KUŞTINA HUSÊN CANPOLADÊ MÎRÊ KILÎSÊ

‘’Ferman e, ferman e, fermana mîrên kurdan e!’’

Versiyona berfirehtir a nivîsa min a di hejmara vê hefteyê (hejmara 30’ê) a heftenameya Basê de.

 

Husên Canpolad li ser esasê irsî mîrê Kilîsê û ji ber tayinkirina ji paytextê jî, begêbeganê eyaleta Helebê bû. Loma hem mîr, hem jî paşa bû.

Eslê xanedaniya wî li gor Şerefnameyê li Hekariyan digihaşt Menteşa. Ew sê bira bûn. Navê yekî Şemseddîn bû, ku mîrên Hekariyan ji nesla wî ne. Birayê din Bahaddîn bû ku hukumdarên Îmadiyê ji wî tên. Yê siyê jî Menteşa bû ku di nav xelkê de wek Mend dihat binavkirin.

Mend ji Hekariya çû, ket xizmeta sultanên Eyyubî, karên hêja kirin, kurdên navbera Helebê, Antaqyayê û Şamê li dor xwe civandin bû mîrêmîranê kurdên van deveran. Bi demê re, ji Meraşê heta Hemayê dever hemî ketin bin desthilata Mendî.

Piştî mirina wî, kurê wî Ereb Beg, piştî wî kurê wî Emîr Cemal, piştî wî jî kurê wî Ahmed Beg bûn hakim. Di dema wî de dawî li Eyyubiyan hat û dewra Memlukiyan destpêkir. Lê Ahmed Beg neket bin desthilata wan, serbixwe ma. Wî li pey xwe du kurên bi navê Hebîb Beg û Qasim Beg hiştin. Ev herdu bira li ser desthilatê pevçûn, geh yekî û geh yê din girt, cara dawîn Qasim Beg bû hakim.

Di dema Yavuz Sultan Selîm de Qasim Beg tevî mîrên kurdan ên din li rex osmaniyan cih girt, di şerê Mercîdabiqê û Rîdaniyê de Memlûkî têk çûn, dever bû tabiê osmaniyan.

Beşeka mezin a kurdên deverê êzîdî bûn û hevrikiyek li ser desthilatê di navbera mîrê êzîdiyan û Qasim Beg de hebû. Li ser hin mişaweran, Yavuz desthilata deverê da Şêx İzzedînê mîrê êzîdî, Qasim Beg û kurê wî Canpoladê 18 salî bi xwe re bir paytextê. Li wê derê ji bo pûçkirina hevrikiya li deverê Qasim Beg hat kuştin û kurê wî Canbolad di qesra Sultan de, di enderûnê de ket bin parastina Sultan, perwerde û postên hêja wergirtin. Zêdetirîn jî Canpolad di dema Qanûnî Sultan Suleyman de derket pêş.

Lê ku Şêx İzzedîn waris nehişt û mir, dever hat piçûkkirin û ji nesla Eyubiyên Hesenkêfê Melik Mehemed bû mîrê Kilîsê.

Di dema Qanûnî de, Canpolad di orduyê de derket pêş, bi taybetî di girtina Belgradê, Rodosê û Boxdanê de qehremanî nîşan dan. Sultan ferman derxist ku Kilîsa bavûkalan li Canpolad bê vegerandin û ew hat, bû mîrê Kilîsê.

Wî, welatê xwe pêşde bir û qasî sed salan umir kir. Tê gotin ku Canpolad di saxiya xwe de 70 kurên xwe dîtine. 10 kur li pey xwe hiştin û mir. Yek ji wan jî ev Husên Beg Canpolad(zade) bû. Piştî mirina Canpolad, kurê mezin Cafer Beg, pişt re jî birayê wan Hebîb Beg û di pey wan re jî Husên Beg bû mîr.

Berê li ser daxwaza Husên Beg, bi fermana padîşah ew bû begêbeganê Eyaleta Trablusşamê û Kilîs jî pê ve hat girêdanê, rutba paşatiyê girt. Pişt re ji bo ku di seferên osmanî ên ser Gurcistanê û Îranê de xizmetên hêja kirin ew di 1581ê de bû begêbeganê Helebê.

Demekê ji ber hin hevrikiyên deverî yên li gel mîrên ereban û hin deynên dewletê yên li wî ku xwedêgiravî nedida, rutbeyên wî jê hatin stendin û ew li Helebê hat zîndankirin. Kilîs dan yekî bi navê Dev Suleyman. Lê pişt re tiştek li ser îsbat nebû û ew hat berdan, vegeriya Kilîsê û erda bavûkalan ji Dev Silêman stend, osmaniyan ev hemle qebûl kir bi şertê ku bacên xwe bide.

Di 1012(1603-4)ê de gava Nasuh Paşayê osmanî bû begêbeganê Helebê, tevîheviyeka dijwar li derûdora bajêr hebû, yenîçeriyên Şamê dor li bajêr girtibûn, zor didanê.

Nasuh Paşa, ji bo şikandina yenîçeriyan, alîkarî ji mîrê Kilîsê Husên Paşa xwest, wî jî biraziyê xwe Alî Beg bi leşkerekî xurt şand hawara Nasuh Paşa, yenîçerî şikiyan.

Lê Nasuh Paşayê osmanî ji vê hêza mezin û xurt a Canpoladan çavtirsiyayî bû, mesele ragihand paytextê. Wê demê Sultan Mehemedê III. di nav nivînan de li ber mirinê bû. Nasuh biryar da girtin ku êrîşê bibe ser Kilîsê û hêza Canpoladan bişkîne da ew ‘xetertir’ nebin.

Husên Canpolad ev bihîst, xeber şand ji serdarê orduyên Anadoluyê Caxalazade Sînan Paşa re ku wê demê li alî Wanê amadeyiyên sefereka ser Îranê dikir. Mîr Husên bi xwe jî ji Kilîsê bi eskerekî derket pêşberî Nasuh Paşa.

Çaxalazade Sînan Paşa, bi eslê xwe îtalî yê cenevîzî bû, ji malbata Cicala dihat, navê wî yê eslî Scipione Cicala bû. Di 1560’ê de, di şerekî deryayî yê nêzî Tûnisê de tevî bavê xwe ji bal osmaniyan ve hat êsîrkirin. Pişt re ew bû misilman, navê wî bû Yusuf Sînan, di orduya deryayî û bejayiyê de gelek post wergirtin, wek Cağalazade Sinan Paşa navûdeng da. Çağaloğluya Stembola nuha ji ber navê wî tê.

Di şerê Haçowayê de xwedêgiravî roleka diyarkir di serkeftina osmaniyan de lîst, ji bo wê ew bû sadrazam û serdarê orduyên Anadolu û Kurdistanê; ji bo têkşikandina celaliyên li Anadoluyê û sefereka ser îraniyan ku Tebrîz û Rewan ji destê osmaniyan derxistibûn derketibû sefera Anadoluyê.

Ew hevkar û dostekî Husên Canpolad bû, di du seferên berê ên ser Gurcistanê û Îranê de (1581, 1589) wan li bereyekê şer kiribû, heta carekê Canpolad bûbû cîgirê wî. Navbera wan baş bû.

Serdar Caxalazade ferman şand ji Nasuh Paşa re ku ji sefera ser Kilîsê vegere û dev ji begêbegantiya Helebê berde, wî meqamî teslîmî Husên Canpolad bike. Nasuh Paşa bi îdîaya ku li gor qanûna osmanî eyaleteka osmanî nabe teslîmî mîrekî irsî bê kirin, got ê Helebê teslîmî Canpoladzade neke. Wî daxwaza xwe rêkir paytextê, wê heq da Nasuh Paşa. Lê Caxalazade li ser fermana xwe israr kir. Li gor qanûneka din a osmaniyan gava sadrazam/serdar derdiket sefera Anadoluyê wî çi ferman bikira, ya wî derbas dibû. Husên Canpolad xwe sipart fermana Caxalazade û dor li Helebê pêça. Xelkê bajêr ketin navbera herduyan, li gor lihevhatinekê Nasuh Paşa ji bajêr vekişiya, Husên Canpolad wek begêbegan Heleb xist destê xwe.

Şah Abbasê Safewî dest bi sefereka li hember osmaniyan kiribû, ku wan erdên bi Peymana Amasyayê a 1590’e; Azerbaycanê, Gurcistanê, Ermenistanê û Şêrwanê (bajarên Tebrîz, Rewan, Naxcewan, Gence û hwd) debû wan, paş de bistîne. Di oktobera 1603yê de wî Tebrîz, di sefera bihara 1604ê de jî Rewan zeft kir. Li ser vê tehdîd û êrîşê, serdar Caxalazade Sînan Paşa li deşta Mûşê orduyeka 40 hezar esker kom kiribû. Di 5ê nîsana 1605ê de Sînan Paşa ji bo şerekî mezin ê li gel Şah Abbas, ferman şand ji hemî eskerên Anadoluyê, Kurdistanê û Bîladê Şamê (Haleb, Trablusşam û Şam) re, da li Wanê-Mûşê bicivin.

Husên Canpolad Paşa hê ewleyî û aramiya devera xwe mukim nekiribû. Zûbizû di pêşiyê de çend yekîneyên piyade yên kurdan verêkirin û wî bi xwe jî dest bi civandina orduyekê kir.

Yekîneyên pêşiyê gihîştin ser şer, lê heta Husên Paşa di serê orduya xwe ya mezin de giha Wanê, orduya Çaxalazade li hember Şah Abbas şikesteke mezin xwar. Ji osmaniyan gelek esker hatibûn kuştin û girtin, yên mayî jî bêserûber paşde direviyan. Li gor Naîmayê dîroknivîsê osmanî û İskender Begê Munşîyê kâtibe Şah Abbas, qerargeha Sînan Paşa bi xwe hemû barên xwe yên çek, xezîne, mal û milk bicî hiştibûn û bazdabûn. İskender Beg nivîsiye ku wan firsend nedîtibû şûrekî bi micewher xemilandî yê Sînan Paşa û mohra wî ya serdariyê jî li gel xwe bibin, ew li şunê mabûn. Merivên Şah Abbas ew hemî anîbûn teslîmî Şah kiribûn.

Li gor hema hema hemû weqanivîsên wê demê û lêkolerên dema me, Sînan Paşa di wê seferê de xetayên pirr mezin kiribûn. Adet bû, her sal di destpêka meha 11’ê de ku sermayê û qeşayê dest pê dikir û wexta şerbetaliya orduya osmanî dihat ,esker diketin vehêsana zivistanê. Tevî ku dem hatibû, wî sefer bir heta alî Çildirê, Qersê û derûdorên wê. Lê yenîçeriyan ji bo ku wextê şerbetaliyê û vehêsana zivistanê hatibû, nexwest şer bike, serî hilda. Sînan Paşa, li ser vê, xwest orduyê bibe Şêrwanê ku kurê wî Mehmûd Caxalazade li wê derê mîrêmîran bû, vehêsanê li wir bike. Yenîçeriyan qebûl nekir, Sînan Paşa vekişiya Wanê da têkeve vehêsanê. Jê re hat gotin ku devera Wanê gelek nêzî eskerên Şah e, xetera êrîşê tim heye, ne li wir, lê li Diyarbekirê esker belavbike û têkeve vehêsana zivistanê, wî guh nedayê.

Lê hê Caxala xwe bicih nekiribû, derket ku Şah Abbas ew ji nêzîk ve şopandiye, li pey wî hatiye. Şah dor li Kela Wanê girt. Sînan Paşa bi dizî reviya alî Melezgirdê ji wir jî Erzuromê , xwe xelas kir. Orduya Şah Abbas jî westiya bû, vegeriya Tebrîzê.

Sînan Paşa vegeriya, îja wî esker xist pey orduya Şah Abbas, li derûdora Urmiyê şerekî dijwar derket. Ji ber şaşîtiyên eskerî, orduya Caxala şikesteka mezin xwar.

Sînan Paşa guh nedabû mîrên kurdan ên li seferê. Ew ji rewşê gelek nerazî bûn. Şer li ser axa wan dihat kirin, wan zerareka mezin didît. Wan xwest ew li Wanê Sînan Paşa bibînin, lê xulamên Sînan Paşa bi îdîaya ku ew di xewê de ye mîrên kurdan dernexistin pêşberî wî. Ji vê, mîrên kurdan ketin gumanê ku ew cardin bi dizî reviyaye û wan jî biryar da ku eskerên xwe bigirin, ji şer vekişin. Di vî şerî de Şeref Xanê Mîrê Cizîra Botan jî hebû. Îskender Begê Munşî yê Tirkmanî katibê Şah Abbasê Safewî , di Alemarayê Abbasî de dinivîse ku Mîr Şeref Xanê mîrê Cizîrê bi hejmara eskerên xwe mezintirîn mîrê kurdan e. Şah Abbas, li gel êsîrekî ji merivên Şeref Xan nameyekê jê re dişîne, dixwaze ew wek dostekî wî, ji Çaxalazade veqete, tevî orduya wî bibe, ku ev ne mimkin e, eskerê xwe bigire vegere Cizîrê da xwîn nekeve navbera qizilbaşan û cizîriyan

Roja din, Sînan Paşa derket meydanê, lê mîrên kurdan îdî zîvirîbûn. Îdîayek heye ku Sînan Paşa afyonkêşekî mubtela bû, gava mîrên kurdan hatin qerargeha wî ew bi afyonê ew qas ji xwe ve çûbû ku, îmkana pêşwazîkirina kurdan pê re nemabû, loma xulaman ew dernexistibû pêşberî wan.

Li devera Taslucayê ya nêzî Urmiyê mîrên kurdan rastî Husên Canpolad Paşa hatin, agahî dan ku muhtemelen Sînan Paşa reviyaye. Husên Paşa jî li ser vê agahiyê, li devera Taslucayê eskerên osmanî ên ku ji şer bêserûber direviyan li hev civandin û bi vekişiyaneka rêkûpêk a kêmtelefîn ew anîn gihandin Wanê.

Wî agahî girt ku Sînan Paşa nereviyaye, li wir e. Bêyî ku tu guman an fikaran bike, derket hizûra vî heval û dostê xwe yê rojên teng û dijwar.

Piştî vê têkçûna bêserûber a li hember Şah Abbas, dinya Sînan Paşa hilweşiyabû, hemû hêvî û planên paşeroja wî têkçûbun. Zanibû ku êdî li paytextê tu cih û war jê re nemaye. Wî, şerefa xwe jî tê de, her tişt wenda kiribû. Gava têgihîşt ku 30 hezar esker bi Husên Canpolad Paşa re hene, ew hêrs û dîn bû, guh neda tu gotinên wî, weka bêje min ji bo rojeka wiha paşatiya Helebê da te, lê tu negihîştî ser şerê min û şûr derxist, serê Husên Paşa firrand. Her tişt ji nişka ve bêyî hêvî û texmîneka tu kesî bûbû. Her kes matmayî ma, kurd şok bûn û orduya 30 hezar eskeran hema di cih de dev ji Sînan Paşa berda, bê serî berê xwe da Helebê.

Gava xebera vê tevliviyana fewrî ya nemesûlane ya Caxalazade Sînan Paşa gihaşt Helebê, Alî Begê birazê û wekîlê Husên Canpolad li hemberî osmaniyan dest bi serîhildaneke gelek mezin kir, ku heta nêzî cudabûnê çû, seranserê Bîladê Şamê, Misir û Erebistanê ji alî osmaniyan ve xist bin xeterê.

Sînan Paşa bi hezîmeta xwe, serîtewandî berê xwe da Diyarbekirê. Ji xem û kerban di hundurê sê mehan de li Diyarbekirê mir. Li gor hin îdîayan wî jahrî vexwar û întîhar kir.

Osmaniyan, pêre jî kurdan derbeka mezin bi vê siyaseta şaş û têkçûna mezin a Sînan Paşa xwar. Encam tenê nebû serîhildaneka mezin a kurdên Canpoladan. Mîrên kurdan ji encamên şer zerarên mezin dîtin, axa wan bi pêlên çûnûhatê ên şeran talan bûn, wan gelek mirî dan, mal û milk wenda kirin. Ew hemî bi acizî û xemgînî ji serdarê osmanî dûr ketin û vegeriyan mîrekiyên xwe. Devera serhedê hema hema kavil bû, tê gotin ji ber vê kavilkirinê deh salan bi ser xwe ve nehat.

Warên Mehmûdiyan, Hekariyan, Pinyanişiyan û Biradostiyan ketin bin hukmê şûrê Şah Abbas, fermanên wî hema hema hata Wanê derbas dibûn. Li gor Îskender Begê Munşî, Mustefa Begê Mehmûdî, hevrikê wî hakimê Kela Xoşabê Mehmûd Begê kurê Silêman Begê Mahmûdî, Emir Xanê Çengzêrînê Biradostî (yê ku pişt re bû lehengê serîhildana Kela Dimdimê), Zekeriya Xanê mîrê Hekariyan û Hesen Begê mîrê Elbakê (Başkelê) hemî çûn dîwana Şah Abbas û wan selteneta wî li ser xwe qebûl kir. Şah Abbas jî mîrekiyên wan ji wan re hiştin.

Hezîmeteka mezin ji bo osmaniyan û kurdan, sedemekî giring ê destpêka perçebûna Kurdistanê. Ji wê rojê bi vir de Kurdistanê bi taybetî jî deverên serhedên herdu aliyan piştên xwe rast nekirin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: