Siyasetkirin û malokçêkirin

Ew buyerên ku piştî avabûna hukûmeta nuh a Tirkiyê, di navbera hêzên asasîn ên dewletê û baskê hukûmetê yê Refahê de derbas bûn, careka din bi zelalî û eşkerayî dan xwiyakirin ku du aliyên dewleta Tirk hene ku aliyek ji bo peydekirina îmaj, xeyal û xapînokiyê y, aliyê din jî ji bo hebûn û berdewamiya dewleta destpotîk, zordar û tehdîtkar a Tirk e.

Ez dibêjim qey di bîra herkesî de ye ku gava DEP hat girtin û endamên wê yên wekîl ji parlamentoyê hatin avêtin, masûniyeta wan hat rakirin û bi marîfeta polîs û mahkemên ewlekariya dewletê hatin zîndankirin, reaksiyoneka dijwar û berfireh a navneteweyî li hemberî Tirkiyê ava bû. Gellek kes û heyetên siyasî û dîplomasî yên Ewrûpayê hatin Tirkiyê, piştgiriya xwe bi wan wekîlên zîndankirî dan nîşan û ji reîsêcumhûr Suleyman Demirel, serokwezîr Tansu Çiller û serokê meclîsê Husamettin Cindoruk daxwaz kirin ku muhawele û teşebusan bikin da DEP neyê girtin û wekîlên wê ji zîndanan bên berdanê. Di her carê de jî berî herkesî Suleyman Demirel bi kuşpenetiyeka vala îdîa kir ku li Tirkiyê parlamento û mahkeme serbixwe ne, dewlet dewleta huqûqî ye, ne reîsêcumhûr an serokwezîrek, ne jî kesekî din nikare mudaxaleyî proses û biryarên mahkeme û parlamentoyê bike. Helbet, her çendîn Ewrûpiyan jî, me jî dizanibû ku Demirel û berpirsiyarên dewletê yên din nerast dibêjin û durûtiyan dikin jî wan bi van avayan çiv dan xwe; bi navê “serbixweyiya parlamento û dadgehan” û bi navê demokrasiyê, DEP dan girtin û wekîlên wê ji meclîsê avêtin, birin xistin zîndanan. Lê îro, bi avabûna vê hukûmeta nuh û beşdariya Refahê di wê de, demokrasî, serbixweyîya parlamento û dadgehan û temsîlkariya millet nayê bîra kesî. Helbet hê ji bal tu kesî ve jibîrnebûye ku Refahê di tevayiya dewra muxalefeta xwe de îdîa dikir ku gava were ser hukum wê guhartineka esasî di siyaseta derva û hundirîn a hukûmetê de çêke; hêza çakûç rake, peymana navbera Tirkiyê û Îsraîlê xera bike, Tirkiyê ji yekîtiya gumrukê derêxe, pirsa Kurdî çareser bike; rê veke ku xelk vegerin ser erd û avên xwe, warên xwe ji nuh ve şên bikin. Sermiyan, kar û nan bibe herêmê ku perîşanî sivik bibe.

Lê gava Refah bû şirîkê hukûmetê, hin tişt hîn berî avakirina koalîsyonê bi navê protokola koalîsyonê pê hatin îmzekirin, hin tişt jî îro; piştî avabûna hukûmetê yeko yeko ji destê wê tên sitendin û heke tabîr caîz be ew tê terbiyekirin, ku dev ji siyaseta xwe ya dema muxalefetê berde û li ser hukum wê siyaseta ji bal konseya ewlekarî ya milî diyar û sînorkirî bimeîne. Nimûnên herî balkê ên van gav û muhawelan jî mesela dengdana dirêjkirina dema mayina hêza çakûç li Kurdistana Iraqê, biryara mayina di yekîtiya gumrukê de, mesela peymana Îsraîl û Tirkiyê û mesela Îsmaîl Nacar e ku xwest bi awayekî neresmî di navbera hukûmetê û PKK’ê de here were û riyê li ber rawestandina şerî veke.

Di hemû van gavan de jî me dît ku, hem Demirel, hem ordiyê, hem berdevkên dewletê yên burokrat û siyasî, ji Çillerê bigihê heta Ecewît mudaxeleyek welê kirin ku, parlamento jî, dadgeh jî parlamenter û hukûmeta siyasî jî avêtin aliyekî, diranên qiç ên aliyê esasîn ê dewleta Tirk nianî Refahê dan, ew li hev şaşomaşo bû, veciniqî, nema zanî ku çi bibêje ji bilî ku xwe bispêre wê durûtî û qaypaxiya xwe ya tarîxî û bibêje ku; “heyran we ez şaş fahm kirin, ji xwe ez jî wekî we difikirim, ev tiştên ku bi min ve tên zeliqandin, derewên çapemaniyê ne, buhtan in.” Di navbera hefteyekê de, pirsa rawestandina şer jî û têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê jî û gellek tiştên bi van ve girêdayî ji rojevê rabûn, siyaseta milî ya ku bi riya konseya ewlekariya millî tê lidarxistin siya xwe bi tevayî bera ser siyaseta hukûmetê da. Eşkere derket meydanê ku li Tirkiyê yên ku welat û dewletê îdare dikin ne parlamento û hukûmetên hilbijartî ne, ne dadgehên adil û huqûqî ne, ne jî partiyên siyasî yên legal in.

Ev her wiha diyardeya wê yekê ye ku li Tirkiyê nîzam nahêle siyaset bi serbestî dînamîzma xwe wergire û rola xwe di guherînên civakê de bilîze, loma jî guherînên esasî di civakê de nabin. Civak wekî goleka pirngardayî ya ku av naçe serê û genî dibe, ser wê kevzikê dide, çavkaniyek zelal jî tuneye ku biherike serê, rê li ber pingara wê veke wê ava genî bavêje û aveka zelal li golê zêde bike.

Ka bînin bîra xwe ku li Tirkiyê problemên herî esasîn ên civakê bi pirsa Kurdî ve hatine girêdanê, ji bo ku meriv karibe siyaseteka rastîn bimeşîne divê bi vî yan wî awayî meriv dest bavêje vê pirsê, çareseriyekê jê re bibîne ku rê li ber guhertin û nuhbûnên din jî vebe. Heke meriv nikaribe dest bavêje pirsa Kurdî meriv nikare helleka esasîn ji pirs û pirsgirêkên din re jî bibîne loma jî di encamê meriv bêsiyaset dimîne, tê xesandin û stewrkirin, mecbûr dibe ku ji bilî siyasetê bi karinî din mijûl bibe. Li Tirkiyê ji bo ku sîstem nahêle ku partiyên siyasî bibin fenomenên siyasî yên rastîn û siyasetê bikin, ew jî berê xwe didin bidestxistina qadro û meqaman di dewletê de, îhalên mutehîdiyê, talankariyên bi awayên din. Wekî mesela zarokê ku nikaribe karekî ciddî bike, dest pê bike ji xwe re malokan çêke, xwe bi malokan mijûl bike û bixapîne.

Niha hêzên esasî yên dewletê, gav bi gav karên siyasî yên girîng ji destê Refahê distînin û riya çêkirina malokan didin ber berbirsiyar û endamên wê. Ne dûr e ku em bibînin piştî salekê, ÎSKÎ, ASKÎ û talankeriyên bi awayên din, perexuriya di riya mutehîdiyê re ji bin serê Refahê jî wekî bîna genî belav bibin. Ma piştî ku nikarin siyasetê bikin û ew bi xwe jî amade ne ku bên terbiye û edebkirin ji vê pêşdetir riyek din li ber wan dimîne?

Di van buyeran de aliyekî balkêş jî ew bû ku çapemeniya giregir a Tirkiyê, şîrovekirên radyo û nivîskarên goşên rojnaman, wekî destek û berdevkên hêzên esasîn ên dewletê roleka mezin leyistin. Berî çerxkirin û teslîmbûna Refahê, welweleyeka mezin a welê rakirin ku çawa Refah dikare doza guhertina siyaseta dewletê ya qedîm bike, Tirkiyê li ber çavê dost û mutefikên wê bêbawer bihêle. Piştî ku refahê zû bi zû çerx da xwe û dev ji van daxwazên xwe berda, bi tevayî xwe sipart siyaseta qedîm a dewletê, vê carê van nivîskar û şîrovekiran ji dêlva ku rexne û êrîşê bibin ser wan hêzên esasîn ên zordar, nedemokratîk û kar û bar û tehdîdên wan ên neqanûnî, dev avêtin Refahê û ew bi durrûtî, qaypaxî û bêîstîkrarî tawanbar kirin. Ev wekî mesela tecawuzkar û keçika tecawuzkirî ye. Ew ji dêlva ku hucûmê bibin ser yê tecawuzkar û wî biricimînin, berê xwe didin ya tecawuzkirî û hewarê li serê dadixin ku çima teslîmî tecawuzkar bûye. Helbet Refah ne wekî keçeka bakîre mahsûm û bêguneh e. Zêdetir, ew wekî “jinebiyeka weynek” bêîstîkrar, xwedan fen û fût e. Lê ev, nayê wê manê ku di vê tecawuzê de sûcdarê esasîn ne tecawuzkar e. Divê meriv berê xwe bide wir; yên ku bi navê demokrasiyê tecawuzî demokrasiyê dikin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: