Ji devê pirsîne ku “çima hustuyê te xwar e”. Devê bersîv daye: “ma ku dera min rast e ku..” Gotineka bav û kalan Yên ku hejmara berê ya Nûdemê(no:29) xwendibin, wê bibîr bînin ku nivîseka min li ser hin axaftinên Mehmed Uzunî ên li ser ziman û edebiyata kurdî derketibû. Nivîsa min li ser
Sîstema navnetewî ya nuh û pirsa kurdî
(Ev axaftinek e ku di 5/6/1999-ê d li Norvecê li Stavangelê di konferansa li ser pirsa kurdî de hatiye kirin.) Mêvan û beşdarên hêja. Ez sipasî berpirsiyarên Komeleya Demokratên Kurd a li Rogalandê dikim ku civîneka wiha amade kirine û ev firsend dane me da em li ser hin aliyên pirsa kurdî guftûgoyê bikin. Hêvîdar
Hezeyanên li dora daxistina alayê
Çima ku di kongreya HADEP-ê de yek rabû alaya Tirk ji dîwar daxist û li şûna wê resm û alayên PKK-ê û yên serokê wê hilavîst, bi parlamento û partiyên xwe, bi hukumet, medya, ordî û sendîkayên xwe, bi karmend û karkirên xwe, bi faşîst û demokratên xwe Tirkan hezeyanek mezin li dar xistin. Li
Qesab û Berx
Gava berî çar salan Kurdên Kurdistana Iraqê bi gelemperî li gund û bajaran serî hildan, îradeya xwe ji bo hemû dinyayê diyarkirin ku ew bi îdareyeka dagîrker a zordar qayil nabin; ew jî wekî hemû însanên ser ruyê erdê dixwazin li ser axa xwe, bi serbestî û azadî bijîn, tûşî şeran, penaberî û qetlîaman nebin,
Demokrasî, Dîn û Dewlet
Li Tirkiyê yek ji wan pirsên ku pirtirîn tên munaqeşekirin, mesela têkiliyên dewleteka demokratîk e ku ligel dîn datîne. Wekî hemû têkiliyên dewleta Tirk, yên wê yên bi dîn re jî tu caran li cihê xwe rûneniştine. Esasen têkiliyên dewleta Tirk yên bi dewletê re hê ji dema avabûn û geşbûna dewleta Osmanî de dest
Encamên hilbijartinan
Hilbijartinên 24-ê çileya pêşîn a 1995-an hin encamên balkêş bi xwe re anîn. Di vê nivîsa xwe de, dixwazim, qasî ku ez dibînim li ser van encaman rawestim. Berî her tiştî, her çendî gellek partî başdarî helbijartinan bûn jî, ev hilbijartin di welatekî wisa de çêbûn ku hê gellekî ji demokrasiyê dûr e, hilbijêrên vî
Ma însan mexlûqatekî siyasî ye?
Nalîn Baksî keçeka Kurd e. Piştî darbeya 12’ê Îlonê, di umrekî piçûk de bi malbata xwe re hat, li Swêdê bicîh bû. Li Swêdê mezin bû, xwend, kar kir, bi siyaseta nava Swêdê mijûl bû. Di nava ciwanên sosyaldemokrat ên Swêdê de bi zîrekî têkoşîn da. Di hilbijartinên parlamentoyê de ku sala 1994’an pêk hatin,
Gerrek li nav şêrebirîndarên warwêran
Di ser serîhildan û şikestina gelê kurd ê Kurdistana Iraqê re du meh derbas bûne. Tarîxa Kurdistanê di van çend mehên dawiyê de bûye şahida bûyerên wiha mezin û bilez ku wê tu caran nedîtiye. Bûyer wek babelîskan li pey hev dizîvirin û diçin. Meha sibatê, hîn dewreyek ji dewreya dîktatoriya herî xedar a Sedamî
Siyasetkirin û malokçêkirin
Ew buyerên ku piştî avabûna hukûmeta nuh a Tirkiyê, di navbera hêzên asasîn ên dewletê û baskê hukûmetê yê Refahê de derbas bûn, careka din bi zelalî û eşkerayî dan xwiyakirin ku du aliyên dewleta Tirk hene ku aliyek ji bo peydekirina îmaj, xeyal û xapînokiyê y, aliyê din jî ji bo hebûn û berdewamiya
Welatekî tengijî
Van çend salên dawîn, gava meriv bala xwe dide civaka Tirkiyê, hisseke welê li meriv peyda dibe ku meriv dibêje qey civak ji her aliyî ve di rewşa tarîtirîn û bêhêvîtirîn a dîroka xwe de ye. Esas ku meriv li dîroka guherînên Tirkiyê vedigere, tu dewr naxuyê ku bi rengînî, nûbûn û lez û beziya