Nalîn Baksî keçeka Kurd e. Piştî darbeya 12’ê Îlonê, di umrekî piçûk de bi malbata xwe re hat, li Swêdê bicîh bû. Li Swêdê mezin bû, xwend, kar kir, bi siyaseta nava Swêdê mijûl bû. Di nava ciwanên sosyaldemokrat ên Swêdê de bi zîrekî têkoşîn da. Di hilbijartinên parlamentoyê de ku sala 1994’an pêk hatin, weka parlamenter hat hilbijartin û di nav lîsteya sosyaldemokratên Swêdê de ket parlamentoyê. Di demeke kurt de, serkeftineka hêja… Ne tenê ew û malbata wê, hemû Kurdên Swêdê bi vê serkeftinê kêfxweş û serbilind bûn.
Demekê berî niha, di kanalekî televîzyona Swêdî de, programek belav bû ku Nalîn Baksî jî tê de beşdar bû. Min ew program bi meraq û heyecan temaşe kir. Tê de Nalîn Baksîyê teqrîben wiha digot: Ez berî her tiştî xwe ne weke keseka xerîb a penaber dibînim ku hatiye li Swêdê bicîh bûye, berî her tiştî ez xwe weka yeka sosyaldemokrat dibînim. Di jiyan, kar û xebata min de sosyaldemokratiya min berî xerîbiya min tê.
Nalîn Baksî li dijî wê bû ku gellek caran xerîbiya wê li ber çavan dihat danîn û pirsên li ser vî warî jê dihatin kirin. Wê rexne li wan kesan digirt ku di serê her gavê de xerîbiya xwe an neswêdiya xwe derdixistin pêşiyê. Rexne li parlamentereka din digirt ku endameka partiya kesk bû û diya wê Swêdî û bavê wê Filistînî bû. Li ser wê digot ku tevlî ku him ji alî diyê him jî ji alî bavê ve ez ne Swêdî me û tevlî ku ew nîvswêdî ye, ez dimînim ecêb ku ew ji min pirtir weka yeka biyanî xwe derdixe pêş. Nalîn Baksîyê li ser ªmewqufê şaşª ê vê parlamenterê mîsalek wiha jî dida: Em yên bi tevayî biyanî, xwe muhtac hîs nakin ku di serê her gavê de biyanîtiya xwe derxin pêş. Yên ku bi tevayî ne biyanî ne ji me pirtir biyanîtiya xwe derdixin pêş. Li Kurdistanê hin musulman hebûn ku ji filetiyê vegeriyabûn ser musulmantiyê. Ev ên wiha, ji me musulmanên ku ji bav û kalan de musulman bûn pirtir û hişktir xwe bi esasên musulmantiyê ve digirtin, di parastina musulmantiyê de, ji me sortir û dijwartir bûn. Wan pirtir îhtiyac hîs dikir ku musulmantiya xwe derxin pêşberê xelkê.
Min nevê ku ez serê gavê penaberî an xerîbiya xwe derxim pêş. Di parlamentoyê de gava ku ez kar dikim, di dereca pêşîn de ez xwe ne weka biyaniyekê lê weka sosyal demokratekê hîs dikim.
Axaftineka bi vî awayî, ji bo min gelekî balkêş hat: Keçeka Kurd, li Kurdistanê ji diya xwe bûye, ev panzde sal in ku tevî malbata xwe li Swêdê dijî, îro di parlamentoya Swêdê de endam e, xwe berî her tiştî ne weka biyaniyekê lê weka sosyaldemokratekê hîs dike. Aciz dibe ku penaberî û biyanîtîya wê derdixin pêşiya sosyaldemokratiya wê.
Gava ku yek rabe bêje ez xwe wiha hîs dikim, helbet cihê axaftinê gellek namîne. «imkî kesên din çi dibêjin bila bibêjin, ya muhîmtir ew e ku merivek xwe çi hîs dike, xwe çi dibîne. Loma jî helbet tiştekî meriv ê zêde namîne ku meriv ji Nalîn Baksiyê re -ji wê bi xwe re- bibêje. Lê ev axaftin bi giştî serê min mijûl dike. Ez difikirim, axaftineke wiha gelo heta çi derecê rast e?
Her di wan rojan de, meseleyek wekî vê, li Tirkiyê jî rû dabû. Li Îstenbolê piştî hilbijartinên rêxistina CHPê ya Îstenbolê heyetek nuh hatibû ser îdarê. Serokê CHPê Deniz Baykalî, bal dikişand ser wê yekê ku yên hatine ser hukum sunnî – yanî ne Alewî- ne û Tirk in. Ev, gaveka balkêş bû ji bo wî. Li ser vê gotinê, gellek rexne li Deniz Baykalî hatin kirin, ew bi şovenîzm û cudaxwaziyê hat tawanbarkirin. Baykal mecbûr ma, gavê baş de bavêje. Lê wê gava ku wî paşde avêt, bû wekî mesela uzira ji qebahetê mezintir. Wî iddîa dikir ku bi wê balkêşanê xwestiye bibêje ku CHP îdî partiyek welê ye ku ji bo endamên wê Kurdîtî, Tirkîtî, Alewîtî an Sunnîtî ne girîng in, ya girîng ew e ku hemî sosyal demokrat in. Di hilbijartinan de krîter, fikr û xebat in, ne ku Alewîtî, Sunnîtî, Kurdîtî yan Turkîtî ye. Wî îftîxar dikir ku ew berî her tiştî CHPyî ne, sosyaldemokrat in. Denîz Baykalî bi axaftinên xwe dixwest CHPyîtiyê û sosyaldemokrastiyê bike perdeyek welê ku hemû xusûsiyetên etnîkî û kulturî yên endamên wî veşêre, bincil bike. Ez fikirîm ku çawa dibû du kesên ji hev gellek cuda, yekî zalim û yeka bazdayiya ji ber zulmê wekî hev difikirin.
Gelo ji bo siyasiyan çima diviya bû ku berî her tiştî meriv siyasî bûya? «ima diviya bû ku meriv Alewîtî, Kurdîtî, Sunnîtî an biyanîtiya xwe dernexista pêş? Gelo sosyaldemokratî û Kurdîtî, Alewîtî an biyanîtiya meriv dijî hev bûn rê li ber hev digirtin? Ma gelo meriv nikaribû ku him Kurd, Alewî an biyanî, him jî sosyaldemokrat bûya?
Heke meriv siyasî bifikire û heke siyaset jî ew siyaset be ku xwe bike amanc, hemî şert , hebûn û firsendan ji bo xizmeta xwe bikar bîne; menfeeta siyasî, hêz û hukumkirin ji însanîbûnê dûr bikeve, ne di xizmeta bextiyarî, aramî û pêşveçûna însanan de be, bi eksê vê, însanan bike tabi’ û xizmetkarê xwe û serdestiyê li wan bike; di halekî wisa de, rast e, siyaset berî her tiştî tê , xusûsiyetên însanbûnê yên din. divê ji ber çavan wenda bibin; yan bên tunekirin, yan bên qedexekirin, yan jî bên veşartin.
Lê heger însanbûn di dereca pêşiyê de were û siyaset bibe wasiteyek ku xizmeta bextiyarî aramî û pêşveçûna însanan bike wê gavê tu carî siyaset nakeve pêşiya xusûsiyetên din ên însanbûnê. Wê çaxê meriv him dikare sosyaldemokrat yan CHPyî be him jî biyanî, Kurd, Tirk, Sunnî yan Alewî be. «imkî meriv ªînsanª e.
ªÎnsanª çi ye gelo? Bi mucerredî ji alî nezerî ve dibe ku meriv bibêje însan heywan an mexlûqatek e ku difikire, yan jî diaxêve. Para rastiyê di vê gotinê de heye, lê tarîfeka pir kêm û nezelal e.Welê di nava mij û dûmanê de ye ku tenê bi wan xusûsiyetan ez nikarim însanekî konkret bînim ber çavê xwe. Pir mucerred e. Li ba min divê tarîfa însan hîn gellekî muşexestir be. «imkî di jiyanê û heqîqetê de însan ji wan tarîf û xusûsiyetên jorê muşexestir e û xwedan xusûsiyetên gellek zêdetir e. Gava ez dibêjim însan, însanê muşexxes, yanî şexsiyet(identity) tê ber çavên min. Wekî şexsiyet jî însan xwedanê gellek xusûsiyetan e. Bi wesîleyeka din, li gorî xwe min însanê konkret bi vî awayî resimandibû: Ka bifikirin: Li Tirkiyê, însanek dikare jin, mêr an ji cinsiyeteka din be. Meriv zarok, ciwan, navsere yan jî extiyarek e. Kurd, Tirk, Ereb, Laz, «erkez, yan jî ji milliyeteka din e. Li gorî xwe zimanekî wî, dîrokeka wî û kultureka wî heye. Musulman, Xiristiyan, Mûsewî, Êzîdî yan jî ateîst e. Sunnî, Alewî yan jî Şîî ye, Hanefî yan jî Şafiî ye. Neqşîbendî, Qadirî, Nûrcî yan jî Wehabî ye. Laîk e, yan jî dînperest e.Yan him laîk, him Kemalîst, him jîd îndar e. Belkî jî dîndarekî laîk e ku ji Kemalîzmê hez nake. Karkir, gundî, bazirgan, karder, memûr, hunermend, telebe, sporhez, yanjî bêkar e. Muhafezekar, lîberal yan jî sosyaldemokrat e. Belkî nasyonalîstekî Tirk an ê Kurd e. Yan jî belkî, ummetxwaz, kozmopolîtîst an enternasyonalîstekî welê ye ku hemû awe nasyonalîstiyê red dike. Belkî Îstenbolî, Diyarbekirî, Edirneyî an Adanayî ye.Li bajêr yan jî li gund dijî. Belkî li çiyê, deştê an li deveraka daristanî dimîne. Dibe ku alîgirê Galatasarayê, Fenerbahçeyê, an Beşîktaşê ye. Dibe ku ji futbolê, basketbolê, melevaniyê(avjeniyê) an ji siwarbûna hespan, ji gerra çolê, ji xwendinê yan ji berhevkirina pûlan hez dike. Belkî ji astronomiyê, îcadên nuh an remildariyê hez dike Dolme, savar, fasûliyên hişk, çîgkofte an hamburger pê xweş e. Belkî ji dewî, avê, araqê an wîskîyê hez dike û h.w. d. û h.w.d.1
Siyaset, di nava wê de jî sosyaldemokratî xusûsiyeteka însanan e wekî biyanîtî an penaberiyê, wekî Kurdbûn, Alewîbûn an Swêdîbûnê.Ya tebîî ew e ku însanek kîjan xusîsiyetên wî hene -bi şertê ku nikaribe xusûsiyetên însanên din binpê bike- bi serbestî bi hev re di wî de eşkere bibin, gulvedin û hevdu temam bikin. Gava yek rabe bibêje ez berî her tiştî sosyaldemokrat im , ne biyanî, ne Kurd, ne Alewî, ne Swêdî, ne jin an ne ciwan im, li ber çavê min tebîî xwiya nake. Wekî mesela wî fillehê ku bûye musulman, ez dikevim hisseka welê ku nebe gello ew tenê musulmantiya xwe derdixe pêş ji bo ku kes filetiya wî ya berê bi bîra wî neyne.
Wê gûmanek ji min re çê bibe ku yan rejimê siyasî yan pergala civakî vî kesî mecbûr dike ku hin xusûsiyetên xwe veşêre an înkar bike. Yan jî menfaeteka siyasî, meqam an kariyerekê, çavê vî kesî welê tarî kiriye ku hin xusûsiyetên xwe li ber riya bilindbûna xwe asteng dibîne. Ev yek, cardin dere digihîje birîna rejima siyasî an tevgera civakî ku vî şexsî mecbûrî vê yekê dike. Bi vî awayî li ber çavên min kêmasî û şaşî him di rejimê û pergalêde, him jî di merivên xwedan îdîayên wilo de xwe nîşan didin.Kesên xwedan îdîayên wilo, yan wekî Deniz Baykalî zordariyê li xeyrê xwe, yan jî weka Nalîn Baksîyê li nefsa xwe dikin. Her du hal jî cihên heyf û mixabinê ne.
Leave a Reply