Tevî hemû rêgirî, fişar û tehdîdên deverî û navdewletî, encama rapirsiya 25ê îlonê bû serkeftineka mezin. Fişarên li ser serok û berpirsên Kurdistanê gihaştin heda nemeşrûiyetê û neînsaniyetê. Teşebusên darbeyan li hember berpirsên bajar û deverên hessas bûn. Bi rexmê van dijminantiyên req, bes pêkhatina rapirsiyê bi xwe li ser esasekî demokratîk û azad, di asta standardên navneteweyî de, bû serkeftineka mezin, ku ruşda kurdan îsbat kir. Civaka navneteweyî bêyî dudilî îtîrafê pê dike û ji ber ew qas fişarên narewa şerma xwe dide der.
Beşdarbûna kurdistaniyan bi rêjeyeka bilind û derketina dengê ‘belê’ bi %92.73, bû mîladek di dîroka Kurdistanê de, mohreka şer’iyetê ji bo xewn û xeyala sedsalan a dewleteka serbixwe ya kurdan. Rêjeya beşdarbûyiyan (%72) û ya erê-dayan (%92.73) ew qas bilind e ku, eger hemî ew dengên ku neçûn ser sindoqan, yên ku di sindoqan de betal bûn û yên na-dayan; li ser hev kom bibin jî, rêjeya ‘erê’ dike %62. Ev, bersiva her awe dijmin û dilnexwazan e, dengê hemuyan hatiye birrîn û serxwebûna Kurdistanê bi ser prensîbên civaka navneteweyî yên mafên dewletbûnê de çespiyaye. Nema kes an dezge bêyî ku wîjdanê xwe û prensîbên hiqûq û edaletê binpê bike, dikare li hemberî vê îradeyê raweste.
Destkeftineka mezin a vê rapirsiyê jî ew e ku li deverên bi yên madeya 140ê ya destûra Iraqê binavkirî, hem beşdarî hem jî rêjeya ‘erê’ ji asta navîn a seranserê Kurdistanê bilindtir e. Êdî cidiyeteka minaqeşeya kurdistanîbûna Kerkûkê û van deveran nema. Rapirsî hem ji dêlva xwe ve hem jî ya madeya 140ê ve cîbicî bû. Armanca 140ê ew bû ku nasnameya van deveran tesbît bibe û îradeya wan derkeve meydanê ka gelo ew dixwazin bi Bexdayê re bimînin yan bigihên Hewlêrê. Niha, bersiva van herdu pirsan jî hat dayin.
Ereb, tirkman, asûrî-suryanî û kildanî; hemû pêkhateyên etnîkî, dînî û mezhebi yên Kurdistanê bi bawerî û dilxwazî aktif beşdarî rapirsiyê bûn û bi rêjeya bilind a erêkirinê îradeya xwe ya pêkvejiyana li gel hev a li Kurdistanê, li ser bingehê mafên wek hev, azadî û aştiyê diyar kirin. Serkeftinek jî ev bû. Ev biryar derfeteka hêja ya dîtina asoyekî berfireh li ber hemû pêkhateyan vedike. Divê hemû kurdistanî, berî hemûyan jî kurd, baş tê bigihên ku ew pêkhate her yek dewlemendiyeka mezin e ji bo yên din. Avakirina bihevrejiyana li ser esasê mafên wekhev, azadî û aşîtiyê nikare li benda tu peymaneka li gel Bexdayê, an rakirina filan yan bêvan rêgiriyê bimîne. Divê piştî hilbijartinên parlamentoyê derhal têkeve rojevê û bi destûrekê (eger qet nebe yeka muweqet) sîstema federaliyê qebûl bibe, dest bi rêxweşkirina perwerde û têgihîştina hevnaskirinê, cudatiyên hev qebûlkirinê û xweşbîniya li hemberî hev bibe. Ji bo pêkhate tama erêkirina serxwebûna Kurdistanê rojekê zûtir his bikin, biçêjin çi lazim e divê bê kirin.
Lê rapirsî fînala rabuhuriyê be jî, gava pêşîn a qonaxa nuh e. Ji fişaran derket ku ev qonax ê gelek dijwar be, ne diyar e çend bikêşe. Dikare şert lêhatî bin di hundurê salekê-du salan de bigihê fînalê û dikare bi dehan sal jî bajo, her çendî avêtina gavên yek alî di destê gelê Kurdistanê bi xwe de ye. Em jibîr nekin, îsraîliyan tevî piştgiriya hemî yahûdiyên cîhanê ev 80 sal in avabûna dewleta xwe temam nekiriye, pirsgirêkên wê li gel ereban çareser nebune, li gel filistîniyan li ser esasekî adil li hev nehatine. Eger qonaxa avabûna Îsraîlê ew qas bikêşe, gelo paşeroja rêwîtiya meşa serxwebûnê ya kurdistaniyan ê çi be?!
Iraqiyan ji roja ku melikê xwe kuşt heta niha, bi şer û darbeyên li pey hev ên li hemberî hev, bi şerê deh salan ê li gel gelê kurd, yê 8 salan ê li gel Îranê, yê Kuwêtê, hilweşandina rejima Saddam û şerê navxwe yê sune û şîeyan, tofana DAIŞê û niha amadekariyên şerê li gel Kurdistanê ev 60 sal in hê jî fahm nekiriye ku pirsgirêkên wan bi şer çareser nabin, ev welatê dewlemend wêran dibe, eger li hev rûnên, hev qebûl bikin û biryara bihevre jiyanê bidin ê dewlemendî, aştî û azadiyê bijîn, bipêşkevin. Eger bi xêra hinekan ew ji hev cuda nebin belkî hê 60 salên din jî bikêşe û ew bîra aştiyê nebin. Îşê kurdan zor e, mixabin ku nikarin li hêviya peydabûna aqlê selîm ê Bexdayê bimînin. Divê ew bi xwe her destpêşxir bin û riyên xwe rizgarkirina ji vê cehenemê bibînin.
Rêjeya kêm a dengderên Silêmaniyê û Helebçeyê derxist ku pirsgirêkên nav mala kurdan jî di wê astê de ne ku di derfeteka ew qas girîng a tarîxî ya neteweyî de jî dikarin rolê bilîzin. Ev birîneka kûr a li ber hemû aliyên siyasî yên kurdan e.
Fişara berî û piştî rapirsiyê durûtiyek be jî herwiha nîşana têramadenebûna kurdan e. Wan tesbîtên xwe têr rast û deqîq nekiribûn. Baş bû ku ev rûyê rasteqînî niha derket ne piştî roja îlankirina serxwebûnê…
Ji bextê me re, derket ku kes ne li alî kurdan be jî Xwedê li gel wan bû. Çimkî hin tesadufên ‘Îlahî’ jî bext da kurdan. Em teşebusa derbeyeka bi destên qirêj a cîranan ya li hember Kerkûkê bînin bîra xwe, eger Rêbwar Talebanî yê ji Yekgirtuya Îslamî bi wekalet ne serokê Encumena Kerkûkê buya û yê eslî li ser kar buya belkî niha Kerkûk li derveyî referandumê mabû.
Serkeftinên rapirsiyê bi coşeka mezin tên pîroz kirin. Mafê kurdan e, ew têhniyên bi sedan salan ên serxwebûnê ne. Lê ji îro ve, ji wê girîngtir, lazim e kurd rûnên lê binêrin di rêwîtiya nuh de hêza wan, kilûkêmasiyên wan çi ne, çareser bikin. Rojên li pêş dijwartir in. Divê bi amadeyiyeka tam rêkûpêk û bi hesabekî dûrûdirêj derkevin vê rêwîtiya nuh a pîroz: RÊWÎTIYA GIHÎŞTINA SERXWEBÛNÊ.
Leave a Reply