Gotina «Kurd Nikarin Bibin Yek» di Rastiyê de Çi Digot?

Nameya Îdrîsê Bidlîsî, rizgarkirina Diyarbekirê û dîroka  ji zemîna/konteksta xwe derxistî

Murad Ciwan

10 ê Îlona 2026an

Pirseke dîrokî ku nîqaşeke rojane derxist holê

Têkiliya di navbera Yawuz Sultan Selîmî û Îdrîsê Bidlîsî de, piştî ku ji pênc sed salan zêdetir dem di serê re derbas bûye, dîsa bû mijara siyaseta rojane. Di metnekê de ku bi navê «notên hevdîtina Îmraliyê» ket ber raya giştî, lê alîgirên wê îdia dikin ku ne rast e, ev gotin bû ya ji devê Abdullah Ocalanî: «Yawuz kaxezeke spî dide Îdrîsê Bidlîsî û dibêje: Tu çi dixwazî binivîse. Encam deriyê Rojhilata Navîn vedike.» Li dora van gotinan vegotineke kevntir jî dîsa ket bazarê: Goya, Yawuz ji mîrên Kurd xwestibû ku di nav xwe de bibin yek û mîrêmîranekî hilbijêrin; Îdrîsê Bidlîsî jî bersiv dabû: «Kurd di dîrokê de tu carî nebûne yek, îro jî nikarin bibin yek; mîrê mîranekî ji derve li ser wan tayîn bike.»

Nîqaşa rojane ê derbas bibe û biçe; lê pirsa dîrokî ya ku ew dîsa anî rojevê dê bimîne: Îdrîsê Bidlîsî û hukumdar û mîrên Kurdistanê bi rastî ev di bin kîjan şertan de, ji kê, rêveberekî çawa xwest? Belgeyên ku jê re «kaxezên spî» tên gotin çi bûn û bi çi karî dihatin? Heta bersiva van pirsan neyê dayîn, her şibandineka siyasî dê mecbûr bimîne bûyerên di demên cuda de qewimî bike yek  çîrok.

Çavkaniyên destê yekê nîşan didin ku li holê derbareyî wê yekê de ku Kurd di dirêjahiya dîrokê de nikarin yekîtîyê ava bikin, tu hukmekî micered û bêdem tune ye. Piştî Çaldiranê pirsgirêkeke leşkerî û siyasî ya lezgîn derketibû holê: gelê Diyarbekirê yê serîhildayî hatibû dorpêçkirin; paşeroja bajarên li derveyî erdên serweriya mîrasî ya hukumdar û mîrên Kurdan mabûn, diviyabû bê diyarkirin; herwiha pirsa wê hebû, gelo hêzên mişterek di şer de ê çawa bên birêvebirin. Wekî din, dema hukumdar û mîrên Kurdistanê ev daxwaz anî ziman, ew jixwe hatibûn cem hev, wan biryara mişterek girtibû, peymanên xwe nû kiribûn û li dijî hêzên Sefewî dest bi têkoşîna mişterek kiribûn.

Divê Îdrîsê Bidlîsî di serdema wî de û çavkanî li gorî cureya wê bên xwendin

Di nirxandina Îdrîsê Bidlîsî de divê ji du anakronîzmên cuda bê dûrketin. Ya yekê ew e ku mirov kesekî Serdema Navîn, ku di serdema wî de dîn û mezheb ne tenê baweriya kesane, lê zimanê sereke yê aîdiyeta siyasî, hiqûqê û rewakirina/şer’iyeta desthilatdariyê bûn, bi têgînên/mefhûmên siyasî yên laîk ên îro berdad bike. Di destpêka sedsala şanzdehê de siyaseta ku desthilatên misilman li hember mezhebên din, civakên misilman li hember ne-misilmanan û hêzên xiristiyan li hember misilmanan dimeşandin, ji pergala dînî-siyasî ya wê demê serbixwe nebû. Em ne mecbûr in ku zimanê mezhebî yê tund ê Bidlîsî bi nirxên xwe yên îro rast bibînin; lê ne dîrokî ye jî ku em vî zimanî ji serdema wî qut bikin û vê wekî delîlê tengbîniya mezhebî ya req ya taybet ya bi kesayetiya wî bihesibînin.

Jiyana Bidlîsî bi xwe ewqas piralî û têkilhev e ku bi nasnameyeke mezhebî ya hişk û neguhêr nayê ravekirin. Ew di derdora ilim û tesewifî ya bavê xwe Hisameddîn Elî de mezin bû, li Diyarbekirê û Tebrîzê perwerde dît û wî gelek salan li dîwana Aqqoyuniyan/Bayindiriyan wekî munşî kar kir. Piştî belavbûna Aqqoyuniyan ket xizmeta Osmaniyan; lê piştî zehmetiyên ku li dîwana Bayezîdê II. kişandin, dema bala wî li ser dîtina karekî nû digeriya hewl da ku bikeve dîwana Şah Îsmaîlî jî. Di nameyên bi tarîxa 1512-1513an de ku Vural Genç derxistine meydanê, wî Şah Îsmaîl bi referansên Şîî û Ehlê Beytê pesn kir, desthilata wî bi îslamî rewa nîşan da û xwe ji bo vegera ji bo Tebrîzê amade kir. Ger dijminatiyeke dînî ya req ji destpêkê ve li dijî Şahî û mezhebê wî di Bidlîsî de hebûya, îzahkirina hewleke wisa ne mimkun bû.

Loma, helwesta tund a ku wî paşê li dijî Sefewiyan girt, divê berî her tiştî ne bi taassuba mezhebî, lê bi pêbestîyên siyasî ve yên têguher û bi têkoşîna wî ya li dijî serweriya Sefewiyan a li Kurdistanê bê xwendin. Piştî sala 1514ê, Bidlîsî Şah Îsmaîlî wekî hukumdarekî dijber; berpirsên Sefewî jî wekî dijminên siyasî û leşkerî didîtin ku qadên mîrasî yên mîrên Kurdan zeft kiribûn û ew neçar dikirin ew bibin wekî wan. Têgînên dînî zimanê wê serdemê yê vegotina vê têkoşînê bûn; lê mijarên karî, desthilat, erd, mafên xanedanan, ewlehî û hevpeymaniya siyasî bûn.

Anakronîzma duyê jî ew e ku mirov Selîm Şahnameyê weka lêkolîneke dîrokî ya bêalî ya bi wateya îro bixwîne. Berhem jiyan û serkeftinên Sultan Selîmî vedibêje û jiyannameya hukumdarekî ye hatiye nivîsîn da pêşkêşî wî an derdora dîwanê bê kirin. Li gorî taybetmendiyên vê cureyê, sifetên xemilandî yên bi pesnên padîşahsn, îfadeyên bendetîyê û biatê, rewakirinên dînî û gotinên biçûkxistina dijminan ji ber hewcedariyên protokolan û hîyerarşiyan li hemû metnê belav bûne. Ev encama xwezayî ya patronaj û protokola pêşkêşkirina wê serdemê ne û dikarin wekî zimanê siyasî û dîplomatîk ê xwezayî yê wê demê bên dîtin. Di bikaranîna çavkaniyê de ya pêwîst ne ew e ku ev gotin bên paşguhkirin, lê ew e ku fonksiyonên wan ên edebî û siyasî ji hev bên veqetandin. Ji bo dîroknasîyê ya bingehîn, rêza bûyerên berçavan/muşexes a di bin qalikê pesn û rexneyan de ye: Kî hatin cem hev, kîjan daxwaz hatin ziman, kîjan alîkariyên leşkerî hatin xwestin, kî ji bo kîjan wezîfeyê hat tayînkirin û di dawiyê de her alî gihîşt kîjan statuyê?

Berî her tiştî divê kronolojî bê rastkirin

Bûyerên behskirî ne berî Şerê Çaldiranê, lê piştî wê; bi taybetî di dema bizava ser Diyarbekirê ya sala 1515ê qewimîn. Artêşa Sultan Selîmî di 23yê Tebaxa 1514ê de li Çaldiranê ya Şah Îsmaîlî têk biribû û ketibû paytexta SafewiiyanTebrîzê. Lê ji ber bêdilî û nerazîbûna yenîçeriyan, paşayan û beşeke girîng a artêşê, berî ku sefer li welatê Sefewiyan biqede ew vegeriyanAmasyayê . Herçiqas biryar hayibû dayin ku zivistanê li wê derê derbas bikin û bihara bê dîsa ber bi erdên Sefewiyan ve vegerin, artêşa sereke ya Sultan venegeriya Kurdistanê; berê ber bi Mîrektiya Dulqadiriyan ve çû, paşê jî berê xwe dabû Stenbolê.

Di wê demê de mîrên Kurdan ji bo derxistina rêveberên Sefewî ji erdên xwe yên mîrasî serî hildabûn. Mîrên Bidlîsê, Hîzanê, Cizîrê, Hisn Keyfê, Sasonê, Palûyê, Çemişgezekê û navendên din, ne tenê li herêmên xwe şer kirin, lê alîkariya leşkerî dan hev jî. Îdrîsê Bidlîsî jî li derdora Hisn Keyfê, Sêrtê, Bidlîsê û Hîzanê geriya, mîr kom kirin û tevgera hevpar rêkxist.

Lê li Diyarbekirê rewşeke cuda hebû. Gelê Amidê li hundirê bajêr li dijî rêveberiya Sefewiyan serî hildabû, bes hêzên Qere Xanî dor li bajêr girtibûn. Li gorî îfadeya çavkaniyan, ji pênc hezaran zêdetir kes bi xetera mirinê re rû bi rû mabûn. Erdên hikûmetên mîrasî û mîrtiyên mîrên Kurd li ser hiqûqa xanedanan ava bûbûn. Piştî Mongolan û belavbûna Dewleta Eyyûbiyan, erdên Kurdistanê hatibûn tarûmar kirin; ketibûn bin serweriya Qereqoyuniyan, Aqqoyuniyan û Sefewiyan; hukumdar û mîrên Kurd gelek ji erdên xwe yên mîrasî winda kiribûn û Kurdistan ketibû destê hêzên dagirker. Bajarê mezin ê wekî Amidê, ku paytextiya Aqqoyuniyan jî kiribû, wê demê êdî milkê mîrasî yê bêgengeşe yê tu hukumdarî an mîrekî Kurd nebû. Li Mêrdînê, Rihayê, Erxenîyê û hin navendên din ên paşê xistî nav pergala eyaletê jî pirsgirêkên nunertî û rêveberiyê yên bi vî rengî hebûn.

Dayîna rêveberiya bajarekî wisa ji bo hukumdarekî an mîrekî, dihat wateya dayîna hêzeke nû û derfeta berfirehbûnê ya li hemberê serwerîyên yên din. Di pergala xanedan û milkan a Serdema Navîn de ev ne tayînkirineke îdarî ya asayî, lê pirsgirêkeke serweriyê bû ku dikaribû hevsengiya di navbera mîran de xerab bike. Ji ber vê yekê, hemû hukumdar û mîrên Kurdistanê rêz li vê pergalê digirt, yekîtî û aştiya xwe diparastin li ser esasê suruştî, bi rêzgirtina li warên serweriya hev. Di wê rewşa jiyanî ya lezgîn de mîrêmîranekî hatibû fikirîn ku ji derve bihata, ne wekî hukumdarekî ku ê cihê mîrektiyeka Kurdan bigire, lê wekî berpirsekî ku ê li gel Îdrîsê Bidlîsî hêzên leşkerî yên Osmanî û artêşên hukumdar û mîrên Kurdistanê di şer de koordîne bikin, bajarê Amidê û eyaleta Diyarbekirê, ku milkê mîrasî yê tu mîrî nebû, li ser navê Sultanî birêve bibe.

Mafên mîrasî, agahiya herêmî û beratên spî

Pergala siyasî-hiquqî ya wê serdemê bi têgînên qanûn û destûra nivîskî ya îro yek bi yek nayê ravekirin. Lê dîsa jî çarçoveyeke rewayetiyê hebû ku hukumdaran nedikarî bi awayekî keyfî wê paşguh bike. Di hiqûqa şer‘î de prensîbên parastina milkan, peymanan û mafên bidestxistî; peymanên ku ji serdema xelîfeyên pêşîn ve bi gel û rêveberên herêmî yên welatên fetihkirî re hatibûn kirin; veraseta xanedanan û urfê herêmî, bi hev re pergaleke mafan a hevkar ava dikirin. Siyaseta îstîmâletê ya Osmaniyan jî di nav vê kevneşopiya berfireh de şikil girtibû; ev kevneşopî, li şûna tasfiyekirina hêzên herêmî yên heyî, di berdêla tebeatiya wan de nasîna maf û statuyên wan mimkin dikir.

Di civaka siyasî ya herêmê de bi piranî dihat zanîn ku mîrên Kurdan li ser kîjan erdan mafê mîrata bav û kalan îdia dikir. Hukumdaran û mîran xanedan, sînor, hêz, xizmîtî û desthilatdariyên hev ên berê nas dikirin. Bêguman rewşên nakok hebûn; lê rewşa rastîn a her mîrtiyê bi tevahî ne nediyar bû. Nediyarî zêdetir ji aliyê Stenbolê ve hebû. Sultan Selîmî nedikarî bi hûrgilî bizaniya ku li erdnîgariyeke dûr her keleh aîdî kîjan xanedanê ye, kîjan mîr kîjan sernavî hildigire û rêza hêz û rûmeta herêmî çawa ye.

Li vê derê girîngiya ku mirov nikare ji bivênevêtiya Îdrîsê Bidlîsî bêpar bimîne derdiket holê. Wî xanedanên herêmê nas dikirin; mîran jî ew dinasîn û navbeynkariya wî qebûl dikirin. Wekî din, tertîba ku dê bihata kirin ne li pişt deriyên girtî û tenê bi tercîha kesane ya Bidlîsî hatibû hiştin. Her mîrî dizanî yê din kî ye û mafê wî li ser çi bingehê ye; vê zanînê û çavdêriya beramberîyê, zemîneke siyasî ya vekirî ava dikir. Ger Bidlîsî bê bingeh erdê xanedaneke din bidaya mîrekî, hem dê mîrên din nerazî bibûna, hem jî hevpeymaniya avakirî belav bibûya.

Di bin van şertan de şandina berat û îstîmâletnameyên vala yên bi tugraya Sultanî yên ji bo herêmê, wekî ku tê texmînkirin, veguhastineke desthilata bêdawî an esrarengî nebû. Navendê serweriya giştî û pejirandina hiqûqî dabîn dikir; lê navên astî, sernav, sencaq û derecên herêmî li gorî nîzama mafên naskirî ya hukumdaran û mîran û bi agahiya Îdrîsê Bidlîsî yê ku herêm nas dikir dihatin diyarkirin. Ew tiştê ku dagirtina kaxeza spî ewle dikir, ne tenê pêbaweriya kesane ya bi Bidlîsî, lê herwiha ew zelalbûn bû ku hemû mîran rewşa hev dizanî û dikarîn tertîbê bi awayekî fiîlî kontrol bikin.

Kesê ku mîrên Kurdan daxwaza wî dikir, ne «mîrêmîranê Kurdan» bû ku cihê hukumdariyên wan ên mîrasî bigire; ew mîrêmîranek bû ku dê aliyê Osmaniyan ê  şerê hevpar birêve bibe û bibe rêveberê navendî yê eyaleta Diyarbekirê ya rizgarkirî. Mîrektiyên Kurdan jî bi rêveber, leşker û erdên xwe hebûna xwe didomandin. Beratên vala yên Sultanî jî ne çeke kesane ya bi wateya «tu çi dixwazî binivîse», lê amûr bûn ku statuyên mîran li gorî agahiya herêmî bi qeyd û bend bikin.

Ya ku çavkanî dibêje: Mîr ji xwe bûbûn yek

Vegotina Îdrîsê Bidlîsî ya di Selîm Şahnameyê de bi xwe îdiaya li navenda nîqaşê red dike. Bidlîsî dema civîna ku ji çilî zêdetir hukumdar û pêşengên Kurd tê de beşdar bûbûn vedibêje, helwesta wan a li dijî rêveberiya Sefewiyan bi zimanê dînî-siyasî yê serdema berhema xwe wiha kurt dike: «Ji ber ku hemû dijminên Qizilbaşan (wê demê di têgihîştina “Qizilbaş”iyê de maneyeka piçûkxistin û reşkirinekê tênebû, gotineka asayî bû ku Safewiyan bi xwe ev nav li xwe kiribû) bûn, lihevhatina di navbera wan de pir eşkere bû.» Piştre dibêje ku wî ew vexwendine «yekîtî û dostaniyê» û «hemûyan bi dilsozî û dostaniyeke bêxem destê biatê dane destê» wî. Li vir binavkirina «Qizilbaş», di hundirê metnê de ji civakeke bawermend wêdetir, desthilata Sefewîyan yasiyasî ya serdest û dijber ya li Kurdistanê û hêzên wê yên leşkerî-îdarî îfade dike.

Wate, berî daxwaza alîkarî û fermandariyê civîneke hevbeş hatibû kirin, tercîha siyasî hatibû diyarkirin, peyman hatibû nûkirin û biryara têkoşîna hevpar hatibû dayîn. Bi rastî, hevokeke din a Bidlîsî jî eynî rewşê piştrast dike: Li ser peyama ji Sultanî hatî, «piştgirî û hevgirtina» melikên Kurdistanê ji nû ve zêdetir bû. Piştre jî Bidlîsî dîsa yekbûna melikên Bidlîsê, Hîzanê, Miksê, Şîrwanê/Şêrwî û Sasonê pêk anî; şervanên Kurd li derdora Erdîşê bi hev re derkeyin hemberê hêzên Sefewî.

Daxwaza fermandariyê ya ku mîran anî ziman, di civîneke wê demê de derketibû holê ku êrîşa di ser Çewlîgê re dihat, serîhildana bajarî ya Amidê û belkî hemû Kurdistanê dixist bin xeterê. Sefewî ji aliyê Mêrdînê ve  heta Kerxê nêzîk bûbûn û li bakurî jî li derûdora Çewlîgê bûn. Gef ewqas mezin bû.

Li gorî awayê ku di wergera Tirkî ya Selîm Şahnameyê de hatiye veguhastin, mîran ji bo ku di şeran de «hemû bendeyan bînin cem hev», artêş «di nav yekîtîyê de be û serkeftinê bi dest bixe», wan xwest ku ji nav mîrên mezin ên Osmanî kesek bê tayînkirin da ferman û qedexeyan bi cih bîne.

Ev nayê wê wateya ku «em nikarin bibin yek, hûn me birêve bibin». Wateya wê ev e: «Em jixwe bûne yek; lê ji bo ku hêzên girêdayî xanedanên cuda û leşkerên Osmanî yên dê bên, bi yek plana seferê bên birêvebirin, fermandarekî desthilatdar li ser artêşekê bişînin.»

Îfadeyên giştî û carinan tund ên Bidlîsî hene ku dibêjin civakên Kurd bi awayê eşîrkî û qebîleyên cuda dijîn û bi hêsanî serdestiya hev qebûl nakin. Ne pêwîst e ev bên înkarkirin. Dikare bê îdiakirin ku ev di wê derfetê de zêdetir ji bo razîkirina Sultanî hatine gotin. Lê di heman metna ku ev îfade lê hatine bikaranîn de jî yekser pişt re bi eşkereyî tê gotin ku hukumdar û mîrên Kurdistanê wê gavê «li ser riya lihevhatin û dostaniyê bi îstiqrar» bûn. Samîmîyeta dîrokî ne bi girtina hevoka yekê û veşartina ya duyê, lê bi nirxandina herduyan di nav eynî bûyera rûdayî de mimkun e.

Mijara rastîn a daxwazê: Rizgarkirina Amidê

Mijara sereke ya erîzeya ku Kurdan dixwest bigihînin Sultanî, ne teslîmkirina îradeya xwe, lê pêkanîna soza alîkariya leşkerî ya artêşa Osmanî bû. Di wê nameyê de ku Bidlîsî vediguhêze, mîr bi bîr dixin ku erdên wan di navbera Diyarbekirê, Azerbaycanê û Bexdayê de, bi herêmên Sefewiyan re ketine nav hev; bi salan e rastî êrîşên giran tên û yek ji sedemên sereke yên sefera Sultanî ya ser Ecemê banga Kurdan bû. Piştre radigihînin ku gelê Amidê salek e li benda alîkariyê û di bin dorpêçê de ye.

Li ser vê daxwazê Sultan berê Hacî Yîgit Ehmedî bi yekîneyekê şand da ku berevaniya Amidê bihêz bike. Paşê pirsî ka bajar bi alîkariya mîrên Kurdan dikare bê rizgarkirin an na. Îdrîsê Bidlîsî soza alîkariya leşkerî ya mîran gihand navendê; amadekariyên pêwîst kir da Biyikli Mehmed Paşa bi lez bê û bigihîje bajêr. Di dawiyê de yekîneyên Osmanî û hêzên Kurdistanê bi hev re ketin tevgerê.

Dema hêzên Sefewî hewl didan di ser Çewlîgê re ber bi Amidê ve pêş de biçin, hêzên Kurd ên ku Îdrîsê Bidlîsî, Seîd Qasim Begî, Cemşîd Begî û leşkerên Çemişgezekê jî di nav de bûn, rê li wan girt. Artêşa Biyikli Mehmed Paşa li Kîxîyê bi van hêzan re bû yek û hêzên Sefewî belav kirin. Piştre ber bi Amidê ve çûn. Dema dorpêçkerên Qere Xanî bihîstin ku artêşa hevpar nêzîk dibe, vekişiyan Mêrdînê. Gelê Amidê mifteyên bajêr radestî hêzên hatî kir. Di nav vê kronolojiyê de Kurd ne civakeke pasîf, belavbûyî an li benda birêvebirina ji derve ne; ew aktorên siyasî ne ku civînan dikin, biryaran digirin, nuneran dişînin, şer dikin û navenda Osmanî neçar dikin ku alîkariya leşkerî bide.

Mîrêmîran ne li ser Kurdan, li ser eyaleta Diyarbekirê hat tayînkirin

Sernav û wezîfeya Biyikli Mehmed Paşa jî di vegotina rojane de hatiye berevajîkirin. Mehmed Paşa ne hukumdarek bû ku mafên mîrasî yên hemû mîrektiyên Kurd ji holê rabike û «li ser Kurdan» bê tayînkirin. Ew mîrêmîran ê eyaleta Diyarbekirê bû ku di payîza 1515ê de hat  damezrandin. Di pergala îdarî ya Osmaniyan de ev wezîfe birêvebirina hêzên eyaletê û koordînasyona sencaqên girêdayî navendê îfade dikir.

Lê mîrên Kurd li serê xanedanên xwe man. Fermana ku Sultan Selîmî di Mijdara 1515ê de ji Îdrîsê Bidlîsî re şand, vê cudahiyê bi eşkereyî nîşan dide. Sultan ji Bidlîsî dixwaze ku li gorî xizmet û rewşa «mîrên li aliyê Diyarbekirê ku li pey wî hatine» diyar bike kîjan sencaq dê ji bo wan bên dayîn û sernav û derecên wan çi bin; herwiha dibêje berat û îstîmâletnameyên vala yên şandî bi awayekî lêhatî bên dagirtin. Wekî din, bi taybetî destnîşan dike ku tertîb bi awayekî bê kirin ku «îmkana hejandin û ji hevbelavbûna bingehên têkiliyan» di navbera mîran de ne be.

Ev belge maneya dîrokî ya vegotina «kaxeza spî» jî ronî dike. Kaxezên vala an mor kirî divê ne wekî belgeyên ku Sultan desthilateke kesane ya bêdawî dide Îdrîsê Bidlîsî bên hesibandin. Ew formên berat û îstîmâletnameyan bûn ku hatibûn şandin da li gorî şertên herêmî bên nivîsandin ku kîjan sencaqa mîrasî an kîjan statu ê bê dayîn kîjan mîrê Kurd. Bi rastî, lêkolînên nûjen dibêjin ku hejmara wan li dora sihî bû; bîst û du ji wan beratên sencaqan, yek jê berata mîrê mîran û yên mayî îstîmâletname bûn. Ev belge ne amûrên tasfiyekirina hukumet û mîrektiyên Kurdistanê, lê amûrên naskirina wan di nav pergala Osmanî de bûn.

Îdrîsê Bidlîsî bi xwe jî hukumdarê mîrasî yê Amidê nebû. Ew alim, dîroknas, dîplomat û burokrat bû; artêşeke eşîrî ya wî ku li ser xanedaneke mezin ava bûbe tune bû. Pêbaweriya mîrên Kurd bi wî ne ji milkdariya bajarekî, lê ji rola wî ya nuneriya hevpar û navbeynkariyê derdiket. Dema Biyikli Mehmed Paşa bû fermandarê hêzên Osmanî û rêveberê eyaletê, Bidlîsî jî di komkirina hêzên Kurdan, avakirina têkiliya di navbera mîran û navendê û diyarkirina statuyên mîrasî de wekî aktorê siyasî yê sereke ma.

Hevpeymaniya li ser berjewendiyên beramber û statuya bidestxistî

Têkiliya Kurd û Osmaniyan a di navbera 1514-1516an de hevpeymaniyek bû ku li ser berpirsiyarî û berjewendiyên herdû aliyan  ava bûbû. Mîrên Kurdistanê welatên xwe kirin beşeke Dewleta Osmanî û tebeatiya Sultanî qebûl kirin; di berdêlê de statuyên ku li ser bingehên dînî-civakî û siyasî xanedan, erd û pergala xwe bi dest xistin. Navenda Osmanî jî hewcedarê hêza leşkerî ya Kurdan, zanîna wan a erdnîgariyê û rewayetiya wan a di nav sînorên xwe de bû. Eşkere ye ku hêza aliyan ne wekhev bû; lê têkiliya ku hat avakirin jî ne îlhaqeke jirêzê bû ku aliyê bihêz hemû avahî-statuyên herêmî ji holê rabike.

Bi saya vê rêkûpêkiyê, gelek hukumetên Kurdistanê û sencaqên yurtluq-ocaqliq, bi serbestiyeke berfireh a hundirîn û bi riya xanedanan bi sedsalan hebûnên xwe domandin, di warên aborî, siyasî û çandî de gihîştin aramiyeke nisbî û derfet û îmkanên pêşketinê. Osmaniyan jî qadeke ku ji Diyarbekirê heta wî aliyê Mêrdînê, beşeke girîng a Hekariyan û Wanê dirêj dibû ji Sefewiyan girt; sînorê xwe yê rojhilatê bi ewlehiya ji bal hukumdar û mîrên serwer, xwedî hêza şer û derfetên aborî yên Kurdistanê dabînkirî parast û zemîna stratejîk a ku demeke kurt piştre rê li ber çûna wê ya ber bi welatê Memlûkan ve vekir, ew der bi dest xist.

Encam ji bo her du aliyan jî bi qazanc bû. Divê bi taybetî bê gotin ku ev ne heman tişt e bi navendîkirina sîstema dewleta Osmanî ya paşerojê û tasfiyekirina mîrektiyên Kurd di sedsala nozdehan de.

Hilbijartinên Îdrîsê Bidlîsî û zimanê şer ê tund ê ku wî bi kar anî, bêguman ne li derveyî rexneya dîrokî ne. Lê ev nirxandin nikare wî ji cîhana dînî-siyasî ya serdema wî û patronaja dîwanê ya ku wî berhemên xwe tê de nivîsandin cuda bike. Heta ew rastî ya ku heman nivîskarê ku berê hewl dabû têkeve dîwana Şah Îsmaîlî, di salên paşê de zimanekî dij-Sefewî bi kar anî, nîşan dide ku divê gotin ne tenê bi baweriya mezhebî, lê bi safbendiya siyasî ya têguher re bên xwendin. Rexne nikare li ser isnadkirina tiştekî ku wî nekiriye an paşguhkirina cureya metnê ava bibe. Ya ku Bidlîsî kir, ne radestkirina Kurdan a nav lepên Yawuzî bû ku nikaribûn biryara têkoşîna hevpar bigirin; lê danûstandina hevpeymaniyekê bû ku dê mafên mîrasî yên wan hukumdar û mîrên Kurdan biparêze, ku jixwe ketibûn tevgerê, heta wan bixwe  Sultan vexwendibûn, herwiha piştgiriya leşkerî ya Osmaniyan ber bi Diyarbekirê ve bidestxistibûn.

Encam: Hevoka berevajîkirî û yekîtiya veşartî

Di metna Îdrîsê Bidlîsî de nirxandineke tund li ser cudahiyên qebîle û xanedanên Kurdan heye. Lê di heman metnê de jî bi eşkereyî hatiye qeydkirin ku mîrên Kurdan bûne yek, peymaneka hevpar dane, mil bi mil bihevre ketine şerî, Bidlîsî wekî nunerê xwe yê hevpar hilbijartine û ji bo rizgarkirina gelê Amidê alîkariya Osmaniyan xistine bizavê. Veguhaztina  îfadeya yekê bo hukmê neguhêr ê hemû dîroka Kurdan û veşartina rastiya duyê, ne dîroknasî, lê tercîheka siyasî ye.

Ji ber vê yekê, cewhera bûyerê ne ew bû ku Kurdên nedikarî bibin yek ji derve daxwaza serwerekî kirine. Cewhera bûyerê, çareserîya leşkerî-îdarî ye ku hukumet û mîrên yekbûyî yên Kurdistanê dît  ji bo temamkirina têkoşîna xwe ya li dijî hêzên Sefewî, rizgarkirina gelê Diyarbekirê yê di bin dorpêçê de û parastina hevpeymaniya xwe ji parçebûnê ji ber rêveberiya eyaleta nû ya li derveyî milkên xwe yên irsî. Rola dîrokî ya Îdrîsê Bidlîsî jî ne bêîradekirina Kurdan, lê di wan şertên mişexes de veguherandina îradeya wan a hevbeş bû ji bo statuyeke siyasî ya ku li ser wê danûstandin bê kirin.

Çavkanî û ravekirin

1. Îdrîsê Bidlîsî, Selîm Şahname, amadekar: Hicabi Kırlangıç, Ankara: Weşanên Wezareta Çandê, 2001, bi taybetî r. 238-239, 245-246, 261-267, 272-285.

2. Ciwan, Murad, Osmanlılar, Safevîler ve Kürtler Çaldıran Savaşı’nda – İlk Kürt-Osmanlı İtifakı (1514), Stenbol: Weşanên Avesta, 2015.

3. Murad Ciwan, «Çaldıran Savaşı’nda Kürtlerin Rolü: Osmanlı-Safevi Rekabetinde Stratejik İttifaklar», muradciwan.com, 28ê Tîrmeha 2026an.

4. Şeref Xanê Bidlîsî, Şerefname, beşên têkildar ên hukumetên Bidlîs û Botanê.

5. Vural Genç, «İdris-i Bidlîsî’nin II. Bayezid ve I. Selim’e Mektupları», Osmanlı Araştırmaları, 47 (2016), r. 147-208, DOI: 10.18589/oa.582976.

6. Feridun M. Emecen, Yawuz Sultan Selim, Stenbol, 2010, bi taybetî operasyona Diyarbekirê û tayînên sala 1515an.

7. «Alevi aydınlar ile DEM Parti tartışması: Kim ne dedi, tartışma neden büyüdü?», Kısa Dalga, 2yê Îlona 2026an (ji bo daxuyaniyên li ser rastbûna notên hevdîtinê).

8. Seydîxan Bozkır, «Öcalan’a göre İdris-i Bitlisi kim?», bianet, 2yê Îlona 2026an (ji bo şêweya belavbûyî ya îdiaya rojane).

9. Vural Genç, “Acem’den Rum’a”: İdris-i Bidlîsî’nin Hayatı, Tarihçiliği ve Heşt Behişt’in II. Bayezid Kısmı (1481-1512), Zanîngeha Stenbolê, teza doktorayê ya nehatî weşandin, 2014.

10. Vural Genç, «Şah ile Sultan Arasında Bir Acem Bürokratı: İdris-i Bidlîsî’nin Şah İsmail’in Himayesine Girme Çabası», Osmanlı Araştırmaları, 46 (2015), r. 43-75, DOI: 10.18589/oa.570230.

Leave a comment