Ji makezagona bidarêzorê ber bi makezagona peymanî

Teblîxa derbarê makezagona nû ya Tirkiyê de ku di 17-18-ê Îlona 2011-ê de li Diyarbekirê ji bo Konferansa Kurdistanê ya li Tirkiyê hatiye pêşkêşkirin:

 

 

Bi tarîfeka herî giştî û kurt makezagon; ’peymanên civakî’ ne. Ev tarîf heke weke peymaneke ku welatî di şert û mercên wekhev de, bi îradeya xwe ya azad dibestin bê fêhmkirin, tu makezagoneka ku heta niha li Tirkiyeyê ketiye rewacê ne encama ’peymaneka civakî’ ye.

Bi taybetî hemû makezagonên ku ji dema avakirina Komara Tirkiyê û bi vir ve ketine mer’iyetê, yên wiha ne ku bi ”darêzorê” li beşeke mezin a civakê hatine ferzkirin û heman ”makezagonên bidarêzorê” ne ku ji bo avakirina projeya netewe-dewletekê bûne wasite.

Bêguman ji bo projeya lidarxistî ya netewe-dewletê, tenê bi makezagonên bidarêzorê (ferzkirî) û zagonên ku hêza xwe ji wan werdigirin nehatiye qayilbûn, hewldanên wiha jî hatine kirin ku sînorên wan hatine derbas kirin, gelek caran rêkxeriyên bi navê dewleta kûr binavkirî hatine ser kar. Lê ji ber ku mijar makezagoneke nû ye, li vê derê ê tenê bi mesela makezagonê ve mehdûdkirî bê mayin.

Wezîfeyeka wiha hat dayin Komara Tirkiyeya nûavakirî ku li ser xakên mayî yên Împaratoriya Osmanî ya piçûkbûyî ’Neteweyeka Tirk’ a ji civakên dewşîrme (berhevkirî) li ser bingehekî etnîsîteyekê bê afirandin. Ji bo xwe gihandina vê armancê, xakên ermeniyan hatin desteserkirin ku di dema desthilata Îttîhat û Terakkîyê de bi awayekî komelî hetibûn qetil- û sirgûnkirin. Bi her awayî rê li ber vegera wan hat girtin. Li deverên valakirî, kesên ji Qefqasan, ji Rûsyayê û ji Asya Navîn reviyayî û hatî, an jî koçberên di çarçoveya planekê de hênayî; her wiha tirk, dewşirme û misilmanên piştî têkçûna Balkanan ku xwe bi komelî avêtibûn Trakyaya Rojhilat û Stenbolê, hatin bicihkirin. Bi Peymana Lozanê re jî Tirk û Misilmanên li Yewnanîstanê, bi Rûmên li Anatoliyê hatin veguhestin (berdêlîkirin, mubadelekirin). Axên bibereket, mal û milkên biqîmet li wan hatin belavkirin. Di salên piştî wê de jî ji Balkanan; nexasim jî ji Bulgarîstanê koçberî bûn, ew jî di nav şert û mercên baş de li deverên cuda ên Tirkiyê hatin bicihkirin. Hetta di salên van dawiyan de ji Afganistanê jî, civakên xwedan rehên etnîkîya ’tirk’ hatin anîn û li nav kurdan hatin bicihkirin.

Her wiha divê Tirkên Anatoliyayê yên xwedan eslê Asyaya Navîn, Çerkezên ji Rûsyayê hatî û komên din ên misilmanên Qefqasan, komên Gurcî, Laz û Rûmên Pontûs ên ku di dema Osmaniyan de bûne misilman li lîsteyê bên zêdekirin.

Bawerî bi civakên gelan ên Ermenî, Suryanî û xeyrêmislimên ku di dema qetlîaman de hatine misilmankirin; kurd, ereb û komên gelan yên sunî nehat anîn, di nava mekanîzmaya dewletê de cih nehat dayin wan, hate xwestin ew di nav ’Neteweya Tirk’ de a ku hewla afirandina wê dihate dayîn bên helandin.

Beşek ji kurdan, piştî serîhildanan hatin tunekirin; struktura civakî, aborî û olî ya yên mayî hat parçekirin, polîtîkaya rakirina wan a ji ser xaka bav û kalan da bên asîmîlekirin hat meşandin. Ya hêjayî balkêşiyê ew e ku ji bo armanca afirandina neteweyekî tirk ê homojen, êrîş ne tenê hat birin ser kurdên serîhildayî, lê -çi muxalif yan na- strukturên sosyo-ekonomîk, çandî û olî yên hemû kurdan bûne hedefa êrîşan.

Civakên wekî penaber li Tirkiyeyê berhevkirî; ku paşê li cihên biqîmettir hatin bicihkirin û niha ji wan re ’tirk’ tê gotin, bi giranî ew kom in ku beşdarî li Şerê Rizgariya Tirkiyeyê nekirine. Van xakên ku ew wek welatê herî dawîn yê tirkan bi nav dikin, di rastiya xwe de wan rizgar nekiriye. Ji ber ku beşeke ji wan (nêzîkî 1 milyon kes) piştî Şerê Balkanan (1912) hatin û li deverên cihê belav bûn, bi hatina Şerê Cîhanê Yê Yekê re jî, dem ne li eniya şer, lê di riyan de, di penaberiyê de, an bi hewldanên bicihbûna li deverekê derbas kir. Beşeke din a ji wan, ji xwe li gorî Peymana Lozanê a sala 1924-ê (yanî piştî hemî şeran), di encama berdêlîkirina bi Rûman re hatin û li ser vê xakê bi cih bûn.

Gava em bala xwe didin rabirdûya dîrokî, em dibînin ku mirov li ser axa Anatoliyayê pêrgî şopên kevn ên van civakan nayê ku di nasnameya nû ya ’Neteweya Tirk’ de wekî bingeh tên bikaranîn. Pêşiyên wan herî zêde digihîje gorrên bav an bapîrê wan, hebûna wan a kevintir bi piranî xwe dispêre derveyî xakên Anatoliyayê.

Projeya netewe-dewleta Tirkiyeyê, ji ber ku projeyeka avakirina neteweyeka destkird (sun’î) e ku hatiye xwestin ji civakên mihacir (dewşîrme) ên ji deverên cuda yên cîhanê berhevkirî yên xwedan taybetmendiyên çand, ziman, ol û mezhebên cihêreng bê pêkanîn, heta derekê dişibe projeya cihûyan a ku ew dixwazin li Îsraîlê netewe-dewleteke nû biafirînin. Pirsa gelo gava cihûyan Îsraîl ava kir, çend projeya netewe-dewleta Komara Tirkiyeyê ji xwe re mînak girt, mijareke şayanê lêkolînê ye. Muhtemelen cihûyan proje ji xwe re mînak girt, ji kêmasî û şaşiyên wê sûd wergirtin, lewma jî diyardeyeka serkeftîtir û kêmêştir derxist meydanê. Dikare bê gotin, encamên ew werdigirin jî (ji hêla demokrasî û xalên din ve) serkeftîtir in.

Ji ber ku proje projeyeke wisa ye ku ji civakên berhevkirî, yên bavfile û asîmîlebûyî; tevî ku ew bixwazin nexwazin jî, bi îdareyeka elît a navendî ya yek îdeolojî, yek siyaset, dewleta ûnîter ya homojen, bi polîtîkayên şikandina serîhildanan, sirgûn û îskanan; bi manîpûlasyonên îdeolojîk û polîtîk, hat xwestin neteweyekî tirk ê rojavayî yê ’modern’ avakirin, mirov dikare bi çavekî wisa binêre ku ew, versiyona elîtîst, totalîter, tûndrewiyeke hişk a modernîteya jakoben e. Li Tirkiyeyê navek li vê îdeolojiyê hate kirin: Kemalîzm.

Îdeolojiya Kemalîst paradîgmayeke wisa ava kir ku îdeolojiya yek neteweya bêîmtiyaz û bêçîn, yek dewlet, yek ala, yek ziman, yek ol û mezhep tê de reng vedide.

Loma jî makezagonên heta niha hatî, nahêlin ku herkes, her welatî xwe çawa hîs dike wisa bê qebûlkirin. Ji bo mirov wekî hevwelatî bê qubûlkirin, divê meriv ferdekî neteweya tirk a tesewurkirî be; sunnî-hanefî be ku ketiye bin tesîra laîsîzma bi têgeheke xas rengvedayî û Kemalîzmê wekî dogmayekê pejirandî be. Tevî ku di deh salên dawîyê de bi awayekî ”de facto” gelek tişt guherîbin jî, beşeke mezin a sîstema hiqûqa makezagonî hê jî wiha ye; kartêkirina bizava dewleta kûr jî tê ser wê.

Bi vî awayî, di rastiya xwe de paradîgmaya binavkirî ne tenê nasnameya kurdan red dike, her wiha nasnameya etnîkî, olî û çandî ya ’Tirkên’ ji Qefqasan û Balkanan hatî ya beriya hatina Anatoliyayê, her wiha ya civakên bi esil Anatoliyayî lê pişt re misilmanbûyî jî an red dike, an jî xwe li nebînayiyê datîne, hemuyan bi damareke qalind a tarîxî ya Asyaya Navîn ve, bi konsepta ’netewe-tirkîtiyê’ ve girêdide ku ew xerîbê wê ne. Ew, ne tenê nasnameyên rastîn ên şafiiyan, bektaşiyan, bavcihûyan an jî elewiyan dixe bin fişarê; nasnameyên rastîn ên henefî-sunniyan, an jî ên terîqetên sunnî jî dizextîne; wan di cendereya ’laîsîzma kemalîst’ de hepis dike. Sedema ku misilmanên sunnî bi salan e bi dewleta kemalîst di nav şer de ne jî ev e.

Ev makezagona ku dibe sedema van encaman, yeka totalîter û  ji demokratîkbûnê bêpar e. Ne îfadeyeke ’peymana civakî’ ye ku bi îradeyeke azad pêk hatibe. Ew makezagoneke zixtê ye, yan jî makezagoneke wiha ye ya ’yê ji şaxan hat, ê li baxan qewirand (dağdan gelen bağdakini kovdu).

Têkoşînên dirêj ên dîrokî yên ji rastgiran bigire heta çepgiran, ji misilmanan heta xeyrîmisliman, ji suniyan bigire heta elewiyan, ji kurdan heta tirkan ên tevahiya hemwelatiyan, her wiha dînamîkên navxweyî û derveyî yên bi rewşa dinyayê ve veguhertî, mercên maddî û manewî yên xelasbûna ji makezagonên bidarêzorê û çêkirina ’makezagoneke demokratîk’ a encama ’peymana civakî’ a ku ew bi îradeya xwe ya azad pêk bînin, peyda kirine.

Her wiha di seranserê dirêjahiya tarîxê de, cara yekê ye fersend ketiye destê kurdan ku ew di çêkirina makezagoneke nû ya wiha de rol û girîngiya xwe bilîzin.

 

JI KU DEST BI ÇÊKIRINA MAKEZAGONÊ BIBE?

Gava mirov dest bi hewldana makezagonê bike, beriya her tiştî divê mirov daxwaza ’makezagoneke nuh’ a bi riya guhertina ya heyî neke. Wek gava yekê ya îmzekirina peymana nû ya civaka Tirkiyê, divê rêbaza lihevkirin û muzakereyan, metneka seranser nû be.

Metna makezagona nuha, bi her madde û rêzika xwe ew qas kemalîst, totalîter, yek-netewexwaz, ew qas bi ’lê’ û ’lêbelê’ yan; bi berbendkirinên dogmatîk û nakokiyan dagirtî ye ku hewldana jêderxistina makezagoneke nû ya demokratîk, ê hewldaneke vala be.

Beriya hewldana destpêkirina makezagoneke nû, divê li ser peyva ’netewê (ulus)’ bê lihevkirin, û li ser ’têgeha netewe’yeke ku tevahiya hevwelatiyan li serê hemfikir in bigihê hev. Heke wekî ku heta niha hatiye kirin, tarîfeka etnîkî bê kirin, wê gavê divê hebûna gel û neteweyên cuda ên li Tirkiyê jî bê qebûlkirin û ew bi nav û nasnameyên xwe, di nav hemwelatiyên Komara Tirkiyê de bên hesibandin, dev ji statuya kêmneteweyên Lozanê jî bê berdan û hemû li ser esasê hemwelatîbûna hevdem wekî unsurên (endamên) eslî yên welêt bên hesibandine û nirxên wan ên madî û manewî bên misogerkirin da xwe bi awayekî azad bipêş bixin.

An jî divê terîfa li ser esasê etnîkî ji binî ve bê redkirin û têgeha(tarîfa) netewe (nation) a Neteweyên Yekbûyî bê pejirandin. Her wekî tê zanîn Neteweyên Yekbûyî (United Nations) li têgehên (kavram, mefhûm) ku em jê re ’welat’ û ’dewlet’ dibêjin, wateya ’netewe’ bar dike. Di tarîfa Neteweyên Yekbûyî de, têgehên etnîkî, olî û zimanî cih nagirin; ji gel û grûbên etnîkî, olî û zimanî re ku li ser xakekê, di nav sînorên dewletekê de bi hev re dijîn, îradeya bikaranîna desthilatê bi hev re bi kar tînin, sîstema dezge û nirxên ku jê re dewleta desthilatdar tê gotin pêkve ava dikin ’netewe’ tê gotin. Bi terîfa herî kurt, tevahiya gelên di bin banê dewleteke desthilatdar de hatine cem hev, neteweyekê pêk tînin. Her welatê endama Neteweyên Yekbûyî neteweyekî wiha ye.

Bi vê maneyê mirov dikare tevahiya gel û baweriyên li Tirkiyeyê yên mîna kurd, tirk, laz, çerkez, ereb, ermenî, rûm, gurcî, roman, misilman, xiristiyan, êzîdî, sunnî, elewî bike hemwelatiyên eslî yên dewletê ku xwediyên mafên hevpar in û heke ’Neteweyê Anatoliyayê’ neyê pejirandin, ne bi kêfxweşiya hemuyan be jî mirov dikare ’Neteweyê Tirkiyeyê’ qebûl bike. Makezagon li ser vî esasî bê çêkirin, paşê ê tevahiya zagonên Tirkiyeyê jî ji têgeha netewetiya ku xwe dispêre bingehekî etnîkî bên rizgarkirin, li gorî têgeha Neteweyên Yekbûyî bên libarkirin û karûbarên dewletîbûnê li gorî vê bên sazkirin.

Di tarîfeka wiha de, dema bi awayekî makezagonî yekdengî hebe, divê makezagon bikeve bin teahûdeke wiha: ”Hevwelatiyên Komara Tirkiyê, ji civakên cuda yên etnîkî, olî, mezhebî, çandî, zimanî û cinsiyetî pêk tên, dewlet van cudahiyan nas dike û wan wek dewlemendîyê dibîne, ew di nav sînorên heman dewletê de, li ser bingehê entegrasyonê xwediyê nasnameyên cuda û maf û azadiyên hevpar in, ji bo her cure asteng ji holê bên rakirin û li gorî hewcedariyên serdemê bên pêşkevtin, dewlet her cure tedbîran digire, her awe derfet û destkeftiyên yasayî, îdarî, sazûmanî, madî û manewî misoger dike.”

Dema makezagona nû tê çêkirin, divê bê zanîn ku ew ne di navbera civakên etnîkî, eşîretî, (pêkhateya neteweya tirk jî di nav de), neteweyî, olî, mezhebî, komên terîqetî, cemaetî de hatiye çêkirin, lê belê peymaneke (lihevkirineke) wisa ye ku di navbera takekesan de ku her yek hemwelatiyê azad ê xwedî berpirsiyarî û mafên hevpar in hatiye çêkirin. Ev nêzîkbûn divê hergav di navenda prosesê de cîbicîkirî bê hiştin.

Çawa ku di hiqûqê de sûc û ceza li ser takekesiyê esas be, makezagon jî ne peymaneke wisa ye ku di navbera tirkan, ereban, çerkezan, lazan an jî kurdan de; di navbera suniyan û elewiyan, misilman û xeyrîmisliman de tenê ji bo ku kom in hatiye çêkirin, ew peymaneke bihevrejiyanê ye ku di navbera takekesên endamên van komên kollektîf hatiye mohrkirin.

Makezagon peymanek e ku di navbera takekesan de hatiye çêkirin, lê divê neyê jibîrkirin ku ew kes însan in; însan ne wekî keriyên heywana ne; tevî însanên din di nav rewş û warekî civakî de ne ku ji sîstemeke nirx û qaîdeyan pêk hatiye. Ev yek bi me dide selmandin ku kesên hevwelatî, ji bilî maf û berpirsiyariyên takekesî, xwedî maf û berpirsiyariyên kollektîf in jî. Divê makezagoneke demokratîk ji bilî naskirina mafên takekesî yên her hevwelatiyê xwe, mafên wî yên kollektîf jî nas bike, warê mîrî (kamu, em bibêjin dewlet) li wan xwedî derkeve, mafên wan misoger bike û ji bo vê her cure tedbîrên madî-manewî yên zagonî bistîne.

Dema ku makezagon temaşeyî mafên kollektîf ên hevwelatiyên Komara Tirkiyeyê dike, nikare wan sirf wekî neteweyeke diyarkirî (em bibêjin neteweya tirk ku pirhejmar in), civat (kemalîst), kom û cemaetekê (sunnî-hanefî) ku di pareke hevpar de hene bisînor bike. Dewleteke ku bi pareke hevpar de hatiye sînorkirin an jî yeka ku bi van taybetmendiyan derketiye pêş, bi tu awayî nabe dewleteke demokratîk. Kî xwe çawa, çiqas, bi çi awayî dibîne divê ew wisa bê qebûlkirin û mafên wî yên takekesî û kollektîf bên nasîn. Bi gotineke din dema mafên kollektîf bêne naskirin, divê ne ji perspektîfeke civakî, lê ji perspektîfeke takekesî bê tevgeriyan.

Ev tê çi wateyê? Em dikarin bi diyardeyeke ku em ji nêz ve dinasin tespîta vê bikin. Her wekî tê zanîn hikûmeta Ak Partiyê ’Vebûneka Elewiyan’ jî dabû destpêkirin. Di pêvajoya vebûnê de bi gelek pîrên elewiyan, pisporên wan, dezgehên sivîl ên civakî, akademîsyen û rîspiyan re civîn hatin kirin. Di civînan de derket holê ku hikûmet, zorê li elewiyan dike ku li ser têgihîştineka diyarkirî li hev bikin; gelo elewîtî di nav îslamê de mezhebek e, an sîstemeke baweriyê ya li derveyî îslamê ye, cemxane îbadetxane ne, an na… Tiştê xerab, derket ku hikûmet zorê li elewiyan dike da ew qebûl bikin ku elewî xwedî baweriyeke di nav îslamê de ne û ne cemxane, lê mizgeft îbadetxane ne.

Ev şêwaza berpêçûnê, bi sîstema makezagoneke demokratîk, laîk, hiqûqî re ji binî ve li hev nake. Dewlet an jî hikûmet nikare bi tu awayî kesan, dînan, mezheban an jî baweriyan bi vî awayî bi nav bike, nikare daxwazeke wiha bike. Însanên wê baweriyê xwe çawa bi nav dikin, kîjan nirx û sembolan li çand, bawerî û kevneşopiyên xwe bar dikin, divê bi vî awayî wan qebûl bike. Tenê bi şertekî dikare; dema baweriyek rê li ber azadiya sîstemên baweriyên din bigire an wan biçûk bixe…

Hê wêdetir, dewlet nikare ji tevahiya elewiyan re wbibêje: ’bi awayekî giştî bibin xwediyê sîstemeke homojen a baweriyê, di nava xwe de li hev bikin.’ Dibe ku gelek cureyên elewîtiyê hebin. Her wekî kesên ku xwe di nava îslamiyetê de dibînin hebin, heye ku beşek ji wan rabin û xwe li derveyî îslamiyetê bibînin.

Ji ber ku bawerî statîk nînin, li gorî veguherînên tarîxî dikarin biguherin û xwe nû bikin. Dewlet nikare bi awayekî giştî li elewiyan binêre, yek bi yek baweriya her welatiyekî elewî çi be, divê wî/wê wiha qebûl bike û vê bi makezagonê misoger bike. Bo nimûne heke li Tirkiyeyê 20 milyon elewî hebin, divê dewlet bi awayeke teorîk bipejirîne ku 20 milyon versiyonên elewîtiyê dikarin hebin, bi qasî hev dûr, an nêzîkî her yekê ji wan be.

Tiştên ku me ji bo elewîtiyê gotin, ji bo ol û mezhebên din ên hemwelatiyan an jî ji bo sîstemên baweriyê, her wiha ji bo mafên kollektîf ên cuda jî wiha ne. Bo nimûne li Tirkiyê ji bilî ermeniyên gregoryan, katolîk û protestan, ermeniyên ku bûne misilman; bi gotineke din ermeniyên bûne sunnî an jî elewî hene. Dewlet nikare ji wan re bibêje; ’heke tu ermenî yî nabe bibî misilman’ an jî, ’heke tu misilman î, nabe bibî ermenî.’ Heman tişt ji bo cihûyan, cihûyên dînguhartî û sebatayîstan jî derbas dibe.

Divê dewlet bi yek çavî li misilmana ku turbanê dide serê xwe, pênç ferz nimêj û li tekiyê zikir dike û yê araqê vedixwe, nimêj nake, rojî nagire, lê xwe misilman dibîne binêre. Divê wan wekî misilman bibîne çimkî ew xwe wiha dibînin û ji bo bi wî awayî bijîn, her cure ewlekariya wan misoger bike.

Wek vê, di nav zazayan de her wekî kesên ku xwe kurd dibînin hene, kesên ku xwe kurd nabînin jî hene. Dewlet nikare zorê li kesan bike û ji wan re bibêje zazayên kurd in an zazayên ne kurd in. Heke beşek ji hemwelatiyan bixwazin perwerdehiya xwe ya zikmakî bi zazakî bikin, mirov nikare bi darê zorê ’kurmancî’ li wan ferz bike.

Divê makezagon heman nêzîkatiyê nîşanî mafên din ên kollektîf jî bide. Lewre jî divê ji dêvla laîsîzma totalîter a Kemalîst, laîsîzmeke demokratîk bipejirîne ku hurmetê nîşanî her ol, mezheb û terîqetê bide; yek bi yek hurmetê nîşanî baweriya her hevwelatiyekî bide, -kî bi çi bawerîyê tîne, çawa bawer dike bila bike- ew çawa bin wan wisa qebûl bike.

Makezagon nikare hemwelatiyan bi nasnameya jêr (sub-identity) û jor diyar bike. Tevahiya nasnameyan, tevahiya mafên şexsî û kollektîv ên ku nasnameyan pêk tînin, divê di heman astê de bên qebûlkirin. Bi awayekî sosyolojîk nîqaşên li ser nasnameyên jêrîn û jorîn dikarin hebin, lê bi awayekî hiqûqî û makezagonî nasname nikarin bêne derecekirin û sinifandin. Dewlet mecbûr e bi awayekî hevpar nêzîkî her nasname û her mafên şexsî û kollektîv bibe.

Gava ku makezagon takekesî wekî bingeh dikire û mewqifekî dide xwe, ev nayê wê wateyê ku nasnameyên etnîkî, mezhebî, cinsî, çînayetî an yên din ên hevwelatiyên xwe înkar dike an jî nabîne. Berevajî, kîjan mafên kollektîv ên takekesan, bi kîjan nasnameyan re û bi kîjan dereceyê lihevhatî be  û takekes bi kîjan kombînezonan entegreyî civakê bûbe, divê statuyekê bide wan nasnameyan da ku bêne naskirin, bi pêş bikevin û bi nasnameyên din re xwediyê heman maf û derfetên hevpar bin. Tevî ku makezagon peymanên prensîbî yên maf û azadiya ne, her wiha ew îfadeya hêzeke hiqûqî û demokratîk in ku wan mafan diparêzin, bipêş dixin û xwedî hikmên fermanî ne jî. Heke wiha nebe, ev maf û azadî ê goyayî (sanal, virtuel) bin û li ser kaxez û zimanan bimînin.

Pêvajoya muzakereyên makezagonê naşibe pêşbaziyên werîskêşana (halatçekme) ber bi xwe ve da hêza hember ji cihê xwe bê leqandin û tiştên zêde bê bidestxistin, têkçûna beşdaran pêk bê. Divê makezagon li ser esasê normên hiqûqa navneteweyî û standardên demokrasiya berz bê durustkirin.

Di pejirandina makezagonan de, referandûm an jî dengdanên mîna wê jî nabin çare. Maf û azadiyên komên kemnetewên civakê, nabe ku bikevin bin ’erêkirina’ piraniya komeke etnîkî, dînî, cinsî an jî çînî. Mekanîzmaya referandûmê ji bo maf û azadiyên makezagonî ne demokratîk, lê mekanîzmayeke totalîter a xeyrîmeşrû ye ku tê wateya eqliyeta netewe-dewleta jakoben a modernîteyê.

Divê makezagon ewlekariya malî, canî, fikrî, rêxistinî û xweîfadekirinê; azadiya olî û wîcdanî mîsoger bike, miteşebisiya serbest, bidestxistina milk, li gorî daxwaza kesan rêvekirina bidestxistina pîşeyan, garantiya dabînkirina xebatê, misogerkirına piştgiriya ji bo kesên di warê fizîkî an/an jî zihnî de kêmendam, temenmezin û ji hêla aborî ve qels û lawaz bıdestxe. Makezagon divê ji bo kesên hewcedarê piştgiriya civakî piştgiriyê garantî bike, derfetên xebatê li gorî bikêrhatina wan radestî wan bike û makezagoneke piştgiriya civakî be.

Divê makezagon cudakirina nîjadan, biçûkxistina ziman, çand, mezheb, ol û nîjadên cuda; çîn û tebeqeyên cuda û cinsiyetan; her cure şideta li ser jin û zarokan û propogandaya şer qedexe bike.

Divê ewlekariya malî û canî ya hemwelatiyan, destnederiya jiyana wan a taybet misoger bike. Lê divê bi tu awayî tedbîrên ku tên standin, rê li ber maf û azadiyên takekesî û kollektîv negirin.

Makezagon ku peymaneke civakî ye, divê peywir û berpirsiyariyên wiha di nava xwe de bihûndirîne ku nesla însanê ku dijî, bi xweza/jîngehê re di nav hevahengê de be, wan texrîb neke, çavkaniyan tune neke, dinyayeke qels û bêber ji nifşên bê re nehêle, dewlemendiyên xwezayê bi zindiyên din re parve bike.

Çawa ku dema însan diçin geşt û seyranê, mecbûr in zibil û sergoya xwe li pey xwe nehêlin, em jî mecbûr in dinyayeke paqij a qabilê jiyaneka birûmet û hilberîner ji zarokên xwe re bihêlin. Divê di vî warî de jî hikmên makezagonê hebin ku berpirsiyariyê ferz dikin.

Makezagon divê rewş û hikmên wisa di nava xwe de bihûndirîne ku gunehên me yên li dijî bav û kalên me bidin efûkirin. Ew bav û kalên ku me di rabirdûyê de neheqî li wan kirine, bi zor û kotekiyan serî li wan tewandiye, bi riya berovajîkirina tarîxê me ew gunehkar îlan kirine.

Makezagon divê pêkhateya dewleteke wiha bîne ku aliyên wê yên ’kûr’ tunene, vekirî û şeffaf e. Divê cih nede tu mekanîzmayeke ku girêdahiyê hikûmeteke sivîl a bi hilbijartinan tê ve girêdahî nebe, ji hêla sîstemeke parlamenterî ve neyê kontrolkirin û hesab jê nayê pirsîn. Di navbera pêkhateyên dewleta kûr a dij-zagonî û dezgehên veşarî de yên bi zagonan diyarkirî û bi dewletê ve ne, ji hêla parlamentoyê ve têne kontrolkirin, hesab ji wan tê pirsîn, gava bê xwestin derdikevin ber dadweriya serbixwe û bêalî ferqên mezin hene. Li hêla din mekanîzmaya dadweriya serbixwe û bêalî bingeha dewleta hiqûqê ye ku nabe bi tu awayî terka wê bingehê bê kirin.

 

DEZGEH Û STATUYÊN JI BO MAFÊN KOLLEKTÎV

Makezagon mafên kollektîv ên tevahiya hemwelatiyên xwe, bi tenê ji alî teorîk ve nas nake û tenê ji alî teorîk ve azadî û wekheviya mefên wan ên hevpar ên etnîkî, çandî, olî, mezhebî, çînayetî û cinsiyetî misoger nake; her wiha ji bo ku ew derbasî pratîkê bêne kirin, divê hikmên fermanî di nava xwe de bihûndirîne da ku statû û dezgehên wê yên siyasî, civakî, çandî û îdarî bên avakirin.

Dema ku em cudahiyên etnîkî, çandî, olî û mezhebî yên hemwelatiyên Komara Tirkiyê li ber çavan digirin û belavbûna wan a li erdnîgariya welêt raçav dikin, fikreke wiha derdikeve holê: divê awayê burokratîk ê unîter û navendî yê dewletê bê terikandin, dewlet bê biçûkirin û di qadên cuda de dezgehdariyeka ne-navendî derkeve . Di rastiya xwe de tarîxa 600 salî ya olî û mezhebî ya hê ji dema Osmaniyan hatî ya civakên welatiyên Komara Tirkiyê nîşanî me daye ku sîstema ne-navendî ji ya unîter a navendî tendirûstir û temendirêjtir e. Bi taybetî Kurdistan, bi hikûmetên xwe yên biçûk û mezin -ên bi dereceyên xwe yên cuda jî be- bi taybetmendiyên xwe yên serbixwe, an nîv-serbixwe dihatin birêvebirin . Sîstema ne-nvendî hem ji bo kurdan, hem ji bo Osmaniyan feydeyên mezin anîne.

Lê belê tevahiya veguherîn bi gotineke rastir tevahiya texrîbatên bi Selîmê III. destpê kirine û bi Mehmûdê II. yanî bi tanzîmatkar, osmaniyên nû, îttîhat û terakkiyiyan û komargeran berdewam kiriye, bûye sedem ku gel bikevin qirika hev, dewlemendiyên welat heder bibin û gelek xerabiyên din ku navên wan bi hejmartinê naqedin derkevin holê. Take îstîsna projeya ’Alayên Hamîdiyê’ ye ku di serdema Ebdûlhemîdê II. de destpê kiriye –ku vê hewldanê di rastiya xwe de Kurdistan ber bi dezgehên ne-navendî ve dibir, statûyên bilind ên kurdan ava dikir û kurd ber bi sîstema mîrîtiyan ên nîv-otonom ve dibirin. Lê projeyê bi taybetî ji hêla modernîtexwazên alîgirên Rojava ve şikestek xwar, hate dejenerekirin û beriya ku temam bibe ji hêla dezgeha Îttîhat û Tarakkiyê ve hat tunekirin. Sedema ku kurd ji Ebdûlhemîd re dibêjin ’Bavê Kurdan’ ev e.

Tevahiya kêşeyên giran ên ku em anîne vê derê, ji sedsala 18-an û pê ve bi çalakiyên ’modernîzmê’ yên şoreş, derbe, xwîn û şideta ku bi hevîrkirina modernîzma jakoben a Fransiyan û mîlîtarîzma Almanan derketiye holê. Tevgerên modernîzmê di rastiya xwe de mirov dikare wiha bi nav bike: Bêexlaqî û jirêderketinên tarîxî yên ku navendîbûna burokratîk û totalîterbûnê ji xwe re dikirin armanc. Van hewldanên han di dawiya dawî de zirareke mezin dane gelan, xeyrîmûslîman û ol û mezhebên ne fermî, hetta kiriye ku beşek ji wan ji holê jî bêne rakirin.

 

TEŞEGIRTINA MAKEZAGONÊ YA NE- NAVENDIYÊ

Gelo ne-navendîya li Tirkiyê ê çawa pêk bê, kengî li ser projeyên berbiçav bê axaftin ê derkeve holê. Ev pirsgirek ne tenê ji bo kurdan, tirk jî tê de divê ji bo hemû nasnameyan bê bersivandin. Bi xweseriya herêmekê tenê ev pirsgirek nayê çareserkirin. Di vî warî de divê Tirkiye ji serî heta binî, ji nû ve bê dîzaynkirin.

Gava wiha bê fikirin, pirsgirek bi şabloneke tekane ya xweseriyê (otonomiyê) jî nayê çareserkirin. Fedarasyon, di astên cuda de xweseriyên herêmî, xweseriyên çandî, ji hêla bajar û navçeyan ve îdare û berpirsyariyên firehtir, ji bo kêmîneyên ku li van deran dijîn derfetên parastin û pêşxistina hînbûna ziman, çand û kevneşopiyên xwe, mekanîzmayên siyasî û kargeriyên ku bi xwe jî tê de bin, saziyên kargeriyê yên taybet û gelemperî divê bên avakirin.

Pêkanîna statuyan -di asta xweserî û fedarasyonê de be jî- dibe ku ji bo pergala nebaşî û xeletiyên heta îro hatî, hinek çareseriyan bi xwe re bîne, lê heke naverokên wan neyên diyarkirin bê ka têne çi wateyê, ê pirsgirekên nû derkevin holê û heye ku prototîpên biçûk ên netewe-dewleta niha ya Kemalîst ya Tirkiyeyê derkevin holê.

Bidestxistina statûyên xweserî û fedarasyonê, ji hêlekê ve jî tê wateya tayinkirina qedera neteweyan bi destê xwe jî. Heke mafên tayinkirina paşeroja neteweyî, bi şer û şîdetê nehatibe bidestxistin, bi şêweyeke referandûmê; ango dengdayîna gel bi xwe ye. Mirov nikare bibêje di her şert û mercê de referandûm encamên baş û adilane derdixin holê. Berevajî, dema nasnameyên cuda dibe mijar, gelek caran heye ku encam û neheqiyên mezin bêne kirin. Mafê diyarkirinê; di asta serxwebûnê an jî ya xweseriyê de; çi dibe bila bibe, tê wateya biryardayîna xwerêkxeriya netewe-dewletan. Biryara referandumê berevajiyê vîna gelên kêmîneyan jî be, tê wateya pejirandina biryara gelên pirraniyê ên ku di netewe dewlatan de dijîn. Bi gotineke din, her wekî mirov sêv, hirmî û porteqalan bi hev re kom bike û kîjan meywe di pirraniyê de be bi hejmara xwe, encamê bi navê wê fêkiyê kom bike.

Di makezagonê de dema federasyon an jî xweserî dibe mijar, şêweya pêkanînê, naveroka wê, teşkîlbûna maf û hiqûqa welatiyên xwediyê wê statuyê jî bi qasî wê girîng e. Ji ber vê yekê dema statû têne avakirin û çêkirin; demokrasî, maf û azadiyên mirovan, mafên takekesî û kollektîv ên wê statuyê, divê ji standardên tevahiya dewletê kêmtir nebin.

Bo nimûne, nabe ji bo piraniya Tirkiyê,  an jî bi gotineke rastir ji bo beşê mezin ê derveyî herêma statuyê, normên hiquqa gerdûnî, azadî û demokrasiyeke pirdeng û pirr reng hebe, lê di qada statûya otonom de yek partî, takeperstî; sazumanên wek yên li welaten rojhilatê Ewropayê yên berê, li welatên sosyalîst ên li cihên din an jî li hin welatên ku berê metingeh (kolonî) bûne, heta welatên xwedan pergalên wek Beasê ên li Rojhilata Navîn bimeşin, ev qebûl nîne. Rewşeke wiha hebe, tayinkirina paşerojê, an jî dengdayîna gel nayê wateya ku bipêşçûn buye, gaveka bi paş ve ye.

Divê dewlet ne navendî ên ûnîter be, otonomiyên ne-navendî û xwedî beşên siyasî û kargeriyên cuda hebin. Lê ev yek nayê wê wateyê ku li wî welatî, di beşên îdareya mîrî (kamû) de ji hêla demokrasî û mafên mirovan ve standartên cuda hebin. Li dewleta giştî û ya statûya herêmî standartên ji hev cuda hebin, heta dema ku herêm li gorî rewşa giştî bi paş bikeve, welatiyên wê herêm û îdareyê, ê terka wir bikin û koçî herêmên din bikin ku dikarin li wir baştir bijîn. Bi vî aweyî herêm ji hêla aborî, civakî û siyasî ve bi herêmên din û tevahiya welêt re an jî bi dinyayê re ne-entegre bbe, xwe teng bike, tecrîd bibe, ji derve sermiyangêrrî û hêz kar neyên, kesên li hundir jî ê birevin derve, têkçûyîna aborî û civakî ê pêk bê.

Di statuyên pêk bên de, divê sazumanên azadîparêz bên pejirandin; nasnameyên etnîkî, olî û mezhebî divê bibin xwedî mafên gotinê, bikaranîn û pêşdebirina mafên takekesî û kollektîf bêne misogerkirin/garantîkirin. Divê dezgehên ku maf û derfetên wekhev pêk tînin bên avakirin. Zagonên ku statuyan pêktînin divê giran û statîk nebin, da piştî demekê ku cihan û bi giştî welat bi pêş dikeve; zagon bi peymanên ku nikaribin bên guherandin an jî ji bo guherandinê nebin sedema pevçûnên dijwar. Peyman divê dînamîk be. Her ku welat veguherî, bi pêşve çû û xurt bû, divê zagonên ku statûyê pêktînin bixwe jî rê bidin pergala veguherînê.

GAVÊN BERBIÇAV KU DIVÊ BÊNE AVÊTIN

Bi qasî ku tê fêhmkirin li Tirkiyê îradeyeke gelek xurt heye ku bi lihevkirinê makezagonek  bê çêkirin. AK Partî pêşniyar dike ku tevahiya partiyên di meclîsê de xwedankom (grûb), bi dayîna nunerên xwe yên qasî hev û bi riya lihevkirinê, komîsyoneke makezagonê bê avakirin Ihtîmaleke mezin e ku ev pêşniyar ji hêla partiyên din ve jî bê pejirandin. (Îro ew komîsyon di bin banê parlamentoya Tirkiyeyê de avsa bûye -NETKURD).

Aliyên baş û yên xerab ên komîsyona lihevhatinê hene ku her partiyek tê de xwedî mafê vetoyê ye. Beşek ji Ak Partiyê, beşek ji CHP-ê li dijî vê yekê ye. Gava em bala xwe didin MHP-ê, em dibînin ku ew li dijî makezagoneke demokratîk a ne-navendî ne. Ku mesele wiha ye, naxwe em dikarin bibêjin ku çareserî têra xwe zehmet e. Lê li hêla din, BDP komeke xurt xistiye parlamentoyê û ev jî firsendeke mezin e.

Ev tê wê wateyê ku her makezagona ku BDP jê re nebêje ’erê’, ew nayê qebûlkirin. Heke BDP-yî sond bixwin û herin parlamentoyê (BDP-yî çûn parlamentoyê –NETKURD) an ê makezagoneke demokratîk pêk bê, an jî ê makezagona heyî ku nema dikare welêt bi rêve bibe bimîne. Lê tehamula Tirkiyê êdî ji makezagona kevn re nemaye.

Mayîna makezagona heyî li Tirkiyê, tê wateya roj bi roj riziyana Tirkiyê û kangrenbûna kêşeyên heyî. Wisa xuya ye tevahiya pêkhateyên statukoparêz ên di nav partiyan de heke bixwazin jî, bi riya dirêjkirina temenê makezagona heyî, ê bi kêrî tu tiştî neyên.

Her wiha gava em ji aliyê Ak Partiyê bifikirin, heke di hilbijartinên bê de winda bike an bi tena serê xwe nebe desthilatdar, ew xeter heye ku makezagona heyî ya îro û zagonên heyî li dijî wê bikevin nava liv û tevgerê û heyfa xwe jê hilînin. Lewre jî Ak Partî beriya ku here an jî beriya ku li paş bimîne, divê veguherînên pêwîst ên zagonî û makezagonî bike. Ev yek avantajên zêdetir dide BDP-ê û di muzakereyan de dide kurdan. Kurd jî bi hewcedariyeke wisa rû bi rû ne ku makezagoneke nû di dema xwe de bê çêkirin. Destûreke ku rola kurdan di çêkirina wê de tunebe heye ku makezagoneke demokratîk, pirdeng û ne-navendî 50 salên din bi paş ve bixe.

Divê parlamenterên BDP-ê tevî hemû kêşeyan, bes ji bo makezagoneke nû jî be, 1-ê Cotmehê herin meclîsê û tevli pêvajoya muzakereyan bibin. Heke li derveyî pêvajoya muzakereyan bimîne, BDP ê hem li dijî gel, hem jî li dijî tarîxê bikeve bin berpirsiyariyeke giran.

 

 

 Wergera Ji Tirkî: Salihê Kevirbir

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: