Li El Cîbalê Newroza sala 935’ê

Mûrad Ciwan

Îbn Esîr di berhema xwe ya şaheser de a li ser dîrokê (El Kamil Fit-Tarîx) gava tê ser buyerên sala 323’yê Hîcrî/935’ê Mîladî, bi kuştina damezrêner û emîrê Dewleta Ziyariyan  Merdawîc dest pê dike. Li gor Îbn Esîr, Merdawîc çend roj piştî Newroza wê salê ji bal fermandarên xwe yên eskerî yên bi eslên xwe Tirkên memluk/xulam, bi minasebeta pîrozbayiyên Newroza wê salê hat kuştin.

Merdawîc[1] ji malbateka devera Gîlana navbera perravên başûrê Deryaya Xezerê û Zincîreçiyayên Elbruzê bû. Ew ji malbata bi navê Verdanşahan, ji serokên eşîra Şahanşahwendan bûn. Malbatê secereya xwe digihand Şahê Gîlanê ê efsanewî Agûşê Vehadhan (Arguşê Ferhadan) yê dema desthilatdariya Key Xusroyî.

Merdawîc kurê Ziyar ê kurê Verdanşah bû. Li gor dîroknas C. Edmund Bosworth, desteya desthilatdar ji Deylemiyan, Gîlan/Gîlaniyan û Kurdan pêk dihat. Merdawîc berê fermandarek bû di orduya Asfar (aswar/savar/siwar) bîn Şîroye (Şêroyî), piştre di encama nelihevkirinekê de wî ew kuşt û li devera Taberistanê dewleta xwe îlan kir, navê bavê xwe Ziyar da dewletê û wek dewleta Ziyariyan (Alê Ziyar) hat naskirin. Ziyarî ji 927/930 heta 1090ê jiyan.

Merdawîcê damezrênerê dewleta Ziyariyan di demeka kurt de dewleta xwe ji Taberistanê ber bi başûrê û rojavayê Persiyayê de berfireh kir, bajar û deverên El Cîbalê (Çiyayan) hemî girtin. Li El Cibalê bajarên gelek giring ên Kurdan jî ketin bin desthilatdariya wî. Ev bajar her wekî Hemedan, Dînewer, Nîhawend, Suhrewerd, beşeka Kirmanşahê, beşeka Şarezorê û Kaşan bûn. İsfahan bû paytexta Merdawîc ku gelek eşîrên Kurdan jî li wê deverê hebûn. Îbn Hewqel li İsfehanê behsa Kurdên Mazincanî dike. Ji vê eşîrê re eşîra Bazincaniyan/Badincaniyan jî tê gotin. Ew berê li devera Farsê bûn, ji wê derê derbasî İsfahanê bûbûn.

Emîrê pêşin ê Ziyariyan Merdawîc û yê dawîn jî Gîlanşah bû. Gîlanşah, kurê Keykawusê ku hem demekê emîrtî kir, hem jî berhema şaheser a bi navê Qabûsname/Kabusname nivîsî ku ji serpêhatî û pendan/şîretan pêk tê. Wî ew ji bo kurê xwe Gîlanşah nivîsîne. Keykawûs demeka dûrûdirêj li  cem Ebu’l Eswar  Şahpurê emîrê Şeddadiyên Kurd ên Genceyê maye, bi Emîr Ebu’l Eswar/Siwar Şahpûr re derketiye gelek seferan, hevaltiyeka xweş di navbera wan de hebû.

Disthilatdarên Ziyariyan, xwe xizmên Kurdan nîşan didan û ew li devera teng û asê a navbera perravên başûrê Deryaya Xezerê û Zincîreçiyayên Elbruzê ku ji Deylem, Gîlan û Teberistanê pêk dihat, bi hev re dijiyan.[2]

Îslam di nav civakên Aryayî de derengtirîn li wan deverên Deyleman, Gilan û Taberistanê serdest bû. Di dawiya demên Emewiyan de bi şandina hin eşîrên Erebên Yemenî ku ew bi xwe şîeyên Zeydî bûn, İslam li wê deverê belav bû. Gava Zeydiyan xwe gihand wan deveran, xelkê wan hemû Zerdeştî bûn.

Malbat û eşîra Merdawîc jî berî misilmantiyê Zerdeştî bûn. Tevî ku bûbûn Misliman jî hê hişmendî, rabûn rûniştin û baweriyên Zerdeştî çi bi serê xwe bin, çi jî li gel baweriyên Îslamê tevlîhevbûyî di nav wan de mabûn.

Di sedsala 9’ê û 10’ê de jî dîroknasên Îslamê  yên ku deverên qewmên Aryayi/Persî didan nasîn li gelek dever û bajaran behsa civakên Zerdeştî û ateşkedeyên wan dikin. Mesûdî, mesela, gava behsa van civakan dike wan ji baweriyên Îslama tradisyonel ew qas dûr dibine, dinivîse ku ew civakên Xwedênenas in. Merdawîc bi xwe jî tevî ku misilman bû ji xelîfeyên Ebbasî û îdareya wan qet hez nedikir.

Îbn Esîr jî gava behsa pîrozbayiyên Newroza sala 323/935’ê dike, xweş fahm dibe ku her sal Newroz ji bal gelên deverê; Kurd, Fars, xelkên ji Deyleman, Gîlan û Taberisatanê daketî li ser esasê adetên berê ên Zerdeştî tê pîrozkirin, aheng û şahî tên girêdan.

Îbn Esîr gava behsa Newroza sala 323/935’ê dike, navê Kurdî/Farisî (Newroz) nayne helbet. Ew bi erebî jê re dibêje ‘’Leyletu’l Mîlad (şeva sersalê, şeva nûbûn û zayina xwezayê)’’ û ‘’Leyletu’l wuqûd (şeva agir, şeva agirdadanê)’’.

Wek tê zanîn 21’ê Adarê, roja serê sala nuh a gelên Aryayî bû. Ew dihat maneya jinuhvehilatin û vejiyana, jidayikbûna xwezayê jî, ku xweza ji serma û qeşaya zivistanê rizgar dibû, diket germ, liviyan û hêşînbûna gul û giya û pincarên ser ruyê erdê, dar dibişkifîn, kulîlk û pel vedidan, çem û cuh û cobar ji berfa heliyayî gurr dibûn, bi coş û lemelem diherikîn, kurmik, kêzik diliviyan, teyr û  tirûr hişyar dibûn, digihaştin hev, bi vîçevîç dest bi jiyaneka nuh dikirin. Ji aliyekî de pez û dewaran dizan, ji aliye din dema amadeyiyên zozanan dihat. Ji xwe ‘’yewm el mîlad’’ bi maneya roja nû (Newrozê) ye û leyletu’l wuqûd  jî şeva agirdadana li serê çiyan, bilindayiyên quntaran û warên şênkayiyan e. Ji ber vê jî wergêrê El Kamila Îbn Esîr a ser zimanê Tirkî, rasterast ew şahî û pîrozbahî bi navê ‘’Newroz’’ê wergerandiye.[3]

Îbn Esîr dinivîse ku vê salê (323yê H./935’ê M.) hakimê El Cîbalê û derûdora wê Merdawîc el Deylemî hat kuştin û sedemê wê jî wiha eşkere dike:

Merdawîc bi saya eskerên xwe yên Deylemî gelek eziyet dida Tirkan, (divê ev Tirk û Tirkên oxuz ên selçûqî neyên tevîhevkirin,binêre li nota binî a jêrê)[4] digot ev şeytanên gelek xerab in, eger berdewamî li serê wan neyê dayîn, tevlihevîyan derdixin. Loma Tirkan jî her tim dia û lavayî dikir ku Merdawîc bimire, ew jê xelas bin.

Gava Newroza (Leyletu’l Mîlad) vê salê hat, -ku xelkê, wê şevê gelek agir dadida, loma jê re Şeva Agirdadanê (Leyletu’l Wuqûd) dihat gotin- Merdawîc ferman da ku ji çiyan, ji derûdorê qocik û êzing bên civandin û li herdu aliyên ku wek Geliyê Bezenderûzê (Baz/Berz îbn Ruz?) tê nasîn, bên komkirin. Komên bilind ji wan hatin avakirin. Bi vî awayî ferman da ku li herdu quntar û berwarên Çiyayê Kerîmkûhê ku ji binya İsfahanê hata rajora wê hildikişiya, bajar hildipêça, qocik û êzing li ser hev bên komkirin. Gava ev qocik û êzing hemû bi hev re dihatin dadan, weka çiyayekî agirîn dihat xwiyakirin. Merdawiç li serê gir, berwar û lûtkeyên çiyayên din jî qocik û êzing dabûn komkirin û pêxistin.  Her wiha mûm û meş’ale dabûn vêxistin, qasî du hezar qirak û teyrikên kite (çaylaq) jî dabûn girtin, alavên bi neftê bi nigên wan hatin vekirin, agir hatin pêxistin û ew hatin firandin.

Mirdawiç her weha fermana vexwendin û ziyafeteka muezem jî dabû. Li vê ziyafetê bi qasî sed hespan, du sed dewaran hatibûn serjêkirin û biraştin. Bi hejmareka mezin; qasî sê hezar pez hatibûn serjêkirin û biraştin. Yên ku ji bo xwarinên din hatibûn jêkirin ne di nav van de bûn. Ev tenê yên ku li ser agir hatibûn biraştin. Ji bilî van, heywanên du-nig yên kedî û teyr û tirûr jî qasî deh hezar heban hatibûn biraştin. Awayên şêranîyan bêhejmar bûn. Xelk ê bihata vexwendin, Merdawîc ê li gel wan ev xwarin bixwaraya û piştre ê meclisên şerabvexwarinê bigeriyana û bi hev re temaşeyî alavên agirên êzingên dadayî bihata kirin.

Di êvara teng de, ew bi siwarî li gel xulamên xwe hat ku vê ziyafeta muezem, qocik û êzêngên ji bo dadanê komkirî li ciyê wan teftîş bike, bibîne. Lê ji bo ku warê ziyafetê û ahengê li cihekî gelek fireh hatibû belavkirin, gelek bi ser amadekaran de hêrs bû, lanet li wan barand. Yên li wê derê hemû ji Merdawîc gelek tirsiyan.

Piştre vegeriyabû, xwe avêtibû hundurê qulûbeyekê, li wê derê ketibû xewê. Yên dora wî kesî newêribû li gel biaxive. Emîr, fermande û berpirsên din ji rewşa Merdawîc endîşedar bûbûn, di nav xwe de gotûbêj kiribûn. Hinan digot hingî ew çikos/tima ye, ev ziyafet li ber çavên wî gelek zêde ye, loma wiha dike, hinan digot bi awayekî dînîtî/şêtî hatiye serê, hinan jî digot cexta dil lê ketiye loma. Di navberê de hin fikr û dîtinên din jî hatibûn derbirîn. Hema hema fitne û pevçûnekê ê rû bidaya.

Wezîrê Merdawîc El Emîd rewş baş fehm kiribû û rabûbû çûbû ba wî, heta şiyar bûbû li ber serê wî pabû. Gava hişyar bûbû wezîr tiştê rûdayî jê re gotibû û ragihandibû ku xelk behsa çi dike. Li ser vê, ew rabûbû li ser sifreya amadekirî rûniştibû, wî sê parî xwaribûn û ji serê vekişiyabû. Xelkê hicûmî ser sifreyên raxistî kiribû, her kesî ya li gor dilê xwe biribû, yê mayî hatibû yaxmekirin. Piştî xwarinê Merdawîc neçûbû meclisa şerabê, careka din çûbû ciyê xwe yê lênivistî. Ji qerargeha xwe ya li derveyê İsfehanê danayî sê rojan derneketibû.

Roja çarê amadeyi hatibûn kirin ku Merdawîc ji qerargeha xwe biçe İsfehanê, qelebalix kom bûbû, hesp hatibûn kêşan ber dergeh, tevî xulaman/koleyan li wê derê bûn. Hîrîna hespan zêde bûbû, kole jî ji bo deng û  hîrînan ji hespan bibilînin virde-wêde bazdabûn, qîriyabûn, ji ber qelebalixiya wê derê, qerepere bilind bûbû, dengê dehşetder ji herkesi derketibû.

Merdewicê nivistî hişyar bûbû, derketibû der, ji tiştên dîtî aciz bûbû ku ew sifreya bêserûber amadekiribûn ne bes bû, îcar hatibûn ber dergehê wî qîrewîr dikirin. Wî Pirsa xwediyê hespên bi hîrehîr kir, jê re gotin ev hesp yên koleyên Tirk in, ji bo xizmeta wî anîne wê derê.

Ferman da ku zînên hespan ji wan bên kirin, Tirk li hespên tazî bên siwarkirin û bên birin bo axuran. Deylemiyan ev kiribûn, yên îteet nedikirin jî hatibûn qamçîkirin heta îtaetê bikin li wan hatibû dayîn. Bi vî awayî halekî nedîtî yê nefretjêbûyî anîbû serê Tirkan.

Pişt re bi merivên dora xwe re çûbû, Tirk jî ji pey wan de şopandibûn, heta gihaştibû mala xwe. Berê jî gelek caran pêşdehatiyên eskerên Tirk bi vî awayî dabûn ber lêdanê. Tirkan kîneka mezin jê girtibû û wan dixwest ew wî bikujin, lê desteka/piştgiriya lazim wernegirtibûn.  Piştî vê buyerê, nema tehamul kirin û di nav xwe de biryar dan, sond xwarin ku fenekê bînin serê Merdawîcî.

Wê rojê Merdawîc xwestibû biçe hemamê. Gava diçû hemamê, odeya wî xulamekî bi navê Kurtekîn dipa û ew diparast.  Lê wê rojê Merdawîc nehişt ew jî xwe nêzîkî wî bike.

Kurtekîn hergav zêrevan û nobedar dianîn, wan ew diparast. Wê rojê hingî aciz bûbû ew neanîn. Xulamekî reşik ê ku xizmeta Merdawîc a hemamê dikir hebû. Tirkan ev jî kêşabûn bi alî xwe de. Şûrê Merdawîc ê ku her gav xizmetkar amade dikir, di nav şalekê de, wê rojê şûr ji qevdê hat derxistin. Qevda şallêpêçayî danî ber Merdawîc. Xizmetkarek jî li ber dergehê hemamê hebû. Gava Tirkan êrîş bir ser hemamê wan dergevan bêtesîr kir, ber bi hundurê germ ve çûn. Merdawîc ku ew bihîstin, dest avêt şûrê xwe, lê tenê qevda şûr bi destê wî ve hat. Rahişt kursiyekê, xwe gihand derî û ew berî êrişkaran daxist. Li ser vê, êrîşkar derketin ser banê hemamê û di pencereya taqê re Merdawîc tîrbaran kirin. Merdawîc li ber wan geriya ku wî nekujin, ew çi bixwazin ê bide wan. Lê Tirkan îltîfat bi ahdên Merdawîc nekiribûn, deriye hemamê şikandibûn ketibûn hundur û ew kuştibûn.

Yên ku xelk û esker li hemberî Merdawîc pîjkirin û bûn sedemên kuştina wî, ew kesên bi navên Tuzun, Yaruq/Yaruk, Îbn Bugra û Muhammed bîn Yinal el Tercuman bûn ku pişt re çûn Bexdayê, bûn fermandeyên bilind ên orduyên Xelîfe. Mezinê wan ê bi navê Beckem jî miwafeqet dabû wan. Ev Beckem hê berî Tuzun bû fermandeyê eskerên İraqê (Ebbasiyan).

Piştî kuştina Merdawic van fermandeyan ba eskerên xwe kiribûn, çûbûn qesra Merdawîc jî talan kiribûn, eskerên Deylemî qet bi wan nehesiyabûn. Deylemî û Gîlîyan (Gîlaniyaniyan) ku ev xeber bihîstin ketin pey Tirkan, lê ew bi hespên xwe yên beza ji bajêr derketin û reviyan. Deylemî gihîştin gelek kêm ji wan eskerên bazdayî yên jiparemayî, ew kuştin, yên din reviyan çûn. Piştî vê Deylemî û Gîlî vegeriyan ku xezîneyên Merdawîc talan bikin, lê dîtin ku wezîr El Emîd agir berdaye wan, ew jî hemî bi vî awayî şewitîn çûn.

Piştî kuştina Merdewîc, Deylemî û Gîlî li hev civiyan, birayê Merdawîc ê bi navê Weşmgîr kirin emîrê Ziyariyan.

Wek gotî, van fermandeyên Tirk ên kole li Bexdayê rutbeyên bilind ên eskerî wergirtin. Piştre di şerekî de mezinê wan ê bi navê Beckem ji bal Kurdên Cawanî ve yên şirîkên bajarê Hilleyê hat kuştin.

Di encamê de ji van agahiyên Îbn Esîr meriv tê digihîje ku teqrîben hezar û sed sal berê, Kurdên wê demê jî din av wan de, gelên Aryayî ên nav Xelîfetiya Ebbasî û şah û emîrên wan (her wekî ji yên El Cibalê diyar e) Newroz wek cejna serê salê (21ê Adarê ku roj û şev qasî hev dirêj in û serê sala nuh e), roja nuh a vejiyana Xwezayê bi dadana agiran li serê gir û çiyayan, li gelî û berwaran pîroz dikirin, ziyafet didan, şayî û ahengên bi xwarin û vexwarinê li dar dixistin. Ev adet ji wan re ji demên berî Îslamiyetê, ji Zerdeştiyê hatibûn.

Ew awayên pîrozbeyiyê bi naverok û têgihîştina xwe, îro jî li gor neteweyên din di nav Kurdan de bêtir berpa dibin, li gor wan deman zêde naverok û maneya xwe neguhertine.


[1] Bi lehceyeka zimanê devera Gîlanê dihat maneya ‘’êrîşbir’’.

[2] Deylem, Gîlan û Taberîstan ne navên gelan, lê yên cografî bûn ku gelên cuda li ser wan dijiyan, pişt re ji wan deran daketin ber bi Eranê, Azerbaycanê, El Cîbal û deverên din ên rojavayê Parsê/Îranê, Iraqê û yên mayîn. Li wan deveran gava dihat gotin Deylemî, qest ew bû ku yên ji wan deverên asê û dijwar daketî başûr, ne ku bi maneyeka etnîkî bû. Mesela li El Cîbal Kurdên başûr ên xwecihî jî hebûn û Kurdên ku bi fermandarên Kakeweyhiyan, Ziyariyan, Misafiriyan/Salariyan, Saciyan û hwd re hatibûn jî hebûn. Buveyxî jî ne navê miletekî ye lê navê malbateke desthilatdar e ku naskiriyê wan kesekî bi navê Buweyx e û ji devera Deylemê daketiye,  sê kurên wî; Ahmad, Hesen û Alî hebûn. Ev bûn emîrên desthilatdariyekê ku navê bavê xwe Buweyx lê kirin û wek Buweyxên Deylemî hatin naskirin.

[3] İslam Tarihi El Kamil Fit-Tarih Tercümesi, c. 8 s. 248, hicri 323 /miladı 935 yılı olayları. Çeviren Ahmet Ağırakça.

[4]Divê ev Tirk bi Tirkên Selçûqî ên ku di salên 1020ê de ji alî Xorasanê ve hatin Persiyayê û Kurdistanê neyên tevîhevkirin. Ev Tirkên ku Îbn Esîr behs dike, Tirkên xulam/memluk bûn ku gava İslamiyet gihaşt Xorasanê û Maveraunehrê, rexê alî din yê van deverên binavkirî, Asya Navîn heya hidûdên Çînê ji Tirkên ne-misilman pêk dihat.

Maweraunehr û Xorasan hidûdên serhedîn ên Daru’l Îslamê bûn, qewmên cuda yên ku îro Tirkîk tê gotin ne misilman bûn û Daru’l Herb, ciyê xeza û cîhadê dihat hesab kirin.

Çewa ku dewleta Osmanî li alî Balkanan xeza û cîhad dibirin ser Balkanan û Ewropaya rojhilat, xelk, jin û zarok êsîr digirtin dianîn difrotin, ew dikirin xulam û cariye, hin ji wan jî dibûn yenîçerî/eskerên nuh, eskerên xulam an yên misilmankirî û azadkirî ku eslên wan êsîr û xulam bûn, a ev kar li Xorasan û Maveraunehrê jî ji bal Mislmanan li Daru’l Herba warên Tirkên ne-misilman dihat kirin.

Misilman diçûn cîhad û xezayê, Tirk êsîr digirtin dianîn li bajar û bazarên Deru’l Îslamê wek kole/xulam/memluk û cariye difrotin.

Hin ji van koleyên Tirk di eskeriyê de dihatin bikaranîn. Mesela piştî Xelîfe Herûn Reşîd, kurên wî Me’mûn û El Mutasim dest bi avakirina orduyên serbixwe yên profesyonel esker ji van xulaman kirin. Çimkî wek Kurdan, Hemdaniyên Ereb û hin eşîrên din siwarên ji qewm û eşîren wan bi xwe tunebûn.

Piştre ev orduyên Tirkên kole mezin bûn, kesên jêhatî, zana û mêrxas ji wan derketin, bilind bûn, bûn fermandeyên rutbe bilind. Gelekên wan ji koletiyê azad bûn, bûn misilman û destpêkirin l i nik emîrên cuda, di ordiyên wan de tevî eskerên xwe yên Tirkên kole fermandarî kirin. Çend fermandeyên eskerî yên pilebilind ên Tirk ên bi vî awayî di orduya Merdawîcê Ziyarî de jî hebûn, lê li gor Îbn Esîr navbera wî û wan ne xweş bû, Merdawîc  ji van nefret dikir.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: