Murad Ciwan: Berxwedana Efrînê dibe birîneke navneteweyî

536E661B-0F04-4D8D-AF00-DCAF727259D0Sputnîk Kurdistan :2018 02 12

ABDULHAKİM GÜNAYDIN

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Murad Ciwan operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî Efrînê û encamên wê yên herêmê bi çavê kesekî li dîasporayê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Ciwan Tirkiye li behaneyan digeriya û ti carî Efrîn ji bo cîranên xwe nebûye tehdîd û der, tim xwestiye ligel cîranan di nava aştîyê û aramiyê de bijî.

‘TIRKIYE JI NÎJADPERESTIYA XWE TEHEMÛLA DESTKEFTIYÊN KURDAN NAKE’

Siyasetmedarê kurd Murad Ciwan ji bo operasyona ser Efrînê got: “Tu sedemekî rasyonel ê ku Tirkiyeyê mecbûrî êrişeka leşkerî ya ser Efrînê bike tine bû. Efrîn ji roja ku ji bal dezgehên herêmî yên kurd ve tê îdarekirin qet nebuye tehdîd ji Tirkiyeyê re. Her tim xwestiye li gel Tirkiyeyê cîrantiyeke baş bike, aştiyane û birayane bijî. Ji xwe ji berê de tarîxa wan bi kurdên alî Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Kurdên Efrînê dewameka tebîî ya bakurê welêt in. Dixwazin biçin, bên, bazirganiyê bikin. Tirkiye neheqiyeka mezin li kurdên Efrînê dike.”

Nivîskarê kurd di axaftina xwe de got: “Tirkiye ji ber nasyonalistî û nîjadperestiya xwe, destkeftiyên kurdan qebûl û tehamul nake. Loma li her cihê ku firsendê dibîne, jê re li hev tê, êriş dike. Her wekî li Kerkukê beşdarî nav komploya navneteweyî bû, tevî ku kurdên Kerkûkê dostên Tirkiyeyê bûn. Di encama komployê de Îranê qezenc kir, Bexdayê qezenc kir, Britanyayê qezenc kir. Tirkiye destvala ma, heta gelek berjewendiyên xwe wenda kirin.”

‘EFRÎN BEHANE YE’

Murad Ciwan bi sedemên navneteweyî ve sedemên taybet jî nirxandin û got: “Niha jî, ji alî giştî de, ev mesele ye. Lê sedemên taybetî jî hene. Mesela Idlîbê heye… Tirkiyeyê diyar e li ser Idlîbê bi Rûsyayê û rejima Esed re li hev kiriye. Dûr nêzîk bi xweşî an bi zorê ew der ê dewrî wan bibe. Tirkiyeyê pişta xwe daye mitefik û dostên xwe. Lazim e tiştek hebe ku vê îxaneta li mitefikê xwe veşêre, Efrîn bahaneyeka baş e. Li gel Rûsyayê wan hêvî dikir ev êriş, ê bihêle Efrîn xwe teslîmî Şamê bike. Lê welê derneket. Ne teslîmî Şamê, ne jî Tirkiyeyê bû. Her ku diçe bi berxwedan dibe birîneka navneteweyî. Bi taybetî Rûsya ji alî exlaqî û siyasî ve dikeve bin mesûliyeteka giran û cih lê teng dibe.

Sedemekî din jî heye, Erdogan hêvî dike bi şerê li dijî kurdên Efrînê nasyonalîzma nav welêt rake pêdarê, di hilbijartinan de pê dengên xwe zêde bike. Çimkî ne hemasetên wiha be, diyar e Erdogan ê di hilbijartinan de wenda bike. Ev jî kabûsek e jê re.”

‘ERDOGAN Ê DESTVALA JI SÛRIYEYÊ DERKEVE’

Ciwan di berdewamiya axaftina xwe de ji bo kuştiyên sivîl û bêdengiya cihanê jî got: “Desthilatên dinyayê hesabên berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî dikin, loma exlaq, însaniyetî, wijdan hemî didin aliyekî. Medya jî gelek kêm cih dide bûyerên Sûriyeyê. Piştî pêla penaberan a bi milyonan a du sal berê, gelên Ewropayê bi taybetî ji şerê Sûriyeyê westiyane, tirsiyane û xwe dûr dixin. Ev jî dihêle ku desthilatdar hê pirtir, bêyî ku raya giştî ya welatê xwe bifikirin tev bigerin. Wexta kurdan li hemberî DAIŞê şer dikir medya ewropiyan her roj behsa qehremaniya wan dikir. Lê îro Papayê Vatîkanê jî di civîna li gel Erdogan de bêdeng e û protestoyên meydana xwe qedexe dike. Ku Papa wiha bike, cemaet ê çi bike îja.”

‘KERKÛK Û EFRÎN JI BER XWEDIYÊ ROLÊN STRATEJÎK IN RASTÎ ÊRIŞÊ HATIN’

Nivîskarê kurd Kerkûk û Efrîn bi hev ve girêda û ji bo hedefbûna herdu bajaran got: “Ji alî Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê û Suriyeyê ve helbet pêwendî heye. Ev dewlet ne li Başûr, ne jî li Rojava dixwazin kurd bigihên mafên xwe. Wekî din, Kerkûk devereka xaz û petrolê ya dewlemend e. Kî xwediyê wê be dibe xwedanê roleka stratejîk. Efrîn jî ew dever e, ku bi av û kanî û zeytûn û baxçeyên xwe jiyanê dide Suriyeyê. Ne Efrîn be Surîye tî û birçî dimîne. Lê sedemên taybetî jî hene. Bi baweriya min yek ji sedemên êrişa ser Kerkukê îmzakirina peymana petrol û xazê a navbera Kurdistanê û Rûsyayê bû. Çimkî heta salekê, du sal berê ku kurdan digot em ê referandûma serxwebûnê bikin, ne Bexdayê, ne Tirkiyeyê ti kesî ew reaksiyona tund nîşan nedida. Erdogan digot ‘ev karê Iraqê yê daxilî ye, me eleqedar nake’. Lê ji nişka ve hemû bûn pîzot.”

Siyasetmedarê kurd rola hêzên navnetweyî nirxand û got: “Bi baweriya min, piştî ku kurdan bi Rûsyayê re peyman îmza kir, Brîtanya daket meydanê, Îran, Tirkiye, Bexda pîj kirin, heta yên ku Donald Trump qanih kirin jî brîtanî bûn. Serkêşê komploya navneteweyî Brîtanya ye, ew xayin jî beşê mezin xizmetkarên Brîtanyayê ne. Ji xwe roja ku komplo biserket, BP çû dest bi prosesa berhemanîna petrola Kerkûkê kir ku li başûrê Iraqê li deverên Şieyan ji destpêkê de wan dest daniye ser petrolê. Di şerê li dijî Sedam de gelek caran dibêjin Tony Blair, ji bal George Bush ve hat xapandin. Heta Blair jî xwe wer nîşan dide. Lê ne rast e. Tony Blair ji bo berjewendiyên Britanyayê û BP eskerê xwe xist şer, çû li başûrê Iraqê bicî bû. Niha Kerkûk jî girtin.”

‘HETANÎ ŞERÊ DAIŞÊ HEBÛ KURD QEHREMAN BÛN’

Murad Ciwan di dirêjiya axaftina xwe de bersiva pirsa ‘gelo çare çi ye, li hemberî van êrişan divê kurd çi bikin? got: “Hingî em ban dikin, gazî dikin, hawar dikin êdî gewrî li me ziwa bû. Niha pir eşkere ye kurdan li Rojava jî li Başûr jî welatê xwe hemû xistibûn bin destê xwe. Petrola Kerkûkê, petrola Rimêlanê û deverên din, çemê Dicle û Firatê û bendavên wan ku heyatê didin Rojhilata navîn ketibûn destê kurdan, hinek jê hê jî hene. Diviya wan hesabê ku rojek ê DAIŞ biqede, hê berî DAIŞ biqede bikira. Başûr û Rojava, li nav xwe bibûna yek, wekî din Başûr û Rojava ji alî hêza eskerî, diplomasî her tişta lazim ava bikira. Wan ew bikira, potansiyela Bakur û Rojhilat gelek bi hewes ê li gel wan bûya. Bi vî awayî hem dost û hevkarên kurdan hem jî dijmin û xêrnexwazên wan ê hesabê wan bikira. Kesê newêriya zûbizû êrişî wan bike. Dostan ê nexwesta zûbizû dev ji wan berde. Ev hemî tên zanîn, lê bawer dikim hê du sal berê êdî min îşaret pê kiribû ku dibe ku kurd dereng mabin.”

‘LI SWÊDÊ LOBIYEKE XURT A KURDAN HEYE’

Ciwan di dawiya axaftina xwe de helwesta Swêdê û Ewropayê ya li hemberî operasyonê nirxand û got: “Swêd welatekî demokratîk e. Yek ji wan welatan e ku zêdetir guh dide mesela mafên mirovan. Di meseleyên siyasî de na, lê di yên însanî de aktîftir e. Pişt re Swêd niha endama Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekbûyî ye, gava demek berê Fransayê daxwaza civînekê ji bo Efrînê kir Swêdê xwe da pişt. Bi vê rola xwe berpirsayetiya Swêdê heye. Li Parlamentoya Swêdê lobiyeka xurt a piştgira kurdan heye ku hema hema ji hemû partiyan parlamenterên kurd di nav de ne. Li parlamentoya Swêdê minaqeşeyên xurt gelek caran li ser pirsa kurdan dibin. Partiya Çep di van salên dawîn de êdî xwe ji bin tesîra çepên nasyonalîstên tirk û ereb derxistiye, loma aktîvtir pirsa kurdî tînin rojevê. Wekî din Margot Wallstrom, sosyal demokrat e, heta ji nesla wan sosyal demokratan e ku bi Ana Lindh re li dora Olof Palme bûn. Olof Palme di rojên herî teng de dostê kurdan bû. Ana Lindh jî… û Margot Wallstrom ji wê ekolê ye. Li Swêdê payiza bê hilbijartin hene, kitleyeka mezin hilbijêrên kurd hene, piraniya kurdan deng didin sosyal demokratan. Ev hemû sedem in ku wezîra derva ya Swêdê çûna xwe ya Tirkiyeyê betal kir. Ji alî nîşandana nerazîbûna xwe ya li hember êrîşa ser Efrînê gaveka baş bû. Lê tu rastiyê bixwazî, min dixwest ku ew biçe Enqerê, li wê derê nerazîbûna xwe nîşan bide. Bawer dikim Swêdê nexwest pirsê kûr bike, pey cirnexweşiya Erdogan keve, bi awayekî nerm mesele protesto kir.”

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: