DIZ
M. ELİ [Murad Ciwan]
Di kuça tarî û teng re derbas bû û li ber derîyê xanîyê nizm î kerpîç sekinî. Qederekî çavê xwe yê hûr î şil, li ser kulîyên berfê ê ji jor da dihatin xwarê gerand. Duvre, lingên xwe di berfa erdê da û di derîyê nizm re derbasî hundir bû. Li hundir ronahiyeka qels hebû. Agirê lembê ê ricifokî şewqa xwe bela dikir û di dîwêr de hin xelekên sîyê ên lerîzokî çêdikirin.
Çavên wî cara ewil bi kurê wî yê di bin mitêla perîtandî de ya nêzî kuçik raxistî ketin. Dûvre ber bi jina wî ve bilind bûn. Çavên wan bi hev ket, lê debar ne kir, çavên xwe ji yên jina xwe revandin. Serî di ber da, hêdî hêdî ber bi quncikê xênî ê parî tarîtir de meşîya, çû li wir rûnişt. Qasekî din, bi sîya ku hêdî hêdî ber bi pê de tê, serê xwe xist nav herdû çogên xwe û bi çavên xwe yên zoq li piçikên berfê ên li ser pêlava xwe nihêrt. Jina wî, bêdeng hat li nik wî rûnişt. Demeka dirêj, bêdeng wilo linik hev sekinîn. Pişt re dengê jina wî ê nizmik, wek ji kûr de bê, ket guhê wî:
«Gelo dîsa vala vegerîyayî?»
Weka xwe bi xwe biaxive, di ber xwe de bersiva jina xwe da:
«Erê vala… Wek hergav…»
Hinekî sekinî, pişt re dîsa dest pê kir, weka ku bixwaze kula dilê xwe birevîne, «Ev çend roj in, sibê zû ji malê derdikevim, dibêjim dibe ku ez kesekî xwedî bar bibînim… Heta êvarê, li îstesona tirênê, li xeracên makîna digerim. Kesên xwedî bar ên tên û diçin, tu kes jî naxwazin bi me bikşînin. Kî bê, ya barê xwe li ereba hespan dike, yan jî li texsiyekê siwar dibe, diçe. Hela piştî barîna vê berfa pirr, ez li wan der û doran ji çend himalên wek xwe pêştir tu kesî nabînim. Di vê berf û sermayê de karê xelkê tune ê derdê himalan bikşîne? Ne hewceyê dirêjkirinê ye. Wek min go, heta êvarê em vala digerin.»
Demekê peyv ji kesî derneket. Piştre dîsa jina wî bi dengekî nizm dest bi axaftinê kir:
«Tu bigeriyaya, dibû ku te ji xwe re karekî din bidîtaya. Bivê nevê karekî li gor te jî ê hebe.»
«Ji te tirê ku ez nagerim qey? Qey, ez bêserî li kuça digerim?… Helbet ez ji alîkî de jî li kar digerim. Lê karê çi, halê çi… Êdî buye ku bi bertîla jî kes nikare tu karî bi dest xwe xe.»
Hệ axavtina xwe xelas nekiribû, lê nihêrt çiqa diçe girî dikeve çavên wî û qirik lê ziwa dibe, dike nake, nikare xwe ji vî halî xelas ke, dengê xwe birî. Lê hêsirên çavan xwe negirtin; nermik nermik hatin xwarê. Jina wî piştî van gotina tu bersîv lê venegerand, ji nik wî rabû, dîsa çû li cîyê xwe yê berê rûnişt. Piştî çend deqan, li kêleka lawikê biçûk vezelîya û di xew re çû.
Heta sibê xew ne ket çavên mêrik. Çavê xwe bal bi agirê lembê yî zelûl ve kiribû û diramiya. Carna ji xwe ve diçû, diket xeyalan. Lê pir nedima ku xeyalên wî diçûn dihatin dîsa li ser agirê lembê ê zelûl disekinîn. Zelûlbûna lembê hin xelekên sîyê di dîwêr de çêkiribûn. Ev xelek, pê de wek gulîyên darê yî li ber bayê dihejîyan û kedereka biyanî dixistin dilê wî. Dîwarên bêdeng û siyên lerizokî mirineka sar dixist bîra wî. Wê gavê, temamê laşê wî bi tirs diricifî… Carina çavên wî ber bi lawikê di bin lihêfa peritandî de razayî ve dibûn, pişt re diqelibîn ser jina wî. Çavên lêwik ketibûn kortê, di rûyê wî de ji hestû û çermik pê ve tu tişt nemabû. Bi histuyê xwe yê zeîf û ziravik wek mirov îskeletek ji mezel derxistibe, danîbe wir.
Tiştê ku bi şev dihat bîra wî û li serê diramiya, –piştî ku tu rê nedida berê– hê bêtir kulên wî radikirin û ew bê hal dixist. Mirov digo gey şevekê, bîst salan bi carekê ew extîyar kiriye.
Bi dengê kuxukeka ji kûr ve, li xwe varqilî. Çavên xwe ber bi paca piçûk a naylon ve bilind kir. Li derva bagereka mezin hebû. Kulîyên berfê ber bi bayê ketibûn û vir da wir da difiriyan. Ji alîkî de jî, misêwa naylona pacê dikutan. Ronahiya ku di naylonê re derbas dibû û diherikî hundur, dida xuya kirin ku îdî sibe bûye.
Carekê lê hay bû ku dengê kuxikê hệ dom dike. Li alî deng vegerîya. Jinikê lawik bi ser zik ve danîbû ser çonga xwe, serê wî bi ser kuçukê agir ê vala de xwar kiribû û ji bo kuxik bisekine, hêdî hêdî li pişta wî dixist. Lê dikir ne dikir, kuxik nedisekinî. Her ku diçû zêdetir dibû û pê re jî qirik li lêwik dixetimand. Di wir de bi cîh dibû û bîhna wî diçikand.
Ji nişka ve çavên wî ên ku zoq li lêwik bûn ji hev bûn û bi tirs li hev gerîyan… Ew çi bû?.. Tiştê ku didît gelo rast bû? Pêşîyê nexwest bawer bike. Dûvre nihêrt ku rast e; xwîneka sor û zirav bi kef û belxema devê lêwik re dihat xwarê. Xwîn wek tayekî sor dirêj dibû û dûvre li erdê di nav belxemê de bela dibû. Her ku diçû ruyê lêwik soromoro dibû, çavên wî ji hev dibûn û qapaxên çavan diwerimîn. Bi dengekî bêumîd û bi nalîn di ber xwe de go: «Yarebî, ev çi hal bû hat serê me, ez ê çi bikim? Bi ku de herim?»
Jinik jî mabû heyirî. Çavên wê yên mehzûn û bihêsir jî bi carkê de guherîbûn, bûbûn mîna çavên pilingên har. Herdukan jî nizanibûn ê çi bikin, an bi ku ve biçin. Lê jinikê debar ne kir, bi çavên xwe yên sor û şil li mêrik vegerîya û bi ser de qîrîya:
«Bes e, bes e êdî jî derdê te… Çi ye tu ketiyî wî quncikî?… Halê lêwik nabînî? Çi disekinî, li benda mirina wî yî, çi?»
Didît, baş jî didît. Lê dikaribû çi bikira? Bê pere bû, bêçare bû. Bi vê rebenîya xwe ka ê bị ser kê de biçûya, ê ji kê re bigotaya çi? Derdê xwe ê ji kê re vekira? Him kê ê guh bidayê? Na… na… tu kesî jî ê ji halê wî fam nekira.Bi dengekî wek ji kûr de bê, got:
«Ez dibînim, dibînim lê, bi serê xwe ka karim çi bikim? Qurişek pere bi min re nemaye. Perê mitêla ku me wîçendî firot jî nema. Ka di hundur de tiştekî firotinê ku hebe em bifroşin jî tuneye. Ne êzing e, ne dan e, ne xwarin e dîsa. Dixtor û derman ji xwe perekî gelek pir divên. De ka bêje îca ez ê çi bikim?»
Lê guhê jina wî ne lê bû:
«Hero duro, têyî dikevî vî quncikê tarî, serê xwe dixî nav çongên xwe û wer difikirî, Ka çi dikeve destê te?.. Tu dibê qey Xwedê ê her tiştî di taqê re bibarîne?.. Yan tu dibê hema çi dibe bira bibe? Tu li benda mirina me yî? Dixwazî em di nav vî mezelê cemidî de bicehimin herin?… Haa?…»
«Ka ez karim çi bikim? Heydê tu bêje, dixwazî çi bikim?»
«Çima ez ê bêjim? Bi vê kevne jiniya xwe ma ez ê aqil bidim te? Çi difikirî, tu ji xwe re bifikire.»
«Ez nikarim tu tiştî jî bifikirim. Ji xwe ev çendeyek e serê sibê, radibim, diçim digerim, heta êvara, nîvê şeva… Ha vir da, ha wir da… Lê tu tişt bi destê min nakeve. Loma, van roja ne aqil di serê min de maye, ne jî taqet di canê min de… A nuha gund hebûna, dîsa me karibû li vî alî, wî alî xwe bavêta hinekan; nasîtî, cîrantî… dibû ku rêyek ji me re vebûna. Lê bajar?.. ne nas e, ne dost e… Kî bi kê ye? Yekî ku kar pê bê, ne ez kesî nas dikim, ne jî qe… Tu deriyê vekirî nabînim. Dest û ling li min hatin girêdan.»
«De tu nafikirî, ez jî nafikirim. Eman êdî jî derdê vî lawê te yî merezdarî. A, ji te re, tu lê binêre, çawa dikî, bike…»
«Hela hiş e lê, Xwedê jê razî…»
Jinik bi ser de qîrîya:
«Çima ez ê hiş bim? Ez jî ne însan im, ne dê me? Qey, ez ê heroj heta êvarê, bêumîd li benda mirina wî bim? Edî ez nikarim debar bikim. Debar û taqet di min de nema.»
«De hela bes e lê…»
«Ne bes e, çima ê bes be? Heta ku ê di vî halî de be, bigire bavê derva, bira rokê zûtir bimire çêtir e.»
Hêrsa wî rabû û gav bi gav zêde bû. Her axaftineka jinikê wek tîrekê di mêjîyê wî rake; diçû di hundirê mêjî de diçikiya. Dilê wî teng dibû. Her ku çû çavên wî tarî bûn, serê wî gêj bû, digo qey dîwar ber pê de tên, ha dikin bi ser de hilweşin. Bi carekê de bêyî hemdê xwe ji cîyê xwe pekîya. Bi ser jina xwe de qîrîya:
«Bes e!.. Bes e dibêjim ji te re!… Ecelê te hatiye, çi ye?»
Jinikê ji xwe ne xwar:
«Erê, ecelê min hatiye… na bes im, ez ê bêjim. Heta niha ez sekinîm, ez hiş bûm ka çi bi destê min ket? Salên min di vî halê xirab de…»
Debar ne kir, êrîş da ser jinikê. Destê xwe bilind kir û heta jê hat kulmek lê da. Bilind kir dîsa lê da. Lê jinikê dengê xwe nedibirî. Her ku lê dixist diaxaft, her ku lêdixist diqîriya:
«Li min xe, hema heta ji te tê li min xe… Lê tu nikarî êdî dengê min bibirî. Heta ku ez ê di vî halî da bijîm, ez bimirim çêtir e. Qene ji te û ji lawê te jî xelas dibim. Lêxe… bikuje, bira ez bimirim… »
Ji lêxistinê milê wî betilîn, êdî mest bû. Sekinî, bi çavên sor ên xwînî li dora xwe nihêrt. Çavê wî tu tişt nedidît. Dîwarên dora wî wek kelekên ser pêlên avê diçûn dihatin. Gêja wî çû, xwe li ser linga negirt, wek xirarekî vala qelibî bin dîwêr û wer ma. Ji xwe ve çû. Edî ne kuxik, ne jî qîreqîra jinikê… Tu deng nediçû guhên wî.
Gava bi hişê xwe ve hat û çavên xwe vekirin, li derva tarî ketibû erdê. Hêdî hêdî ji cîyê xwe rabû. Êşek giran ketibû serê wî, dîsa gêja wî çû. Ji bo ku nekeve, pala xwe da dîwêr. Hinekî wer sekinî, pişt re nerme nerm serê xwe bilind kir û bi çavên vala li dora xwe nihêrt. Pala xwe ji dîwêr hilda, berê xwe da ber bi paca naylon û meşîya. Bi pişta destê xwe li naylon xist, berfa derva ji ser qewitand. Demekê derva temaşe kir. Bagera serê sibê sekinîbû. Şev bê deng bû. Li derva ronahiyeka ji ronahîya berfê hebû, Li der û dorê, ji berfa sipî û di nav wê de hin reşe malên wek a wî pêştir tu tişt xuya nedikir.
Ji pacê vegeriya, serî di ber de, xwe bal bi derî ve kir, derî vekir, derket derva û ket kuça teng.
Berf, bîstikek berê sekinîbû. Lê tevî ya ku ji sibê de hatibû, ji çogekê zêdetîr berf ketibû erdê. Bi sekna berfê re, ba û bager jî sekinîbû. Lê ji ber ku dinya sayî bû sermayeka işk peyda bûbû. Wek cilêteka tûj ser çavê wî dibirî vê sermê. Debar nekir, şewqa xwe xist nav çavên xwe û stukira çakêt bilind kir, li dora histûyê xwe pêça. Destê xwe yî cemidî xist bêrîka pantolonê xwe û meşîya di nav berfa pirr de.
Heta çongê diket berfê û derdiket. Weka ku nexwaze çavên xwe yên şil nîşanî Xwedayê ku dilê wî pê naşewite û duayên wî qebûl nake bide, serê xwe bi ber xwe de xwar kiribû. Berfa hişk û cemidî di devdelingên pantolone wî yê qetandî re diket hundir û wek perçên camê çîmên wî dibirîn. Digo qey temamê laşê wî dike bitevize. Lê qet guh nedidayê. Dibe ku haya wî jî jê tunebû. Bi rastî hay ji tiştekî jî nînbû. Nizanibû bi ku de diçe û çima diçe jî… Hew hay lê bû ku ji mala xwe yî bi rojan e nan û agir neketîyê dûr dikeve. Her gava ku davêt ew ji vê mala wî ya sar, lê a bi sala ye sitara serê wî dike dûr dixist.
Mecbûr bû. Divê biçûya. Edî nedixwest destvala vegere malê. Diviya destvala venegerîya, bivê nevê tiştek bi destê xwe xista… Di dilê xwe de go «şert e, şert e…divê ez rêkî bîbînim. Lê ji ku, ji kê û çawa?» Dikir nedikir, bersiva van pirsan di serê wî de çênedibûn. Pirs diçûn dihatin dîsa di serê wî de çik dibûn. Li wir tevlîhev dibûn û bi tu awayî nedixwestin derkevin.
Diramiya: gelo hew ew tenê bû ê ku hatibû avêtin çala bêumîdîyê? Derîyê umîdê hew li ser wî tenê hatibû qefaltin? Nizanibû… Lê dida bîra xwe; bi hezaran însan hebûn mîna wî. Ji bêkarî, bi hezaran mirov, vala digeriyan, ji siban heta êvaran li qehwan rûdiniştin. Hemî reben û belengaz bûn. Li dora hev dicivîyan û behsa halên xwe dikirin. Lê digotin ne digotin, derdê wan xelas neđibû. Roja dîtir, roja dîtir… her û her dom dikir. Gelo niza ê çawa bûya? Vê rewşa xerab, vê belengaziyê, bêkarî û birçîbûnîyê ê heta kîngê dom bikira? Gelo ro hebû ku ev birçîbûnî û belengazî rabûna?.. Tu kes, bêkar, bê mal û bê agir nemaya?.. Her kesekî karekî wî û maleka wî hebûya… Zikê wî û yên zaroyên wî têr bûna. Nexweşî rabûna, çi derd çêbûna, derman pêre pêre xwebigihandayê. Gelo rojeka wilo hebû an na? Nizanibû…
Ji nifşkê ve bi dengê firêneka sert li xwe varqilî, xeyalên wî hemî revîyan û zû bi zû xwe avêt kêleka rê. Pîştre li dû xwe vegerîya. Texsîyekê çend gavan jê wirdetir firên kiribû. Şofêr serê xwe di pacê re derxist, çend çêr kirin û dîsa texsîya xwe bi rê xist. Texsîyê berf û çamûra ser rê di ber tekerlekê xwe re pejiqand û çû winda bû. Hêdî hêdî rabû ser xwe, çamûr û berfa pejiqîye serê ji xwe daweşand û hov hov li dora xwe nihêrt. Mabû heyirî: çi çax gihîştibû nav sûkê?
Dîsa dest pê kir, di kêleka rê re meşîya. Li ser rê ji otomobîlên ku carina diçûn dihatin pêştir tu tişt nîn bûn. Ronahîya di pacên apartmanên çar pênc qat re derdiket derva, tevlî ronahiya lembên kuça dibû, derva hê ronîtîr dikir.
Mala xwe, kuçên tarî ên ku tê re derbas bûye xist bîra xwe. Kaşê ku dighîşt vê rêya han, cuha ser devề rê ya pîsî û qirêjên sûkê tê de diherikîn xist bîra xwe. Nedihat heşê wî, ka kîngê di van deran re derbas bûye. A va ye aniha tikûtenê xwe li nav bajêr didît. Ne ji dengê firênê bûya, kî zane ê hê çiqas bi wî awayî biçûya.
Niza ê bi ku de biçûya… Îstesona tirênê ket bîra wî. Wextê hatina eksprêsa Stembolê û Qurtelanê bû. Biçûya wir dibû ku çend quriş bi dest xista. Destê xwe xistbêrîka xwe û gavên xwe jidandin. Bi lez di qoziyapavyonê re berê xwe da kuça jor. Li ber pavyonêdengên nara, şikandina tebeq û qedehan û dengêmuzîkê û reqsê tevlîhev dibûn. Deng derdiket derva û liderva bela dibû. Go: gelo niza li hundir çi dikin? Xwedêzane niha hundir pirr germ e.
Ku germî ket bîra wî jî nifşkê ve wek xew têkeve çavênwî, çav lê melûl bûn, Pê re jî tirs ket dilê wî. Ev çi bû? Jisermê dikir bitevîzîya, çi? Bi tirsa teviziyanê gavên xwehệ zûtîr kir, berê xwe da îstesonê.
Gava gîhaşt gara tirênê hệ tirên nehatibû. Destê xwe di hev da, anî ber devê xwe, hû kirê û ket hundirê salonê. Li cîhekî runiştinê gerîya lê tu der vala nedît. Li ser bankên ber dîwêr, hin rûniştibûn, hinan jî potek an cakêtê xwe avêtibûn ser xwe, çogên xwe kişandibûn zikê xwe, destê wan di bin serên wan de razabûn. Cilên hemûyan jî kevn û perîtandî bûn, pirrê wan bi pîna bi hev hatibûn dirûtin. Çavên wî li soba komirê a navça salonê ket. Xwe gîhand sobê û destê xwe da serê. Ji zû ve temirîbû lê hệ germî di hesinê wê de mabû. Destê wî bi sobê ve, enîya xwe sipart lûlê û wilo ma.
Çend deqe şûnde dengê fîtika tirênê bêdengîya şevê çirand û li ser bajêr bela bû. Tirên ketibû garê; hêdî hêdî hat li ber salone sekinî. Deriyên wê vebûn û rêwî pê re pê re daketin xwarê. Hê deqek neçûbû îsteson bi mirovan tijî bû. Hin dadiketin, hin siwar dibûn, hinan rêwîyên xwe bi rê dikirin, hin jî hatibûn pêrgîya mirovên xwe. Yên ku ji tirênê peya dibûn, hinên wan diçûn li dolmîş û texsîyan siwar dibûn. Hin jê jî di cadê re berjêrdibûn û diherikîn.
Çavê wî li mirovekî li nav qelebalixê ket. Du walîzên giran di destên wî de bûn û bi hilke hilk dimeşîya. Xwe ber bi mirov kir, jê pirsî:
«Te himal divê gelo?»
Mirov sekinî, li çavên wî nihêrt, dûv ra bersîv da:
«De were, were… hilgire, heta texsîyê alî min bike.»
Zû zû destê xwe avêt walîzan, yek hilgirt da ser milê xwe, ya din jî xist dest û bi pey mirov ket. Ciyê texsîyan pir nêz bû. Gelo heta malê ê pê nekişanda? Mala wî miheqeq pir dûr bû. Heta malê hilgirta kî zane ê çiqas pere bistenda?
«Kekê te divê ez heta malê hilgirim.»
«Mal gelek dûr e kuro.» go mirov.
«Bila dûr be, ez dikarim hilgirim. Hema rê nîşanî min bide bes e.»
«Tu dînî çi ye? Di vê serma han de, ka peyatî tê çûyin! Him piştî ku texsî heye, ji bo çi?»
Dengê xwe birî, bersîv neda êdî. Xwe bi xwe go: rast e lê, çi derdê mirov heye di vê sermayê de heta malê peyatî biçe. Wê ji ku bi halê min zanibe. Him çi ji wî re halê min. Derdê herkesê ji xwe re.
Ku gihîştin nik texsîyan, mirov du banknot û nîvê hesinî xist kefa destê wî, li texsîyê siwar bû û çû. Gava mirov pere dirêj kiribûyê destê wan bi hev bûbû. Çi destekî wî yî nermik û germ hebû. Germa destê wî gîhaştibû pere jî. Pere di nav kefa destê xwe de guvaşt wek bixwaze germa pere derbasî destê xwe bike.
Heta ku vegerîya hat salonê tirên bị rê ketibû jî. Bi çûyina tirênê re li garê kes nemabû. Ew jî vegerîya, bêyî dilê xwe kete kuçekê. Niza çima, elektrîkên kuçan temirîbûn. Hew ronahîya berfê mabû. Hinekî li kuçangerîya. Hema kîjan kuçe bi ber keta berê xwe dida wir. Pir hindik niza çiqa çû, carekê nihêrt ku li ber camîyekê ye. Camîyeka nav mehelan bû. Di derîyê hewşê re ket hundir, çû li ber mûslixên avê rûnişt. Niza gelo ê çibikira? Gelo biçûya malê? Ka qey mal ji vir çêtir bû? Qene li vir dengê girî û kuxikê nedihatê. Bi nerme li dora xwe nihêrt, çavên xwe di hundirê hewşê de gerand. Ji nifşkê ve çavên wî hatin li ser tabûta camîyê a ser berfê sekinîn. Çirûskên êgir ji çavên wî firîn. Ricifandineka sar laşê wî girt, pişt re mal ket bîra wî. Jina wî, zaroyê wî… niha li malê ji sermayê diricifîn.
Xwe bi xwe go:
«Ez ê vê tabûtê bigrim bivim malê. Wê çend rojekê me germ bike. Qene aveka germ di qirika me re biherike,»
Sekînî, tirsek ket dilê wî; camî mala Xwedê bû. Rabe bidize û musîbetek bi serê wî de were… Ji camîyê tişt dizîn gunehekî gelek mezin bû. Lê nebe? Kî zane heta sibê dibe ku lawê wî bimire. Sibê nemira ê dusibe bimira. De çi dibû bira bibûya, ê bibira. Lê di dilê xwe de go: «Ez ê aniha bibim, lê havînê ez ê tabûteka ji vê çêtir bînim bixim cîh. Ahd be ku bivê nevê ez ê bînim.»
Hê wer digo, jî dûr ve, ji minareyekê dengê azana sibê bilind bû. Xuya bû ku pêrgîya sibê bû. Bîstikek din ronahî ê di erdê ketaya. Û a xirabtir, wextî miezinê vê camîyê jî bihata. Bi vê fikrê zû zû rabû ser xwe û nêzî tabûtê bû. Rakir tabûta vala, da ser milê xwe û bi lez berê xwe da derîyê hewşê. Bi gavên sivik gîhaşt derî. Çaxa ku piyê xwe ji derî avêt derva, dengekî gelek li nêz go:
«Ihi… ihii…» Hema di cî de sar bû û di navbera derî de çik ma, sekinî. Xwêdaneka sar di enîya wî re avêt û dilop dilop hat xwarê.
«Hoo… tu kî yî?… Wê tabûtê bi ku de dibî?»
Serê xwe vegerand, li mirov nihêrt: miezinê camîyê bû. Gelo bigota çi? Devê wî li hev gerîya:
«La… lawik ne… nexweş e… iih, ihh mi go.. lawîkê min nexweş bû, mir. Hatime tabûtê bibim.»
«Baş e, ji bo çi vê şeva han, di vê saetê de û bê haya kesî?.. »
«Ez hatim kes li van dera tune bû, min jî bi serê xwe rakir ji mecbûrî. Ka min ê ji kê re bigotaya?»
«Derewa meke, tu hatiyî dizîyê.»
«Na Welleh, rast dibêjim.»
«Bes derewa bike, mel’ûnê mel‘ûn. Tu fedî nakî hatiyî dizîya camîyê.»
Dengê mirov sert bû, hinekî jî diqîriya. Bêçare, li ber gerîya:
«Waad be ku na... êê… gotina min ew e ku ez mecbûr mam. Tu çara min nîn bû!»
Mirov, guh nedayê, qîrîya:
«Gidî mehelîno, zû bigihên diz va ye, diz ketîye camîyê.»
Li ber gerîya:
«Na, na… ez ne diz im.»
Lê tu tişt nexist serî. Tabût danî. Ji revê pêştir tu rê nemabû. Yan na, mehelî ê niha hemû li ser serê wî kom bûna. Dest bi revê kir. Mirov da pey. Ji alîkî de jî li dû wî diqîrîya:
«Gidî, cîranno zû werin, diz va ye. Zû kin, gidî zû kin direve.»
Ji nifşkê ve tiştekî sert li paçika hustiyê wî ket. Pêre pêre, serserkî noqî nav berfê bû:
«Ehey mel’ûn, di ser de direvî jî.» go dengekî.
Ev deng ne dengê berê bû.
Derbeka din lê ket, yeka din jî… li ser hev lê diketin. Rabû, xwest bireve. Lê bi derbeka din dîsa di nav berfê de dirêj bû:
«Lêxin ha lêxin, bira nereve!»
«Li vî şeytanî xin!»
«Li vî bênamûsî xin!»
«Wey şeytan wey, ka tabût jî tê dizîn!…»
Qîrîn û hela hela her ku diçû zêde dibû, pê re jî derb pir dibûn.
Lê diz ji zû ve hemû tişt ji bîr ve kiribûn jî. Ne hay ji derban hebû, ne jî qîreqîr û hela hela… Dar û derbên ku lê diketin êdî qet ew nediêşandin. Bi dev û poz ve ketibû nav berfê. Xwînek sor û zirav ji cênîka wî diherikî û dilop dilop diniqutî nav berfa sipî…
●
Gava dinya ronî bû, li serê kuçê, di nav berfa sipî de ji xwîna sor î cemidî û ji dudu-nîvekî hesinî pêştir tu tiştî xuya nedikir.
Çapa pêşîn: TÎRÊJ, Kovara Çande û Pîşeyî, hejmar 2, adara 1980yî, İstanbul/Diyarbekir
NOT: Metin li gor rêziman û rastnivîsîna îro ji bal niviskarê wê ve hatiye redaktekirin.
Leave a Reply