Tehdîdên Tirkiyeyê; rast in an blof?

Ev nivîs ji bo bigihê çapê, roja înê berî diyarbûna biryarên Tirkiyeyê hat nivîsîn û îro, roja referandûmê dertê. Di van sê rojên dawîn de dikare biryarên girîng derketibin, guhertinên nepayî bûbin.

Lê ku heta roja înê jî, bedêla referandûmê  ya kurdan xwestî, ji Bexdayê û civaka navneteweyî nehat, pêşbînî ew e ku bi îradeyeka yekbûyî ya polayîn, welatiyên Kurdistanê; bi hemî netewe, dîn û mezheban ve, bi kincên xwe yên cejnanê îro diçin dengdanê.

Îrade çawa nebe polayîn! Wan bes divê dinya bibihîze ku serxwebûnê dixwazin. Hiqûq û edalet, ji mezintirîn gunehkarekî/a li ber sêdarê jî dipirse ‘daxwaza te ya dawîn çi ye?’’ Dinya naxwaze derfeteka wiha jî bide gelê Kurdistanê.

Referandûm ji alî kurdan ve ji bo dinya daxwaza wan bibihîze gelek girîng e, lê otomatîkî statuyeka guhertî ya hiqûqî ji wan re nayne. Yên ku ew qas li dijî wê ne, dikarin wijdanê  xwe binpê bikin, bêjin ez referandûmê nasnakim, mafê serxwebûnê nedim te.

Na, bi vê namînin, tehdîdan diweşînin, hikumetan dişînin ser kurdan. Tevî ku esas heta dereceyekê bes siyasetên DYAyê û Îranê yên li ser Iraqê dixe tengasiyê û derbekê li îdeolijiya PKKê dixe jî, li serê hemuyan Tirkiye xwe vedigijgijîne.

Hê hefteya çûyî wê dest bi tetbîqatên eskerî ên ser hidûd kir, Konseya Bilind ê ji bo hemleyên eskerî û aborî biciviya, pişt re jî hikumet… Tevî ku hê mehek ji xelasbûna middetê biryarê re maye, civîna parlamentoyê hat pêşxistin berî roja referandûmê da îznê bide hikumetê ku esker bişîne Suriyeyê û Iraqê.

Biryarên van civînan bûn çi, di vê nivîsê de helbet ne diyar in, lê agir ji devê Erdoğan dibariya.  Midaxeleyeka eskerî jî tê de ê her awe operasyonên eskerî û aborî bihatana kirin, da kurd bibînin bê Tirkiye çi tîne serê wan.

Kurdistan li Rojhilatanavîn take girava ewleyî, aramî, aştî û azadiya pirpêkhateyên neteweyî, dînî û mezhebi ye. Maliyên gelek berpirsên ereban jî tê de Kurdistan buye penageha bi milyonan milteciyan, vê, çalakiyên himbiz ên navneteweyî li gel xwe anîne.

Gelek hêz û navendên eskerî ên civaka navneteweyî li deverê ne, ji vê derê operasyonan dibin Suriyeyê û Iraqê; ser DAÎŞê. Midaxelekirineka eskerî têkdana ewleyî û aramiya hemû pêkhateyan, hilweşandina sîstema alîkarîkirina bi milyonan milteciyan, şikandina şerê li dijî DAÎŞê, êrîşkirina ser NY, YE, NATOyê û civaka navneteweyî ye jî.

Tu ji van navendan midaxeleyeka eskerî qebûl nakin. Ji bo ku li Iraqê ê rê li kaosekê veke, DYA ji binî ve naxwaze.

Lê Erdoğan, merivekî gelek pragmatîst e, bi qasî wê jî îrrasyonel difikire, ji  hesabkirina encamên dûrûdirêj bêpar e.

Yek ji taybetmendiyên wî jî ew e ku pêşbînîlênekir e. Ya tê gotin ‘na lo, ew qas jî nake’, ew dike. Heta niha hevrikên wî her ji ber vê taybetmendiyê li hemberî wî wenda kirine. Ew dikare bifikire bi operasyoneka eskerî deverên Başûr ên bin destê PKKê dagîr bike, heta plan bike ku serxwebûna Kurdistanê îlan bû ew jî van erdan têxe ser axa Tirkiyeyê. Bes aqlê selîm karin bibînin ku rewşa deverî û navneteweyî ya li jorê binavkirî, ji bo van deveran jî rêgir in. Dimînin alternatîfên aborî.

Eger Tirkiye xeta petrolê bigire, deriyê gumrikan daxe û tîcareta xwe rawestîne, ê zerareka mezin bide Kurdistanê, lê ji wê mezintir ê ew bi xwe bigihê zerarê. Ji bilî petrolê, tîcaret ew e ku ya Tirkiye difiroşe Kurdistanê, ne bi vacayî. Di petrolê de jî, ew heqê neqilkirênê, lîmanan, depokirinan distîne û petrolê jî erzan ji xwe re hiltîne.

Petrola Kurdistanê ne tenê bi xetekê dertê derve, bi tankêran, di riyên qaçax û resmî re di ser Tirkiyeyê, Îranê, Bexdayê, Suriyeyê û Urdinê re jî derdikeve derve. Piştî şikandina DAÎŞê ji niha ve hidûdên Suriyeyê û Urdinê vedibin. Îsraîlê ji niha ve benderên xwe ji bo firotina petrola Kurdistanê vekirine. Heta Îran ê ji ber hin sedemên li jêr rê li petrolê negire. Şîrketên petrole ên Amerîkî, Rusî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Japonî  û Norvecî ên devasa ku bi milyar dolaran peymanên kevn û nuh bestine ê vê ambargoyê pûç bikin.

Di serî de DYA û Fransa, yên ew qas req daxwaza paşdexistina referandûmê dikin, ji ber zexta Tirkiyeyê ye da piştre zimanê wê li ser xwe kurt bikin, ne ku ji dil ew qas li dij in.

Di daxistina deriyên gumrikan û ambargoyên aborî de jî Tirkiye dikare di hundurê şeş mehan de bazarên xwe bi dest Îranê ve berde.  Îran çend bêje ew ê jî deriyan daxe û ticaretê rawestîne jî ev ne mimkin e. Carekê hidûdên Iraqê ên li gel welatiyên ereb ê neyên girtin. Di ser deverên ereb re ê riya bazirganiyeka xurt ber bi Kurdistanê vebe.

Ne aqilane ye ku Îran deriyan li ser deverên ku ser bi Gorranê, Komeleya Îslamî, heta YNKê û PKKê ve ne daxe. Îran çima deverên bin destên dost û hevkarên xwe têxe hesarê, bieks, ê wan mikafat bike.

Bazirganên wan deran helbet ê berê xwe bidin bazarên ku Tirkiye jê vekişiyaye. Bazirgan û sermiyangêrên van deveran ji ber hesara Tirkiyeyê ê berê xwe bidin Îranê. Bazarên Kurdistanê seranser ê li bazirganiya Îranê û Bexdayê vebin. Ticareta qaçax a li ser hidûdan, a li gel Rojavayê Kurdistanê ê PKKê li ser hidûdan, li Bahdînan û Şingalê xurttir bike, bibe bingehekî aborî ji bo Hîlala Şî’e.

Aya Tirkiye van hemû rastiyan û îhtîmalên xurt dibîne? Eger rasyonel bifikire divê bibîne. Lê desthilat, bi taybetî Erdoğan ne di wî halî de ne. Tehdîdên Tirkiyeyê kîjan blof, kîjan rast in, belkî zehmet e bên dîtin, lê asan e fahm bibe ku ev tehdîd çi dibin bila bibin ê zerareka mezin bidin Tirkiyeyê, ew ê wenda bike, Îran ê ya di destê wê de heyî zeft bike.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: