“Ger Kurdan gazî nekira Tirkê Mezin (Yavuz Selim) qet cesaret nedikir êrîşî Şah Îsmaîlî bike.”
Giovanni Mario Angiolello
Nivîskar: Murad Ciwan
KURTE
Şerê Çaldiranê yê ku di sala 1514ê de rû da, di hevrikiya Osmanîyan-Sefewîyan de bû xaleke werçerxînê ya diyarker. Ev xebat, balê dikêşe ser aliyekî vê rûdanê ku di dîroknivîsiya kevneşopîyê de ya di rewacê de pirê caran tê paşguhkirin û rola diyarker a hukumdar û mîrên Kurdistanê ya di biryardana Sultanê Osmanî Selîmê I. de ya ji bo sefera rojhilatê; sefera ser Ecemê, vê behsê vedikole. Di ronahiya belgeyên arşîvan, kronîkên wê serdemê —bi taybetî Selîm Şah-nameya Îdrîsê Bidlîsî, nameyên ku ji bal mîrên Kurdan ve ji Selîmê I. re hatine şandin, Şerefnameya Şeref Xanî û vegotinên çavdêrên Venedîkî— de, tê ronîkirin ku Sultan Selîm piştî derketina ser textî, ya rastî, di nav amadekariyên sefereka ser Mecaristanê de bû, lê li ser gazîkirinên/bangên hukumdar û mîrên Kurdistanê ên di bin zexta Sefewiyan de, herwiha nuner û rûspiyên civakên din ên Misilmanên Sunnî yên bin eynî desthilatdariyê, wî berê sefera xwe guhert da Ecemê.
Xebat analîz dike ku, ne tenê beriya şerî, lê di dema wî de û pişt re jî, Kurdan di têkoşîna rizgarkirina axa xwe de ya ji bin desthilatdariya Sefewiyan roleke aktîf û damezrêner lîstiye. Tevî dilnexwaziya paşayên Osmanî û beşeke girîng a ordiyê û tevî ku Sultan Selîmî carinan nikaribû sozên xwe bi temamî bîaniya cih jî, giringiya piştgiriya ku wî da Kurdan tê destnîşankirin; kartêkiriya vê prosesê li ser tevlêbûna Kurdistanê ya di qada siyasî ya Osmanî de û paşê amadekirina zemîna stratejîk a sefera ser Memlûkan tê nirxandin.
Peyvên Kilîl: Şerê Çaldiranê, Selîmê I., Şah Îsmaîl, Kurd, Îdrîsê Bidlîsî, Têkiliyên Osmanî-Sefewî, Kurdistan.
RÊBAZ
Ev xebat, li ser rêbaza/metoda lêkolîna dîrokî ya çawanî (kalîtatîf) ava bûye. Di lêkolînê de wekî çavkaniyên sereke yên bingehîn ev berhemên han û komên belgeyan hatine bikaranîn:
· Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şah-name (ku wekî biyografiya Sultan Selîmî ye. Ji qelema aktorekî derketiye ku rasterast şahidê bûyerên wê demê bûye û di nava pêvajoyê de cih girtiye).
· Şeref Xan, Şerefname (agahiya berfireh li ser dîroka Kurdan a sedsala 16ê û rewşa mîrektiyan).
· Seyahetnameyên Giovanni Maria Angiolello û bazirganekî Venedîkî (vegotinên çavdêrên Rojavayî û şahidiyên wan ên wek çavdêriya derve).
· Hesen Rumlu, Ehsenü’t-Tewarîx (çavkaniyeke girîng a ku dîroknivîsiya Sefewîyan û nêrîna hevrik/dijber dide ronîkirin).
· Şukrîyê Bidlîsî, Selîmname (yek ji nimûneyên dîroknivîsiya resmî ya Osmanî).
· Belge û fermanên arşîva Osmanî yên serdemê; bi taybetî îstîmaletnameyên derbarê fetha Diyarbekirê û nameyên ku hukumdar û mîrên Kurdan ji Sultan Selîmî re şandine.
Çavkanî bi awayekî berawirdkirinê/hemberkirinê hatine analîzkirin; bi taybetî cudahiyên di navbera vegotina resmî ya Osmanî û çavkaniyên Kurd, Sefewî û çavdêrên Rojavayî hatine nirxandin. Wekî din, bi liberçavgirtina dînamîkên siyasî, mezhebî û leşkerî yên serdemê, têkiliyên sedemîtiyê yên di navbera bûyeran de hatine vekolîn.
Têbînî li ser Termînolojiya Çavkaniyan
Di vê xebatê de şexsên dîrokî, civak, dewlet û sazî bi qasî ku mimkin be bi navên ku di çavkaniyên serdema wan de hatine bikaranîn, hatine binavkirin. Ev tercîh ne îşareteka ber bi nirxandineke siyasî, dînî an îdeolojîk de ye, lê prensîbê esasgirtina termînolojiya çavkaniyan a di dîroknivîsiyê de dide ronîkirin.
Di vê çarçoveyê de têgiha “Qizilbaş” a ku di dirêjahiya gotarê de hatiye bikaranîn, di wateya xwe ya dîrokî de ya ku di çavkaniyên Osmanî, Sefewî û Ewropî de hatiye bikaranîn yên ku di sedsala XVIê de derbas dibin. Di çavkaniyên serdemê de ev nav, ji bo civakên ku bingeha leşkerî û siyasî ya Dewleta Sefewî pêk dianîn, bi awayekî berbelav dihat bikaranîn û navek bû ku ji aliyê Sefewiyan ve hatibû lixwekirin, ji bal wan ve hatibû qebûlkirin. Ji ber vê yekê di vê xebatê de têgih, tenê di wateya xwe ya dîrokî ya di çavkaniyên serdemê de hatiye bikaranîn; bi wateyên cuda an biçûkxer re yên ku îro li nik hin derdoran hene tu têkilî nehatiye danîn. Agahiyên berfireh ên derbarê paşxaneya dîrokî ya têgiha “Qizilbaş” û guherîna wateya wê ya bi demê re, di pêveka dawiya gotarê de cih digirin.
DESTPÊK
Di destpêka sedsala 16ê de bilindbûna xanedana Sefewîyan ya li erdnîgariya Ecemê, ku li herêmeke berfireh a ji sînorên rojavayî yên Kurdistanê li Sêwasê heta Ecemistanê û Meweraunnehrê diçû, bû sedema guherînên siyasî, leşkerî û mezhebî yên kûr. Gava Şah Îsmaîl di 1501ê de Tebrîz fetih kir û Şiîtiya Dwazde Îmaman wekî mezhebê fermî îlan kir, ev yek ji bo civakên Sunnî yên li herêmê û dewletên cîran, têgihîştineke nû ya tehdîdê anî meydanê. Ji aliyê Dewleta Osmanî ve jî, berfirehxwaziya Sefewîyan, ne tenê meseleyeke mezhebî, lê her wiha bûbû meseleyeke siyasî û jeostratejîk.
Di dîroknivîsiya Tirkan de Şerê Çaldiranê bi giştî wekî gava leşkerî ya mezin a yekê ya serdema Sultantiya Yavuz Sultan Selîmî tê pêşkêşkirin û wisa tê nîşandan ku padîşah ji serî ve bi biryarderî berê xwe daye “sefera rojhilatê”. Lêbelê gava çavkaniyên bingehîn ên serdemê tên vekolan, tê dîtin ku tablo rastiyeke dîrokî ya tevlihevtir nîşan dide. Ev xebat, bi taybetî Selîm Şah-nameya Îdrîsê Bidlîsî, Şerefnameya Şeref Xanî, raporên bazirgan û balyozên Venedîkî, kronîkên Osmanî yên serdemê û belgeyên arşîvan dike navend û îddîa dike ku hêza ajoyî ya Şerê Çaldiranê tenê bi îradeya şexsî ya Sultan Selîmî nikare bê ravekirin; banga dîrokî/stratejîk a hukumdar û mîrên Kurdan ên di bin zext û zora Sefewiyan de û daxwazên alîkariyê yên civakên din ên Misilmanên Sunnî, di vê guhertina berê seferê de faktorên gellek bihêz bûn.
Tezên sereke yên gotarê wisa tên kurtkirin:
1. Gava Sultan Selîm derket ser textê seltenetê, hedefa wî ya ewil ne desthilata Sefewîyan ya li Ecemê, lê lidarxistina sefereka ser Mecaristanê bû.
2. Heyetên ku hukumdar û mîrên Kurdistanê bi pêşengiya Îdrîsê Bidlîsî şandin, faktorên sereke yên bihêz bûn ku Sultan ji bo sefera ser Ecemê razî kir.
3. Piştî serkeftina Şerê Çaldiranê, tevî dilnexwaziya paşayên Osmanî ya şerdomandinê û vekişîyana ordiyê ya bo Amasyayê ji ber zivistanê, Kurdan di pêvajoya rizgarkirina axa xwe de roleke diyarker lîst.
4. Tevlêbûna Kurdistanê ya qada siyasî ya Osmanî, bi piranî di çarçoveya hevpeymaniyên dilxwazîya serbest, peymanên karîger, berat û îstîmaletnameyan de pêk hat; vê pêvajoyê paşê zemîna stratejîk a sefera ser Memlûkan amade kir.
RÛDANÊN BERDESTKIRÎ
Amadeyiyên Sultan Selîmî yên Sefera Ser Mecaristanê û Meyla li Ser Rojavayê
Qonaxa derketina Sultan Selîmî ya ser textê seltenetê, bi şerekî dijwar derbas bû ku hê ji dema şehzadetiya wî de dest pê kiribû. Nikare bê gotin ku Sultan Selîmî, yê ku di 1512an de bavê xwe Bayezîdê II. ji textî daxist û bû padîşah, bi salan li Trabzona di ber devê dewleta Ecema Sefewî de walîtiya senceqê kiribû, sefer kiribû ser kelehên Bayburdê û Erzincanê yên di nava sînorên Ecem de û hewl dabû wan ji desthilatdariya Sefewiyan bistîne û dîtibû ku Şah Îsmaîl di 10-12 salan de ji Tebrîzê ber bi her çar aliyan ve berfireh çûbû û ji hemû axa dewleta mezin a Aqqoyunîyan/Bayindiriyan zêdetir jî bi dest xistibû, hay ji xetera ku dewleta Sefewî ji bo dewleta Osmanî çêdikir nebû. Wekî din, Selîm serhildan û şerên Şah Qûlû Tekelî yê peyrewê Şah îsmaîlî yên 1511-1512ê û yên Nûr Elî Xelîfe yê xelîfeyê Şahî yê 1512ê jî ji nêz ve şopandibû, baş dizanibû dewleta Sefewîyan û Şah Îsmaîlî dixwest çi bikin.
Îdrîsê Bidlîsî, di Selîm Şah-nameyê de vê rewşê Sultan Selîmê Iê bi awayekî vekirî tîne ziman:
“Ji ber ku pêwîst bû Şehzade Selîm li gorî rizaya bavê xwe tevbigere… yekem, kevneşopiya bav û kalan ya her dem, xebitîna li ser rêya xazayê, cîhadê û berfirehkirina xeleka Îslamê bû… [lê] niha bi salan e ev sine’t, heta ferzê kîfaye jî, hatiye îhmalkirin… Wekî din, li derdora memleketên Ecemê komek, bi taybetî li welatê Ecemê ê mexlûb, mesleka Qizilbaşên bêdîn derketiye meydanê.”[1]
Ji van derencamên ku ji îfadeyan tên derxistin, dikare bê diyarkirin ku Selîm hay jê hebû ku divê hem li rojavayê kevneşopiya xazayê bê vejandin hem jî li hember xetera Sefewîyan ya li rojhilatê tedbîr bên girtin.
Lê tevî vê rewşê jî, gava ku şerê textê seltenetê dest pê kir, tê dîtin ku niyeta eslî ya Selîm ne sefereka ser Ecemistanê û ketina nav şerekî dawî yê li dijî Şah Îsmaîlî û alîgirên wî bû, lê wekî ku bav û kalên wî yên padîşah kiribûn, destpêkirina bizaveke xazayê û seferê ya ber bi rojavayê, ber bi Ewrûpayê ve bû. Bi rastî jî, berevajî ya ku piraniya dîroknasan nivîsandiye; Selîm gava hat ser desthilatê, dest bi amadekariyên ne li hember Sefewiyan, lê sefereka ser Mecaristanê kir.
Eslen Selîm, ji bo qezenckirina piştgiriya yenîçeriyan, hê di serdema şerên ser textê seltenetê de planên sefera ser Mecaristanê; ber bi rojavayê ve, anîbû meydanê. Gava li ser textê padîşahiyê rûnişt jî, karê wî yê pêşîn destpêkirina amadekariyên vî alî bû. Heta meriv dikare bibêje ku heta zivistana 1513ê û bihara 1514ê, ne wekî şehzade û ne jî wekî padîşah, planeke wî ya mijûlbûna bi Qizilbaşan ve an jî sefera ser rojhilatê; ser Ecemê tune bû.
Raporên dîplomatên Venedîkî û kronîkên Osmanî yên serdemê, piştrast dikin ku Selîm di zivistana 1513ê de li Edîrneyê derbas dikir û ji bo sefera Mecaristanê erzaq û leşker dicivandin.
Hewldanên qani’kirinê yên Heyetên Kurdan
Hewldanên hukumdar û mîrên Kurdan ji bo ku Sultan Selîm li şûna Mecaristanê berê xwe bide Şahî, ber bi dawiya sala 1513ê ve gurrtir bûn.
Di eynî demê de ji erdên bin desthilata Sefewiyan heyetên din, alim û name jî dihatin. Van, zulma ku Sefewiyan li ser gelên Sunnî yên bin desthilata xwe dikirin û xetera ku ji provokekirinên wan ên li ser erda Osmanî derdiket, bi bîr Sultanî dixist û hewl dida wî razî bikin da seferê nebe ser Mecaran, lê bibe ser Sefewiyan.
Di nav van hewldanan de heyeteke Kurdan ya bi serokatiya Îdrîsê Bidlîsî jî hebû; dihat diyarkirin ku hukumdar û mîrên Kurdistanê bi rêya vê heyetê bangê/gazî Sultan Selîm dikir ji bo sefereka ser Sefewiyan û eger Sultan bê vê seferê, ew jî dê di nav refên ordiya Osmanî de şer bikin, piştî serkeftinê ê taba’tiya dewleta Osmanî qebûl bikin.
Baş e ku em hewldanên êqnakirinê yên Kurdan, sefera ku li ser vê yekê hat biryardan, Şerê Çaldiranê, paşê bûyerên qewimî û rolên ku Kurdan lîstin, bi awayekî berfirehtir binirxînin:
Piştî ku Sultan Selîm bû padîşah û çû Edirneyê, heyeta Kurdan jî gihîştibû wê derê. Îdrîsê Bidlîsî di Selîm Şah-nameyê de bi awayekî vekirî diyar dike ku ew di demên biryardanê de li Edîrneyê bû.
Îdrîsê Bidlîsî, di dema amadekariya sefera li dijî Mecaran de, diyar dike ku gelek mezlûm ji erdên bin desthilata Sefewiyan hatin ba Sultan Selîmî û hêvî û daxwaza xwe ya rizgarkirinê ragihandin: Ji ber ku di memleketên Ecemê de dema fetretê serî hildabû û li seranserê alemê fitne û fesad belav bûbû, piraniya mezlûmên memleketên di xeterê de, yên ku di navbera efendî û koleyan de ketina rewşeke xerab diyar dibû, ji dergahê Sultan Selîmî alîkarî û hawara xwe dixwestin. Bi taybetî ewareyên welatê Ecemê û mezlûmên vî diyarî, “ji ber zilmên qewmê Qizilbaş û serhildêrên dilkafir ên bi navê Sûfî”, riya terikandina mal û milkên xwe hilbijartibûn û berê xwe dabûn warê ewle yê Osmanî. Nûçeyên zerardanên wê koma gunehkar û zalim û tesîra israra wan, demeke dirêj bû bi saya bibîrxistinên xwedî îtîbar û re’yan digihîştin guhê Sultan Selîmî.[2]
Bidlîsî, li cihekî din zêdebûn û berdewamiya gaziyên ji diyarê Ecemê yên bin nîrê Şah Îsmaîlî, bi zimanekî vekirîtir vedibêje:
“Di riya rakirina şerê wan Qizilbaşên bêeman û zalim de, hinek daxwaz ji alim, feqîr û mezlûmên diyarê Ecemê, berê û paşê, ji dergahê Sultan Selîmî re hatibûn şandin. Ji vê cumleyê, nameya bi Farsî û Tirkî ya helbestkî ya Xwace Mollayê Îsfehanî yê ku pêşengê fazilên demê bû û ji ber zulm û kufra wê taîfeya mulhîd dev ji welatê xwe berdabû û reviyabû diyarê Xorasanê û Meweraunnehrê, gihîşt huzura padîşahê Îslamê.”[3]
Diyar e, nameyên ku vekoler diyar dikin piştî serkeftina Osmaniyan a Çaldiranê ketine destê Sultan Selîmî, eger baş bên vekolan, di rastiyê de piştî serkeftina Çaldiranê û nîvcohiştina seferê û vegeriyanê hatine nivîsandin ji bo nîşandana mixabiniyê û ya teşwîqkirina Sultan da vegere sefera ser Şah İsmaîlî.
Îdrîsê Bidlîsî, di Selîm Şah-nameyê de dema vê serdemê vedibêje, herçendî diyar neke jî, di rastiyê de di nav mezlûmên diyarê Ecemê de heyeta Kurdan jî hebû bi serokatiya Îdrîsê Bidlîsî û beşdariya Mehemed Axayê Kelhokî, ku bi wê daxwazê hatibûn dergahê da berê Sultanî bidin ber bi rojhilatê; dijî desthilata Sefewîyan ve. Muhtemelen Îdrîsê Bidlîsî di berhemeke wekî Selîm Şah-nameyê de ku ji bo jiyana biyografîk a Sultan Selîmî terxan kiriye, nenivîsiye ku ew bi xwe jî ji bo razîkirina Sultanî hatiye. Ji ber ku ev yek ê bênezaketiyek buya ku li şanê Sultanî neyê, tenê bi giştî diyar kiriye ku mezlûm û feqîrên ji diyarê Ecemê bi vî rengî daxwaz hatine dergahê. Tevî vê jî, Bidlîsî bi awayekî vekirî destnîşan kiriye ku wî rast nedîtiye ku Sultan li şûna amadekariyên ji bo şerê li dijî Sefewiyan, dest bi teşebusan li dijî Frenkan bike û xetera eslî ne ji rojavayê, lê ji rojhilatê tê.
Di rastiyê de, ji bilî hin dîroknas û seyyahên din, dîroknas û vêkolerên Îranî jî Îdrîsê Bidlîsî destnîşan dikin wekî kesê ku Sultan Selîmî ji bo sefera ser Şahî razî kiriye. Wek mînak, dîroknasê Îranî Muhammed Arif Mutercim, di berhema xwe ya bi navê Tarîx-ê Înqilabê Îslam beyn el-Xasa we’l-‘Am a ku di 1307 (1889/90) de nivîsandiye, Îdrîsê Bidlîsî wekî “kesekî ku Sultan Selîm ji bo êrîşî Îranê kir mecbûr (provoke kir)”[4] destnîşan dike.
Agahiyên derbarê ku hukumdar û mîrên Kurdan ên di bin nîrê Sefewiyan de civiyan û gava Sultan Selîm bû padîşah, ji bo ku wî razî bikin, seferê bike ser Şah Îsmaîlî, heyetek bi serokatiya Îdrîsê Bidlîsî şand Stenbolê, û diyar kir ku di sefereke wisa de mîrên Kurdan ê bi eşîr, teb’a û leşkerên xwe li rex ordiya Sultan Selîmî şer bikin, piştî serkeftinê jî dê bibin tab’ê Osmaniyan. Bi vî awayî hewl dan ji bo sefereke wisa cesaretê bidin wî. Di çavkaniyên cuda yên wê serdemê de ev diyarde bi awayekî pirr berbiçav xwiya ye.
Çavkaniya yekem a vekirî ya ku em ê navê wê bidin, Şerefnameya Şeref Xan e. Şeref Xanê Bidlîsî di berhema xwe de herî kêm du caran; carekê di behsa Mîrektiya Botan de, ya din di behsa Mîrektiya Bidlîsê de, mijarê radigihîne.
Di beşa Şerefnameyê ya derbarê Mîrektiya Botan de agahiyeke wisa heye:
Mîrê Botan “Şah Elî Beg û Mîr Şerefê Hukumdarê Bidlîsê, gava peywendiyên dostanî û biratiyê di navbera wan de xurt bûn, îtaeta xwe ji Sultanê Osmanî Selîm Xan re îlan kir û dest bi provoke kirina wî kirin da wîlayetên Diyarbekirê, Ermenistanê û Azerbaycanê ji destê Qizilbaşan bigire.”[5]
Şeref Xan, di vegotina Mîrektiya Bidlîsê de, bi awayekî berfirehtir li ser eynî mijarê disekine:
“Gava hêviya Mîr Şerefî bi cih nehat ji bo vegerandina Wîlayeta Bidlîsê ji Qizilbaşên ku bi xapandinê dest danîbûn serê ya ku milkê bav û kalên wî bû, û ev kar demekê dereng ket, ji aliyê din ve gava wî bihîst ku Sultan Selîm Xan niyet dike tevahiya welatê Ecemê îstîla bike; wî fêm kir ku ji bo sûdwergirtina ji van şertan fersend guncaw e û siwarê qada vekoleriyê, serokê karwanê riya serketinê, pisporê qanûnên bingehîn û qanûnên xurdekariyan, serastkerê defterên fikirîn û bihîstînê, muderîsê medreseya pîroz, ramangêr Îdrîs (navdar Mewlana Îdrîsê Bidlîsîyê kurê Mewlana Hüssamedînê Bidlîsî –M.C.) û Muhemmed Axayê Kelhokî yê bijare yê daxwazkirê mezinahî, qencî, îqbal û dewletê ji malbata Diyaeddin/Ziyaeddin a kûr re, li hev kirin ku îtaet û sadiqiya xwe û dilsoziya xwe ya ji textî re, li ber Dergahê Al-î Osman pêşkêş bikin. Ev, heta ku 20 kes ji mîr û hukumdarên Kurdistanê di vê tedbîrê de tevlî xwe kirin, xebitîn û nameyeke dilsozî û tabi’iyê nivîsîn, dan ramanwer Mewlana Îdrîsî û Muhemmed Axayî; ew jî ji bo pêşkêşkirina li ber asîtaneyên bilind, tavilê ber bi Stenbolê ve bi rê ketin.”[6]
Ya balkêş, ev agahî, berî qasî 80 salan ji nivîsandina Şerefnameya Şeref Xanî, di berhema têkilhev a seyahatname û dîrokê ya leşkerekî esilzade yê Venedîkî de jî hatiye diyarkirin, ku ew çend caran çûbû ba Osmanî û Eceman/Îranê, bi Şah Îsmaîlî re hevdîtin kiribû, û paşê di sefera Mercidabiqê de ya li dijî Memlûkên Misirê li cem Sultan Selîmî bû.
Giovanni Mario Angiolello yê Venedîkî di rapora xwe de ya bi navê Life and Acts of King Ussun Casano (Jiyan û Karên Şah Uzun Hesen), tam wek di Şerefnameya Şeref Xanî de, ew diyar dike ku Sultan Selîmî bi teşwîqkirina (heta provokekirina) mîrên Kurdan ên li ser serhedan, bi serokatiya Mîrê Bidlîsê, cesaret girt da biçe şerê li gel Şah Îsmaîlî:
“Dema Sûfî (Şah Îsmaîl –M.C.) li Tebrîzê bû, hin ji mîrên wî yên ku li alî herêma ser bi sînorê Tirkan (Osmanî –M.C.) fermanrew bûn, gava wan dît ku ordî (ordiya Sefewî –M.C.) ji bo Xorasanê hatiye şandin, bi Sultanê Osmanî re li hev kir û ew vexwendin da rîşî Ecemê bike. Tirkê Mezin (Sultan Selîm –M.C.) qet cesaret nedikir ku vê vexwendinê qebûl bike. Lê gava hin ji mîran mezin bin û bi taybetî dît ku komeke Kurdên dijminên Sûfî (Şah –M.C.) yên li çiyayên Bidlîsê dijîn, wî vedixwînin daş erê wî bike, ji ber ku ji mezinayiya hêza Tataran (Ozbekên ku Şah Îsmaîl ji bo şerê wan çûbû Xorasanê –M.C.) haydar bû, fêm kir ku Sûfî dê rastî zehmetiyan were û di sala 1514an de biryar da ku ordîyê bicivîne û bimeşe ser Ecemê. Eger Sûfî di şerê xwe yê li dijî Tataran de bi ser bikeve; wî [Sultan Selîm]pir baş fêm kiribû ku dê bi Sultan[nê Memlûkên Misirê –M.C.] re hevkariyê bike ji bo wî tune bike. Loma ji Stenbolê bi rê ket û bi hejmareke bêhejmar leşker ber bi Amasyayê ve (di rastiyê de ber bi Sêwasê ve, di vegera xwe de li Amasyayê rawestiya –M.C.) meşiya. Li vir piştî ku yên(eskerên) jar û bêmecal mayî hatin berdan, di meha gulanê de ber bi Toqatê ve bi rê ket.”[7]
Îdrîsê Bidlîsî, di berhema xwe ya bi navê Selîm Şah-name de, herçendî di serî de diyar neke ku ew bi navê Kurdan ji bo razîkirina Sultan a ji bo sefera ser Ecem hatiye Edîrneyê jî, li cihekî din ê berhema xwe eynî agahiyê bi minasebeteke din dide û Şeref Xan û Giovan Maria Angiolello rast derdixe. Çîroka minasebeta behsê wiha ye:
Di Selîm Şah-nameyê de tê diyarkirin ku piştî serkeftina Şerê Çaldiranê, derbarê ku dê xeternak be ku ordî wê zivistana xwe li derdora Tebrîzê derbas bike û divê ordî vegere, li ser axa Osmanî derbas bike, ji paşa û wezîran ray derket, Sultan Selîm jî li gorî vê tevgeriya û hat biryardan da bi hatina biharê re dîsa li axa Sefewîyan bê vegerandin û feth bê temamkirin. Li gorî peymanê û bi fermana Sultan, Îdrîsê Bidlîsî diçe ba mîrên Kurdan ên li erdên ji Urmiyê heta Meletiyê û dest bi razîkirina wan dike da ji bo rizgarkirina mîrektî û kelehên xwe ji Sefewiyan serî hildin.
Ji wan re dibêje ku bi destpêka biharê re ordiya Osmanî ê vegere Îranê û fethê temam bike. Li ser vê, her yek ji hukumdar û mîrên Kurdan ji bo rizgarkirina keleh û bajarên xwe ji Sefewiyan diçin herêmên xwe û serî hildidin, hejmareke girîng ji xan û mîran kelehên xwe rizgar dikin, hinek jî di rewşa serhildanê de ne.
Lê bajar û kelehên di nava eyaleta Amîdê û Diyarbekirê de yên wekî Mêrdîn, Erxenî, Xarpêt, Riha ku wekî mafê mîrasê rasterast di bin îdareya tu mîrekî Kurd de nîn in, hê rizgar nebûbûn. Gelê Amîdê yê ku ji ber serhildanê ji aliyê leşkerên Sefewî ve di bin dorpêçkirinê de ye, çav li rê ye ku ordiya Osmanî bê. Hukumdar û mîrên Kurdan li hev dikin di bin fermandariya Îdrîsê Bidlîsî de ji bo rizgarkirina Amîdê û derên din ên mîna wê, bi hev re tevdigerin. Pêşîyê diçin dorê li bedenên/sûrên Amîdê/Diyarbekirê digrin.
Gava bihar tê, ordiya Osmanî ya ku li Amasyayê zivistan derbas kiribû, careke din venagere nav axa Sefewîyan, heta gava Kurd dibihîzin ku ordî hatiye şandin ser Mîrektiya Dulqadiriyan, pir dilteng dibin. Tirsa wan a herî mezin ew e ku Şah Îsmaîl ê ji nevegeriyan ordiya Osmanîyan cesaret bigire û ordiyên xwe dîsa bide êrîşkirin ser kelehên Kurdan û bi hêrs û nefreteke mezintir her derê dîsa bi dest bixe.
Di nav vê diltengiyê de, xan û mîrên Kurdistanê dîsa dicivin û Îdrîsê Bidlîsî bi nameyeke ku daxwazên wan tê de ne, ber bi Amasyayê ve bi rê dikin. Di wê nameya mîrên Kurdan de ya ku naveroka wê di Selîm Şah-nameyê de tê vegotin, digel tesbît û daxwazên din, ew bi xemeke kûr diyar dikin ku Şah Îsmaîl û alîgirên wî bawer dikin ku yên Sultan Selîm ji bo sefera Şerê Çaldiranê provoke kirine eslen Kurd in û ji ber vê yekê jî li dijî Kurdan kîn û dijminatiyeke mezin dihewînin, eger ordiya Osmanîyan negihîje alîkariyê, ordiya Sefewîyan dikare zirareke mezin bide bajarokên Kurdan. Hukumdar û mîrên Kurdistanê yên ku li cihekî Selîm Şah-nameyê tê diyarkirin ku ji 25î zêdetir in, li cihekî din jî ji 40î zêdetir in, di nameya xwe de tam wiha dibêjin:
“Bajarok û meskenên me nêzîkî bajarokên Qizilbaşan in, heta rasterast li tenişta wan in. Ji ber ku di navbera Diyarbekirê, Azerbaycanê û Bexdadê de mane. Bi salan e ev taîfeya bi şiara îlhadê, reh û damarên Kurdan bi şûrê zulmê qut kiriye. Ji çardeh salan ve ye dijminatiyeke wan a mezin a dînî û dinyayî li dijî vê taîfeya bi îtiqada paqij (Kurdan –M.C.) heye. Qizilbaş sedema herî mezin a ku Sultanê Îslamê berê xwe daye vî alî, gaziya/vexwendina Kurdan nîşan didin. Sultanê mucahidan, ji bo temamkirina vê cîhadê û xurtkirin û gîhandina vi gelê van bajaran ber bi refahê ve, dilovaniyeke padîşahane nîşan bide… Ev taîfeya ku ji ber salên zulm û zextê lawaz û bêhêz bûye, bi serê xwe ne xwediyê wê hêzê ye ku li ber wê koma gumreh û ordiyê bisekine.”[8]
Ji vê beşa nameyê jî em fêm dikin ku gazîkirina Kurdan a Sultanê Osmanî Selîmî ji bo sefereka ser Sefewiyan, hewldana wan a di vê riyê de ji bo razîkirina wan, li gorî hinekan provokekirin an cesaretkirina wî, ne çîrokeke paşê çêkirî ye, lê rasterast di wê demê de bûyereke berbiçav e ku ji aliyê Sefewiyan ve wek sedema kîn û nefreteke zêdetir a li dijî Kurdan, û ji aliyê Kurdan ve jî wek sedema tirs û endîşeyeke zêde ya ji Sefewiyan dihat dîtin.
Piştî van teşebusan Sultan Selîm dev ji amadekariyên sefera ser Mecaristanê berda û dest bi amadekariyên sefera ber bi rojhilatê; ber bi Ecemê ve; ya li dijî Şah Îsmaîlî kir.
Selîm, piştî ku ji bo sefera rojhilat hat razîkirin, rastî astengeke nû hat. Paşa û wezîrên wî yên ku li hember seferê derketin. Sultan bi fetwayên dînî û fermana padîşahtiyê ew bi zorê kirin tabî’ê seferê.
Civînên Edîrneyê û Mixalefet
Sultan Selîm, di zivistana 1514ê de li Edîrneyê du civînên girîng li dar xistin. Ya yekê, civîna stratejîk a bi wezîr, paşa û mîran re bû. Li gorî vegotina Ferîdûn M. Emecen, paşayan bi serokatiya wezîrê e’zem Hersekzade Ehmed Paşa, bi germî li seferê nenihêrîn, tevliheviyên li Anadoluyê û nexwestina leşkeran hatin bahanekirin û şîret li ser domandina siyaseta rojavayî ya Bayezîdê IIê hat kirin. Sultan Selîm bi hêrs bersîva vê mixalefetê da, diyar kir ku biryara wî qet’î ye.
Civîna duyê bi alimên dînî re hat kirin û di warê tekfîrkirina Şah Îsmaîlî û Qizilbaşan de fetwa hatin wergirtin. Ev fetwa, ji bo meşrûkirina/şer’îkirina seferê û teşwîqkirina leşkeran, xwedî giringiyeke krîtîk bûn. Lê tevî fetwayan jî, hêviya leşkeran a xenîmetê û nêzîkatiya wan a bi temkîn a li hemberê sefera rojhilatê, wekî mixalefeteke berdewam di dirêjahiya pêvajoyê de ma.
Rêça zîkzakîn a Sefera Destpêkirî
Piştî destpêkirina seferê, mixalefeta di nava ordiyê de nesekinî, li ser rê tevgereke nerazî her tim xuya bû. Bi taybetî yenîçeriyên ku bi gumana ê li Erzincana ku bajarê Eceman a ser sînorî bû, rastî ordiya Şahî bên û derketibûn seferê, û leşkerên din, fermandar û mîr, gava di nava axa Sefewî de ber bi Tebrîzê ve kûr çûn û rastî ordiya Şahî nehatin, mirmirîn belav kir, daxwazên xwe yên vegeriyanê bilind kirin û bi rêya kesên herî pêbawer ên Sultanî ev daxwaz jê re şandin. Daxwazê Sultan ew qas aciz kir ku hema anî heddê serîfirandinê.
Tevî ku Şerê Çaldiranê bi serkeftineke mezin hat encamdan û paytextê Sefewiyan Tebrîz hat girtin jî, ne hat feth kirin û ne jî talan kirin.
Sultan Selîm, tevî ku xwedî nêrîneke cuda bû jî, li hember daxwaza piraniya mezin a paşa û fermandaran, ordî vegerand ser erdê Osmanî Amasyayê.
Tevî ku biryara derbaskirina zivistanê li Amasyayê û vegeriyana sefera nav Eceman a bihara êbê ji bo temamkirina fethê hatibû dayîn jî, vegera erdê Sefewî qet nehat, li şûna wê ordiyeke Osmanî di bin fermandariya (li gorî Şukrîyê Bidlîsî yê ku nivîskarê yek ji Selîmnameyan e, Kurd) Sînan Paşa de hate şandin ser welatê Dulqadiriyan û ev der tevlî axa Osmanîyan hat kirin.
Piştî ku mîrên Kurdan dîsa civiyan û Îdrîsê Bidlîsî şandin Amasyayê ji bo ku gazîya alîkariyê ji Sultan bikin, diyar e ku ji ber pêbaweriya mezin a ku Sultan bi Îdrîsê Bidlîsî û mîrên Kurdan hebû, wî ordiyek di bin fermandariya Biyikli Mehemed Paşa de şand Amîdê û bi xwe jî bi beşa sereke ya ordiyê re çû Stenbolê.
Bi hêsanî dikare bê gotin ku hêza ajoker (li gorî hinekan provoke) a Sefera Îranê û Şerê Çaldiranê, ne ji Osmaniyan, lê bêtir ji Kurdan û gelên din ên Sunnî mezheb ên di bin şertên giran ên desthilatdariya Sefewiyan de, bû. Bi kêmayî eger ne Sultan Selîm be jî, herî kêm wezîr, paşa û mîrên Osmanî, yenîçerî, sîpahî û leşkerên din, tevî ku sefer û serkeftinên li dijî Sefewiyan qezenckirin jî, di mesela tevlîkirina axa Eceman a axa Osmanîyan de ne pirr dilxwaz bûn.
Kurd ne tenê di rola gazîkervexwîner de man, di seranserê vê pêvajoyê de, di nav atmosfer û şertên ku ji serkeftinên di şeran de hatin bidestxistin, ne tenê di tevlîbûna axa Kurdistanê ya bin desthilatdariya dewleta Sefewî de da bibe beşeka dewleta Osmanîyan, lê di bidawîanîna dewleta Memlûkan û berfirehbûna Osmaniyan li Daru’l Îslamê ya ku bajar û axên pîroz jî dihewand, roleke tayînker lîst.
Şerê Çaldiranê û Beşdariya Kurdan
Ordiya Osmanî heta 23yê Tebaxa 1514ê, bêyî ku rastî tu hêzeke Sefewî bê, li axa Ecem hat deşta Çaldoran/Çaldiranê ya nêzî Xoyê ku îro di nava sînorên Îranê de ye. Li wir rastî ordiya pêncî hezar kesî ya Şah Îsmaîlî hat.
Şah Îsmaîlê bîst û heft salî yê ciwan, li sefa herî pêşîn a ordiya xwe bû. Di nav çardeh salan de, heta wê rojê, di hemû şerên ku kiribû de li eniya herî pêş şer kiribû, hemû şer qezenckiribûn, dijminên xwe tarûmar kiribûn. Êdî ji aliyê alîgirên wî ve heta ji bêmiriniya wî jî dihat bawerkirin. Wekî ku bazirganê Venedîkî şahid bûbû, piştî her şer û serkeftinekê Qizilbaş diqîriyan ‘Şah! Şah! Şah!’, ew wekî xwedayekî diperistin. Şah Îsmaîl ji Xorasanê û Heratê heta ber Firatê, ji Şêrwanê, Şamaxîyê heta Kendava Besrayê li herêmên berfireh, di hemû şerên xwe yên 14 salan de her bi ser ketibû û nemiriya xwe ya xwedayî îspat kiribû. Mirîdên wî û ew bi xwe jî êdî bi vê bawer bûn.
Ordiya Osmanî jî bi hejmara xwe ya du qat hêz û bi taybetî bi topên xwe yên bi barûdê dihatin teqandin ên ku di ordiya Sefewîyan de tune bûn, di rewşeke serdest de bû.
Şerî di 23ê Tebaxê de dest pê kir. Şah Îsmaîl di eniya herî pêş de ket şer. Gava topên Osmanî gurmiyan, hespên siwariyên Sefewî veciniqîn, tevlihevîyê dest pê kir, pêşî wisa bû ku Sefewî bi ser diketin lê di encamê de ordiya Osmanî bêtir li ber xwe da. Şah Îsmaîl birîndar bû û ji hespê xwe ket. Ew li hespekî din siwar kirin û ji meydana şer revandin heta xilas bû. Ordiya Sefewî hem ji aliyê madî hem jî manewî ve hilweşiya, têk çû, belav bû.
Dîroknas dinivîsin ku Şah Îsmaîlî bi têkçûna di vî şerî de şokeke manewî derbas kir, bi temamî baweriya xwe ya bi nemirî û xwedayîtiya xwe winda kir û ji wê rojê pê de tirs ket dilê wî, ew qas ku êdî nikaribû li eniyên pêş ên ordiyê şer bikira. Li ser vê yekê baweriyeke pir belav heye ku zirara manewî ya Şahê ku di eynî demê de ‘murşîdê kamil’ ê terîqetê bû û hemû alîgirên Qizilbaş ên Sefewî, ji zirara wan a madî mezintir bû.
Ordiya Osmanî, serkeftina xwe, bi civandina dîlan, mal, eşya, cewahir, jin û xenîmetên din ên mezin ên li meydanê mayî pîroz kir. Şerê Çaldiranê yê ku di dîrokê de encamên wê yên ew qas giring hene û tu car nayê jibîrkirin, li gorî hin dîroknasan rojekê, li gorî hinekan jî du rojan ajot.
Şah Îsmaîl pêşîyê reviya Tebrîzê, gava nûçeya ku Sultan Selîm bi ordiya xwe ve ber bi Tebrîzê ve tê bihîst, ew der jî terikand û ber bi nava Îranê ve; bajarê Derguzînê vekişiya.
Berdewamkirina Seferê yan Veger?..
Sultanî ji bo biryardana li ser berdewamkirina şer an vegerê, desteyek ji wezîrên mezin, mîrên xwedî îtîbar, muhacir û ensaran pêk anî; gelo divê vegerin paytext Stembolê, yan li nav erdê Ecem bimînin û wê zivistanê li Azerbaycanê derbas bikin, bêhna xwe vedin û bi biharê re têkeve tevgerê ji bo temamkirina fethê û bidawîanîna temamî ya selteneta Şah Îsmaîlî?
Piraniya wezîrên mezin û paşayan, heta hemû fermandarên pêşeng û leşker, dîtina vegera Stembolê tercîh kirin.
Sultan Selîm, bi qasî hezar kesên (li gorî hin çavkaniyan hezar û heft sed[9]) ji alim û rêveberên navdar ên Tebrîzê, ji bo ku li Stenbolê di meqamên giring de bên wezîfedarkirin, bi xwe re girtin û bi rê ket. Di vegera xwe de ji ber ku rêyeke bakurtir hat şopandin, hate Nexçîwanê. Di navbera ordî û rêveberan de, û herwiha di navbera wan û Sultan de cudahî nesekinîn.
Di dema derbaskirina Ava Arasê de ji ber lehiyê gelek mirov û heywan telef bûn, birçîtî jî gihîştibû asta herî bilind. Yenîçeriyan, bi provokekirina hin wezîr û mîran jî, li qeraxa Arasê xîvetên padîşah dorpêç kirin, cilên xwe yên peritî xistin serê rimên xwe û nûmayiş kirin û xwestin ku bê vegerandin Anadoluyê. [10] Li ser vê yekê biryara zivistana li Amasyayê hat dayîn û ber bi Anadoluyê ve hat vegerandin.
Di dema li Nexcîwanê de, Sultanî ji ber ku hê jî veger hezm nekiribû û bi hêrs bû, Wezîr Mistefa Paşayî (muhtemelen yek ji sê wezîrên ku li Stenbolê li dijî seferê ray dabû –M.C.) pêşî bi destê lalekî qûşkûna hespê wî birrî û ew ji ser hespê da xistin, kir hedefa tinazan, paşê ji wezaretê azl kir û Defterdar Pîrî Çelebî anî meqamê wezaretê.[11]
Paşê li riya vegerê dom kir. Li ser rê li gundekî bi navê Senur hate rawestandin û ji bo fetha keleha Bayburdê ya di bin desthilatdariya Sefewiyan de leşker hate şandin. Piştî şerekî dijwar keleh hat fethkirin û jew dan Mîraxur Biyikli Mehemed Paşayî. Hin bajar û kelehên Osmanî yên herêmê digel Trabzon û Şebînqerehîsarê jî bi vê derê ve hatin girêdan. Piştre Keleha Kîxîyê hat fethkirin. Li wir Sultan Selîm vê carê Wezîrê E’zem Hersekzade Ehmed Paşa (Ew jî li Stenbolê li dijî sefera Ecemê derketibû, muhtemelen wî ev mixalefeta xwe her domand –M.C.) û Ehmed Paşayê Dokakînî ji wezaretê dûr xist.
Şukrîyê Bidlîsî diyar dike ku çadirên wezîrên mezkûr li serê wan hatin hilweşandin û ew ji wezaretê hatin azl kirin, wekî sedem jî hêrsa padîşahî nîşan dide, ji ber ku di dema mijûlbûna Ordiya Osmanî bi fetha Keleha Bayburdê re, hin yenîçerî û leşkerên sîpahî êrîşî Zewiyeya Nergîleyê ya nêzî Gundê Sinur (Senur) û gundên derdora wê kiribûn, gelek gund hatin şewitandin û kavilkirin, Hersekzade û Dukakizade rê li ber vê zulma yenîçerî û sîpahiyan negirtibû.[12]
Îdrîsê Bidlîsî jî diyar dike ku ji ber zivistan, berf û sermaya zû dest pêkirî, xelayê serî hilda, alif û xwarin nehat dîtin û mirov û heywan telef bûn, bela û tengasiyên mezintir ji yên ku li Tebrîzê ji bo nemayînê hatibûn bahanekirin, qewimîn, û hêrseke mezin li padaîşahî siwar bû. Ew wiha lê zêde dike: “Her kesê ku canê xwe ji vê talûkeyê xilas kir, gihîşt bajarê Bayburdê. Komên lawaz û lanetkirî li wir li her derê Anadoluyê belav bûn. Sultan gava di ordiyê de perîşanî dît, xwest heyfa xwe ji yên ku fesadî derxistin bigire. Got êdî ji bo dema ku nîfaq û nemerdî hat kirin, gava heyfhildanê ye. Bi ezlkirina sê kesên ji wezîrên xwedî meqamên bilind, heyfa xwe ji wan girt. Wekî din qazaskerê ku sedrê Osmaniyan bû (Qazaskerê Rumeliyê Mueyyedzade), bi awayekî zelîl û rezîl ji meqama wî anî xwarê. Ji herkesî ji mîrên senceqê û yenîçeriyan re rêya dadkirinê nîşan da. Her kesê ku şiara wî îxlas bû, meqamê wî bilind kir ser kursiya mezinan.”[13] Bi îhtimaleke mezin yên ku Şukrîyê Bidlîsî diyar kirine bahane, yên Îdrîsê Bidlîsî jî sedemên esas bûn.
Di dawiyê de Sultan Selîm bi ordiya xwe ve di 2ê Şewwala 920ê/20ê Çiriya Paşîn/Novembera 1514ê de (li hin cihan 24ê Çiriya Paşîn/Novemberê) gihîşt Amasyayê û li wir zivistan kir.
Di vê navberê de, nîqaşên vegerîyana Stenbolê û amadekariya sefereke nû û derxistina nerehetiyan a ricalê dewletê û leşkeran, li Amasyayê jî bi dawî nebûn. Ordî bi qet’î sefer nedixwest, ji bo vegerîyana Stenbolê pihêt li ser piyan bû.
Ji ber vê yekê Sultan Selîm zivistana li Amasyayê bi aramî derbas nekir. Dema ku ji aliyekî ve hewl dida amadekarî û planên sefera nû ya piştî zivistanê bike, ji aliyê din ve neçar ma ku bi ricalê dewletê û leşkerên ku êdî nedixwestin derkevin sefereke nû, loma jî bi wan kesan re mijûl bû ku di nav wan de pevçûneke cidî serdest bû.[14] Di vê demê de bi taybetî yenîçeriyên ku nerehetî derdixistin dê bibûna hedefa wî ya sereke. Yenîçerîyan dixwest ku padîşahê ku bi piştgiriya wan a dayî desthilat bi dest xistibû, li gorî daxwazên wan tevbigere. Helbet niyeta padîşah jî tune bû ku wesayeta wan qebûl bike. Lê di atmosfera seferê de neçar mabû ku li ber serhildana wan a du caran sebir bike. Bes ji bîr nekiribû ku çi tevlihevî li Amasyayê derdixistin.[15]
Yenîçeriyan bi şev êrîşî malên Pîrî Paşayî û mamosteyê padîşah Halîmî Çelebî kir û malên wan talan kirin (22ê Sibata 1515ê). Pîrî Paşa û Halîmî Çelebî bi zorê canê xwe xilas kirin. Padîşah di rewşekê de nîn bû ku berî sefera plankirî tevgera yenîçeriyan a ku pişta wî ya esas bû, biborîne. Bi vê minasebetê meydan tevlihev bû û gelek fesadî derketin. Yek ji van ew bû ku Dukakinzade bi Alauddewle Begê Dulqadirî re dipeyivî. Padîşah ji bo fêrbûna rûyê vê bûyerê muhtemelen wezîrê e’zem pir tengav kiribû, lê gava encamek bi dest neket, bi qasî deh rojan piştî tevgera serhildanê bi wezîrê ê’zem ê ku pê re bi awayekî sert nîqaş kiribû nikarîbû xwe kontrol bikira, ew xencer kir û birîndar kir, paşê jî fermana îdamê da.
Sultan Selîm beşa mayî ya hesabpirsînê hişt ji bo Stenbolê û piştî vê, girtina Keleha Kemaxê ya di bin desthilatdariya Sefewiyan de ya ku keleheke stratejîk a girîng a sînor bû. Her wiha çareserkirina esasî ya meseleya Mîrektiya Dulqadiriyan a biçûk a ku di navbera sê dewletên mezin ên wekî Osmanî, Memlûk û Sefewiyan de siyaseteke bêîstîqrar û çivder dişopand, geh li ber vî geh li ber wî dadiqurtand an jî pişta xwe didayê. Ji bo tunekirina nerihetiyên wê derxistî û dayina bersiveke qet’î a ku li ser agir li benda alîkariyê yên mîrên Kurdan ên ku li dijî desthilatdariya Şah Îsmaîl a li Kurdistanê serî hildabûn û her gazî dikirin, bûbû meseleyeke germ a dilsoj.
Sultan Selîm dest bi pêşînîyeta van kir. Keleha Kemaxê “ji ber ku bi axa Erzincanê re di têkiliyeke tam de bû, ji aliyê hin taîfeyên Qizilbaş ên şopgêr ên li wê kelehê mabûn, li ser gel û leşkerên Erzincanê û Bayburdê û komên ku diçûn û dihatin wê herêmê êrîş û zextên cur bi cur dikirin, di her halûkarî de girtina wê kelehê, wekî pêwîstiya karên girîng ên dîn û dewletê û pêdiviyên peydakirina aramîyê û ewlehiya wîlayeta Ermenê xwiya dikir.”[16] Pêşîyê leşker di bin emrê fermandarên xwe de şand ji bo dorpêçkirinê û çavdêriyê, paşê bi xwe jî li gel yenîçeriyan hat û piştî pevçûneke dijwar keleh girt.
Ji bo şandina ser Dulqadiriyan jî fermana amadekirina ordiyeka di bin fermandariya Kurd Sînan Paşayî de hat dayîn.
Piştî Şerê Çaldiranê Kurdistan
Hukumdar û mîrên Kurdistanê, di Şerê Çaldiranê de bi ordiyên ku Îdrîsê Bidlîsî organîze kiribûn, di nav refên Osmaniyan de cih girtin. Şeref Xan diyar dike ku Mîrê Bidlîsê Mîr Şeref di şer de di maiyeta Sultanî de bû û piştî şer ji bo rizgarkirina milkê xwe dest bi tevgerê kir.
Piştî ku hukumdar û mîrên Kurdistanê bi eşîr, leşker û alîgirên xwe di Şerê Çaldiranê de cih girt û serkeftina qet’î bi dest ket, her hukumdar û mîrekî Kurdan ji bo ku keleh û mîrekiya xwe ya ku mafê îrsî yên wî ye ji fermandar, xelîfe û mîrên Sefewî bigire, bi rê ket.
Gava hatibû fêmkirin ku ordiya Osmanî dê zivistanê li Tebrîzê nemîne û bi biryara destpêkirina sefereka di biharê de vegere nav erdê Osmanî; Amasyayê, li gorî peymana Sultan Selîmî bi mîrên Kurdistanê re, hat biryardan ku her yek ji mîran here welatê xwe rizgar bike. Îdrîsê Bidlîsî jî li Kurdistanê bimîne û yeko yeko li bajarên Kurdan bigere, biryarên ku bi navê Sultanî hatine dayîn û piştgiriya wî ya tam bigihîne hemû bajaran, têkiliyên navbera mîr û hukumdarên Kurdan koordîne bike, herwiha bibe pireke ragihandinê ya berdewam di navbera wan û Sultanî de.
Îdrîsê Bidlîsî, ji bo ku Kurdistanê seranser qet’ bike, ji Urmiyê û Şînoyê dest bi seferê kir.
Di rastiyê de, wekî ku tê fêmkirin, biryara vegerîyana Ordiya Osmanî bo Amasyayê berî ku fetha Ecemistanê temam bibe û Şah Îsmaîl ji text bê danîn, herçendî biryar hatibû dayîn ku dê di biharê de bê vegerandin jî, bû sedema xemgîniyê di nav gelên Sunnî yên bin desthilatdariya Sefewiyan, bi taybetî jî di nav hukumdar û mîrên Kurdistanê yên ku hemû hebûn û hêviyên xwe bi vê seferê ve girêdabûn û bi hemû hêza xwe mil bi mil di eynî rêzên Şerê Çaldiranê de şer kiribûn. Ev biryar, wekî ku ji nerazîbûna sert a Îdrîsê Bidlîsî jî tê fêmkirin, tiştek bû ku Kurdan nedipa.
Xwiya ye ji bo rakirina van xemgîniyên di nav Kurdan de û bilindkirina manewiyat û ezma wan a şerî, hatibû biryardan ku Îdrîsê Bidlîsî li Kurdistanê bimîne û yeko yeko mîrên Kurdan li cihên wan ziyaret bike. Agahiyên jêrîn ên ku di Selîm Şah-nameyê de cih digirin, van tesbîtan piştrast dikin:
“Sultanê alemê (Sultan Selîm –M.C.) piştî serkeftinê derbasî milkê Tebrîzê bû, ordî ji bo vegerîyana bo Anadoluyê civiya û padîşah ling li Amasyayê danî. Lê di dilê padîşahî de fetha Ecemê bi awayekî saxlem cih girtibû. Ji melikên Ecemê (Melikên Kurd ên di bin desthilatdariya Sefewiyan de –M.C.) re mizgînî şand ku ‘Zulma Qizilbaşan namîne’. Menşûrên Sultanî, li bajarên Kurdan û Diyarbekirê belav bûn: ‘sefera pîroz qet’î ye, dîtina riya fetha Ecemê muhkem e. Gava demsala biharê bê, ez ê wekî felekê alaya bilind vekim, kesên muxlîs ên wê derê, bila di zivistanê de bi mêranî kelehan biparêzin. Dostên ku mêranî dikin şiara xwe, hêjayî sadiqiyê ne û bi îxlas kar dikin.”[17]
“Piştî ku alayên serkeftî ji bajarê Tebrîzê vegeriyan û tava celaletê li birca xîlafetê li bajarê bi navê Amasyayê diyarê se’adetê xuya bû, li gorî hereketa berê ya Sultanî a di riya temamkirina nîzama memleketên Ecemê de, ji navenda textê bilind ve ji bo bihara despêkê dubarekirina sefera Ecemê bi niyeta qet’î ye.Ji bo melik û hakimên herêm û bajaran fermanên fethê hatibûn şandin.”[18]
Rizgarkirina Kurdistanê û Nexwestina Paşayên Osmanî
Qonaxa pêşketinên piştî şerî, ew qonax e ku rola eslî ya Kurdan derdikeve meydanê.
Piştî serkeftina Çaldiranê, hukumdar û mîrên Kurdistanê, di bin koordînasyona Îdrîsê Bidlîsî de vegeriyan herêmên xwe û dest bi qewirandina fermandarên Sefewîyan kir. Mîrektiyên wekî Bidlîs, Çemişgezek, Palo, Egîl, Ataq, Tercîl, Sason, Hezzo, Silemanî/Silîvanî, Swêdî bi rêzê hatin rizgarkirin. Diyarbekir (Amîd) jî ji ber ku navendek bû ku ne rasterast mîrektiyeke Kurd bû, stratejiyeke cuda pêwîst dikir. Li gorî hin çavkaniyan 25, li gorî hinekên din 40 hukumdar û mîrên Kurdistanê di serê ordiyên xwe de di bin fermandariya Îdrîsê Bidlîsî de bi ordiyeke hevbeş a Kurdistanê Amîda ku gelê wê li hember Sefewiyan di nava sûrê/bedenê de serî hildabû, dorpêç kir. Bi alîkariya ordiya Osmanî jî, wan riya rizgarkirina Amîdê û bajar û kelehên din ên ne girêdayî tu mîrî, hilbijart.[19]
Li memleketên Kurdistanê, ji Wîlayeta Urmiyê ya ku di bin teserrufa mîrên Bradostê de dest pê kir, bi rêzê mîrekiyên Îmadiyeyê, Soranê, Buhtan, Nemîran, Rojgan/Rojkan, Eyûbiyan û yên din, dest bi amadekariyên pevçûn û şerê li dijî Qizilbaşên bermayiyên Şerê Çaldiranê kiribûn.
Pêşîyê Mîr Şerefî, Keleha Bidlîsê, bajar û beşên girîng ên derên ku berê girêdayî xanedana wî bûn, ji Qizilbaşan girt.[20]
Bi eynî awayî, Melîk Xelîlê Eyûbî yê ku di wê demê de warisê Hisn Keyfê û Sêrtê bû, tevî ku bûbû zevayê Şah Îsmaîlî jî,[21] mal û milkê wî piştî dorpêçkirin û şeran ji aliyê Muhemmed Ustaclu ve hatibû girtin. Wî bi hevpeymaniya mîr û mezinên Kurdistanê, pêşîyê bajarê Sêrtê û derên girêdayî wî ji destê Sefewiyan girt. Hê jî çend caran hewl da Keleha Hisn Keyfê û bajarê wê û derên girêdayî yên ku hê di destê birayê Muhemmed Ustaclu de bûn, dorpêç bike.
Hakimê Sasonê Muhemmed Beg jî welatê Herzenê (Garzan) ê di bin emrê ‘Siyah Qullar’ ê ji mîrên pêşeng ên ordiya Qizilbaşan de bû, dorpêç kir û ordiya Sefewî têk bir…
Di nav hemû mîrên Kurdistanê yên derdora Diyarbekirê de, Ehmed Beg Zerraqi yê ku bi esilzadeyî û seyyîdiyê hatibû binavkirin, Keleha Ataqê, bajarê Miyafarikeyn (Meyafarkinê) û derên din girtin û ji zulma Qizilbaşan paqij kirin. Qasim Beg Merdîsî (Mirdasî) jî Keleha Egilê û derên girêdayî û Hênê ‘’bi hêza zendê xwe’’ bi dest xist. Bi piştgiriya gelê Amîdê, Ehmed Begî û Qasim Begî wezîfeyên xwe bi cih anîn.
Cemşîd Begê Mirdasî Keleha Paloyê û welatê wê bi derba şûran û tedbîrên saxlem girtibû, alaya xwe li zîrweya wê kelehê çikandibû.
Bi eynî awayî hakimê Boxtî û Cezîreyê jî, bi ordiyeke têrçekkirî koma Qizilbaşan a ku li Mûsilê serdest bû têk bir. Hakimê Soranê Seyyîd Begî, welatê Erbîlê/Hewlêrê û Kerkûkê bi dest xist û hemû Qizilbaş ji wî diyarî paqij kirin.
Piştre her yek ji hakimên memleketên Kurdistanê di ehda xwe ya ji Sultan re û di bey’eta xwe de sadiq man û bi rêya Îdrîsê Bidlîsî nameyên xwe yên ku teb’atî û alîgiriya xwe, herwiha di riya fedakariyê de pêşveçûna xwe radigihandin, şandin dergahê û ji bo ku bi fethkirina memleketên Ecemê re rizgarkirina tam a van erdan ji zalimên tarî bê bidestxistin, xwest ku ‘’ramana pîroz a Padîşahî’’ bikeve tevgerê.
Nameyên ‘Em di biharê de li wir in’ ji Amasyayê ji mîrên Kurdan re
Wê zivistana ku ordî li Amasyayê zivistan derbas dikir, rayedar ji bo ku di despêka bihara bê de rewşa memleketên Ecem sererast bikin, “ezm û niyeta bi îqbal a padîşah a pîroz a ku roj bi roj zêde dibe qet’î ye” ji hukumdar û mîrên Kurdistanê re name şandin. Ji ber ku teblîxa emrên Sultanî û vexwendina mezinan a ji bo dilsoziya ji padîşahî re li ser milê Îdrîsê Bidlîsî hatibû barkirin û menşûr û fethnameyên melikên Kurdistanê, Diyarbekirê, bi taybetî bajarê Amîdê di bin berpirsiyariya wî de bûn, “mizgîniyên serkeftina di Şerê Çaldiranê de û tarûmarbûna Sefewiyan belav kiribûn û dabûn zanîn, mezinên bajarê Amîdê yên ku bi wî re dostanî û biratiya dînî hebû, ji ber ku ji zulm û zextên Qizilbaşan bêzar bûbûn, li gorî vexwendina Sultanî wekî gazîkir tevgeriyan, bêyî ku li hêviyê bimînin, hin ji hemû Qizilbaşên ku di bin girêdana Muhemmed Xan Ustacluyî de di rêveberiya bajarê Amîdê de xwedî meqam bûn, derxistin, hin jî kuştin û “serên mînberan bi navê Sultanê Îslamê tacdar û geş kirin.”[22] Melik û mîrên Kurdistanê yên cîranê Amîdê, paşê hatin alîkariya gelê Amîdê yên ku ji bo rizgarbûna ji zulma Sefewî serî hildabûn.
Di eynî demê de rewşa Şah Îsmaîlî
Şah Îsmaîl di dema tarûmariyê de li Hemedanê û Derguzînê yên ku riyên revê yên li Iraqê bûn, gava nûçeya vegerîyana Sultan Selîmî bihîst, bi lez û bez vegeriya navenda hikûmetê; Tebrîzê, welatê Azerbaycanê di halekî pir perîşan de dît. Dît ku leşkerên wî bi piranî bi destê reaya û rûniştiyên li bajaran hatine kuştin, malên wan, zarok û zêçên wan hatine esîrkirin û talan kirin.
Şahî dît di dirêjahiya desthilatdariya xwe de tiştên wî bi xwe anîbûn serê xelkê, bi eynî awayî hatine serê alîgirên wî jî. Di rastiyê de dixwest bi temamî heyfa xwe ji wan bajaran hilîne, lê rewşa leşkerên wî pir perîşan bû. Eger reaya û rûniştiyên li wê derê jî perîşan bikin, dê ne bibin xwedî milk û ne jî li gorî dîtinên xwe bibin xwedî ordî. Di her halûkarî de li gorî dîtinên naibên xwe û kesên aqilmend, bi carekê hemû sûcên reaya efû kir û dozên xwîn, erz û malan dernexist meydanê. Lê di riya tedarika memleketî û parastina wî ji teserrufên melikên Kurdistanê de, qeymeqamiya Muhemmed Ustaclu, tevî Hênê jî di hemû eyaleta Diyarbekirê de tevdî birayê wî Qere Begî (Qere Xan Ustaclu –M.C.) kir û bi lez û bez di ser rêya Çapakçurê re ew şand nav Diyarbekirê da Amîdê dorpêç bike û bi dest bixe.
Îdrîsê Bidlîsî derbarê dorpêçkirina Amîdê ji aliyê Qizilbaşan ve û hewldanên berxwedanê yên gelê bajêr li hember wan, agahiyên jêrîn dide:
“Wê zivistanê Qere Beg û Durmuş Begê hakimê Rihayê û derdora pênc hezar kesên ji bermayiyên Qizilbaşan ên curbicur ên li Mêrdînê, Hisn Keyfê, Xarpêtê û Erxeniyê, hatin dor li Amîdê girtin. Hemû melik û hakimên Kurdan bi sistî tevgeriyan. Lê gelê Amîdê, bi hevkarî û ji bo parastina xeyreta dîn û namûsa xwe, di parastina kelehê de sebat nîşan da, radestkirina memleketî a nav destê Qizilbaşan red kir û name şand dergahê Sultanî; Amasyayê, alîkarî xwest. Rêya nameguhestin û alîkariyê bi melik û hakimên Kurdistanê re vekir”.[23]
Ji ber ku ji aliyê gel ve Îdrîsê Bidlîsî wekî rêberê herî mezin ê herêmê û navbeynkarê bi Sultanî re dihat dîtin, ji bo her cure alîkariyê bi wî re danûstendina bi nameyan kirin.
Melik û mîrên Kurdan, tevî ku ji bo rakirina êrîşa Qizilbaşan a bi mebesta dorpêçkirina Amîdê, di gotinê û dilî de yekbûn, lê ji bo serokatî û fermandariyê wan dixwest ku yek ji ricalê dewleta Sultanî bi komeke leşker re bê şandin. Wekî din diviyabû ew fermandar, di dema birêvebirina ordiyê de li gorî qanûna Osmanî tevbigere û hemû van melikên ku di eslê xwe de xwedî doza serxwebûnê bûn jî, diviyabû ew bibûna tabî’ên emir û qedexeyên kesê Sultan şandî.
Di her halûkarî de ev bûyer û daxwazên civakê, halê çarereş ê gelê Amîdê yê di kelehê de û paboka wî ya ji bo alîkariyê, li dîwana Sultan Selîmî hat arzkirin. Sultanî, pêşîyê ji bo dilxweşkirina gelê Amîdê, Hacî Yîxît Ehmed ê ku ji zûmreya bendeyên dergahê bû, lê eslê wî, welat û cihê jidayîkbûna wî Amîd bû, ji ketin û derketinên Diyarbekirê, bi taybetî Amîdê haydar û di nav hevsalan de ji aliyê tedbîr û tevgera leşkerî ve bêhempa bû, li gel komeke ji xortên çeleng û qehreman ên bêtirs şand. Wan, bi şev ji Deriyê Rûmê (Deriyê Rihayê yê îro –M.C.) êrîşeke jinişkavî kir, bi leza birûskê di nav koma Qizilbaşan a qerebalix re derbas bûn û xwe avêtin nava Amîdê, alayên Sultanî li ser lûtke û bircên hîsara Amîdê danîn.
Derbarê hevpeymaniya melikên Kurdan û tabî’bûna wan a ku bi berfirehî ji bo Sultanî hatibû erzkirin, hukmên ‘ku dinya îtaetê bi wan dike’ bi destê qasidên ku peyamên ji Sultan Selîmî dianîn, gihîştin Îdrîsê Bidlîsî. Naveroka van hukman wisa bû:
‘’Di demsala biharê de hereketa pîroz qet’î ye. Şahê gumreh, ketiye meqamê lavazî û têkçûnê, ji bo beyankirina lêborînê û daxwaza efûkirinê ji ber karên xwe yên borî, Şêxulislamê Tebrîzê Emîr Evdulwehabî bi hin alim û qaziyan re ji bo şefaet û sererastkirina rewşê şandiye dergahê penaha dinyayê. Lê ji ber ku niyeta pîroz, sererastkirina karên mîlletê û parastina meslehetên mezheba ehlê sunnet we’l-cema’etê û bi qasî hêzê rakirina qanûnên kufr û îlhadê ye, şefaetxwestina wî nehatiye qebûlkirin. Alayên mensûr ji bo bicihkirina hukmên Îslamê ji zivistangeha Amasyayê bi rê ketine.’’[24]
Hevgiriya melikên Kurdistanê ji ber peyama Sultan Selîmî ya hatî dîsa xurt bû.
Şahî, gava nekarî bi nermî û dilxweşîyê dilên melikên Kurdan bi dest bixe, ordiyek di bin fermandariya Kurd Begî[25] yê ku di dema îstîlaya Qizilbaşan de hakimê tevahiya Kurdistanê, bi taybetî Bidlîsê, Hîzanê û derên pê ve bestî bû, bi hakimê Erdîşê, Adilcewazê, mîrên Bajûkî (Pazûkî) û kurên (Mîrê Pazûkî Çolaq) Xalidê kuştî re ji Azerbaycanê şand aliyê Bidlîsê û Xelatê.
drîsê Bidlîsî melikên Bidlîsê, Hîzanê, Muksê, Şêrwan û Sasonê li hev civandin.
Ordiya Qizilbaşan hê li derdora Erdîşê bû, şervanên Kurd ji bo pêşwazîkirina wan, ji çiyayê Sibyan (Subhan?) derbas bûn û li mewkiya Saru Suyê (Sarisu) ya Erdîşê xwe gihandin wan. Di cih de, ji ber qerebalixa mezin a Kurdan, alîgirên Şahî dest bi jihevqetînê kir. Beşek, tenê bi dîtina mucahidan, belav bû û wan dest bi revê kir. Her yek ji mîrên wan reviya çiyayekî. Xortên tıfaqa Kurdan tevî ku ew şopandibûn jî, negihîştin hakim û mîrên pêşeng. Lê êl û qebîlên wan bi dest xistin û dest danîn ser gelek xenîmetan.[26]
Îdrîsê Bidlîsî diyar dike ku Şahê Ecemê ji bo tolwergirtina ji Kurdan û jinûve bi şûr girtina memleketên wan, ji Tebrîzê ordiyek şand Welatê Ermenê (wê demê sînorê Mîrektiya Bidlîsê bû û diket bakurê vê mîrektiyê, rojavayê Gola Wanê, herêmên Xelat û Erdîşê). Di vê demê de ji ordiya Sultanî tu kes nehatibû alîkariya Kurdan.
Di wan şertan de Îdrîsê Bidlîsî, mîrên Kurdan ji Hîzanê, Sasonê, Şîrwanê û hin herêmên din civandin. Ordiyeka Kurdan a hevbeş a ji çar hezar kesan pêkhatî li Bidlîsê civiya û bi şev êrîşeke jinişkavî bir ser ordiya Şahî a ku li deşta Erdîşê bêhna xwe vedida, a ku hay jê nemabû, hemû malzemeyên şerî, levazimat û barên xwe hîştin û reviyan.
Îdrîsê Bidlîsî, di rapora xwe ya berfireh de ya ku Sultan Selîm hê li Amasyayê bû jê re şandibû, digel pêşketinên din ên li Kurdistanê, bi berfirehî cih dide vî şerî jî.
Girtina welatê Dulqadiriyan
Di vê navberê de Sultan Selîm jî li Amasyayê betal nedima. Gava Keleha Kemaxê hat girtin û li Wîlayeta Azerbaycanê ya ku wê demê bakurê rojhilatê Wanê, derdora Bayezîdê hwd. jî dihewand û sînorekî îdarî yê ji erda Azerbaycana îroyîn pirr rojavatir hebû, ji Bayburdê û Tercanê heta Erzîromê li bajarok û kelehên Ermeniya Mezin otorîte hat peydakirin û hat fêmkirin ku zêdebûna ordiyê dikare li herêmê bibe sedema kêmasiya cilûbergan û alif, ji bo biçûkkirin û sivikkirina barê lewazimatê, beşek ji ordîyê hat şandin ser axa Osmanî.
Di dema vegerê de leşker, gava ji erdên Dulqadiriyan derbas dibûn, rastî êrîşên wan hatin. Ev, bû bahane ji bo biryara Sultan Selîmî a şandina ordîyê ser vî welatî, yê ku ji mêj ve jê hêrs bûbû çima ku guh nedidan rê û rêbazên Sultanên Osmanî.
Li gorî vegotina Îdrîsê Bidlîsî, Sultan Selîm nerehet bû, hem ji ber ku Mîrê Dulqadiriyan siyaseteke durû ya di navbera Osmanî û Memlûkan de dişopand, hem jî ji ber ku ji aliyê dînî ve meyleke wî ya ber bi Qizilbaşên Sefewî ve hebû.[27] Wekî din, bi taybetî Şukrîyê Bidlîsî, nivîskarên Selîmnameyê yên wê serdemê û weqanivîs, dinivîsin ku Sultan Selîm di çûyîna xwe ya sefera Çaldiranê de ji Mîrektiya Dulqadiriyan jî xwestibû ku bi hejmarek leşker beşdarî seferê bibe, lê ne ew bi xwe û ne jî tu fermandarekî wî beşdarî vê seferê bûn. Li ser rê di warê lewazimatê de jî tu alîkariya ordiyê nekir. Ya herî xerab jî, piştî Şerê Çaldiranê, gava Şah Îsmaîlî ji Dulqadirî û Memlûkan re nameyên tevger û hevkariya hevbeş şand, Alauddewle bi erênî lê nihêrî.
Sultanî, ordiyeke deh hezar kesan di bin fermandariya Mîrê Mîranê Rumeliyê Kurd Sînan Paşa de şand ser Mîrektiya Dulqadiriyan.
Mîrê Dulqadiriyan Alauddewle gava nûçe bihîst, “hemû êl û eiîrên Dulqadirî li çiyayekî bi navê Çiyayê Turnayê bi cih kirin û girtin bin parastinê. Wî bi xwe jî bi leşkerên xwe yên bijare, zarok, nevî, reîsên ordiyê û mêrên ji peyade û siwariyan pêkhatî re, li derbend, qunc û ketin û derketinên wî çiyayî kemîn danîn, tedbîrên parastinê girtin.”[28]
“Leşkerên Dulqadiriyan herçendî bi rêya rêgirî û parastinê hewl dan li hember Sînan Paşayî bisekinin, ji ber têkçûnê û bêçaretiyê riya revê bigrin û xwe bi daran û deviyan ve girêdin jî, leşkerên Sînan Paşayî hemû yeko yeko ji ser hespên çiyapîk û bilind kêşan erda xusranê û bi toza piyên xwe ve yek kirin. Leşkeran di dema pevçûnê de serê Alauddewle ji gewdeyê wî qetand û anî huzura fermandarên xwe. Hemû zarok, bira û neviyên wî; hinek hatin esîrkirin, hinek jî serên wan hatin çikandin ser riman.”[29]
Mizgîniya fethê ji Sînan Paşayî ji bo Sultan Selîmî hat.[30]
Gava memleketê Dulqadiriyan bi temamî hat girtin, Sultan Selîmî berê xwe da aliyê Qeremanê. Destûr hatin dayîn mîr û leşkerên Rumelîyê, Anadolê û Qeremanê da vegerin mal û welatên xwe û wî bi xwe jî bi xizmetkarên xwe yên bijarte yên bi îhtişam berê xwe da navenda seltenetê; Stenbolê.[31]
Lêbelê hê ku li Tebrîzê bûn, paşê gava diçûn Qerebaxê, li Amasyayê bûn, yan jî piştî girtina balyozên Sefewî yên hatî, di wan nameyan de ku ji Îdrîsê Bidlîsî re hatibûn şandin, di wan sozan de ku ji Kurdan re hatibûn dayîn, bi dehan caran hatibû gotin ku di biharê de dê dîsa li Tebrîzê bê vegerandin. Wekî din Sultan Selîm jî di dilxwaziya vegerê û temamkirina fethan de bû… Balkêş e, dîroknasên Tirk balê nakêşin vê diyardeyê, wekî ku qet qîmeta wê tune be û tesîr li bûyerên dîrokî nekiribe.
Rastî ew e ku Kurdan, gava nûçeya ku ordî û Sultan hê neçûbûn Stenbolê, lê berê xwe dabûn Mîrektiya Dulqadiriyan bihîst, tavilê fêm kir ku ev veger dê şandina ordiyê ji bo Kurdistanê bi derengî bixe, loma yekser civiyan û heyetek bi serokatiya Îdrîsê Bidlîsî bi rê kirin ber bi Amasyayê ve.
Şeref Xan dinivîse ku di vê atmosfera hêrsbûnê de ya şer û serhildanên li dijî rêvebirên Sefewî yên li Kurdistanê, mîrên Kurdan cara duyê heyetek bi serokatiya Îdrîsê Bidlîsî ava kir û vê carê şand Amasyayê. Lê wekî ku em ê paşê ji detayan fêm bikin, li ser bersiva erênî ya Sultan Selîmî ya ku wê demê ji wir bi rê ketibû û tenê li Stenbolê gazî û nameya daxwazê wergirtibû, ew diyar dike ku “ emirnameyek derket derbarê tayînkirina ‘Çavuşbaşı Muhemmed Axa’yî de ku paşê dê wekî Biyikli Muhemmed Paşa bê naskirin, wekî Mîrê Mîranê Eyaleta Diyarbekirê û Fermandarê Giştî yê ordiyên Kurdistanê bê tayinkurin yên ku armanc dikin wê eyaletê ji destê biyaniyan vegerînin û têxin bin desthilatdariyê.”[32]
Îdrîsê Bidlîsî jî vedibêje ku çawa mîrên Kurdan yeko yeko bajarokên xwe rizgar kiribûn, lê hê cihên wekî Amîd û Mêrdîn nehatibûn rizgarkirin û wekî din Şahî dîsa dest bi şandina ordiyên xwe ji bo ser Kurdistanê kiribû, wan bi bêhizûriyeka mezin fêm kir ku ordiya Sultanî berevajî soza dayî, li şûna alîkariya Kurdistanê berê xwe dabû erda Dulqadiriyan, paşê jî pêşketinên rûdayî bi detay vedibêje.
Îdrîsê Bidlîsî bi mîran re civînê dike
Îdrîsê Bidlîsî, çû bajarokên Hisn Keyfê, Sêrtê, Bidlîsê û Hîzanê û bi melik, hakim, mîr û mezinên navdar ên wan deran re hevdîtin kirin; civînek li dar xist ku bîst û pênc kes / li hin deran 40 kes ji mîrên xanedanên kevn ên Kurdan û ji Misilmanên pêşeng, bi taybetî Melîk Xelîl Eyûbî yê xwediyê Hisn Keyfê, Emîr Şerefedînê melikê Bidlîsê, Emîr Dawudê melikê Hîzanê, Elî Begê hakimê Sasonê, Evdil Begê hakimê Nemîranê û Emîr Melîk Ebasê kurê Îzzedîn Şîr Begî beşdar bûn.
Mîrên Kurdan di mesela saxlemkirina ehd û dilsoziya xwe de ya ji bo tabi’bûna Sultanê Osmanî û rawestiyana li hember dijminan û tunekirina wan, ji Îdrîsê Bidlîsî re dubare kir ku ew sadiq in.
“Lêbelê ji aliyê temamkerê vê mebestê û wek yek ji hêmanên girîng ên van ehdan, wan daxwazek kir: Ji ber ku taîfeya Kurdan, heta mirovên çiyayî, serbixweyiya ramanî û mixalefeta li hember hevsal û hevtayên xwe kirine xûy, di şer û pevçûnan de ji bo peydakirina civandina hemû teb’ayan bi hev re, pêwîst e ji huzura bilind ji ordiya mucahidên xwedan şiara Rûmî (Osmanî –M.C.) û ji nav mîrên mezin ên navdar kesek bê tayînkirin nav me, yê ku emir û qedexeyan bicîh bîne û di bûyer û şeran de yekitiya ordiyê û serketina wê peyda bike.”[33]
Îdrîsê Bidlîsî di eynî berhema xwe de li cihekî din dîsa vê civînê tîne ziman û van agahiyan dide:[34] “Gava Gazîker (Vexwêner Îdrîsê Bidlîsî –M.C.), bi rêya nûkirina ehdê dilên wan germ kir û gihaşt islahkirina Kurdan, bende bi mezinên wan re civînek kir, di civînê de her kes hazir bû. Mezinên Bidlîsê, Hîzanê û mîrên Nemiran û Şêrwanê… ji xwediyên hukmê keleh û bajarokan zêdetirî çil kes di wê civînê de hazir bûn. Hakimên xwedan eslê bilind, kesên ku ji bav û kalan ve serokatî kirine… ji ber ku hemû dijminê Qizilbaşan bûn, lihevhatina di navbera wan de pir aşkere bû. Gava min ji wan re teklîfa bey’etê kir û ew vexwendin yekitî û dostaniyê, hemûyan bi îxlas û dostaniyeke saf destê bey’etê dan destê min.[35]
Hemû melik û hakimên Kurdistanê ehdên xwe dubare kirin û bi vexwendina Îdrîsê Bidlîsî, îradeya xwe ya tabi’bûna Sultan’i saxlem kirin, diyar kirin ku ew ji tabi’bûna koma Qizilbaşan dûr in. Li memleketên Kurdistanê li cihên bi mesafeya mehekê, dest bi îbadet û ta’etê li gorî mezheba Ehlê Sunne we’l-Cema’eyê kirin ya ku pê ve girêdayî ne û ‘bid’et û gumrehiya’ Qizilbaşan rakirin. Nav û leqebên bilind ên Sultanî ji aliyê xetîb û edîban ve li ser hemû mînberên mizgeftan hatin gotin. Dest bi bendewariya hatina Padîşahî di serê ordiya Osmanî de kirin. Di vê navberê de wan bi can û dil, bi mal û leşker di meydana şer de hewldana xwe domand.
Lê gava wan bihîst ku Sultanî berê xwe daye Mîrektiya Dulqadiriyan a di bin rêveberiya Alauddewleyî de, bi yekdengî ji Îdrîsê Bidlîsî re ev teklîf anîn:
“Sultanê Îslamê ev bendeyên bi îtiqada sadiq ji bo xizmetkarî û tabi’yê hilbijartine, li gorî vê yekê tişta ku nihêrîna wî ya bi hêvî e ew e ku divê ramana xwe ya xurtkirina bendeyên xwe yên muxlîs û dayîna piştgirî û alîkariyê bi wan re, bi cih bîne.
Ji ber ku bajarok û meskenên me nêzîkî bajarokên Qizilbaşan in, heta rasterast li tenişta wan in. Ji ber ku di nîveka Diyarbekirê, Azerbaycanê û Bexdadê de mane. Bi salan e ev taîfeya bi şiara îlhadê, reh û damarên Kurdan bi şûrê zulmê qut kirine. Ji çardeh salan ve dijminatiyeke wan a mezin a dînî û dinyayî li dijî vê taîfeya bi îtiqada paqij heye. Qizilbaş wekî sedema herî mezin a berêdana Sultanê Îslamê ya vî alî, gaziya Kurdan dibînin, Sultanê mucahidan, di temamkirina vê cîhadê û xurtkirin û gîhandina gelê van bajaran ber bi refahê ve, dilovaniyeke padîşahane nîşan bide… Ev taîfeya (Kurd –M.C.) ku ji ber salên zulm û zextê lawaz û bêhêz bûye, bi serê xwe ne xwediyê wê hêzê ye ku li ber wê koma gumreh û ordiyê bisekine. Ji ber ku di bajarokên Kurdan de hakimên taîfeyên curbicur û qewm û eşîrên curbicur hene. Suneta Xwedê, ji bilî hebûna hevpar di kelîma tewhîdê de û bûna ummeta Pêxemberê mezin, di tu karî de li ser itîfaqa wan carî nabe. Niha ji ber ku teb’at’îya ji Sultanê Îslamê re ji cumleya tabi’bûna gotinên Xwedê û Resûl e, şikir ji Xwedê re di riya lihevhatin û dostaniyê de bi sebat in. Îro bi hêviya ku ordiya padîşah wê di warê piştgirî û alîkariyê de bibe alîkar, piraniya bajarokên Iraqa Ereb, Iraqa Ecem û Azerbaycanê ji zulma Qizilbaşan hatin rizgarkirin. Bi taybetî gelê vî bajarî (Amîd –M.C.) ku kilîda fetha memleketên Ecemê û paytextê melik û seltanên Xanedana Bayindiriyan (Aqqoyunlu –M.C.) bû, û niha jî salek e li hêviya dilovanî û merhemeta Sultanê Îslamê ne, ji aliyê Qizilbaşên zalim ve di bin dorpêçkirinê de ne. Li wir ji pênc hezaran zêdetir mirov rûbirûyê mirinê ne. Niha eger awirên Sultanî îsal berê xwe bidin halê me û bigihîjin alîkarî û hawara van bajarên Misilman, digel sewaba axretê, dê bigihîjin fethên curbicur û feydeyên dinyayî. Hemû mu’min û muwehîd jî dê ji vê biqezenc derkevin.”[36]
Îdrîsê Bidlîsî, di pêşîyê de qasidek şand û bi xwe jî bi heyetekê ber bi Amasyayê ve bi rê ket ku Sultan lê bû. Gava gihîşt derdora Kîxîyê, qasid[ê ku Bidlîsî ew li pêşiya xwe şandibû] bi bersîva daxwaznameyê ji dergahê Sultanî ê li Amasyayê vegeriya û nûçeya ku Padîşah bi lezeke temam ber bi Stenbolê ve vedigere anî.
Sultanî, di rastiyê de berevajî soza dayî, bi awayekî vekirî diyar kiribû ku ew bi xwe bi ordiya xwe ve nikare bê, û pirsîbû gelo rizgarkirina Amîdê ji aliyê mîrên Kurdan bi xwe, bi alîkariya hin yekîneyên ku ew ê bişîne, dikare pêk bê yan na: “Eger girtina bajarê Amîdê û di vê navberê de derxistina qewmê Qizilbaş ji wir, bi alîkariya mîr û leşkerên Kurdistanê digel hin mîr û leşkeran pêk bê û ji bo bendeyê gazîker (Îdrîsê Bidlîsî –M.C.) ev rewş qet’î be, bila bê arzkirin.”[37]
Biherhal, ji ber ku pêwîst bû, ji melik û hakimên Kurdistanê re nameyên dostaniyê yên Sultanî jî hatibûn şandin. Biyikli Mehemed Paşa, di wê demê de bi hin endamên ordiyê re li Bayburdê bû. Di huzura wî de soz hat dayîn gelê Amîdê û melikên Kurdan, yek ji kevokên posteyan ku li cem wan bûn hatin şandin û berdan nava hîsara Amîdê. Bi xebatên Îdrîsê Bidlîsî, hat biryardan ku Biyikli Mehemed Paşa bi lez bê û di dorpêçkirina bajarê Amîdê de rêberîya wî bê kirin. Îdrîsê Bidlîsî, hin mezinên mîrên Kurdan bi xwe re anîn û teahuda pêşkêşkirina alîkariya leşkerî da.
Piştî ronîkirina rewşê û rakirina şik û dudiliyan, hat biryardan ku detayên van tedbîran û hewldanên navbeynkariyê yên Bidlîsî bi berfirehî ji dergahê [Sultanî] re bê arzkirin û derbarê ku Sultan berê xwe vegerîne ser Diyarbekirê ‘’îstîxare û îstîşare’’ bên kirin. Li ser vê, defterdarê tîmarê Xwace Nizameddin Elî bi qasidekî re çû huzura Sultanî; Stenbolê û vegeriya.[38]
Sultan li Stenbolê
Sultan Selîm di 29ê Cemaziyûlevvel 921/11ê Tîrmeha 1515ê de gihîşt Stenbolê ya ku panzdeh meh bû jê dûr ketibû. Bi rêya Xwace Nizameddin Elî, biryarên ku piştî temînata ku Îdrîsê Bidlîsî û Biyikli Mehemed Paşayî dabûn mîrên Kurdan hatibûn girtin û nûçeyên derbarê pêşketinên dawî yên li Kurdistanê li Stenbolê gihîştin Sultanî. Heyder Çelebî di Rûznameya xwe de diyar dike ku di 11ê Cemaziyûlaxîrê/23ê Tîrmeha 1515ê de Sultan Selîmî dîwana xwe civand û digel hin pirsgirêkên Stenbolê, nûçeyên ji Diyarbekirê hatin jî hatin nirxandin.
Ferîdûn M. Emecen ê ku van agahiyan vediguhêze, herwiha diyar dike ku serê jêkirî yê Nûr Elî Xelîfe yê ku li Çemişgezekê hatibû kuştin jî hatiye anîn.[39]
Sultan hesabê zehmetiyên di dirêjahiya seferê de hatine dîtin dipirse
Sultan Selîm demeka piştî gihîştina Stenbolê, piştî ku civînên behskirî temam kirin û kurê xwe Silêman ji bo şandina senceqa xwe ya kevn ji Edîrneyê anî, merasîm û şahî kir, dest bi pirsîna wan hesabê bûyerên ku li Amasyayê mabûn kir, ku yenîçeriyan derxistibûn û encama kuştina hin wezîran û azilkirina wan dabû.[40]
Li gor çavkaniyên din, hêrsa Sultan Selîmî ya ji yenîçeriyan di asta herî bilind de bû û wî hetta gotibû eger yên ku wan provoke dikin neyên dîtin, ew ê dev ji textî berde. Ji Rûznameyê tê fêmkirin ku padîşah ji bo bidestxistina encameke qet’î her rê diceriband. Di roja 3ê Recebê/13ê Tebaxê de dîwan civand. Pêşîyê bi paşayan re civiya, piştî derxistina wan, gazî axayê yenîçeriyan kir, bi tenê bi wî re hevdîtin kir. Paşê dîsa paşa vexwendin dîwanê û vê carê serokê sekbanan, deh kesên ji serokên “yayabasan”(yekîneyên piyade yên lu dora Sultanî M. C.) ên berê û axayê “ecemî oğlanan”(yekîneya perwerdekirina ciwanên ecemî ji bo parastina Sultanî M.C.) vexwendin. Dema paşa û axayê yenîçeriyan li ber derî bûn, bi wan re hevdîtin kir û bi awayekî vekirî pirsî ka provokatorên serhildana yenîçeriyan a li Amasyayê qewimî kî ne, eger ew îxbara wan nekin, ê dev ji Sultantiyê berde. Lê ji van jî bersîva xwestî negirt. Bi hêrs civînên dîwanê betal kir û derket nêçîrê.
Lê ji ber ku êdî rewş hatibû fêmkirin, yenîçerî civiyan û li ser bersîva ku dê bidin padîşahî peyivîn. Biryara diyarkirina navên provokatoran girtin. Axayê yenîçeriyan ê ku di 18ê Tebaxê de hat civîna dîwanê, bi çend serokên yayabasan re derket huzûra Padîşahî. Di vê hevdîtinê de failên bûyerê hatin îxbar kirin. Padîşah tavilê gazî qazaskeran kir, bi kurtî bi wan re peyivî û derxist derve, paşê wezîr hatin dîwanê, gava ketin hundir Padîşah nav ji wan re eşkere kirin.[41]
Şukrîyê Bidlîsî diyar dike ku di encama pirsyariyên israrker ên padîşahî de, yenîçeriyan navên failan jê re gotin. û axaftinên her du aliyan bi zimanê şiîrê dide: “Dediler iy erenler serveri/ İti birkaç bî-hired (bîxîret) yeniçeri/ Lîk bais bunda üç behredir/ Uş bu tahrik ile anlar şöhredir/ Biri İskender Paşa durur be-nam/ Ol biri Sekbanbaşı iy nîk-nam/ Biri dahi kazıaskerdir ki şah/ Sanur anı her ciheten nîk-hâh”[42]
Ji van îfadeyan tê fêmkirin ku provakatorên esas Wezîr Îskender Paşa, Qazasker Tacîzade Cafer Çelebî û Sekbanbaşı Balyemez Osman Axa bûn. Heyder Çelebî diyar dike ku piştî ronîbûna rewşê, sekbanbaşı di hundir de ma û nehat berdan, Qapûcîbaşı Behram Axa tavilê bi lez hat û ji wezîran Pîrî Paşa û Îskender Paşa destên wan ji paş ve girê dan û birin ba Padîşahî. Piçek şûnde jî Tacîzade, ji aliyê çawuşan ve hat girtin û şandin bal Padîşahî. Sînan Paşa yê ku serokatiya dîwanê dikir, gava di vê rewşê de xwest dîwanê belav bike û biçe, qapû axası muhtemelen li gorî emrê ku ji Padîşahî girtibû, li ber vê yekê girt. Demekê piştî vê, hat dîtin ku Pîrî Paşa hat berdan û tê. Paşê Qapûcîbaşı, Sînan Paşayî bir ba padîşahî. Piştre jî celad hatin gazîkirin.[43]
Sultan Selîm, ji ber derketina navê du mirovên xwe yên nêzîk ên ku pir pêbawer bû, pir şaş mabû. Hewl da sedemê ji wan bi xwe fêr bibe. Pêşîyê ji Îskender Paşayî pirsî ka çima tevî ku hay ji vê bûyerê hebû, tiştek jê re negot û rê li ber wan negirt. Gava Îskender Paşa bêdeng ma, emir da ku serê wî bê jêkirin. Paşê xwest ji Sekbanbaşî derbarê rola wî di vê bûyerê de agahî bigire û jî wî jî pirsî. Balyemez Osman Axa jî wekî Îskender Paşayî bêdeng ma û ew jî hat radestin bo celadî. Tacîzade jî hat şandin ber celadî.[44]
Sultan Selîm ê ku bi xwe şahidê îdamkirina her sêyan bû, tavilê dîsa gazî axayê yenîçeriyan kir, bi tenê demekê pê re peyivî û xwest reaksiyonên yenîçeriyan fêr bibe. Paşê rewş aram bû û padîşah jî bi rihetiya ronîkirina bûyereke wisa girîng dest bi çalakiyên nû kir.[45]
Sultan Selîm, bi nûçeyên ku Xwace Nizameddin Elî anîbûn, pêşketinên li Kurdistanê bi baldarî dişopand. Derbarê çalakiyên Biyikli Mehemed Paşayî yên li herêma Diyarbekirê û Mêrdînê, biryar da ku hin tedbîr bên girtin. Padîşahî yê ku tayinên nû li hin senceqan kir, piştî dîwana 25ê Recebê /5ê Îlonê, kurê xwe Silêman rêkir senceqa wî. Sê rojan şûnde Hersekoğlu Ehmed Paşa ji bo meqamê wezareta a’zem hat tayînkirin. Ya ku tê fêmkirin demeke dirêj vala bû. Di vê demê de qasidê Xanê Ozbekê Ubeyd Xan hatibû û radigihand ku beşeke girîng a herêma Xorasanê ji Şah Îsmaîlî fetih kiriye. Padîşah di despêka meha Şebanê de/10ê Îlonê de ji Stenbolê ber bi Edîrneyê ve bi rê ket.
Bi Xwace Nizameddin Elî yê ku di nav 40 rojan de vegeriyabû Kîxîyê, hukmên Sultaniyê hatin şandin ku destûr hatiye dayîn da li leşkerên pênc mîrên senceqê ku mîrên Rumiyye-i Suxrayê (Sêwas, Amasya, Toqat) li ser serê wan bûn û Biyikli Mehemed Paşa, bi hev re bên şandin ji bo alîkariya mîrên Kurdistanê. Biyikli Mehemed Paşa haydar bû ku leşker hatine civandin. Îdrîsê Bidlîsî jî li gor hukmê Sultanî vegeriya ji bo ku dîsa mîr û leşkerên Kurdistanê li hev bicivîne. Ji Erzincanê derbas bû, pêşîyê çû ba hakimê Çemişgezekê û mîrên Mirdasîyan, bi taybetî Cemşîd Begê hakimê Paloyê û mîrên Çepexçûrê. Li ser bersîva erênî ya hakimên Bidlîsê, Hisn Keyfê, Hîzanê, Cezîrê û Sasonê, komeke girîng bi rê ket.
Di vê demê de li gorî daxwaza Şah Îsmaîlî, hin mîrên Qizilbaşan ên ku Kurd Beg[46] jî di nav wan de bû, ji fersendê îstîfade bi hejmareke leşker ji bo dorpêçkirina Amîdê û piştgiriya mirovên xwe yên li Diyarbekirê, ji bo serhildanê, hatin wîlayeta Çapaxçûrê.
Dor li Kela Çapaxçûrê girtin û bi dest xistin. Bûyer bû sedema qerebalixeke mezin. Îdrîsê Bidlîsî, bi birrek mîrên Kurd re ku leşkerên Sa’îd Qasim Begî, Cemşîd Begî û yên Çemişgezekê di nav wan de bûn, riya wan birrîn. Rewş li Erzincanê hat ragihandin Biyikli Mehemed Paşayî. Paşa, bi ordiya amadekirî li senceqa Kîxîyê ya ku cihê civînê bû. Bi alîkariya Hesen Begî û digel mîrên navborî, bi du hezar kesên ku li senceqê tevlî Mehemed Paşayî bûbûn, êrîş bir ser ordiya Sefewî, wan ew belav kir û teriqand aliyê Erdîşê û Adilcewazê. Bi vî awayî derbasbûna wan a aliyê Diyarbekirê mimkin nebû.
Ji wir, ji bo rizgarkirina gelê bajarê Amîdê ji dorpêçkirina Qere Xanî, bi rê ketin… ji wê riyê derbas bûn. Li wê menzîlê, li gorî fermana Sultan Selîmî, mîrê mîranê Rumîyeyê Suxra Şadî Paşa, bi pênc kesên ji mîrên xwedî senceq û nêzî pênc hezar mirovên çekdar ên ji bendeyên dergahê tevlî koma Biyikli Mehemed Paşayî bûn, di dawiyê de li Qerekopruyê (Pira Reş) ya bi pênc menzîl dûrî Amîdê rawestiyan.
Gava Qizilbaşan bihîst ku mîrên mezin û leşkerên Osmanî tên, ji ser bedenê rabûn reviyan û derbasî aliyê Mêrdînê bûn ku di teserrufa mirovên Qere Xanî de bû.[47]
Gelê Amîdê gava dît ku leşkerên Osmanî hatin, bi şahî û heyecaneke mezin pêşwaziya wan kir, bi merasim ew birin nava kelehê û kilîtên bajêr radestî wan kirin.
Nûçeya mezin a rizgarkirina Diyarbekirê ji bo ku bê ragihandin Sultanî, bi Çawuş Küçük Ehmedî re ji Amîdê bi rê ket. Nûçe li Edirneyê gihîşt Sultanî. Ji ber ku Sultan Selîm di 19ê Îlona 1515ê de gihîştibû Edîrneyê û dê zivistan li wir derbas bikira.
Padîşahî, di meha xwe ya yekê de a li Edîrneyê, ji aliyekî ve tim nûçeyên ji Kurdistanê hatî bi baldarî dişopandin.
Di 22ê Cotmehê de mizgîniya ku Biyikli Mehemed Paşa ketiye Diyarbekirê hat. Çawuş Küçük Ehmed ê ku bi nameyên derbarê vê yekê de hatibû, di 26ê Remezanê de/3yê Çiriya Paşîn/Novembera 1515ê li dîwanê hat qebûlkirin.
Li gorî Emecenî, di vê navberê de Diyarbekir wekî mîrê mîrantiyê hat dayîn Biyikli Mehemed Paşayî, teşkîlata nû ya vê derê jî hat diyarkirin û ji bo senceqên nûavakirî tayîn hatin kirin. Beratên derbarê tayînên li herêma Diyarbekirê teslîmî Çawuş Kuçuk Ehmedî kirin. Yek ji van, berata mîrê mîraniyê bû, bîst û du jî beratên mîrên senceqan bûn, yên din jî îstîmaletname bûn û ji bo mîrên Kurdan hatibûn nivîsandin. Wekî din ji Îdrîsê Bidlîsî re jî hukim hat nivîsandin û diyariyên biqîmet hatin terxankirin. Ev jî radestî Çawuşî hatin kirin.[48]
Îdrîsê Bidlîsî agahiyên derbarê van îstîmaletnameyan û hukumnameya Sultanî ya bi Osmanî ya bi mohra Edîrneyê ya dîroka nîveka Şewwala 921ê/derdora 20-25ê Çiriya Paşîn/Novembera 1515ê di Selîm Şah-Nameya xwe de weşandine:
“Ji ber ku bi alîkariya Îlahî û piştgiriya bêdawî, fethên memleketên Diyarbekirê wek ku hat ragihandin muqeder bû û di warê şakirina dilên piranîya ehlê Îslamê û teselîkirina dilê Sultanî ê xwedî meqamê bilind de rewş li dergahê bi îhtişama felekê hat erzkirin. Li gorî pêwîstiya bilindahiya hîmeta bilind a Sultanê yekane yê demê û mewqiya wî ya şahane, ji bo dilxweşkirina mîrên Diyarbekirê û şerefyar kirina wan, bîst û pênc bar zêrên tam eyar û pênc sed xil’atên bi nexşê-zêrîn ên hêjayî serdarên navdar û ji bo şervanên mêrxas jî hevdeh alayên alemdar ji xezîneyê hatin bexşandin û şandin. Ji bilî van jî, ji bo Mîrê Mîran Mehemed Paşayî florîyên sor, bêhejmar dîrhem, xil’atên biqîmet û îhsanên curbicur ên ku zimanê qelemê nikare bijmêre, hatin şandin. Ji bo Îdrîsê Bidlîsî ê ku gazîkerê dewletê ye û ji bo zêdebûna îzzeta Sultaniyê xebatê dike, hin în’amên taybet îhsan bûbûn. Ji ber ku naveroka înayetnameyê ronîker e, ev hukm di berhema Bidlîsî de cih digre:
Di jêrenotê de versiyona orîjînala Osmanî ya di Selîm Şah-nameyê de cih digire heye[49]. Ev jî Kurdîya wê:
’’TÎMSALA HUKMÊ PÎROZ Û ÎHSANÊN MUBAREK ÊN SULTANÎ
Piştevanê xwediyên qencîyan, pêşengê xwediyên fazîletan, di rêyên terîqetê de dimeşe, rêberê rêyên aşkere yên şerîetê, zehmetiyên dînî radike, zehmetiyên yeqînî çareser dike, xulaseya av û axê (mirov), nêzîkê melik û sultanan, burhanê ehlê tewhîdê û teqdîsê Mewlana Hekîmeddîn Îdrîs (Xwedê fazîletên wî daîm bike).
Gava tuxraya (nîşana) min a hîmayûnê a bilind bigihîje, wisa bizane ku;
Di halê xwe de nameya te gihîştiye dergehê (huzura) se’adeta min û hatiye ragihandin ku li gorî dîndariya qenc, emanet, rastbûn û îstîqameta zêde ya ku ji te tê hêvîkirin, tu bûyî sebebê fetha temamî ya wîlayeta Diyarbekirê. Rûyê te spî be. Înşallahu’l-a’zem, ji bo fetha wîlayetên din jî bibî sebebekî tam.
Lutfên min ên bilind û curbicur ên xwedî meqamê hukumdariya min, derbarê te de bi pirrûpirranî hatine mesrefkirin û berê xwe dane te.
Di vê rewşa heyî de, heta dawiya meha Şewwalê ya mubarek, digel ulûfeya (meaşê) te ya ku waqi’ bûye; du hezar adet sîkkeyên floriyên Frenkî, kurkekî samur, kurkekî weşeq, du qumaşên sof ên murabbâ (çarçikî), du çoxe û ji van zêdetir, digel sofên bi kurkên samur û weşeq pêçayî (qumaşên kurkdîtî) û şûrekî zêrkirî yê bi kalanê qumaşê Frenk kamxasî (qumaşê hevrîşimîn) jî hatine îhsan kirin û şandin.
Înşallahu’l-kerîm (gava gihîştin bibe nesîb) bi sihet û selamet wergire û li mesrefên xwe xerc bike.
Di beramberî xizmetên te de, di beramberî rastbûn û sadiqiya te de, hêjayî lutfên min ên bilind ên xwedî meqamê hukumdariyê be û ji wan nesîbdar be.
Rewşên senceqan û mîrên wan, leqeb û pileyên (rutbeyên) wan ên ku di wê wîlayetê de ji wan re hatine tewcîh û tayînkirin, di beramberî sadiqî, xizmet û layiqiya mîrên ku li aliyê Diyarbekirê bi te re tên, wekî ku te malûm e; îftîxara umera (emîran), pêşengê mezinan, xwediyê qedir û îhtîraman, xwediyê şeref û ezametan Biyikli Mehemed Paşa (îqbala wî daîm be) yê Mîrê Mîranê Diyarbekirê ku bi alîkariyên curbicur ên Xwedê –ku ew Melikê Semed e– hatiye piştgirîkirin, hukmên (beratên) spî yên şerîf ên bi nîşana min a şerîf hatine mohrkirin, jê re hatine şandin.
Pêwîst e ku; li wî alî rewşa wîlayeta ku ji her mîrî re hatiye tewcîhkirin, çawa hatiye tewcîhkirin, leqeb û pileyên (rutbeyên) wan mîran bi kîjan uslûbê ji wî meqamî re munasîb e, beratan binivîsînin (beratnameyan durust bikin). Û sûretên wan beratên nivîsandî û mîqdarên tîmaran jî bikin defter û ji dergehê se’adeta min re jî bişînin da li vir jî (li paytextê jî) bê parastin û her xusûs hatibe fêmkirin û malûm bûbe.
Ji her mîrî re kîjan senceq hatiye dayîn, çawa hatiye tefwîzkirin, leqebên wan çawa hatine nivîsandin, re’ayet û îhsanên wan (kiriyariyên ji wan re hatine kirin) çawa bûn, bi berfirehî bê ragihandin. Lê wisa bê tertîb û tayînkirin ku, îhtîmala hejandin û çareserbûna esasên peywendiya di navbera yekê û yê din de tunebe.
Û ji wan beratan pêştir, ji bo mîrên ku pêwîst e ji wan re îstîmaletname (nameyên ji bo qezenckirina gel û mîran tên nivîsandin) werin şandin jî, kaxezên spî yên nîşandayî hatine şandin. Ew jî ji her mîrî re çawa şandina îstîmaletnameyê munasîb e, bên nivîsandin, digel îhsanên wan bên şandin. Û sûretên wan ên berfireh û di îhsanan de çawa re’ayet hatine kirin, bi sûretên wan beratan re bikin defter û bişînin dergahê min ê cîhanpenah da li vir (li paytextê) jî her xusûs bi berfirehî û vebîrî malûm be.
Û karên giring ên xwedî padîşah ên li vî alî; li gorî murada min a şerîf bi encam bûne. Înşallahu’l-a’zem, hefsarên niyeta min a azîmet (sefer) jî di wextê xwe de ber bi wî alî ve hatine berdan û zivirandin. Û derbarê wan mîran de jî lutfên min ên bilind ên xwedî meqamê hukumdariyê, ji yê ku ew difikirin zêdetir in.
Di halê niha de Îsmaîl (Şah Îsmaîl) ê gumreh kurê Erdebilî, mirovên xwe yên bi navê Huseyîn Beg û Behram Axa şandine xizmeta balyoziyê ji dergehê se’adeta min re û bi devkî û nivîskî cure bi cure bendetî û lavijiyên xwe erz kirine û eger di navbera me de aştî û isleh (rastbûn) mumkun bibe, çi ji wî alî ve bê muradkirin, li gorî rizaya min a şerîf wê bê qebûlkirin û cure bi cure şelafî kirine. Lê ji ber ku qet caîz nîne ku mirov bi gotin û aştî/isleha wî îtîmad bike, min balyozên behskirî li Hîsara Dîmetokayê, mirovên wî yên din jî li Keleha Kilîdu’l-bahrê (Tengava Stenbolê) xistine zindanê.
Tu jî pêwîst e ku; di karên gumrehê behskirî (Şah Îsmaîl) de tedbîra herî qenc çi be, di wê tedbîrê de be û ji bo dewleta (bextê) min a ebedî û ku roj bi roj zêdedibe, di kar û meslehetên giring de hewl bide û xebatê bike. Ji niha pê ve berhemên (serkeftinên) we yên qenc vekirî û geş bin.
Aha evê wisa bizane. Bi nîşana (alema) min a şerîf bawer bî.
Dîroka nivîsandinê: di nîveka meha Şewwala mubarek a sala hicrî neh sed bîst û yek (921), li Edîrneya ku navenda seltenetê ye.
(Beramberî wê ya Mîladî: Çiriya Paşîn/Novembera 1515ê)[50]
Li Mêrdînê pêşîyê serkeftin, paşê belavbûn
Helbet gava Amîd hat rizgarkirin, ji ber ku leşkerên Qere Xanî ber bi Mêrdînê ve direviyan, mîrên Kurdistanê û beşeke girîng a ordiyê neketin nava bajêr, ketin pey ordiya dijminî ya reviyayî. Leşker heta Cewsaqa (Ceqceq?) nêzî Mêrdînê hatin şopandin. Gava leşkeran fersend nedît ku xwe bigihînin Mêrdînê, malbat û nêzîkên xwe girtin û ber bi deşta Sincarê ve reviyan. Ordiyên Kurdistanê û ordiya Osmanî, ji ber ku ji wir pê ve çoleke hişk û bêav bû, êdî zêdetir neketin pey wan.
Piştî ku sê rojan li Cewsaqê man, hat biryardan ku ji bo dorpêçkirin û rizgarkirina bajarê Mêrdînê civîneke meşweretê bê lidarxistin. “Beşeke mezin a ordiya ku ji cihên dûr ên memleketên Osmanî hatibûn, vegeriyanê û qenaetkirina bi girtina bajarê Amîdê baştir didît. Lêbelê Îdrîsê Bidlîsî bi hewldaneke piçûk teahud kir ku Keleha Mêrdînê dikare bê fethkirin. Ji ber ku ji bo gel û mezinên memleketî, li gorî agahiyên borî û mafên cîwarbûna meskenên eslî, ji dûrketina karên dînî û dinyewî nayê fikirîn. Di her halûkarî da li cem mîr û fermandaran, hat biryardan ku Îdrîsê Bidlîsî bi gelê Kurdistanê re, bêyî ordiya Osmanî biçe û pêşîyê wan vexwîne ser rêya aştî û eman xwestinê.
Melîk Xelîl ê hakimê Hisn Keyfê yê ji melikên Kurdan ên bi Mêrdînê re cîrantiya kevn hebû, li gel pênc sed xortên bijarte bû. Ji Cewsaqê ber bi binê hîsara Mêrdînê ve hat meşandin. Bidlîsî, kesekî ji xwediyên îlm û teqwayê wekî nuner tayîn kir. Li ser kaxezekê bi destxeta xwe vê ayeta ku kilîda karên dîn û dewletê ye nivîsî: ‘Gelî bawermendan, hemû bi hev re biçin aştiyê, nedin pey şeytanî, ew ji bo we dijminê aşkere ye’ (Qur’an, 2/208). Paşê ji mîr, mezin û rûniştiyên giştî yên wir re ev peyama devkî şand: ‘Ev bende, rizgariya dînî û dinyayî ya hemû bajarokan û rizgarbûna hemû nefsan ji ziyana zindiqîtî û îlhadê dixwaze. Bi taybetî bi gelê memleketên Diyarbekirê re ji serdemên pir kevn ve biratî û nasîna Îslamî hebû. Eger bên ser rêya aştiyê, hemû xwîn, namûs û malbatên wan dê di bin ewlehiyê de bin. Wekî din hêz û qudreta ordiya mucahidên Rûmî esil (Osmanî –M.C.) di girtina kelehan û fethkirina welatan de ne tiştek e ku alem jê nehaydar be.’
Ji ber ku peyama peyamnêr ‘li gorî şer’an û aqil’ hate qebûlkirin, bi rêya Îdrîsê Bidlîsî ji bo bexşandin û emana xwe ehd û îman nû kirin. Seyyîd Elî Nuseybînî yê navdar û bijarte wekî wekîlê gelê bajêr şandin. Bi rêya wî bi Îdrîsê Bidlîsî û Melîk Xelîl ê ku dilsoziyeke tam nîşan didan, ehd û bey’et kirin. Gelê bajêr bi carekê de bû tabiê Sultanê Îslamê. Deriyên kelehê ji yên derve re vekirin. Hin bermayiyên Qizilbaşan ên bi girtina bajêr ve wezîfedarkirî, tirsiyan û reviyan nava hîsarê, firar kirin.
Bidlîsî, bi hevpeymaniya Melîk Xelîlî, bajêr xist bin teserufê. Pêşî gazî hat kirin. Hemû gelê bajêr û wîlayetê kulahên Qizilbaşiyê anîn huzurê, çirandin û avêtin çalên gidêşê û serpûş jî dabeş kirin leşkeran ji bo ku têxin serê kûçikan. ‘Qanûnên şer’î û hukmên Mustafawî’ hatin bicîhkirin û kevneşopiya edalet û wekheviyê di memleketî de ji nû ve hat jiyandin. Çîroka bûyerên qewimî bi rêya mizgîniyê ji mîr û fermandarên Kurd û Osmanî yên li derve re hat şandin. Hemû leşker di nav aştî û ewlehiyê de ketin nava bajêr û ji bo hewcedariyên xwe dest bi danûstandinê/alvêrê kirin. Di navbera bajarî û leşkeran de refaheke tam peyda bû. Bermayiyên Qizilbaşan, yên mal û mirov, hatin bidestxistin. Bi vî halî çar roj derbas bûn. Koma ji mezinên Ereban ên bajarî û bedewî yên li bajêr û wîlayetê, bi şahîyan pêşwaziya hatina mîr û leşkerên Sultanê Osmanî dikirin.
Ji derdorê gel û mezin dihatin û berê xwe didan xizmeta ordiya padîşahî.
Lê piştî demeke kurt, di navbera du fermandarên ordiya Sultanî , Mîrê Mîranê Diyarbekirê Biyikli Mehemed Paşayî û Mîrê Mîranê Sêwasê û Amasyayê Şadî Paşayî û hin mîrên senceqan yên memleketên Osmanî de dijminatîyê û hesûdîyê serî hilda. Mîrê Mîranê navborî Şadî Paşa, bêyî ku haya kesî jê hebe, bi şeş mîrên navdar ên xwedî senceq re û bi nêzî pênc hezar mirovên di bin senceqa wî de, ji nişkê ve ji Cewsaqê; ji ordîgehê veqetiyan û riya vegerê girtin, ber bi aliyê Rumiyyeyê Suxra ve bi rê ketin. Gotin ku emrê Sultan ew e ku ew heta bajarê Amîdê refaqetê bi Biyikli Mehemed Paşayî re bikin û gotin ku Sultan qet emir nekiriye ku ew wî tixûbî derbas bikin. Li gorî vê îddîaya xwe tevgeriyan.
Ji bajarê Mêrdînê ve veqetîyana wê birra leşker aşkere bû, Îdrîsê Bidlîsî, bi Melîk Xelîl Eyûbî yê hakimê Hisn Keyfê re, hewl da li ber vê lihevnehatinê û veqetînê bigire. Lê ji ber ku pevçûn û cudahiya di navbera fermandaran de nehat sererastkirin, Biyikli Mehemed Paşa bi mîrên xwedî senceq ên girêdayî wî û leşkeran re, ji ber musaidiya wextê, anî binê hîsara Mêrdînê. Şevûrojekê li derdora kelehê rûniştin. Lê piraniya leşkeran xenîmet girtibûn û ji bo hilgirtina malên xwe meyl kiribûn ku bi Şadî Paşayî yê navborî re vegerin. Ji ber vê yekê di nav leşkerên saltanatê de dudilî û teredudeke mezin derket. Hemû leşkerên di nava hîsarê de, neçarî ji kelehê derketin, memleket bi halê xwe hiştin, riya vegera ber bi bajarê Amîdê ve girtin û di nava Amîdê de dest bi zivistana xwe kirin.
Mîrên Qizilbaşan ên ku firarî Sincarê bûbûn, gava vê vegeriyana ordiya Osmanî bihîst, dîsa vegeriyan Mêrdînê, bajar û memleket xistin bin teserufa xwe û ji bo îstîhkamkirin û girtina kelehê xebitîn. Ji bo peydakirina alîkariyê, li pey hev mirov şandin Tebrîzê; ba Şahî.[51]
Ji aliyê Biyikli Mehemed Paşayî û Îdrîsê Bidlîsî ve rewş û rêveçûna karan bi lez hat gihandin dergahê Sultanî. Helbet hê tama rizgarkirina Amîdê dernexistibûn, nûçeyên vê rûdana neyînî ya li Mêrdînê jî li Edîrneyê gihîştin Sultanî.
Sultan ji rewşê pir xemgîn bû, ji aliyekî ve emir da amadekariya sefereke nû, ji aliyê din ve jî tavilê emir ji Mîrê Mîranê Qeremanê Xusrew Begî re hat şandin û xwestin ku ji bo alîkariyê ber bi aliyê Diyarbekirê ve tevbigere. Wekî din ji bo çûyîna Diyarbekirê qeyda leşkerên ulûfeciyan hat kirin. Ulufecibaşı Îshaq Axa jî hat serokatiya van leşkerên ku dê bihatana şandin Diyarbekirê. Gava wextê Newrozê hat, ji hemû mîrên senceqan re hukim hatin nivîsandin û hat emirkirin ku ji bo seferê amade bibin.[52]
Pevçûneke nû ya Sultan bi wezîran re û sefera duyê a Ecemê
Amadekarî û biryara seferê dîsa bû sedem ku padîşah bikeve pevçûnê bi wezîran re. Ji 2ê Zilqedeyê/8ê Kanûnê û pê ve tansiyon bi awayekî baş zêde bû. Padîşahê ku ji paşayan hêrs bêbû, hefteyekê dîwan civand. Paşê dîsa kar hatin lezandin. Li şûna Şadî Paşayî yê ezilkirî, Begê Boluyê Mehemed Beg ji bo Mîrê Mîraniya Rûmê hat tayînkirin, ji bo berhevkirina ceh bi rêya ewaman, ber bi her alîyî ve ferman çûn. Silahdarbaşı û axayê sîpahî oğlanları her yek bi 1.000 leşker ji bolukên xwe hatin şandin Diyarbekirê.
Ji ber ku sefereke nû ya li dijî Sefewiyan dihat fikirîn, di wê demê de bi balyozên Ubeyd Xanî û Şîrwanşahê ên ku hatibûn Edîrneyê re jî hevdîtin hat kirin. Piştre tavilê emir hate şandin ku mîrê mîranê Anadoluyê bi hemû mîrên senceqan re di Newrozê de li Kırşehirê bicive. Mîrê Mîranê Qeremanê jî dê biçûya wir. Tam di vê demê de nûçe hatin ku Qere Xan ketiye Mêrdînê û Şah Îsmaîl jî bi rê ketiye ber bi Bexdadê. Muhtemelen ji ber vê yekê di dîwanê de di navbera Padîşahî û wezîran de nîqaş derket. Heta derbarê rewşa balyozê Sefewî de nîqaşeke nû jî qewimî.[53]
Li hember îhtîmala hatina Şah Îsmaîlî ya Diyarbekirê, tedbîrên nû hatin fikirîn. Eger tiştekî wisa biqewimiya, Biyikli Mehemed Paşa dê biketa Keleha Diyarbekirê û parastin bikira û komeke leşkerên Osmanî jî dê ji aliyê Çukur Sa’dê ve li memleketê Sefewîyan bixista.
Sultan Selîm, dîwanek civand û di 14ê Sefera 922an de/15ê Adara 1516ê de bi awayekî qet’î îlan kir ku wê derkeve sefereke nû ya rojhilatê: Heyder Çelebî wisa vedibêje: “Roja çardehan dîwan bû. Bi ser û ber bi Padîşahê dewletlû re civiyan û sefera ber bi Diyarê Şerqê qet’î bû. Emir hat kirin ku cilêberg bên amadekirin û ji balyozê ku dê ji bo aştkirina Ungurusê bê, qasid hat şandin ku zû bimeşe.”[54]
Di 6ê Rebîulewwelê/9ê Nîsanê de amadekarî ji bo çûyîna Stenbolê temam bûn û rojekê şûnde jî “e’zma Sefer-a Humayûn bo Diyarê Şarqê” hat ragihandin.[55]
Di 11ê Nîsanê de Elî Begê kurê Şehsuwarî ragihand got tê bihîstin ku Sultanê Memlûkan ji Qahîreyê ji bo çûyîna Helebê amade dibe. Padîşah di 19ê Nîsanê de hate ber Stenbolê û otaxa/xîveta xwe danî.
Di vê navberê de bûyerên ku li Kurdistanê qewimîn
Vekişîyana Şadî Paşayî bi hin mîrên senceqan re bêyî agahî ji Mêrdînê bo Amîdê, vegera Qere Xanî û dîsa kontrolkirina herêma Mêrdînê, paşveçûneke cidî bû û tehdîdên Sefewiyan hem li ser tevahiya Kurdistanê hem jî li ser Amîdê zêde kiribûn.
Îdrîsê Bidlîsî, bûyerên ku wê zivistanê qewimîn bi berfirehî vedibêje: Mîrên pêşeng ên Kurdistanê, wê zivistanê ji bo parastina bajarê Amîdê li wir zivistan derbas kirin û di warê dehfkirina dijminan de hewldanên mezin nîşan dan. Bajarê Amîdê di teserrufa gel de bû. Çûyîn û hatina memleketên Osmanî, ji neçarî di ser Xarpêtê û Erxeniyê re bû, ordiya di bin fermandariya Çerkes Huseyîn Begê de Keleha Xarpêtê dorpêç kir û hemû wîlayet û derên pêve bi dest xistin.
Di destpêka biharê de li her du aliyan dîsa amadekariya leşkerî dest pê kir.[56]
Wekî ku hat diyarkirin, Sultan Selîm ji pêşketinên li Diyarbekirê xemgîn bû û ji ber ku biryara sefera duyê ya ser Ecemê dabû, di 25ê Rebîulewwela 922/28ê Nîsana 1516ê de ordiyeke ji deh hezar kesan pêkhatî di bin fermandariya Sînan Paşayî de li pêşiyê derxist. Ev reqema 10 hezar leşker, ne ya Îdrîsê Bidlîsî ye, lê reqema ku Ada’îyê Şîrazî yê nivîskarê Selîmnameyeke din daye û bi belge û bûyerên din ên wê serdemê hatine piştrastkirin.[57] Îdrîsê Bidlîsî jî di Selîm Şah-nameya xwe de li du cihên cuda reqemên cuda dinivîse. Li cihekî dibêje 20 hezar,[58] li cihekî din jî 40 hezar …[59] Lêbelê di şerê nêzî Mêrdînê de yê li dijî Qere Xanî, reqemên ku derbarê ordiya Osmanî de dide di navbera 8-10 hezaran de ne.[60] Di rastiyê de 40 hezar ne hejmara leşkerên Sînan Paşayî ne ku pê re hatine şandin, lê ew in ku dê li Qeyseriyê di dema paboka Sultanî de[61] bi tevlêbûna mîr û paşayên din ên Osmanî re ê pêk bihata. Wekî din, dema şerê dawî yê ordiya hevbeş a Osmanîyan û Kurdan li dijî ordiya Sefewî ya bi serokatiya QereXanî tê qezenckirin, ordiya Sefewî belav dibe û serê Qere Xanî tê jêkirin, hê Sultan Selîm li rê ye, Sînan Paşa bi xwe jî di 20ê Rebîulaxirê (1516) de li Akşehîrê ye dema nûçeya serketina şer digihîje.[62] Îdrîsê Bidlîsî, ordiya 6-8 hezar kesan ya ku fermandarên wekî Mîrê Mîranê Qeremanê û Anadoluyê Xusrew Paşa, Balî Beg di serê wan de bûn û ordiya du hezar kesan ya di bin fermandariya Biyikli Mehemed Paşayî de ya ku berê li Diyarbekirê hazir bû, tenê karîn xwe bigihînin û di şer de cih bigirin.
Di rastiyê de, ji bilî Şerê Çaldiranê, di hemû şerên paşê yên li Kurdistanê de, tişta diyarker ne hejmar û hêza fîzîkî ya ordiya Osmanî bû ya ku dihat alîkariyê, lê rasterast îradeya Sultanê Osmanî bû ku nîlan bide ‘ez li pişt mîrên Kurdan im’ û bikeve tevgerê. Dema rizgarkirina Amîdê jî em eynî rewşê dibînin. Gelê Amîdê, bi mehan, dirêjahiya zivistanê di bin dorpêçkirinê de li ber xwe dida, bi hêviya ku Sultan dê li gel ordiya xwe bê, bes ne Sultan, lê ordiya Osmanî ya di bin fermandariya Biyikli Mehemed Paşayî de, hê li ber sûrên Diyarbekirê xuya bû, bêyî ku pêwîstî bi tu şerî bimîne leşker û fermandarên Sefewî bajar terikandin, gava hatin şopandin jî, pêşîyê wan xwest xwe bigihînin Mêrdînê, gava li wir jî nikaribûn xwe ragirin, heta çolên Mûsilê-Sincarê reviyan. Di vê atmosferê de Mêrdîn jî bi hewldanên Îdrîsê Bidlîsî û Melîk Xelîlî bi rêyên aştiyane hat rizgarkirin.
Lê gava paşa û mîrên Osmanî leşkerên xwe girtin û vekişiyan, Sefewî di demeke kurt de dîsa vegeriyan Mêrdînê, ordiya Osmanî ya ku bi hesabên şaş hatibû şandin Kerxê bi awayekî fecî tarûmar kirin û zor dan Diyarbekirê. Di dawiyê de jî, bi biryardana Sultan Selîmî a sefera duyê a Îranê û şandina ordîyê pêşiyê û bi birêketina wî ya ji Stenbolê, hê beşeke mezin a ordiya şandî li derdora Elbistanê bi planên pêşîlêgirtina Memlûkan ve mijûl bû û Sultan hê li paşiyê; li rê bû, serkeftina dawî ya li dijî Sefewiyan wekî ku li jêr dê bê nîşandan hat qezenckirin.
Em bi agahiyên berfireh ên Îdrîsê Bidlîsî bidomînin: Bi beşek ji ordiya ku li Qeyseriyê civiyabû, Mîrê Mîranê Qeremanê Xusrew Paşa, hemû ordiya Qeremanê, subaşiyên bijarte û sîpahiyên Anadoluyê ku her yek ji şeş hezaran zêdetir bûn, herwiha bi ordiya sîpahîoğlanî re Sînan Axa, Balî Axa yê fermandarê boluka xas a Sultanî, bi pênc hezar mirovên tam çekdarkirî, ev hemû xortên yenîçerî, gihîştin Xarpêtê. Keleh hê nehatibû dorpêçkirin. Yenîçeriyan bi hevpeymaniya hakimê Kemaxê Qaraçînoxlu Ehmed Begî keleh bi dest xist.
Ew feth, kilîda fethên curbicur bû. Ji ber ku di wan rojan de ji aliyê Sefewiyan ve êrîşeke tam hatibû destpêkirin û Şah Îsmaîl, bi hewldaneke tam, tevahiya ‘ordiya Iraqa Ecemê şand ji bo alîkariya Qere Xanî yê hakimê Diyarbekirê yê ji Amîdê tarûmar bûyî û reviyayî Mêrdînê. Bi mîr û hakimên wê herêmê û Waliyê Bexdadê Ki’ar (?) Sultan, Yegen (Yekan) Beg ê hakimê Hemedanê, Çoka (Çûxa, Çuha) Sultanê hakimê Kelhurê û Keravê ji Iraqê û şeş sed mirovên ji Gurcên ser bi xwe ve tevî alav, amûr û çekan, ji bo ku bi rêya derbendê Sînayê (Sineyê) û Kerkûkê bên Mêrdînê, şandin Bexdadê.
Ji ber ku hemû melikên Kurdistanê, hemû derbaz, rê û derbendên Kurdistanê ji aliyê Azerbaycanê, Iraqa Ereb û Ecemê ve li ser ordiya Qizilbaşan girtibûn, wisa ku bi pêşengiya Bedir Begê hakimê Cezîreya Umerî ji melikên Buhtî (Boxtî), Seydî Ehmed Begê hakimê Kerkûk Buhtanê û di bin fermandariya Ebu’l Mewahîb Çelebîyê kurê Îdrîsê Bidlîsî de ordiyeke du sed kesan ji xortên Kurd hate amadekirin, ji Cezîreyê tevgeriyan, li ser rêya Yegen (Yekan) Begî û Çoka (Çuxa) Sultanî ên ku bi du hezar kesan ji deşta Sincarê derbas dibûn, hatin derxistin. Her du ordî rûbirû ketin şerî. Kurdan ji sibehê heta roj çû ava bêvehesiyan şer kir û sê caran ew rûbirûyê tarûmariyê kirin. Di cara sêyê de ji ber ku bû şev, Qizilbaşan ji tarîtiyê îstîfade kir û bi revê ketin. Nêzî du sed kesên ku direviyan hatin kuştin, serên wan şandin Amîdê. Ji Kurdan diwanzdeh siwarîyan canê xwe ji dest dabûn.
Civata Qizilbaşan a di bin êrîşê de derbên giran xwaribûn, ji rêya dûr ve hatin Mêrdînê; gihîştin yekîneya Qere Xanî. Gava fermandarên wan bi detay mêrxasî û xebata Kurdan bihîstin, biryar dan ku li herêmên heta Kerxê bimînin ku di navbera Mêrdînê, Hisn Keyfê û Amîdê de ye; bi wê hêviyê ku belkî rê li ber yekbûna van Kurdên şervan ya bi ordiya Kurdistanê ya li Amîdê bê girtin û ji ber ku Hisn Keyf û Mêrdîn di teserrufa wan de ne, dikarin bi hêsanî ji van her du memleketan alîkariya alavên hewcedariyê werbigirin û eger li aliyê Amîdê şervanên Osmanî û Kurdan serkeftineke tam bi dest bixin, ew bi xwe dikarin xwe bigihînin yek ji wan kelehan.
Bi vî awayî mehekê mixalîf li derdora Kerxê man. Mîrên pêşeng ên ji bajarê Amîdê, her roj ji sibehê heta êvarê ji bo rûbirûbûna ordiya dijmin pêşve diçûn. Pirî caran ava çem nahişt diyalog di navbera her du aliyan de çêbibe. Her du alîyan jî li şûna diyalogê, avêtina riman tercîh dikir.
Di navbera Kurd û Osmaniyan de cudahî derbarê biryara şerî de
Ji ber ku qerargeha ordiya hevbeş a Kurdan û Osmanîyan bajarê Amîdê bû, piştî hatina Xusrew Paşayî, çend caran di navbera mîr û fermandaran de civînên rawêjînê hatin lidarxistin. Hat biryardan ku li derdora Kerxê rûbirûyî dijminan bibin. Lê derbarê vê biryarê de di navbera paşayên Osmanî û hakimên Kurdistanê de cudahiya nêrînan derket. Mîrên Osmanî meyl dikir ku heta tevahiya ordiya alîkar bê, di hîsara Amîdê de bimînin. Kurd jî di wê nêrînê de bûn ku hêza leşkerî ya bes heye û divê tavilê bê êrîş kirin, bêyî ku fersenda amadekarî û pêşveçûnê ya zêdetir bidin dijminî.[63]
Gava Fermandarê Ordiyê Mîrê Mîran Biyikli Paşa jî tevlî nêrîna fermandar û paşayên Osmanî bû, ji mîr û mezinên Kurdan re ji bilî payinê tu rê nema.[64]
Encama tirsnak a biryara şaş a Biyikli Mehemed Paşayî
Di vê demê de sipehsalar Biyikli Mehemed Paşa, li dijî nêrînên xwediyên zanîn û tecrubeyan, biryar da ku bi hîle û xapandinê lîstikek li dijminan bê kirin. Li gorî vê, du hezar siwarî, wekî yekîneya pêşeng dê li hember leşkerên dijminî xuya bibin û êrîş bikin heta nêzî wan. Li Qentareya navdar a di navbera Amîdê û Kerxê de, li cihê ku av tevlî çemê Dîcleyê dibe, sipehsalar bi çend hezar kesan dê li bendê bimîne, muhtemelen gava li hember yekîneya pêşeng hejmareke zêdetir dijmin derkeve, ew du hezar kes dê dest bi revê bikin, dijmin jî dê wan bişopîne. Helbet dê heta Serê Pirê êrîş bikin, li wir ordiya hazir dê derkeve meydanê û dijminan tarûmar bike.
Lêbelê ev nêrîn ne tiştek bû ku tu kes ji mîran û gel qebûl bike û Îdrîsê Bidlîsî jî li hember nêrîn û rêyên şaş ên Biyikli Mehemed Paşayî derket.
Li gorî Bidlîsî, şaşiya vê bêtedbîrî û uslûba paşguhkirina parastinê ya ku xwediyên şûr û tedbîrê hemûyan bi hev re mixalefet dikir, encama wê ya wêranker û perîşan, li meydanê bû: ya yekê, mesafeya navbera Amîdê û Kerxê ji şeş fersexan zêdetir bû û di wê herêmê de baranên bêrawestan ên demsala biharê ewqas herrî/çamûr çêdikir ku hespê bihêz jî bi zorê di rojekê de dikaribû bigihîşta cihê dijminan. Siwarî, heta bigihîşta cihê dijminê amade û baş bicihbûyî jî, ev yekîneya pêşeng, tevî ku ne şeşyeka dijmin jî bû, di wê herriyê û bin baranê de, dê çawa bi dijminê vehesandî re şer bikira? Bi taybetî Qizilbaş, bi salan li çiya û deştên wir geriyabûn, di rojên rehetiyê de ketin û derketin û rêyên tevgerê bi awayekî layiqî dîtibûn û di dirêjahiya vê rûbirûbûnê û vî şerî de bi rêya çavnêrên bitecrube û yekîneyên pêşeng ên hefsarkişandî bi awayekî layiqî mulahaze kiribûn. Li hember vê, komeke biyanî ya wê herêmê, leşkerên Osmanî, dê çawa bikaribûna bi rehetî tevbigerin?[65]
Îdrîsê Bidlîsî, di dewama gotinên xwe de encama tirsnak a biryara şaş a dayî jî vedibêje: Bi muwafaqeta wî jî, komek li hember vê biryarê derketin û berjewendiya milk û dîn di mayîna di nava hîsara Amîdê de dîtin. Lê tişta ku xwedî aqil jê xemgîn bûn û ji serîhildana wê ditirsîyan, qewimî; yên xwediyê cehalet û quretiyê, ji ber ku ji gotinên xwediyên zanînê veciniqîn, li gorî wan nekir. Wisa ku du hezar xortên mêrxas di bin fermandariya Huseyîn Begê hakimê Xarpêtê, Mehemed Çelebî û Saru Qeplanî de, li gorî fermana Mîrê Mîran, bi leza birûskê xwe avêtin ser dijminan. Wisa çûn ku ketin nava çadirên wan û gelek çadir bi derbên şûran hilweşandin. Gelek kes ji dijminan hatin tunekirin. Qizilbaşan çadir û malên xwe hiştin û li cihekî veşartî civiyan. Bi ihtiyad tevgeriyan û tavilê bi vê yekîneya pêşeng a mucahidan re neketin şerî. Ji ber ku bi hîle û xapandinê têkilî bi vê plana bêperwa re kirin. Li gorî ku hatibû biryardan, gava fermandarên yekîneya pêşeng a mucahidan, xwe wekî tarûmarî kirin û dest bi revê kirin, Mîrê Mîran li nêzî Qentareyê li bendê bû. Muxbirekî ku hay ji rewşê tune bû, nûçe da ku dijminan ew der terikandiye, ketine revê û îro rûbirûbûna her du ordiyan nayê fikirîn. Tenê li ser vê nûçeya nenas û bêserûber, bêyî ku yekîneya pêşeng hişyar bikin û bêyî ku derdora çiya û deştan rewşa dijminan kontrol bikin û fêr bibin, berê xwe dan bajarê Amîdê. Helbet piştî vegerîyana fermandar, tu kes li qada şer namîne.
çavnêrên dijminan, piştî ku ji ser çiyayan çavdêriya tedbîra şaş a fermandarê mucahidan kir, ketin pey yekîneya pêşeng a tarûmar bûyî û dijminên bi hêza teze gehîştin wan xortên jixwerazî yên ku diçûn Cukcukê û dest bi kêşana van xortan kirin ji ser hespên di herriyê de cûmbûyî. Dijminan gelek ji wan li rê dîtin û serên wan jêkirin. Hin xortan bi şerî xwe avêt cihê hevdîtinê, lê ji fermandar, mîr û mêrên mêrxas tu şop nedît. Heta li Serê Pirê ku wekî cihê hevdîtina şer hatibû biryardan, hemû koma dijmin bi teçhîzat û amade dîtin. Ev dijmin ji rêya kurttir derbasî pêşiya wan bûbûn û Serê Pirê girtibûn ku guzergeha mecbûrî ya yekîneya pêşeng bû. Ji ber ku li her du aliyan leşkerên dijmin hebûn û derbaskirina ji çemê ku bi awayekî pir bilez diherikî jî nemumkun xuya dikir, hemû yên ku berê xwe dan aliyê rastê yê Dîcleya ku di demsala biharê de pir bi coş bû; ber bi buhura Qentareyê ve, li ser hespan şer dikirin û şehîd ketin. Hin mezinên ordiyê yên wekî Mehemed Çelebî û Saru Qeplan û komeke mezinan xwe bi hesp, çek, cubbe û zirxên xwe ve avêtin ava Dîcleyê. Ji hezaran yek jî xilas nebû; bi vî awayî komeke mezin bû êsîr. Piraniyeke mezin jî di avê de fetisî…
Mîrê Mîran, piştî fêm kir ku tedbîra wî şaş bû, di vegerê de lez kir û yekîneya pêşeng a xwe ji terikandina biryara berê haydar nekir, bi qet’î hêviyeke telafîkirinê tê de xuya nedikir. Di her halûkarî da di nava hîsara Amîdê de ket pabokê…[66]
Ji ordiya Osmanî, bi mebesta alîkariyê, pênc hezar mirovên bi teçhîzat digel Sînan Axayî û Balî Axayî dihat payîn ku bigihîjin û di vê navberê de hewldanên tacîzkirinê yên ordiya dijmin roj bi roj zêde dibûn.
Dîsa krîz di navbera Sultan û paşayan de
Sultan Selîm di 19ê Nîsana 1516ê de ji Edîrneyê gihîşt Stenbolê. Nûçeya têkçûna li Kerxê, di roja şeşê ya gihîştina Padîşahî a Stenbolê de (25ê Nîsanê) hat. Wî ev yek bi înfialeke mezin pêşwazî kir. Ji wezîran hêrs bû: “Ji ber vê yekê, Xudawendîgar (Sultan) her cure heqaret û nifir li paşayên ecîl kir, hêrs bû.”[67]
Bûyerên mezin ên eslî roja din qewimîn. Muhtemelen padîşah tevahiya şevê krîza ku vê rewşê derxistiye fikirîbû û berî sefera ku bê kirin, plan kiribû ku bi tedbîrên sert hewaya neyînî ya muhtemel berteref bike ya ku ji ber şûrkirina Ulufecibaşı Mehemed Çelebî û Çerkes Huseyîn Begî yên di serê yekîneyên navendî, digel hejmareke girîng a leşkerên xwe hatibûn şandin. Bi vî rengî, dîwana ku di 26ê Nîsana 1516ê de hat lidarxistin, ji sibehê heta êvarê bênavber bi saetan ajot û hêrsa padîşahî a derbarê bûyerên Diyarbekirê de ne tenê aram nebû, hê zêdetir bû. Padîşahê ku ji hêrsê çavê wî tiştek nedidît, tenê gazî wezîran kir dîwanê:, Sultan, dema ku paşa hatin, “bi stûyê Hersekzadeyî girt, ew kişand, çend caran li serê wî da û serpoşa wî qetand” paşê jî bi riya qapû axasî re destên Hersekzadeyî û Pîrî Paşayî li pişt wan da girêdan û ew avêtin zîndana Yedîquleyê.[68] Wekî din ‘gustîla mohrê’ ango mohra sedaretê ji Hersekzadeyî stand, her du bi hev re ji wezîfeyê ezil kirin. Gazî Wezîr Sînan Paşayî kir ê ku bi tenê mabû, ew kir sedrazam. Yûnis Paşayî jî kir wezîr. Mîrê Mîraniya Rumeliyê ya ku jê vala mabû jî da Qapûdanê Deryayê(Qaptanê Deryayê) Sînan Begî. Defterdar Husam Begî jî li şûna Pîrî Paşayî anî wezaretê.
Berî êvarê jî, ricaya Wezîrê A’zem Sînan Paşayî neşikand, Pîrî Paşa û Hersekzade yên ku avêtibûn hepsê, efû kirin. Şadî Paşa, Faîq Beg, Silêman Beg, Qaraca Beg û Ehmed Çelebî yên ku ew jî di hepsê de bûn, efû kirin. Di roja bîst û heftan de Cafer Axa kir qapûdanê derya û ew şand ji bo çêkirina keştiyan li Kemerê. Roja din jî Sînan Paşa bi yenîçerî û leşkerên din ên tevlî wî bûbûyî re, ji bo alîkariya Diyarbekirê li pêşiyê hat şandin. Padîşah ê ku ew bi rê kir, li qeyîkê siwar bû û vegeriya serayê.
Gava Sînan Paşa ji Stenbolê bi rê ket, li Diyarbekirê kar pir germ bûbûn. Yekîneya ji 2.000 kesan ya di bin fermandariya Sînanê axayê Sîpahî oğlanları (gêncên Sîpahîyan) û Balîyê axayê Sîlehdaran de, ya ku Padîşahî berê di 23ê Çileya 1516ê de ji bo alîkariyê wezîfedarkiribû, di 19ê Sibatê de derbasî aliyê Anadoluyê bûbû û di bîst rojan de gihîştibû Qeyseriyê, lê Biyikli Mehemed Paşa, bêyî ku li benda hatina wan bimîne, wekî ku li jor hatibû gotin, têk çûbû û xwe di Keleha Diyarbekirê de ragirtibû. Sînan û Balî axayên ku vê têkçûnê û daxwaza alîkariyê ji bo Biyikli Mehemed Paşayî ji navendê fêr bûn, bi rêya Meletiyê hatin Diyarbekirê. Mîrê Mîranê Qeremanê Xusrew Paşa jî bi sîpahiyên xwe yên tîmardar ên senceqên xwe re bi rê ketibû Diyarbekirê. Li ser rê hatibû biryardan ku du kelehên mîna Xarpêt û Erxeniyê yên muhkem ji bo ku li paş neyên hiştin, bên fethkirin, piştî dorpêçkirineke sê rojan ketibûn Xarpêtê.[69]
Em bi vegotina Îdrîsê Bidlîsî ji eniya Kurdistanê bidomînin: Gava ordiya ku Sultanî ew li pêşiyê şandibû, ji dergahê bilind bi rêya Meletiyê hat Amîdê, pêbaweriya bi alîkariya Rebbanî û bereketa dewleta Sultanî dîsa zêde bû.
Mîrê Mîran Biyikli Mehemed Paşayî dev ji serkêşiya xwe ya berê berda û teahud kir ku li gorî nêrînên mîrên mezin û xwediyên aqil ên pêşeng tevbigere û bi wan re rawêje. Di her halûkariyê de, ji bo li dijî dijminên cesaretgirtî bisekinin, tevger pêdivê bû. Di tarîxa 920 (divê 922 be, 1516 –M.C.) de ordiya mucahidan, li gorî kevneşopiya cîhangîrî û qanûna şervaniyê, ji bajarê Amîdê derket.
Sefewiyan, gava piştî hatina ordiya Sultanî, hay ji tevgera li Diyarbekirê bûn, ketin tirs û xemgîniyê. Tenê bi serkeftina Kerxê qena’at kirin û berê xwe dan aliyê Bîrecûk (di rastiyê de Berrîyecik/Berrîye; devereka nêzî Mêrdînê –M.C.)[70] Li wî alî, armanc dikirin ku êl û qebîlên Diyarbekirê yên li zivistangehê ne, tevlî xwe bikin û bi serbestiyeke tam êrîş bikin û li ber xwe bidin.
Gava ordiya dijmin, pişta xwe da ordiya li pey wî û berê xwe da vacayî aliyê rast ber bi bextreşiyê ve, li gorî aqlê xwediyên aqil û şervanan, divê dijmin bê şopandin û tunekirin. Piştî vê muvafaqetê, ordiya dijmin ji pişta derbenda Bîrecûkê (Berrîyecûkê) derbas bû û li derdora deşta Dede Qerginê ya nêzî bajarê kevn ê Koçhîsarê (Kosar, Qiziltepeya îroyîn –M.C.) rawestiya. Li pey wan ordiya xaziyan gihîşt û her kes ji mîr û hakiman li gorî ku hatibû biryardan, ket rêzê.
Mîrê Mîran, di navenda ordiyê de bi alaya seltenetê ya bilind cih girt û du hezar yenîçeriyên tivingdar, li pêşiya ordiya di nevendê de hazir bûn. Top jî li erebeyên gerok hatin bi cihkirin. Li aliyê rastê, Xusrew Paşayî bi mîr û leşkerên Qeremanê û Anadoluyê re û bi siwariyên mêrxas ên qasî şeş hezaran, cihê xwe girt.
Li baskê çepê jî mezin û mîrên Kurdan, bi ordiyeke nêzî çil hezar kesan ya ji şervanên mêrxas pêkhatî, bi cih bûn. Îdrîsê Bidlîsî jî ji bo peydakirina aheng û lihevkirinê di navbera hukumdarên taîfeya Kurd û fermandarên Osmanî de, cihê xwe girt.
Li milê wî yê rastê, Melîk Xelîl Eyûbîyê hakimê Hisn Keyfê, Muhemmed Begê hakimê Sasonê, mîrên Şêrwanat û Qasim Begê hakimê Egilê; her yek bi senceq û tûxên xwe, bi mensûbên qebîle û eşîrên xwe re hazir bûn, li milê çepê jî Melîk Şerefê hakimê Bidlîsê, Dawud Begê hakimê Nemiranê, Zorraqî Ehmed Begê (Zerraqî, Zirkî –M.C.) hakimê Ataqê, Şah Weled Begê Silêmanî(Silîvanî) û mîrên Hacûkî, bi qebîle û eşîrên xwe ve amade bûbûn. Li baskê çepê, Pîr Huseyîn Begê hakimê Çemişgezekê û Orhanê ji hakimên Erebkîrê, bi gelê xwe û bi hevpeymaniya mîr û leşkerên Dulqadiriyan, cihê xwe girtin.[71]
Şukrîyê Bidlîsî rêzbûna her du ordiyan bi awayekî helbestkî û bi detaytir dide. Li gorî wî, li eniya ordiya hevbeş a Osmaniyan û Kurdan; Biyikli Mehemed Paşa li rastê hemû sîpahî oğlanlarî, li rastê wan, kedxudayê Anadoluyê, safder û serveran, li hê rastêtir Mîrê Mîranê Qeremanê û Anadoluyê Xusrew Paşa bûn. Li çepê Sîlahdar, li çepê wî Qaraçîn Ehmed Begê mîrê Kemaxê û di dawiyê de jî mîrên Kurdan bûn. Di nîvekê de Biyikli Mehemed Paşayî cih girt. Li derêdora wî yenîçerî û di dawiyê de jî (her tim li pêşiya ordiyê) azeb oğlanlarî[72](gêncen nezewicî ku dijminpn xwe terorîze dikirin) cih girtin.
Şukrîyê Bidlîsî rêzbûna di ordiya Sefewî de jî bi xurdekarî dide: Leşkerê Qizilbaş ji eşîrên Varsak, Menteş (Divê ev eşîreke ji mîrasgirên Mîrtiya Mendeşahî ya Kurd a li Anatoliya Rojava be. Qizilbaşbûna wê pir balkêş e – M.C.)) û Tekelî bûn. Qere Xan Ustacluyê bi xwişka Şah Îsmaîlî re zewicî (yanî hevlingê Melik Xelîlî ku ew jî mêrê xwişka Şah Îsmaîlî bû, wê gavê jî li cebha hember di şerî de bû), di nîvekê de cih girt, pêşîyê li rast û çepê xwe Qorçiyên ku yekîneya ewlekariya taybet a hundirîn û şervan a Şahî bûn û çavê wan ji tu tiştî neditirsiya, li rastê û çepê wan jî ‘Iyan Yek-nandeş Qorçî cih girt. Salarên (fermandarên) wan Qonralar, Teklîtuxan, Keçeyutî Beg, Selman Beg ê kurê xwişka Qere Xanî, Kuzmen Beg hebûn. Ordiya Bexdadê ya di bin fermandariya Xan Turmuş de jî li cihekî din kire kemîn. Li cihekî din Kurd Muhemmed Beg bi leşkerên xwe ve kemîn girt.[73]
Em vê carê vedigerin ser vegotinên Îdrîsê Bidlîsî: Ji ber ku ji Qizilbaşan re ji bilî li ber xwedan û pevçûnê tu tedbîr nema û ordiya hevbeş a Osmanî û Kurdan ji pişt wan ve pencê xwe avêtibû, neçar man ji bo pevçûnê bikevin rêzê. Qere Xanê ku fermandarekî bikêrhatî û xwedî salihiyet bê, jina xwe ya ku xwişka Şah Îsmaîlî bû, li deverekê li ser êl û qebîleya xwe hişt û hemû jin xistin kincên siwariyan û rêz girt.
Gava fêr bû ku aliyê qels yê ordiya xaziyan, her tim ji aliyê yekîneyên pêşeng ên xortên yenîçerî ve tê piştgirîkirin, top û tivingên wan bihêz in û ketina nava tivingên agirbarîn ji bo xwediyên şûran ne mumkun e, neçarî ordiya xwe kir du beş û du kerî kirin. Bi vî awayî pêşîyê wî bi xwe ew perçe kirin.
Ji aliyê ordiya Qeremanê ve (ji baskê rastê yê ordiya Osmanî û Kurdan) Qere Xan, Serdar û Huseyîn Can (Di beşa helbestkî de Huseyîn Xan –M.C.) Begê kurê xwişka Şahî, rûbirû bûn. Di beramberî mîr û ordiya Kurdistanê de, Waliyê Bexdadê Ki’ar (?) Sultan, Turmuş Xan û Çoka Sultan ên hakimên Hemedanê, Derguzînê û ji Gurcên pêşeng, bi taybetî sê sed mêrên mêrxas ji Îsmaîliyan hazir bûbûn.
Gava şer germ bû û pevçûnê dest pê kir, Qere Xanî bi mirovên xwe re dev ji beramberkirina leşkerên pêşeng berda. Di carekê de hespên xwe ajotin pêş û şûrên kîn û dijminatiyê ji kalanan derxistin. Wekî ku wan kiribû, baskên wan ên rastê jî bi carekê de êrîşî baskê çepê kir. Şerekî wisa dest pê kir ku çavê feleka rojdîtî, ji mêj ve mînakeka vî şerê xwînrêj nedîtibû.
Di destpêka şerî de Qere Xanî, derbeke tirsnak li Xusrew Paşayî û ordiya Qeremanê da, rêzên yekîneyan bi hêza zendên xwe ji hev veder kirin. Di vê navberê de ji her du aliyan komeke mezin hat kuştin. Mîrê Mîran ê ku li baskê ordiyê bû, gava bi çavê xwe hejiyana baskê rastê dît, ji bo alîkariya wan komeke yenîçerî û xortên tivingdar şand. Tesadufen, wekî qezayeke semawî û belayeke nişkavî, guleyeke tivingê li serê Qere Xanî ket. Qere Xan, di cih de ji ser hespê, wekî qijika ku qesil xwariye, gêr bû ser erdê hîlakê.[74]
Şukrîyê Bidlîsî di Selîmnameya xwe de dinivîse ku kesekî bi navê Nasuh Begî li hember Qere Xanî li ser hespan şûr li şûrî ket, ew ji hespî xist erdê, kuşt û serê wî jêkir. Heta diyar dike ku ji ber vê serkeftina wî, wek xelat senceq danê.[75]
Em bi agahiyên Îdrîsê Bidlîsî bidomînin: Di wê saetê de bi tevfîqa Îlahî, ji aliyê mucahidên li baskê çepê yên di serê wan de Pîr Huseyîn Begê Çemişgezekî yê ji mîrên Kurdan, êrîş bir ser koma Qizilbaşan. Di pevçûna hevber de ya ku demeke dirêj ajot, gelek ji xortên mêrxas ên Kurdan ketin erdê.
Ulûfeciyên Tirk ên bi komeke ji ordiya Dulqadiriyan ve piştgirî dan wan, nikarîbûn li ber xwe bidin û rû badan. Di wê demê de Îdrîsê Bidlîsî, bi mîrên pêşeng ên Kurdistanê re, bi taybetî ji baskê çepê Şeref Beg, ji baskê rastê Melîk Xelîl û mîrên din bi hev re biryar da ku “niha rawestiyan ne mumkun e, divê em bigihîjin alîkariya Pîr Huseyîn Begî û leşkerên baskê çepê”. Bi carekê, mîrên navborî berê xwe da baskê çepê, şûrên xwe kêşan û hema gehîştin koma dijminî. Di navbera her du aliyan de şerekî dirêj qewimî. Xortên mêrxas ên Kurdistanê xebat nîşan dan, dijmin ji navê rakirin û li mehela pevçûnê tu yek ji dijminan zindî nehiştin. Çend ji mîrên wan ên pêşeng ji holê rakirin û ordiya wan perîşan kirin. Qizilbaşên ku êdî hêza wan a li berxwedanê nema, dest bi revê kir ber bi aliyê Mêrdînê yê bi du-sê fersexan dûrê.
Mîr û xortên Kurdistanê ketin pey wan. Yeko yeko di pişt re digihîştin wan û ew dikuştin, bêyî ku qet bêhnekê vedin, êrîş dikirin. Li baskê rastê yê bi şiara meymenetî ku Waliyê Qeremanê Xusrew Paşayî bi QereXanî re şer dikir, fetheke temamî hat. Hin ji leşkerên dijminî hatin kuştin, hin jî bi revê ketin. Bi carekê de nêzî du-sê hezar siwarîyan hewl didan ku ji derbazeke teng birevin. Ji bo derbaskirina avê, gavekê sekinîn. Ji aliyê ordiya Osmanî ve, hate fikirîn ku dibe ku hêza wan a li berxwedanê hebe û li benda tevlêbûna komeke din a xwe ne û dema ordî belav bû dê ji paş ve êrîş bikin. Gava ji çemê kûr û derbaza teng derbas bûn, bi komî, ber bi sehraya Sincarê ya bêav û bêriwek reviyan. Hin ji bêaviya xwe, hespên xwe û nokerên (xizmetkar, uşaq –M.C.) xwe helak bûn, hinek jî ji aliyê ordiya mucahidan ve hatin şopandin, ew girtin, birin ba Mîrê Mîranî û hatin şûrkirin. Hinek jî bi jina Qere Xanî re, bi rêya Mûsilê, Kerkûkê û Tel Afferê gihîştin aliyê Tebrîzê, ba Şah Îsmaîlî.[76]
Li gorî agahiyên ku Îdrîsê Bidlîsî yê bi xwe şervanê pêşeng ê meydana şer daye: Gava ew taîfe bi temamî hatin paqijkirin, Mêrdîn, Keleha Hisn Keyfê, Erxenî, Sîver (Sêwreg?), Sincar, Ruha, Çermûk û Bîrecûk wekî keleh û bajarokên li Diyarbekirê yên di destê Qizilbaşan de mabûn, hinekan deriyên xwe girtin.
Mîrê Mîran bi xwe, bi Xusrew Paşayî û hin mîran re Mêrdîn dorpêç kir. Ji ber ku di sefera xwe ya yekê de Îdrîsê Bidlîsî bajarê Mêrdînê dorpêç kiribû, gelê bajar, li gorî wê ehdbûnê, bêyî ku li bendê bimîne, dîsa bajar teslîmî wî kir. Lê Silêman Begê birayê Qere Xanî û hin mezinên Qizilbaşan ji bo parastina kelehê mabûn û nedixwestin kelehê teslîm bikin; gotin‘’Me ev keleh ji Şah Îsmaîlî bi emanet girtiye, heta ku ew ji aliyê we ve bi temamî neyên dehfkirin an jî ew bi xwe destûra teslîmê nede, nayê teslîmkirin’’. Mecbûren kar gihîşt şer û pevçûnê. Mucahidên Kurdan dor li kelehê pêçan. Pevçûnên mezin qewimîn. Ji her du aliyan bi top û tivingan temas hat peydakirin. Dorpêçkirina wir nêzî salekê (li gorî Şukrîyê Bidlîsî neh mehan) ajot. Di dawiyê de gelê kelehê hêviya xwe ji alîkariya Şah Îsmaîlî birrî.
Di dema vê dorpêçkirinê de Sultan Selîmî bi Sultanê Misirê Qansû Gewrî re şer dikir.[77] Leşkerên Diyarbekirê bi temamî û leşkerên bajarokên curbicur hatin alîkariyê; hat emirkirin ku li qerargeha Sultanî amade bin.
Piştî fetha diyarên Memlûkan û girtina keleh û bajarên Helebê û Şamê, ev bûyer bi detay gihîştin guhên muhafizên Mêrdînê, hêviyên wan bi temamî hatin birrîn. Sultan Selîmî, piştî feth û serkeftinê, Mîrê Mîranê Diyarbekirê ji nêzî Helebê, ji bo temamkirina fetha Mêrdînê dîsa şand. Bi derbên top û tivingan ordî di 920 (1514-15) (divê 922 be, ji ber ku 1516) de Mêrdîn bi dest xist.
Mîrê Mîran, hemû yên di kelehê de zinde mabûn şûr kir û serên wan; bi taybetî serê Silêmanê birayê Ustaclu Muhemmed, şandin dergahê.
Şeref Xan, di Şerefnameyê de bi taybetî behsa mêrxasî û fedakariyên Kurdên Bidlîsê dike yên ku di şerê li ber Mêrdînê de nîşan dane:
“Gava her du alî, li cihekî bi navê Koçhîsarê (Kosar, Qiziltepe) li derdora Nisêbînê rûbirû hatin, wekî deryayên tijî mij û ewrên bi deng û birûskê, li hev qelibîn. Di vê pevçûna xwînî de koma ku pêşîyê agirê şer û pevçûnê pêxist, eşîra Rojkî bû. Wê rojê ji eşîra Rojkî, mêrxasên demê yên wekî Tac Ehmed, Qasim Endak, Mîr Şah Huseyîn Keysanî, Mîr Seyfeddîn û Omer Cendar, şehîd ketin. Wekî din, gelek ji mezinên eşîra Rojkî, bi taybetî Mîr Nasiruddinî, Qere Yadîgar, Seyyîd Selmanê Qewalîsî û yên din, di wî şerê xwînî de mêraniyeke mezin nîşan dan û birîndar bûn. Di şerî de Qere Xan hat kuştin, ordiya Qizilbaşan têk çû û komeke mezin êsîr hat girtin…
Gava her yek ji mîrên Kurdistanê çû ku wîlayeta xwe ji destê dijmin bigire, Mîr Şeref jî çû wîlayeta Bidlîsê û dest bi dorpêçkirina wir kir. Di vê wezîfeyê de Muhemmed Begê Hezzoyê, Mîr Dawudê Hîzanî, Mîr Şah Muhemmedê Şêrwanî û mîrên Muksê û Îspayîrdê jî li cem wî bûn.
Gava dorpêç dirêj bû û yên di bin dorpêçê de zor dan, Qizilbaşan li ser esasê ku Muhemmed Begê Garzanî û Mîr Şah Muhemmed Şêrenijî garantî bidin ku can, zarok û malên wan dê werin parastin û tu kes dest nede wan, daxwaza aştiyê kir bi şertê ku kelehê teslîmî Mîr Şerefî bikin. Li ser vê, mîr bûn navbeynkarê vê aştiyê û wîlayet teslîm girtin û dan Mîr Şerefî. Qizilbaşan jî, xwe radestî hin mîran kir ji bo ku wan bigihînin sînorên Erdîşê û Wanê û ji wir jî biçin welatê xwe.
Bi vî awayî parastina sînorên Osmanî û peydakirina nîzam û asayîşa li wir û birêvebirina welêt, ji bo demekê hat dayîn Mîr Şerefî.”[78]
Îdrîsê Bidlîsî jî piştî têkçûna Qere Xanî li Mêrdînê, rizgarkirina li pey hev a keleh û bajarên Kurdan bi şerên li dijî bermayiyên Sefewiyan ên ji aliyê mîr û eşîrên Kurdan ve, destnîşan dike:
“Hemû kelehên Diyarbekirê di nava salekê de, hin bi derba şûran, hin jî bi alîkariya nêrîn û tedbîrê, ketin bin îdareya mîrên Kurdan ên ku biryar dabûn bibin tabiên Osmaniyan û di vî warî de peyman îmze kiribûn.
Di serê keleh û bajarên mezin ên hatine fethkirin de, pêşîyê Hisn Keyf dihat. Ev der di teserrufa Silêman Begê birayê Ustaclu Muhemmed de bû.
Komeke ji mîrên Kurdan, bi taybetî Huseyîn Begê kurê Emîr Muhemmed Buhtewî, berê di serdema berî Qizilbaşan de ev der di destê wî de bû. Li gorî xizmetkarî û fedakariya qenc a ji Padîşahê sultanên demê re, Melîk Xelîl Eyûbî yê ku bi înayeta padîşahane şerefyarkiribû, bav û kalên wî li Hisn Keyfê hakim bûn û Şah Îsmaîl, tevî ku bi melikê mezkûr re nêzîkatî û peywendiya wî hebû û xwişka wî di bin mehra vî Emîrê Hisn Keyfê de bû jî, piştî pênc salan memleket dorpêç kiribû û şer kiribû, bi hîle û xapandinê ji teserrufa Melîk Xelîlî derxistibû. Bi xwe jî ew bi hîleyan anî ba xwe û heps kir.
Piştî fetha erdên Ecemê bi bereket û dewleta Sultanê Pîroz, ji hepsa Şah Îsmaîlî xilas bû û hat Kurdistanê û dest bi têkoşîna serdestbûna li ser milkê xwe kir ku wêrisê wê bû. Wîlayeta Sêrtê ji Qizilbaşan girt û xist bin teserrufa xwe. Dema hereketa mîr û leşkerên girêdayî Sultanî ya ji bo bidestxistina memleketên Diyarbekirê, tevlî ordiya Sultanî bû û di hemû şer û pevçûnan de wezîfeya fedakarî û hîmmetê bi cih anî. Sultanê Îslamê, derbarê teslîmkirina eyaleta Hisn Keyfê û derên girêdayî li gorî qanûna serdema bav û kalên wî yê navborî, jê re hukum şand.
Piştî fetha Mêrdînê, yê navborî, bi piştgirî û alîkariya mîrên Şêrwanat (Şêrwan, Darzîn) û Zirqan, berê xwe da dorpêçkirina Keleha Hisn Keyfê. Demekê ew der di bin dorpêçkirinê de hişt û bajar xist bin teserrufê.
Fetha keleha wir: Keleh ji kelehên muteber bû. Tanzîma hewcedariyên melik û hakimên Kurdistanê û diyarkirina mafên wan, bi emrê pîroz ê Sultanî, li ser milê bendeyî(Îdrîsê Bidlîsî) hatibû barkirin. Mezinên Kurdan ên li Keleha Hisn Keyfê ji bo parastina kelehê qiyam kiribûn, di encama name û nesîhetên bendeyî de, bi şertê ku ev feqîr di girêbestina ehdan de bibe navbeynkar û kelehê bi navbeynkariya vî feqîrî teslîm bikin, riza xwe bi teslîmkirina kelehê nîşan dan.
Di her halûkarî da Îdrîsê Bidlîsî berê xwe da Hisn Keyfê û bi rêya aştî û emanê bi civata Kurdan re, bi taybetî bi Huseyîn Begê Buhtewî re, li hev hat. Komeke ji mezinên Qizilbaşan ên di kelehê de, piştî meyla mezinên Kurdan û Melîku’l-Umera Yehya, nikarîbûn li hember aştî û teslîmkirina milkî mixalefet bikin. Ji wan re jî ji aliyê mal, can û malbatan ve eman hat dayîn. Eger bixwazin dikaribûn di xizmeta Melîk Xelîlî de bin û Melîk Xelîl ê hemû tevlî teb’ayên xwe bikira an jî eger bixwazin dikaribûn biçûna aliyê Azerbaycanê. Piştî van amadekariyên pêşîn, kilîta kelehê di sala 920 (divê 922 be) de teslîm kirin. Îdrîsê Bidlîsî, Melîk Xelîl li gorî emrê Sultanî derxist kelehê û li ser textê hukumdariya ji bav û kalan mayî danî. Hemû memleket; bi keleh û bajarokên xwe ve ket bin îdareya Melîk Xelîlî.
Keyfiyeta feth û girtinê bi berfirehî ji bo dergahê bilind ê Sultan hat ragihandin. Ji aliyê Sultanî ve ev rewş bi pesn û teqdîr hat pêşwazîkirin. Di vê navberê de muhafizên Keleha Sewrê jî diyar kirin ku dixwazin kelehê bi rêya aştiyê teslîm bikin. Bi hevpeymaniya Melîk Xelîlî, plana vê bûyerê ji Mîrê Mîran re hat vegotin û demekê şûnde li gorî eynî planê keleh teslîm kirin. Planî, şertê destûrdana wan a ji bo çûyîna aliyê Azerbaycanê, xizmeta şahê wan qebûl kiribû . Mîrê Mîran(Bıyıklı Mehemed Paşa), her çendî destûr da wan jî, piştî ku ew şandin wî aliyê diyarkirî, beşek ji mîr û leşkeran wezîfedar kir da hemûyan qetl bikin.
Keleha Çermokê/Çermûkê jî bi xîreta fermandarê qehreman Qaraçayçînoxlu Ehmed Begê û hin mîrên Kurdan ên Mirdêsî, bi şer û pevçûnê hat girtin.[79]
“Muhemmed Begî gava karê hukumdariyê girt destê xwe, herêma Çermokê ji destê Qizilbaşan rizgar kir û ew der jî, wekî ku bav û kalên wî kiribûn, xist bin îdareya xwe. Paşê ji Sultan Selîm Xanî, di dema fethkirina Diyarbekirê de, derbarê meliktiya wî ya li ser vê derê, Emirnameyeke Sultaniyê jî bi dest xist.”[80]
Bi eynî awayî ji bo fetha bajar û keleha Rihayê ya ku di nav gel de bi navê Urfa tê zanîn û ji aliyê padîşahî ve îdareya wê hatibû dayîn Pîrî Begî, Mîrê Mîran, bi alîkarî û piştgiriya yê navborî, komeke leşker tayîn kir. Muhafizên kelehê, piştî fetha diyar û memleketên Ereban û têkçûna Sultanê Misirê Qansû Gewrî, ji her alî ve hêviya alîkariyê ji Şahî birrîn û keleh teslîmî Pîrî Begî kirin. Xelîfeyê Qizilbaşan ê ku li wir walî bû, ji yê navborî eman dît û keleh û memleket bin teserruf kir. Mîrê Mîran, Mûsil jî bi alîkarî û piştgiriya mîrên Kurdan ên Buhtî, bi taybetî Bedir Begî û ji girêdayên wî Emîr Seyyîd Kerkîkî, ji Ehmed Beg Efşarê ji mîrên pêşeng ên Qizilbaşan girt. Memleketê Sincarê û Tel’afîrê jî wekî bajarok û kelehên mezin û girîng ên Diyarbekirê, ketin bin teserrufa Kurdan.
Bi vî awayî tevahiya van herêmên Kurdistanê, ket nav memleketên bin parastinê. Ji tixûbê Urmîyê, Uşnîyê (Şinoyê) û Hewlêrê dest pê kir heta deverên Çemişgezekê û Erebkîrê, mîr, melik û mezinên Kurdistanê, ketin nav teb’ayên bijarte yên Sultanî û ev erd hatin yekkirin bi memleketên Şamê[81] û Bilad-i Şamê ve û hukumdar û mîrên Kurdistanê jî bi statuyên li gorî peymanan bidestxistî, dest bi birêvebirina memleketên xwe kir.[82]
Sefera duyê ya Îranê: Niyet Îran, qismet Misir
Wekî ku berê hatibû behskirin, piştî serhildanên serkeftî yên li Wîlayeta Diyarbekirê, nexwestina şer a beşek ji fermandarên ordiyên Osmanî yên ku çûbûn alîkariya Kurdan (wekî terikandina qada şer a Şadî Paşayî li Mêrdînê û vegerîyana wî ya Amîdê), yan jî têkçûna fecî ya Biyikli Mehemed Paşayî li Kerxê û li Qere Koprîyê li hember ordiya Qizilbaşan a di bin fermandariya Qere Xanî de, ji ber biryara şaş a wî, Sultan Selîmî, dîsa tevî dilnexwaziyên paşa û wezîrên xwe jî, bir biryara derketina sefera duyê a Ecemê dabû. Vê carê, Sultan Selîm hem endîşedar hem jî bihêrs bû. Pêşîyê Wezîr Sînan Paşayî bi deh hezar kesan ji bo ku biçe Qeyseriyê û bi leşkerên ku berê hatibûn amadekirin re bibe yek, di 25ê Rebîulewwela 922ê de / 28ê Nîsana 1516ê de ji Stenbolê hat rêkirin. Sultan Selîm bi xwe jî 5 hefte piştî vê rêkirinê; di 5ê Hezîrana 1516ê de ji Stenbolê bi rê ket.
Gava Sînan Paşa di 20ê Rebîulaxirê/23ê Gulanê de gihîşt Akşehîrê, qasidên ji Kurdistanê hatî, digel serê jêkirî yê Qere Xanî, nûçeya serkeftina ordiyên hevbeş ên Osmanîyan û Kurdistanê ya li Mêrdînê li dijî ordiya Sefewîyan anîn. Wê demê Sultan Selîm ji serkeftinê bêhay, muhtemelen bi eynî endîşe û hêrsê amadekariyên xwe dikirin. Padîşah di 26ê Hezîranê de gihîşt Aqşehîrê û nûçeya serkeftinê digel serê jêkirî, avêtin ber piyên wî.
Endîşeya Padîşahî belav bû. Vê carê ew bi xwe li Deşta Qonyayê bû, di 1ê Tîrmehê de nameyek ji Sultanê Memlûkan Qansû Gewrî re şand digel serê Qere Xanî, serkeftina xwe ragihand.[83] Sultan, di 15ê Tîrmehê de li Qeyseriyê, di 23ê Tîrmehê de li Elbistanê bû û bi hêzên Sînan Paşayî re bû yek.
Wekî ku tê zanîn, piştî gihîştina Sultan Selîmî ya Elbistanê, hem rehetiya ji ber serkeftina mezin a dawî ya li Kurdistanê û qewirandina qet’î ya Sefewiyan ji beşeke pir mezin a Kurdistanê, di vê navberê de di hin raporan de ku bi destê casûsan jê re dihatin agahiyên ku Şah Îsmaîl di rastiyê de pir lawaz ketiye û bi taybetî hewldanên Sultanê Memlûkan Qansû Gewrî yên ji bo sekinandina pêşveçûna Sultanê Osmanî Selîmî a ber bi rojhilatê; ber bi cîhana Îslamê ve, bi taybetî piştî Şerê Çaldiranê zêde kiribûn. Herwiha nerehetiya ku ji serdema Sultanên Osmanî ve hebû ku axên pir mezin û girîng di nav de cihên herî pîroz ên Îslamê jî di bin desthilatdariya Memlûkan de bûn, û sedemên mîna van, Sultan Selîmî sefera ser Ecemê ya ku heta Elbistanê anîbû, vegerand sefereka ser Memlûkan. Li vir, di nav sedeman de, divê îtîraza ordiyê ya li dijî sefera duyê a li ser Ecemê, bi serokatiya paşa û wezîrên Osmanî, jî bê hesibandin.
Ya balkêş, dema sefera ser Ecemê dihat kirin, ji bo razîkirina şervan û rêvebiran, ew der ew qas wekî qada xeza û cîhadê hatibû nîşandan ku hetanî daru’l harb hatibû îlankirin û li dijî Qizilbaşan fetwa hatibûn derxistin, lê gava biryara sefera ser Memlûkan a ku parçeyek Îslamê û seranser Daru’l Îslam bû hat dayîn, tu pêwîstî bi fetwayekê nehat dîtin û ev yek di cîhana Îslamê de nehat pirsîn. Tenê di gava seferê de, dîsa di nav rêzên ordiya Osmanî de, muhtemelen dîsa bi wê baweriyê ku dê ji xenîmetan bêpar bimînin, mirmirînên herheyî derketin, lê van jî serê Sultan Selîmî qasî di dema sefera Çaldiranê de neêşandin.
Di vê pêvajoyê de fedakarî û şervaniya hukumdar û mîrên Kurdan diyar bû.
Berêxwedana Sefera ser Memlûkiyan
Piştî ewlekirina Kurdistanê, Sultan Selîm ji bo sefera duyê a Ecemê bi rê ketibû, lê li Elbistanê biryar guhert û ber bi ser Memlûkiyan bi rê ket. Li pişt vê guherîna biryarê, faktorên wekî ewlehiya stratejîk a ku ji serkeftinên li Kurdistanê peyda bûbû, helwesta dijî-Osmanî ya Sultanê Memlûkiyan û êdî ji holê rabûna Sefewiyan wekî tehdîdeke rasterast, hene. Bi îfadeya Îdrîsê Bidlîsî:
“Tevahiya Kurdistanê, ket nav memleketên bin parastinê… Ev erd bi erdên memleketên Şamê kirin yekkirin.”
ENCAM
Rola Diyarker a Kurdan
Dîtina Şerê Çaldiranê tenê wekî pevçûneke Osmanî-Sefewî, tê wateya têgihîştina kêm a rastiya dîrokî. Teşebusên dîplomatîk, beşdariya rasterast a di şer de û piştre têkoşînên rizgarkirina erdan yên melik, hukumdar û mîrên Kurdan, nîşan didin ku ev şer serkeftineke hevpeymaniya Kurdan û Osmanîyan bû. Navbeynkariya Îdrîsê Bidlîsî, vegotinên Şeref Xanî û şahidiyên çavkaniyên Venedîkî, piştrast dikin ku ev hevpeymanî li ser berjewendiyên karîger ava bûbû.
Kurdan, ji bo rizgarbûna ji zulma Sefewîyan, gazî Osmanîyan kir, ew vexwendin, Osmanîyan jî ev gazî di rêça berjewendiyên xwe yên mezhebî û siyasî de nirxand. Lê ji ber nexwestina paşayan û ordiya Osmanî, xuya dibe ku îradeya şexsî ya Sultan Selîmî ev hevpeymanî li ser piyan hişt. Ev rewş, tansiyona di navbera navendparêziya Osmanî ya ku di salên paşê de gav bi gav hat hûnandin û daxwazên nîv-serbixwebûn û otonomiyê yên xanedanên Kurdistanê de jî derdikeve meydanê.
Şêweya Tevlîbûna Kurdistanê ya Osmaniyan
Tevlîbûna Kurdistanê ya nav dewleta Osmaniyan, taybetmendiyeke cuda ji qalibên fethê yên klasîk nîşan dide. Herêm, bi şerên fethê yên Osmaniyan nehat girtin, lê di çarçoveya tabi’bûna bidilxwazî ya hukumdar û mîrên Kurdan û senceq, berat û îstîmaletnameyan de ku Sultanî da wan, entegre bû. Di fermana Sultanî de ya bi ya ku Îdrîsê Bidlîsî di berhema xwe de vediguhêze, ji her mîrî re kîjan senceq bê dayîn, bi kîjan statuyê bê birêvebirin bi berfirehî hatibû diyarkirin û sîstemeke “di karên hundirîn de serbest, li hember derve di tabi’bûna Osmanî de” hatibû avakirin. Ev sîstem, heta destpêka sedsala 19ê jî bi qismî dewam kir, mîrektiyên Kurdistanê li sînorên rojhilat ên Osmaniyan li hember şahiyên Ecemê wezîfeya herêma mertalî dîtin.
Şerê Çaldiranê, ne tenê rûbirûbûneke leşkerî ya hevrikiya Osmanî-Sefewîyan, lê di eynî demê de nîşaneya rola aktîf a Kurdan e di diyarkirina paşeroja xwe de. Devjêberdana Sultan Selîmî ya Mecaristanê û berêxwedana wî ya ser Ecemê, bi saya gaziya stratejîk a hukumdar û mîrên Kurdan pêk hat. Di qezenckirina şer û piştre rizgarkirina Kurdistanê ji desthilatdariya Sefewî de, rolên leşkerî û siyasî yên Kurdan diyarker bûn.
Tevî nexwestina berdewam a paşa û ordiya Osmanî, Sultan Selîmî hewl da ku sozên xwe yên ji bo Kurdan dayî bîne cih û bersîva gaziyên wan ên alîkariyê da. Ev hevgirêdan, hem Osmanî ji bûna dewleteke Balkan derxist û bi tevlîkirina cihên pîroz û stratejîk ên girîng ên cîhana Îslamê li axa xwe, bû sedema zayîna wê wekî împaratoriyeke rastîn di cîhana Îslamê de, hem jî sînorên wê yên nû yên li rojhilatê xist bin ewlehiyê. Kurdistan, ne bi fethê, lê bi peyman û fermanên karîger ket qada desthilatdariya Osmanî û serdemeke îstîqrarê ya demdirêj dît. Kurdistan ji aliyê aborî, siyasî, avakirin û çandê ve pêşketineke mezin nîşan da.
Lê ji ber ku Sultan Selîm di demsala biharê de ji Amasyayê venegeriyabû ser Ecemê, beşeke girîng a Hekariyê, herêmên Wan û serhedê, û axên ku îro di nava Îranê de mane di bin desthilatdariya Sefewiyan de man û bûn sedem ku heta dawiya sedsala 16ê, Osmanî û ordiyên Kurdistanê gelek caran bi Sefewiyan re têkevin şeran. Herçendî heta dawiya sedsala 16ê her tim Osmanî pêşve çûn û Sefewîyan erd winda kirin, bi vî awayî nêzî 80-85 sal şûnde hema hema tevahiya Kurdistanê ji desthilatdariya Sefewî rizgar bû û bi rizaya jidil statuya hukumdar û mîran, tevlî sînorên Osmanî bû. Ji destpêka sedsala 17ê û pê ve, ketina Osmaniyan a serdema rawestiyanê û paşveçûnê, windakirina erdan li Ewrûpayê û di serdema ku lêçûnên şer û pirsgirêkên cuda yên civakî li Anadoluyê bûn sedema rêze serhildanên Celalîyan, li rojhilatê rê li ber parçebûna gav bi gav a Kurdistanê û bidestxistina serkeftinên mezin ên rêberê karîzmatîk Şah Ebbasê I. ê Sefewî vekir ku karîbû diyarê Ecem bike yek. Di dawiyê de Sefewiyan li Serhedê, Rewanê, Şîrwanê, rojhilata Tebrîz û Urmiyê, Azerbaycanê, Merexê, jêrtir li Erdelan, Loristan û heta Bexdadê herêm bi dest xistin. Di dawiya dawî de, bi Peymana Qesra Şîrîn/Zohabê ya 1639ê, her du dewletên mezin Kurdistan di nav xwe de parve kirin.
Ev pêvajo, ji destpêka sedsala 16ê heta dawiya wê, ji bo nîşandana ka hevsengiyên hêzê yên herêmî çawa bi hevpeymaniyên tevlihev de şikil digirtin û civakên etnîkî-dînî çawa dikaribûn di hevrikiya di navbera împaratoriyên mezin de bibin aktorên diyarker, girîng e.
ÇAVKANÎ
Çavkaniyên Bingehîn
· Îdrîsê Bidlîsî. Selîm Şah-name (Sedsala 16ê).
· Şeref Xan. Şerefname: Dîroka Kurdan, (Werg. M. Emîn Bozarslan, 1972).
· Şukrîyê Bidlîsî. Selîmname (Sedsala 16ê).
· Hesen Rumlu. Ehsenü’t-Tewarîx (Dîroka Sefewîyan).
· Angiolello, Giovanni Maria. Life and Acts of King Ussun Casano (Rapora Venedîkî).
· Seyahetnameya Bazirganekî Venedîkî (1507-1510).
Çavkaniyên Derece Duyê
· Ciwan, Murad, Osmanlılar, Safevîler ve Kürtler Çaldıran Savaşı’nda – İlk Kürt-Osmanlı İtifakı (1514), İstanbul, Weşanên Avesta, 2015.
· Emecen, Ferîdûn M., Yavuz Sultan Selim, İstanbul: Weşanên Tîmaş, 2010.
· Sümer, Farûk. Kürtler ve Tarihsel Süreç, Enqere: Weşanên TK, 1993.
· Togan, Zekî Welîdî. Umumî Türk Tarihine Giriş, İstanbul: 1981.
· Bozarslan, M. Emîn (Werg.). Şerefname: Dîroka Kurdan, İstanbul: 1972.
· Qezwînî, Hemdullah Müstaufî. Nüzhetü’l-Külub (1340).
Pêvek:
Paşxaneya Dîrokî ya Têgiha Qizilbaş
(Ev raveyên ku di vê pêvekê de cih digirin, ji bo diyarkirina paşxaneya dîrokî û guherîna wateya têgiha “Qizilbaş” a di metna sereke de hatî bikaranîn, hatine amadekirin. Ew ne beşek ji nîqaşa bingehîn a gotarê ne, lê armanc dikin ku çarçoveya dîrokî ya termînolojiya hatî bikaranîn ronî bikin.)
Qizilbaş çi ye?
Têgihên Qizilbaş û Qizilbaşîtiyê, di rastiyê de cara yekê di dema Şêx Heyderî de; şêxê dawî yê Sefewîyan yê ku ne Şah bû, bavê Şah Îsmaîlî, ji ber çekdarkirina mirîd û alîgiran, çûyîna Qefqasyayê, daru’l herbê; ser Gurcîyan, Ermenyan û Çerkezên Xiristiyan ji bo cîhadê, xezayê; vegera bi talanên mezin, dîlan/êsîran û dewlemendiyên mezin û ji ber vê yekê jî di dema hevrikiyê de ya ji bo desthilatê û bidestxistina waran ya li gel mîr û rêvebirên din, bi taybetî Qereqoyunî li Azerbaycanê û Şêrwanê, ji pêwîstiyeke leşkerî; ji zerûreta yektîpkirinê (unîforma) peyda bûye.
Ji bo cudakirina alîgirên şervan, sadiq, milîtan ji alîgirên din ên sîvîl, sist, pirreng û aştîxwaz ên nisbî, wekî bersiveke ji unîformayeka pêwîst re; piştî ku kulahekî sor ê ji 12 parçeyan pêkhatî yê bi şiklê hunîyê/mastêrkê ji kulavî çêkirî xistin serên wan, têgiha ‘Qizilbaş’ê derket.
Ev, di wê serdemê de xurt û berbelav bû ku Sefewiyan li Anadoluyê li ser axa Aqqoyunîyan, di bin himayeya sultanên wan de, herî zêde belav bûbûn, di nav Tirkmen û Azeriyan de alîgir dîtin. Bêguman mirîdên Sefewiyan ên wê serdemê ne tenê ji Tirkmenan pêk dihatin; ji Kurdan, Erebên Biladê Şamê, Ecemê û Tacîkên Derbendê, Şîrwan, Gîlan û Talişê, ji gelek civakên koçer ên gelan ji Rûmê heta Xorasanê mirîdên wan hebûn. Lê ji ber sedemên li jorê vegotî, ji ber ku Tirkmenan giraniya xwe li nav Terîqeta Sefewîyan dan hisandin, têgiha ‘Qizilbaş’ rasterast ji aliyê Sefewiyan ve hat bikaranîn. Ji vî kulahî re “Taca Heyderî” jî dihat gotin. Wekî din, eşkere ye ku têgiha Qizilbaş bi kalikê Sefewiyan ê herî kevn ê naskirî Fîrûz Şah Zêrinkulah Kurdîyê Sincanî/Sincarî re jî wateyek wê ya girêdanê heye û ev nav bi minasebeta wî jî hat pejirandin. ‘Zêrinkulah’ tê wateya ‘kulahê zêrîn’. Di Azerî de ‘qizil’ ji bilî sor, tê wateya ‘zêr’ jî. ‘Qizilbaş’ di wateyekê de jî tê wateya ‘serzêr’ yan ‘serê zêrîn’, ‘zêrînkulah’.
Ji ber ku “Qizilbaş” ji alîgirên herî sadiq, herî şervan û bi unîforma yên Terîqeta Sefewî re dihat gotin, di vê wateya xwe de, têgiha “Qizilbaş” dişibe têgiha “Yenîçerî”. Ew jî di ordiya Osmanî de leşkerekî bi unîforma yê girêdayî mezheb û baweriyeke diyar e, komeke çekdar e. Di cîhadê û xezayan de hatine bikaranîn.
Wekî ku tê dîtin, têgiha Qizilbaş a wê serdemê bi wateya ku îro tê fêmkirin re nakok e, nelihev e. Dema dost û dijminên wê serdemê digotin “Qizilbaş” û li dijî wan fetwa û ferman didan, ne civakek wekî ya ku em îro fêm dikin, ku hinekan xwe wekî alîgirê dînekî, hinekan jî wekî alîgirê mezhebekî di nav baweriya Îslamî de didîtin,, lê wekî têgiha ‘Yenîçerî’, civakeke taybet, leşkerî û bi taybetmendiyên şervaniyê yên serdest, organize û hiyerarşîk di nav Sefewiyan de dihat fêmkirin.
Gava xanedana Sefewî li Îranê hat damezrandin, Îran li ser hevsengiya du hêzan bilind bû; yek, Qizilbaşên ku ordî û leşkeriyê pêk dianîn û bi giraniya xwe Tirkmen bûn, ya duyê, Farsên ku burokrasî, ilmiye, tebeqeya bazirganan û esnafan pêk dianîn… Tirkmenan ji Farsan re digot ‘Tacîk’, Farsan jî ji Tirkmenan re digot “Qizilbaş”. Di navbera van her du hêzan de her tim nakokî û têkoşîn hebûn. “Tacîkan”, Tirkmenên Qizilbaş wekî cahil, hişk, kesên ku bi şiddet û zordariyê xwe li ser civakê ferz dikin didîtin, “Qizilbaşan” jî Tacîk wekî nankor, miftexur, tirsonek û hîlekar didîtin ku fedakariyên mezin ên wan yên di şeran û leşkeriyê de û ezm û îradeya wan a ku Îrana bihêz li hember dijminan li ser piyan digirt, nabînin.[84] Ev nakokî, ji serdemên dawî yên Şah Îsmaîl dest pê kir û bi awayekî ku şahên Sefewîyan gav bi gav giraniya xwe dan aliyê Tacikan û mîr û rêvebirên Tirkmen ên Qizilbaş ji meqamên bilind ên dewletê tasfiye kirin, dewam kir. Siyaseta tasfiyeyê, ji ber hin zerûretan êlikî bû; hêdîbûn û veger çêbûn, lê bi giştî di nava serdema desthilatdariya sê şahên pêşîn de bi ser ket û karaktera Farisî ya dewleta Ecemê a Sefewî, bi awayekî serdest mohra xwe li dewletê da.
Encama ku ji vê bê derxistin, piştî damezrandina xanedana Sefewî, li Ecemê/Îranê jî ‘Qizilbaş’ ne hemû alîgir û mensûbên vê xanedanê, lê qismekî; leşkeriyê temsîl dikir. Lêbelê, bêguman çawa ku Yenîçerî girêdayî Bektaşîtiyê bûn, Qizilbaş jî xwediyê baweriyên Sefewîtiyê yên ku wekî batinîtî an ‘Şiîtiya X’ulat” dihat qebûlkirin.
Ya herî giring ew e ku bizzat Sefewiyan ev nav li xwe kiriye. Wê demê hezkir û dostên wan jî dilnexwaz û dijminên wan jî ji wan re Qizilbaş digot û ev navekî neutral bû.
[1] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r.120.
[2] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 120.
[3] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 125.
[4] Kitêbxaneya Neteweyî ya Tehranê, destnivîs no 1634, 1307 hicrî, r. 58.
[5] Şeref Xan, Şerefname, wergera M. Emîn Bozarslanî, r. 147.
[6] Şeref Xan, Şerefname, wergera Bozarslan, r. 479-480.
[7] A Narrative of Italian Travels in Persia in the fifteenth and sixteenth centuries, wergerandin û amadekirin: Charles Grey, London: The Hakluyt Society, 1873, r. 118-119.
[8] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 261.
[9] Di Selîmnameya Muhyî Çelebî de, herwiha Rûznameya Heyder Çelebî, bnr. Ferîdun M. Emecen, Yavuz Sultan Selim, r. 150.
[10] Şukrîyê Bidlîsî, Selîmname, r. 190-191.
[11] Şukrîyê Bidlîsî, Selîmname, r. 191.
[12] Şukrîyê Bedlîsî, Selîmname, r. 211-212.
[13] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 210-211.
[14] Emecen vê yekê wiha şîrove dike: «Dixuye ku hê jî hin derdor ji tesîra siyasetên aram û bisebir ên serdema Bayezîdê II. bi temamî xelas nebûbûn; wan li ber xwe dida ku padişahî rawestînin, çimkî wan xeterên ku sefera jinişkave û bibiryara padişahî dê bianiya li ber çavan digirtin û dixwest wî rawestşnin. Lewra Selîmê Iê ne wek bavê xwe bi meseleyên siyasî yên duyê re mijûl dibû, lê dixwest siyasetek fetihkar û wêrek bixe meriyetê ku dê bandoreke kûr li polîtîkayên sereke yên dewletê bike. Dibe ku pirsgirêka wî ya herî mezin ew bû ku li dora wî kadroyên ku bikaribin bi wê lezê re bimeşin tunebûn. Lê di heman demê de ew ne xwediyê taybetmendiyekê bû ku tehemul bike ku kesên ew bi xwe dîtine jî li hemberî wî derkevin.»
[15] Celalzade, Selîmname, r. 157, ji Emecen hatiye girtin. «Dema padişah li Amasyayê bû, wî Dukakinzade Ehmed Paşa – yê ku berê ji wezîrtiyê avêtibû – anî meqamê sedrazamiyê yê ku ihtimal e ji 28ê Cotmehê ve vala bû; herweha wî wezaret da kaptanê Gelîboluyê Îskender Paşayî (destpêka Kanûna 1514ê). Di dema sedareta Dukakinzadeyî de, komên yeniçeriyan serhildan da ku neçin sefereke nû ya Îranê. Li pişt serhildanê bêguman hin dewletmendên pêşeng hebûn. Yenîçerîyan êrîş bir ser malên hin dewletmendên ku wek şopînerên siyasetên padişahî dihatin dîtin û ew talan kirin. Yek ji wan Pîrî Paşa bû, ê ku padişah pir qedrê wî digirt û di dema seferê de ew kiribû wezîr. Di xuyangê de yenîçerîyan li hemberî anîna Pîrî Paşayî – yê ku ne devşîrme bû, ji burokrasiyê dihat – li wezîrtiya ku ji devşîrmeyan re taybet dihat dîtin, derketibûn. Cafer û Halîmî Çelebîyan hewl dida ku bi şîretan nerazîbûna tesîrê li serîhildana yenîçeriyan bikin, lê yenîçeriyan guhdariya wan nekir… Dîroknivîs û burokrat Celalzade, ê ku li bûyeran wek alîgirê Pîrî Paşayî dineriya, vê yekê bi van hevokan şirove dike: ‘Di wê tarîxê de dema Pîrî Paşa bû wezîr, Ehmed Paşayê bi navê Dukakînoğlu di xizmeta wezaretê de bû. Ew di serdema Sultan Bayezîd Xanî de bi terbiyeya wan perwerde bûbû û ji tevliheviya milkî bêxeber, ji rêbazên saltanatê nezan û bêhuner bû. Ew ji wezareta wî nerihet bûn û dewra Selîm Xanî bi serdema Bayezîd Xanî re muqayese kir, dest bi fesadî û fitneyê kirin û taîfeya yenîçeriyan tehrîk kirin.’»
[16] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 225.
[17] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 241.
[18] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 238.
[19] «Di dema ku artêşên mensûr bi seyrek hêsan ji bajarê Tebrîzê vedigeriyan, ev bendeyê (Îdrîsê Bidlîsî) li gor îşaret û şêwra padişahê alemê ji dergahê bilind veqetiya, da ku here beldeyên Kurdistanê ji Urmiyê û Uşnûyê (Şino) heta Amîdê û Meletiyê; armanca wî ew bû ku dilên melik û hakimên welatên Kurdistanê bicebirîne, ahd û îmana wan a li ser bendetî û xizmetkariya dergahê bilind teşwîq bike û li hemberî muxalefeta muxalifan raweste. Li gor fermana pîroz ev bendeyê bênirx berê xwe da aliyê Urmiyê. Bi saya peywendiyên kevn û dostaniya ku ji girêdanên irsî û nêzîkatiyên vî bendeyê heqîr dihat, di navberê de têkiliyeke temam hebû. Min menşûrên tijî mizgînî û hikmên fetihnameya Sultanê Îslamê ragihand mîrên mezin ên Kurdan û Diyarbekirê û vexwendina wî aşkere kir. Çimkî taîfeya Kurdên bawermend ji aliyê milk, millet û mezhebê Ehlê Sinet ve dijminê mûlhidên Qizilbaş bûn; piraniya hakim û mîrên pêşeng ên wan jî bi xiyabî xwe li vê dergaha bilind a penageha ehlê Îslamê girtibûn. …
Pêşîyê ji mîr û mezinên Kurdên Beradost (Bradost) soz girt û ew xist nav bendeyên dilpak ên Sultanê mucahidan, biata wan girt… Piştî wan, dest bi ragihandina risaletê kir ji mîrê qewmên Soran re, Emîr Seyîd b. Şah Elî, ê ku ji mîrên misilman ên esilzade û bi itiqada paqij bû; ew teşwîq kir ku welatê Hewlêrê zeft bike û koka Qizilbaşên Hewlêrê bi qetlîam, talan û bêçarehiştinê rake. Herwiha digel hakimê Amêdiyê Emîr Seyfeddîn ê rehmetî birayetiyeke uxrewî û dostaniyeke kevn a samîmî hebû; wî Emîr Sultan Huseyn – paşewa sadîq (kurê wî û yê ku piştî wî mîrtî girt –M.C.) – rêber kir ku biata xwe bide Sultanê mucahidan û tabi’bûna xwe ragihîne. Ji ber ku ev taîfe di riayeta dîn û peyrewiya ulemayê şerîetê de bi israr û xwedî soza rast bû, wan ev vexwendin bi can û dil qebûl kir û piştax we dan ilhad û jirêderketina Qizilbaşan hem bi fîîl û hem bi îtîqad…»
Wekî din, mîrên Buhtî jî – ên ku xweşbextane di nav melikên wextê xwe de li dinyayê yegane bûn û çardeh salan bi lêdana şûr li hemberî komên Qizilbaşên serhişk cîhad kiribûn, bi itiqadeke pak şer kiribûn û xwe dabûn ser dewleta Sultanê ehlê cîhadê – di bersiva vê vexwendina vî dostê sadiq (Îdrîsê Bidlîsî –M.C.) de li gor fermanên bav û kalên xwe (dengê) bangê li beldeyên Kurd belav kirin û dîsa li hemberî wê taîfeya xwedî-ilhad ji bo berbelavkirina şûrê serhişkiyê ketin tevgerê. Piştî ku wan bajarê xwe yê kevn Cezîretûl Îbn Umer fetih û rizgar kir, heta Mûsilê qetil û talanên mezin li dijî Qizilbaşan zêde kirin.
Piştî wê jî ev bangewaz û fetihnameyên padişahî bi lez şandin ku di nav dostên dîn û dewletê, birayên Îslamê û kesên girêdayî şerîeta eşkere – ku di rêveberî û îdareya welêt de hêmanên bingehîn in – de bên ragihandin; wî ew teşwîq kirin ku kelheyê biparêzin, bermayiyên Qizilbaşên rezîl bên defkirin û derxistin, navê padişahê bilind li minberên mizgeft û camiyên wî welatî bê xwendin û xutbe li ser rêya Ehlê Sinet û Cemaetê bên gerandin.
Bi rastî ew taîfeya bi itiqada paqij û bi fitrata misilman (Kurd –M.C.) bêyî ku li bendê bimîne, reaya û gelê welêt rizgar kir, komên Qizilbaş ji welêt derxist û bêmal hişt; wan alaya muxalefeta li hemberî muxalifên dîn û dewletê û ya itaetê û biata sultanê Îslam û milletê bi şewket û heybet bilind kir.»
[20] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 253. Îdrîsê Bidlîsî di nîvê zivistanê de ji bo tunekirina bermayiyên Qizilbaşên li wê derdorê planên lêhatî kirin: di demekê de ku li deşta Mûşê û Xelatê berf heta bi bejna xaniyan bilind bûbû û hemû rêyên hatûçûna siwaran û hespan girtibûn, artêşek ku hemû ji xortên piyade pêkhatî, amûrên textîn (hedik) bi piyên xwe ve girêdidabûn û li ser berfên wek deryayeke kûr mîna kewan dilîstin û dibezîyan. Şeref Beg bi biryara şerî ve pêş de çû, da ku li hemberî lawên Xalid Begî – ê ku yek ji fermandarên wêrek ên Qizilbaşan bû û Sultan Selîm li Merendê ew kuştibû – û birayê wî şer bike.
Bira Xalid Beg Mihemed û Uweys, lawên wî yên din, cemaeta wî, eşîra wî û nokerên/xulamên wî li Humusê (Xinisê, –MC) civiyabûn. Xelîfeyê Qizilbaşan ê ku hakimê wê derdorê bû, ji êrîşê haydar bû, lewra dest bi amadekirina artêşê kir. Di navbera her du artêşan de şerekî mezin dest pê kir. Leşkerên di bin fermandariya Îdrîsê Bidlîsî de piştî ku wê rojê sê caran ketin şerî, serkeftin bi dest xistin. Di şerî de ji Qizilbaşan zêdetirî hezar kes hatin kuştin. Jin, zarok, mal û milkên wan bi temamî ketin destê «mucahidên dînî»; yanî alîgirên Mîrê Bidlîsê. Hemû bi her cûre xenîmetê ve dîsa vegeriyan Bidlîsê. Di vê navberê de ji ber şîddet û hêrsa serma û berfê dest û piyên dused kesan seqet bûn.
[21] Melik Xelîl bi xwişka Şah Îsmaîlî re zewicî bû.
[22] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 253.
[23] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şah-name,
[24] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 253-257.
[25] Ev di Şerefnameyê de carna wek Kurd Beg Şarkluvi –Şarklı– Ustaclu, carna jî wek Kurd Beg Şereflu derbas dibe.
[26] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 253-257.
[27] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 247.
[28] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 248.
[29] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 249.
[30] Fermandarê artêşê serê Alaüddevle bi serê lawên wî Silêman û yên din re û bi serê fermandaran re şand pêşwaziya sancaqa Sultanî; hemû esîr jî, wek birayê Alaüddevle Evdirezaq, lawên wî, nêzîkên wî û çend fermandarên sax, bi hev re ber bi Stenbolê ve hatin rêkirin. Hemû xezîne û defîneyên ku bi salan berhev kiribûn hatin desteserkirin; hemû gelê bêhêz hatin zeftkirin û kesên ku xwe spartibûn emniyeta Sultan li ser mezinên kelheyan û yên bajarên mueteber hatin tayînkirin.
Sultan Selîm jî serê Alaüddevle ji bo sultanê Memlûkan ê Misrê Kansu Gavri şand. Mîrgeha Dulqadiriyê ji bo rêveberiya Şehsuvaroğlu Elî Beg (ew jî mîrekî Kurd bû) ê alîgirê Osmaniyan hat dayîn. Sînan Paşa wezîr hat tayînkirin. Ji xezîneyê ji her yek ji bendeyên xas ên dergahê û ji taîfeya nûçeyan hezar aqçeyên Osmanî bexşîş hatin dayîn.
[31] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 248-250; Şukrîyê Bidlîsî, Selîmname, r. 228-236.
[32] Şeref Xan, Şerefname,
[33] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 238-239.
[34] Em careke din bînin bîra xwe ku Selîm Şahname ji aliyê Îdrîsê Bidlîsî ve nehatibû qedandin; pir derengtir kurê wî muswedeyên ku hin beşên wan jî nedihatin dîtin li hev civand, û dibe ku li hin ciyan jî wî bi xwe zêde kir; em destnîşan bikin ku ev dubare yan jî cudahiyên agahiyan dikarin ji vê yekê derketibin.
[35] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 245-246.
[36] Xemgîniya ku ordiyên Sultan berê xwe nedane Kurdistanê lê dane Dulqadiriyan peyda bû, Îdrîsê Bidlîsî di beşa helbestkî ya berhema xwe de bi zelaliyeke mezintir diyar dike:
“Ji vê vegerîyana Sultanî, melikên Ecemê (Mebest mîrên Kurd ên di bin nîrê Sefewiyan de ne –M.C.) pir xemgîn û perîşan bûn. Li ber daxwaza dijminan çûn, şev û roj aramiya wan nema. Gotin wey li halê me, ji ber ku Sultanê piştevanê dîn û penaha hemû mu’mînan e. Canê me hê nehatibû devê me, zirxê me êdî li bedena me nikarîbû tahamûl bike. Niha dijmin jî li hember me cesaret girt, bazara dostên Sultan geş bû, lê gava bextê me berevajî bû, îqbala Sultan bû rûxîna me.’
Mîrên Kurdan ên dilvekirî, di îxlasa ji bş Sultanî de wekî heyva geş bûn. Ji deh salan ve bi berdewamî bi şûr ji şer qet paşve nesekinîn. Serok û mêrxasên qewmên Kurdan bi şûrên dijminan pir birîndar bûn û mirin.
Şerên melikên Ecem (mebest melikên Kurd ên di bin nîrê Xanedana Îran Sefewî de ne –M.C.) pêk hatin; Sultan nehat van şeran. Gava dijmin bi hêz bûn û talih lawaz bûn, yên bi şeref zelîl bûn, yên zelîl bi şeref bûn.
Wekî gazîker (Îdrîsê Bidlîsî) ez di navbera wan de rehîn bûm, di ihyaya dîn de ez hevalekî şefaatkar bûm.
Ji aliyê Sultan ve bendeyekî xebatkar, ji bo qezenckirina dostaniya wî qewmê pîroz bi tevger ket, civiyan, ji min bendeyî re ev daxwaz kirin: xwestin ku ez halê wan bi dizî vebêjim, di vê dawûdozê de ji dergahê bilind re bibim rêber. Gotin em ji can û dil kesên muxlîs in, di nav xemgînî û kederê de ne. Ji ber ku koletî ji Sultan re bûye meşreba me, çima tirs ji Qizilbaşê bêdîn e? Di vûcuda me de hêz tune ku li dijî dijminê serdest şer bike. Ji ber hereketa fethê ya ku Sultan pêk anî, li hember me bi sedan qerebalix û fitne derketin. Ne hêza me ya qudretê û ne jî halê me yê şer heye, ji belayên curbicur ne aramî û ne jî sebira me ma.
Eger lutfa Sultan berê xwe nede kişandina xema firqa dîn û milk, dijmin reh û binya me dikole. Feryada me digihîje ezmanan.” (Îdrîsê Nidlîsî, Selîm Şah-name, )
“Li gorî vî mazmûnê ku rêberiya dewletê dike, ji ber ku van bendeyên xalîs (Kurd –M.C.) ên dergahê bi vî bendeyê gazîker (Îdrîsê Bidlîsî –M.C.) re dostaniyeke ji bav û kalan mane û herwiha paşê jî pêk hatî, û yekitiya dîn û meşrebê û hevgirtineke bi sebeb heye, wan rica kir ku ev bende tevî komeke ji mezinên wê taîfeya alîgirê dewletê berê xwe bide dergahê û dest bi bendewariyê bike ji bo vegerîyana Sultanê Îslamê ya ji sefera Dulqadiriyan ber bi Diyarbekirê ve.” (Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şah-name,265-266)
[37] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 261-262.
[38] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 266.
[39] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 266.
[40] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 266.
[41] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 267.
[42] ] Lê ev, ihtimal e ne serê Nur Elî Xelîfe ye, ê ku hê padişah li Amasyayê bû di dema serhildana Çemişkezekiyan de di bin serokatiya Pîr Huseyn Begî de hatibû kuştin. Gava nûçeya zeftkirina Kela Kemahê ji aliyê artêşekê ku bi xwe Sultan Selîm li Amasyayê bû di serê wê de bû, gihîşt Şah Îsmaîlî, Şah ev wek ziyaneke mezin dît û Tur Elî Xelîfe – xelîfeyekî pir bi wî ve girêdayî – tevî artêşeke Qizilbaş şand da keleyên Bayburd û Kemahê vegerîne; divê ev serê wî be. Mîrê herêmê Biyikli Mihemed Paşa, yê ku nûçeya hatinê Tur Elî Xelîfe bi artêşeke Sefewî ji bo girtina keleyên Bayburdê û Kemahê bihîst, Mîrê Kemahê Qarîçîn, Mîrê Canîkê û hin mîrên Kurd li hev civand û li derdora Bayburdê pêşwaziya artêşa Tur Elî Xelîfe kir. Li aliyê Osmaniyan kesekî bi navê Qadîzade Hacî Beg di şerê rû-bi-rû de Tur Elî Xelîfe ji hespê wî xist erdê, serê wî jêkir û ji Biyikli Mihemed Paşayî re şand. Piştî ku bi yekdengî hat zanîn ew e, artêşa Sefewî têkçûneke mezin dît. Gelek leşker hatin kuştin; mal, can, jin û keçên Sefewiyan wek xenîmeta şer hatin desteserkirin. Li gor Şukrîyê Bidlîsî, digel serê jêkirî yê Tur Elî Xelîfe, şeş hezar pozên jêkirî jî ji dergahê re ya li Stenbolê hatin şandin. Piştî vê têkçûnê Şah Îsmaîlî qebûl kir ku keleyên Bayburdê û Kemahê yên li eyaleta Ermen bi temamî winda kirine.( Şukrîyê Bidlîsî, Selîmname, r. 243-252.
[43] «Ferman kiribû ku tu mijara dewletê neyê gotûbijkirin û tu doz neyê guhdarîkirin; dest bi nêçîrê kiribû û wextê xwe pê re derbas dikir. Yenîçerîyan dît ku kar xera dibin, çûn cem miftî û pirsîn ka rewş çima xera dibe û sebebê wê çi ye; wî jî got ku ev fermana padişah e.» «Piştî van rawestan û merasîman, padişah pêşîyê dest bi meseleya serhildana yenîçeriyan a Amasyayê kir, ya ku tu car ji hişê wî derneketibû. Çimkî wî ev mesele ji aliyê yekitiya artêşê û selameta seferên wî yên pêşerojê ve girîng didît; bawer dikir ku pêwîst e wan bi temamî têxe bin otorîteya xwe. Bi kurtasî, êdî dem hatibû ku hesab ji yenîçeriyan bê pirsîn; yên ku bi awayekî jê re desthilatî anîbûn û car bi caran jî berdêla wê dixwestin. Esasen pir girîng bû ku kê ew teşwîq kirine. Ji 6ê Tebaxê ve bi civînên dîwanê yên li pey hev li ser mijarê rawestiya û dest bi zordestiyê li wezîrên xwe kir ku failên rastîn ên vî karî bên dîtin. Heta wezîrên ku ji civîna dîwana 6ê Tebaxê – ya ku tê de ev mesele hate gotûbijkirin – derketin, di rewşeke pir hejuyayî de bûn. Heyder Çelebî eşkere dinivîse ku ew ‘di êş û azarê’ de ji dîwanê derketin; roja din jî heman rewş dubare bû, wezîr dîsa şaş û xemgîn ji dîwanê derketin.»
Padişah ji bo nîşandana hêrsa xwe beşdarî her du civînên dîwanê yên li pey hev jî nebû. Bilez piştî wê jî Kilercibaşi Ferhad Ağa da kuştin. Di dîwanên roja yekp û duyê a meha Recebê/11-12ê Tebaxê da padişah qazasker/qazîleşker ji dîwanê derxist, wezîr demeke dirêj li hemverê xwe hiştin û gotinên giran ji wan re gotin. Wezîrên ku rastî heqaretên giran hatin, bi xemgîniyeke mezin ji dîwanê derketin.
Şukrîyê Bidlîsî vê bûyerê ji paceyeke din vediguhêze. Li gor wî, piştî hatina Stenbolê padişah bi tu karî re mijûl nebûye; di dîwanê de jî gotiye ku divê ew bi xwe jê bipirsin. Padişah, dema hat Stenbolê, yenîçeriyan rewş jê re arz kiriye, lê padişah li wan hatiye xezebê û gotiye li cihê ku bendeyên fermana sultan qebûl nekin û li hemberî wî ling biavêjin, mekanîzmaya edaletê naxebite, heta di van şertan de ew sultanî jî nake. (Şukrîyê Bidlîsî, Selîmname, r. 212-213.)
[44] Heyder Çelebî, Rûzname, r. 467, ji Emecen hatiye girtin.
[45] Şukrîyê Bidlîsî, Selîmname, r. 240-241.
[46] Heyder Çelebî, Rûzname, r. 467.
[47] Şukrîyê Bidlîsî. Jêgirtin – herwiha ji Rûznameya Heyder Çelebî, veguhêz: Emecen, r. 172-176.
[48] Emecen, r. 176.
[49] Piştî ku Bidlîs ji Mîr Şeref hate stendin, Şah Îsmaîl ew da Kurd Begê Ustaclu/Şereflu; di Şerefnameyê de wisa derbas dibe.
[50] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 266-268.
[51] Ferîdun M. Emecen, Yavuz Sultan Selim, r. 178-179.
[52] Nimûneya hukmê pîroz ê Sultanî ya bi Osmanî nivîsandî û bexşînên/pêşkêlkuriyên wî:
«SULTAN’IN OSMANLICA YAZILMIŞ KUTLU HÜKMÜNÜN VE MÜBAREK MİNVALLİ İHSANLARININ TİMSALİ
‘Umdetü’l-efâzil kıdvetü erbabi’l-fezail salik-i mesalik-i tarîkat, hadi-i menâhic-i şeriat, keşşâfü’l-müşkillâti’d-diniyye hallâlü’l-mu’azzilati’l-yakiniyye hulasatü’l-mâ ve’t-tin mukarrabü’l-mülûk ve’s-selatin burhan-i ehl-i tevhid ve’t-takdis Mevlana Hakîme’d-din İdris (edamüllahi fezailihû) tevki’-i refi’-i hümayûn vasıl olıcak ma’lûm ola ki şimdiki halde südde-i sa’adetime, mektubun vasıl olub senden umulan hüsn-i diyanet ve emanet ve fart-i sadaka ve istikametin muktezasınca Diyarbekir vilayetinin feth-i külliyesine bais olduğun i’lam olunmuş. Yüzün ağ olsun. Inşaallahi’l-a’az, sair vilayetlerin dahi fethine sebeb-i külli olasın. Benim enva-i inayat-ı aliyye-i hüsrevanem senin hakkında mebzül ve mün’atıftır. Ve’l-haleti hazih’i ahir-i şevval-i mübareke değin vaki olan ulûfenüz ile iki bin sikke-i efrenciye filori ve bir samur ve bir vaşak ve iki murabba sof ve iki çoka ve bunlardan gayrı bir samur ve bir vaşak kürk kaplu soflar dahi ve bir fırengi kamha kılıflu müzehheb kılıç in’am irsâl olundu. İnşaallahi’l-kerim vus’ul buldukda sıhhat ve selametle alub mesarifine sarf eyleyesin. Mukabele-i hademat ve muhazat-ı istikametinde ve ihlasında, enva’-ı ‘avatıf-ı celile-i hüsrevaneme sezavar olup behremend olasun ve Diyarbekir canibinde size ittiba idüb gelen beylerin mukabele-i sadakat ve ihlas ve muhazat-i hademat ve ihtisaslarına göre ol vilayetde tevcih ve ta’yîn olunan sancaklarının ve beylerinin ahval ve elkab, ve mekadiri senin ma’lumun olduğu ecelden iftiharü’l-ümerai’l-izam zahirü’l-küberai’l-fehham zü’l-kadr ve’l-ihtiram sahibü’lmecd ve’l-ihtişam el-müeyyed bi-enva’i te’yidati’llahi meliki’s-samed Diyarbekir beylerbeyisi Mehemed dame ikbalehüye nişan-ı şerifimle mu’anvan beyaz ahkam-i şerîfe irsâl olundu. Gerekdir ki ol canibde her beye tevcih olunan vilayetin ahvali ne vechle tevcîh olunub ve ol beylerin elkabı ve mekadîri ne üslûb ile o mak münasib ise beratları inşa olunub yazıveresiz ve mufassalan ol yazılan berevatın suretleri ve timarın mikdarlarını dahi ber-süret-i defter idüb südde-i saadetime dahi irsal idesiz ki bunda dahi hıfz olunub her husus mefhum ve ma’lum ola ve her beye ne sancak verildügi ve ne vechle tefviz olunduğı ve elkabları nice yazılduğı ve re’ayetleri ve in’amları ne vechle olduğı ber-sebil-i tafsil il’am olunub amma bir vechle tertîb ve ta’yın oluna ki biri biri arasında olan esas-ı irtibat tezelzül ve tahallül bulmak ihtimali olmaya. Ve ol berevatdan gayr istimaletnameler gönderilmek lazım olan beyler içün dahi nişanlu beyaz kağıdlar irsâl olundu. Anlar dahi her beye ne vechle istimaletnâme gönderilmek münasib ise inşa olunub in’amlarıyla bile irsal oluna ve onların mufassalan süretlerin ve in’amda ne vechle ri’ayet olundukların ol berevat suretleri ile bile defter idüb dergâh-i cihan-penahıma irsâl idesiz ki her husus bunda dahi mufassal ve meşrûh ma’lum ola. Ve bu canibde olan mühimmat-ı sultan; murâd-ı şerifim üzere encâma yetişmişdir. İnşaallahi’l-e’az benim dahi inân-ı azimetim vaktinde ol canibe mun’atıf ve munsarıfdır ve ol beylerin hakkında dahi avatıf-ı ‘aliyye-i hüsrevanem mülahaza etdiklerinden ziyadedir. Ve şimdiki halde Erdebil oğlu İsmail-i pür tadlil südde-i sa’adetime Hüseyin Bey ve Behram Aga nam adamların risalet hıdmetine gönderüb takriren ve tahriren enva-i ubûdiyet ve tazarru’lar arz idüb mabeynde sulh ve ıslah müyesser olursa ol canibden ne murad olunursa riza-i şeritim üzere kabul süretin gösterüb enva’-i temelluklar eylemiş. Amma anın kelimatına ve salahına kat’a itimad caiz olmaduğı ecelden mezkûran elçileri Dimetoka hisarında ve sair adamlarını Kilidü’l-bahr Kal’ası’nda habsettirdim. Sen dahi gerekdir ki makhûr-ı mezbûrun umûrunda ahsen-i tedbîr ne ise anın tedbirinde olub devlet-i ebed peyvend-i rûz-efzûnum meham ve mesalihinde mücid ve sa’î olasın. Min ba’d esnâf-ı âsar-ı cemilenüz senih ve layih ola.
Şöyle bilesin. Alamet-i şerife itimad kılasın.
Tahrîren fî evasıti şehri Şevvali’l-mübarek senetü ihda ve ‘ışrîn ve tis’a mieti’l-hicriyye makamu dari’l-hilafe Edirne. (Hicri dokuz yüz yirmi bir mübarek Şevval ayının ortalarında (1515 Kasım sonları) hilafet merkezi Edirne’de yazıldı.)” İdris-i Bidlisi, Selim Şah-name, s. 284-285
[53] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 270-272.
[54] Heyder Çelebî, Rûzname, r. 473, ji Emecen hatiye girtin.
[55] Heyder Çelebî, Rûzname, r. 474, ji Emecen hatiye girtin.
[56] Heyder Çelebî, Rûzname, r. 475, ji Emecen hatiye girtin.
[57] Dema biryara seferê ya qethî hat dayîn, pêşîyê giranî hat dayîn ser peymana bi Macaran re li hemberî xeterên dibe ku ji rojava bên. Padişah kurê xwe Silêman wek berpirsê parastina aliyê Rumeliyê tayîn kir. Axayê yenîçerîyan jî bi rêya Eskişehirê ve şand. Leşkerên Rumeliyê jî dê ji Gelîboluyê derbas bibin û li Bigayê bicivin. Ew jî digel qapîquliyan dê bi ser Kutahyayê re ber bi Qeremanê ve biçûna. Padişahî berî sefera nû lez da ser karê aştiya bi Macaran re. Cara sêyê qasidekî Macar hat Edirneyê, di dîwanê de hat qebûlkirin; lê di vê navberê de nûçeya mirina qiralê Macar (Qiralê Macar Vladîslav di 13ê Adara 1516ê de miriye) hatibû; dîsa jî roja din (6ê Nîsanê) karê aştiyê qediya û destûra vegerê hat dayin qasidan. Ji ber ku mirina qiral nûkirina vê peymanê pêwîst dikir, ji qasidan tenê du kes digel efserekî Osmanî yê bi navê Kemal Begş hatin şandin. Roja din, di 6ê Rebî’ulewwelê de (9ê Nîsanê), amadekarî ji bo çûna Stenbolê temam bûn û rojekê piştî wê jî padişah ji bo «sefera humayûn a ber bi Diyarê Şerqê» ve ji Edirneyê derket. Heyder Çelebî, Rûzname, r. 476, ji Emecen hatiye girtin.
[58] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 272-273.
[59] Adaîyê Şîrazî, Selîmname, r. 121.
[60] Adaîyê Şîrazî, Selîmname, r. 273.
[61] Bidlîsî, heman berhem, r. 302.
[62] Adaîyê Şîrazî, Selîmname, r. 279.
[63] Adaîyê Şîrazî, Selîmname, r. 121.
[64] bnr. Ferîdun M. Emecen, Yavuz Sultan Selim, r. 197.
[65] Li gor paşayên Osmanî: fikra «Parastina milkî ji dehfkirina dijmin pêşîntir e» bû bingeha wan. Li gor wan, parastina Amîdê di nav îmkanan de bû, lê serketina li hemberî dijminekî wiha xurt bi teqdîra îlahî ve girêdayî bû. Di her halî de pêwîst bû ya misoger li ser ya gumanbar bê tercîhkirin: heta ku serdestiya artêşê ji aliyê hejmar û muhimmatan ve bi eşkereyî bê xuyakirin. Çimkî digel Sînan Axayî û Balî Axayî hê jî pênc hezar leşkerên bi teçhîzat negihîştibûn. Wan ev yek kiribû hinceta sekinîn û payinê.
Lê mîr û hakimên Kurdistanê, yên ku ji can û mal û milkê xwe derbas bûbûn, bi peyrewiya fetwa û gotinên Îdrîsê Bidlîsî xîret dikirin û li gor tecrubeyan di rêya dilpakiyê de di her mijarê de guhdariya şîretên wî dikirin, di ketina şerê Sefewiyan de pir bi dilxwazî tevdigeriyan. Sedema tercîhkirina nêrîna şer û rûbirûbûnê ev bû: meselên şerî û rastiyên bihîstî ew vedixwendin wê yekê; Îdrîsê Bidlîsî jî li gor qanûnên şer’î û exlaqî ji bo wê dixebitî.(
Li gor wî, «elbete pêwîst bû dest bê rakirin ji bo tunekirina muxalif û dijminan; di paşxistina şer û xazayê de çend ziyan hebûn: Ya yekê, dijberiya fermana îlahî ya ku di ayetên ‘Di rêya Xwedê de cîhad bikin’ (Qur’an, 2/218, 8/74, 9/20) de hatiye diyarkirin. Ta duyê, dijberiya hukmê wacib ê îtaeta bi Sultanî yê ku bi hîkmet û mêraniya temam tê naskirin; ew padişah niha bîst hezar mirov ji bo dehfkirina dijminan şandiye û hemû îmkan û firsendên pêwîst ji bo cîhada bi dijmin re û gihîştina serkeftinê amade kirine. Paşvekişiyana ji fermana Sultanî wek ya ji şerîet û aqil tê qebûlkirin, ji gunehên mezin tê hesibandin. Ya siyp, tevî hebûna îqtidareke temam û evqas leşkerên bi nîşana serkeftinê, paşvekişiyana ji dehfkirina dijminên dîn û dewletê ji bêtedbîriyeke temam û ji tirsonekiyê tê. Hemû ev melekeyên neyînî ji bo artêşa padişahê xwedî xisletên Îskenderî şerm in.
Ya çarê, gava di bin zilm û zextên taîfeya Qizilbaşan de dijîn, digel qetil, sirgûn, talan û desteserkirina mal û milkên wan, bi hêza mezin a dilpakî û itiqada xwe, di rêya dîn de û ji bo bendetiya sultanên sultanan, mîna mucahidên Bedirê û Huneynê bûne; hemûyan bi ciddîyet û bi awayekî mucahidane li hemberî dijminên dîn û dewletê şer kirine û wan li ser vê yekê peyman daniye. Îcar çawa dibe ku ew ji qelsên muhaciran, ensaran, mucahid û xaziyên kevn ên Osmanî bêtir li paş bimînin û bi gotina ‘Pêşî hicret, paşîyê yên din’ di rêya Xwedê de neçin?
Ya pêncê, ev bendeyê feqîr (Îdrîsê Bidlîsî) ê ku ji zumreya feqîrên dergahê Xwedê ye, lê di rastkirina karan de li gor şerîet û aqil ji bendeyên dilpak ên Şehinşahê meqamê Silêman (Sultan Selîm) e; wî cureyên janan dikêla û rica dikir. Çimkî sultanê Îslamê, li gor tecrubeyên xwe yên şeran, bi lezandin û firsendgirtinê nîşan dida ku ber bi vî karî ve meyldar e. Di her halî de di rêya dilpakiya îmanê de peyrewiya rêya Sultan û li gor nêrîna îxwanan tevgeriyan pir lêhatî dihat dîtin.
Ya şeşê, li Amîdê sekinîn dibû sedema bilindbûna bihayên xwarinê û xelayê; ev jî dibû sedema qelsiyeke mezin.» Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 275.
[66] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 276.
[67] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 276.
[68] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 276-278.
[69] Heyder Çelebî, Rûzname, r. 476, ji Emecen hatiye girtin.
[70]Heyder Çelebî, Rûzname, r. 476, ji Emecen hatiye girtin.
[71] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 272-273; Prof. Dr. Ferîdun M. Emecen, Yavuz Sultan Selim, r. 180-185.
[72] Berrîcik/Berrîyecîk, sancaqeka kevn e ku niha Dêrik, Wêranşar û Ceylanpınarê dihewîne. Wek li vir jî (dibe ku di dema wergerê de) bi piranî bi Bîrecîk (navê kevn Bîre) a girêdayî Ruha (Urfa) tê tevlihevkirin. Ihtimal e ev sencaq bi kêmanî ji serdema Aqqoyunluyan ve hebû; qanûnên aborî yên Uzun Hesen ê Aqqoyunlu jî li vê sancaqê hatine tetbîqkirin. Berrîcik, di sala 1518an de yek ji 12 lîwayên eyaleta Diyarbekirê ye ya ku wê demê hat avakirin (Amid, Mêrdîn, Şingal, Berrîcik, Ruha, Sêwereg, Çermûk, Erxenî, Xarpêt, Erebkîr, Kîxî, Çemişgezek). Di sala 1526an de bû qezayeke girêdayî sancaqa Mêrdînê. Berrî bi Erebî tê wateya sehra, step û çolê. Kurd ji deşta fireh a li bin Mêrdînê re dibêjin Berrî. Ji bo agahiyên berfirehtir bnr. GÖYÜNÇ, Nejdet, Mardin Sancağı, Weşanxaneya Türk Tarih Kurumu, (1991) Enqere.
[73] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 279.
[74] Yekîneya ku her tim li pêşiya artêşê diçû, teror dikir û talan dikir.
[75] Şukrîyê Bidlîsî, Selîmname, r. 272-273.
[76] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 280.
[77] Şukrîyê Bidlîsî, Selîmname, r. 275.
[78] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 281. Şukrîyê Bidlîsî jî têkçûna artêşa Sefewî bi helbestê vedibêje:
“Yetdi ardından revân Rumî-sipah/Baş kesüb kan dökdiler ta subh-gah/Ol gün ol gice katl oldu müdam/Geldi ikbal aldı devlet intikam/Yeryüzünde surh-ser(kızılbaş) virdi revaç/Lale evrakı gibi dağıldı tâc/Çün tul’u itdi ufukdan subh-gah/Herkesi davetledi R’umi-sipah/Kelleden kümbet düzüldi bî-şümar/Tac ile (Kızılbaş külahı) sahralar oldı lale-zar/Rûmi’ye el virdi bîpayan esîr/Her ganimetden gani oldı fakîr/Bâr û bungâhın u raht-ı âletin/ Mal û gencin(hazine) hanedanın ‘avretin/ Aldı Rûmî ol gurûhın bî’t-amam/Mal ü gence bakmaz oldu hâss ü ‘amm/ Bî-nihayet taze at, bî-had deve/La’l ü yakut u zümmürüd bir ceve/Dahi gûnagûn kumaş u sim u zer/Aldı Rum ehli vü oldı behrever/Çün ganimetten sipahi aldı kam kâm/Kalmadı muhtaç yek-ser hâss û ‘amm/Paşa ol gün dutdı maktelde karar/Başladı baş derdi evvel bî-şümar/Çok ‘alemler ser-nıgûn u şerm-sar/Tabl u kûs u boru zurna bî-karar/Kara Han’ın başın on bin baş ile/Beğleriyle, yar ile, yoldaş ile/Dahi guna gun meta’ı bî kıyas/Viribdi dergaha ol Yezdan-şinas.” (Şükri-yi Bidlisi, Selimname, s. 275-276.)
Kurdiya wê:
«Siwarên Rûmî (Osmanî) bi lez bi dû wan ketin / heta sibehê serjêkirin û xwîn rijandin. Wê roj û wê şevê qetil berdewam bû / bext hat û dewletê tol hilda. Li rûyê erdê Sûrser (Qizilbaş) belav bû / tac wek pelên hilalan belav bû. Dema sibeh ji asoyê derket / siwarê Rûmî gazî her kesî kir. Ji keleyan (seriyan) qubeyên bêhejmar hatin çêkirin / bi tacan (kulavên Qizilbaşan) deşt bûn lalezar. Ji bo Rûmiyan esîrên bêpayan ketin dest / feqîr ji her xenîmetê dewlemend bûn. Bar û kon, hacet û alav / mal û xezîne, jinên malbatan / Rûmî ji wê komê bi temamî stend / êdî xas û ‘aman li mal û xezîneyê nanihêrî. Hespên teze bêhejmar, deve bêhed / la’l, yaqût û zimrûd di cewê de / cureyên cuda cuda qumaş, zîv û zêr / ehlê Rûmê stend û behremend bû. Dema siwarî ji xenîmetê kêf û meqsedên xwe stend / xas û am bi yekcarî nemuhtac man. Paşa wê rojê li qada qetlê rawestiya / pêşîyê bi seriyên bêhejmar dest pê kir. Gelek alayên sernixûn û şermezar / tabl û kûs û borî û zirna bêaram / serê Qere Xanî bi deh hezar serî re / bi mîrên wî, bi yar û hevalên wî re / û cûreyên cuda cuda meta’ên bêqiyas / ew Yezdannas ji dergahê re şand.»
[79] Dema şerê bi Memlûkên Misirê re dest pê kir, Sefewiyên di Kela Mêrdînê de di bin dorpêçê de hê jî teslîm nebûbûn.
[80] Şeref Xan, Şerefname, wergera Nûbiharê, r. 447-448.
[81] Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, r. 283.
[82] Şeref Xan, Şerefname, wergera Bozarslan, r. 217.
[83] M. Ferîdun Emecen, Yavuz Sultan Selim, r. 206.
[84] bnr. Svory, Mazzaoui, Encyclopaedia Iranica ya online, beşa “Safavids”.
Leave a comment