”BEXDAYÊ; SEFER HEYE ZAFER TUNEYE” KUŞTİNA MEHEMED XANÊ HEZOYÊ Û MU’MIN XANÊ ERDELAN

 

‘’Ferman e, ferman e, fermana mîrên kurdan e!’’

 

Ji alî pêwendiyên paşayên osmanî û mîrên kurdan ve buyerin ji yên balkêştir, di sefera Sedrezam û Serdar Xusrew (Husrev)Paşa a ser Bexdayê ya salên 1630-31ê de rûdane. Di vê seferê de gelek mîrên kurdan cih girtine û gelek buyerên giring ên derbareyê kurdan de rû dane. Ji Mûsilê pê ve sefera Bexdayê hinekî hatiye paşdexistin, sefereka bi dilê mîrên kurdan jî ber bi axa Kurdistana ser bi safewiyan ve hatiye lidarxistin. Seranserê Erdelan tê de, gelek deverên Kurdistana Îranê heta Hemedanê û hidûdê Loristanê, hin bi dilxwazî û aştî, hin jî bi şer gihîştine dewleta osmanî. Hin buyerên giring jî di navbera mîrên kurdan û paşayê osmanî de rû dane. Yek ji wan jî kuştina Mehemed Xanê mîrê Hezoyê (Sasonê) ya bi bêbextî ye.

Pişt re, ku sefera ser Bexdayê bi ser neketiye û Xusrew Paşa revîrevî vegeriyaye heta Mûsilê û Mêrdînê, safewiyan bera ser pişta orduya osmanî daye, ew deverên Kurdistanê yên ku xwe tabiê osmanî diyar kiribûn hemû cardin stendine. Li wê derê îja Mu’min Xanê kurê Helo Xanê Erdelanî bi tohmeta ku ji dil xwe bi osmaniyan ve girêdabû hatiye kuştin.

Ev sefer rastî wê demê tê ku Şah Abbas miriye (19 çileya paşîn/january 1629) Şah Safîyê neviyê wî (Sam Mîrza) hatiye ser hukum, desthilata wî hê rûneniştiye û hevrikî û şerên postan di nav safewiyan de rê vekiriye ku ew zêdetir bi siyaseta nevxwe bibilin.

Li alî osmaniyan jî Muradê IV. her çendîn 6-7 sal e padîşah e jî, hê 18 salî ye, dewletê diya wî Kosem Sultan li gel meriv û hevalbendên xwe îdare dike. Muradê IV. di 1612ê de ji dayik buye, di 1623yê de 11 salî hatiye ser text, di 1640ê de 27 salî miriye.

Xusrew Paşa di navbera 1628-1631ê de; sê sal û nîvan sedrezamî kir. Bi eslê xwe Boşnak e, li enderûnê gihaye. Li ba hemû weqanivîs û dîrokzanan kesekî gelek zalim, zordar û xwînrêj naskirî ye. Naîma dinivîse ku Xusrew Paşa ew qas xwînrêj û zalim bû ku bes ji ber vê meyla xwe hin berpirsên qenc ên ku bi salan xizmeta dewletê kiribûn jî kuştibûn. Di vê seferê de li navbera Ruha û Reqayê du paşayên xwe bi esker şand ser eşîra Beydîliyan(Badiliyan) a tabiê osmanîyan, deh hezar mih û sed qeter deve, bi navê dewletê hatin desteserkirin. Ew qas ku di orduyê de erzanî çêbû.

Şah Abbas hê di 1624ê de Bexda ji osmaniyan zeft kiribû. Sefera Xusrew Paşa a ser Bexdayê di 1629ê de despêkir. Ew di ser Qonyayê, Halebê û Urfayê re hat Diyarbekirê. Amadeyiyên seferê û civandina orduyê li Diyarbekirê destpêkir.

Behsa vê seferê berfirehtirîn di Tarîxa Naîma[1] de tê kirin. Wî agahî ji Fezlekeya Katip Çelebî jî wergirtine.

Mîrên Kurdistanê, serwer û serokên eşîrên wan serhedan, elçî ji sedrezam re şandin, bi hediye û xelatan pêşwazî lê kirin, hin hê ji despêkê de li vir, hinên din jî li Musilê, Şarezorê û Dertengê tevî seferê bûn. Gelek mîrên kurdan di seferê de cih girtin. Mesela Mîrên Hezoyê Mehemed Xan û Îbrahîm Xan, Mîrê Îmadiyê Seyid Xan û hakimê Soran Mîre Beg… Seyid Xan ji bo navbera xwe û şahên Îranê xera neke di seferên berê de tevî orduya osmanî nebûbû, lê di vê seferê de ew jî li gel eskerên xwe hat. Kurdên Bacelanê yên ku li berriya dora Bexdayê li gel hin ereban bi hev re dijiyan, bi 40 hezar esker hatin tevî seferê bûn. Bacelaniyan ji 30 hezaran bêtir pez wekî diyarî anîn pêşkêşî orduyê kirin, goşt û rûn gelek û erzan bûn. Hakimê Sirûcê Tîmûr Beg li Şarezorê tevî seferê bû. Li dora Derguzînê mîrê Reqayê Mîr Mehemed hat.

Wê salê zivistaneka dijwar rû da, gelek berf û baran hat. Li Musilê 70 rojan bênavber baran bariya. Ew qas dibariya ku li navbera Mûsilê û Bexdayê seranser çemê Feratê û Dîcleyê di ser re çû, dora xwe di bin avê de hişt, gir û gund û kele li gelek cihan bûbûn wek giravan, bi rê de gelek caran xîvetên eskeran di bin avê û lehiyan de diman. Naîma dinivîse ku ji celbê (herî, çamûr) wiha lê hatibû ku ji xîvetekê heta yeka din lazim bû bi hespan biçûna. Xelkê, warên xwe yên deştan berdan, derketin zozanan û çiyan. Wê salê mûsiliyên kal ên ku bi salan di umre xwe de berf nedîbûn di nav berfê de ecêbmayî man. Li Diyarbekirê jî berfeka zede bariyabû, hundurê kelê seranser hatibû dagirtin ku xelk derket duaya berfê, da raweste. Heta ew topên orduya osmanî ku bi gamêşan ji alî Adanê (Payasê) di ser Helebê, Firatê re di ser Koçhisarê(Kızıltepê) û Nisêbînê re gihandin Mûsîlê çend hezar gamêş di heriye de man û telef bûn.

Dev ji gamêşan berdan, biryar dan ku gava av daket top û cebirxane bi kelekan di ser Dicleyê re bên gihandin Bexdayê. Hin begêbegan ji bo karûbarên gihandina top û cebexaneyên orduyê bo Bexdayê hatin tayinkirin, beşê esasî yê orduyê berê xwe da alî Şarezorê, Soran û dûvre Erdelan. Ji Musilê gava gihaştin Zê (Zabê), çem ew qas rabûbû ku esker bi îmkanên xwe nekarî derbas be, berpirsiyarî dan kurdan ku ew kelekan durust bikin û esker derbasî alî din bikin. Kurdan ev kar kir, lê gelek esker, heywan û cebexane jî li ber avê çûn.

Gava ji wê derê sê menzîlan çûn û danîn, wezîr, paşa û mîrên kurdan civiyan. Di encama mişawerê de biryar hat dayin ku ji ber baran û çamûra rêgir, niha ne mimkin e sefera ser Bexdayê bibe, ê dereng bigihên wir û bigihên jî ji ber ava rabûyî, çirav û çamura dorûbera Bexdayê ne mimkin e nuha dor lê bê girtin. Her wiha dikarîbû mîrê Erdelan û beşeka Soran Ahmed Xanê kurê Helo Xan, di pişt re dor li esker bigire, loma pêşiyê seferek bê kirin ser Soran û Erdelan û deverên bin destê Ahmed Xan, ew bê şikandin. Heta ev sefer biserketaya ê riya Bexdayê vebuya û îmkana mihaserekirinê peyda bibuya. Naîma dinivîse ku mîrên kurdan ên li gel Xusrev Paşa bi sefereka wiha kêfxweş bûn. Bi taybetî Seyid Xanê mîrê Îmadiyê ku hevrikê mîrê Soran û Erdelan bû… Naîma ji bo Ahmed Xan jî dibêje ku ew zirkurê Şah Abbas e, lê ne rast e, ew zavayê Şah e.

Xusrew Paşa li gel orduya osmanî û Kurdistanê gihaşt Şarezorê. Li wê derê mîrê Soran Mîre Beg ji nav sefan reviya, çû welatê xwe. Xusrew Paşa bolukek yenîçerî şand, ew çûn, wan devera Soran talan kir, agir berdanê, xera kirin û vegeriyan. Kurdên ku ketin destên wan dan ber şûran, heywanên wan ên siwarî û bargiriyê û pezên wan dan ber xwe anîn ji orduyê re. Her li wê derê warê begê kurd Bestam Beg bi bahaneya ku hevkarê qizilbaşan (safewiyan) e hat talankirin, kurd hatin qetilkirin, pez û dewarên wan mal û milken wan hatin talankirin, anîn ji orduyê re, goşt ew qas erzan bû ku kesî mihek bi 10 akçeyan nedikirî. Gundên kurdên Koysencaqê yên ku nedixwestin serî deynin hatin talankirin, 10 hezar mih ji wir bi talan gihandin orduyê. Lê ev pez ew qas zeîf bûn ku goşt di wan de tunebû, tenê postên wan ji bo kelekan bikêr hatin. Kelek çêkirin, di Altin suyê (Zêya Piçûk)re derbas bûn.

Xeberên vê şiddeta li Kurdistanê li nav kurdan hatin bihîstin, mîrên Kurdistanê gelek aciz bûn û tirs ket nav wan.

Gava ordu gihaşt Altin-suyê, Murad Xanê pismamê Ahmed Xanê mîrê Erdelan li gel 6-7 xanzadeyan hat hizûra Xusrew Paşa, gelek xurek û lazimayî pêşkêşî orduyê kirin.

Qonaxeka Xusrew Paşa jî Serçinar bû (hê Silêmanî ava nebûbû), ku li wê derê ordu ket vehêsanê, Murad Xan cardin zexîre anî ji orduyê re. Dema Xusrew Paşa ket nav erdên Soran û Erdelan, şêxên Erdelan hemuyan pêşwazî lê kir. Roja din Ahmed Xanê mîrê Erdelan jî li gel birayê xwe Mu’min Xan hat, wan bêyî şer xwe tabi’ê osmaniyan diyar kir, paşa jî ew qebûl kirin û xil’at li wan kirin. Mu’mîn Xan wek sunnîyê ne dilxwazê qizilbaşan dihat naskirin, mîrekiya Erdelan dan wî, Ahmed Xan jî tevî maiyeta xwe ket bin fermana wî.

Erdelan bi temamî welatekî ji 39 senceqan pêkhatî bû. Hemî hat zeftkirin, 20 xanên kurdan; hinan bi dilxwazî, hinan jî ji ber tirsa xwe îtaet kir. Katip Çelebî di Fezlekeya xwe de diyar kiriye ku qasî 30 mîrên kurdan, begên xwedan eşîr hatin, bûn tabiê Paşa, xil’at li xwe kirin, sorguç û xencer û raiyet wergirtin.

Li Şarezorê Keleya Kelgîrê a li ser girekî nizm ê li rojhilatê deştê hebû ku zincire çiya ji wir destpêdikin û ber bi bakur ve hildikişin. Qanûnî ew dabû avakirin, lê dema Şah Abbas hat, ew hilweşand. Paşa biryar da ku ew ji nuh ve bê avakirin. Li dora gir gelek kanî derdibûn û rûbarek ji çiyê dadiket, di ber girik re diherikî.

Avakirina vê keleyê gelek wext stend, di 1ê şabanê de dest pê bû di 23yê remezanê de hat xelaskirin. Hinan îdîa kir ku ji ber wê, sefera ser Bexdayê dereng ket, lê hinan digot ew ne giring buya Qanûnî ew nedida avakirin û Şah Abbas jî ew hilnediweşand. Li gor Naîma, mîrên kurdan jî gelek dixwest ji bo parastina kurdan ji êrîşên Şah Abbas ew kele ava bibe. Lê Naîma vê fikrê qebûl nake û diyar dike ku a giring ew e ku Bexda bê zeftkirin, ne kele. Li gor wî, Bexda di destê kê de buya kurdan xwe dida wî aliyî.

Li ser çiyê, şikeftek bi navê Ezraq hebû, li ser zinarekî li rex wê jî kela bi navê Zalim Elî hatibû avakirin. Di navbera van herdu keleyan de jî Ahmed Xanê Erdelanî keleyek ava dikir ku hê ew temam nebûbû.

Gava Xusrew Paşa bi veavakirina Keleyê dibiliya fedaiyekî qizilbaşan yê bi navê Ahmed Dezd li gel du kesên din ji bal Şah ve hatibû şandin ku wan hin merivên din jî dabûn dora xwe û her carê xwe vedidizîn nav orduya osmanî û zerar didanê. Wan xwe li nav daristanên Kela Tefsîdê ya pişt Keleya Şamîranê ya çiyayê Kurdistanê veşartibû û ji wê derê êrîş dibirin nav orduyê, hin kes dikuştin, hin dişelandin. Piştî gelek mihaweleyan merivên Xusrew Paşa ew kuştin.

Piştî ku Xusrew Paşa erd û milken Soran û Erdelan li mîrên kurdan parvekirin, ber bi Hesenabada paytexta Ahmed Xanê mîrê Erdelan û Baxê Cenan ve çû. Li ser riya Hesenabadê Kela Merîwanê (ku osmaniyan jê re Mihriban digot) zeft kir. Li vir, Zeynel Xanê xanêxananê Şah Abbas bi 40 hezar eskeran derket hemberî wan. Şer derket, orduya Zeynel Xan têkçû. Gelek safewî hatin kuştin, gelek jî êsîr ketin. Ew jî pişt re hatin kuştin. Ku Zeynel Xan revî revî çû balê, Şah Abbas ew da kuştin.

Xusrew Paşa sefer ber bi Hemedanê ve bir. Gava Paşa gihaşt Serabada ber devê Derbendê, buyerek bêbextiyane rû da ku muhtemelen tenê di Tarîxa Naîma de cih digire. Di arşîvan de jî belkî agahî hebin:

Di orduyê de wek gotî, Mehemed Xan û Îbarahîm Xanê mîrên Hezoyê jî hebûn. Begêbeganê Diyarbekirê Xalicizade Mistefa Paşa tevî eskerê xwe berpirsiyariya qereqoliyê lê hatibû sipartin û mîrên Hezoyê jî her bi eynî berpirsiyê bi Xalicizade Paşa ve hatibûn bestin.

Naîma dinivîse ku bavûkalên Mehemed Xan milkên xwe bi riya ‘ocaxliq’a mîrasî bi dest xistibûn, tevî ku pirraniya mîrên kurdan xwediyên yek tuxê, yên muhteremtirînên wan, xwediyên du tuxan bûn, ew xwediyê sê tuxan bû (gelek caran ne xan, xanêxanan xwediyê sê tuxan bûn) û wî xwe di ser gişan re digirt. Begêbeganên osmanî jî du tûx hildikêşan.

Ji ber vê, hevrikî ketibû navbera wî û begêbeganê Diyarbekirê Xalicizade Mistefa Paşa, wî dexesî li Mehemed Xan dikir û her gav fesadiya wî li ba sedrezam dikir, digot “vî merivî xwe bi xwe payeya wezîrtiyê daye xwe, naçe nobeta qereqolê, ya ku ew bi xwe nexwaze nake, îtaetê fermana we ya şerîf nake, gava hûn ji vî welatî biçin ê bibe bela serê me.”

Li gor Naîma, Mehemed Xan, begekî kurd ê bikibr û azamet bû. Bi hêza mal û rutbeya xwe û pirraniya eskerên xwe navdar bû, her ku dihat nik sedrezam feraceyên reş ên ji kurkên semûran li xwe dikirin, li pey wî şatir, çuxadar û wezîrên din bi meriv û maiyeta xwe bi awayekî muhteşem dihat, fikra xwe bêtirs digot û diparast, xwe li ba dikir û doza mezinatiyê dikir. Ji ber vê, sedrezam lê ket gumanan, bawer kir ku gelaciyên Xalicizade rast in.

Heta rojekê sedrezam li dîwanê tehn lê dan got ‘’çima tu wexta ji bo qereqolê têyî tayinkirin, tembeliyan dikî naçî? Eger ez careka din bibihîzim tu li ber peyva Xalicizade radibî bêyî ku emanê bidim te ez ê te qetil bikim.’’

Ji vê tehndana Xusrew Paşa, Mehemed Xan aciz bû. Wî qatiliya Xusrew Paşa jî baş zanibû. Madem carekê gotibû ez ê te qetil bikim, rojekê dikaribû ev gav bavêtaya. Loma Mehemed Xan zûbizû heta ne mecbûr buya nema çû dîwana Xusrew Paşa. Ku dihat jî li bin kurk an ebaya xwe çekê xwe yê binçengan û xencera xwe amade dikir, welê dihat.

Li dîwanê ku careka din Xalicizade fesadiya Mehemed Xan kir, sedrezam çawuş şandin, got ‘’Zu herin hakimê Hezoyê bînin.’’

Bi lezûbeza çawuşan re Mehemed Xan xeber girt, bêtirs da rê, çû otaxa sedrezam. Sedrezam bi hiddet tahn dayê, ba celadan kir, got:

‘’Cellad!’’

Ku ev got, Mehemed Xan îdî ji canê xwe buhurî, xencera(şûr?) hergav a li bin çengê xwe kêşa, xwe avêt ser sedrezam, bi hewla canê xwe hemleyek avêt serê wî. Sedrezam li bin sitûna otaxê, li ser kursiyekê rûniştibû. Kedxudayê wî Suleyman Axa xwe avêt ber wî, destê xwe da ber şûr(xencerê?) xwe li pêş efendiyê xwe kir sîper.

Şûrê ku Xan bi qehremanî avêtibû, hersê pêçîkên kedxuda firandibûn, pişt re li sitûna otaxê ketibû, qelemkî sitûn kiribû du perçe. Sedrezam ji ser kursiyê xwe paş de avêtibû.

Ji axayên enderûnê yekî derhal bazda ji pişt re pihînek li Xan da ew paşpaşkî xist xwarê. Yên li wê derê amade, beyî emanê bidin, hemiyan bi hev re xencer kêşan, xwe avêtin ser Xan, ew perçe perçe kirin û laşe wî avêtin ber otaxê.

Meger li gel Xan çend(heft tê gotin) merivên wî ên kurdên emekdar hatibûn da li gel Xanê xwe têkevin hundurê otaxê, gava pevçûnekê wî mihafeze bikin.

Lê ew li derve mabûn û bê haya wan Xan hatibû kuştin. Heta laşê Xan avêtin ber derî û ew pê hesiyan, merivên sedrezam xwe gihandin wan, ew jî perçe perçe kirin. Pişt re sedrezam meriv şandin hemî malê Mehemed Xan misadere kir.

Roja din orduya osmanî birêket çû newala Şêx Eyyar danî. Sedrezam, xeberek şand begêbeganê Diyarbekirê Xalicizade Mistefa Paşa da anîn serê wî jî da firandin.

Sedemê wê jî ew bû ku kuştina Mehemed Xan ê gelek hezkiriyê kurdan, di nav beg û mîrên kurdan de bûbû sedemê hêrs, endîşe û tirseka mezin. Dilê wan tijî nefret bûbû. Nema bi bawerî û fedakarî xwe dan têkoşîn û xebatê. Wan xwe ji kar welê vekêşan ku kar nema dimeşiyan. Serdar/sedrezam endişe kir ku ew ji esker veqetin, hela hela xwe bidin aliyê Îranê dikarîbû felaketekê rû bidaya. Herkesî dizanî ku yê buye sedemê kuştina Mehemed Xan, Xalicizade ye, eger ew bihataya kuştin belkî xezeba kîn û nefreta kurdan daketaya. Li gor Naîma kuştina Xalicizade kîna kurdan daxist, bîhna wan anî ber wan û ew tehdîda ku ji kurdan bê hat rakirin.

Xusrew Paşa piştî vê, sefer bir Hesenabada paytexta Erdelan girt, ji wir çû Hemedanê, qizilbaşan bajar vala kiribû û ew vekişiyabûn, bêyî şer Hemedan hat zeftkirin, lê cardin jî hemû hat talankirin û kavilkirin, yên ku xwe teslîm kirin jî hatin kuştin.

Pişt re ordu çû Derguzînê, hedef Qezwîn bû. Derguzîn jî wek Hemedanê hat kavilkirin. Gelek talan û dewlemendî ji van herdu bajaran hatin hildan.

Li wir, Paşa fikra xwe ji çûna Qezwînê guhert û berê xwe da Bexdayê. Di ser Dertengê re gihaşt Loristanê. Ji bo ku xelkê Loristanê şîe û terefdarê safewiyan bû, erdên wan, mal û milken wan hatin talankirin, li wan deran şer di navbera mîrên alîgirên safewiyan û orduya osmanî de derket. Osmanî di encama şerekî dijwar û dayina gelek zayiatan de bi zorê biserketin.

Di encamê de osmaniyan piştî gelek qonaxên din xwe gihand Bexdayê ew muhasere kir, lê biserneketin, têk çûn û biryara vegera ji seferê bêyî fetihkirina Bexdayê hat dayin. Bexda di destê Îranê de ma, ordu vegeriya gihaşt Mûsilê. Bi vê re safewiyan êrîş anî ser erdên Erdelan û yên din ên Kurdistanê ku temamiya wan bêyî Loristanê di vê seferê de hatibû zeft kirin, ji destê osmaniyan derxist, Derteng û Şarezor îstîla kirin.

Li ser vê, ew hemû 30 mîr û begên Erdelan tevî Ahmed Xan û birayê wî Mu’min Xan vegeriyan teb’atiya Îranê. Safewiyan Mu’mîn Xan bi bahaneya ku ew jidil dost û hezkirê osmaniyan e kuşt, birayê wî Ahmed Xan dîsa bû mîr.

Eskerên Osmanî li Şarezorê, Kerkûkê, Mûsilê derbên mezin xwarin. Mûsil li alî osmaniyan ma, lê deverên din ji dest derketin. Xusrew Paşa vekişiya Mêrdînê. Piştre esker hat Diyarbekirê. Haziriya sefereka din a ser Bexdayê a piştî zivistanê destpêkir. Di vê navberê de xeber hat ku Xusrew Paşa hatiye ezilkirin û Hafiz Ahmed Paşa buye sedrezam.

Huxrew Paşa berê xwe da paytextê ket ser riya vegerê. Lê ji bo ku destekî wî berdewamî di hevrikiyên paytextê û serayê de bû, bi fermana Padîşah Muradê IV. hê bi rê de, li Tokatê di adara 1632yê de bi şûr serê wî hat firandin.

Bi vî awayî dawî li vê zincîre nivîsara me ya li ser dewreka taybet a krîza desthilatdariya osmanî (1600-1632), vekişiyana osmaniyan ji ber êrîşên îraniyan û hevrikiya paşayên osmanî û mîrên kurdan hat. Di vê dewrê de kurdan ne tenê serê gelek mîrên xwe dane, welatê wan jî di navbera du dewletên mezin de perçe bûye.

[1] Naima, Tarihi Naima 3. cilt

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: