Gerrek li nav şêrebirîndarên warwêran

Di ser serîhildan û şikestina gelê kurd ê Kurdistana Iraqê re du meh derbas bûne. Tarîxa Kurdistanê di van çend mehên dawiyê de bûye şahida bûyerên wiha mezin û bilez ku wê tu caran nedîtiye. Bûyer wek babelîskan li pey hev dizîvirin û diçin. Meha sibatê, hîn dewreyek ji dewreya dîktatoriya herî xedar a Sedamî bû. Adar bû şahida rabûna miletê ku wek dêwekî rabe ser xwe. Nîsanê, du milyon kurd li welatê wan bi çol û çiyayan xistin. Êro hêzên mitefiq hatine Kurdistanê, ji Behdînan leşkerên iraqî paş de vekişiyane. Li nîvê herêma Soran kontrola pêşmergeyan heye. Kurdistan hema bibêje nîvî di destê iraqiyan de, nîvî jî di destê pêşmergeyan de ye.

Peymana agirbestê hatiye îmzekirin, şer rawestiyaye, guftûgoyan dest pê kirine. Her roj xeber belav dibin ku ha îro, ha sibe wê peymana otonomiyê bê îmzekirin.
Di demek wiha de wek her kurdekî dilsoz û welatperwer gurpegurpa dilê me ye, geh hêviyên mezin bi me re çê dibin, geh em dikevin endîşeyên giran. A di rewşek wiha de em berê xwe didin Kurdistanê, dixwazin Kurdistanê bi çavên xwe bibînin.
Di 1-ê tîrmehê de em, di kelekela germa nîvro ya havînê de bi kelekê ji çemê Dîcleyê derbas dibin û piyên xwe davêjin ser axa Kurdistana Iraqê. Li vî aliyî meqerên pêşmergeyan li ser hidûdî, li ber devê çêm in. Em hinekî li wir bîhna xwe vedidin. Firavîna pêşmergeyan masî ne ku nuh ji çem hatine girtin. Em jî dibin şirîkên firavîna wan.
Berêvarê gava dinya hinekî hênik dibe, bi otomobîlê em tên gundê Dêrebûnê. Gund di wextê xwe de yê filehan bûye. Gundekî xweş bûye. Lê îro xirbeyek e. Berî serîhildanê bes bingehekî eskerî bûye. Nuha pêşmerge lê dimînin.

Zaxo

Herêma Dihokê di bin kontrola hêzên hevpeyman de ye. Ji me re dibêjin ku »niqteyên muhîm û riyên ketin û derketina ji bajaran ji aliyê wan ve tên kontrolkirin, li herêmê û li bajaran nahêlin kes bi çek bigerin. Bes di riya Cepheya Kurdistana Iraqê re meriv dikare îcaza çekhilgirtinê werbigre». Em bi çek in û naxwazin çekên xwe bidin girtin. Dibêjin ku »gava meriv diçe niqteya kontrolê, eskerên mitefiq dipirsin ka çek bi meriv re heye an na. Gava çek bi meriv re hebe, digirin dermanekî wek sprayê lê direşînin û didin meriv, lê ew çek di cî de bi hev ve dikele û nema bi kar tê».

Pêşiyê em dixwazin çekên xwe li Dûrebûnê bihêlin, paşê di riya partiyê re bigihînin xwe, lê pêşmerge dibêjin ku »riyek hinekî dûrtir heye ku meriv pêşiyê diçe ber bi başûr; ser riya Dihokê û di wir re vedigere Zaxoyê, li ser wê riyê kontrol tuneye, loma hûn tevî çekên xwe di wê riyê re dikarin biçin Zaxoyê». Em dibêjin »baş e, bila hinekî dûr be, lê em ê di wir re biçin Zaxoyê». Em li teksî û pîkapekê siwar dibin û ber bi başûrî ve dikevin rê.

Li ser rê em rastî hin gundên nûavakirî tên. Şofêr dibêje: »Ev gund ji bo ereban hatibûn çêkirin, piştî ku hikûmetê gundiyên ereb anîbûn vir û ew li vir bi cîh kiribûn, erdên kurdan dabûn wan. Ev 15 sal in ereban zadên van gundan dixwarin. Lê îsal ku serîhildan çêbû, ereban erdên çandî û gund bi cîh hiştin û bazdan çûn. Niha xwediyên van gundan ên eslî ku kurd in, hatine genim û dexlê îsal ji bo xwe diçinin.»Yek ji wan gundan jî yê mala hevalekî û yê merivê wan e. Gava êvarê li Zaxoyê em dibin mêvanên mala wan, xwarziyên wî û pismamên wan jî behsa van gundan dikin ku 15 sal in ereb dixwin, ew jî li vir li Zaxoyê bêyî ku karibin tiştekî bikin, bi keser temaşe dikin. Nuha hêvî dikin ku şoreş erdê herkesî lê vegerîne û ew jî bikaribin berê îsal ji bo xwe hilînin.
Piştî muxribê ye, tarî ketiye erdê gava em dikevin nava Zaxoyê. Li nava Zaxoyê li ber Qeymeqamiyê panzerek heye ku du leşkerên mitefiqan tê de ne. Ne ew ji kesî tu tiştî dipirsin, ne jî kes bala xwe dide wan. Herkes bi dilrehetî di sûkê de diçe tê. Lê xwiya ye ew panzera li wir û ew her du esker ewleyî û dilrehetiyeke mezin li nav sûkê belav dikin.

Zaxo bajarekî (qezayeke) mezin e û 10 km ji tixûbê Tirkiyê dûr e. Di doleke ne ewqas fire de ava bûye ku sê aliyên wê çiya ne, bes rojhilatê wê vekirî ye. Ev dola zirav û dirêj li aliyekî derî li Zaxoyê vedike. Bajarekî paqij tê hesêb, lê di destpêka vê meha havînê ya navîn de gelek germ e. Herçî roj çûye ava jî, hewa germeka ziwa ji Zaxoyê hildikişe. Tava tîrmehê esmanê li ser bajêr tengijandiye.

Em li meqerê Cepheya Kurdistanê peya dibin. Bînayek resmî ya fireh a yekqatî ye; dora wê bi hewşek fireh û bilind hatiye rapêçandin. Em di deriyê hewşê re dikevin hundur. Bexçekî fireh derdikeve pêşiya me. Riyek ji hewşê dikişe heta ber deriyê bînayê. Herdû aliyên wê bi darên çaman hatine girtin. Piştî daran bexçe çîmenkirî ye. Li her du aliyan pêşmerge; hin rûniştî ne sohbet dikin, hin ji xwe re digerin û hin jî paldayî ne. Xwiya ye piçek deriyekî vekirî ye, kî tê û diçe tu pirs jê nayêkirin, ku kî ye, yan bi kû de diçe. Pêşmergeyên ku bi me re hatin, bangî mesûlekî dikin, me teslîmî wî dikin û xatir dixwazin. Mesûl xêrhatinê li me dike û me dibe odeyekê.

Bînayeke rût e. Ne derî, ne pencere, ne kursî û sandalye, ne jî dolab yan mase tê de mane. Şebekeya elektrîkê ya kevin hatiye rakirin, bi êretî têlinî din girêdane û îdareten elektirîk hîn nuh anîne hin odan. Odeya ku em tê de ne çend kursî û maseyek lê hene. Lê pencere û deriyên wê tunene, bi çarşefan derî jê re hatine çêkirin. Li ser masê telefonek sor heye lê qabloya wê qutkirî ye, bi kar nayê.

Ava sar û çayê ji me re tînin, hal hewalê me dipirsin. Em jî dipirsin ku »ev çi bîna ye.»Mesûl dibêje:

»Ev bîna berî serîhildanê ya îstixbarata dewletê bû. Gava serîhildanê xelkê hucûm kirê çi tê de hebû talan kirin. Nuha ev bînaya rût û xirabe maye. Piştî hêzên mutefîq hatin, av û elektrîka bajêr çêkirin, lê tiştên din hemû wek xwe mane.»

Paşê em dibihîzin û roja din li nav bajêr dibînin ku hemû bînayên resmî wek wê bînayê hatine talankirin, heta dibistan û nexweşxane jî. Mal û eşyayên xelkê bi xwe jî hatine dizîn, gava şikestinê vê carê yên mayî malê yên çûyî dizîne, yan jî esker û erebên sivîl hatine mal talan kirine.
Rizgarbûna Zaxoyê

Çîroka serîhildan û rizgarkirina Zaxoyê, bi qasî ku ji me re tê behskirin çîrokek pir balkêş e û kerektereke şoreşa Kurdistana Iraqê dide diyarkirin. Dixwazim vê çîrokê li vir bi qasî ku ji me re hatiye bahskirin, neqil bikim:

Serîhildan, li Kurdistana Iraqê herî dawîn li Zaxoyê berpa bû. Piştî ku serîhildan li Ranyayê, Silêmaniyê û Hewlêrê bi ser ket, radyoyên şoreşa Kurdistana Iraqê bangî herêmên serîhilnedayî yên Kurdistanê dikirin ku ew jî serî hildin, bajarên xwe ji destê dijmin rizgar bikin. Li hemû deran çekdarên musteşaran ên ku xelkê ji wan re serokcahş digotin, bi wê qeweta xwe ya mezin tevî serîhildanê bûbûn. Berî serîhildanê, hejmara resmî ya cahşan 500 hezar bûye. Fîîlen 300 hezar bûne. Ciyên ku serîhildan lê bi ser ketibû, pêşmerge di nav lehiya çekdarên cahşan de winda bûbûn. Yekî digot, wexta serîhildanê gava hevdîtinek di navbera Mesûd Barzanî û musteşarekî de çêbû, li nik Mesûdî 100 pêşmerge, li nik musteşarî 10 hezar çekdar hebûn. De îca bifikire bê rewş çawa bû. Rola musteşaran û çekdarên cahş di destpêka serîhildanê de karektereke pir girîng stendibû. Cephê efûyek giştî ji bo wan derxist. Serokên cephê her yekê ji aliyê xwe de name ji serokeşîran, serokên cahşan re (musteşaran re) dişandin ku ew jî serî hildin.

Nameyên wiha ji musteşarên dora Zaxoyê re jî hatibûn şandin. Musteşaran jî ji aliyekî ve peywendiyên xwe bi îstixbarat û ordiya Iraqê û bi zabitan re didomandin, ji aliyekî ve jî di riya hin kesan re peywendî bi partiyên kurd re danîbûn.

Dawiya dawî musteşar û zabitên îstixbarata Zaxoyê li hev civiyan ku bi awayekî plankirî ew jî serî hildin. Li gor planê, wê yekî ji wan biçûya çend RBG (Arbîcî) li saraya îstixbaratê dana, zabitan wê xwe teslîm bikirana û wê musteşaran tevî xelkê serî hildana; bînayên resmî îşgal bikirana. Musteşar û navberçiyan soz dan zabitan ku di dema teslîmbûnê de jiyana wan biparêzin. Rabûn ji bo RBG teqandina pêşî kurdekî meşhûr ê zabitê îstixbaratê bi navê Ûsif Nezîr hilbijartin. Ûsif Nezîr çû du RBG bera saraya emniyetê da. Bi deng re xelkê jî serî hilda. Musteşaran serî hildan, zabit û leşker bêyî ku şer bikin teslîm bûn, Ew girtin û bi saxî û selametî şandin welatê wan.

Bes tabûrek li dervayî Zaxoyê li serê çiyê hebû ku, ji wir çend top hatin avêtin nav bajarê Zaxoyê. Pêre pêre pêşmerge bi çiyê ve hilkişiyan, dor li tabûrê girtin, ew jî bê şer teslîm bûn. Bi vî awayî Ûsif Nezîr di nav xelkê de meşhûr bû ku yê serkêşiya serîhildana Zaxoyê kiriye ew e. Dihat gotin ku Ûsif Nezîr kurd bû û di îstixbaratê de kar dikir, amir mufreze bû, bê însafekî mezin bû, gelek însanên welatperwer ên bêsûc kuştibûn. Ji aliyekî ve jî tîcareta qaçax dikir. Piştî ku bi vî awayî serkêşiya serîhildana Zaxoyê kir, bû şoreşger, gava Celal Talebanî ji Sûriyê hat Zaxoyê, Ûsif Nezîr çû nik wî û xwe da efûkirin. Çendekî wek terefdarê Yekîtiyê xuya bû, lê gava nihêrt ku li vê herêmê Yekîtî bi qasî PDK-ê ne xurt e, nuha bere bere xwe nêzî partiyê dike.

Gava êvarekê em bi erebê li nav Zaxoyê digeriyan, em di ber koşkekê re derbas bûn ku yek ji mezintirîn koşkên Zaxoyê bû koşka Ûsif Nezîrî. Dihat gotin ku berî ew bibe zabitê îstixbarata hikûmetê gelek feqîr bû. Di dema zabitiya xwe de serwetek mezin bi dest xist û ev koşk ava kir. Gava em li Kurdistana Iraqê digerin, em dibihîzin ku hema hema li her herêmê çîrokek wek ya Ûsif Nezîrî, li ser serokcaş û serîhildana wan a vê dawiyê heye. Piştî şoreşê bûne berpirsiyarên çekdarên xwe, çekdarên wan jî bûne pêşmerge, her yek ketine partiyeke kurd, di wan de bûne mesûl, heta hukum û îtîbara wan ji ya pêşmergeyên eslî pirtir bûye; pêşmergeyên bi salan li çol û çiya mayî, îro bere bere li paş dimînin, rola wan winda dibe. Bêhêvîtî û dilşikestin di nav pêşmergeyan de ne hindik peyda bûye.

Gava em li Sûlava li rex Amediyê ne, ez bi pêşmergeyekî re li ser rewşa şoreşê sohbet dikim. Pêşmerge, dîtina xwe ya li ser şoreşê bi peyvên jêrîn eşkere dike:

Me bi salan li çol û çiyayan şer kir, em perîşan û aware bûn, birçî û tî man, hatin kuştin, piştî ewqas sal, îro ku şoreş bi ser ketiye, ez nikarim bi xweşikî û serbilindî li sûka Amediyê bigerim. Ji bo ku ez bikaribim herim, li qehwexaneyekê rûnêm, çayekê vexwim, divê ez herim milê xwe têxim milê baasiyekî kevin, destê xwe li ber wî di hev bidim, da ew çayekê bide min.»Wê ne derew be eger bê gotin ku dîtina eslîn a her pêşmergeyekî eslîn a li ser rewşa Kurdistana îroyîn ev e. Çi trajedî ya Rebbî!

* * *

Êvarê, em ji meqerê Cepheyê diçin malekê û li wir dibin mêvan, serê sibê di 2-yê tîrmehê de, em derdikevin sûka Zaxoyê, kincên kurdî ji bo xwe didin dirûn, hinekî li sûkê digerin, wê êvarê jî li Zaxoyê dimînin.
Ber bi Amediyê ve

Serê sibeha 3-yê tîrmehê em ji Zaxoyê ber bi Şeqlawa bi rê dikevin.

Li derveyî Zaxoyê kampên penaberan xwiya dikin, kampên ku bi hezaran çadir tê de ne. Hemû li der û dora hev li naverasta deştê hatine vegirtin. Di vê germa havînê de, ku di bin banê xaniyan de jî mêjiyê merivan dikele, gelo ew di bin van çadiran de çawa îdare dikin? Piştî nîv saetê em deşta Zaxoyê li pişt xwe dihêlin û dikevin herêma çiyayîn a bakurê Kurdistana Iraqê ku ji niha pê ve êdî em ê rêwiyên çiyayên asê û bilind, newalên kûr û teng bin. Em xwe digihînin Batûfayê.

Meqerê PDK-I yê Zaxoyê li vir bi cîh bûye. Berpirsiyarê meqerî Mele Remezan e, lê ew ne li wir e, alîkarên wî li wir in. Em daxwaza çûna Şeqlawayê ji wan dikin û em didin diyarkirin ku em ê biçin meqerê Mekteba Siyasî. Teksiyekê ji me re digrin ku pêşiyê em biçin Amediyê û ji wir biçin Şeqlawayê. Em bi rê dikevin di herêma Berwariyan re, di Sersingê re derbas dibin. Balafirxana Sersingê di bin destê hêzên mitefiq de ye. Lê ji meydanê hinekî wêdetir, Saddam Husên li serê lûtikên çiyan çend qesrên mezin çêkirine, ku parastina wan di destê leşkerên Iraqî de ne.
Em piştî demekê tên Sûlavê, şelaleyek e di çiyayê li hemberî Amediyê de. Amedî li ser girekî wek kelayeke tabîî hatiye avakirin. Bes aliyekî gir xwe digihîne çiyê ku nuha riya çûn û hatinê di wir re diçe Amediyê. Em naçin nava Amediyê, li Sulavê peya dibin. Li wir em Şukrî Nêrweyî dibînin. Dibêje Mesûd Barzanî û Celal Talebanî îro li vir bûn, civîn kirin û nîv seet perî ku hûn werin ew çûn. Paşê em wê êvarê ji radyoyan jî dibihîzin ku Mesûd Barzanî û Celal Talebanî wê rojê bi generalê hêzên mitefiq re rûniştine. General soz daye ku mitefiq wê nehêlin Iraq êrîşê bîne ser kurdan. »Lê»gotiye »divê hûn jî xwe ji şeran dûr xînin.»

Em ji Şukrî Nêrweyî re mebesta ziyareta xwe didin diyarkirin û dibêjin ku zûtirîn wext em dixwazin xwe bighînin meqerê Mekteba Siyasî. Dibêje: »Baş e.»
Lê wê şevê me dike mêvanên xwe. Meqerê wan li derveyî Amediyê, di nav bax û bexçeyekî de ye ku pala xwe daye çiyê. Bexçe bi darên sêv, hinar û gwîzan û meywên din xemiliye. Em li ser rewşa Kurdistana Iraqê sohbetê dikin. Sibehê zû, em radibin, bi ereba ku (pîkabek wek landrowerekê) ji bo me hatiye amadekirin didin rê.

Herêma Barzan wêrankirî ye

4-ê temûzê, riya me riya 5‚6 seetan e. Şofêr dibêje esas ne dûr e, lê ev mintiqe têrçiya ye û rê ne xweş e. Bi taybetî li mintiqa Barzan rê qet nehatiye çêkirin, loma jî dirêj dikêşe. Em di çiya û gelî û newalan re dikevin rê, tên mintiqa Barzan. Mintiqek asê ye lê tu gund tê de nemane, hemû hatine hilweşandin. Rê di nav gundê Barzan re derbas dibe. Gund bi temamî hatiye xerakirin, kes tê de nemaye. Bes dar û ber û bexçên gund, ew jî bê xwedî û xwedîkirin; li wê derê ne. Gava em diçin, dibînin ku li dor û bera gund ji holik û çadiran meqerên Cemaeta Şêx Mehemed Xalid Barzanî (Biraziyê Mistefa Barzanî, Kurê Şêx Ahmed) hatine danîn. Em radiwestin, rismê kavilê gundê Barzan dikêşin. Paşê em bi rê dikevin tên digihîjin çemê Roşîn ku tixûbê barzaniyan û zêbariyan e. Li dor û bera rê zevî hatine çandin. Gava em tê re derbas dibin, tên çinîn. Şofêr bahs dike ku:

– Ev zevî yên barzaniya ne. Ji gava Barzan hat valakirin û pê de ev erd ketibûn destê zêbariyan. Wan dajot û ji xwe re hiltanîn. Êsal jî wan ajotibû, lê piştî serîhildanê barzanî hatine diçinin. Şêx Mehemed Xalit li ser vî karî ye. Piştî çend deqîqeyan em digihîjin ser pirekê ku li wir çemê Roşîn û yê Rêzan tevî hev dibin. Em di pirê re derbas dibin. Li ser çem dest serçavê xwe dişon û cardin di wê riya xîç a wek şiverêkê re, hevraz û bi fetlok ber bi serê çiyê ve didin rê. Rojeke havînê ya germ e. Eger carina ne meqerên pêşmergeyên Şêx M. Xalid bin, li dorûberê kes xwiya nake. Piştî ku em digihîjin serê çiyê, vê carê em bi nişûvî serejêr dibin û dikevin mintiqa Şêrwan. Şofêr dibêje:

-Esas şêrwanî jî li ser barzaniyan tên hesêb.

Gava em dadikevin gelî, cada qîrkirî carek din dest pê dike. Li ser rê em tên Mêrgesorê ku berê mala Şêx M. Xalidî li wir bûye. Lê hikûmetê niha Mêrgesor hemû xera kiriye. Li ser kaniyê em radiwestin, avê vedixwin, dest, serçavê xwe dişon. Hin zarok li wir li ser sindoqên fêkî, cigarên biyanî, ckla û şekir-mekir difroşin. Em bi rê dikevin. Xuya ye hêşînayî û ava Şêrwan hinekî ji ya Barzan pirtir e. Pişt re em tên ji Serdawê derbas dibin. Şofêr xaniyekî li ser rê di hundurê hewşek mezin de, di nav hin darên fêkî de nîşanî me dike û dibêje, niha ev xanî ciyê mayina Mesûd Barzanî ye. Xanî yekqatî ye û bi rengê qehweyî an morekî tarî hatiye boyaxkirin.

Piştî deh deqîqeyan di destpêka Geliyê Alî Begê de em digihîjin sêriyanekê. Gelî li ser destê rastê dimîne. Riyek di wir re diçe Şeqlawa, Hewlêr û Silêmaniyê. Riya milê çepê jî ber bi Diyana, Rewanduz, Qaladiza û Hacîumranê ve diçe. Helbet ev bajar ne di rêza hev de ne. Riya her yekî piştî demekê bi aliyekî de vediqete. Em berê xwe didin milê çepê, di deştek piçûk re piştî çend deqîqeyan em digihîjin qeza Sidîq ku bi Diyanayê ve ye. Ev qeza li gor ku dibêjin nuh hatiye avakirin. Berê Rewanduz qeza bûye. Jê stendine, kirine nahiye û bi navê Sidîq di rex gundê Diyana de qezayeke nuh ava kirine ku di esasî de bingehek eskerî bûye. Em tên Sidîqê meqerê Partiyê, pirsa Kerîm Şingarî dikin. Dibêjin ne li vir e, ancax êvarî bê. Em daxwaza çûna nik Meqerê Mekteba Siyasî dikin, dibêjin li Rewanduzê ye. Em nasekinin ber bi Rewanduzê bi rê dikevin.

Rewandiza Paşayê Gewre

Piştî çarîkekê li pala nizarê çiyayê Kurekê, li bilindayiyekê Rewanduz xwiya dike. Gava şofêr dibêje ev Rewanduz e, wek taseke ava sar bi ser min de bikin. Rewanduza ku min di kitêba de xwendibû bajarekî dîrokî yê mezin bi kela û burcan, bi qesr û serayan di xeyala min de bi cî bûbû. Lê ev gundekî basît ê piçekî mezin wek her gundekî Kurdistanê ye. Aliyekî wê pala xwe daye çiyayê bilind yê ku her du rexên wê bi kendal û newalên gelek kûr û teng hatine birîn, û du çemên biçûk tên li jêra bajêr digihîjin hev û bi vî awayî wek xendekek kûr li dora bajêr hatibe kolandin xwe li dora bajêr radipêçin. Ava newala aliyê rojhilatî wê, ji ber germa havînê çik bûye, ya din ez ne şaş bim serekaniya xwe ji şelala Bêxal digire û aveka şîn a zelal tê re diherike. Her du newal jî gelek kûr in (40‚50 mîtro) zinarinî mezin (yan jî kendalinî kevirîn) şaqûlî dadikevin heta avê. Fireyiya newalan 15‚20 mîtro, cîna belkî jî tengtir dixuye. Meriv dibê belkî xendekek e ku li dora kelayekê hatiye kolan. Bi vî awayê xwe, girê mezin ê ku Rewanduz li ser hatiye avakirin wek kelayeke tabîî dixuyê. Li ser ciyê ku newal digihîjin hev, pirek hesinî hatiye çêkirin.

Cîba me di ser pirê re derbas dibe û fetlok bi fetlok berê xwe dide hevrazê Rewandizê. Cade di nav Rewandizê re jî hevraz û bi fetlok in. Piştî çend malan, li nav bajêr em di meydaneke piçûk re derbas dibin ku topa Westa Recep a ku di wexta Mihemed Paşayê Kore (Rewanduzî jê re dibêjin Paşayê Gewre) de hatiye çêkirin xwiya dike. Li wê meydanê li ser dikeke çîmento hatiye qayîmkirin û wek topek ji bo teqandinê amade be, berê xwe daye deştê, pala xwe daye çiyê. Li ciyê herî bilind ê nav Rewanduzê otêlek wek qesrekê hatiye avakirin. Em tên, li ber wê otêlê radiwestin. Meqerê Mekteba Siyasî ya partiyê ev e. Em peya dibin, perê şofêr didinê û dikevin hundir.

Li hundir, li salonê du pêşmergeyên xort hene. Wext li dor saet duduyê nîvroyê ye, germek zêde heye. Li aliyekî salonê li ser masekê semawerek gelek mezin hatiye danîn. Dorûberê semawerê tijî qedeh in. Li aliyê din ê salonê ku camekankirî ye (milê rastê gava meriv ji derva dikeve hundir) maseyek û yekdu sandalyên spî yên plastîk danîne. Ji xortan yek xuya ye çaycî ye. Em dipirsin ku ka ji berpirsiyaran kî li vir heye. Dibêjin ku Fransuwa Herîrî li jorê ye. Em rûdinin xort diçe gazî Kak Fransuwa dike. Tê bixêrhatinekê li me dike, em bi hev re derbasî oda rûniştinê dibin. Di wê germê de dusê perwanên ku li qatiya dizîvirin, dixwazin hundir hênik bikin, lê ji germa havînê ya derve, her bayekî ziwa yê germ ji wan belav dibe ku nahêle xwêdan li ser çavê meriv peyda bibe. Misêwa laşê meriv ziwa dihêle.

Min cara pêşî di 1988-an de kak Fransuwa li Racan dîtibû. Wê wextê ez û Hemreş Reşo bi hev re çûbûn Tehranê, Kerecê û ji wir jî Urmiyê û Racanê. Wê wextê meqerê Cepheya Kurdistana Iraqê û yê PDK li Racanê bû.

Çay ji me re tê em vedixwin. Kak Fransuwa pirs dike ku me firavîn xwariye yan na. Em dibêjin »na». Firavînê tînin ber me. Birinc û tirşika kundur û firingiyan e. Pîvaz jî li ber heye. Ava sar jî tînin.

Kak Fransuwa dibêje ku Mesûd li Serdawê ye û divê biçe bi têlsizê xeberê bide wî, lê venagere. Em qederekê li wê salonê dimînin. Piştî mudetekê pêşmergeyek tê, dibê »bibûrin me cîh ji we re hazir dikir, loma em dereng man. Me du ode ji we re amade kirine, kerem kin herin odên xwe, îstirehet bikin». Odeyek li jêr û ya din li qatê jorê ye.

»Em dawî li riştina xwîna xwe bînîn jî baş e»

Piştî êvarê pêşmergenî qelebalix li der û dora otêlê peyda dibin, diçin û tên. Em fam dikin ku berpirsiyarekî mihûm hatiye meqer. Piştî bîstikekê pêşmergeyek tê cem me dibê ku kak Mesûd hatiye dixwaze bixêrhatinekê bide we. Em kincên xwe li xwe dikin û derdikevin qatê jor. Li salona jor du mase û çend sandalyên spî yên plastîk hatine hazirkirin. Hîn em baş rûneniştine ku kak Mesûd di derencekan re derdikeve jor, tê bixêrhatina me dike, em rûdinin. Dibê ku ji Şeqlawa ji civînekê tê, bes ji bo seredana me hatiye û wê dîsa bizivire. Rewşa dervayî welêt ji me dipirse, em dibêjin ku li derva kesî zêde agah ji rewşa kurdan, ji guftugoyan nîne, agahdariyên deqîq, rast û rojane nagihin kurdan û raya giştî. Em diyar dikin ku xelk, bi taybetî kurd, fam dikin ku çima guftûgoyan dest pê kirin û gelek ji wan meselê di cîh de dibînin. Lê hema hema temamiya wan, mesela destpêkirina guftûgoyan li Bexdayê, maçîkirina Sedamî ji aliyê heyeta pêşîn, beyanên mam Celal û yên wî li ser bawerpêanîna bi Sedam û uslûbên guftûgoyê şaş dibînin. Ev zerarê didin rewşa kurdan, piştgiriya ji bo wan zeîf dixin, awirên raya giştî ya li ser Sedam sist dikin.

Ew jî dide xuya kirin ku piştî şikestina serîhildanê, rewşa kurdan gelek xerab û perîşan bûye, bi çolan ketine. Piştgiriyek siyasî ji derve ji bo kurdan nayê. Ji bilî guftûgoyan tu çara kurdan nîne. Dibêje ku zirar tê de nîne ku li Bexdayê guftûgo tên kirin. Her wiha dibêje divê mesela maçîkirinê zêde neyê rexnekirin. Li van herêmên rojhilat usûl wiha ne. Mesele ne şexsî ye. Eger şexsî bûya ez nediçûm Bexdayê. Heta hevalên me yên partiyê nedixwestin ez biçim. Lê hevalên heyetê wiha xwestibûn, me soz dabû. Ji bo meseleya miletekî ez çûm Bexdayê. Hin beyan li ser navê me derketin ku bi rastî me ew ne gotibûn. Heta rojnamevanekî ingilîzî, piştî ez ji Bexdayê vegeriyam, li Şeqlewa ji min pirsî ku min beyana bawerpêanîna bi Seddam daye yan na. Min jê re got ku »Te li Bexdayê ev pirs ji min kiribûya minê bigota na, çimkî min beyanek wiha nedabû. Lê tu li vir, li Şeqlewa ji min dipirsî, ez dibêjim erê».

Kak Mesûd her wiha dide diyarkirin ku, çêtirîn ji bo kurdan ew e ku ji Seddam karibin çi bistînin, bistînin û peymanekê pê re îmze bikin. »Heta»dibêje »ya herî xerab; bes efûyeke giştî em karibin bistînin, ev miletê derbeder û perîşan bê li ser cî û warê xwe rûne, nefesekê jî bistîne cardin ji bo me baş e. Eger sibê riyek li ber me vebe, em dikarin daxwaza hin mafên zêdetir jî bikin.»»Lê»dibêje »îro derketiye ku tu kes qebûl nake ku em heqekî ji otonomiyekê zêdetir bistînin. Mezintirîn mafê ku em bi dest xin jî wê otonomiyek be, ev otonomî ne hêjayî wê xwînê ye ya ku miletê me bi salan e dirêje. Madem otonomî ne hêjayî vê xwînê ye, em îro karibin dawî li rêtina xwîna miletê xwe bînin, ew jî baş e.»Tê xwiyakirin ku Kak Mesûd terefdarê wê yekê ye ku zûtirîn wext divê kurd tiştekî bi Sedam re îmze bikin û bîhna xwe vedin. Dibêje: »Ji sedî nodê milet naxwaze şer bike, dibêje bi çi awayî dibe bila bibe, lihevhatinekê çêkin.»

Piştre radibe xatir ji me dixwaze û diçe. Êvarê dereng Kerîm Şingarî tê cem me. Em hinekî sohbet dikin, întibayên xwe jê re dibêjin. Ew jî qala hin zehmetî, bêusûlî, bêserûberî û probleman dike û dibêje: Ev e rewşa miletê kurd, ev e têgihîştin, zanîn û mêjiyê vî miletî. De îca we divê jî ev e û we navê jî ev e.
Kerîm Xanê Biradostî

5 Temûz: Meqerê Merkezî yê PDGK jî li Rewanduzê ye. Em diçin ziyareta wan. Samî Abdurrehman û hin mêvanên din jî li derûdorê, li salonê rûniştine. Bixêrhatinek germ li me dikin. Qahwê tînin em vedixwin, hinekî ji der û dorê sohbet dikin. Dema firavînê em derbasî odeyek din dibin. Hê firavîn nehatiye, pêşmerge tên ji Kak Samî re dibêjin ku »mêvanekî te hatiye». Samî derdikeve û piştî bîhnikekê bi hin zilaman re dikeve hundir. Peyayek hinekî girî lihevhatî yê kej bi şal û şapik û du xortên ciwan ê bi kincên sivîl in. Yê hinekî bi umur esmer û yê ciwantir jî kej e. Kak Samî me bi hev dide naskirin. Xwediyê şal û şapik, Kerîm Xanê serokê eşîra Biradostan e, her du yên din kurên wî ne. Piştî em rûdinin, ew kurên xwe bi me û Samî dide nasîn. »Kurê min ê mezin»dibê Kerîm Xan »zabit bû, di Ordiya Heres el Cumhurî de. Piştî van bûyeran min bang kir, got lawo dev jê berde were malê.»
Samî li ser vê yekê dibêje:

»Welleh Kak Kerîm Xan baş e ku gencên kurdan di nav eskeriyê de hebin, lê bê feyde ye ku nahêlin bighîjin cî û meqamekî hêja û bilind.»Kerîm Xan kurêxwe yê piçûk jî dide nasîn, dibêje:

»Ew jî muhendîsê mîmarî ye. Ev 12 sal in li Êtalyayê ye.»Samî li kurik vedigere, dibê:

»Êdî mesela avakirina Kurdistanê dimîne li ser mîmarên zana yên wek we.»Kurik jî dide xwiyakirin ku, mesrefa lazim bê texsîskirin her tiştekî hêja dikare bê avakirin. Piştre bi çend peyvan behsa mîmariya Ewrûpayê û bi taybetî ya Êtalyayê tê kirin.
Gava ev sohbet tê kirin, firavîn jî hatiye danîn û em firavînê dixwin. Kerîm Xan ji wan serokeşîran e ku têkiliyên xwe berî serîhildanê bi hikûmetê re parastibûn. Eşîra xwe bi çekên hikûmetê bi çek kiribû. Eşîr li ser tixûbê Êranê dimîne. Di şerê Êran û Iraqê de li gor Kerîm Xan wan ji hezaran zêdetir pasdarên Êranî kuştibûn. Bi vî awayî Kerîm Xan mintiqa Biradostan ji wêrankirina hikûmetê xelas kiriye. Piştre li gor ku hat gotin 40‚50 gundên Biradostan li mintiqê hene.

Di serîhildanê de Kerîm Xan û eşîra xwe jî serî hildabûn û niha jî li aliyê şoreşê ne. Yek ji wan serokeşîran e ku bi hev re çûbûn generalê amerîkî dîtibûn, daxwaz kiribûn ku zû bi zû esker ji Kurdistanê venekişin, heta peymana otonomiyê tê îmzekirin, li Kurdistanê bimînin.

Loma, piştî bixêrhatin û hal pirsînê, Samî bi henekî peyvekê jî di ber Kerîm Xan re davêje:

»Kak Kerîm Xan, hûn serokeşîr ji me siyasiyan jêhatîtir in. Em siyasî çûn li Bexdayê bi yekî piçûk re rûniştin, hûn serokeşîr çûn bi yên herî mezin re rûniştin.»Kerîm Xan jî bi çend peyvên girover wiha nîşan dide ku siyasî serokê milet in ew jî di riya wan de ne û alîkarê wan in.
Kerîm Xan, li gor ku tê gotin bi YNK re di têkiliyê de ye. Heta hinek dibêjin; Mam Celal gotiye, endamê Komîta Merkezî ya me ye. Lê xwiya ye yên ev yek digotin henek dikirin.

Qasî ku ji peyva wî tê famkirin, Kerîm Xan (îhtîmalek ne biçûk jî li ser daxwaza Mam Celal) hatiye ji Samî re bide xwiyakirin ku divê heyet zû bi zû û bi şertên giran otonomiyê qebûl neke, israr bike hin mafên zêde bistîne. Hasilî ew ne terefdarê lihevhatinek bi lez û bez e.

Xwiya ye ji PDK û ji Mesûd Barzanî ne ewqas xweş e. Dibêje: »Mesûd nameyek ji min re şandiye ku ez herim civînê, lê ez neçûme.»

Piştre ez dipirsim, dibêjim »ji berê de navbeyna Biradostan û Barzaniyan ne ewqas xweş e. Erê ne dijminê hev in lê ne ewqas germ in jî bi hev re». Kerîm Xan venaşêre ku îro têkiliyên wî bi hikûmeta Êranê re hene. »Heta»dibêje »di wextê şer de, me ji hezarî zêdetir pasdar kuştin, di wan erdan de veşartin. Êro me têkilî bi wan re danîne, ji me xwestin ku em hestiyên miriyên wan teslîmî wan bikin, me ev yek bi cîh anî. Wan ji me re gotin, hûn ji me çi dixwazin. Me got hûn rê li me vekin û wesîqan bidin merivên me ku em karibin, xwarin û erzaq ji wî aliyî ji bo xwe bînin baş e. Gotin »bila».

Kerîm Xan piştre behsa zozanên Biradostan dike ku di vê germa havînê de çiqas hênik û xweş in û dibêje »niha bi şevan divê meriv bi palto û cilkên qalind bigere». Ew Samî dawetî zozanan dike. Samî jî jê re dibê »eger mesela destpêkirina guftûgoyan dereng bikeve, soz ezê van biraderan jî (qesta wî em in) bigrim û emê werin mêvaniya te». Kerîm Xan jî dibê »ser çavan». Piştre xatir dixwaze û radibe diçe.

Piştî firavînê, odakê ji me re amade dikin ku em razin, îstireheta nava rojê bikin. Samî jî ji bo îstirahetê diçe oda xwe.

Piştî êvarê bi qasî nîv seetekê em bi Samî re rûdinin û li ser guftugoyan diaxivin. Ew agadariyan li ser guftugoyên bûyî dide. Em jî dîtinên xwe li ser guftûgo û uslûbên guftûgoyan, întibayên xwe yên li ser rewşa bê rêk û pêkiya Kurdistana Iraqê dibêjin. Pişt re gava em bi Mesûd Barzanî, Celal Talabanî, Dr. Mahmûd Osman, Azîz Muhamed û Qadir Ezîzî re jî rûdinin, em her van dîtinên xwe ji wan re jî dibêjin. Noqtên dîtinên me ev in.

Guftûgo zarûrî bûn, baş bû ku guftûgoyan dest pê kirin, lê çêbûna guftûgoyan li Bexdayê, Maçîkirina Mam Celal û yên din û beyanên wî û Mesud Barzanî li ser bawerpêanîna Sadam û rejima wî, beyanên li ser rewşa guftûgoyan ku dihat gotin gelek tişt hatine helkirin, di nêzîk de wê peyman bê îmzekirin, şaş bûn. Ev çeka herî mezin a destê kurd (raya giştî û piştgiriya cîhanî) jê distîne. Cephe û partiyên kurdan, roj bi roj bi înformasyonên rastîn miletê kurd û raya giştî ya cîhanî agahdar nakin, ajansek kurdî nîne, agahdarî zêdetir di riya ajansên Iraqî re digihin dinyayê, Heyetek guftûgoyan heye ku bi Iraqê re rûdinê. Lê li aliyê din tu dibêjî qey her kurdek jî di vê heyetê de ye, kes karekî din nake. Hemûyan berê xwe dane guftûgoyan. Guftûgo tên kirin. Erê quweta Sadam şikiyaye. Lê kurd jî bê quwet in, hêzek çekdar a profesyonel ku bikaribe erdê rizgarkirî biparêze tune, ji bo parastina erd û bajarên rizgarkirî tedbîrên esasî nayên wergirtin, her kurdekî rakiriye çek û bê ser û ber digere. Çekdar xelkê tehdîd dikin, dikujin, dizî û talan zêde bûye. Ewleyî û îstikrarî nîne, anarşî heye. Gava Sadam vê dibîne dizane ku kurd jî nikarin tu tiştî bikin, loma di guftûgoyan de tawîzan nade û guftûgoyan dirêj dike. Çimkî Sadam dizane ku peyman îmzekirin an neîmzekirina bi kurdan re, li ber çavê mitefiqan wê tesîrek li ser mayîn û nemana Sadam neke. Loma jî di mesela kurdan de û ya guftûgoyan de ecela Sadam tune. Kurd her roj beyan didin ku êdî şer çênabe. Eger hûn dixwazin şer çênebe, wefd di guftûgoyan de xurttir bibin û Sadam mecbûr be ku mafên miletê kurd qebûl bike û peymanek maqûl îmze bike, divê bi wergirtina tedbîrên li jor û rakirina anarşî û talanê bidin îspatkirin ku bi her awayî hûn amade ne welatê xwe biparêzin û îdare bikin. Baş bû ku kurdan bi serê xwe guftûgo kirin. Çimkî ji bin barê giran ê muxalefeta Iraqê û yê hin hêzên din derketin, bi biserxweyiya xwe barê doza xwe hilgirtin. Vê yekê kêfa kurdan û ya dostê wan anî. Lê îro xeterek peyda bûye ku kurd vê carê têkevin bin barê Sadam ku ji yên berê girantir e û hemû jî dozek qirêj, bêedalet zulmkar e ku kurd bixwe ev sîh sal in e qurbana vê dozê ne. Ger wiha be kurd nikarin vî barî rakin, wê di binî de yekcar bipelixin. Loma jî divê kurd ji mesela beşdarbûna di hikûmetê de zêdetir, li ser wergirtina otonomiyê û bicîkirina rejîmeke demokratîk bisekinin. Mesele ne hikûmet lê rejîm be. Saet li dor pêncê êvarê sohbeta me xelas dibe. Saet di şeşan de, li Xelîfan merasima vekirina meqerê serkirdayetiya siyasî ya Cepheya Kurdistanê heye. Samî Abdurrehman teklîfî me dike ku em jî biçin merasimê. Dibêje »serokên partiyên siyasî hemû wê werin merasimê. Hûnê bikaribin wan li wê derê bibînin». Lê wextê me ji bo çûyina wir tuneye. Em spasî wî dikin û xatir ji hev dixwazin. Bi Land Cruiserekê hildikişin nik otêla xwe, ew jî ber bi Xelîfan bi rê dikeve.

***
Roja şeşê tîrmehê çûn û hat û bizaveke ne wek ya her roj di nav hêzên siyasî de heye. Wê rojê, li Hewlêrê wê dewreya duduyan ya guftûgoyan di navbera heyeta Cepheya Kurdistanî û heyeta hikûmeta Iraqê de dest pê bikira. Dewra pêşîn li Bexdayê 42 rojan ajotibû. Vê carê kurdan teklîf kiribûn ku dewreya duduyan li Hewlêrê çêbe. Xuya ye ku hikûmetê jî qebûl kiriye û heyet wê bê Hewlêrê. Hewlêr paytextê otonomiyê ye. Di vê serîhildanê de, di 11-ê adarê de hatiye rizgarkirin. Lê piştî êrîşa ordiya Seddam di 1-ê nîsanê de dîsan ji aliyê hikûmetê ve hatiye dagirkirin. Piştî ku di navbera hikûmet û Cephê de teqerawestan pêk hatiye di bin kontrola lêşkerên Iraqî de be jî çûnûhatin ji bo Hewlerê heye. Pêşmerge jî bi çekên xwe diçin û tên.
Heyeta kurdan ji hemû partiyên siyasî pêk hatiye: Mesud Barzanî, Celal Talabanî, Samî Abdurehman, Dr. Mahmud Osman. Hin berpirsyarên siyasî û pispor jî bi wan re ne. Pêşiyê wê li Şeqlawa bên ba hev û ji wir bi hev re wê biçin Hewlêrê. Ji Rewandizê heta Şeqlawa 50 km, ji Şeqlawa heta Hewlêrê jî 50‚55 km ye.

Geliyê Alî Begê

Em jî wê sibehê ber bi Şeqlawa bi rê dikevin. Gava meriv ji Rewanduzê ber bi Şeqlawa bi rê dikeve, divê meriv di Gelîyê Alî Begê re derbas bibe. Gelîyê Alî Begê geliyekî kûr û teng û asê û dirêj e. Heta niha min geliyekî wiha bi heybet li tu derê nedîtiye. Çemekî zirav di gelî re diherike, ku zivistan û buharan ne wiha zirav û şîn û nazenîn e. Wan wextan aveka şîlorabûyî û bi hêrs e. Min ne pirsî, lê qasî ku ez dizanim navê gelî ji navê Mîrê Soran ê bi navê Alî Beg tê ku paytextê mîrîtîya xwe kiribû Xelîfan. Xelîfan li aliyê başûrê gelî, li ber devê gelî hatiye avakirin. Riyeke ziftkirî ya makînan di kûraya gelî de fetlokên tabiî yên gelî taqîb dike. Jê re dibêjin Riya Hamilton. Di wextê xwe de Êngilîzan ev rê vekirine ji Bexdayê anîne, di seranserê Kurdistanê re derbas kirine ber bi Êranê de birine, bi vî awayî Bexda û Tehran bi hev ve hatine girêdan. Piştre, di van salên dawiyê de rê hatiye firekirin û ziftkirin ku berî serîhildanê, di esasî de ji bo armancên eskerî bi kar dihat.

Li rex çemê Geliyê Alî Begê seranserî gelî, gelek kon, çadir û holik hatine danîn ku wek warên qereçiyan tên xwiyakirin. Em dipirsin dibêjin ku kurdên derûdora Kerkûkê ne ku di şikestê de aware bûne, îro nema dikarin vegerin ser warên xwe.

Gava em Gelîyê Alî Begê li pişt xwe dihêlin, em dikevin nav Xelîfan ku li deştek piçûk ava bûye. Nehiyeke piçûk û şêrîn e, çem di nav re derbas dibe. Lê îro ew jî wek her gund û bajarekî Kurdistanê, gelek birîndar e, derbên giran xwarine, talan bûye, bê xwedî û xwedîkirin maye. Xelk li nav Xelîfan diçin, tên. Roj bejnekê bilind bûye. Gava em ji Xelîfan dubuhurin du rê dikevin pêşîya me ku yek diçe Şeqlawa û piştre Hewlêrê, ya din jî diçe Silêmaniyê. Em berê xwe didin ser rêka Hewlêrê. Deşta me zû xelas dibe, mintiqek nîv çiyayî derdikeve pêşiya me. Em tên di ber gundekî re derbas dibin ku li ser milê rastê ye. Li ser milê çepê jî hin avayiyên resmî yên wêran û talankirî hene. Şofêrê me bahs dike ku ev gundê Umer Axayê Sûrçî ye. Umer Axa, xwedan eşîrek mezin e ku cahşê hikûmetê bûye; di jiyana xwe de tu caran nebûye hevalê şoreşê, her bi hikûmetê ve maye. Loma jî gundên nav eşîra wî ji aliyê rejim ve nehatine hilweşandin. Di vê serîhildana dawiyê de jî eşîra Sûrçiyan tevî serîhildanê nebûye. A nuha, têkiliyên wî him bi hikûmetê re, him jî bi serokên partiyên kurdan re hene. Eşîrek gelek mezin û xurt e. Yekî carekê ji me re bahs kir ku li dor 500 gundên Sûrçiyan hene. Eşîr ji eşîrên Behdînan e. Di tixûbê Soran de ye.
Avayiyên milê çepê berê yên bingehekî eskerî bûne. Kampek esîran jî di nav de bûye û wexta şerê Êran û Iraqê, êsîrên Êranî tê de bûne. Piştî şer rawestandinê, di veguhastina esîran de, ew teslîmî Êranê bûne. Dema serîhildanê jî hemû avayî hatine hilweşandin û talankirin. Niha warekî wêran ê xirûxalî ye.

Xanzad; xwişka mîrê Soran

Ku em vê mintiqa nîvçiyayî xelas dikin, em dikevin deşta Herîrê. Rê di deştê re di rex çiyayên Herîrê re derbas dibe. Berî Herîrê em rastî heykelekî tên ku di çiyê de hatiye kolan. Mezin e, ji dûr ve xwiya dike. Şofêr dibêje ev heykelê Xanzadê (xuşka mîrekî Soran) ye. Wê bi xwe rismê xwe di zinarê bin çiyayê Herîrê de daye kolan. Xwiya ye Xanzad jiyanek gelek rengîn û balkêş jiyaye. Heta piştre li Şeqlawa li nik kitêbfiroşekî, min kitebek bi navê »Şewêk le jiyanî Xanzad»(Şevek ji jiyana Xanzadê) dît ku piyes bû. Hinan ji min re gotin ku ev piyes bi kurdî di televizyona Iraqê de hatiye leyistin, bûye tîyatro û fîlmê vê tiyatroyê yê vîdeoyê jî heye.

Piştî çend deqan em dikevin nav qeza Herîrê. Herîr avayîyek kevnare ye, berê gund bûye. Gundê şaîrê kurd ê bi nav û deng Alî Herîrî bû. Dema destpêkê bû paytextê mîrên Soran jî. Herîr bi xwe Soran e. Lê tixûbê Behdînan û Soran tê hesabê.

Em ji Herîrê derbas dibin, piştî deh pazde deqan Çiyayê Sefîn ê bilind û bi darûber xemilandî derdikeve pêşiya me. Şeqlawa ji aliyê nizar ve pala xwe daye çiyayê Sefînê, di nav hêşînayiya daristanê de wenda bûye. Çiyakî ji wî çiyayî gelek nizimtir ê ku navê wî Sorik e, nîvçeyî ketiye pêşiya Şeqlawa, hin ji bajêr di pişt xwe de veşartiye.

Em tên li ber otêla Mîdîya Palasê dadikevin, ku niha ne otêl e, lê meqerê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê yê liqê duduyan e.

Berpirsiyarên liq Mamoste Mele Mehemed û Umer Osman in. Bixêrhatinê li me dikin, em diçin salona rûniştinê. Çûnûhatin û boşahiyek heye. Haziriya kombûn û çûna heyeta Kurdistanî tê kirin.

Serokên kurdan hemû li hev civiyane

Gelek di ser hatina me re naçe, endamên heyetê tên otêlê. Di demek kin de hemû berpirsiyarên siyasî yên partiyên kurdan li wir peyda dibin: Mesud Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Alî Abdullah, Habîb Kerîm, Hişyar Zêbarî û gelek nas û dostên din ji PDK. Dr. Mahmûd Osman, Qadir Cabbarî, Adnan Muftî û hinên din ji Partiya Sosyalîst. Samî Abdurrahman û hinên din ji Partiya Demokrat a Gelê Kurdistanê, Qadir Azîzî ji Partiya Zahmetkêşan, Azîz Muhammed, Kerîm Ehmed û hinên din ji Partiya Komunîst. Wekî din jî gelek eşraf, amirhêz û berpirsyarên siyasî li wê derê ne.

Di navberê re Celal Talabanî jî bi Dr. Fuad Mahsûm, Kemal Fuad û hinên din re dikeve hundir. Li ser xwe ye, devê wî bi ken e, şên û kêfxweş xwiya dike. Bi her kesî re yekoyeko diaxive, silavê li wan dike û bi nêzîkayiyeke zêde li halê wan dipirse. Du rojnamevanên Ewrûpî jî li salonê ne, misêwa risman dikêşin. Pirtirîn jî yên Mesûd Barzanî û Celal Talabanî…

Gava çavê Celal Talabanî bi me dikeve, çavên wî diçirûsin, bi kenekî geş ber bi me ve tê, xwiya ye qet texmîn nedikir ku di demek wiha de me li vê derê bibîne, em bixêrhatinê li hev dikin. Endamê Mekteba Siyasî ya PDK Selîm Soran li rex me ye, dixwaze me bi wî bide naskirin. Jê re dibêje »Tu hevalan dinasî?»Xwiya ye pir li hesabê wî nayê. Hema di cîh de bersîva wî dide: »Çon nanasim, axir emane biraderî qedîmî xoman in»(Çewa nanasim, axir ev biraderên kevin ê me bi xwe ne). Bi vê peyvê re em hemû bi hev re dikenin.

Em pirsa guftûgoyan ji Celal Talabanî dikin. Dide xwiyakirin ku ji Seddam gelek bê hêvî ye, wê guftûgo zû bi zû bi ser nekevin. Piştre em pirsa çûna wî ya Tirkiyê û civîna Enternasyonala Sosyalîst jê dikin. Bi pesnekî bilind vê çûnê û civînê dipesinîne. Dide xwiyakirin ku gelek kes dîtine, bi rojnamevanan re rûniştiye, di civînê de raporek li ser rewşa Kurdistanê xwendiye û di vî karî de gelek serkeftî bûye. Çentê xwe vedike, hin resmên xwe yên ji vê civîn û gerrê nîşanî me dide. Bi Wîlly Brand, Erdal Ênonu û hinên din re ye. Kêfxweşiya wî di risman de jî diyar e. Piştî demekê civat radibe bi konvoyeke mezin ber bi Hewlêrê ve bi rê dikeve. Em jî piştî wan diçin li sûka Şeqlawa digerin û hin nas û dostan ziyaret dikin.

Şeqlawa nehiyek tûrîstîk a şêrîn e ku di nav daran de wenda buye. Li gor herêmên din ên Kurdistanê hênik e. Ciyekî zozan e. Ne pir mezin e. Du otêlên mezin ên turîstîk tê hene. Lê nuha yek meqerê Yekîtiyê, ya din jî yê Partiyê ye. Xuya ye ev der, zêdetir ciyê turîstên ereb buye. Kuveytî û hin welatiyên din di wextê xwe de hatine havînên xwe li van deran derbas kirine. Lê îro, pêjna tûrîstan nayê. Herder meqerên pêşmergeyan e. Herkes çekdar e, peyatî yan bi makînan diçin û tên. Qasî em pê hesiyan, 136 meqerên pêşmergeyan li Şeqlawa hene. Bes yên Yekîtiyê li gor agahdariya wan di ser 50-yî re ne. Yek ji meqeran jî yê »Millî Turkmen Partîsî»ye ku serokê wan ajanê MIT-a tirkan, Muzaffer Aslan e. Pirbûna meqeran ne elametê başbûnê, lê elametê nerêkûpêkîyê û anarşiyekê ye.

Civîna li Hewlêrê rojekê dajo

Berêvarê, hîn em li Şeqlawa ne, xeberek tê ku heyeta guftûgoyan ji Hewlêrê paşde vegeriyaye. Em tê digihîjin ku heyet çûye Hewlêrê heyeta hikûmetê jî hatiye, civînek 3-4 saetan bi hev re kirine, paşê heyeta hikûmetê gotiye ku wê vegerin, Bexdayê, divê ew jî bên Bexdayê û civînên guftûgoyan li Bexdayê dewam bikin. Di heyeta hikûmetê de Êzzet Êbrahîm, Tarik Azîz, Hasan Alî Mecîd hebûne. Hasan Alî Mecîd ew kes e ku di wextê xwe de biryara avêtina çekên kîmyayî ya ser Helebçê dabû. Loma di nav xelkê Kurdistanê de navê wî bûye Alî Kîmyawî.

Êvarê di riya xwe ya berê re em dizivirin Rewanduzê.

Heyeta guftûgoyan, di herdu rojên dawiyê de, haziriya xwe û çûna Bexdayê dike. Di vê navberê de em jî lez dikin ku serok û berpirsên hêzên siyasî berî çûna Bexdayê bibînin.

Di 8-ê tîrmehê de em diçin, li Serdawê Mesûd Barzanî dibînim, her wê rojê em vedigerin Şeqlawa, Samî Abdurrehman, Dr. Mahmûd Osman û hin ji berpirsyarên Yekîtiyê dibînin. Firsenda dîtina Celal Talabanî çênebe. Sibehî wê heyet biçe Baxdayê, di haziriya wê de ye.

Roja din di nehê mehê de heyet bi rê dikeve, diçe Bexdayê. Em jî diçin meqerê merkezî yê Partiya Komunîst a Iraqê, Azîz Muhammed û Kerîm Ahmed dibînin. Di van dîtinên xwe de bi hemû partiyan re bi dûr û dirêjî em li ser rewşa Kurdistana Iraqê, li ser guftûgoyan û rojên pêş, li ser rewş û guhertina dinyayê û herêmê û li ser rewşa hemû Kurdistanê dipeyivin. Ew, agahdariyan didin me, dîtinên xwe pêşkêş dikin, em jî dîtinên xwe pêşkêşî wan dikin. Ez naxwazim li vir serê wê bêşînim, yekoyeko bahsa van civînan û axaftinan bikim. Çimkî gelek caran wê tekrar di wan de çêbibin. Lê dixwazim bi tevayî behsa guftûgoyan, tarîxa wan û çawa berpêş hatine behsa wan bikim. Êro di çi qonaxê de ne, li ser wê rawestim ku kêm zêde di hemû civînên me de li ser wan hatin rawestandin.

Serîhildan û Teklîfa Guftûgoyan ji aliyê Hukumetê ve

Serîhildana vê dawiyê li Kurdistana Iraqê cara pêşîn li Ranyayê dest pê kir. Piştî ku nêzî 300 pêşmerge li der û dora Ranyayê xuya bûn, xelkê sivîl ê Ranyayê di 3-yê adarê de serî hilda. Pêşmergan jî xwe gihandin dor û nav bajêr. Şer du rojan ajot, şerekî xwînawî bû. Di pêncê adarê de, esker û emn vekişiya, bazda, Ranya hat rizgarkirin.

Di 8-ê mehê de xelkê Silêmaniyê serî hilda, piştre hin pêşmergeyan xwe gîhandin bajêr. Lê bi serîhildaneke spontan ji emnê (muxaberatê) gelek kes hatin kuştin, esker teslîm bûn, serokên esker û emnê yên mezin bazdan, ên mayî teslîm bûn. Xelkê esker nekuştin, lê nêzî 850 casûsên îstîxbaratê hatin kuştin. Silêmanî rizgar bû.

Di 9-ê adarê de, xelkê Koyê û Şeqlawayê serî hildan, bêyî şerekî xwînawî ev cîh rizgar bûn.

Di 11-ê adarê de Hewlêriyan serîhildan, bajar di çar seetan de rizgar kirin. serokên hikûmetê bazdan, yên mayîn teslîm bûn.

Berî Hewlêrê di 10-ê mehê de Rewanduz, Diyana û qeza Sidîq rizgar bûn. Li van deran jî tu berxwedan a leşkerî çênebû, hemû teslîm bûn.
Di 13-ê adarê de Akre, Berdereş û Amediye rizgar bûn. Di 14-ê adarê de Zaxo û Dihok ji aliyê serîhildana xelkê ve hatin rizgarkirin.
20-ê adarê yanî şeva Newrozê bi hezaran pêşmerge û ji 50 000-î zêdetir xelkê sivîl wek pêlên behrê ber bi Kerkûkê ve herîkin, di 21-ê adarê de gava roja sibeha newrozê hilat, Kerkûk bi piranî hatibû rizgarkirin. Şerê herî giran li herêma şirketa petrolê hatibû kirin. Gava ew der şikiya û cîh ket destê pêşmergeyan, derên din jî muqaweme sist kirin. Serokên emn û eskerî û îdarî yên mezin her tişt di cîh de hiştin û reviyan. Lê li dora Kerkûkê ji aliyê Mûsilê ve şer tu carî nesekinî, her dewam kir.

Mukerrem Talabanî teklîfa lihevhatinê tîne Kurdistanê

Hê destpêka biserketina serîhildanê bû, Mukerrem Talabanî, ku wezîr e di hikûmeta Iraqî de û heta niha çi teklîfên rejima Iraqî bûne wî bi xwe anîne ji kurdan re, hat Kurdistanê, Celal Talabanî û Mesud Barzanî dîtin, da diyarkirin ku Seddam Husên teklîfa guftûgo û lihevhatinê li kurdan dike.
»Sadam Husên dibêje»Mukerrem Talabanî got »ji cudakirina Kurdistanê pê ve kurd çi bixwazin em hazirin bi wan re guftûgoyê bikin.»Serokên kurdan fikirîn ku teklîf, teklîfeke baş bû. Kurdan ji xwe cudakirin û serxwebûna Kurdistanê nedixwestin, ev yek di rewşa îro ya herêmî û cîhanî de mumkun nedidîtin. Madem ku Saddam, ji vê pê ve ji her tiştî re hazir bû, îdî wan çi dixwest.

Lê baweriya wan bi Sadam nedihat, têr îqna nedibûn ku Saddam ji dil wê hazir be ku pirsa otonomiyek rastir yan cumhuriyetek federalî bi wan re munaqeşe bike û qebûl bike. Loma, xwiya bû tenê bi hatina Mukerem Talabanî dilê wan li cîh rûnenişt, xwestin heyetekê bişînin Bexdayê, ew raste rast ji devê hikûmetê û ji yê Saddam teklîfê bibihîzin.

Heyetek ji du kesan; endamê Mekteba Siyasî ya PDK Fazil Mutnî û yê YNK Ferîdun çûn Bexdayê û vegeriyan hatin, gotin; rast e hikûmetê ji me re gotiye ku, em hazir in rûnin, her tiştî bi kurdan re munaqeşe bikin û pirsa kurdî ji binî safî bikin.

Li Kurdistanê bûyer wek babelîskê diguherin

Ev çûn û hatin di demek kurt de pêk hatin, lê bûyerên Iraqê û bi taybetî yên Kurdistana Iraqê ji van jî zûtir dihatin guhertin. Hê heyeta du kesan ne gihaştibû Bexdayê, Saddam ordî ji başûrê Iraqê gihand Kurdistanê.

Êrîşa ser bajarên Kurdistanê dest pê kiribû jî. Heyet li Bexdayê bû, şerekî xwînawî li Kerkûkê dibû. Li gor dihat gotin gava êrîşa ser Kurdistanê dest pê kir, ji bilî pêşmergeyên kevn tu kesên din şer nekirin. Çekdarên serokcahşan, ku di serîhildanê de rolek esasî lîstibûn, niha şer nedikirin vedikişiyan; çekên giran li cîh dihiştin, çekên sivik davêtin. Loma pêşmergeyên eslî li hember dijmin di parastina bajaran de bi tenê mabûn û qeweta wan têra parastina bajaran nedikir. Li gor Celal Talabanî digot, di şerê Kerkûkê de bes ji YNK 1 600 pêşmerge hatibûn şehîdkirin. Ordiya Sadam bi tank û topan, bi helîkopteran êrîş dibir ser xelkê sivîl ê bajêr. Xanî, apartman û semt bi topan hildiweşandin. Dengê wê yekê di nav milet de belav bû ku Saddam çekên kîmyayî bi kar aniye.
Di encama van û gelek tiştên din de, xelkê sivîl ê Kerkûkê, bi carekê rabû ji bajêr derket û berê xwe da çiyayan, pêşmerge nema karibû bajêr biparêze û di demek kin de di 27-ê adarê de Kerkûk ket destê dijmin. Ketina Kerkûkê, bi awakî xerab tesîr li gelê Kurdistana Iraqê kir, gel hemû bajar û warên din terk kir. Wek lehiyekê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, ser tixûbên Êran û Tirkiyê. Hewlêr di 1-ê nîsanê de, Silêmanî di 4-ê nîsanê de ket destê dijmin. Pêşmerge paşde vekişiya, heta qeza Selahadîn jî berda, lê berxwedana esasî hew karibû li çiyayê Sefîn ên pişt Şeqlawa saz bike. Di wan çiyayan de ordiya Saddam hat rawestandin. Li herêma Dihok û Zaxoyê, ji xwe qet erdên rizgarkirî nema. Gava heyet ji Bexdayê vegeriya Kurdistanê, rewşa Kurdistanê 180 derce bi vî awayî hatibû guhertin.

Piştî heyeta du kesan ji Bexdayê vegeriya, cara pêşîn Cepheya Kurdistana Iraqê resmî civiya ku li ser pêşniyara hikûmeta Iraqî biryarekê bide: Kurdistan vala bûbû. Du milyon însan bi çol û çiya ketibûn. Serma bû, li çiyayan berf dihat, xwarin û derman tunebûn, êrîşek hov û dirindane li pey wan bû, cîh û warên ku wan vala dikirin ji aliyê ordiya ereb ve dihat talan û wêrankirin. Ji serma, birçîbûn, nexweşî, westan û tirsê rojê du hezar kes dimirin. Nêzî tevaya miriyan zarok bûn, jin bûn, kal û pîr bûn. Tirkiyê deriyê starê li wan venedikir, kontrola li ser tixûbê Êranê, bûbû bendek li ber pingara lehiya însanan, bi kîlometran însan li pey hev qor bûbûn. Hawar û gaziya kurdan li dinyayê olan dida, televîzyon û rojnameyên cîhanê dinya bi agahdariyên ji Kurdistanê bombaran dikirin, lê ne kes bi gazî û hawara kurdan ve dihat, ne hikûmetekê dengê xwe dikir, ne jî tu alîkarî ji kurdan re dihat.

Serokên kurdan fikirîn: Gelo ev çi bû, ma dikir wek Ermeniyan bê serê kurdan. Xwiya bû, li ber çavê hemû cîhanê bi milyonan însan wê bimirana, Kurdistan wê wek Ermenîstanê bibûya kavil. Wexta fikirandin û munaqeşek dûr û dirêj û bi aqlê selîm nemabû. Divê biryar bihata dayîn.

Heyeta kurdan diçe Bexdayê

Cepheya Kurdistana Iraqê di cîh de biryar da: Di serokatiya Celal Talabanî de, heyetek ji Samî Abdurrahman, Resûl Mamend û Neçîrvan Barzanî pêkhatî ber bi Bexdayê bi rê ket.

Wan hê biryara xwe didan, bêdengiya cîhanê jî çiriya, protesto ji hikûmet û dezgehên resmî û neresmî yên Ewrûpayê bilind bûn. Xaça Sor, rêxistinên mirovayî yên cîhanî, hikûmetan, dezgehên doktoran û yên din dest pê kirin alîkariya xwarin, derman, çadir, betanî û kincan rêkirin ji kurdan re. Lê wilo li kurdan hatibû ku, alîkarî ne bi rojan lê diviya bi seetan bigihîşta wan, roj û hefte pirr dereng bûn.

Ji ber vê yekê jî destpêkirina protesto û alîkariyan, biryara Cepheya Kurdistana Iraqê neguhart. Heyeta resmî ya guftûgoyan çû Bexdayê, Saddam dît, endamên heyetê yekoyeko Saddam maçî kirin, guftûgoyan dest pê kir.

Erê guftûgo resmî bûn, lê hemû civîn, çi bi endamên hikûmetê re çi jî bi Saddam re li ser esasên çarçewên giştî dimeşiyan û şîfahî bûn. Zebt nedihatin girtin. Pirs bi berbiçavî, xal bi xal nedihatin munaqeşekirin. Li ser çerçewa otonomiyê û demokrasiyê dihat axaftin.

Heyeta kurdan çi dixwest Saddam digot »baş e!»

Heyetê digot, kurd tiştekî naxwazin, ji bilî otonomiyeke heqîqî. Saddam li wan vedigerand:
– Helbet, helbet ji xwe ne hewce ye em bi dûr û dirêjî munaqeşa vê yekê bikin. Beyana 11-ê adarê berî bîst salan di navbera me de hatiye îmzekirin. Yê ku ew beyan qebûl kiriye, ez bi xwe me. Em îro hazir in ku beyana 11-ê adarê bi guhertinek ber bi pêş de qebûl bikin. Ji beyanê vir de 20 sal derbas bûne, divê ev dem jî bê hesabkirin û pêşketin tê de bên qebûlkirin. Em hazir in ji beyana 11-ê adarê zêdetir bidin.

Heyetê digot: Me divê demokrasî û azadîyek fireh li Iraqê hebe. Saddam peyva wan di devê wan de dibirî, digot:
– Lê çawa! Hîn berî ku hûn bêjin em bi xwe hazir in ku demokrasiyeka heqîqî bînin Iraqê. Ne ku niha, hê ji berê de hikûmeta me li ser vê meselê rawestiyaye. Berî Şerê Xelîcê, ji bo bicîhkirina demokrasiyê li Iraqê me bi dûr û dirêjayî planek amade kiribû. Lê şer bi ser me de hat, nehişt em vê plana xwe li dar xin. Lê îro şer xelas bûye, em difikirin û hazir in ku demokrasiyek rastîn bînin seranserî welêt.

Heyeta kurdan digot çi, Sadam digot rast e, wek we ye û ji daxwazên wan zêdetir jî pêşkêş dikir.

Nexwe îdî kurdan çi dixwest? Ji xwe tiştê ku wan dixwest jî ev bû.

»Lê»Sadam digot »em naxwazin ji kurdan bes bi terefekî re rûnin. Ji ber ku me biryar daye, em pirsa kurdî vê carê ji binî ve, bi her awayî safî bikin, em dixwazin bi hemû terefan re yanî bi Cephê re rûnin û divê di dereca herî bilind de guftûgo bimeşin.»Loma, dîtina Celal Talabanî ji bo Saddam Hûsên ne bes bû. Wî dixwest ew rûbirû bi Mesûd Barzanî re jî rûnê.

Kurd fikirîn ku ev daxwaz jî tiştekî maqûl e. Him ji bo vê yekê, him jî ji bo xwe amadekirina ji bo guftûgoyan, heyetê biryar da ku vegere Kurdistanê.
Gava heyeta kurdan vegeriya Kurdistanê, li Bexdayê çi kirine, çi nekirine hemû neqil kirin. Cepheya Kurdistanê rûnişt projeyek li ser qanûna otonomiyê, li ser mesela demokrasiyê û li ser normalîzekirin û avakirina Kurdistanê hazir kir. Heyetek nuh hat tespîtkirin ku ji Mesûd Barzanî, Samî Abdurrehman, Resûl Mamend, Nûşîrwan û hin hevalên wan ên berpirsiyar pêk hatibû. Di destpêkê de Mesûd Barzanî bi xwe û PDK zêde dil nedikirin ku Mesûd Barzanî biçe Bexdayê. Lê hat gotin ku ji bo selametiya biserketina guftugoyan divê ew biçe. Di encamê de, heyeta Cepheya Kurdistana Iraqê, proja amadekirî girt û çû Bexdayê.

Guftûgo dirêj dajon

Guftûgoyên Bexdayê yên vê carê 42 rojan ajotin. Raya giştî ya cîhanî û ya kurd tu carî hay jê nebûn ku di van 42 rojan de çi hatin gotin, çi hatin munaqeşekirin û çi hatin qebûlkirin. Car bi car di riya televizyon û rojnameyên Iraqê re hin Beyanên Mesûd Barzanî derdiketin, ku behsa bawerpêanîna bi Saddam dikir, bahsa wê yekê dikir ku heyeta kurdan doza tu garantiyek navnetewî li Iraqê nekiriye. »Çimkî»Mesûd Barzanî gotibû »garantiya esasî baweriya her du aliyan bi hevdu re ye.»

Heyet dereng diket; venedigeriya Kurdistanê di navberekê re ciyê otêla wan hat guhertin. Heta demekê di rojnameyên Ewrûpa de derket ku, hikûmeta Saddam dest daniye ser heyeta kurdan. Lê piştre heyet xwiya bû, derket pêşberî rojnamevanan. Mesûd digot:

-Di gelek tiştan de me li hev kiriye. Hin noxtên piçûk mane. Em hêvî dikin ku wê di demek kurt de peymana otonomiyê bê îmzekirin.

Di raya giştî û ya kurdan de dihat gotin ku Mesûd Barzanî xeber rêkiriye pey Celal Talabanî ku were Bexdayê ku her çend nuxtên mayî jî bên munaqeşekirin û peyman bê îmzekirin. Lê li aliyê din dihat gotin ku Celal Talabanî jî daxwaz li Mesûd Barzanî kiriye ku vegere Kurdistanê, li hev rûnin, netîcên guftûgoyan muzakere bikin. Hê beyanên Mesûd Barzanî derdiketin ku li Bexdayê li hêviya Celal Talabanî ye, Celal Talabanî çû Êstenbolê, civîna Enternasyonala Sosyalîst. Piştî civînê jî li wir mudetekî ma. Reîscumhûrê Tirkiyê Turgut Ozal, Erdal Ênonu û Suleyman Demîrel ziyaret kirin. Çend civîn bi rojnamevanan re kirin. Sefaretên hin welatên Ewrûpayê ziyaret kirin, heta hat behskirin ku nerehetiyek wî heye, çûye li nexweşxana Amerîka tedawî dibe. Bi vî awayî rojên Celal Talabanî yên li Tirkiyê zêde bûn. Di vê navberê de Mesûd Barzanî ji Bexdayê vegeriya Kurdistanê. Piştre Celal Talabanî ji Tirkiyê vegeriya. Dr. Mahmûd Osman û Azîz Muhamed jî ji dervayî welêt vegeriyan Kurdistanê.

Saddam hemû sozên xwe jibîrkirine

Cepheya Kurdistana Iraqê li hev civiya, encamên guftûgoyan muzakere kirin. Xuya bû ku hikûmeta Iraqê ew soz û peymanên ku di destpêkê de dabûn kurdan, hemû ji bîr kirine; li hember proja Cepheya Kurdistana Iraqê, wê jî projek pêsniyar kiriye ku tu têkiliya wê bi dayina otonomiyê, bi avakirina demokrasiyê û normalîzekirin û veavakirina Kurdistanê nîne.

Di guftûgoyan de mesela demokrasiyê û ya tixûbê otonomiyê nehatibû zelal kirin. Hukûmetê qebûl nekiribû ku Kerkûk, Sincar, Şêxan, Xaneqîn û Mendelî têkevin nav tixûbên otonomiyê. Hukumetê, îddîa dikir ku piraniya rûniştiyên van deran ne kurd lê ereb in.

Çimkî berî sê salan di 1988-an de hikûmeta Iraqê, qanûnek derxistibû ku ji bilî kurdên sunnî, hemû kurdên êzîdî, fileh û tirkmanên Iraqê û yên Kurdistanê ereb qebûl kiribûn. Digotin ev hemû ereb in.

Mesela normalîzekirina Kurdistanê, yanî vegera kurdan ser cîh û warên xwe, avakirina gund û bajaran, bes ji bo herêmên ku diket nav otonomiyê hatibû qebûlkirin. »Lê»hikûmetê gotibû, »herêmên ji aliyê ewleyî û stratejîk ve girîng divê ne di nav de bin.»Ev »lê»dikaribû bihata wê manê ku, divê veger ji bo ser hidûdê Sûriyê, Tirkiyê û Êranê çênebe û ev der ji nuh ve ava nebin. Xaneqîn û Mendelî, him li ser hidûdê Êranê bûn, him jî nêzî paytext (Bexdayê) bûn, ji aliyê ewleyî ve, nedibû kurdên feylî vegeriyana van herêman, divê kes venegeriyana herêmên petrolê. Mana xwe, bi »lê»yekê mesela normalîzekirina Kurdistanê, dihat pûçkirin û dibû cihê pêkenînê. A din hikûmetê, herêmên kurdî yên ne di nav otonomiyê de nexistibûn çarçeva normalîzekirinê. Di esasî de pirtirîn jî di van cihan de kurd hatibûn talankirin, wêrankirin û mihacirkirin. Erebên şîî û yên din li ser zevî û gundên wan hatibûn bicîkirin.

Hukumetê qebûl kiribû ku qanûneke otonomiyê derkeve, lê divê walî û qeymeqamên herêma otonomiyê bi merkezê ve girêdayîbûna, emin wek berê bi reîsêcumhur ve girêdayîbûna, ji bo parastina hidûdan ordî li Kurdistanê bimana, ji bo parastina ewleyî, îstîkrar û aramiyê pêşmerge bimana, lê bi wezareta hundurîn a hikûmeta merkezî ve bihatana girêdan.

Saddam hin şert danîbûn ber kurdan

Piştî van hemûyan hikûmetê hin şert jî danîbûn ber kurdan.

* Bi îmzekirina peymanê re divê serokên hêzên kurdî (Mesûd Barzanî û Celal Talabanî jî tê de) wek wezîr di hikûmeta merkezî de cîh bistendana.

* Divê partiyên kurdî têkiliyên xwe ji hemû partiyên derveyî welêt û ji hemû dewletan û ji muxalefeta Iraqî (ku hikûmetê digot ev nokerên dewletên dijminên Iraqê ne) bibiriyana, ji nuha pê ve di riya Cepheya Iraqî re (ya ku di serokatiya BAAS-ê de nuha li ser hukme) têkilî bi derva re danîna.

* Divê Cepheya Kurdistanê beyanek derxista, hêzên muttefîk, Suriye, Êran Tirkiye, dewletên ereb yên din protesto bikira, siyaseta hikûmeta Iraqî bi her awayî tesdîq û teyîd bikira.

* Divê ji îmzekirina peymanê û heta mehekê pêşmergeyan çekên xwe yên sivik û heta du mehan çekên xwe yên giran teslîm bikirana.

* Roja peyman bihata îmzekirin, divê hemû radyoyên kurdan bihatana rawestandin.
Ev bûn tiştên ku di guftûgoyên 42 rojan de hatibûn diyarkirin.

Cephê civîn li ser civînan kir, di nav xwe de civiyan, bi serokeşîran re, bi hin xelkên naskirî yên din re civiyan. Civînên wan deh panzde rojan ajotin, gelek dîtin û bîr û bawerî hatin munaqeşekirin. Bi tevayî du dîtin di nav kurdan de dihatin diyarkirin ku ev dîtin di nav hemû partiyan de û di nav xelkê de jî hebûn. Dîtinek ew bû ku digot divê em baweriya xwe bi dewletên xerîb, bi hêzên mitefiq, bi soz û peymanên wan neynin. Çimkî ew tu tiştekî berbiçav, tu alîkariyek berbiçav naxin ber destê me. Ji bo me çêtir e ku em karibin bi Saddam re li hev bikin. Ji aliyekî de ew di tarîxa xwe de qasî îro tu carî wiha zeîf nebûye. Ku ne îro be û ku ne Saddamê niha be em nikarin peymanek maqûl bi kesî re bidin îmzekirin. Eger were û Saddam bikeve, yekî din têkeve şûna wî, wê wek Saddam ji dinyayê ne tecrîtkirî be, wê ewqas ne rûreşkirî û bê dost be. Emê wek demên kevin li hember wî bê dost û heval û tecrîtkirî bimînin. Miletê me jî piştî van 30 salan, ewqas talan bûye, ewqas ji cîh û warên xwe hatiye rakirin, ewqas hatiye kuştin, îdî taqet tê de nemaye. Hela vê şikestin û mihaciriya dawî, bi temamî ew perîşan kiriye. Hema çawa be jî em peymanekê bi Saddam re îmze bikin, milet vegere ser warê xwe, bi cîh bibe, rûyê aştiyê bibîne, nema koç bike, bê kuştin, ev jî îro ji bo me bes e.

Dîtinek din jî hebû digot erê belkî ev hemû kêm zêde rastiyên me ne, lê şertê ku Saddam dide ber me, ne mumkun e rehetî û aramiyê ji miletê me re bîne, rê nade ku miletê me bi dilrehetî vegere ser cîh û warên xwe, ne mumkun e ku baweriyekê di nav milet de peyda bike. Tiştê ku Saddam ji me dixwaze ew e ku em û miletê me em hustiyê xwe dirêj kin ber kêra wî. Baş e, em guftûgoyan bi hikûmetê re bidomînin, lê rewşa Saddam, ya miletê me û rewş û mewqifê dinyayê, dewletên Ewrûpa li hemberî pirsa kurdî û li hemberî rejima Saddam û bi taybetî şexsê Saddam ne di wê noxtê de ye ku em hemû şertên giran ên Saddam qebûl bikin. Dinya serê Saddam dixwaze. Êro Saddam nikare êrîşê bîne ser me. Mutefîkan soz dane ku Saddam êrîşê bîne ser miletê kurd, mitefiq wê lêxin. Mutefîk daxwaz dikin ku em jî êrîşê nebin ser ordiya Saddam. Em ji xwe ne terefdarê wê yekê ne ku şer bikin. Miletê me, westiyaye, perîşan û derbeder bûye. Naxwaze şer bike, lê bi sed hezaran pêşmerge û çekdarên me hene. Êrîş were jî em dikarin xwe biparêzin. Loma jî em zû bi zû hema rejîm çi da me jî, em qebûl nekin. Em muhawele bikin ku peymaneke maqûl îmze bikin. Mafekî durust ji bo miletê xwe bi dest xin.

Kurd projeke nuh amade dikin

Di encama munaqeşe û çûnûhatinên qasî panzde rojan de, ev her du dîtin herçî hebûnên xwe parastin jî, gîhaştin wê yekê ku, pêşniyariya hikûmetê ya guftûgoyên 42 rojan neyên qebûlkirin û îmzekirin, ji dêvlê ve Cepheya Kurdistana Iraqê projeyeke nuh hazir bike ku tê de asgarî hedên li ser hemû meselên otonomiyê, meselên tixûb û yên demokrasiyê bên danîn û bi vê projê û vî hedê asgarî ve heyet biçe Bexdayê, dest bi dewreya duduyan ya guftûgoyan bike. Cephê bi her 8 partî û hêzên xwe ve îmze û qebûl kir ku eger ev hedê asgarî ji aliyê hikûmetê ve bê qebûlkirin, bila peyman bê îmzekirin, eger neyê qebûlkirin, bila neyê îmzekirin.

Heyet di meha tîrmehê de ber bi Bexdayê bi rê ket. Di heyetê de Mesûd Barzanî, Celal Talabanî, Samî Abdurrahman, Dr. Mahmûd Osman, Fuad Mahsûm û hin berpirsiyarên din hebûn. Li gor biryara cephê Celal Talabanî ne endamê heyetê bû. Lê ji bo du rojan wê bi heyetê re biçûna Bexdayê, bi hikûmetê û Saddam Husên re rûniştana, ji wan re bidana nîşandan ku li ser guftûgoyan tu cihêfikirîn, di navbera partiyên cephê de nîne, bidana nîşandan ku heyeta di serokatiya Mesûd Barzanî de, temsîla hemû partiyên cephê dike û ev heyet dikare li ser navê wan, hemû guftûgoyan bimeşîne.
Jê pêştir vê carê di heyeta kurdan de hin pisporên di warê huqûq, zimanê erebî û hin meselên din de jî hebûn.

Celal Talabanî sêçar rojan li Bexdayê ma, carek din bi Saddam Husên re rûnişt û vegeriya Kurdistanê. Piştî çend rojan jî derket gerra xwe ya Ewrûpa ya ku destpêka wê Êngiltere bû.

Heta em ji Kurdistanê vegeriyan jî ku 15 roj di ser guftûgoyan re buhurî bûn, tu agahdariyên li ser lihevhatinek tevayî negiheştin raya giştî. Bes di hevdîtinek me de ya bi Celal Talabanî re piştî ku ew ji Bexdayê vegeriya bû, xeberek hat ku heyeta kurd û hikûmetê li ser du nuxtan li hev kirine, lê nuxtên mayîn hîn hemû di munaqeşê de ne. Ew herdu nuxte ev bûn.
Hukumetê mesela normalîzekirina Kurdistanê vegera kurdan ser cîh û warên xwe, paşde rakirina ereban ji ser erdên kurdan, çi di herêma otonomiyê de be, çi jî ji dervayî otonomiyê be, qebûl kiriye.

Ya duduyan jî hikûmetê dev ji wê yekê berdaye ku bi îmzakirina peymanê re radyoyên kurdan bên rawestandin. Li gor lihevkirinê, heta rojnameyên kurdan dest bi weşanê bikin, wê radyo weşanên xwe bidomînin.

Ji roja çûyina xwe ya Kurdistanê û heta vegera xwe, ev agahdarî bûn ku di derheq guftûgoyan de gîhaştibûn me. Loma jî dixwazim nivîsa xwe ya li ser çîrok û rewşa guftûgoyan li vir bibirim, cardin vegerim ser gera xwe ya li Kurdistanê, behsa wê yekê bikim ku me çi dîtin û çi bihîstin.

***

Piştî ku heyeta Cepheya Kurdistanê diçe Bexdadê, em jî daxwaz ji Fransiwa Herîrî dikin ku me verêke nik meqerê Partiya Demokrat a Kurdistana Êranê. Meqerên wan li Kurdistana Iraqê ne.

Fransuwa bi dilxweşî vê daxwaza me bi cîh tîne. Roja pêşiyê bi bêsîmê (têlsizê) meqer ji hatina me agahdar dike, roja din jî pîqabek Land Cruiser tevî şofêr, dide emrê me û me verêdike.

Roj 14-ê tîrmehê ye. Piştî firavînê di wê qileqila germa havînê de, em li pîkaba xwe siwar dibin û serejêr ji Rewanduzê dadikevin. Em berê xwe didin bakurê rojhilatê welêt, ber bi tixûbê Êranê. Ku em Rewanduzê li pişt xwe dihêlin lewha riya Hamilton nîşan dide ku berê riya me li Hecî Umran e. Rê di gelî û dolên kûr û teng re derbas dibe ku çar aliyên wê bi çiyayên bilind û asê hatine rapêçan. Em geh di fetlokên teng û asê re dizîvirin, geh di hevrazên req re hildikişin û geh di nişûvên ji wan asêtir re dadikevin. Carina çiyayên rût ên bi zinarên dêwîn derdikevin pêşiya me ku lûtkên wan digihê esmanan. Carna çiyayên bi darberû û deviyên cûrik xemilandî û hêşîn pêrgiyî me dibin. Çiya bi xwe bejî û bêav dixuyên, hemû lat û zinar in. Lê her carê li dol û geliyekî ya çemek, ya kaniyek derdikeve pêşiya me. Dehl û dar yan jî goristanên ku car bi car em pêrgî dibin, nîşan didin ku berê li van deran gundek an avayiyek hebûye. Lê niha tu eser ji xaniyan xwiya nake. Darên meywan, nîv riziyayî, nîv hişk dixuyên, hin guliyên wan hişk û bêpel in, hin jî şîn dikin. Baxçe û rez ji bêxwedîtî beyar mane, gîha, dirik û histiriyên salane ji bejnekê bilindtir di nav wan de bilind bûne, bendê rezan ji dirî û histiriyan xwiya nakin, mêwên tirî, tiyeg û şaxên xwe bê ser û ber bi her aliyî ve berdane. Carina li ber çem an dehlekê em rastî hin xirbeyan tên, ku hin çadir yan kon li ser wan hatine vegirtin, yan hin holik hatine çêkirin, pîrek û zarok di bin wan yan li der û dora wan dixwiyên. Nêzî wan holikan carina hin bîstanên sebze ber bi çav dikevin. Tê famkirin ku hê nuh hatine çandin. Ev, xwediyên van gundên xerakirî ne. Piştî serîhildanê hatine li ser warên xwe, çadir vekirine, yan holik çêkirine; ji bo ku hê ne xwiya ye wê çi bi qedera Kurdistanê were, kesî dest bi avakirina xaniyan nekiriye. A wiha bi koçerî jiyanek perîşan a rojane dijîn.

Di esasî de ji Zaxoyê heta Qeladizê û Helebçê seranserî Kurdistanê bi vî awayî ye. kurd di warên xwe yên wêrankirî de jiyanek koçerî dijîn. Li ser warên xwe yên xerakirî, li ber çem an kaniyekê li devê riyekê, li bin siya zinarekî misêwa meriv rastî çadir û holikan tê ku çend serî tê de xwiya dikin.

Ber bi Çiyayê Qendîlê ve

Piştî demekê em digihîjin duriyanekê. Yek ber bi bakur de berê xwe dide Hacî Umran, ya din ber bi rojhilat de diçe Qeladizê. Meqerê Merkezî yê PDK-Êranê li ser riya Qeladizê ye. Em riya Hacî Umran li ser milê xwe yê çepê dihêlin û berê xwe didin rojhilat. Qederekê em diçin, li ser milê rastê, çiyayê Zozik bixêrhatinê li me dike, piştre ji dûr ve zincîreçiyayên Qendîlê xwiya dikin. Çiyayê Qendîlê dikişe heta tixûbê Êranê û çiyayê herî bilind ê Kurdistana Iraqê ye; ciyê wî yê herî bilind ji aliyê nizar ve sal dozde meh berf ji serî hilnayê. Tim berfa teze ya salê li ser ya par dibare.

Em xwe digihînin quntara çiyayên Qendîl û quntar bi quntar diçin. Meqerê PDK-Êranê ji aliyê beroj de xwe spartiye pala çiyayê Qendîlê. Navê dola ku meqer lê ye Dolê ye û çiyayê ku ew li quntarê ne, navê wî Biye ye. Li hemberî wan, deştek teng a bi navê Nawdeşt heye, piştî vê jî li hemberî wan çiyayê bi navê Zêrînekêw bilind dibe. Çiyayê Biye ji nîvî pê ve bê dar û ber e. Lê giyayê çiyê hê baş ne behiyaye, hêşîn dike. Gava meriv lê temaşe dike meriv dibêje qey hê destpêka buharê ye, yan jî ciyê mêrg û avzêyê ye. Xuya ye berfa vir ne ji zû ve heliyaye. Çiya asê ye. Cî cîna zinarên mezin in . Hisek wilo dide mirov ku ev çiya warê pezkoviyan e jî.

Gava em digihîjin texma Doleyê, em ji riya qîrkirî ya Qeladizê vediqetin, li ser milê çepê berê xwe raste rast bi hevrazî didin çiyayê Biye. Dole ji binya gelî heta nîvê zêdetir ê çiyê bi dar û berên himbiz ên fêkî û bêber wek daristanekê hêşîn dixwiyê. Riyek zirav a ziftkirî hildikişe û di nav daran de winda dibe. Şofêr dibêje ku PDK-Êran heta meqer ev rê daye ziftkirin da ku karibe riya meqer ji mayinan biparêze. Em qederekê hildikişin û li ber xaniyekî radiwestin ku pêşmerge li ber rê ne û kontrola çûn û hatinê dikin. Pêşmergên PDK-Êranê ne. Em dadikevin, silavê li wan dikin, xwe bi wan didin naskirin û dibêjin ku »em mêvanên partiyê ne, haya Deftera Siyasî ji hatina me heye».

Li Meqerê Deftera Siyasî

Bixêrhatinê li me dikin û me dawetî hundur dikin, ava sar tînin didin me di wê navberê de bi telefonê Deftera Siyasî ji hatina me agahdar dikin. Piştî çend deqan deftera siyasî dibêje bila derkevin jor. Pêşmergeyekî didin kêleka me, em bi pîkabê hildikişin jor, li nav dar û beran, li ber çend xaniyên nizmik lê şêrîn avakirî, disekinin. Li der û dorê ji her 10‚20 metran carekê hin avayiyên wek van hene. Her der bi darê mêwan dagirtî ne, piranî darên gwîzan in. Li ciyên vekirî bîstan hatine danîn, şitlên bacan, îsot û firingiyan, lemên zebeş (şûtî) petêx (gundor), kundir (kulindir) û xiyaran dixwiyên. Ber xaniyan, dor û berên dîtir bi gul û çîçekên çandî hatine xemilandin. Aveke sar û zelal ji jora çiyê bi xuşexuşek nazenîn di bin siya daran re diherike. Bi lûlên hesin av li kampê hatiye belav kirin, li hin deran şirîna avê ye ji lûlan diherike, hin jî bi muslixan hatine zeftkirin. Her der paqij e, rêk û pêkiyek dilxweşkir dikeve ber çav. Ji bingehek (meqerek) leşkerî yê pêşmergeyan zêdetir, hewa havîngeheke zozanî li ser meriv dihêle.

Sekreteryat avayiyeka bi rêk û pêk e

Em diçin li ber avayiya sekreteryatê radiwestin. Zilamekî li dor 35 salan tê bixêrhatinê li me dike û me dibe hundirê avayiyê. Masayek û çend sendeliyên pak li dorê ne. Li aliyekî dîwêr xerîteyeke mezin a Êranê dardekirî ye ku gundan jî nîşan dide. Li aliyê din rismekî şehîd Dr. Qassemlo dardekirî ye. Zilamê ku di sekreteyatê de kar dike, xwe bi me dide naskirin. Navê wî Kak Qasim e. Kak Qasim dibêje:

– Li qusûrê menêrin, ne Dr. Seîd (Sekreterê PDK-Ê) ne jî ji Deftera Siyasî kes nuha li vir tunene. Hemû li jor karê wan hene. Heta gavek din wê werin. Hûn niha li îstireheta xwe binêrin.

Piştî esir e, ro li ber avabûnê ye. Ji bilî du endamên Deftera Siyasî ya PDK-Ê nasîna min a şexsî bi kesî din re tuneye. Berî şehîdbûna wî çend caran min û Dr. Qassemlo li derveyî welêt hevdu dîtibû û nasîna me ya şexsî bi hev re çê bûbû. Yên din jî Mele Abdullah Hesenzade û Kak Hesen Şerîfî bûn. Hesen Şerîfî jî min di dema şehîdbûna Dr. Qassemlo de li Parîsê nas kir. Ez pirsa herduyan dikim. Kak Qasim dibêje:

– Mamoste Mele Abdullah niha ne li vî meqerî ye. Hesen Şerîfî berpirsiyarê kar û barê ragihandin û ilmî ye. Nuha bi karûbarê weşandina radyoyê ve mijûl e. Gavek din ewê jî bê.

Gava meriv diçe mêvandariyê, eger nasekî meriv ê şexsî li wir be, dilê meriv pirtir rehet e, germî û samîmiyet zûtir peyda dibe û meriv xwe rehettir hîss dike. Çayên me tên, em vedixwin. Piştî demekê endamê Deftera Siyasî Kak Mustafa tê, em bixêrhatinê li hev dikin, zû samîmîyet û germî di nav me de peyda dibe.

Êvarê dora me şên dibe

Piştî roava, hê ku baş tarî neketiye erdê Dr. Seîd û Hesen Şerîfî jî tên ew jî bi dilgermî pêşwazî li me dikin. Di wê navberê de merivekî navsere, hinekî qelew, gopalek di destan de hêdî hêdî bi hevraz hildikişe tê nik me, yên li cem me, me û wî bi hev didin naskirin. Ew mamostê Unîversîta Silêmaniyê yê edebiyata kurdî Prof. Êzzedin Mistefa Resûl e. Mamoste dibêje ku:

– Di dema serîhildanê de, min dest û lingên xwe êşandine. Ez li Silêmaniyê tedawî dibûm. Piştre ji min re gotin ku ji bo nexweşiya te ciyê herî baş niha nexweşxana PDK-Êran e. Êmkanên tedawîya kulturfizîkê li wir hene. Here li wir him îstîrahet bike him jî tedawî bibe. Loma ez jî niha li vir im.
Em ji partiyê re bahs dikin ku pişt re em dixwazin biçin Qeladiza wêrankirî bibînin. Loma me pîqab û şofêrek aniye. Ew diyar dikin ku ji bo vê yekê ne hewce ye ev pîqab li vir bimîne. Dibêjin »hûn bixwazin biçin ku derê îmkanên me hene, em ê we bibin wir». Loma em şofêrê xwe paşde vedigerînin Rewanduzê û em li wir dimînin.

Wextê şîvê em hildikişin ber avayiya Deftera Siyasî. Li ber wê holikek heye ku bi dêliya tirî û gul û çîçekên wek pêçek û leflefokan ser û dora wê hatiye girtin û xemilandin. Masek dirêj li bin wê hatiye danîn, sandalye û sire li dorê hatine rêzkirin. Li ser masê ji rihanên xatûnî çend qevd di nav qedehan de hatine danîn, teyfik, kevçî û çetel li ser masê hatine rêzkirin. Qedehên vexwarinê jî amade ne. Ji bo vexwarinek aperatîf vîskî û votka tê ber me. Her hin ji hinekê vedixwin. Kebab û cîgera sorkirî tê ber seletê. Pişt re şîva germ; birinc û awayek xwarina sebze ya firinkirî tê. Bi wê re jî yê ku bixwaze şerab yan bîrayê vedixwe. Elektrîkên kampê pêketî ne, di bin darên bilind û himbiz de ber û der û dora avayiyan rohnî dikin.

Şeveka hênik a havîna zozanî ye. Li esmana stêrk diçirûsin, dengê beqa û çirçirkên havînê di zelaliya şevê de belav dibin.

Li ser şîvê sohbeteke germ û şêrîn dest pê kiriye. Em geh li ser rewşa Kurdistana Iraqê, perîşanî û awareyiya milet dipeyivin, geh sohbet vedigere ser rewşa Êranê û bi taybetî ya Kurdistana Êranê. Geh jî li gor guhertinên cîhanî, têkiliyên bi Ewrûpa re, rewşa Tirkiyê, siyaseta wê ya muhtemel a li ser kurdan tê zimên.

Mamoste Êzzedîn bi tecrubên xwe yên salan berpêş tê

Mamoste Êzzedîn Mustefa Resûl însanekî zana û xweş sohbet e, umrekî dirêj buhartiye, di warê xwe de xebateke dûr û dirêj kiriye. Xwiya ye tu caran ji xebata siyasî ya kurdewariyê jî dûr neketiye. Berê bi komunîstan re bûye, a nuha ne di tu partiyê de ye. Geh behsa xortaniya xwe dike, geh behsa mayina xwe ya li Sûriyê a dawiya salên 50-yî dike, geh vedigere ser şoreşa ji 60-î vir de ya Kurdistana Iraqê, geh behsa mayîna xwe ya li Sovyetê dike û geh jî vedigere ser wê yekê ku çawa bi otomobîlê ji Iraqê di Kurdistana Tirkiyê re derbas bûye çûye Ewrûpayê û careka din vegeriyaye. Hafizeyek wî ya xurt heye, hemû bîranînên xwe bi zelalî bi cî û war û tarîx bi nav dike. Car bi car li ser komunîzmê û partiyên komunîst ên herêmê bi Dr. Seîd re dikeve munaqeşên piçekî sert. Ne pir bi dilê wî ye ku Dr. Seîd bi hişkî rexnê dibe ser wan. Erê ew jî qebûl dike ku şaşîtiyên wan gelek in, lê cardin dilê wî piçekî bi ser wan ve ye.

Sekreterê PDK-Êran Dr. Seîd

Dr. Seîd, navê wî yê eslî Dr. Sadiqê Şerefkendî ye. Birayê piçûk ê şairê kurd ê mezin Hejar e. Li Ewrûpayê kîmya xwendiye. Berî Şoreşa Îslamî ya Îranê li Unîversîta Tehranê dersên kîmyayê dida. Di dema Şoreşê de bi aktîfî ciyê xwe di nav PDK-Ê de girt, piştre bû endamê Deftera Siyasî ya Partiyê. Bi dû şehîdbûna Dr. Qasemlo re bû sekreterê partiyê. Bê tawîz xeta partiyê ya dema Dr. Qassemlo dimeşîne.

Bi bejna xwe însanekî ne wer girs û bi qelafet e, heta hûrik tê hesabê, porê wî seranser sipî bûye, lê tu nîşanên îxtiyariyê di laş û tevger û ruhê wî de diyar nabin. Devê wî tim li ken e, şên e, li ciyê xwe nasekine, misêwa dilebite. Tu dibê qey enerjiyek dagirtî ye naxwaze di qalibê xwe de bimîne, dixwaze biherike biçe. Sohbetxweş e; hazircewab e û li hesabê wî neyê bi bişirokî carnan kevira di der û dora xwe werdike.

Sohbet li ser rewşa Kurdistana Îranê

Ez behsa wê yekê dikim ku van çend salên dawî, bi taybetî jî piştî buhran û şerê xelîcê, di raya giştî de perdeyek bêdengiyê ketiye ser rewşa Êranê û Kurdistana Êranê. Dixwazim bêjim ku tu deng ji muxalefeta Êranê û xebata kurdan nagihê cîhanê.

Eger bi temamî reda min neke jî, dide xwiyakirin ku bi temamî ne bi tehlîla min re ye. Bi bawerî û hêviyek xurt behsa xebata pêşmergeyên Kurdistana Êranê dike ku ji Kermanşan heta Şikakan di nav milet de digerin, operasyonan dikin, propoganda û kar di nav miletê de dikin. Dibêje ku şexsiyen hin cahşên rejim ne tê de ji sedî sed kurd li dijî rejim in, siyaseta PDK-Ê teswîb dikin, xwedî li xebatê û pêşmergeyan derdikevin. »Eger ne ev rewşa milet bûna»dibêje »pêşmergeyên me bi van çalakiyên han li seranserî Kurdistanê nikarîbûn xwe biparastana». Ji aliyê rejim de jî, dide diyarkirin ku dubendî di navbera yên ser hukum de peyda bûye. Hin jê xeta Xumeynî ya berê dimeşînin. »Lê»dibêje »Rafsancanî û taqimên xwe têgihîştine ku bi vî awayî nameşe, têkiliyên xwe bi Roavayiyan re xurt dikin, guhertinan di siyaseta xwe ya derva, hundurîn û ya îktîsadî de dikin». Qasî ku ez ji Dr. Seîd tê digihêm, dixwaze lê bibêje ku wê di demek ne dûr de li Êranê jî guhertinên nuh bibin. Bi bawer e û bi hêvî ye.

Ber bi nîvê şevê em dawî li sohbeta xwe ya germ tînin. Xuya ye ji zû ve xewa Mamoste Êzzedîn Mistefa tê, carina dihênije serê wî ber bi masê ve dadikeve jî. Ji bo em pir eziyetê nedin wî jî, em radibin, diçin ciyê xwe yê razanê mêvanxana Deftera Siyasî.

Mêvanxana Deftera Siyasî

Di mêvanxanê de du odên razanê li hemberî hev û salonek di navbera wan de ye, li pişt salonê tuwalet û hemam û destşoyek heye. Şofbenek li wir hatiye danîn, çi wexta meriv bixwaze di mûslixan re ava sar û germ tê. Odên razanê her yek du qaryole tê de ne, nivînên paqij li ser wan bi rêk û pêkî hatine raxistin. Masek û du sandalye di her odekê de ne û refikek xweşik ji çîmento di quncikekî odan de hatiye çêkirin. Li ser her refikekê rismekî şehîd Qassemlo di nav çerçewê de hatiye danîn, bi bişirokî li meriv dinêre. Ode gelek bi rêk û pêk in, şimik lê hene, bi nîzam û întîzama xwe meriv dibê qey du odên hotêlên turîstîk ên Ewrûpayê anîne li quntara çiyayê Qendîlê danîne.

Em bi kêfxweşî dûşa xwe ya germ û sar dikin û belkî jî ji roja ku em hatine cara pêşîn dikevin xeweke şêrîn.

Roja 15-ê mehê bi hilatina rojê û derketina wê di pişt çiyayê Qendîlê re em radibin taştiya xwe dixwin û haziriya programa rojê dikin. Do êvarê programek ji me re hat çêkirin. Berî nîvro emê li kampê bigerin, jiyana rojane ya kampê bibînin. Piştî nîvro em ê biçin Fêrgeha Kampê ciyên ku pêşmergeyên nuh lê hîndekariya siyasî û eskerî dibînin. Piştî wê jî bi pîqabê em ê biçin Qeladizê bibînin û êvarê cardin vegerin kampê.

Nexweşxana Kampê

Piştî taştê Kak Qasim dikeve pêşiya me, me li kampê digerîne. Pêşiyê em diçin nexweşxana kampê. Mesûlê wê, birayê Dr. Qassemlo ye. Ênsanekî navsere yê gelek muhterem e. Bixêrhatineke germ li me dike û ode bi ode, cî bi cî me li nexweşxanê digerîne.

Gava em li nexweşxanê digerin, bi rastî jî em ecêbmayî dimînin ku çawa nexweşxaneke ewqas tekûz li vî çiyayî hatiye avakirin. Ji aliyekî de jî serê me bi xwe jî pê bilind dibe.

Li nexweşxanê, oda payîna nexweşan, klînîk, laboratuar, ciyê emeliyatên giran, ortopedî, salona jîmnastîk û kulturfizîkê, dermanxane, oda doktorê dirana, odên nexweşan, yên pêşmergeyên birîndar, beşê nexweşiya pîrekan û yê zarokan heye. Hemû cî jî li gor beşê xwe bi alet û teknîka modern hatine dagirtin. Doktor, hemşîre, laborant û ebe li ser karê xwe ne.

Piştî em li nexweşxanê digerin, em dertên û li bin çardaxek piçûk rûdinên sohbet dikin. Ji aliye kî de jî em çaya xwe vedixun. Birayê Dr. Qassemlo dide xwiyakirin ku nexweşxane ne bes ji bo pêşmergeyên partiyê ye, ji der û dorê kurdên Iraqê, gundî jî ku nexweş bin tên li vir teşxîs û tedawî dibin. »Lê»dibêje »ji aliyê doktoran em piçekî tengasiyê dikşînin. Niha du doktorên Fransizî û hemşîrek Fransizî li nik me ne. Ji teşkîlata Doktorên Bêsînor in. Yek ji wan van rojan çûyê îznê, niha doktorekî me tenê heye». Ez dipirsim ku tu doktorên kurd li nexweşxanê nînin, bersîva wî dibe »gelek mixabin ku na». »Me gelek caran muhawele kir ku doktorên kurd werin, li vir kar bikin. Lê mixabin tu kes nehat».

Em bi dilşikestinekê ji wir radibin, cardin dest bi gera xwe dikin.

Em diçin avayiya aşpêjiyê û ciyê nanxwarinê salonek fireh û dirêj e, li aliyekî pencerek vedibe metbaxê. Bi usûla selfservis xwarin tê xwarin. Li rex her du dîwaran û di orta salonê de hin sirayên dirêj seranser hatine danîn, kursî li ber wan in. Yên li kampê mesûl û pêşmerge hemû bi hev re li vê salonê nan dixwin. Tebeqên xwarinê ji wan tepsiyan in ku sê cur xwarin bi hev re dikevin wan. Bi dorê herkes radike tepsîka xwe diçe ber pencera metbaxê, xwarina wan li wir tê dagirtin, tên li ber masan rêz dibin, xwarina xwe dixwin û tepsiya xwe paşde dibin li cihekî datînin ser hev. Saloneke tam mukemel a selfservisê.

Kutubxane jî heye

Piştre em diçin kutubxana meqerê. Refên hesinî ji qatiya heta jêr rex bi rexê dîwarên salonê hatine danîn û kitêb ser hatine rêzkirin. Bi kêmasî 3‚4 hezar kitêb tê de ne. Hemû bi naylon hatine cildkirin. Bi farisî, kurdî, erebî, zimanên Ewrûpî kitêb tê de ne. Kak Qasim dibêje ku ev ciyê wan ê pênca ye. Heta niha pênc caran ciyê kampê guhartine. Di her guhartinê de ev kitêb jî wek hemû lazimiyên xwe yên din li pişta qantira kirine û birine ciyên nuh. »Helbet di koçbarbûnek wiha de»dibêje Kak Qasim »em çiqas guh bidinê û îhtîmamê pê bikin jî zirarê dibînin. Netîce ji hemû koçan yê mayî ev e».
Li naverasta salonê çend mase li kêleka hev hatine danîn û her yek hin sandalye li dora wê ne. Mase û sandalyek jî nêzî derî ye ku ev ya berpirsiyarê kutubxanê ye. Kî kitêbek jê re lazim be divê were ji berpirsyar bixwaze.

Ji kutubxanê hinekî wêdetir sê avayiyên li dor hev hene ku dibêjin ev cî îstîrahetgehên pêşmergeyên kal û yên seqetmayî ne. Li gor kalî û seqetiya wan ev der hatine raxistin. Karê ku ew dikin li gor wan in. Di demên xwe yên vala de jî dora xaniyên xwe bi gul û çîçekên rengareng xemilandine.
Ji wir em diçin postexana kampê ku merkeza telefona ji bo avayiyên kampê ye. Di Dolê de û heta serê çiyayê dora kampê gelek avayî hene ku di riya xeta vê telefonê re dikare ragihandin û xeberguhaztinek bi hev re çêbibe. Telefon, sîstemek manuel a ji modelên kevin e, lê xuya ye karê kampê bi rehetî bi cî tîne.

Dikan û serşoya kampê

Ji wir em diçin merkeza elektrîkê û tamîrxanê, piştre em diçin firina kampê dibînin. Ji wir wêdetir jî dikanek ji bo kirînfirotina lazimiyan hatiye çêkirin. Li rex wê jî serşoyek hatiye avakirin.

Kamp li çend cîhan bi çekên li dijî teyaran hatiye parastin û li rex her dusê avayiyan, şargehên binerdîn hatine avakirin ku di dema êrîşên teyeran de rûniştiyên kampê xwe tê de veşêrin û biparêzin.

Wek berê jî hat bahskirin li aliyekî kampê jî avayiyên Deftera Siyasî, ya sekreteryatê, mêvanxana wan û cihên razana wan hatine avakirin. Li aliyekî din jî hin avayî hene ku pêşmergeyên zewicandî û xwedî zarok lê dimînin. Ciyê weşana radyoyê jî heye ku firsend çênebû em biçin bibînin.

Ber bi Fêrgehê ve

Piştî firavînê, pîqabek ji bo me hat amadekirin. Emê pêşiyê biçin fêrgeha kampê ziyaret bikin, piştre jî berê xwe bidin Qeladizê. Bi pîqabê em dikevin rê hevraz bi çiyê de hildikişin, rê ji vir û pê ve ne ziftkirî ye, teng û hevraz û bi fetlok e. Bi rê de Kak Qasim behsa wê yekê dike ku heta krîza Xelîcê dest pê nekiribû, gelek caran teyarên Êranê êrîş dianîn ser kampê. Lê ji vê krîzê û vir de, êrîşên teyaran nehatine. »Lê»dibê kak Qasim »sîxur û sabotoran bi dizî dişînin der û dora kampê, li ser riyên çûn û hatinê mayinan datînin. Demek berê, konvoyek me rastî mayinekê hat, çend pêşmergeyên me yên di cîba pêşîn a konvoyê de şehîd bûn. Kak Mustafa (endamê D. S.) di konvoyê de bû û cîba duduyan ya wî bû. Hema bi zorakê ji mirinê filitî. Loma em mecbûr in ku der û dora kampê û riyan baş kontrol bikin.

Piştî demekê em digihîjin fêrgehê. Mamostên wê bi dilgermî pêşwazî li me dikin. Em rûdinin, çayê vedixwin, li ser rewşa Kurdistana Tirkiyê li ser pirsên sosyalîzmê sohbet û munaqeşe dikin. Berpirsê fêrgehê, endamê D.S. ye, felsefe xwendiye û berî soreşê mamostê felsefê bûye. Bi heyecanek mezin hezkirina xwe ya li ser pirsên felsefîk nîşanî me dike.

Emê li avayiyên fêrgehê bigerin, lê, ew dixwazin pêşiyê agahdariyekê bidin me, ka li vir çi tê fêrkirin û çawa tê fêrkirin. Berpirsê fêrgehê dest pê dike:

– Vir ciyê fêrgeha merkezî ye; pêşmergeyên ku nuh xwe digihînin şoreşê tên hînkirin. Di sê waran de em wan hîn dikin. Warek jê yê xwendinê ye. Ev ji bo wan kesan e ku qet xwendin û nivîsandinê nizanin, yan jî bi farisî xwendine, lê xwendin û nivîsandina kurdî nizanin. Ji bo wan dewreyek întensîf a 15 rojan heye. Yên qet xwendin û nivîsandinê nizanibin di van panzde rojan de hînî xwendin û nivîsandina alfabê dibin, piştre diçin warên din ku li wir jî ber bi hîndekariya siyasî û eskerî, fêrkirina xwendin û nivîsandinê ji bo wan dom dike. Çimkî 15 rojên pêşîn ji bo kesên wiha têr nake. Yên berê di dibistanên farisî de xwendibin, hînkirina xwendin û nivîsîna kurdî ji bo wan hêsantir e. Ew di van 15 rojan de hîn dibin û diçin warên din.

Fêrkirina siyasî û eskerî

Warê duduyan yê fêrkirina siyasî ye. Di vî warî de em dersên li ser coxrafya, tarîx û rewşa niha ya kurd û Kurdistanê, rewşa cîhanê, naskirina rejîma Êslamî, siyaset û programa partiyê, naskirina perçên Kurdistanê yên din didin wan. Piştre li vir hînî wê yekê dibin ku rejim ji jiyanê çi fahm dike û partî ji bo milet jiyaneke çawa dixwaze. Hînî rabûn û rûniştinê, jiyana hevaltî, alîkarî û piştgiriya bi hev re, muamele û têkiliyên bi xelkê re dibin. Heta em wan hînî wê yekê dikin ku çawa serê xwe bişon, xwarinê bixwin, xwe paqij, sihî û bi moral bihêlin, Û gelek tiştên wek van.

Warê sisiyan jî yê eskerî ye. Di vî warî de hînî ferqa navbera leşker yan pasdarekî û pêşmerge dibin. Hînî wê yekê dibin, ku pêşmergetî ne mêrkujî ye, wazîfa wî ew e ku di esasî de makîna leşkerî ya li Kurdistanê bişkîne û ji hev bixe. Piştre hînî bikaranîna çekên sivik û giran dibin. Çekên herî giran ên ordiyê, em bi wan didin naskirin, ku rojekê ket destê wan da jê fam bikin, yan bi kar bînin, yan jî ji bikarhatinê bixînin. Em wan hînî operasyonên leşkerî dikin ku çawa êrîş bikin, xwe biparêzin yan paşde vekişin, birîndarên xwe xelas bikin, çawa hişyar bin, hay ji dora xwe û fealiyatên dijmin hebin û h.w.d.

Fêrgeh wek kompleksek zanistiyê ye

Piştî van agahdariyan, em li fêrgehê digerin ku ji gelek avayiyan pêk hatiye; ciyê mamoste û mesûlan, dersxanên fêrgehê, salona xwarinê ku salonek fireh e û bi usûla self servis xwarin lê tê xwarin. Ev salon bi wî awayî hatiye avakirin ku li aliyekî sahnek tê de hatiye çêkirin ku wek salona tiyatro û sînemayê jî di kare bê bikaranîn. Berpirsiyarê kampê dibêje:

– Ev der ji bo aheng, semîner û konferansan, ji bo piyes û fîlmên sînemayê û yê vîdeoyan tê bikaranîn. Fîlmên ku em nîşan didin carinan ên hîndekariyê ne, carna jî hunerî ne.

Piştre em diçin qawîşê, ciyê razana pêşmergeyan; ranze duqatî ne, paqij û bi rêk û pêk in. Li aliyekî din avayiyek heye ku grûbek pêşmergeyên xort tê de haziriya ahengekê dikin. Aletên muzîkê, saz, keman, darboqe, zîl, def, trampet û hwd. tê de ne. Koroyek stranan dibêje. Gava em diçin nik wan xortekî Şikakî ji bo me straneke Kurmancî dibêje, hevalê wî jî jê re li sazê dixin. Li dersxanekê, xort di dersê de ne, em îznê dixwazin û dikevin dersxanê. Nêzî 25‚30 xort in li ser sirayên xwe rûniştine. Em hinekî bi wan re sohbet dikin. Ew jî behsa wê yekê dikin ku çima hatine vir, bûne pêşmerge û çima berê xwe dane têkoşîna şoreşgerî. Çavên wan bi hêviyên mezin diçirûsînin, gupegupa dilê wan e ji heyecana destpêka jiyanek nuh a serbilind. Em xatir ji dersxanê dixwazin û derdikevin.

Li rex salona xwarinê meydanek hinekî fireh heye, ku him ji bo jîmnastîk û talîma eskerî tê bikaranîn, him jî wek saha voleybolê bi kar tê. Li fêrgehê wek li kampê, erdên der û dorê hatine çandin. Şitlên îsot û firingiyan, lemê zebeş, petêx û xiyaran, hêşînayiyên din xuya dibin. Fêrgeh jî wek kampê, paqij û rêk û pêk e. Bi rastî jî gava xortek ji jiyana gundê xwe veqete û were vê jiyana rêk û pêkî a bi întîzamek dilovanî û hezkirinê bibîne, ne mumkun e ku nebe însanekî nuh.

Piştî gera li fêrgehê, em sipasî berpirsan dikin, xatir ji wan dixwazin û berê xwe didin Qeladizeyê.

***

Pîqaba me ji zozanên çiyayê Biye ber bi nişûvî dadikeve Nawdeştê, xwe digihîne ser cada qîrkirî ya navbera Rewanduzê û Qeladizayê, li deştê em berê xwe didin rojhilat. Li aliyekî zincîra çiyayên Qendîl, li aliyê din Zêrînekêw. Deşta kûr û teng û bi fetlok, rê wek marekî reş di nav çiyayan re fetlokan dide xwe û diçe. Piştî Nawdeştê, Deştî Şehîdan tê. Ew jî di nav çiyayan de ye.

Piştî demekê em riya çiyayîn xelas dikin û derdikevin deşteka fireh ku jê re Piştder tê gotin. Li aliyê wê yê bakur dewama çiyayên Qendîlê dibin tixûbê Êran û Iraqê û ji dûr ve dixwiyên; li aliyê rojava gola Dukan pingar daye ku bi eslê xwe bendavek e.

Em deşt û deşt diçin. Deşteka rast a zîraî ye. Lê ev deşt jî wek herêmên din ên Kurdistanê, hatiye wêrankirin, gund hatine xerakirin. Erd beyar mane. Kak Qasim bi me re ye, dibêje:

– Berî serîhildanê li van deran tu mirov nedihatin dîtin, ji bilî eskeran. Emir hebû ku kî bê dîtin, bê îxtar bê gulebarankirin. Li ser van riyan hew makînên eskerî diçûn, dihatin.

Lê îro xelk cardin hatine ser warên xwe. Çadir, kon yan holikên xwe danîne. Li deştê em tên di nav gundekî re derbas dibin ku hemû avayiyên wê hatine hilweşandin. Kak Qasim dibêje:

– Ev esas du gund in. Yê pêşî piçûk e, Cahşawa ye, yê din nahiye ye, Sengeser e. Em ji Sengesera wêrankirî piştî kişandina hin risman derbas dibin, diçin. Deşt fire ye, mintiqa çiyayî hê dûr xwiya dike. Ez difikirim ku Qeladiza hê gelek dûr e, li wê herêma çiyayî ye. Lê piştî deh deqîqeyan ku em li dor girekî difitilin, li naverasta deştê bajarekî hilweşandî derdikeve pêşiya me. Kak Qasim dibêje:
– Va ye Qeladiza.

Ez carek din ecêbmayî dimînim. Qeladiza û li deştê? Gava tê gotin Qaladiza bêyî vir de wê de bajarekî çiyayî, asê bi kela û burc di mêjiyê meriv de tê risimandin. Lê va ye Qeladiza li deşta Piştder pahn bûye. Em di ser pireke piçûk re derbas dibin û dikevin nav bajêr. Li destê rastê girek e ku qereqolek nuh hilweşandî li ser e. Bajar wek erdhejek (bûmelerzeyek) xurt di merkeza wê de teqiya be, hedimiye, ne mal, ne dikan, ne mizgeft, ne dibistan û ne jî avayiyên resmî, tiştek li ser piyan nemaye. Rismên Hîroşîmayê yên piştî bomba atomî çawa xwiya dikin, Qeladiza jî li ber çavê me wiha ye.

Nufûsa Qeladiza li dor 45 hezaran bûye. Ji 12 hezaran zêdetir mal tê de hebûne. Di 1988-an de rojekê esker hatine, hemû Qeladizî, ji malên wan derxistine qewirandine, dînamît li stûnê avayiyan girêdane û qeza bi carekê de hilweşandine. Banê xanî û avayiyan hatine, li erdê sekinîne. Niha Qeladizî hatine li ser warên xwe danîne. Hin di holikan de ne, hinan hema molozên bin banê xaniyên xwe maliştine, qulikên wek goran çêkirine û ketine bin wan banên hilweşiyayî yên wek goran. Em di sûka Qeladiza re dajon. Li vî aliyî wî aliyî hin holik an xirbe hatine çêkirin û bûne dikan. Lewhe bi wan ve hatine dakirin, ji lewhan meriv tê digihê ku, hin dikanên kirînfirotinê ne, hin lokante ne, berber, terzî û yên din hene. Carina zarokên piçûk wek çêlikên kevroşkan serê xwe di hin qulan re derdixin û bi çavên mat li me dinêrin. Em fam dikin ku ew der mal e. Şofêrê me dibêje: ku îsal serîhildan çênebûna, di meha gulanê de Rewanduz û Amediye jî wê bi vî awayî bihatana hilweşandin. Lê serîhildanê ew xelas kirin. Em qederekê li nav Qeladiza digerin. Li hin ciyan disekinin, risman dikşînin, derdikevin ser hin xirban û li der û dorê temaşe dikin. Lê kela dilê meriv radibe, bîhna meriv diçike, meriv nikare tehamulî temaşa vê barbarî û hovîtiya han bike. Û meriv nikare tasawur bike ku miletek tevî ewqas zulm û zorê çawa dikare xwe li ser piyan bigre. Ji Zaxoyê va ye em hatin heta Qeladizayê. Her der hatiye xerakirin, her erd û bax û baxçe hatiye wêrankirin û talankirin. Xwiya ye vî miletî ji talan û wêrankirina rejim pêştir tu tişt nedîtiye. Heta meriv bi çavên xwe vê trajediyê, vê wahşetê nebîne meriv tê nagihîje ku vî miletî di dema serîhildanê de çima ewqas avayî û mal û milk û dezgehên hikûmetê yên li Kurdistanê xera kirine, hilweşandine û talan kirine. Rejim di dilê vî miletî de ji kîn û rik û xezebê zêdetir qet ciyê rehm û dilovanî û însanîbûnê nehiştiye.

Êvar e, ro li ber ava ye, divê em cardin vegerin Dole. Li vegerê, em diçin ser gola Dukan jî, piçekî lê temaşe dikin. Goleka mezin û fireh e. Lê li dora wê ne avayî û ne dar û ber hene. Erdeka hişk û rût ji der û dora golê vedikişe. Bes du qeyik ji aliyekî diçin ber bi aliyê din. Di her yek ji wan de çend meriv dixuyên. Riyeke din di ber golê re diçe Ranyayê. Ranya ne dûr e. Lê li me dibe êvar, em naçin wir, paşde dizîvirin Dolê. Gava em digihîjin wir, tarî ketiye erdê. Em şîva xwe dixwin, sohbeta xwe ya şevê dikin, derengî şevê diçin radizin.

Serê sibê bi bilindbûna rojê re, em xatirê xwe ji wan dixwazin û bi pîqaba wan berê xwe didin Rewanduzê. Mamoste Êzzedîn Mistefa Resûl jî bi mi re tê, wê ji wir biçe Şeqlawa. Bi rê de em li ser xebata rewşenbîrî ya kurdên Kurdistana Iraqê û nivîskarên wan sohbet dikin. Mamoste Êzzedîn ji her kesî bi dilovanî behs dike. Pîqab me digihîne Rewanduzê û Mamoste Êzzeddîn Mistefa Resûl jî dibe Şeqlawa.

Wê şevê em li Rewanduzê dimînin, serê sibê di 17-ê mehê de em diçin Şeqlawa, li otêla Liqê 2-yan a PDK bi cî dibin.

Rojên me yên mayîn îdî pirtir li Şeqlawa derbas dibin.

Şer li Hewlêr û Silêmaniyê

Xeber tê ku li Hewlêr û Silêmaniyê şer di navbera leşkerên Iraqî û xelkê de derketiye. Gelek kuştî û birîndar hene, lê rastiya meselê çi ye, kes nizane. Em guhê xwe didin ku her kes xeberê bi awakî neqil dike.

Celal Talabanî di 19-ê mehê de civînekê bi berpirsiyarên YNK yên siyasî û leşkerî yên der û dora Hewlêrê re dike. Du heval diçin beşdarî civîne dibin. Li wê civînê agahdariyên ku Talabanî di derheq şerê Silêmanî û Hewlêrê de dide ev in:

Li Silêmaniyê, di 18-ê mehê de mufrezek pêşmerge bi pîqabê di ber qereqolek eskerî re derbas dibin. Ji qereqolê li wan tê reşandin, du pêşmerge şehîd dibin, yek jî birîndar dibe. Diçin ji qereqolê dipirsin, ew bersîv didin ku yê li pêşmergeyan reşandiye, serxweşek e.

Gava bûyer li nav Silêmaniyê tê bihîstin, xelk û pêşmerge ji bo protestokirina bûyerê meş dikin. Esker vê carê êrîş dibin ser meşê, 20 sivîl tên kuştin; pêşmerge jî li esker direşînin û şer fireh dibe.

11 pêşmerge şehîd dibin, 150 esker tên kuştin, 18 tank tên şewitadin, 11 tank dikevin destê pêşmergeyan. Piştre esker teslîm dibe. Zabit (Subay) jî di nav de 2 500 esker esîr tên girtin. Ji xelkê zêdeyî 200 kesan birîndar in. Piştre 11 tank li ordiyê tên vegerandin.

Li Hewlêrê jî meşek protestoyê pêk tê. Êhtîmal e rêxistina Royte Komunîst (Xeta Komunîst, Rotaya Komunîst ku rêxistinek e nuh a piçûk e li bajaran, çepeke tûj û hişk e) li nav xelkê belavok belav kiriye û bangî meşê kiriye. Eskeran êrîş birine ser meşê. Şer derketiye, piştre top avêtine nav bajêr, du malên cîranên hev bi temamî hedimîne, hemû hatine kuştin. Pêşmergan jî êrîş birine ser leşkeran, xelkê hicûm biriye ser bînaya wîlayetê. Bîna hatiye şewitandin. Ji meşê çar kes hatine kuştin, 500 kes birîndar û girtî hene. Esker û polîs mecbûr mane ji nav bajêr vekişin, derkevin dora bajêr.

Destê kê di meselê de ye

Ev agahdariyên Celal Talabanî ne. Êro ez bi berpirsiyarekî PDK re sohbet dikim, ew ne raste rast be jî YNK sûcdar dike û dibêje pêçîka wan di bûyeran de heye. Li gor radyoyên biyanî Mesûd Barzanî, beyan daye gotiye destê hêzên biyanî di van bûyeran de heye, dixwazin ku guftûgo bi ser nekevin. Hukumeta Iraqê rasterast navê Êranê dide. Li nav xelkê jî tê axaftin ku hin partiyên piçûk ên Êslamî ku ser bi Êranê ve ne, xelk tehrîk kirine ku meş û protesto çêbibin. Radyoya YNK jî îro di xeberên xwe de, reda wê yekê kiriye ku destê derva di bûyeran de heye. Bi rastî destê biyaniyan di bûyerê de hebû tunebû ez nizanim. Lê gava meriv li rewşa Kurdistana Iraqê dinêre, ji bêkarî, bêerzaqî, bêmalî û perîşaniya xelkê, ji rewşa bêserûber û anarşiyê, ji ber kuştin û diziyê xelk hatiye noxtek wiha ku, kî bibêje rabin bimeşin, wê bimeşin. Ji bo meş û protesto û aciziyan, ewqas sebebên ciddî û di cîh de hene ku, tu fêde nade meriv bibêje destê biyaniyan tê de heye. Ger rewş neyê sererastkirin gelek caran bûyerên wiha dikarin rû bidin. Dost jî, dijmin jî wê karibin li pişt bûyerên wiha bin.

Herçi hal, piştî van bûyeran, îdara Silêmanî û Hewlêrê bi tevayî ket destê pêşmergeyan. Leşker ji bajaran hatine derxistin, vekişiyane ordugehên xwe yên li dora bajaran, polîsan çekên xwe danîne, pêşmerge di qereqolên nav bajêr de bi cî bûne.

Waliyên kevin hîn li ciyên xwe ne. Komîtek muşterek di navbera wîlayetê û komîtên cephê de hatiye danîn; bajar muşterek tên îdarekirin, lê ewleyî, aramî û îstîqrara bajaran di bin berpirsiyariya pêşmergeyan de ye.

Çûyîna Hewlêrê

Piştî bûyera Silêmanî û Hewlêrê, di hevdîtinek bi Nêçîrvan Barzanî re, em pirsa wê yekê dikin ka gelo îmkan heye ku em biçin Silêmanî û Hewlêrê. Nêçîrvan dide xwiyakirin ku ev bajar di destê pêşmergeyan de ne, lê der û dora wan di destê leşker de ye. Dibêje:

– Piştî buyerên dawî, hîn xeter ji hundur û der û dora Silêmaniyê ranebûye. Ez bim Silêmanî nuha bimîne. Lê Hewlêrê hûn kîngê dixwazin bila pêşmerge we bibin û bînin.

Mamoste Mele Mehemed jî li nik me ye. her du bi hev dişêwirin, ka kî baştir dikare çûn û hatina Hewlêrê bi ewleyî û rehetî bigre ser milê xwe. Mele Mehemed dibêje;

– Xalit Axa, amirhêzê mintiqa Hewlêrê ye û va ye li vir e. Hewlêrî ye, gelek meriv û nasên wî li Hewlêrê dimînin. Hema ji wî çêtir kes nîne. Nêçîrvan Barzanî, Xalid Axa dide anîn, meselê jê re bahs dike, ew jî bi kêfxweşî qebûl dike. Heta Nêçîrvan dikene, dibêje:

– Ji mêvanên me re firavîneke Hewlêrî ya malê jî çêkin. Dolme û kutilkên Hewlêriyan gelek meşhûr in.

Em ji bo 23 yê mehê li hev dikin.

Roja 23-yê Tîrmehê, piştî taştê, Xalit Axa otomobîl û pîkabekê tîne ber meqerê liqê 2-yan. Çend pêşmerge jî li gel wî ne. Em siwar dibin, pêşiyê diçin ber meqerê Cephê yê li Şeqlawa, Xalit Axa huviyetên resmî û kaxizên îzna çekhilgirtinê ji bo me tîne û em bi rê dikevin. Di pala çiyayê Sorik re em berê xwe didin başûr ber bi Hewlerê de. Divê em çiyayê Sefîn ber bi firehî bibuhurin û paşê dakevin deşta Hewlêrê.

Tankên şewitandî

Herêm çiyayî ye lê ne şaxên asê yên bilind in. Girinî mezin ên bê dar û ber in zêdetir. Rê li gor gir û newalan fetlokên tebîî dide xwe. Piştî 10 km-an ku em di ber girekî re fetlokekê didin xwe li rex rê tankeke eskerî ya şewitandî derdikeve pêşiya me. Piştre yeka din û yeka din û yeka din… Li ser hev em pêrgî heft tankên şewitandî û perçekirî dibin. Xalit Axa dibêje:

– Ev der gundê Korê ye. Di şerê piştî serîhildanê de esker heta vir hatin. Lê li vê noxtê pêşmerge bi şer û berxwedanek qehremanî ew rawestandin. Heft tankên wan bi carekê de hatin şewitandin. Nema karîn gavekê pêşde biçin. Piştre teqerawestan hat qebûlkirin. Korê tixûbê teqerawestandinê ye. Ji vir pê ve îdî kontrol di bin destê eskerên Iraqî de ye.

Gundê Korê li ser rê ye. Rê di nava gund re derbas dibe. Gund bi xwe avî ye û di newalê de ye. Leşkerên Iraqî di destpêka gund de li ser rê qereqol danîne û çûnûhatinê kontrol dikin. Em li ber xeta kontrolê radiwestin, zabitek serê xwe xwar dike di camê re li me dinêre, peyvekê du peyvan bi Xalit Axa re dike û paşê xwe dide aliyî û »oxir be». Teksî û cîba me, bi me û pêşmergen dagirtî, tevî çekên pêsmerge yên sivik û giran (ku ne veşartî ne di destê wan de ne) diherikin û diçin. Piştî gund em cardin fetlok bi fetlok berê xwe didin hevraz. Li serê hevraz ji nişka ve em dikevin nav qeza Selaheddîn. Bajarekî piçûk ê nûavakirî xwiya ye. Avayiyên wê hemû nû û modern in, cadên wê fire ne. Li ser riyan, li dor malan û avayiyên din darên çaman bilind hilkişiyane.

Herder bi esker e

Em li Selahedîn nasekinin. Ji Selaheddîn pê ve rê îdî fetlok bi fetlok ber bi deşta Hewlêrê dadikeve. Fetlokên rê ewqas di ber hev de ne û nişûvî ewqas nêzî şaqûliyê ye ku meriv dibêje qey meriv di pêpelûkan re dadikeve. Lê rê bi xwe asfaltkirî ye, fire ye. Êdî li her derê, li serê her girî, li her newal û fetlokê, li ber her gundî, li ser her pir û çemî em rastî eskerên Iraqî tên. Yan qereqol in, yan kamp vegirtine, yan di kozikan de ne. Di binê çadiran de, li bin siya dar û beran û carinan jî li ser riyan esker dixuyên. Tank û topên wan, çekên wan li gor nîzama şer, her hinan berên xwe dane derekê, li hêviya teqandinê ne. Carinan qamyon û cîbên eskerî diçin û tên. Erê di vê teqenawestanê de ordî li gora şer hatiye bicîhkirin, lê tu disiplîn, nîzam û întîzam û moral di eskeran de naxuyê. Hemû jihevketî, qirêjî û westiyayî dixuyên. Gava em di ber wan re derbas dibin bi çavên mat ên bêmane li pêşmergeyan dinêrin, peşmerge jî bi kîn û moraleke bilind awirên tûj davêjin wan. Hin esker ji xwe di wê germê de hingiya tengijî û westiyayî ne, tu hay ji der û dora xwe jî nemane. Yên ku xofê dixin dilê meriv ne ev leşkerên jihevketî yên pejmurde ne, lê ew tank û topên zêde ne ku berê hemuyan jî li bajaran û li noxtên stratejîk in. Dijminayetî ne di çavên wan eskeran, lê di lûlên wan tank û topan de dixuyên.

Serên çiyayan bi pêşmergeyan dagirtî ne

Gava em xwe digihînin deştê û çiyayê Sefîn û Mesîfê Selaheddîn li pey xwe dihêlin, tu dibêjî qey pêşmergeyek, di çavê min re ramanên min dixwîne, li pişt xwe dizîvire û pêçika xwe ber bi lûtikên çiyê ve ji seriyekî heta serê din dibe û tîne û dibêje:

– Ew lûtikên han seranser tijî pêşmerge ne. Bi hezaran pêşmerge li wir di xeta pêşîn a cephê de ji bo şer amade ne. Roja ku şer derkeve ev ordî wê teslîm bibe û ev çek hemû wê têkevin destê me.

Ji mesîfê Selahaddîn pê ve ber bi başûr de îdî çiya namînin. Deşteka bêserî û binî ya zîraî dest pê dike. Pêşmergeyek dibêje ku »ji vir pê ve heta çolên Erebîstan îdî her û her deşt e».

Piraniya gundên vê deştê jî berî serîhildanê hatine xerakirin û gundî di çend mucemian de hatine civandin. Pêşiyê Çemê Beşdarê. Pasê jî mucemia Mela Omer dertê pêşiya me. »Serokê Mucemiê Şê Me (Şêx Mehemed) bû»dibêje Xalit Axa, »lê di şerê navbera Îran û Iraqê de hat kuştin».

Piştî demekê li deşta rast Hewlêr xwiya dike. Di nava bajêr de jî girekî mezin û bilind dixuyê ku kela Hewlêrê li ser hatiye avakirin. Ji bilî kelê û avayiyên der û dora wê bajar hemû di rastê de ava bûye. Berî ku em têkevin bajêr qereqola noxta dawî ya qereqola leşkerî ya Iraqê li ser rê hatiye danîn. Ji vê pê ve îdî di nav bajêr de kontrol ne di destê leşker, lê di destê pêşmergeyan de ye. Bêyî ku qereqol me rawestîne em tê re derbasdibin û diekvin nava bajêr:

Hewlêr bajarekî mezin e. Nifûsa wê li dor milyonekê ye. Beşê kelê û der û dora wê ne tê de hemû avayî nûavakirî ne. Nêzî tevayiya wan di vê sedsala me de û piranî jî ji 60-î vir de hatiye avakirin. Piştî beyana 11-ê adarê Hewlêr bû paytextê otonomiya Kurdistanê, dezgehên merkezî yên otonomiyê, avayiyê burokrasiyê, unîversîte û dezgehên kulturî yên din lê hatine avakirin. Meclîsa otonomiyê li vê derê ye. Ji bo leşker û îstixbaratê jî gelek mal û xanî û avayî hatine avakirin. Piştre ku şerê kurdan bi hikûmetê re dom kiriye û şerê Êran û Iraqê derketiye û hikûmetê gund û bajarên kurdan ên li bakur xera kirine, gelek kesan rakirine mal û zarokên xwe bi koçebarî hatine li der û dora Hewlêrê bi cîh bûne. Bi vî awayî bajar zû mezin bûye. Cadên Hewlêrê rast û fireh in. Xaniyê bilind tê de nînin. Piraniya avayiyan yekdu qatî ne. Yên pirqat avayiyên resmî ne, ew jî ji çarpênc qatan berjortir hilnakişin. Malên xelkê sivîl zêdetir yek qatî ne û hewşên bilind û asê li dora wan hatine avakirin. Navê cade, kuçe, semtan lewhên dikan û avayiyan hemû bi kurdî hatine nivîsîn. Lê lewhên avayiyên resmî bi erebî ne. Heta çarpênc roj berê jî Hewlêr bi tevayî di bin destê îdara merkezî ya Iraqê de bû. Leşker û polîs û muxabaratên wan bajar îdare dikirin. Lê piştî serîhildana çarpênc roj berê ya Silêmanî û Hewlêrê, wek Silêmaniyê Hewlêr jî ketiye bin kontrola pêşmergeyan. Esker û muxaberat paşde vekişiyane, derketine dervayî bajêr, yan jî ketine qişlayên xwe. Polîsên resmî li sûkê, li ber qereqolan car bi car xwiya dikin, lê çek û devançên wan ji wan hatine stendin. Yên karûbarê ewleyî û aramiyê dane ser milên xwe pêşmerge ne, di hemû qereqolan de bi cîh bûne. Polîsên resmî ji bo alîkariya wan li wê derê ne.

Walî waliyê berê ye. Bi eslê xwe kurd e, li gor peymana otonomiya berê walîtî dike. Lê piştî serîhildana dawî komîtek muşterek di navbera wîlayet û serokatiya cephê de hatiye avakirin. Walî ne bi serê xwe, lê tevî vê komîta muşterek bajêr îdare dike.

Jiyanek normal li nav bajêr heye. Sûk bi însanan dagirtî ne, dikan vekirî ne, çûn û hatin û kirînfirotin normal berdewam e.

Em pêşiyê diçin li ber seraya wîlayetê peya dibin. Avayiyek sêqatî ya mezin û modern e. Li merkeza bajêr li nêzî kelê hatiye avakirin. Cada merkezî di ber serayê re derbas dibe. Li ber serayê li rast û çepê deriyê sarayê du abîde hatine danîn ku di her yek ji wan de nîvê pêşî yê sê hespên kihêl xwiya dikin ku rabûne pêdarê. Seray di serîhildan û şerêpênc roj berê de ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye bombekirin. Wexta ku eskerên Saddam êrîş birine ser meşvanan pêşmergeyan jî ji kelê saray dane ber gullên top û RBG (Arbîcîyan). Loma jî agir bi aliyekî serayê ketiye. Dîwarên ji şewatê reşbûyî hê jî dixuyên.

Biraziyekî Xalit Axa niha li ser navê cephê li serayê kar dike. Ew bi xwe berê mamoste bûye û berê li dibistanekê mudurî kiriye. Navê wî Omer e. Xalit Axa diçe sarayê, piştî demekê tevî Mamoste Omer derdikeve, tên nik me. Mazûbanê me Mamoste Omer e. Bi dilgermî bixêrhatinê li me dike. Gelek kêfxweş dibe. Wê rojê heta ku em vedigerin Şeqlawa jî qedr û qîmetek gelek mezin dide me. Xizmetek gelek mezin ji me re dike û bi mêvanhezî û îhtiramek zêde me diezimîne.

Em li hev dikin ku pêşiyê em ê biçin kela û sûka Hewlêrê bigerin, bajêr bibînin û paşê werin malê firavînê bixwin û îstîrahet bikin. Mamoste Omer dibêje:

– De baş e hûn biçin bigerin, wextê firavînê ez li malê li hêviya we me.

Xalit Axa berê erebên me dide kelê, tevî pêşmergeyan em hildikişin Kela Hewlêrê.

Kele kelayek gelek kevin a tarîxî ye ku li ser gir hatiye avakirin. Tarîxa avabûna wê nayê zanîn, lê şopên medeniyetên Sumerî, Babilî, Asûrî û Mediyan tê de dixuyên. Fire ye, 6 hezar mal tê de bicîh bûne. Dîwar û burcên kelê ji tuxlayên pahtî yên zer hatine avakirin. Gelek caran xerabûye û hatiye restorekirin. Di nav kelê de avayiyên tarîxî û muze hene. Pêşiyê em ji ser burcên kelê temaşeyî bajarê Hewlêrê dikin, tevî pêşmergeyan risim dikêşin, rismê Hewlêrê dikêşin û paşê li nav avayiyên kelê digerin.

***

Muzeya Etnografî

Em tên ber koşkekê ku gelek xweşik û nazenîn hatiye avakirin. Navê wê koşka Şehabeddîn Çelebî ye ku ew bi xwe 1864-an de li Hewlêrê hatiye dinê. Niha ev avayî Muzeya Etnografî ye. Em diçin li hundurê wê digerin. Cil û bergên kurdan yên milî, alet û wasitên ku di jiyan, kar û kultura kurdan de hatine bikaranîn; haletên zîraî, pezxwedîkirin û zeneetkariyê, firaqên xwarinê, kilîm û xalî û xişrên dawet û şahiyan û gelek tiştên din yan ew bi xwe yan jî modelên wan ên piçûk di muzeyê de hatine raxistin.

Kumekî şivanan yê ji kulav ku bi dîwêr de dardekirîye, gelek bala min dikişîne. Wek fotêrê gundiyên Meksîkî ye. Tara dora wê gelek fireh e. Ez radikim didim serê xwe û rismekî pê dikêşin. Pêşiyê ji min re hisek wilo çêdibe, ku ev di salên dawîn de ji Ewrûpiyan gihaştiye kurdan. Ez ji berpirsiyarê muzê dipirsim, dibêje »na ev kum kumê şivana ye ku li dora Silêmaniyê xelk ji kevin de didin serê xwe». Di vê navberê re berpirsiyar dide xwiyakirin ku gelek tiştên muzê yên balkêştir, ji tirsa talan û şikandin û diziyê hatine hilanîn, nuha ne li muzê ne. Em hinekî din jî li nav kelê digerin, paşê vedigerin nik erebên xwe ku em dakevin nav bajêr. Li wir pêşmergeyan dor li eskerekî Iraqî girtine, him pê re diaxivin him jî pê dikenin. Em pirs dikin ku çi ye. Dibêjin: Eskerekî ereb e. Di nobetê de keleşkofa xwe daye dizîn. Qumandarê wî jî ew qewirandiye gotiye ya here keleşkofekê bîne, yan jî ez ê him eskeriya te bişewitînim, him jî te şeş mehan têxim hefsê. Ew jî hatiye dixwaze yek xêra xwe keleşkofekê bidiyê da karibe vegere cem qumandarê xwe.

Me esker bi problema wî re li wir hişt û em daketin sûkê. Em çûn çend pirtûkxanan ku ji xwe re kitêban bikirin. Lê kitêbên ku em lê digeriyan tunebûn. Peşê yekî pirtûkfiroş, mukur hat ku newêrin kitêbên hêja derxin bînin pirtûkxanê. Got:

– Hîn jî em nizanin ku cara çendan wê dikanên me bên talankirin. Loma kitêbên ku hûn dibêjin di enbaran de ne û niha em nikarin wan derxin. Lê li nêzî avayiya mehkemê sikakek heye ku xelk tînin kitêbên nuh û kevin li wê derê li ser cadê difroşin. Biçin wir, belkî kitêbên ku hûn dixwazin li wir hebin.
Em biryar didin ku piştî nîvro biçin wir û diçin çarşiya sergirtî ya Hewlêrê. Dikanên manîfature, yên dexlûdan û buharatan, yên sebze, goşt û mast û penêr û yên din li wir in. Çarşiyek mezin a çend cade ye. Ser girtî ye, kuçên wê teng in. Xwiya ye çarşiya herî kevin ev der e. Piştre em li erebên xwe siwar dibin û ji bo dîtina Hewlêrê li sûk û kuçe û mehelan digerin, her carê ji seriyekî em diçin serê din, paşê fetlekê li dora wê dixin. Heta wextê firavînê bi vî awayî em li nav bajarê Hewlêrê digerin. Wextê firavînê pêşiyê em tên ber avayiya Muduriyeta Muxaberata herêmî ku niha bûye meqerê merkezî yê pêşmergeyên cephê ê Hewlêrê. Avayî hemû hatiye talankirin ji bilî dîwarên hişk û rût tişt pê ve nemaye.

Boşahiya pêşmergeyan e li ber derî û di hundurê avahiyê de. Em diçin li odekê hinekî vedihesin. Pist re Mamoste Omer jî tê wir ji wir em ê bi hev re biçin malê.

Walî li ser tenekê rûdinê

Sohbeta me li ser bêserûberî û bêîmkaniyetê û nemeşandina kar û barê xelkê ye. Yek dibêje ku:

– Ma çewa wê kar bimeşin. Li wîlayetê bi xwe jî tu tiştekî ku nehatibe talankirin û şikandin nemaye. Walî bi xwe li ser tenekê rûdinê.

Em ji bo firavînê diçin malekê ku ew jî biraziyê Xalit Axa ye. Xaniyekî yekqatî yê fireh û modern e. Dora wê bi hewşekê hatiye girtin. Hundurê wê bi mobîlyayên hêja yên klasîk hatiye dagirtin airconditionek hundur hênik dike. Ji xwe di havînan de li van deran ne ji baweşîn, perwane û airconditionan be, ji germê li hundur debar nabe.

Firavîneka pirreng a kurdî tê ber me ku kutilkên birincê, pelên pêçayî, goştê sorkirî, tirşik û birinc e; piştre xoşab û muhalebiyek bi lezzet tê ber me û meywên cur bi cur li pey wê tên. Paşiya tevan jî çayeka teze ya bi dem tîhna nava me dişikîne. Mamoste Omer û Xalid Axa bi rastî jî ji bo mêvanhiziya Hewlêriyan nîşanî me bidin çi ji destê wan hatiye kirine û dikin, heta bi derecek wiha ku em mehcûb dibin.

Piştî firavînê, Mamoste Omer dibêje:

– Ji bo îstîrahetê rabin em biçin mala me. Çimkî di vê seetê de nuha elektrîk wê li vê semtê bê birîn, lê li cem me heye. Gava elektirîk bê birîn perwane û aircondition kar nakin, hûn ê ji german nikaribin li vir debar bikin.

Em diçin mala wan. Avayiyek ne qasî ya berê modern û nû ye, lê xweşik e û hewşa wê bi darên hijîr û mêwên din xemilandiye. Di vê mehê de hijîrên Hewlêrê gîhaştine jî. Ji me re, ji dora hewşê hijîran tînin, em dixwin. Paşê em vedikişin ji bo îstîrahetê, heta nêzî êvarê, ku dinya hinekî hênik dibe, em xatir ji malê dixwazin û derdikevin sûkê. Pêşiyê em diçin sûka pirtûkfiroşan, hin pirtûkan dikirin, paşê jî em diçin qereqolekê, li wir hinekî li nik pêşmergeyan rûdinin heta Xalit Axa hin karûbarên xwe xelas bike.

Pêşmerge li qereqolan

Pêşmergên partiyan, qereqolên Hewlêrê li gor semtan li hev parê kirine û ewleyî û aramiya her semtê ji hinan tê pirsîn. Cara pêşîn e ku pêşmerge rûbirûyî karekî wiha bûne. Ew pêşmergeyên ku li çiyê wek şêran şer dikin, li vir ecemî û nezan xwiya dikin, di biserxistina karan de zehmetiyê dikşînin. Pêşmergeyek dibêje:

– Heyra em hatine vir bûne nobedarên jinên xelkê. Yek tê dibê mêrê min li min xistiye, yek tê dibê bavê min li min xistiye. Divê em herin malan, gilî û gazinan guhdarî bikin, yan wan li hev bînin yan jî wan bigrin bînin qereqolê têxin nezaretê.

Pêşmerge, bi cîb û pîqabên sivîl li nav bajêr digerin, problem li kîjan malê hebe bi wan diçin wir. Sîlehên wan keleşkof, RBG û carna jî doçka ne. Tûtetûta wan e, virde wirde dipengizin. Polîsên kevin ji aliyê usul û înformasyona karûbarên berê û burokrasiyê û tiştên din agahdariyê didin wan, alîkariya wan dikin.

Ber bi êvarê, hîn roj neçûye ava, em radibin bi rê dikevin ku vegerin Şeqlawa. Saet berî şeşê êvarê divê em ji hidûdê teqerawestanê derbas bin. Li gor lihevkirinê êvarê ji şeşan pê ve divê çûnûhatin di navbera erdên azadkirî û yên dagirkirî de çênebin.

Di vegerê de gava em tên qeza Selahaddîn em dibînin ku tankên eskerî rê girtine û çûnûhatek de nav eskaran de ye. Li ser cadê teqereqa paletên tankan e. Gelek erebên sivîl hatine sekinandin, rêz bûnê. Xalit Axa ji şofêrê me re dibêje: »bajo pêşiya ereban». Ku em digihîjin pêşiyê, noxta kontrolê zabitekî bi rutbe û unîforma eskerî ya Iraqê dixwiyê. Yekî kej ê bejn zirav û dirêj e. Hê gelek xort e. Ku çav bi Xalit Axa dikeve ber bi me de tê, bi kêfxweşî silavê lê dike û bi kurdiyeka gelek xweş û nazik dibêje:

– Mame Xalit baş bû ku ez rastî te hatim. Ji jêr newalê telefon hat ji me re, li Korê pêşmerge dixwazin bi zorakê ji kontrola eskerî derbas bin. Saet nêzî şeşan e, divê kesekî ji wir bernedin. Lê pêşmerge qebûl nakin. Em ditirsin ku şerek derkeve. Emir dane, me tank anîne serê rê. Xêra xwe tu xwe bigihînî wan û ji wan re bêjî ku bira paşde vegerin.

Zabitekî lihevhatî û nazik e, kurdiyek rewan ji devê wî derdikeve. Ne ereb e, lê nizanim gelo kurd e yan Nastûriyê Kurdistanê ye. Xalit Axa soz didiyê ku muşkulê hel bike û em bi rêdikevin.

Gava em tên Korê ser hidûdê teqerawestanê, em dibînin ku qerebalixek gelek zêde lê kom bûye, yên ku bi israr dixwazin derbas bin ne pêşmerge, lê kurdên sivîl in. Eskeran jî xwe dane ber wan. Hema hema dike şer derkeve. Xalit Axa peya dibe ji sivîlan re dibêje ku »vegerin, zorê medin eskeran bira tevliheviyek çênebe». Hin di ber xwe didin. Lê Xalit Axa bi qerardarî dibêje »na», piştî wê sivîl piçekî vedikişin, esker jî hinekî rehet dibin. Hê ew belav nebûne em di nav wan re diherikin diçin. Gava em digihîjin Şeqlawa, roj çûye ava, tarî ketiye erdê. Em gelekî sipasî Xalit Axa û Mamoste Omer dikin, ew xatirê xwe ji me dixwazin û em ji hev vediqetin.

Em du rojên xwe yên din jî li Şeqlawa derbas dikin. Di wan rojan de em nas û dostan ziyaret dikin, xatirê xwe ji wan dixwazin. Çimkî me biryar daye ku em ê di 26-ê mehê de vegerin.

Veger

Serê siba 26-ê mehê, em bi otomobîlekê pêşiyê diçin Dîana, li wir jî berpirsiyarê partiyê pîqabekê ji bo me kirê dike û em bi rê dikevin, di riya xwe ya berê re vedigerin Zaxoyê. Gava em digihîjin Zaxoyê, nîvê şevê ye, em diçin meqerê partiyê ku piştî vekişîna eskerên mitefiqan a ji Kurdistanê, anîne nava Zaxoyê. Avayiyek mezin a nûavakirî ye. Derî û pencerên vê avayiyê jî nînin, lê xwiya ye ne ji ber talanê, lê ji ber temamnebûna avakirinê ye. Wê şevê li wir em dibin mêvanê Mele Remezan, serê sibehê ji me re cîhekî musaîttir dibînin ji bo mayinê. Maleka nêzî meqer a halxweş e. Xwediyê malê Xalit Axayê Sindî ye, berê yek ji musteşarên Zaxoyê bûye. Jê re dibêjin Xalidê Şêxo. Şêxoyê bavê wî jî hê li jiyanê ye, lê gelek extiyar bûye. Xalitê Şêxo di serîhildanê de ciyê xwe girtiye nuha jî li gel PDK-a Iraqê ye.

Çi dibin bila bibin, kurd in, xwedan eşîr in, qedr û qîmetê û rehetiyê didin mêvanên xwe. Em jî li mala wan vê qedr û qîmetê û xizmetê dibînin.

Çima Saddam nakujin?

Xalit jî bavê wî jî gelek caran tên nik me, em ji dinyayê, ji halê kurdan sohbet dikin. Xalit bixwe, wek ku li ser êgir be, di ciyê xwe de nasekine, tim di qileqilê de ye ku çima Amerîka û mitefiqan heta nuha Saddam ji ser hukum nexistine. Wan rojan jî Amerîka cardin heta 25-ê mehê mudetek daye Iraqê, ku agahdariyên li ser çekên xwe yên atomî dernexe û rê li ber pisporên NY veneke, Amerîka dibêje »ez dikarim carek din êrîşê bibim ser Iraqê». Lê 25-ê mehê hatiye derbas bûye, îro 27-ê mehê ye, hê jî tu deng ji Amerîka nayê. Xalit bi vê yekê gelek nerehet e. Dipirse:

– Ma gelo çima heta nuha Amerîkiyan li Saddam nexistin? Ez dibêjim:

– Êdî teyarên Amerîkayê nema êrîş tînin ser Iraqê û Bexdayê. Ger di nav ordiya Iraqî de yekî bibînin û bi înqilabeka hundurîn karibin Saddam bixînin ê, wê çaxê wî bixînin, yan na heta rojek wiha ê Saddam li ser hukum bimîne.

Ev peyva min yekcar pê nexweş tê, nerehetî û qilqila dilê wî zêdetir dibe. Dibêje:

– Ma wiha dibe. Heta kîngê ê weha bikêşe. Xelk perîşan e, bê hal ketiye, sebir û taqet pê re nemaye. Rojekê zûtir divê çare jê re bê dîtin.

Xalit Axa ye, bi salan musteşarî (serokcahşîtî) kiriye û paşê berê çekê Saddam daye ordiya wî û serî hildaye. Baş dizane ku îdî nema Saddam baweriya xwe bi wî tîne. Eger sax û li ser hukum bimîne, peymana otonomiyê jî bê îmzekirin, kîjan rojê Saddam keysê lê bîne, wê derbê lêxe. Loma jî hêviya wî ew e ku rojekê zûtir Saddam bê kuştin ew û yên wek wî karibin bîhneke rehet vedin û li mala xwe rûnin. Ew dibêje »sebra xelkê nemaye», lê ji herkesî bêtir ya wî nemaye.

Ma partî çi ne

Bavê Xalit jî hay ji mahna vê serîhildanê heye. Heta xwiya ye piçekî poşman e jî ku ketine serîhildaneka wiha. Dibêje:

– Welle mal û mulkê me hebû, perê me hebû, çekên me li milên me bûn, hikûmet ji me re gelek baş bû, lê em rabûn me hemû bin pê kirin û serîhilda. Esas yên ku serî hildan û dewlet qewirandin ne partî bûn, em musteşar bixwe bûn. Ma partiyan ev panzde sal in çi kirine, çi qeweta wan hebû ku serî hildan. Lê di van panzde salan de yên alîkariya wan dikirin, xwarin û hewandina wan dikirin, fişekên wan didan dîsa em bûn, îro jî me serî hilda, Tevî vê jî kes nayê li halê me napirse, nabêje »ka felankes tu çawayî, tu daxwaz yan muhtaciyek ye heye ya na». Di ser re niha jî cardin ez alîkariya wan dikim.
Mamê Şêxo dixwaze bide diyarkirin ku esas çi bûbe wan kiriye û partî jî hatine li ser rûniştine. Ew bi xwe jî tarûmar bûne. Carekê wiha jî dibêje:

– Axir Barzaniyan(qesda wî eşîra Barzaniyan e) bi a xwe kirin, em jî kirin wek xwe. Mintiqa Barzan çiyayên asê û geliyên kûr tê de ne. Ne ji çandiniyê re ne jî ji pezxwedîkirinê re dibe. Loma jî hebûna Barzaniyan, hew dendikên kerengan û kizwan bûn. Sibê heta êvarê li wan şaxan li pey komkirina dendikên kerengan û kizwanan bûn. Çavên wan bar nedikir ku werên me û yên eşîrên din ji yê wan bi xêrûbêrtir in. Rabûn serî hildan, nerehetî peyde kirin, geh li vir xistin geh li wir xistin, heta ku em hemî kirin wek xwe reben û perîşan. A va ye em hemû bûne wek wan.

Serê siba 28-ê mehê, Xalit Axa gava tê »rojbaşiyê»li me dike, bi nîvhenekî û nîv ciddî dibêje:

– Malavano, îşev pê de xirexira we ye hûn radizin. Ne xew ne jî tebat ketiye me.

Em meraq dikin, dipirsin:

– Çima, xêr e?

Dibêje:
– Lê, do xeberek hat ku Seddam ji Mûsilê ordî xistiye teherukê, ber bi bakur de tê. Me xwest em rastiyê fêm bikin. Virde wirde em pengizîn. Em dixwazin piçekî dilê wî rehet bikin, loma em dibêjin:

– Na, na Seddam niha newêre berê êrîşa xwe bide kurdan. Û nikare jî.

Lê roja 28-ê mehê qileqil ne di Xalidê Şêxo tenê de bi partî, pêşmerge û sivîlên xwe ve di hemû Zaxoyiyan de ye. Xebera teheruka ordiyê ji aliyê Musilê ber bi bakur de li her derê belav dibe.

Em xatir ji mazûbanê xwe, duvre ji nas û dostên wir û ji berpirsiyarên partiyê yên wir dixwazin, gelekî sipasî wan dikin û tevî çend pêşmergeyan berê xwe didin ser hidûd; ber çemê Dîcle. Hê em negihîştine Dêrebûnê pêşmergeyek pikaba me disekinîne, dibê ku hin gulên topan hatine li pêşiyê ketine, me ji bo keşfê mufrezeyek şandiye, bisekinin heta cewab tê. Piştî çend deqan hin tên lê em tu agahdariyek eşkere û durust ji wan nastînin û li riya xwe dewam dikin, diçin Dêrebûnê. Li wir topek diteqe ku gula wê li pala çiyayê Dêrebûnê dikeve. Hin dibêjin, ordiyê ji Musilê ev top avêt, hin jî dibêjin »na ev pêşmerge ne, tatbîqatê dikin». Lê rastî çiye, kes nizane. Em ji wir bi rê dikevin tên ber çem. Seet li dor yekê wê dora me were em ê ji çem derbas bin. Em xwe dixin bin siya holikekê.

………

Piştî gera xwe ya nêzî mehekê, va ye em Kurdistana Iraqê li pey xwe dihêlin û derdikevin derva. Dilê me wek roja pêşîn ya hatina Kurdistanê ne bi gurpegurp e. Dilekî rawestiyayî, sakîn e, alîyek jê bi hêvî lê aliyê din mehzûn û bi xem û xeyalên bigûman dagirtî ye. Ez dilrehetiyek fikirzelalî û pêşîbirohanî di xwe de nabînim. Erê havîn e esmanê Kurdistanê çîk sayî ye, lê qijeqija tava havînê, keldûman, xumam û leylanek avêtiye ser seranserî axa Kurdistanê. Pêşerojên Kurdistanê di nav vê keldûman û xumamê de hêl dibin, geh bi dûr dikevin ji ber çavên min winda dibin, geh nêz dibin, bayê hêlbûna wan tevayiya nuh û canê min dalêse hêviyên zelal û tîhnşikên û dilxweşkir di min de peyda dike. Bêçare divê em rabin bi rê kevin. Xuya ye hê rêwîtiyek dûr li pêşiya me ye. Cara dawîn ez li paş xwe dizîvirim û di nava xwe de dimirmirim:

De niha bi xatirê te Kurdistana Iraqê!

De niha bi xatirê we şêrebirîndarên warwêran!

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: