Şerê Melazgirê (1071) û Rola Her Sê Dewletên Kurdan

 

Murad Ciwan

 

KURTIYA GOTARÊ

Ev gotar şerê Melazgirê yê 26’ê Tebaxa/Agustosa  1071ê, ku di navbera Sultan Alparslanê Selçûqî û Împaratorê Romaya Rojhilatê (Bîzansê) Romanos Diogenes de qewimî, di çarçoveya siyasî ya Daru’l Îslamê (Xelîfetiya Ebbasî) û dewletên misilman ên li deverê dinirxîne. Mijara sereke ew e ku vegotina fermî ya îdeolojiya resmî ya dewleta Tirkan a li ser vî şerî, ango Serkeftina Melazgirê dergehê tirkbûna Anatoliyayê vekiriye, heta çi radeyê bi çavkaniyên dîrokî re lihevhatî ye û Kurdan di vî şerî de çi rol lîstine. Bi hemberkirina çavkaniyên Îslamî, Bîzansî û Ermenî, tê nîşandan ku Alparslan di vê bûyerê de ne wek sultanekî neteweyî yê Tirkan (ku îro wek padîşahekî dewletê jê tê fahmkirin), lê wek emîrê mezin ê pîrîmîum(her wekî serokwezîrên nuha) ê Daru’l Îslama Xelîfetiya Ebbasî ya Sune tevdigere. Herwiha dewletên Kurd ên Merwanî, Rewadî û Şedadî, ku li herêma bakur û rojavayê Daru’l Îslamê, li serhedên cîranê Daru’l Herbê- Bîzansê) ji Helebê heta Qefqasyayê desthilatdar bûn, li gor qanûnên îslamî beşdarî şer bûne, Alparslan hatiye hawara wan û leşkerên wan xwediyên roleke bingehîn bûne. Encama gotarê ew e ku têgeha “vebûna dergehê Tirkbûna Anatoliyayê” projeyeke dîroknivîsiya neteweperestî ya vê dawiyê ya dema Cumhuriyetê ye, ne vegotineke rast a bûyerên sedsala yazdehê ye.

 

Peyvên sereke: Şerê Melazgirê, Alparslan, Romanos Diogenes, Merwanî, Rewadî, Şedadî, xelîfetiya Ebbasî, Tirkbûna Anatoliyayê, dîroknivîsiya neteweyî.

 

Destpêk

Şerê Melazgirê di 26ê Tebaxa 1071ê de li Melazgirê; bajarekî biçûk ê di bin siya Sîpanê Xelatê de, qewimî. Di dîroknivîsiya fermî ya îdeolojîya neteweperest a dewketa Tirkiyeyê de ev bûyer wekî yek ji girîngtirîn qonaxên dîroka Tirkan tê pîrozkirin. Li gorî vê vegotinê, artêşa Sultan Alparslanî a Tirk li Melazgirê Împaratorê Romaya Rojhilatê (Bîzansê) Romanos Diogenesî têk bir û piştî wê têkçûnê deriyê Anatoliyayê li ber sefer, cîhad û koçên Tirkan vebû; Anatoliya hêdî hêdî bû welatê Tirkan.

Ev vegotin di pirtûkên dersê de, di medyayê û edebiyatê de, di pîrozbahiyên dewletê û di çalakiyên fermî de bi awayekî berfireh tê dubarekirin.

Lêbelê gava mirov li ser bingeha çavkaniyên dîrokî yên Îslamî, Bîzansî û Ermenî vekolînekê dike, wêneyekî cuda derdikeve meydanê. Di wî wextî de têgeha neteweyî ya tirkîtiyê bi awayê îroyîn tunebû; dewletên misilman di çarçoveya Daru’l Îslamê (Xelîfetiya Ebbasîyan) de bi awayekî dînî û siyasî hatibûn rêkxistin. Her çendê Selçûqî, bi sefer û talanan hatibûn nav erda Daru’l Îslamê, wan bi îddîa parastina Xelîfetiya Îslamê, bi emîrên li ser hukum ên nav van erdan re şer kiribûn, zora gelekan biribûn û di dawiyê de Tugrul, piştî wî jî Alparslan bûbûn emîru’l umerayê prîmîum ê xelîfetiyê, xelîfe desthilatdarê mezintirîn ê Daru’l Îslamê bû. Wekî xelîfeyê/mîrasîyê pêxemberê Îslamê ew lî meqamê dînî yê wekî destûra bingehîn a hemû qanûn û şer’iyetan rûdinişt. Heta ferman, fetwa û erêkirina xelîfeyî nehata wergirtin tu emîrî an emîru’l umerayî nikaribû fermanrewatiyê bike û gel û qewmên tabi’ên Daru’l Îslamê şer’iyeta wan nedihat naskirin. Ew li deverekê biserketena jî wek zordar, ne wek emîrên şer’î dihatin qebûlkirin. Tevî ku Selçûqî bi zordarî û fethan bûn serdest, Tugrul jî Alparslan jî bi ferman û fetwayên Xelîfe Qaîm Bîemrullahî bûn emîru’l umerayên prîmîum/emîrê mezin ê hemû mîran (wekî serokwezîr an sedrazamê xelîfeyên/padişahên dewleta Osmaniyan).

Lê hê ji dema emîru’l umerayê memleketê Gazneyê Mehmûdê Gazneyî ve, ne ku xelîfe lê wî bi xwe de facto navê “sultan”îyê li xwe kiribû. Li ba wî sultan dihat maneya emîru’l umerayê prîmîum. Ku Mahmûd mir, kurê wî Mesûd ket şûnê, wî jî ji xwe re got “sultan”. Ku di şerê Dandanaqanê de Tuğrul zora Mesûdî bir, Mesûdî li ordugaha bajarê Merwê textê xwe, mal, xîvet û xezîneyên xwe bicîh hiştin û ji meydana şerî reviya, Tugrul li ordugaha ba Mervê li ser textê wî rûnişt wî jî navê “sultan”iya xwe îlan kir. Gava Tugrul li Bexdayê Buweyhî hilweşandin, desthilata dunyewî (emîru’l umeratiya prîmîûm ya hemû Daru’l Îslamê) xist destê xwe, Xelîfeyê Ebbasî Qaîm Bîemrullah bi merasimeka mezin ferman û fetwa da Tugrulî ku ew bibe emîru’l umera. Tugrul bi îlankirina Xelîfeyî, lê li ba xwe ji vî meqamî re got “sultan” û berdewam kir. Pîştî mirina wî biraziyê wî Alparslanî jî şer’iyet ji xelîfe Qaîmî wergirt, wek “sultan” xwe binavkir û ev adet her berdewam bû, piştî xelîfetî hilweşiyan îdî ji padîhan re sultan hat gotin. Osmaniyan wek ku tê zanîn piştî fetha erdên Memlukiyan xelîfetî û sultanî di yek şexsê xwe yê padîşahiyê de gihandin hev. Ya divê bê zanîn Tugrul û Alpaslan ne padîşah, emîrên mezin ên Xelîfe Qaîm Bîemrullahî bûn.

Helbet piştî vê şer’iyetê hemû emîr, wezîr, walî ê xelkên nav Daru’l Îslamê ew qebûl kirin, di xutbeyan de navên wan wek berpirsên duyê yên piştî xelîfeyî dihat.

Sultan li Daru’l Îslamê herwiha fermandeyê bilindtirîn ên leşkerên Îslamê bûn. Ew bi xwe belkî li gel çend hezar leşker mihafizên xwe yên şexsî û xwedanê beşek leşker bûn, carna jî tenê mihafizên wan li gel wan bûn. Li hemû deverên Daru’l Îslamê leşkerên hemû dewlet, eyalet, dever, melîk û emîran di dema seferan û cîhadan de diketin bin fermana wî, li gel wan diçûn şerên dijminan û feth û cîhadan. Ew jî gava li devereka Îslamê êrîş bihata ser melik, emîr yan waliyekî, mecbûr bûn yan esker bişînin yan ew bi xwe biçin alîkarîya wan.

Gava şerê Melazgirê rû da rewşa Alparslanî û leşkerê wî ev bû.

Her wiha divê bê diyarkirin, li devera ku şerê Melazgirê lê rû da, sê dewletên Kurdan ên bihêz hebûn: Merwanî li başûrî, Rewadî li rojhilatî û Şedadî li bakurî; li devera Eran û Qefqasyayê. Ev dewlet ne bindestên ku bi darê zorê hatibin fetihkirin, lê hevkarên sultan bûn di nav sîstema Daru’l Îslsmê de.

Armanca vê gotarê ew e ku şerê Melazgirê ji çarçoveya vegotina neteweyî ya Tirk derxe û di çarçoveya dîroka Îslamî, qanûnên Daru’l Îslamê, rola Sultan Alparslanî û ya dewletên Kurdan de binirxîne. Ji bo vê armancê, pêşîyê çarçoveya dîrokî ya şer, paşê rewşa dewletên Kurd, dûv re rola Kurdan di şerî de û di dawiyê de rexneya li ser teza Tirkbûna Anatoliyayê tên nirxandin.

Çarçoveya Dîrokî ya Şerê Melazgirê

Di sedsala yazdehê de Daru’l Îslam di navbera du hêzên mezin ên Îslamî de dabeş bûbû: xelîfetiya Ebbasî ya Sune li Bexdayê û xelîfetiya Fatimî ya Şiî/Îsmaîlî li Qahîreyê. Li aliyê rojavayî Împaratoriya Romaya Rojhilatê (Bîzansê) hebû, ku sînorên wê heta Entaqyayê, Rihayê û beşên Ermenîstanê diçûn. Sultanên Selçûqî yên ku ji Asyaya Navîn hatibûn, di nava vê nexşeya siyasî de wek hêzeke leşkerî ya Sune xwe bi xelîfetiya Ebbasî ve girê dabûn. Tugrul û paşê Alparslan, bi fermana xelîfe, wek emîrê mezin ê mîran (sultan) desthilata dinyewî ya xelîfetiyê bi dest xistibû.

Alparslan di sala 1071ê de ne ji bo dagirkirina Anatoliyayê, lê ji bo sefera ser Fatimiyan derketibû rêwîtiyê. Ew di ser Şeddadiyan, Rewadiyan û Merwaniyan re pêşîyê çûbû Rihayê, ku wê demê di destê Bîzansiyan de bû, nikarîbû Rihayê fetih bike, berê xwe dabû Helebê ji bo ku waliyê Helebê yê Fatimî bixe bin fermana Ebbasîyan. Di vê navberê de xeber hat ku Împaratorê Bîzansê Romanos Diogenes bi artêşeke mezin ber bi rojhilatî ve tê. Alparslanî nexwest şerê Bîzansê bike; wî dixwest sefera xwe ya li dijî Fatimiyan bidomîne. Lê împaratorî sefera xwe nebirî û li ser hidûdên Îslamê bi pêş ve çû. Alparslan mecbûr ma ku di alî Bêrecûkê re ji Firatê derbas be vegere. Wî di ser Ruhayê re, di berriya Mêrdînê û Hesenkêfê re, di Bidlîsê re, di biniya Gola Wanê re xwe gihand bajarê Rewadiyan Xoyê. Li wê derê mezin û pêşhatîyên xelkên Melazgirê hawar gihandinê ku Împaratorê Romayê Melazgir dagir kiriye û hemû xelqên misilman qewirandine. Li ser vê xeberê Alparslanî malbata xwe û giraniya artêşa xwe li Xoyê teslîmî wezîrê xwe Nîzamulmulkî kir da bibe Reyê û bi leşkerên sivik ên siwarî yên her yekê xwedanê du hespan ve ber bi Melazgirê ve rewan çû.

Berî şerî jî Alparslanî qasid şandibû ba împaratorî û pêşniyar kiribû ku li hev bikin û împarator vegere. Lê Romanos Diogenes ev pêşniyar qebûl nekir; li gorî çavkaniyên Îslamî, wî got ku cihê rawestina wî dê li Reyê be û cihê heywanan/welaqan jî li Hemedanê be. Ev gotin nîşan dide ku împaratorî bi xwe şer dixwest.

Şer di encamê de li Melazgirê qewimî û artêşa Bîzansê têk çû; Împarator bi xwe jî esîr ket. Piştî şerî Alparslanî bi împaratorî re li hev kir, şertên bacê û vegerandina hin bajaran danîn berê û ew bi awayekî birûmet heta li gel dayina xerceriya wî ew şand. Lê împarator piştî vegerê li ser riya paytext Konstantînopolîsê ji aliyê dijberên xwe ve hat xapandin, êdîtkitin û korkirin, ji textî hat daxistin û ew di sala 1072yê de di nav zelîltiyekê de mir.

Rewşa Dewletên Kurd di Sîstema Daru’l Îslama xelîfetiya Ebbasiyan de

Ji bo têgihiştina rast a şerê Melazgirê, divê mirov fêm bike ku di wê serdemê de li herêma ji Helebê heta Qefqasyayê sê dewletên Kurd ên bihêz hebûn: Merwanî, Rewadî û Şedadî. Merwanî li herêma Xelatê, Bidlîsê, Farqînê, Amîdê, Mêrdînê, heta Rihayê desthilatdar bûn; du paytextên wan Amîd û Meyafarqîn bûn. Rewadî li Azerbaycanê, ji rojhilatê Gola Urmiyeyê heta gola Wanê û heta rojhilatê Tebrîzê û Meraxeyê desthilatdar bûn; paytexta wan Tebrîz û piştre Meraxe bû. Şedadî jî li bakurê gola Wanê, Eranê, li Genceyê, Dvînê û Aniyê desthilatdar bûn. Ev sê dewlet di çarçoveya Daru’l Îslama xelîfetiya Ebbasîyan de wek dewletên serhedên rojava û bakurê rojavayî yên misilman hatibûn qebûlkirin.

Wekî berê derbas bû, li gorî sîstema Îslamî, xelîfe serokê dînî û siyasî yê giştî bû, desthilata dinyewî di destê emîrul umerayê mezin de bû, ku jê xwe re sultan digot. Ne melikên milkan, lê bi awayekî emîrê îqtayî yên milkên xelîfetiyê bûn, her dever û memleket jî xwediyên emîr û melikên xwe bûn, bi taybetî li rojavayê Daru’l Îslamê gelek emîrên Selçûqî û Tirkmanên Oxuzî jî hebûn, hema hema temamê wan îqtaî bûn. Çimkî yasayên Îslamê destûr nedida ku di dema fatihkirina warekî bin hukmê Daru’l Îslamê de ew dest deynin ser milkên ne yên misilmanan, ne jî ne-misilmanan. Li gor Îslamê destdanîna ser milkan tenê di dema fethên Daru’l Herbê de helal bû.

Li gorî qanûna wê demê, gava Tugrul yan Alparslan dihat welatê Kurdan ew li gel leşkerên xwe tevî wî dibûn û beşdarî di seferên wî de dikirin. Ev rêkeftineke siyasî û dînî bû, ne serdestî û bindestiya bi darê zorê bû.

Mînaka herî baş a vê têkiliyê bûyera sala 1064an e. Alparslan di wê salê de ne ji bo fetihkirina welatê Şedadiyan, lê ji bo parastina wan ji dagirkeriyên kralên Ermeniyan yên ser bi Romayê ve çûbû herêmê. Ew gava gihaştibû paytexta Şeddadiyan Genceyê, neketibû hundurê paytextê, Emîrê Şeddadî Ebu’l Eswar (Ebu Siwar) Şawur li dervayî paytextê pêşwazî lê kiribû, merasim çêbûbûn, xelat û diyarî dabûn hev, bi hev re çûbûn şerî. Leşkerên Şedadî, Rewadî û yên din beşdarî artêşa wî bûn û bi hev re êrîşî arteşên û erdên kralên Ermeniyan ên ser hin deverên Bîzansê kirin. Paşê jî Alparslanî bajarên girtî; her wekî Anîyê radestî mîrên Şedadî kirin. Emîr jî li hemberî vê pereyekî zêde dabû kurê Alparslanî; Melikşahî. Çimkî eskerên Melîkşahî ew bajar zeft jiribû.

Di sala 1071ê de Alparslan di sefera ser Fatimiyan de gava ji van her sê welatên Kurdan derbas bû,  hat Amîdê, ew cardin li derveyî bedena Diyarbekirê ma, neket hundurê bajêr. Mîr û fermandeyên  Merwaniyan ku birayê Emîr Nîzamuddîn Nasirî; Seîd û biraziyekî wî li gel leşkerên Merwaniyan tevî wî bûn, qasî sed hezar dînar jî li gel xwe anîn li qerargehê dan wî.

Ew neçûbû nav bajêr lê Emîr Nîzamuddîn Nasir li derveyê bedenê pêşwazîya wî kiribû, wan xelat, nîşan û bexşîş dabûn hevdû. Li wê derê orduya Merwaniyan tevî sefera Alparslanî bûbû.

Ev yek nîşan dide ku têkiliyên navendê û deveran li ser hevkarî û qanûnên Îslamî bûn, ne li ser dagirkirin û bindestkirinê.

Rola Kurdan di Şerê Melazgirê de li gor Çavkaniyan

Çavkaniyên dîrokî yên Îslamî bi awayekî eşkere behsa hebûna Kurdan di artêşa Alparslanî de dikin. Dîroknasê Îslamî Îbn Cewzî dinivîse ku dema Alparslan çû şerê Melazgirê, nêzî 10 hezar Kurd jî di artêşa wî de bûn. Dîroknasekî din ê Îslamî, Ibn Dewadarî, jî dinivîse ku di nav artêşa Alparslanî de 10 hezar Kurd û hinek ji qewmên din hebûn. Dîroknasê Bîzansî Michael Psellos jî, ku di wê serdemê de jiyaye, dema behsa Alparslanî dike, wî wek “qralê Kurdan û Persan/Eceman” binav dike, ne wek qralê Tirkan. Ev gotin bi serê xwe nîşan dide ku nasnameya leşkerî ya artêşa Alparslanî ji aliyê Bîzansiyan ve jî wek Kurd û Pers dihat dîtin.

Herwiha çavkaniyên Ermenî jî behsa hebûna Kurdan dikin. Matthewê Rihayî (Urfalı Mateos); dîroknasê Ermenî yê serdema navîn, dinivîse ku di şerê li dijî Bîzansiyan de mîrê Şedadî Emîr Ebul Eswar Şapûr, li gel Alparslanî bû. Heta dema Alparslanî nekarî Ruhayê fetih bike, Ebul Eswar Şapurî şîret lê kirin ku çawa ew dikare dev ji Ruhayê berde bêyî ku sonda xwe xera bike.  Behsa ku dema Alparslan hat ber Amîdê, mîrê Merwanîyan leşker û pere da artêşa wî û ew beşdarî sefera wî bûn jî di Tarîxa Meyafarqînê a Îbnul Ezraqî de cih digire. Di El Kamil fî Tarîxa Îbnu Esîrî de hatiye nivîsîn ku gava Alparslanî xeber û havara xelkê kurd û misilman ê Melazgirê wergirt ew li bajarê Rewadiyan Xoyê bû. Gava sultan ji bajarê Rewadiyan here seferê ne mimkin e ku Mîrê Rewadiyan esker nedabûbê, yan ew li gel artêşa xwe pê re neçûbe. Ev hemû çavkanî bi hev re piştrast dikin ku Kurd ne tenê wek çend leşkerên bêserûber, lê wek hêzeke rêkxistî ya dewletên Kurdan beşdarî şer bûne.

Hejmara artêşa Alparslanî di çavkaniyan de di navbera 14 hezar û 20 hezar siwaran de tê qeydkirin. Li hin ciyan behsa 16 hezar siwaran tê kirin. Ji van, li gorî hinek dîroknasan, tenê 4 hezar leşker muhafizên taybet ên Alparslanî bûn. Ew hemû ji tirkên kole/memlûk pêk dihatin. Beşa mayî ya artêşê ji leşkerên dewletên deverê pêk dihat, ku di vê herêmê de sê dewletên Kurdan ên navborî hebûn. Ev rewş dide xuyakirin ku beşa herî mezin a artêşa ku li Melazgirê şer kir, ji leşkerên Kurdan pêk dihat.

Şerê Melazgirê û Encamên wê yên Rasterast

Têkşikiyana Bîzansiyan di Şerê Melazgirê de pirsgirêkên navxweyî yên mezin anîbûn ji Împarator Romanos Diogenesî re ku ev pirsgirêk dewama yên berî şerî bûn. Ew ji aliyê hinek general û siyasetmedarên Konstantînopolîsê ve dihat dijberîkirin. Di artêşa Bîzansê de generalên ku dixwestin bibin împarator, di şerî de artêş bicî hişt û şer nekirin. Wekî din, têkiliyên Împaratoriya Bîzansê bi Ermeniyan re jî xirab bûbû. Bîzansê gelek prensên Ermenî ji deverên wan dûr xistibûn û mafên wan kêm kiribûn. Ji ber vê yekê leşkerên Ermenî yên di artêşa Bîzansê de piştgiriyeke dilsoz nedan Împaratorî. Matthewê Rihayî yê esil Wrmenî vê yekê wek xezeba Xwedê ya li ser serê Împaratorî bi nav dike. Beşek leşkerên orduya Împaratorî ji şerkarên qebîleyên turknîjad Peçenekan û Guzan(Oguzan) pêk dihat ku wan di nav şerî de teref guhart û ew hatin nav orduya misilmanan.

Alparslan berî şerî careke din qasid şandibû û pêşniyar kiribû ku li hev bikin, lê împarator ev pêşniyar red kiribû. Şerî dest pê kir û artêşa Bîzansê di nav çend saetan de belav bû. Împarator bi xwe jî dîl ket. Alparslan li gel împaratorî bi awayekî birûmet tevgeriya; lihevhatinek kir ku li gorî wê dê bac bihata dayîn, hin bajarên sînorî vegeriyana Daru’l Îslamê ku ew bajar li alî bakur û rojavayê Antakyayê û Meraşê bûn ku gelek caran dest guhertibûn. Esîrên misilmanan yên di destên Bîzansiyan de jî ê bihatana berdan. Li ser daxwaza Alparslanî, Împarator soz da ku keça xwe jî bide wî. Lê Împarator got ji ber ku xezîneya wî di seferê de xerc bûye, nikare tavilê bacê bide; ger ew zû vegeriyaya û împaratoriya xwe biparastaya, dê ev soz bi cih bianîyana. Alparslan ew berda û ji bo rê jî, 10 hezar dînar dan wî.

Romanos Diogenes vegeriya, lê dijberên wî li Toqatê ew girt, çavên wî korkirin û ew avêt zîndanê. Piştî demekê di sala 1072an de mir. Alparslan ji vê bûyerê gelek aciz bû û qasid şand ku nerazîbûna xwe nîşan bide. Her eynî salê Alparslan jî di nav Şeddadiyan re sefera xwe ya ber bi Maweraunnehrê; Asyaya Navîn destpêkir û li dora Belxê ji aliyê mîrê kelehekê ve hat kuştin(1072). Hin tarîx îddîa dikin ku ev mîr Xwarezmî, hin jî dinivîsin ku Kurd bû.

Rexneya li ser Teza Tirkbûna Anatoliyayê

Vegotina fermî ya îdeolijiya dewleta Tirkan îddîa dike ku piştî şerê Melazgirê dergehên Anatoliyayê li ber Tirkan vebûn û Anatoliya hêdî hêdî bû Tirk. Lê vê tezê gelek kêmasiyên dîrokî hene. A yekê, Alparslanî û Selçûqiyên wê demê planeke dagirkirina Anatoliyayê wek projeyeke neteweyî nebû. Sefera wan a sereke li dijî Fatimiyan bû, ne li dijî Bîzansê. Piştî şer jî Alparslan berê xwe da rojhilatî, ne Anatoliyayê ango nav erdên Romaya Rojhilatê. Û di 1072an de hat kuştin jiyê wî yê ku tera tu sefereka ber bi Rojava de bike nema. Kurê wî Melikşah jî ku hat ser textî, bi şerên navxweyî yê desthilatê meşgûl bû ne bi sefereka nav Romayê. Bi vê re, desthilata Selçûqiyan gelek salan di nav şerên navxweyî de ma û yekîtiya mezin a Selçûqiyên Daru’l Îslamê belav bû, mîrekiyên piçûk ên Atabekan/ew Tirkên ne-Selçûqî yên esil kole/memluk ku bi zîrekiyên xwe diketin çavên xelîfeyan û emîran, dihatin azadkirin, misilman dibûn û dibûn atabekên şehzadeyan.

Ya din, Selçûqiyên Rûmê, yên ku paşê li Anatoliyayê dewletek ava kir, ne bi rêya Melazgirê, lê ji başûrî re, ji Helebê û Entaqyayê, ketin nav erdên Daru’l Herba Romayê. Ev rê jî ji aliyê Selçûqiyên din ve dihat astengkirin, çimkî ji kevn de ew dijminê Arslanê kurê Salçûqî û kurê wî Qutalmişî û kurê wî Suleyman Şahî bûn. Her sê jî di vê reqabetê de hatin kuştin. Ev nîşan dide ku Tirkbûna, ya rasttir misilmanbûna Anatoliyayê ne encameke plansazkirî ya Melazgirê bû, lê pêvajoyeke tevlihev û bi nakokiyên navxweyî bû.

Ya sêyê, têgeha “Tirkbûna Anatoliyayê” bi awayê ku îro tê zanîn, fenomeneke nû ye. Di serdema Selçûqî û Osmanîyan de nasnameya sereke ya misilmanan ne Tirkîtî, lê Îslam bû. Misilmankirina Anatoliyayê pêvajoyeke dîrokî ya berfireh bû ku tê de Tirk, Tirkmen, Kurd, Ereb, Faris û gelek miletên din ên ku berê xiristiyan bûn lê piştre bûbûn misilman beşdar bûn.

Tirkkirina Anatoliyayê wek siyaseta dewletê bi taybetî piştî sedsala nozdehê, bi têgihiştinên neteweperestî yên ji Ewropayê wergirtî, dest pê kir. Bi gotineke din, projeya Tirkkirina Anatoliyayê ne xwediya bingeheke şerê Melazgirê ye, lê projeyeke modern e ku paşê li ser dîrokeke destkird hatiye avakirin.

Çavkaniyên Bîzansî jî şerê Melazgirê bi wê mezinahiya ku Tirk didinê, nabînin. Ji bo wan, têkçûna Romanos Diogenes di serî de encama pirsgirêkên navxweyî yên împaratoriyê bû, ne encama serkeftineke mezin a leşkerî ya dijber. Ermenîyan jî bûyerê wek xezeba Xwedê ya li dijî zordestiya Bîzansê dinirxand.

Dîroknasên Îslamî jî şerê Melazgirê piştre di serdema seferên Xaçparêzan de wek qehremaniya sultan û ya leşkerê Îslamê, serkeftineke Îslamê li hember Bîzansê dibînin, ne wek serkeftineke Tirkîtiyê. Loma, girîngiya şerê Melazgirê wekî “vebûna dergehê Tirkbûna Anatoliyayê” ji aliyê çavkaniyên serdemê ve nayê piştgirîkirin.

Encam

Şerê Melazgirê yê 1071ê di eslê xwe de şerekî di navbera hêza Îslamî ya Daru’l Îslama Ebbasîyan û Bîzansê de bû, ku tê de Sultan Alparslan wek emîrê mezin ê xelîfetiya Ebbasî tevdigeriya. Ev şer ne encama projeyeke neteweyî ya Tirkkirina Anatoliyayê bû, lê encama têkiliyên siyasî yên navbera hêzên Îslamî û Romayê bû. Dewletên Kurd ên Merwanî, Rewadî û Şedadî jî wek sê beşên Daru’l Îslamê, li gor qanûnên Îslamê, wek hevkarên Sultanî beşdarî şer bûn û leşkerên wan beşeke bingehîn a artêşa Îslamê bûn ku fermandeyê wê Alparslan bû. Çimkî şer li devera van her sê dewletên Kurdan bû. Melazgir berî dagîrkirinê bajarê Merwaniyan bû, paşê ku hat rizgarkirin li wan hat vegerandin. Çavkaniyên Îslamî û Bîzansî vê rastiyê piştrast dikin.

Vegotina fermî ya Tirkiyeyê ya li ser Melazgirê, ku wê wekî destpêka Tirkbûna Anatoliyayê pîroz dike, ne tenê dîrokê çewaşe dike, lê di eynî demê de rola Kurdan û miletên din ên misilman jî ji holê radike. Ev vegotin ji bo armancên siyasî yên îroyîn hatiye avakirin, ne ji bo ronîkirina rastiya dîrokê. Lêkolînên berfirehtir li ser çavkaniyên serdemê, bi taybetî çavkaniyên herêmî, dikarin wêneyekî rasttir ê vê bûyerê û rola Kurdan di dîroka Îslamê de derxin holê. Pêwîst e dîroknivîsî ji alîgiriyên regezperestî şovenî-neteweyî bê paqijkirin û bûyerên wekî Melazgirê di çarçoveya xwe ya dîrokî de bêne nirxandin. Ji bo Kurdan dîroknivîsîyeka serbixwe ya xwemalî lazim e da ksribe çewaştiyên dîrêka Tirkan a li ser Kurdan sererast bike.

Çavkaniyên Serekî

  • Ibn Cewzî (Ibn al-Jawzi)
  • Ibn Dewadarî
  • Michael Psellos (Mîşel Selos)
  • Matthewê Rihayî (Urfalı Mateos)
  •  Ibnul Ezraq (Ibn al-Azraq al-Fariqî)
  • Muneccimbaşî (Ahmed Dede)
  • Ebu’l Ferec/Bar Habreûs
  • Îbn Esîr, El Kamil fî Tarîx
  • Îbnul Ezraq, Tarîxa Meyafarqînê.

 

Leave a comment