Gulên berbiroyan

Cecilia Davidsson

Ruyê wê çilmisî bû, lê bêyî tu şopa xewê û me texmîn kir ku hê em nivistî di xewê de ew li jorê bû wê metbex dabû serhev. Nedihat bîra me ku bavo bû yê kursî dehfî bin maseyê dabûn û perçeyên rojnameyan danîbûn joreka pak a ser benka metbexê.

Min got ‘’’Îro ê germ be’’, û teyfika taştê danî ser qomodînê. Min xwe danî jêr, ber piyên wê, birayê min ber bi pencereyê ve çû û perdeyên lefandî yên tavê hildan jor.

Wî îşaret kir; ‘’Lê ne germe-sojîn’’.

Min got ‘’Divê tu bikî firsend û derkevî derva.’’

Birayê min got ‘’ Çi dibe jî bila bibe, divê tu gulên berbiroyan bibînî.’’

Min got ‘’Erê, divê tu bibînî’’ û bi handankî li lihêfê da.

Wê got ‘’Ne ku ez naxwazim’’ û bi çavekî biguman li teyfika taştê ya li gel qehwê nihêrt, du nanên rûnkirî û hêkeka heşandî di fêncana hêkan a deyikê de.

‘’Qesda we, ez ê van hemuyan bixwim?’’

 

Me ji xwe pirsî ku çawa mimkin bû, piştî ku pirraniya hezîranê baran hatibû. Me fahm nedikir ku wî çawa xwe tevgerandibû. Me fikir kir ku divê tiştek di zeviyê de hebe, tevî gelek tesadifên bişans. Çimkî ew ne baxçevanekî bi maneya rastîn bû. Wî kîsekî dendikên berbiroyan yê ji bo çivîkan dîtibû ku hatibû jibîrkirin û piştî xetera qeşaketina bi şevan derbas bûbû wî ew virdewirde li erda patatêsan ya ji bo nivistinê beyarhiştî reşandibûn.

Nuha ew li wê derê bi sedan hilkişiyayî, berê wan ber bi golê ya li başûr û gelekên ji wan ji du metreyan bilindtir bi sapên xwe yên qalind wek fîdanên darên ciwan û gulên wan mezin wek ruyekî.

‘’Xelk behsa wan dike’’, min got gava em li metbexê rûniştî bûn.

Wê got ‘’ez texmîn dikim’’.

Min got ‘’Bes ji bo ku ew qas mezin in’’.

Me pêşniyar kir ku em ê wê hilgirin bibin, birayê min rabû şipiya û bazuyên xwe nîşan dan. Wê serê xwe hejand û got em her hertim dîn bûne, birayê min bi awayê xwe, ez bi awayê xwe…

‘’Deh deqe, bes in. Ji bo xatirê wê hewaya paqij, ji bo xatirê berbiroyan. Wek li Îspanyayê, li Endulusyayê, lê hê xweştir, ji bo ku li Swêdê ye.’’

Wê bi rexê maseyê girt, ew rabû ser xwe, xwe ber bi pêş; termometreya pencereyê de da.

‘’Zêde zêde germ e’’, wê got û awirek da me, li benda gotineka dijberî ma. Lê me li hemberî wê tiştek negot. Em man li hundur, bi hewa wê ve çûn, me ew dilbijand û balkişand.

‘’Em heta çar û nîvan bipên, wê demê hêniktir e’’ got birayê min. ‘’Ya xweştirîn, ew dem e, gava tav ne ew qas tûj e. Reng bi awayekî hê dagirtîtir in.’’

Min got ‘’Lê divê berî ku serê gulan ber bi êvarê û şeve ve biçimin.’’

Ew paşde daket ser kursiyê, hêdî hêdî xwe li mîndera netebitî anî û got:

‘’A rast, ew paşnîvroyên dereng herî xerabtir in.’’

 

Min meqesek girt û ez daketim ber golê. Bavo bi xortumê berbiro av didan; gêzereka negihayî di devê wî de dilebitî. Li aliyekî devê wî ax hebû. Piçek beharata xarîqe, wî got, şêrîn û şor bi tevlihebûneka navinciyane. Wî nîşanî min da ku ez ê kîjan berbiroyan jêkim, wan ên piçûk yên ku li ber siya yeka mezin hilkişiyabûn. Min sê heb çirpandin û anîn hundur, da ew his bike ku li xwarê, li ber golê çawa xuya dike. Ku ew wek di çîrokekê de be, yan li ser tabloyeka van Gogh be. Ji van Gogh jî xweşiktir.

Wê xwe xeyidand got:

‘’Berbiro naxwazin di vazoyan de bin.’’

‘’Meriv dikare gulpelên wan bixwe’’, min got û yek avêt devê xwe.

Wê got ‘’Hay ji xwe hebe!’’ û laşe xwe sipart pala kursiyê.

 

Wî ji sewzeyên bêqeydûqûd û zûgihayî hez dikir. Wî zibil dida, avdida, lê guh nedida eşêfkirinê. Wi ew şaxên(pîncikên) şitlên firengiyan nedidît yên ku wek bejna wî bilind dibûn, lê firengî nedigirtin. Wî tirp li bin axê jibîrkirin ku qasî încasan mezin bûn û seqiyan, nehatin xwarin. Ew kêfxweş bû ku tirp ew qas gir bûbûn.

 

Birayê min meşîner (yürüteç) anî jorê ji kîlerê ji wî ciyê ku ji roja hatî lê mabû, ew vegirt, li ser derçikan ajot pêş û paş.

‘’Ger tu bixwazî em dikarin derçikan rakin’’ wî got.

‘’Ez jê hez nakim’’, wê got, ‘’Ew dixire’’.

Me got ‘’De baş e’’, û em keniyan. ‘’Ya herî baş gava em derdikevin der, tu xwe bispêrî me. Em ne dixirin, ne tekerê me diteqe ne jî di şujukan de asê dibin.’’

‘’Ling li xwe difitilin. Hûn nizanin çawa ye.’’

Na, ma me yê çawa bizanibuya ku?

 

Rojnameya sibehan destlênedayî li ser nivînperdeya wê bû. Wê bi temamî dev ji xwendina kitêban berda bû. Wê herf wek kurmoriyên sergêjik/xwewendakirî didîtin. Vê sergêjikîyê ew sersem û dilxeliyayî dikir. Me guman kir ku wê tu carî hez nekir wan hemû romanan bixwîne yên ku wextekê ew di nava wan re dixişikî û pişt re bi keser didan aliyekî. Me guman kir ku take tiştê wê bi rastî jê hez dikir ew bû ku cotek lepik têxe destên xwe û derkeve derva, bexçe û kar bike.

Ew bi saetan li ser çokan li ber şitlan dima, wê eşêf û berkolk dikir. Êvaran wê bala xwe dida rojnameyên bizran ku di zaroktiyê de me gelek hez dikir em li wan binerin û ji bo em şiklên wan bibirin me gelek rica û minet dikir. Li kîlerê rêzbirêz selikên silqên kulîlkan hebûn.

Me rojname rakir, perdeya nivînan da ser hev û da aliyekî.

Me got, ‘’Em ê bi te bigirin’’, û me bi çeplên wê girtin, ew hilhat jorê û pêş. Di binê wî çermê nermik ê daliqiyayî de tenê hestî hebûn. ‘’Ma ne tu duh û pêr xweş rabuyî. Em dikarin te hilgirin bibin derva bernigê, tu dikarî di hêlekanê de vezelî.’’

‘’Tu xêra wê tune, min ya xwe kir, ma hûn fahm nakin?’’ wê got bi ruyekî gewrik ê mat.

‘’Te panzde salên din hene, kêmtirîn.’’

Lê tu vejiyanê li ruyê kevirîn veneda.

‘’Xwedê neke hûûû, qet jî naxwazim.’’

‘’Min texmînek kir,’’ got birayê min û navbereka dirêj da berî ku dewam bike:

‘’Nêzî hezaran e.’’

‘’Hezar? Tu henekan dikî’’, min got.

‘’Na, rast e.’’

‘’Ji texmîna min bêtir e.’’

Me bi hêvîbexşî lê nihêrt.

‘’Divê hergav hûn binepixînin, mezin bikin’’, wê got û berê xwe da birayê min. ‘’Wek ku te ji hevalekî xwe re got te sed diyariyên Noelê wergirtine.’’

‘’Ez wê wextê zarok bûm’’, got birayê min.

‘’Tu ew qas jî ne piçûk bûyî.’’

‘’Zarok tiştên wiha dibêjin, daye. Zarok…’’

Di bin masê re min birayê xwe zixtikand. Pişt re ew hiş bû.

 

Me biryar da wekî delîl em wêneyê zeviya berbiroyan bikêşin, me ji beleme/qeyikê av rêt, bêrik kêşan nava golê û ji wir wêne girtin. Zûya paşnîvroyê bû gava ku serê berbiroyan vekiribûn. Wan rasterast li kamerayê dinihêrt.

‘’Ma tu dizanî navê wan bi Latînî çi ye?’’ min got.

Birayê min got ‘’Na.’’

Bi pişkîn min got ‘’Helianthus annuus.’’

‘’Zirrxweş, pirrxweş’’ got birayê min.

Bavo ji nav erdî gazî kir. Wî dixwest ew jî di wêne de be, li rex zevîyê berbiroyan, li ser kursiya bexçê rûniştî.

‘’Divê hemî li gel bin!’’

Wî şewqê xwe derxist danî ser çoka xwe, awir dan kamerayê.’’Wiha baş e?’’

Pişt re wî got:

‘’Meriv qet nizane ku pişt re firsend û kêlî careka din tên yan na.’’

Wî hergav saet ji şeşê sibehan heta nehê êvaran xwe li derveyê malê digirt, ji bilî wextê xwarinan û yê xewexilmaşeke li ser qenapê. Ew hat û çû her wek her car; li rex maseya sifreraxistî rûnişt û ew bicîhişt piştî ku şileya dawîn a di teyfikê de firr kir. Rojên destpêkê wî teyfik û qedeh bi xwe re radikirin datanîn ser benka amanşoyê. Piştre wî dev ji vê berda.

Êvaran bi trumbêlê wî tûrek diavêt. Carina wî li gel xwe desteyeka gulên berbiroyan hebûn ku sapên wan bi destmalên kaxetîn ên şilkirî rapêçayî bûn.

 

Di destekî wê de gopal û yê din bî dîwêr ve, ji odeya nivistinê di hêwanê re heta metbexê, çarçîveyên deriyan, kursî, dolab, çi bihata ser riya wê, bi ufekuf xwe jê dida alî. Li derçikê rawestiya û bihna xwe veda.

‘’Baş e ku tu rabûyî û xwe dilivînî’’, me got.

Wê got ‘’Tenê zehmetî ye.’’

‘’Lê baş e,’’ me got.

Me pêşniyarkir ku em meşînerekê peyda bikin da em karibin wê bibin ber golê. Bi rastî jî ecêbmayî xwiya kir.

‘’Di ser kêsek û keviran re? Lêê, Xwedêwend meriv ji gunehan bistirînin.’’

Me digot ya ku nexweş e ew e, di wê dema ku em saxlem in de. Ji heqqiyê jî wêdetir bû ku me hefteyên xwe yên vehesiyanê ji bo wê pêşkêşkirin. Me hesab dikir ku heta payizê ew ê bi ser xwe ve were û dev jê berde wiha bêragirî behsa mirinê bike. Wê yê xwe lê bibaniya ku ew îdî nikare wek berê virde wirde bazde. Wê yê xwe li tiştên li gor xwe bianiya û behsên dilxweşkir yên nuh bidîtana.

‘’Bi rastî jî xemginî ye gava ew pîr dibin’’ got birayê min. ‘’Lê jê nayê xelasbûn’’.

Xelk hatin ji bo seredanê û trumbêlên xwe di şiverêkê re ajotin heta ber golê. Ez û birayê xwe di wê baweriyê de bûn ku ev jihedêderiyek bû, lê dîsa jî baştir bû ku wan li ber deriyê garajê li pêşiya otomobîla dayê a sernuxamtî ya welêhiştî ranediwestiyan.

Ji pencera oda xwe ya kevn a keçînîyê min dît ku du jin di destên heryekê ji wan de qevdên gulên berbiroyan ketin trumbêla xwe ya Saab a sipî. Ew di salên dayê de bûn. Saxlem û kêfxweş. Saxlemî û kêfxweşiyeka bêşerm. Ez çûm ba dayê û min pirsî ku ew tiştekî dixwaze. Ew bîstikekê fikirî. Pişt re wê got:

’’Ji bo qehwê hê zû ye.’’

 

Şevekê gava ez vezeliyabûm û min dixwend, min bihîst ku ew dikene. Kenekî rep û zelal ê jidil ê gepdagir ku xweş hat bihîstin, lê ew qas kurt kêşa ku pişt re ez ketim gumanê ku gelo min rast bihîst.

’’Bavo ye’’, got birayê min û xwe dirêj kir gava serê sibê min jê re behs kir. ’’Ew hê jî dikare wê bikenîne.’’

Min got ’’Lê min tu deng, tu pistepist nebihîstin. Tenê kenên bilind. Pişt re her tişt hiş bû.’’

’’Nexwe, ew xewnek bû’’, got birayê min.

 

’’Divê tu rabî, em ê alîkariya te bikin. Tenê kêliyekê, pişt re cardin biçe û xwe vezelîne.’’

Bi sebir û bêyî ku em dengên xwe bilind bikin me pê re liberxwe da, dawiya dawîn belkî jî ji bo ji me xelas be, zor da xwe rabû rûnişt.

’’Hûn nizanin çawa ye,’’ wê got.

’’Helbet em nizanin çawa ye,’’ me got û heryekê bi biryarderî bi milekî wê girt ew rakir şipiya.

Min ji birayê xwe pirsî ‘’Ma yê xawlîyeka paqij danî ser benka mitbexê tu yî?’’. Me pişta xwe dabû zeviyê berbiroyan û em li ser îskeleyê rawestiyabûn, êvara dawîn bû.

‘’Ehhh,’’ got birayê min bi ken, ‘’bi ya min buya, çi xawlî hene min ê hemî bavêtana der.’’

‘’Lê birra jî ew nexweş e, bi vî yan wî awayî.’’ Min xwe zîvirand, ez varqilîm. ‘’Bala xwe bide wan!’’ Min xwe tu carê li wan nehêwirand. Ez qet ji wan têr nedibûm. Birayê min xwe zîvirand û nihêrt. Berbiroyan jî paşde awir davêtin me; leşkerekî ji neferên lal.

’’Di nêzîk de ê bimirin’’, wî got.

’’Lê çawa, hîn dikare pênc deh salên din jî bikêşin’’ min got.

Birayê min got ’’Ez behsa berbiroyan dikim.’’

 

Serê sibê ew bi gopalê xwe li navbera odeyan vizikî, kontrol kir ku me tu tişt jibîr nekiribe.

’’Kilîtên we bi we re ne?’’ wê got.

Min destê xwe xist çentê milan û qevda kilîtan li bêrîka piçûk peland, birayê min li bêrîka pantolonê xwe li ya xwe geriya.

’’Telefonên we?’’

’’Mayoyên li ser şirîta derva?’’

‘’Alavên li cilşoxanê?’’

Me tûreka din li hundurê malê avêt ji bo em wê aram bikin û me cotek gore û firçeyeka poran dîtin. Pişt re em çûn derva ba turumbêlê ku bavo li wê derê li hêviya me bû. Wî bîdoneka plastîk tijî bi gulên berbiroyan xistibû paşiya erebê, ava wê peşkiyabû dorê.

‘’Ku hûn gihaştin wir li hev parê bikin’’ wî got, ‘’yan jî hûn çawa dixwazin wer bikin.’’

Me hê nizanibû. Ez jî û birayê min jî em ê roja din her yek li gel malbatên xwe derketana seferê.

Piştre me dît ku ew di pelikan re hilkişiyabû. Du hefte bûn ku cara pêşiyê ew derketibû dervayê malê. Ew li ber tavê rawestiya, destê xwe li ser çavên xwe kir sîber. Eger ne ji gopêl buya wê her weka xwe ya hergav xwiya dikir. Dimena her eynî xatirxwestina berê bû, bi dar û deviyên stirîbelg ên kevn ên berê çerçevekirî/dorlêpêçayî, hestên hevrik ên bêrîkirinê û arambûn.

Dawiya dawîn wiha bû ku wê gulên berbiroyan dîtin.

Evert, yê cîran, derketibû û masî digirtin. Ji qeyikê dîtibû ku bavo li ser şiverêkê ya navbera zeviyê berbiroyan û mişarên sewzeyen vezeliyaye. Wî ajot derket peravê û fahmkir ku bavo miriye, her çendîn wiha xwiya nedikir jî. Ew ser pişte vezeliyabû, destên wî li ser zik bûn û li gor Evert welê dixwiya ku xilmaşî xewê bûbe, belkî jî wî welê destpêkiribû, lê bi ferqa ku vê carê nema şiyar bûbû.

Dayê gava Evert hilkişiyabû gazî anîbû malê û vegeriyabû, dabû pey wî. Ew diricifî lê biryarder bû, wî got gava me xurdekariyên buyerê jê pirsin. Gava ew daketibûn ber golê wî kursiya bavo ya bexçe derxistibû pêş da ew li serê rûnê. Pişt re ew hilkişiyabû çûbû malê da li hêviya ambulansê be.

 

Ji dema pêşî û pê ve min mihawele kir ez wî dîmenê wê jina porsipî ji ber çavên xwe bidim alî ya ku li hênkayiya êvarê li ser kursiya bexçe li rex cendekê mêrekî ku ew çel û pênc sal bûn pê re zewicandî bû rûniştibû. Dîmenekî bixof bû. Piştre min xwe fêr kir ez yê din jî bibinim: wê daristane-piçûka berbiroyên ku diseridîn, gihayên erdê yên bi xunava şevê serşil û bi pelên pêşîn ên payizê deqandî, aramiya li ser golê ya di bin de wê jiyana lal a destlênedayî, gopalê ku wê ew danî da porxeleka li ser eniya mêrê xwe bide alî.

Ew miriye lê hê bi temamî veder nebuye, wan hê bîstikeka hevpar bi hev re maye.

 

Wergera ji Swêdî: Mûrad Ciwan

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: