NIVÎSKAR MURAD CIWAN: “DI SALÊN 70YÎ DE GELEK ÎNSANÊN ME TIRKİ BAŞ NIZANIBÛN, DURIŞMÊN TIRKÎ FEHM NEDIKIRIN, ÎRO ZAROKÊN KURDAN BI KURDÎ FEHM NAKIN!”

Hevpeyivîna Bayram Ayaz

bi Murad Ciwan re

Bi rêzdar Mûrad Ciwan re, em heman salan beşdarî nav sîya- setê bûne li herêma Amedê. Ew ji qeza Bismilê ye, ez ji Licê me. Em ji nifşekî ne, temenê me jî wek hev e. Em di du partiyên Kurdistanî yên cuda de him şahidê gelek bûyeran in, him jî kirder û xizmetkarê siyaseta doza welat û miletê ne. Serpêhatî û bîranîn û agahiyên wî ku ew di vê hevpeyvînê de pêşkêşî xwendevanan dike, di mijara bikaranîna zimanê kurdî de girîng in. Di salên 70yî de hêz û rêxistinên ku li dora xeta Dr. Şivan (Demokratên Şoreşger/Şoreşgerên Demokrat/KÎP PKK Pêşeng/ DDKD) têdikoşiya, bėguman tesîreka wan a xuyayî hebû, li nav tevgera kurdî, li Bakurê welat. Ev şopa siyasî û fikrî, di tevgera Kurdistanî de, heta îro jî alîgir û hezkiroxên wê hene. Rê û regezekî kurdewar e.

Em ji hevpeyvîna Murad Ciwan, gelek agahiyên ji bo raya giştî, nû dixwînin û dibihîsin. Ji aliyê xizmetên ji bo pêşxistina ziman jî ev agahî girîng in. Ji bo vê xebatê, pîvana me, xizmetên ziman e. Du agahiyan, bi taybet bala min kişand. Yek; min berî vê hevpeyvînê zanibû ku derxistina kovara Tîrêj a bi du zaravan bi kurmancî û dimilî bû. Ev xizmet ji bo salên dawiya 70yî li Bakurê Kurdistanê, xizmeteka giranbiha ye, hewce ye dîroka me ya ziman û wêjeyê vî karî binivîse û nifşên nû van agahiyan bizanin. Agahiya duyem; ji bo min nîvenîv nû bû ku ew jî helwest û hesasiyeta Dr. Şivan a ji bo zimanê kurdî û wergera wî ya pirtûka Roger Lescot(Celadet Ali Bedir Khan) di dema vê wergerê de serpêhatiya hînbûna wî ya zaravayê kurmancî. Li gorî agahiyên di vê hevpeyvînê de, Dr. Şivan, kurdekî Dêrsimî ye û malbata wî kirmancî/dimilî axivi- ye, berê tenê bi tirkî û fransî zanibûye. Pirtûka R. Lescot (û Celadet Bedirxanî) ji fransî wergerandiye tirkî û di dema xebata wê wergerê de bi kurmancî hîn bûye. Ev helwest, cihê serbilindiyê ye. Xwendevan de berfirehiya wan û agahiyên din ji hevpeyvînê hîn bibin. Em ji vê derê derbasî pirsan û bersivan bibin.

 

Pirs: Ji salên destpêka heftêyî pê de cenabê we li bakurê Kurdistanê di nav tevgera azadîxwaziya gelê Kurd de cîh girtiye û xizmeta doza welat û milet kiriye. Hûn yek ji rêvebirê tevgera „Devrimci-Demokratlar /KÎP“ (Demokratên Şoreşger, KÎP/PKK) bûn. Di salên heştîyî de we Sekreteriya Giştî ya Partiya Pêşengê kir, li bakurê Kurdistanê di nav siyasetê de roleke we çalak hebû. Ser wan deman di warê ziman de çend pirsên destpêkê…

Di salên heftêyî de zimanê danûstandinê (komunikasyonê) li nav civakê bi tevayî û bi taybet li nav ciwan û xwendevanên Kurd kîjan ziman bû?

Eger hûn rewşa zimanê Kurdî û bikaranîna ziman li civakê û di siyasetê de bidin ber hevdu (miqayesekî bikin) ji salên heftêyî heta îro guherîneke bi çi tehrî çêbûye, nêrîn û nirxandinên wî derbarî de çi ne?

Partî û rêxistina ku we tê de kar kir /(DDKD, KÎP, Pêşeng û yên din), zimanê we/wan ê civînan, danûstandinên navxweyî bi devkî û nivîskî bi kîjan zimanî/zimanan bû? Pergala danûstandina zimanî (Kominikation, peywendiya mirovî) bi çi şêweyî bû?

– Ez heta nîsana sala 1980’yî li welêt, piştî wê jî li derveyî welêt jiyam. Li Diyarbekirê, bi malbatî li gund û qezayan, ji sala sisiyê a xwendegeha navîn pê ve li navenda Diyarbekirê mam. Ji 1968ê heta dawiya 1975ê (salek xwendega navîn çar sal xwendegeha şevînî/daxilî ya mamostatiyê û salekê jî Eğitim Enstitüsü/Xwendegeha Perwerdeyê ya Bilind) li Diyarbekirê bûm. Piştre salekê (sala perwerdeya 1975-1976ê) min li Unîversiteya Stenbolê hiqûq xwend, ji ber karê şoreşgerî û şer û pevçûnên di navbera ciwanên çep/Kurd û rast de ez vegeriyam Diyarbekirê. Di nav DDKD’ê de legal, di nav T-KDPê (terefdarên Dr. Şivan)/KİP-DDKDê de veşartî min xebata welatperwerî û şoreşgerî kir. Berî biçim nav sefên DDKDê û T-KDP‘ê ez endamekî TKDPya Faik Bucak û Sait Elçî bûm.

Wê demê hin qezayên wek Farqînê, Licê, Qulpê, qezayên Mêrdînê, bi taybetî Dêrikê, hin malên bajarî yên ermenî, suryanî, ereb ne tê de zimanê malê jî yê derva jî bi kurdî (kurmancî û zazakî) bû, Malbatên ne Kurd jî bi Kurdî dizanîbû. Navenda Diyarbekirê piranî bi Tirkî, Mêrdîn, Siirt, Bedlîs, Wan, Urfa, Anteb, Meletiye, Elazîz bi Tirkî, hin jê bi Erebî bûn. Ji Mêrdîn wir de, bi taybetî Hekkarî, seranser qezayên Siertê, hinên Wanê û Erzurumê, Agiriyê bi kurdî bûn. Hin qezayan Kurdî-Tirkî mişterek qasî hev  bikardianîn. Bingol Zazakî û Tirkî, Dersim Kirdkî, Kirmanckî û Tirkî bû, Warên derveyê bajaran; gundiyatiyê, gundên Ereb û Tirkmenan ne tê de bi Kurdî (Kurmancî, Kirdkî) bû.

Lê li nav gêncan, li xwendegeh û komeleyan, li sûk û bazarê zimanê siyasetê, pewerdeyiya siyasî û îdeolojîk, zimanê peywendî û civînên komele û partiyan bi Tirkî bû. Kitêbên perwerdeya îdeolojîk û siyasî bi temamî bi Tirkî bû.

Li gor çavdêriya min,  belavbûna axaftina zimanê kurdî meriv ji Diyarbekirê çiqas ber bi bajarên rojava yên kurdan diçû Tirkî zêdetir dibû, çiqas ber bi başûr û rojhilat ve diçû Kurdî zêdetir dibû.

Di medreseyên dînî yên kurdan de zimanê kurdî hema hema bi temamî serdest, li rewacê bû. Perwerde, îbadet, pêwendiyên medreseyan li gel civakê bi Kudî bû. Hiqûq, rêkxera pêwendiyên civaka kurdewarî, li ser esasê dînî lê bi Kurdî bûn.

Bi salan modernîstan, kemalîstên çep û nasyonalîst û îdeolojîya resmî a dewletê perwerdeya li medreseyan, hiqûqa şerîetê û heq û hiqûqa peywendî û dezgeyên civakî ên jiyana dêrînkî/tradîsyonî û dînî wek kevneperestî didane nîşandan. Gelek caran em Kurd jî bi van îdîayên wan xapiyane, lê di eslê xwe de ew dezgehên dijî ferzkirina jiyana dewleta kolonyalîstan, dezgeh û rênîşanderiyên xwemalî bûn, temsîla rêkûpêkxiriya civaka Kurdan bi xwe dikirin. Di nav Kurdên Sunne de ew li ser esasê Îslama Sunne, li nav Elewî û Riya Heq/Ehlê Heq ew li gor bingehên rênîşanderiya van baweriyan û li nav Kurdên Êzîdî jî bingehên Êzîdîyatiyê bûn.  Ew dezgehên û mekanîzmayên parastina jiyana Kurdên Sune, Ehlê Heq/Alewî û Êzîdî bûne dijberên ferman û ferzkirinên kolonyalîstan û dezgehên kolonyalîst. Yanî ew ne navendên ‘‘îrtîcayê û kevneperestiyê‘‘ lê yên antî- kolonyalîzmê, ên parastina jiyana xwemalî ya Kurdan bûn.

Em bên ser warê siyasî….

Zimanê nav TKDPê ji bo ku endamên wê zêdetir xwendewarên medreseyan, mela, feqî û gundî bûn  zimanê navxwe yê civînan bi Kurdî, lê komunîkasyon bi Kurdî û Tirkî bûn.

T-KDP’a ( Dr. Şivan) di dema Şivan de kitêb, broşur û belavokên wan hemû bi biryar û tercîhên siyasî hem bi kurdî/kurmancî hem bi Tirkî dihatin weşandin. Dr. Şivan Zazayê Dêrsimê bû, piştî qetlîama Dêrsimê sirgûnî Rojavayê Tirkiyeyê bûbû, di destpêkê de bi Tirkî û Fransî dizanî. Lê wî kitêba Gramera Kurdî a Roger Lescot û Celadet Alî Bedir Xanî kir Kurmancî û Tirkî, ew bi xwe jî hînî Kurmanciyê bûbû. Û siyaseta Partiyê bû ku hemû dokument û belge û weşanên partiyê bi du zimanan, bi Tirkî û Kurdî/Kurmancî bin.

T-KDPê, piştî dema wî, dûrûdirêj têrî weşandina berhemên nivîskî nekir, ji bilî programê ku bi kurdî û tirkî bû, belavokên wê gelek kêm, ew jî bi Tirkî bûn. Piştî ku kovar û rojname hatin derxistin giraniya zimanê wan bi Tirkî bû, Kurdî wek sembolîk çend rûpel tê de hebûn, ew jî yan şiêr yan jî berhemên folklorî bûn. Zimanê civînên partiyê, yên DDKDê û rêxistinên ser bi partiyê ve, yê Komeleya jinan (DDKAD)ê bi Tirkî bû, bi kesên tirkînezan re bi kurdî jî danûstendin dihatin kirin.

Lê ji ber ku ji tradîsyona partiya Dr. Şivan dihat, tim kêmasiya bikarneanîna Kurdî li ser xwe his dikir, mihawele dikir ku warên bikaranîn, perwerde, xwendin,  nivîsandin û axaftina bi kurdî berfireh bibe. Di pîrozbayiyan û aheng û şevan de axaftinên bi kurdî dihatin kirin, şiir û sloganên bi kurdî dihatin gotin. Di encama vê de berî 80yî komeleya jinên DDKADê şîara ‘Analar Çocuklarınıza anadillerini öğretin‘ (Dayikno zimanê dayikê fêrî zarokên xwe bikin) esas girt. Heyecanek ji vêya derdiket, lê niza çiqas ew cîbicî bû. Pêşeng, Devrimci Demokrat Gençlik bi Kurdî Tirkî bûn. Heta KİP DDKD kovareka edebî bi Kurmancî û Zazakî derxist, navê wê Tîrêj bû, ez koordînatorê wê bûm heta derketim derveyî welêt. Ew seranser bi van herdu lehceyan bû. Tê de lêkolîn, çîrok, şiir, berhemên şairên naskirî û yên gênc, berhemên folklorîk û rêzeferhengok hebûn. Çîrokên modern jî tê de dihatin weşandin. Li derveyî welêt terefdarên vê partiyê kovareka bi navê Armanc derxist ku berê bi Tirkî û Kurdî dihat weşandin, Piştî em hatin derveyê welat û piştî darbeya 12ê Îlona 1980’î ew bû seranser bi Kurdî. Helbet ev giring bûn çimkî wê demê kurdî di qada resmî de qedexe bû, kurd û zimanê wan dihatin înkarkirin, di perwerde û medyaya Tirkan de navên kurd û kurdî derbas nedibûn.

(Ez vê pirsê ji xwe jî dikim û bi nêrîna min, hemî Kurd, lê bi taybet her Kurdekî ji bakurê welat hewce ye vê pirsê ji xwe bike. Bo xwe bersivekî hebe. Bersiva min bi xwe ji çar gotinan pêktê. Yek ji armanca vê xebatê ew e, zanîn û agehiyên di vê xebatê de alîkar bin, Kurd, bi taybet Kurdên di nav siyasetê de çalak in, bersivekî bo xwe bibînin. Bersiva pirsa, çima divê ez bi Kurdî siyasetê bikim?)

Pirs: Zimanê nivîskî yê nameyên navxweyî, daxuyanî, ragihandinê, kovar, weşan û alavên din, kîjan ziman bû, bo çi?

Pirs: Bi nêrîna we, peywendiya nabeyna ziman û hizir û hestên netewehezî û welatparêziyê çawa pêktê, ziman bandorekî xwe bi çi rengî heye li ser bîr û hizira neteweyî-niştîmanî? Ji tecrûbeyên we yên dehan salan, hûn rol û bandora bikaranîna zimanê neteweyê (Kurdî) di siyasetê de çawa dinirxînin?

– Di nav partiya T-KDP/KİP DDKD’ê de, wek partiyên din ên Kurdistanê, zimanê belavokên ji bo raya giştî bi Tirkî bû. Carina tenê navê (îmze)li binê belavokan bi Kurdî bû. Di nivîsandinên navxweyî de Tirkî dihat bikaranîn, lê di pêwendiyên li gel partî û rêxistinan ên perçeyên din de Kurdîya kurmancî a bi alfabeya latînî bû. Di mitîng û meşan de wek derbirîneka siyasî hin slogan, şiir û axaftin bi Kurdî dihatin gotin.

Pirs: Gelo ziman li nav we dibû mijareke gengeşeyê, eger û demê bi Kurdî nehatibûya peyivîn? Kî, çawa û bo çi ziman dikir (dike) cîhê pirsê? Eger bîrhatinên we de bûyereke balkêş hebê, li bersivê zêde bikin, dê sûdwar be.

Di jiyana we ya civakî û siyasî de, di warê giringiya zimanê Kurdî de, di helwest û tevger û xebatê we de çi guherîn çêbûn, kengî û çawa?  We kengî dest bi nivîsa Kurdî kir, çi tiştan (faktoran) li ser helwestê we bandorê kir? Ji serpêhatî û tecrûbeyên we, bi ya we siyasetvanekî/e Kurd hewce ye bi kîjan ziman/zimanan siyasetê bike?

– Ji bo ku di civînan de me bi kurdî zanibûya yan na, bi Tirkî dihat axaftin, ez bi xwe nebûme şahidê gengeşeyeka berbiçav a ku di bîra min de mabe. Lê hemû endaman hem ji ber tradîsyona xwe ya dewra Dr. Şivan, hem ji ber têgihîştina ku millet bêyî axaftina zimanê xwe nabe, herkesî qebûl dikir ku bikarneanîna Kurdî di xebatên siyasî de kêmasiya gelek mezin e û divê rojekê zûtir de facto Kurdî bibe zimanê serdest.

Wê demê ferqa têgihîhiştineka mezin a li ser zimanan di nav PKK’yî/Apoyîyan û hemû partiyên din de hebû. Partiyên din hemûyan ferz didît ku rojekê zûtir endamên partî û rêxistinên Kurdan derbasî ser zimanê Kurdî bibin, sembolîk be jî hin tevger, kurs û numayişên bi kurdî lidar dixistin. Lê Apoyiyan îddîa dikir ku ev ne giring e, piştî ku Kurdistan ava bibe rehet e, ê Kurdî bibe serdest. Loma wan paxav bi Kurdî nedikir, Tirkînezanên navxwe jî hînî zimanê Tirkî dikirin. Ev ferq di navbera PKK‘ê hemû partî û rêxistinên Kurdan ên din de hebû.

Ez di jiyana xwe ya malbatî û şexsî de însanekî kurdîaxêv bûm. Heta tv û kanalên cuda yên Tirkî ew qas belav nebûbûn, diya min bi Tirkî nizanibû, zarokên malbatê heta dest bi mektebê nedikirin, bi Tirkî nizanibûn. Li nav malê bes bi Kurdî dihat axaftin. Ez ji malbateka alimên dînî dihatim. Bavê min û apê min mela bûn. Bi taybetî hema hema hergav feqiyên apê min yên medresê hebûn, ew seydayê/miderisê wan bû, wî dersa feqiyan dida. Pêwendî bi mela û miderisên dorûberê re xurt bûn.

Di medreseyan de perwerde, îcazedan, tevger û ahengên medreseyan bi Kurdî bûn, berhemên alimên dînî, şair û mitesewifên Kurd ên bi kurdî di nav mela û feqiyan de gelek xwedan rûmet bûn. Di mifredatên dersê de eserên bi kurdî ên wek Mewlûda Melayê Bateyî, Nûbihar û Eqîdeya Îmanê ya Ehmedê Xanî, Nehcu’l Enama Mela Xelîlê Sêrtî û hinên din cihgirtî bûn. Diwana Melayê Cizîrî û Mem û Zîna Ehmedê Xanî gelek bilind dihatin nirxandin. Şairên wek Cigerxwîn gelek ji wan dihat hezkirin û rêz li wan dihat girtin. Ruhê welatperweriyê li nav medreseyan û kurdên peywendîdar pê ve gelek xurt bû. Şiir û edebiyat dihat nivîsîn, minaqeşeyên tesewifî, kelamî û şerîetî dihatin kirin. Ji bo ku ez kurê malbateka mela ya xwedan medrese bûm ez jî di vê jiyanê de bûm, tevî ku min tercîha xwe kiribû da ez biçim li xwendegehên ‘‘sekuler‘‘ ên  ilmên modern ên dinyewî perwerde bibim.

Cara pêşî bavê min Alfabeya Kurdî ya Mehemed Emîn Bozarslan ji bajêr ji bo min anî, ez bi saya wê fêrî xwendin û nivîsandina Kurdiya Latînî bûm. Piştre min bi balkêşî hê ji duwazde saliya xwe de xwe da fêrbûn û xebatên ziman û edebiyata kurdî. Di warê ziman û edebiyata kurdî de çi kitêb an nivîsar bi destê min keta, min ew dixwendin, kom dikirin. Min bi xwe mihawele dikir ku ez şiir û çîrokên kurdî binivîsim. Gava min ciyê xwe di siyasetê de girt jî wek kesekî ku hay ji ziman û edebiyata kurdî heye, her tiştê bi kurdî ku ji perçeyên din, an ji Ewropayê ji bo partiyê bihatana digihandin min, li cem min berhev dibûn. Helbet min bi Tirkî jî gelek dixwend û wek kesekî têgihîştiyê siyasî, xwenda û bikêrhatiyê nivîsînê bûm. Di dema TKDPê de ez yek ji çend kesên destpêkê bûm ku me dest bi derxistina kovara Xebatê kir. Di T-KDPê de jî ez hemî caran yek ji wan du kesên destpêşxer ê avakirina redaksiyonên Pêşengê organa resmî veşartî ya partiyê, Devrîmcî Demokrat Gençlik, Jîn, Tîrêj (kovara xwerû bi kurdî. a edebî), Armanc û hin berhemên din bûm. Li van deran ez ji beşê kurdî berpirs bûm.

Bîranîneka di derbarê minaqeşeşyeka tîrajîk a li ser bikaranîna ziman di bîra min de maye. Lê anekdoteka balkêş e, bidim: di çend salên dawîn ên salên heftêyî de ez li Diyarbekirê berpirsê perwerdeya karkirkiran a liqê 10ê a DİSKê bûm. Min kursên perwerdehiya hişyarkirina karkiran dida. Ez demekê bûm berpirs ji bo karkirên Genel Îşê a karkirên Belediyê jî. Me di gel çopçiyên Belediyê kurs vekiribû. Gelekên wan xweşikî bi Tirkî nizanibûn, me bi Kurdî diaxaft û ders dida. Carekê mitîngek li Diyarbekirê hat lidarxiastin li dijî kolonyalîzmê (Sömürgeciliğe karşı). Min çopçîyên belediyeya Diyarbekirê girtin em jî çûn mitîngê, piştre em hatin, me bi hev re li ser mitîngê nirxandin kirin, ku mitîng çawa bû, em çi jê hîn bûn, filan.

Çopçiyekî destê xwe bilind kir, got:

‘‘Xoce her tişt xweş bû, baş bû, lê min fahm nekir, çima slogan davêtin digotin ‘Qehrolsun supurgeciler‘. Ma me supurgeciyan çi kiriye?‘‘ Li ser vê em hemî têra xwe keniyan. Me fahm kir, beşdarên mitîngê bang dikir, digot ‘Kahrolsun Sömürgeciler‘ hevalê me jî digot qey dibêjin ‘Qehrolsun supurgeciler‘.

Esas ev trajediyeka me ya gelek berbelav bû ku însanên me yên xwedêgiravî tirkî hîn bûbûn jî baş ji tiştên bi Tirkî yên ku dibihîstin û dixwendin fêhm nedikirin, tûşî şaştêgihîştinan dibûn. Ev trajediyeka mitîng rêkxerên me jî bû. Mitîngek li dar dixistin ku beşdarên wê tam eksê mexseda wan, jê şaş têdigihîştin.

Bi nêrîn û nirxandina we derbarê giringiya axaftina zimanê Kurdî, di siyasetê de û di nav rêxistinê de çi ye? Ji nifşên nû re vî derbarî de pêşniyariyên we çi ne?

– Bi baweriya min gelek gelek giring e ku siyaset hergav bi kurdî di nav xebata xwe ya her warî de be, çi ya pêwendiyên navxwe, çi jî ya nav civaka Kurd û Kurdistanê de. Divê wazîfeya her partî an rêxistina Kurd ew be ku endamên xwe hînî axaftin, têgihîştin, xwendin û nivîsandina kurdî bike, bernameyeka wê ya esasî hebe ku çawa dê û bavan rakêşe têgihîştina perwerdekirina zarokên xwe bi zimanê kurdî, riyên vekirin û îstîfadekirina ji derfeta nîşanî wan bide. Yan na di dewrana niha ya globalîzmê de bi teybetî di dewra AI, teknoljiya înformasyonê de serdestiya Tirkî pirr zû belav dibe, kurd bi lezûbezekea ji her demê bêtir asîmile dibin û tên bişaftin. Bi vê re hemî nirxên nasnameya Kurdayetiyê û hişmendiya wê jî wenda dibe. Çimkî ziman kilîta hemû van taybetmendiyan e, ew nemîne nirx û taybetmendî jî namînin. Ku ziman çû pê re hemû zanîn, agahî, kultur, aqliyet, rabûn rûniştina civakê ye ku taybetî ye bi etnîsîteya wê ve jî wenda dibe, ew diherife, dibe wek bax û baxçeyekî çol û beyarbuyî, di çend salan de ew qas dewlemendiyeka kulturî, etnîkî û civakî ya bi qonaxa sedsalan, heta hezar salan peydabûyî ji navê radibe, hebûna milet namîne, pêre pêşeroja wê jî namîne.

Partiya ku nikaribe van erkên xwe yên jorîn ên ji bo zimanê Kurdî cîbicî bike, nikare şoreşê jî bike, xizmeta avakirina welatekî azad û serbest jî bike an, serkeftinên mezin ên bingehîn jî bidestxe.

Pirs: Em zanin, we bi dehan salan di medyayê de kar û xizmetan pêkanî. Salên heftêyî de rojname û kovarên du zimanî we derxist û hûn jî rêvebir û pişkdarê wan xebatan in. Salên heştêyî we rojnameyeke xurî bi Kurdî (Armanc) weşand û piştî ku rojnamevaniya înternetê destpêkir, we bi rûpela Netkurdê xizmeta zimanê Kurdî kir. Karên we yên rêzimanî jî hene. Bi pirsa 5. ve peywendîdar dixwazim pirsekî rasterast bikim. Daku ji van serpêhatiyan nifşên îro û yên pêşiya me, bikarin hin encaman jê derbixin û binirxînin. Pirs ev e:

Zimanê te yê Tirkî jî baş e û tu bi Tirkî jî baş dinivîsî. Bo çi Kurdî?

– Ez Kurd im, ev ne tercîheka min e, hê berî ku ez ji dayik bibim, ev diyarde bêyî îradeya min peyda buye û ez li nav civateka kurdîaxêv, kurdîbizav hatime dinyayê. Tu îtîraza min ji vê re tune, min doza tu îrade an tercîhekê nekiriye, ev ne mimkin e, tebîetê hebûnê ev e û ev ji bo hemû mirovên endamên hemû civakan wiha ye.

Hebûna bi vî awayî li gor hebûnên din ji bo meriv ne kêmasî ne jî îmtiyaz in. Çimkî kesên din jî bi îrade û tercîhên xwe bi vî an wî awayî nehatine dinyayê. Loma em hemî li nav civakekê ne, me reng û deng û edetên ji civaka xwe wergirtî hene. Ku ev ji bo meriv dibin nansameya neteweyî, etnîkî, kulturî. Ev hemî jî bi wasita ziman ava dibin û rengên xwe yên taybetî digirin.

Civaka kurd ku ez li navê hatime dinyayê ne xwedanê îmtiyaztirê ji civakên din e, lê ne xwedan mafên kêmtirê ji civakên din e jî. Ne tebîi ye ku ez qebûl û tehamul bikim ku hin wan taybetmendiyên nasnameyî, yên hebûna min ji min bistînin. Çi taybetmendiyên kurdayetiyê yên zimanî, kulturî, tradîsyonî, edebî, dîrokî, çi adab û hikmet û tecrubeyên ku civak karin ji hev bistînin û îstîfade bikin, ez wan hemiyan dixwazim, bêyî ku yê kesên din pêpez bikim, an ji wan bistînim.

Gava hin taybetmendiyên civaka min hatin qedexekirin, rakirin, tehdîd kirin, ew dibin derb û birînên mezin li nasnameya min û derûdora min û hemmiletiyê min. Divê civaka ez di nav de azad û xwedan derfet û îmkanên hebûn û têgihanndineka berdewamî be. Ev heq bi bêyî daxwaza an tercîha min gava ez hetime ser ruyê erdê ji bo min hatiye dayin. Ez nerazî me ku ji min hatine stendin, dixwazim van  bidest xim û bi wan bijîm. Wê gavê ez jî dikevim nav ref û rêzên wekheviya mirovayetiyê. Ez wê dixweazim ne tiştekî din.

Eger hebe tiştên cenabê we li vê mijarê zêde bike, emê pê keyfxweş bin.

– Sipas dikim ji bo vê hevpeyivînê û dayina vê derfetê. Serkeftinê dixwazim mamostayê hêja.

29/08/2024 Stockholm

Ji pirtûka mamosta Bayram Ayazî, ZIMANNAME CİLD 2 (Siyaset û Ziman – rêwîtiya min a bi zimanê kurdî re), rûpel 196, DOZ, 2026, Stembol

Leave a comment