MAM CELALÊ KU EZ DINASIM

Roja sêşeme (3/10) piştî nîvro ku min telefona xwe vekir, pêre pêre xebera malavayîkirina Mam Celal hat ber çavên min. Tevî ku piştî xwînderbûna di mêjî de ev çend sal in wî nedikarî gelek fonksiyonên xwe bikarbîne û weka ketibe riyeka bêveger jî, xemgînîyê giraniya xwe bi ser hişê min ve berda. Dîmenên wî yên ji roja min ew naskir heta îro di ber çavên min re derbas bûn; bi diltezînî min ferq kir ku gelê kurd rêberekî xwe yê gelek bikêrhatî wenda kir, ciyê wî ne mimkin e bê dagirtin. Mam Celalekî din nema tê; ew fenomeneka taybet bi xwe bû.

Ew ne tenê siyasetmedar; pêşmerge, rêkxer, diplomat û nivîskarekî bikêrhatî jî bû. Qedera kurdan e, rêberên wan hergav di xizmeta piralî de ne, Mam Celal jî piralî bû, lê di hemûyan de hosta bû jî.

Bi bextewerî jiyana min di ser riya têkoşanê de pêrgiyî ya Mam Celalî jî hat, bexteweriyek bû ku ez rûbirû wî nas bikim, beşdarî civaka wî bibim, li gel wî sohbetê bikim. Ji bo hevkariya rêxistinên Kurdistanî; çi du alî yan pir alî, çi jî di qada herçar parçeyên Kurdistanê de be, bi saetan di civînan de pê re hevkar bim.

Zêdeyî salekê piştî avabûna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mam Celal di ser Kurdistana Bakur re derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Ez xortekî bîst û yek salî, di nav DDKD’e (T-KDP) de, endamê komîteya Diyarbekirê bûm. Mam Celal ji Şamê bi balafirê çû Stenbolê ji wê derê firiya hat Diyarbekirê, bû mêvanê sekreterê partiyê Umer Çetîn. Pişt re Çetîn bi ereba xwe ew girt, wan berê xwe da Wanê. Muhterem Biçimli bû şofêrê herduyan. Li Wanê bûn mêvanê Alîşêr, ji wê derê jî hevalan bi qaçaxî ew derbasî Kurdistana Başûr kir.

Di payiza 1977’ê* de li gel çend hevalên berpirs di ser Geverê û Şemzînan re em derbasî Kurdistgana Başûr bûn, li meqerê wan ê li ser sê-sînor; li aliye Başûr em bûn mêvanê Mam Celal. Nûşîrwan Mistefa û Alî Askerî jî li wir bûn. Mam Celal serê sibeha wê payiza zozanên sar, mihek ji bo me da serjêkirin, me serê sibehê serûpê û hûrûrêvî xwarin û di firavînê de jî em li ser sifreyeka têr goşt rûniştin. Nedigot piçûk-mezin; gelek qîmet dida mêvanên xwe, ew gelek mêvanhez û xweşsohbet bû, bi piçûkan re piçûk, bi mezinan re mezin, bi gundiyan re rêncber, bi xanedaniyan re arîstokratekî qirnane bû.

Di salên heftêyî de, wek rêxistin me gelek alîkarî kir di derbaskirina kesayetî, pêşmerge û lazimiyên YNKê de ji Suriyeyê di ser Kurdistana Bakur re bo Başûr. Heta, di navbera herdu rêxistinan de li ser meseleyên uslûba karkirin û hevkariyan de bêrezonansiyek peyda bû, pêwendî cemidîn, qut bûn. Lê piştî 12ê îlonê, her wekî li gel rêxistinên hemû parçeyan, me peywendiyên dostane ji nuh ve li gel YNKê jî avakirin.

Di dema raperîna 1991’ê de li Şeqlawayê em rastî hev hatin. Agirbestek di navbera orduya Saddam û hêzên kurd de bûbû, meriv di nav eskerên Saddam re ji Pîrmamê derbas dibû diçû Hewlêrê. Kurd li nava bajêr, eskerên Saddam li dora wê bûn. Li Şeqlawayê li baregeha Partîya Demokrat a Kurdistanê civîneka ji hemû partiyên Kurdistana Başûr hatibû lidarxistin. Amadeyi hebûn da ji bo gotûbêjan biçin Hewlêrê, heyeta Saddam jî ê bihata wê derê. Meha Temuzê bû. Di adarê de heyeta kurdan çûbû Bexdayê. Nuha ew ê bihatana Hewlêrê. Em wê demê li Rewanduzê mêvanê Partiyê bûn û bi vê minasebetê em jî hatin civîna Şeqlawayê. Hemû serokên kurdan li civînê ne. Gava Mam Celal em dîtin çavên wî çirûsîn. Maazûban xwest me pê bide nasîn, wî got: ‘’Kaka, emane biraderanî xoman in!’’ Wekî din li Îranê, li Londonê, li Wiyanayê derfetên hevdîtin û karkirina bi hev re li gel wî ji bo min peyda bûn.

Ji dûrî ve min Mam Celal û xebatên wî yên bêwestan her roj taqîb kirin. Her ku çû di çarçeweya Başûr û Iraqê de, di ya Rojhilata Navîn de û li qada navneteweyî rola wî mezintir û berbiçavtir bû. Ew evîndarê her çar parçeyên Kurdistanê bû, gava zimanê soranan ji bilî soranî lal bû, wî weka bilbil kurmancî diaxift.

Mezintirîn şansa kurdan ew e ku dewrek hat, serok Mesûd Barzanî û Mam Celal wek du rêberên giring hevahengiyeka xebat û têkoşana bi hev re afirand û xist xizmeta doza Kurdistanê. Serkeftinên kurdan yên vê dawiyê bi giranî berhemên vê hevahengiya van herdu sengên giran in. Ew di esasî de nebûn hevrikên hev, temamkirên hev bûn. Rolên wan parve bûn. Lêhatî bû ku yek bû serokkomarê Iraqê yê din serokê Herêma Kurdistanê.

Serokkomariya Mam Celal ji bo avakirina Iraqa piştî Saddam jî şanseka mezin bû, roleka tayinkir lîst. Lê ku nexweş ket ereban tu ders jê negirt, ji hev ketin, bûn dijminên req ên kurdan jî. Ew nexweşiya ku li mejiyê wî derbû jî ji wê stres û kaosa Bexdayê bû. Mam Celalî bi sebra xwe ya bêdawîn bi salan li gel Bexdayê daûstend.

Li Rojhilatanavîn gelek caran bahs dihat kirin ku Yasar Arafat çend serokekî zîrek û bikêrhatî ye. Min bi taybetî mijûlayiya xwe daye ser ferqa navbera Mam Celal û Yasar Arafat. Ne bi hostatiya dîplomasî û siyasetê, ne bi sebr û tehamulê, ne bi xwedan prensîbîya welatperwerî, mirovperwerî û mafperweriyê, Arafat nedibû şagirtê Mam Celal jî. Eger milletê Arafat wek milletê Mam Celal kêmderfet û dorlêpêçayî buya kî zane bê ew ê di çi halî de buya.

Çend asê bibûya jî, Mam Celal gotina dawîn nedigot, derfet ji bêderfetiyan derdixist, bêdeng bimana, daqurtanda jî, ji mêrxasî, welathezî û miletheziya xwe û ji armanca serxwebûna miletê xwe qet nedihat xwarê.

Ciyê wî nayê dagirtin, lê wek neteweyekî me gelek şans û derfet hene da em ji bîrûbawerî û tecrubeyên wî bibin xwedan sermiyanekî dewlemend. Destpêşxeriya avakirina hevkariya stratejîk a PDK-YNKê xezîneyeka vî sermiyanî ye.

*Min di vê meqaleyê de yên li derên din weşiyayî de 1978 nivîsiye. Lê piştî balkişandina Alişêr derket ku tarîxa rast 1977 e. MC

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: