek pirseka neînsanî ya li hember mafê mirovan, ya li hember maf û hebûna jinan bibînin û li hember derkevin.

Eger hin kesan ev kiribe alet ji siyaseta xwe re ku li hemberî miletê kurd bikar bîne jî em dizanin ku qîmeta wan tune, ji ber wan em vê meselê naveşêrin, em ê li pêşiya herkesî li hemberî vê diyardeyê têbikoşin ji bo xatirê civata xwe jinên xwe, keç û xuşkên xwe, jibo xatirê nirx û rûmetên însaniyetê têbikoşin.

– Ez bi xwe jî dibînim ku serokê Kurdistnê, serokwezîr û desthilatdarên derceya yekê ên Kurdistanê di vî warî de gelek hesas in, xwedan biryarderiyê ne. Lê qasî ku ez dibînim gava meriv ji derceya yekê dadikeve dezgehên burokrasiyê yên xwarê î hela hela gava meriv dadike ve nav xelkê, civakê , nav malbatan meriv wê hesasiyet û cidiyetê nabîne. Heta meriv his dike ku ew rê digirin li hember van vizyon û karûbarên ku hukumet û serkirdayetî pêşkêş dike. Hûn çawa dibînin, civak û peywendiyên paşdemayî yên civakî heta çi dereceyê rêgir in?

– Rewşa civakê belê giring e, ew ta dereceyekê rêgir e, rast e polîs, yan hakim an diozgêr miteesir e li hember rewşa civakê. Loma me hay jê heye ku mesele ne tenê mesela derxistina qanûn û biryaran e. Loma ji xwe min got pirs gelek dijwar û têkilhev e. Çareserî bi riyeka dûrûdirêj, bi perwerdeyê bi guhertina peywendiyên civakî yên aborî û têgihîştina demokrasî û nirxên însanî ve girêdayî ye.

Pişt re, ne ew qas rehet e ku meriv bi bê plan û pragram û rêveçûneka dirêj bi bê alîkarîya navneteweyî karibe însanan ji welatekî ku bi salan terbiya dîktatoriyetê wergirtine biguhere, civaka wan biguhere bike civakeka demokarat, wan însanan bike însanên demokrat yên tolerant.

Û li alî din bi sedan pirsên makro yên vî welatî jî hene ku divê bên çareserkirin, tu bixwazî jî nexwazî jî nikarî dev ji çareserkirina wan mesleyan berdî, ev kar divê li gel wan çareseriyan bimeşe. Pirr giring e, le bivê nevê wext jê re lazim e.

Ji alî din, divê meriv zanibe ku ev civat civateka dîndar e, misilman e, li gor xwe rabûnrîniştînên wan hene, meriv bi ecelekirineka ku reaksiyoneka negatîf a rê li ber diyalogê veke neke. Divê têgihîştineka hevbeş û diyalog berdewam hebe, rêz li nirxên civakê yên dînî, wîjdanî û exlaqî bê girtin. Diyardeyên zerarder û bêzirar baş ji hev bên cudakirin.

– Di meseleya Duayê de welê qenaetek li gel min peyda bû ku ragihandina Kurdistanê, erê li dijî tundûtûjiya li hember jinan û kuştin û xweşewitandina wan e, lê  têgihîştinek di nav wan de heye weka ku ew difikirin zêde neyê bahskirin, di nav me de bimîne, bê veşartin û em bi dizî di nav xwe de meseleyê hal bikin ê çêtir be. Ew ditirsin ku ê xêrnexwazên kurdistanê vê diyardeyê li hemberî doza kurd bikar bînin. Helbet xêrnexwaz bikar tînin jî. Wek wezîr dîtina te çi ye, meriv veşêre baştir e yan eşkere bike û li ser raweste, tu çî dibêjî?

– Wek wezîr jî û wek Taha Berwarî jî ez bi xwe di wê baweriyê de me ku meriv divê veneşêre û behs bike. Veşartin meseleyê siviktir nake. Lê gava ez argumentên kesên wiha dibihîzim jî ez wan fahm dikim.

Çimkî wek te jî got yên ku dixwazin van pirsan li hember doza me bikarbînin hene. Li derên din jî wiha ne. Dua keçeka êzîdî bû, hinekan xwest vê bikarbîne ku kurdên misilman û êzîdî bera hev de. Lê em dizanin, Dua êzîdî bû Pêla misilman bû li Swêdê, Fadîme Şahîndal misilman bû li Upsalayê li Swêdê, Hêşû keçeka misilman bû li Londonê.

Dijmin tiştên mezhebî bikartînin. Mesela bombekirina Mizgefta Samerayê bû sedemê wê yekê ku agirê şerekî mezhebî hat pêxistin. Ev tişt bi niyetên wiha jî tên bikaranîn û encamên gelek xeternak dikarin jê derkevin, li hember vê jî divê meriv hişyar be.

Medyayên Kurdistanê ji planên El Qaîdeyê ditirsiyan, wan mihawele kir ku vê bikarbînin, şerekî dînî û mezhebî di nav me de derxin. Lê xweşbextane hem bi zîrekiya serokên civaka kurdên êzîdî hem bi rola serokê Kurdistanê û ya hukumetê, hem jî bi zîrekiya partiyên siyasî yên Kurdistanê  me rê neda ku agirekî wiha bê pêxistin.

Lê dîsa jî medyayeka zîrek hebuya hem dikarîbû xwedî li Duayê û ê wek Duayê derkeve hem jî li ser vi aliyê meselê hişyar be, bi herdu aliyan bibe xwediyê doz û dawê.

– Medya û dezgeyên berpirsiyar xwedî lê derkevin, eşkere bikin, ew karin di derbareyê meseleyê de rastiyan diyar bikin, sedemên esasî yên ilmî û çareseriyên wê jî bidin diyar kirin ku xelk bibin xwedan agahiyên rasttir, meselê fahm bikin. Gava ne welê be dezgehên pispor û yên peywendîdar meselê nexin nav destê xwe û pêşkêşî civakê nekin, di nav civakê de bi awayekî ne ilmî mesele tê belavkirin, şayieyên bêbingeh, derew belav didin mesle bi vacayî derdikevin û mezin dibin û encamên gelek xerab jê derdikevin.

– Rast e.

– Baş e sipas ji bo vê hevpeyivînê ku te wextê xwe da me. Heger gotineka te ya dawîn hebe, yan tiştek hebe ku min nepirsîbe kerem bike.

– Sipas ji bo te jî. Ez dixwazim bi vê derfetê careka din diyar bikim ku baweriya min bi xwe bi kurdên derva yên întegrebûyî di warê spor, kultur, huner û zanistê de heye. Ez ê di xizmetê de bim ku em bi hev re wê pira xurt a navbera derva û hundur xurt bikin. Îmkaniyetên ku li Ewropayê hene em ê jê îstîfade bikin.

Hem wek hukumet hem jî ez bi xwe wek wezîr baş hay ji vî sermiyanê me yê milî heme ku li dervatyî welat heye, Em giringiyeka pirr pirr mezin didin wê. Ez bi xwe ji derva çûme, potansiyela derva dinasim. Ji bo ev portansiyel bibe wasiteya pekhanîn û pêşdexistina bikêrhatina genc û werzişvanan, heta teknîker û pisporên genc ên Kurdistanê çi ji destê me bê em ê bikin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: