Murad Ciwan: Tirkiyeyê pusula xwe winda kiriye

390F85D1-A933-4E39-AEB9-67F4CB3FD95C

Hevpeyivîn: Sevda Kaplan

BasNews – Nivîskar Murad Ciwan di derbarê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê, rewşa Kurdan û geşedanên li Rojhilata Navîn de bersiva pirsên BasNewsê da. Ciwan dibêje amanca Tirkiyeyê jinavbirina deskeftên Kurdan e û herwiha radigihîne ku Tirkiyeyê pusula xwe winda kiriye.

Tu rûdanên li ser xaka Kurdistanê çawa dinirxînî, Kurdistan ber bi ku ve diçe?

Berî pênc mehan rewşa Kurdistanê gelek hêvîbexş xwiya dikir. Tevî ku hê riyeka dûrûdirêj li ber kurdan bû, ji ber destkeftiyên Kurdistana Başûr û yên Kurdistana Rojava, berê kurdan li asoyekî ronahîder bû. Li deverê û li qada navneteweyî roleka giring a kurdan li hemberî terora navneteweyî ya DAIŞê hebû. Hem li Başûr, hem li Rojava; ew erdên Kurdistanê yên ku bi salan e em bi hesreta wan dikeliyan, hemî hatibûn rizgarkirin û di bin desthilatên kurdan de bûn.

Warên çavkaniyên enerjiya petrol û gazê, ya avê, hem li Başûr hem li Rojava ketibûn destên xwediyên xwe; kurdan. Nema dijmin û xêrnexawazan dikarî ew li hemberî kurdan bikarbînin. Berovajî wê, kurdan êdî ê ev hêz ji bo azadiya xwe û avakirina welatekî bextewer bikar bianiya. Kurd li gel hêzên navneteweyî di hevkariyên xurt de bûn, hem jê fêde digirtin, hem jî qezencên mezin digihandin wan.

Me ev didîtin pênc meh berê.

Her çendîn hin endîşe û guman di dilê meriv de hebûn. Kurd ne yek bûn. Ne li Rojava û Başûr yek bi yek, ne jî her du parçe li gel hev… Li Kurdistana Başur piştî 20-25 salan jî hê dezgehên neteweyî yên dewletbûnê yên parastinê, dîplomasiyê, siyasî, aborî û civakî nehatibûn avakirin. Serdestiya partiyan û parvekirina dezgehên neteweyî di nav wan de meriv dixist nav gumanên mezin.

Mekanîzmayên ku rewşa Kurdistanê, potansiyela kurdan ya rastîn, dost û dijminên rastîn ên li derve û hindir nas bike, di wextê de bibîne û tedbîran bigire nehatibûn avakirin. Dînamîzma dezgeyên Kurdistanê li gor guherîna rewşê û siyaseta dost û dijminan tunebû.

Û darbeya 16ê Oktobera 2017an hat. Grûbeka xayin dewleteka ew qas salan û dezgehên wê yên eskerî, îstîxbaratî û dîplomasî dûpişkpêvedayî kirin, tevizandin. Xayinan serkêşiya komploya navneteweyî kir û di şevekê de nîvê axa welat a herî giring wek Kekûk jî di nav de, da destên dijmin. Di şevekê de nîvê Başur hat dagirkirin, nîvê mayî jî ket bin îpotekan, wek parsekan lê hat, muhtacî bêwijdaniya ereban bû. Rewş hê jî ber bi xerabûnê ve diçe mixabin.

Li Rojava jî, Efrîn di bin êrîşeka dijwar de ye, tevî ku di van çend salan de îspat kiriye ku ne tehdîd e ji bo kesî. Warekî aram bû, penaberên warên êrîşlêkirî li wir dihêwirîn. Lê niha êrîşeke dijwar tê serê, însan tên kuştin, birîndarkirin û ji malên xwe, warên xwe direvin. Tu sedemekî cidî ya Tirkiyeyê tuneye ji bilî dijminatiya req a li hemberî gelê kurd. Erdoğan dev ji siyaseta AKPê ya destpêkê berdaye û niha siyaseta hêzên nasyonalîst, nîjadperest-kemalîst dimeşîne.

Dinya ne li Başûr, ne li Rojava piştgiriyê nade gelê kurd da ku bikare xwe li hemberî êrîş û komployan biparêze. Li başûr digotin we ’referanduma serxwebûnê’ kiriye, weka ku gunehkariyeka mezin be, lê li Efrînê referandum jî nebû, kurd doza cudabûnê jî nakin, cardin êrîş, cardin komployên hêzên mezin, cardin bêdengiya dinyayê.

Helbet desthilatên welatên dinyayê dûr nêzîk, ji alî exlaqî, wijdanî û nirxên însanî ve gunehkarên mezin in. Lê divê em qebûl bikin, berpirsên siyasî yên van tiştên ku di van pênc mehên dawiyê de hatin serê me, berî herkesî em bi xwe ne, ji alî siyasî ve divê kurd hesaban ji xwe bipirsin, berî ku ji dinyayê bipirsin. Me bi yekrêziya hundurê perçeyan û bi tifaqên tekûz yên navbera perçeyan potansiyela li Kurdistanê a ku dijmin çavtirsandî bike ji bo êrîşekê, êrîşên dijmin û xêrnexwazan rawestîne, wan poşman bike pêk neanî. Başur di 20-25 salan de wan dezgeyên neteweyî yên ku karibin xayin û komplogêran rawestînin, êrîşên dijminan pûç bikin ava nekir. Hîn jî meriv nabîne ku ji vê karesata mezin bi xwe jî ders hatibe girtin û gav hatibin avêtin.

Desthilatdarên Rojava xwe nêzî tifaqên li gel kurdên perçeyê xwe û hevkariya li gel Başur nakin. Lê derket ku wendakirina Başur rasterast bû wendakirina Rojava jî. Eger herdu beş di nav xwe de yekrêz û herdu parçe bi hev re ji alî eskerî, dîplomasî, siyasî û aborî hevkarbûna, ev êrîş nediwêrîn bên ser wan.

Loma mixabin ez ji bo pêşeroja Kurdistanê ya dema nêzîk û navîn gelek reşbîn im. Helbet li Rojhilata navîn rewş zû diguhere, îro tiştek e , hema dibînî sibê bû sed û heştê derece eksê wê. Lê ez çiqas pêşveçûnan û perspektîvên rojên pêş, guhertinên ku karin bibin, didim ber hev, ez nabînim ku rewş ji bo Kurdistanê bê asta destkeftiyên pênc meh berê. Divê kurd li xwe varqilin, zû tevbigerin û pir û pir bi baldarî kar bikin.

Êrîşên Tirkiye li ser bajarê Efrînê çawa dinirxinî?

Tu sedemekî Tirkiyeyê yê maqûl ku êrîşan bibe ser Efrînê tuneye. Tenê ji bo ku Erdoğan desthilata xwe sipartiye wan hêzên devleta tirk ên nasyonalîst û nîjadpereset, tenê ji bo dijminayetiya dewletê a li hember kurdan çavê wan kor kiriye, tevî ku zirarê dide berjewendiyên Tirkiyeyê jî ew vê êrîşê dibin. Tirkiye xencerê tenê li Efrînê naxe, li hundurê xwe bi xwe dixe. Ev siyaset ê civakên li Tirkiyeyê bike dijminên hev ên bêxedar ên çavnedîtî û çavsor.

Tirk dibêjin ev êrîşkarî tê kirin da Tirkiye perçe nebe. Tu tehdîdeka perçebûna Tirkiyeyê ne dûr, ne nêzîk tuneye. Lê bi vê siyasetê, birînên ew qas kûr û xedar û piralî li Tirkiyeyê vedibin, enerjiya wê ya ku ne li avakirin û mezinbûnê, lê li şerê pûçel diçe, riziyana ku ketiye nav dewletê û civakê, êş û derdên peydabûyî ji cudabûn û perçebûna Tirkiyeyê bêtir wê diêşînin û zerarê didinê. Rewş wisa lê hatiye ku meriv bêje xwezî bi perçebûnê.

Êrîşên Tirkiyeyê tu fêdeyeka rasyonel nagihîne Tirkiyeyê ji bilî zerara me gotî. Ji vê êrîşê rejima Beşar Esed, Rusya, Amerîka û Îran îstîfade dikin, Tirkiye winda dike.

Amerîka û Rusyayê li ser Suriyeyê li hev kirine, rojhilatê Feratê ji Amerîkayê re û rojavayê wê ji Rusan re. Siyaseta Tirkiyeyê, ew çawa difikire bila bifikire, di encamê de xizmeta vê parvekirinê dike.

Erîşên li ser Efrinê ê çi bandorê li politikaya Kurdên Bakur bike? Armanca Tirkiyeyê Sûriyeyê çiye?

Dijminatiya wan a li hemberî dewleta Tirk, li hemberî tirkan bi rast û çep, dîndar û bê dîn, desthilat û mixalefeta xwe xurttir dike. Derket ku hemî bi hev re nefretê ji kurdan dikin. Medya, dewlet, îdeolojiya resmî wan wisa doktrîne dike….

Tirkiye bi xwe jî nizane armanca wê ya ketina nav axa Suriyeyê çiye, ji bilî pûçkirina destkeftiyên kurdan. Tirkiye nema kare siyaseteka dûrûdirêj a darêjtî bimeşîne. Çimkî wê pusulaya xwe winda kiriye, ew li pey buyeran diçe, rojane dijî, buyer û plangêrên buyeran wê dibizivînin ne ku ew midaxeleyên zanistî dike. Bawer dikim Tirkiye ê li Suriyeyê tu tiştî bi dest nexe. Lê ê karibe kurdan gelek biêşîne, çimkî ne xema dinyayê ye.

Divê Tirkiye vegere siyaseteka rasyonel a hakîmane ya dûrbîn û dev ji dijminayetiya kurdan berde. Tu zerara kurdan ji bo Tirkiyeyê tune. Kurd dixwazin li gel Tirkiyeyê dost, hevkar û cîran bijîn.

Gelo dibe ku dewletên cîhanê Tirkiye ber bi şerê Rojhilata Navîn ve bikişînin? Ji bo çi? Rola Tirkiyeyê ê li Rojhilatê çibe?

Diyar e, tu problemeka dewletên cîhanê tuneye ku Tirkiye li Başûr jî, li Rojava jî li Kurdan xe, wan biêşîne. Ew li berjewendiyên xwe dinêrin. Lê, Suriye hatiye parvekirin û plana paşeroja wê hatiye darêjtin. Di vir de ji Tirkiyeyê re tu par tune.

Ya din, bawer nakim ku dewletên cîhanê razî bibin Suriye piştî pûçkirina DAİŞê û mixelefeta wek El Qaîdê û Îxwanan careka din rê ji Tirkiyeyê re vekin da ew axa Suriyeyê tevî hev bike. Pirtir ew çavên xwe ji bo şerekî kontrolkirî digirin, di wê çarçevoyê de vî şerî bi Tirkiyeyê didin meşandin. Mihtemelen kurdên Efrînê qebûl bikira ku hêzên Beşar Esed bên nav wan, dewletan ê rê li ber hatina Tirkiyeyê venekira. Pişt re Rusya bi pariyê Efrînê ê ku avêtiye ber devê Tirkiyeyê Îdlibê ji hevkara xwe; rejima Beşar re qezenc dike. Efrîn jî ku têkeve destên Tirkiyeyê jî ê ji wan bê stendin. Eger Tirkiye têkeve nav şerekî giran divê zanibe ku wê ji ehmeqiya xwe xistiye nav şer û ê zerareka mezin bibîne.

Lê helbet ev hemû şer û pevçûn Tirkiyeyê ji xwe dikutin, diêşînin, birîndar û bêtaqet dikin. Tirkiyeyeka wiha ê hustuyê xwe bêtir li ber dewletên cîhanê xwar bike. Tenê kare zirtan li kurdan bike, ne tu kes an hêzeka din. Nikare zirtan li Esed bi xwe jî bike.

Rojava û Amerîka êdî Erdoğan naxwazin, li hêviyê ne, bi çi awayî biçe ji bo wan xem nake. Rusya jî Erdoğanekî serbest û serbilind naxwaze. Yekî hustuxwar ê li ber destê xwe dixwaze. Nuha rewş wiha ye.

Li gor te planên Tirkiyeyê çi ne?

Erdoğan jî, hêzên nasyonalîst jî dibe ku kurd ji ber çavên xwe dabin alî. Lê pirsa kurd li her çar perçeyan û bi taybetî li Tirkiyeyê ew qas mezin û pir alî buye ku ne mimkin e ji ber çavan biçe. Aha em li halê Tirkiyeyê binerin, li hundur, devera Rojhilata Navîn, li derva ketiye çi halî, çi tengasiyan. Tev ji bo ku naxwaze pirsa kurdî çareser bike.

Çaresernekirina pirsa kurdî, çaresernekirina pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Her desthilata ku pirsa kurdî çareser nake, esas xayintî bi Tirkiyeyê re, bi miletê Tirk re jî dike. Xêrxwazî û dilsoziya ji bo Tirkiyeyê ne bi avêtina sloganên nasyonalîst ên bi hezeyan e, ew e ku ew çiqas Tirkiyeyê ber bi asayî, aramî, azadî, bextewerî, kar û bar ve dibin, li dinyayê Tirkiye çi qas bi berhem û hunerên xwe mezin û serbilind dibe. Gava ev nebe, sed sal biçe jî pişta Tirkiyeyê rast nabe. Ew nahêlin kurd pariyek nan bixwin, hilmeka azadiyê bidin, lê ew jî nema karin pariyek nan bixwin û azad bijîn.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: