Tirk çima dibêjin ’kurd unsurê eslî ê Cumhûriyetê ne’?

Ji bo ku peywendiyên navbera Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewrûpayê(YE) ketiye qonaxeka ciddî ya gavavêtina berbiçav a ber bi endametiya Tirkiyeyê de ya ji bo YE, li gel hin pirsên bingehîn ên aborî, huqûqî û siyasî ên Tirkiyeyê, pirsa kurdan jî ji her demê germtir hatiye rojevê. Di 17ê meha 12ê de 25 welatên Yekîtiya Ewrûpayê ê biryarê bidin ka prosesa berendametiya Tirkiyeyê a YE dest pê bike an na. Heke endamên Yekîtiya Ewrûpayê bibêjin ”erê” Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê ê rûnên peymanekê îmza bikin ku ew peyman li hemberî YE Tirkiyeyê bike berpirsiyar, Tirkiye hin teahudan bide û li gora wan di qonaxa berendamtiya xwe de gavan bavêje û ku ew gav hemû hatin avêtin Tirkiye karibe bibe andam.

Pirseka ji yên girîngtirîn jî ew e ku di wan belge û teahudan de statuya kurdan cih bigre yan na, an jî bi çi awayî cîh bigre. Heke pirsa kurdî di wan belgeyan de cih bigre, di tarîxa Cumhuriyeta Tirkiyeyê de ê bibe cara pêşîn ku Tirkiye di peymaneke navneteweyî de îtîraf bi kurdan dike û di mesela bicîhanîna mafên wan de hin teahudan hildide ser milên xwe.

Helbet mihaweleya Tirkiyeyê her ew e, kurd di belgeyeke wiha navneteweyî de ku huqûqîyen Tirkiyeyê dixe binê teahudan, bi tu awayî cih negirin û Tirkiye ji bo kurdan tu sozê nede YE. Gava Tirkiye li hemberî terefên Yekîtiya Ewrûpayê dibêje ku ”bira di belgeyên resmî de kurd wek kêmnetewe neyên diyarkirin, kurd ne kêmnetewe ne, ew unsurê eslî ê Cumhûriyeta Tirkiyeyê ne, ew ji xwe xwedan mafên her tiştî ne”, mexsed ew e ku Tirkiye ji alî hebûn û mafênkurdan de îtîraf bi tu tiştekî neke û nekeve binê tu teahudan.

Çimkî gava di belgeyên resmî de navê kurdan û statuya wan derbas bibe, nexwe Tirkiye îtîraf bi hebûna kurdan (wek gel, çi mînorîtet an ne mînorîtet) dike û di çarçeva YE de mecbûr e mafên ku ji wan re li gor peyman û hiqûqa navneteweyî rewa ne bicîh bîne, heke na, endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê dikeve xeterê, YE dikare jê re bêje te teahuda xwe ya li ser maf û statuya kurdan bi cîh neaniye, loma tu nikarî bibî endam.

Lê heke statuya kurdan di peymanê de tunebe, wê gavê YE ji bilî mafên kesayetî nikare tu daxwazê li ser mefên kurdan ji Tirkiyeyê bike.

A ev rewşa cidî ye ku Tirkiye xistiye qilqilê, ew mihawele dike navê kurdan û tesbîta statuya wan ne wek netewe, heta wek kêmnetewe jî ji raporên raportorên YE bide derxistin, civînan yek bi yek bi serokên dewletên YE re dike, hin kurdên ku wek temsîlkarê kurdan hatine hilbijartin ji hefsan derdixe dibe li Ewrûpayê digerîne da ew jî bibêjin ”nabe ku di rapor û peymanên YE de kurd wek kêmnetewe bên qebûlkirin, ji xwe kurd ’unsurê eslî’ yê Cumhûriyeta Tirkiyeyê ne.”

‘Unsurekî eslî’(!) yê ku xwe percheyek ji ’neteweyê tirk’ yan ’neteweyê Tirkiyeyê’ dibîne, ji bilî mafên kesayetî yên hemwelatiyan doza tu mafî nake, ji xwe ne ’minorîte’ ye, loma jî di nav hidûdê Cumhuriyeta Tirkiyayê de mafekî wê yê grûbî, gelêrî tuneye, nikare doza otonomî herêmî yan ya kulturî, ya dewleta federe bike. ’Unsurekî eslî’(!) yê ku Tirkiyeyê li hember NY, YE û hemû ew dezgeyên navneteweyî ji berpirsiyarî û her awe teahudên, bi van re jî tawanên li hember kurdan wek gel an neteweyekî nav dewleta Tirkiyeyê xelas dike.

Siyaseta Tirkiyeyê ya li ser pirsa kurdan a li hember NY, peymanÊn navneteweyî û bi taybetî jî ya di prosesa berendametiya YE de diyar e. Tirkiyeyê stratejiyek daye ber xwe, ew zane ku ew çi dike û çi dixwaze. Bi çi awayî dibe bila bibe divê navê kurdan û statuya wan di qadên navneteweyî de û di belgeyên navbera YE û Tirkiyeyê de cih negire. Lê kurd di vê prosesê de gêj bûne, nizanin ku çi bikin, mewqifekî çawa bistînin, çi riyê bidin ber xwe.

Hin kurd hene dibêjin ”kurd ne kêmnetewe ne, li ser axa xwe pirranî ne, ew neteweyek in, divê wek netewe bên naskirin û mafê wan ê netwetiyê bê dayin. Divê ew qedera xwe bi destê xwe tayin bikin.”

Hin kurd hene dibêjin ku ”erê rast e kurd ’unsurê eslî’ yê Cumhuriyeta Tirkiyeyê ne, di şerê li dijî dagirkeran de li gel tirkan şerê dijminan kir û di avakirina Tirkiyeyê de roleke esasî lîst, lê tirkan mafên wan înkar kirin. Divê mafên kurdan ên wekheviyê bên dayin, çi mafên tirkan hene, divê mafên kurdan jî ew qas hebin.”

Mewqifê van her du gurûban ên li hember endametiya Tirkiyeyê a ji bo YE, dilsoziya li ser berjewendiyên miletê kurd e, lê ne zelal e û projeyeke wan a ji bo vê prosesa roja îroyîn tuneye.

Beşeke esasî ji kurdan ketine bin bandora siyaseta Tirkiyeyê a ku mihawele dike di peymanên navneteweyî de navê kurdan mek ’kêmayetî’ jî neyê tespîtkirin. Ew jî îddîa dikin ku ’kurd unsurê eslî ê cumhûriyetê ne’, ew daxwaza serxwebûn, federasyon an otonomiyê ji bo kurdan nakin. Ew parêzerê dewleteka unîter in li Tirkiyeyê. Ew Tirkiyetiyê ji xwe re wek nasnameyeke serekîn (ust kimlik) qebûl dikin. Li gora wan kurdayetî ne nasnameyeke serekîn a bi serê xwe ye, ew sub-kesayetiyek e ku şaxekî nasnaetiya Tirkiyeyiyê ye.

Berpirsiyarên vê tevgerê dibêjin ’ne lazim e ku bahsa miletê kurd bê kirin’, ew xwe wek ’neteweyê Tirkiyeyê’ dibînin. Heta ew daxwaza kurdan a xwedîdewletbûnê – çi serbixwe çi jî di nav Tirkiyeyê de – xeter dibînin.

Mewqifê vê xetê, ji alî mafê kurdan de ji mewqifê partiya ser hukum a Tirkiyeyê jî dûrtirî mafê kurdan e, ew dikevin milbimilê mewqifê xeta ku îro wek ”dewleta kûr” hatiye naskirin û serokatiya wê generalên nasyonalîst ên tirk ên herî kevneperest û nîjadperest dikin.

Ev kurd di çarçewa ziman û kulturê de, di warê sivîl de, hin serbestiyan ji bo kurdan dixwazin lê bi şertê ku dewlet bi xwe nekeve binê teahudên li ser statuya kurdan di peymanên navneteweyî de.

Hin kurd jî hene ku şikê neynin ser netewebûna kurdan jî (ji ber ku ne tenê Tirkiye lê YE bi xwe jî ne amade ne û ne di rojewa wan de ye ku bi peymanan statuyeke netewebûnê bidin kurdan) razî ne di peymana navbera Tirkiyeyê û YE de, qet nebe statuya kêmayetiyê (kêmnetewebûnê) ji bo kurdan bê tesbîtkirin da Tirkiye ji alî kurdan têkeve bin barê hin teahudan. Li gora wan, bi teahudekê ku Tirkiye îmze bavê bin tesbîta kêmnetewetiya kurdan, ne tenê di çarçeweya mafên însanî ên şexsî de, di çarçeweya grubî ya neteweyî ya gelêrî de jî mafên kurdan huqûqiyen tê naskirin, di qada huqûqa navneteweyî de derî li ber riya naskirina kurdan a wek netewe vedibe.

Lê diyar e terefdarên vê baweriyê gellek kêm in û zêde newêrin dengê xwe bilind bikin. Çimkî kurdên ku neketine mil bi milê siyaseta dewletê jî îdîa dikin ku kurd wek kêmnetewe bên naskirin ê mafê xwe yê netewetiyê; mesela mafê tayinkirina qedera xwe bi destê xwe û avakirina dewleteka serbixwe wenda bikin.

 Bi vî awayî pirsa kurdî ketiye merheleyeka gellek hessas. Minaqeşeyên ku li serê tên kirin pirsên piralî anîne meydanê ku divê lêkolîn li ser wan bên kirin, bên zelalkirin û maneyên wan di praktîkê de bên eşkerekirin. Ji van minaqeşeyan gellek encamên cuda derdikevin ku li ser qedera kurdan tesîreke wan a heyatî heye.

Pirsên ku di dema van minaqeşeyan de derketine, hin jê ev in, ku ez dixwazim hewlekê bidim ji bo lêgerîna bersivekê ji wan re. Berê hin pirs:

Li gora hiqûq û peymanên navneteweyî kurd netewe ne an kêmnetewe ne?

Heta niha tu peymanên li ser kar hene ku kurdan wek netewe an kêmnetewe qebûl dikin?

Heke netewe bin di çarçeva hiqûqa navneteweyî de mafê wan çi ye û kêmnetewe bin mafê wan çi ye?

Gelo gava em dibêjin netewe an kêmnetewe û peymanên navneteweyî dibêjin netewe an kêmnetewe em her eynî tiştî qesd dikin, yan em behsa tiştên ji hev cuda dikin?

Gelo îro YE amade ye ku kurdan wek netewe qebûl bike û xwedî li encamên vê qebûliyê derkeve, ji bo netweyekî çi lazim e ji bo kurdan jî biparêze?

Gelo YE amade ye ku kurdan wek kêmnetewe qebûl bike û encamên wê biparêze, xwedî lê derkeve?

Heke di peymanên resmî ên navbera Tirkiyeyê û YE de kurd wek kêmnetewe neyên qebûlkirin, gelo ê wek netewe bên qebûlkirin yan ê navê wan bi tevayî ji peymanan derkeve?

Gava navê kurdan û statuya wan a resmî di peymanan de tunebe ji alî hiqûqa navneteweyî û tifaqa YE û Tirkiyeyê de kes dikare Tirkiyeyê mecbûrî gav avêtinan bike?

Ji alî mafên kurdan de Tirkiye li hember tu platformeka resmî a navneteweyî dibe berpirs yan na?

Gelo kurd unsurekî eslî yê Cumhûriyeta Tirkiyeyê ne? Gelo kurd bi rastî jî beşdarî avabûna Cumhûriyeta Tirkiyeyê bûn? Gelo kurd perçeyek ji miletê Tirkiyeyê ne?Teza milletê Tirkiyeyê a kê ye û kengî derketiye?

Çima li hundurê welêt tevgerekê dest pê kiriye ku hin kurd bi coşeke mezin mihawele dikin da partiyên bi nave kurdayetiyê naskirî ji hole rakin, partî û tevgerên mişterek ên bi tirkan re ava bikin?

Gelo çi dirûvdariya vê gava îro bi siyaseta tevgera kemalîst a destpêka avakirina Tirkiyeyê re heye ku wê gave ew komele û rêxistinên kurdan ên ku li Îstenbolê û li Kurdistanê hatibûn avakirin dibûn armancên êrîşên tevgera kemalîst, dihatin girtin, berpirsiyar û endamên wan dihatin tehdîdkirin û cezakirin. Li hemberî wê bi nave “Mudafaî Huqûq Cemîyetlerî” hin cemiyet hatin avakirin ku serokên wan, îdarekirên wan hemû kemalîst bûn, lê kurd dihatin teşwîqkirin û tehdîdkirin ku di wan cemiyetan de cih bigrin.

Mistefa Kemal hîn di dema amadekirina Kongreya Sîwasê de telgraf dişand ji zabitên Tirk re ên li Kurdistranê, digot ku em çi dikin bikin, dive em rê nedin ku komele û rêxistinên kurdan ên bi serê xwe ava bibin û kar bikin. Û em çi dikin bikin dive em li hemberî dinyayê nîşan bidin ku temsîlciyên kurdan bi me re ne. Kurd jî tevî me ne. Loma jî dixwest ku ew zabit hin kurdan bişînin da di Kongreya Sîwasê de cih bigirin.

Gelo çima îdareya Tirkiyeyê hin kurdan li Ewrûpayê digerîne da ew ji Ewrûpiyan re bibêjin kurd ne kêmnetewe ne, ew unsurên eslî ên cumhûriyetê ne? Kurd beşek in ji neteweyê Tirkiyeyê. Nasnameya kurd sub-kesayetiyek (alt kimlik) di bin ser-kesyetiya (ust-kimlik) Tirkiyeyiyê de?

Çi wekheviya vê rewşê bi siyaseta Tirkiyeyê a dema Lozanê heye? Wê gave jî kemalîstan bi navê kurdan ji meclisa Tirkiyeyê û ji bajarên Kurdistanê telgraf dişandin Lozanê ku kurd û tirk bi hev re ne, kurd jî unsurên eslî yên vî welatî ne. Wan dihişt ku kurd bi cilên kurdînî rabin di meclisê de vê siyasetê tesdîq bikin, dubare bikin.

Ez dixwazim di çend nivîsarên vê zincîre de mihaweleyeke lêgerîna bersivên van pirsan bikim û wan pêşberî xwendevanan jî bikim.

 

 Pirsa netewetî û kêmnetewetiya kurdan di warê hiqûqa navneteweyî de

Bi xebatên li ser berendametiya Tirkiyeyê a YE re ku di hin raporan de statuya kurdan wek ”mînorîte” (hindikayî, kêmnetewe) hat destnîşankirin, di nav kurdan de cardin minaqeşeya netewetî û kêmnetewetiya kurdan dest pê kir.

Ya balkêş ew e ku hem tirk, hem jî kurd îsyan dikin ku çima kurd wek mînorîte tên binavkirin.

Endîşe û tirsa kurdan ew e ku bi binavkirina mînorîtetiyê, neteweyê kurd ê kevnare yê ku îro nifûsa wî digihîje ”40 milyonan”, ji mafên xwe yên netewebûnê ên tayînkirina qedera xwe bi destê xwe bêpar bimîne.

Wekî yên perçeyên din, kurdên Kurdistana Tirkiyeyê jî ji dawiya sedsala 19-ê heta îro gellek têkoşîn û qurban dane da xwe wek netewe bidin qebûlkirin û li ser vî esasî mafên xwe bi dest xin. Tirseka wiha maqûl e û meriv fahm dike.

Tirsa dewlata tirk jî ne tirseke piçûk e. Wê jî bi vê zilm û zordestiya 80 salan, bi siyaseta nîjadperestî a înkar û asîmîlasyonê tam dilê xwe xistibû cîh ku kurd îdî wek miletekî cuda nemane, mehiyane bûne tirk, yên ku doza kurdîtiyê dikin çend kes in ku ji alî dewletên biyanî ve tên pîjkirin.

 

Ji destpêka sedsala 20-ê û vir de carekê xeterek pirr mezin hat ber deriyê tirkan, ew jî bi peymana Sevrê bû. Cara pêşîn di qada navneteweyî de kurd wek millet/gel hatin qebûlkirin û mafê xweîdarekirinê ji bo wan hat dayîn.

Lê tirkan bi Peymana Lozanê bi dinyayê jî dan îmzakirin ku kurd wek gel û millet tunene, tevî tirkan bûne, ew jî Cumhûriyeta Tirkiyeyê dixwazin. Îro piştî 80 salan,  xeterek mezin peyda bûye; di meydana navneteweyî de bi peymanbestinê kurd bi nave mînorîtetiyê be jî dikin bibin gelek ku mafê wan ê xweîdarekirinê hebe.

Kurd gellek caran ji ber wê tirsa ku me bahs kir, naxwazin rewşa îro, xeter û îmkanên ku bi qonaxa destpêkirina berendametiya Tirkiyeyê re rû didin minaqeşe bikin, lêbikolin û encamên pêşxer derînin.

Bi bawerîya min îro mesele ne ew e ku kurd xwe çi dibînin. Mesele ew e ku di rewşa realîteya îro de kurd ê karibin heta çi dereceyê maf û berjewendiyên xwe bispêrin peymaneke navneteweyî ku li aliyekî 25 dewletên YE ne li alîyê din jî Tirkiye ye.

Yan kurd ê bêjin ew netewe ne, ew mafê tayinkirina qedera xwe bi destê xwe dixwazin û gava tu dezgeh û dewletên YE xwe nâzîkî vê daxwazê nekir berê xwe ji wan bizîvirînin û bixeyidin, yan jî tevî ku ew xwe wek neteweyekî mafxwarî dizanin, realîteya rewşa îroyîn li ber çav bigirin, gav bi gav xwe di rojev û projeyên navneteweyî xin, her piştgirîya ku dikare ji derva ji wan re bê, wek her kevirê ku di destê wan keve, bêyî ku bêjin ev piçûk e an ev mezin e, rahêjinê û bi ser siyaseta zordest a înkarkir û mafxwir a Tirkiyeyê de werkin.

Gelo îro kurd dikarin kîjan kevirî di dest xin? YE di projeya endametiya Tirkiyeyê de dikare çi qas bi pêş de here û ji alî satatuya kurdan de çi şertan li ber Tirkiyeyê deyne?

Pirsa netewetiyê

Berî her tiştî gava em di platforma navneteweyî de têkoşînê didin ku statuya kurdan bispêrin peyman an biryareke navneteweyî a weke biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yan jî Yekîtiya Ewrûpayê (YE), divê em hay ji ferqa navbera gotinên ”netewe” û ”nation” hebin.

Peymanên navneteweyî û bi taybetî biryarên NY meseleya ”netewetî” û ”nation”ê wek me nabîne. ”Netewe” û ”nation” di ferhenga me kurdan de di eynî maneyê de ye, li gorm e yek kurdî û ya din jî îndilîzî ye. Lê Neteweyên Yekbûyî û peymanên navneteweyî, dewletên biyanî (bi taybetî rojavayî) û welatiyên van gotina ”nation” di maneya gotina me ya ”netewe” de bikarnaynin.

Ew, ”nation” ji bo wan gelan dibêjin ku xwe kirine dewlet. A ku em jê re dibêjin “dewlet” ew dibêjin “nation” yanî “netewe”. Ji xwe navê NY bi xwe jî bi vê maneyê tê. Gotina “United Netions” ji bal me bi xwe jî wek “Neteweyên Yekbûyî” tê wergerandin, lê qesda wê di zimanê me de “Dewletên Yekbûyî” ye. Loma jî di “nation”a ku NY û dezgehên navneteweyî yên resmî ên din bi kar tînin de dikare pirneteweyetîya ku em qesd dikin jî hebe. Sovyet, Yugoslavya û Çekoslovakyaya berê, Çîn, Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriyeya îro û hema hema hemû dewletên ku gelek netewe (bi maneya ku em dibêjin), gel, kêmnetewe û hindikayiyên din di nav xwe de dihêlin wek neteweyekî tên naskirin. Nation bi mahneya nifûseka li ser erdekî ye (ji çend gelan an etnîsiteyan pêk tê bila bê) ku wek dewletê xwe rêkxistiye û hukumran kiriye. Vê tarîfê, li Rojava, di devê hukumetan, siyasiyan û heta hemwelatiyên normal de jî xwe daye qebûlkirin. Gotina “nationality” ya ku em jê re dibêjin “hemwelatî” jî li ser vê ava bûye. Gava em dibin hemwelatiyên Almanyayê, Fransayê an Swêdê em dibin alman, fransî yan jî swêdî.

Ji alî din di peyman û biryarên navneteweyî de pirê caran “people” (wê gotina ku em jê re dibêjin “gel”) di maneya “netewe”ya me de tê bikaranîn.

Esas gava em li dîroka NY û biryarên wê binêrin, em ê bibînin ku li ser esasê wekheviya mafên hemû însanên ser rûyê erdê pir tişt li ser mafê geltî an netewetiya wan nehatiye gotin. Neteweyên Yekbûyî ji dewletan re dibêje “netewe” û zêdetir li ser serbixweyî û hukumraniya wan radiweste da kes nikaribe destê xwe di nav karên wan werde, destdirêjiyê li ser ”yekîtiya neteweyî” ya wan bike. Pirsa “gel” û hindikayiyên neteweyî, dînî, zimanî û yên din, heta van demên dawiyê di biryarên resmî de hatine bincil kirin.

Di peymana avakirina NY a 1945-an de, tenê carekê behsa tayinkirina qedera gelan a bi destê xwe tê, ew jî wek mîrasekî moralî yê prensîbî yê giştî ji Cemîyetê Aqwam a berî NY hatiye girtin û ne zelal e ku bi maneya dewletê yan bi maneya gel tê qesdkirin.

Pişt re di sala 1961-ê de Kongreya Giştî ya NE deklerasyonek li ser garantîkirina serxwebûna welat û gelên koloniyan derxist ku di maddeya 2-yê de diyar dike ku her gel mafê wî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayîn bike, bi serbestî, bê destêwerdan ji xwe re sîstemeke siyasî hilbijêre.

Ev deklerasyon di demeke wiha de derket ku şerên rizgariya gelên Asyayê, Afrîkayê û Amerîkaya Latînî xwe li ser dewletên kolonyalîst û dagîrkerên wan deran ferz kiribûn, ew mecbûr mabûn ku wan welatan bi cih bihêlin. Yanî ev deklerasyon ji ber prensîbên giştî ên însanî zêdetir ji ber xweferzkirinekê û mecbûrkirinekê hatibû. Tevî wê jî her di eynî deklerasyonê de (wek mesela meriv bi destekî bide û bi destê din bistîne) di maddeya 6-an de hatibû diyarkirin ku hemû mihaweleyên  ku berê xwe didin bi qismî ya tevayî perçekirina yekîtiya neteweyî ya welatan û hukumraniya wan, li dijî pêşniyar û bingehên biryarên Neteweyên Yekbûyî ne.

Ji aliyekî de tu yê bêjî her gel mafê wî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike, ji aliyê din jî di vê dinyaya dewletên pirnetewe de, ku neteweyên piranî serdestiyê li gelên hindikayiyê yên bindest dikin, tu yê hemû mihaweleyên netewe û gelan ên ku xwe ji zordestiya netweyî ya dewletên heyî xelas bikin wek perçekirina welatan a neteweyî destnîşan bikî.

Helbet ev ew qas jî ne ecêb bû. Çimkî Netewên Yekbûyî piştî Şerê Duduyan bi serokatiya dewletên serkeftî hatibû damezrandin. Amerîka, Fransa, Brîtanya, Sovyet û Çîn jî tê de tu dewlet tunebû ku ji deweltên yekneteweyî pêk bê. Heryek ji van dewletan bi çendan netewe, gel û carinan bi sedan hindikayiyên neteweyî, dînî û yên din di nav hidûdên xwe de bindest kiribûn. Gelên welatên kolonî bi zora xwe bi hukmê têkoşîna xwe bi wan dida qebûlkirin ew ji wan veqetin û dewletên xwe yên serbixwe ava bikin, lê her di eynî wextê de hem dewletên sosyalîst hem jî yên kapîtalîst pirr dîqqat dikir ku ev biryar, ji bo wan netewe û kêmneteweyên bindest ên bin çengên wan nebin bingehên hiqûqî. Yenî kapîtalîstan û sosalîstan li hev dikir ku tu mihaweleyê nekin da destê xwe têxin nava hidûdên hev û piştgiriya gel, netewe û kêmneteweyên nav hevdu bikin.

Ji wê rojê heta îro gelek tişt hatin guhertin, kolonî rizgar bûn, sîstema sosyalîst hilweşiya, Sovyet belav bû, dîktatoriyên Amerîkaya Latînî û ên din ên dinyaya kapîtalîst hilweşiyan, lê NY hîn jî di mesela gel, netewe an kêmnetweyên nava dewletan de ji alî mafê tayînkirina qedera xwe bi destê xwe tu gav neavêtiye. Hetta di mesela statuya mînorîtetîyê bi xwe de jî tu biryareke zelal a resmi ya NY tuneye.

Helbet gava meriv li mihaweleyên van waran dinêre ne ecêb e ku meriv dibîne di meseleya statuya netewe, gel û kêmneteweyên bindest de yek ji wan dewletên herî hişk û înkarkir Çîn e. Çimkî li Çînê bi sedan gel û kêmneteweyên mafxwarî û bindest hene, Çîn qebûl nake ku tu biryar an deklerasyonek derkeve ku karibe bibe palpiştê hiqûqî ji bo wan gelên nav xwe.

Dewletên din jî wisa ne. Çi di biryarên prensîbî de, çi jî di yên yek bi yek li ser rewşa welat, gel û hemwelatiyan de, her dewletên endamên NY di wê hesasiyetê de ne ku biryarek an peymanek dernekeve da bibe bingehek hiqûqî ji bo gel, netewe, an kêmnetweyên bin destên wan.

Divê em rastiyekê qebûl bikin: Biryarên NY ji prensibên wekhevî, edalet û serbestiyê bêtir ji konsensusa navbera dewletên endam derdikevin. Helbet ev nayê wê maneyê ku NY rêkxistineke dijminê gelan e û divê bê redkirin. Na, NY tevî van kêmasî û dijayetiyên ku me bahs kirin û gellekên din, xwedanê gellek biryar û peymanên baş e jî, li herêmên cuda yên ser ruyê erdê, gelek karên baş dike, alîkariya mihtacan dike, rolekê di çareseriya konflîktan de dilîze, di mesela mafên merivan, ên hemwelatiyan, ên gelên esilwar ên hin warên mînorîteyan de, yên nexweşî û xelayan de, di meseleyên jîngehê de tiştên hêja jî dike.

Em lazim e wê wek palpiştê têkoşîna xwe qebûl bikin, guh bidin biryarên wê yên binavkirî lê hay jê hebin ku bi taybetî biryarên statuya dewletan, hidûd û hukumraniya wan bi çi awayî tên stendin û têkoşîna xwe li hember van awayan bidin ku ew bên guhertin û bibin biryarên li ser esase edalet, wekhevî û serbestiya însanan, ne konsensusa berjewendiyên dewletan ku pirraniya wan dewletan hîn jî di nav xwe de zordestiyên mezin dikin û biryarên hukumraniya dewletan, destênewerdana nava karûbaren hundurîn ji siyasetên xwe yên qirêj re dikin mertal.

Ji ber van konsensusan e ku heta niha NY statuya netewebûnê nedaye kurdan û pirsa kurdan wek pirsa çareserkirina qedera xwe bi destê xwe qebûl nekiriye. Îro li Kurdistana Îraqê tevî ku ev 13-14 sal in kurd xwedan dewlet û dezgehên xweîdarekirinê ne jî wek netewe nehatine naskirin, heta daxwaza wan a ku di çarçeweya Îraqê de bibin dewleteke federe jî nehatiye qebûlkirin. Nexwe ne NY ne jî yek bi yek dewletên endamên wê, têra xwe, giraniya kurdan li ser xwe dibînin ku daxwazên wan ên nasandina wek neteweyekî qebûl bikin. Zor û xweferzkirina dewletên serdestên Kurdistanê û ya dost û hevalbendên  wan di teraziyekê de ji ya kurdan girantir tê. Yanî diyar e ku ji bo meriv ji bal NY (û dezgeh û organên ku xwe dispêrin biryarên wê) wek netewe bê naskirin divê meriv ya bûbe dewlet yan jî bi hêza xwe hatibe wê qonaxê(wek şerên salên 60î ên koloniyan) ku ew mecbûr bin mafê meriv ê dewletdanînê qebûl bikin. Îro kurdên Kurdistana Îraqê gihîştine wê realîteyê ku xwe wek gel an netewe bidin naskirin û ne bi rengekî serbixweyî be, bi rengekî federalî be jî biryara danîna dewleta xwe bi NY bidin qebûl kirin. Lê xetera wendabûna vê firsendê jî hîn ji meydanê ranebûye. Çend tahl be jî rastiyek e ku kurdên perçeyên din hê ji qonaxeke wiha têra xwe dûr in.

Pirsa kêmnetewetiyê

”Kêmnetewe” jî gotinek e ku di warê navneteweyî de ji bikaranîna me cudatir tê tarîfkirin. Di warê navneteweyî de gotina ”minority” heye ku ne wek ”kêmnetewe”, lê wek “hindikayî” mahne dibîne û peyvên ”hindikayiyên neteweyî, yên dînî, yên kulturî yên zimanî” û hwd tên bikaranîn. Heta niha di hiqûqa navneteweyî de li ser tarîfa gotina hindikayî (minority) nehatiye li hev kirin. Gellek caran di NY de bi hin minasebetan ev pirs hatiye minaqeşekirin, çend caran jî grûbên xebatê hatine danîn û rapor hatine hazirkirin ku tarîfeka mişterek a li serê lihevkirî bê derxistin jî, bêdiliya dewletên endamên NY rê nedaye ku tarîfeka li serê lihevkirî derkeve.

Ji alî din, li ser ruyê erdê ew qas hindikayiyên di rewşên cuda de hene ku gellek zehmetî jî peyda bûne ku meriv karibe tarîfeka zelal bibîne da li rewşa hemû grûbegelan bê. Carinan ji hin gelan re hindikayî hatiye gotin ku wek kurdan ew her çend di çarçeweya dewletên serdest de bi nifûsa xwe hindikayî bin jî li welatê xwe ku cografyayeke taybetî ye, wan piraniyeka gelek zêde a nifûsê pêk anîne. Bask û katalonî jî di vê rewşê de ne. Mînorîteya Hîmong a li herêma çiyayîn a bakurê rojavayê Vîetnamê ji sedî 90ê nifûsa wê herêma xwe ya çiyayîn pêk tîne. Lê her wiha ji romiya(qereçiyan) re jî hindikayî (mînorîte) tê gotin ku ew li tu welatî ne xwedan erdên xwe yên taybetî ne, ne li cihekî diyarkirî ne, heta ne niştecî ne jî û nifûseka gellek piçûk a belawela pêk tînin.

Heta meriv carina rastî tarîfên bi wî awayî tê ku ji bo wan, esas ne ew e ku ew nifûs di nava hidûdê dewletekê de bi hejmara xwe hindik an zêde be. Li wê yekê tê nihêrtin ku ew li wir grûbeka mefxwarî ya bindest in an na. Di dema me ya modern de jin bi xwe dikevin nav tarîfa hindikayiyê tevî ku ew nîvê, heta belkî pirtirê nifûsa dewletekê pêk tînin, lê ji ber ku ew mefxwarî ne, wek hindikayî tên binavkirin.

Di NY de ji bo hindikayiyên neteweyî, du caran hin teşebusên tarîfê hatine kirin, her çendîn ew nebûne biryarên resmî yên NY jî, di hiqûqa navneteweyî de ew gellek caran wek referensên herî maqûl tên bikaranîn. Yek jê tarîfa rapora Capotortî ye ku di 1966ê da hatibû amadekirin. Di wir de tê gotin ku ”hindikayî grûbek e ku li gora nifûsa mayîn a dewletê bi hejmara xwe hindik e, ne di rewşeke hukumran de ye, endamên wê li gor nifûsa mayîn -a ku ji hemwelatiyên wê dewletê pêk tê-  xwedan taybetmendiyên cuda yên etnîkî, dinî yan jî zimanî ne, û veşartî be jî hissiyeteke hevkarî ya parastina kultur, adet, dîn yan jî zimanê xwe nîşan dide.”

Rapora duduyan cardin a grûba xebateke komîsyoneke NY ye, di 1985ê de hatiye amadekirin û bi navê tarîfa Deschênes tê naskirin. Tê de wiha tê gotin; ”hindikayî grûbek hemwelatiyê deweletekê ne ku di wê dewletê de ew bi hejmara xwe hindikayiyê pêk tînin û di dewletê de, ne di mewqifekî hukumran de ne, li gor piraniya nifûsê xwedan taybetmendiyên etnîkî, dînî yan jî zimanî yên cuda ne, bi hev re di nav hissiyatek hevkariyê de ne, ne bi eşkereyî be jî ji bo hebûna xwe biparêzin ber bi daxwazek mişterek bûne û armanca wan ew e ku li gor pirraniyê wekheviyeke hiqûqî û fiîlî bi dest xin”.

Di van tarîfan de û di qebûliya giştî ya hiqûqa navneteweyî de, ya herî balkêş ew e ku ji bo meriv grûbeke bi vî awayî a nav hidûdê dewletekê, wek hindikayî qebûl bike, ne şert e ku wê dewleta ew tê de ne, yan hin ên din wan welê qebûl bikin, bes e ku ew xwe cuda bibînin. Heta van deh salên dawiyê ji bo naskirina gellekî wek hindikayî (kêmnetewe) bes bû ku ew gel bi xwe xwe tarîf bike, lê mesela çareserkirina pirsên wan cardin ji dewleta serdestê wan re hatibû hiştin, heke wê dewletê bi îradeya xwe ya serbest berê xwe nedaya çareseriyê, hiqûqa navneteweyî maf nedida ku tu hêz, rêxistin an dewleteke din karibe daxwaza çareserkirina mefê wê hindikayiyê bike. Ev, wek tecawizek li ser mafê hukumraniya dewletan dihat hesabkirin.

Dewletên ku hindikayî di nav hidûdên wan de hene hîn jî bi wê hişkiyê behsa destêwernedana kar û barên dewletan ên hundurîn û destnedana hukumraniya wan a milî dikin. Lê di platformên navneteweyî de, ev, îdî ne di rewacê de ye, gellek biryar û peyman derdikevin ku dibêjin xwedîlêderketin, parastin û piştgirîya mafên hindikayiyan, piştgiriya têkoşîna wan a ji bo mafên wekhev di hundurê wê dewletê de, mecbûrkirina dewletê bi xwe ji bo pirsê çarser bike îdî nikare wek destêwerdana karûbarê hundur hesab bibe, ew meseleya mafê mirovan e, divê xwedî lê bê derketin.

Ferqa herî esasî ya nevbera riya çareseriya pirsa hindikayiyan û ya tayînkirina qedera xwe bi destê xwe a gelan di vir de ye. Mesela tayinkirina qedera xwe bi destê xwe, tê maneya ku meriv xwe wek netewe îlan dike, ne bes e ku meriv xwe welê bibîne û îlan bike, divê terefên hember û dewletên din jî vê yekê qebûl bikin, ew jî meriv nas bikin. Ya ku bi dehsalan e hatiye serê tirkên Kibrisê ev e, tirkên Kibrisê çi kirin jî wek netewe nehatin qebûl kirin.

Lê di mesela hindikayiyan de ji bo naskirina grûbekê wek hindikayî, bes e ku ew xwe welê bibîne, û xwedîlêderketina li mafên wî jî îdî destdirêjiya nev karê dewletekê hesab nabe. Çareserkirin jî di çarçeveya hidûdên wê dewletê de ye, avakirina dewleteka serbixwe ne di rojeva vê platforma hiqûqî de ye.

Gava YE û Tirkiye li ser endametiya Tirkiyeyê dikevin bazarê bingehê hiqûqî yê YE yek jê ev şeriyeta hiqûqî ya navneteweyî ye. Piştî ku kurd xwe ji piraniya hemwelatiyên dewleta tirk ji alî etnîkî, ziman û kulturê ve cuda dibînin, mafxwarî ne û doza mafên wekhev ên hiqûqî û fiîlî dikin, (Tirkiye bi xwe red û înkar bike jî) bes e ku YE kurdan wek hindikayî qebûl bike û behsa mafên wan bike.

Lê kurd behsa tayinkirina qedera xwe bi destê xwe, yanî behsa netewebûnê bikin, şeri’yeteke hiqûqî a rasterast ji bo YE peyda nabe. YE dikare ji kurdan re bêje em we fêhm dikin ku hûn doza netewebûnê dikin, le em nikarin vê doza we li alî xwe bikin projeyeke çareserkirinê, kerem kin têkoşîna xwe bidin lê em nikarin piştgiriya vê dozê bikin. Helbet ev di halê herî baş de dikare wiha be. Îro rewşa herêmê, mîzana hêzan û rewşa kurdan û a dijminê wan wiha ye ku YE, xwe ewqas dilrehm jî nabîne, berjewendiyên xwe yên bi tirk, ereb, îranî û dewletên misliman ên din re li ber çav digre û xwe ji daxwazeke kurdan a xwedandewletbûnê aciz dike, tercîha xwe li ba siyasetên ereb, tirk û farisan datîne.

Ji alî din pirsa YE a li ser endametiya Tirkiyeyê ji siyaseta derve pirtir girêdayî ye bi siyaseta hundurîn ve. Çimkî Tirkiye dixwaze bibe yek ji endaman. Wê gavê avabûna dewlet û demokrasiya Tirkiyeyê pirseka hundurîn a YE ye. Di siyaseta hundurîn de jî YE meselên xwe ne wek meseleyên neteweyan, lê wek mesleyên hindikayiyan digire. Heke pirsa kurdan wek pirsa hindikayîyê be, bingehê  wê yê hiqûqî heye ku di bazara nevbera YE Trikiyeyê de cîh bigire, lê heke wek meseleya neteweyî bê, ew derdikeve dervayî prosesa vê bazarê.

Ev hemû wê yekê nîşan didin ku hem ji alî hiqûqa navneteweyî, hem ji alî ajandaya prosesa endametiya Tirkiyeyê a YE, hem jî ji alî rewşa navneteweyî, herêma rojhilata navîn ve, heke kurd bikaribin di çarçeweya hindikayetiyê de bibin xwedan doz û proje, îmkanên wan zêde ne ku di prosesa endametiya Tirkiyeyê de zû yan dereng bibin terefek, lê heke tenê li ser doza netewebûnê îsrar bikin, ew ê hîn demeke din a dirêj pişta xwe bidin YE û dinyayê û ji wan xeyidandî bin ku ew çima piştgiriya doza kurdan nakin.

Esas beyanên Mesûd Barzanî ên li ser statu û maf û daxwazên kurdan ji bo me kurdên din jî parspaktîfên gellek maqûl in. Ew dibêje, kurd neteweyek e, mafê wî yê dewleteka serbixwe heye, lê rewşa îro, hêza kurdan, ew realîte daye ber wan ku ew doza dewleteke federe dikin.

Kes nikare rê li ber me bigire ku em xwe wek netewe bibînin û bi xewn û hesretên dewleteka serbixwe bijîn, lê divê di gavavêtinên îroyîn de jî em nebêjin ”ya her tişt ya ne tu tişt” û dosye û projeyên ku îro têkoşîn û rewşa miletê me derxin dereceyeke bilindtir jî hebin.

Heke YE statuya kurdan wek statuyeke gelê hindikayî bi Tirkiyeyê bide qebûl kirin, ji Sevrê vir de cara pêşîn Tirkiye ê li hemberî kurdan têkeve bin teahudeke navnetweyî û riya ku kurd li Tirkiyeyê bibin gelekî xwedan mafên wekhev, heta riya avakirina dewleteke federal a ku ji tirkan û kurdan pêk bê vedibe, têkoşîna wî li ser vê riyê digihîje bingehekî hiqûqî yê navneteweyî.

 

Ma kurd ”unsurê eslî” yê Cumhûrîyeta Tirkiyeyê ne?

Bi germbûna rojeva endametiya Tirkiyeyê ya ji bo YE re, îddîaya ku ”kurd unsurê eslî e Cumhûriyeta Tirkiyeyê ne” bi berfirehî tê belavkirin. Îddî ji aliyên cuda tên. Aliyek jê dewleta tirk bi xwe ye. Piştî ku di raporên komîsyonên YE de ên li ser Tirkiyeyê statuya kurdan wek ”mînorîte” (kêmnetewe) hat destnîşankirin, Tirkiye bi şidet li hember vê statuyê sekinî, qebûl nekir ku kurd wek mînorîte bên naskirin û îddîa kir ku kurd, li Tirkiyeyê ne hindikayî ne, unsurê eslî ê Cumhûriyetê ne, kurd û tirk wek goşt û neynûkê bi hev keliyane, her du jî bi hev re piraniya dewletê, xwediyê dewletê ne. Heta îddîa tê kirin ku ew wek unsurê eslî xwedanê hemû mafên hemwelatîtiyê ne û heke wek ”mînorîte” bên qebûlkirin, mafên wan ê kêmtir bibin.

Di nav kurdan de jî hin hene ku dibêjin ’kurd unsurê eslî ê cumhûriyeta Tirkiyeyê ne’. Teza hinan a li ser vê bahsê gellek nêzîkî teza tirkan e, heta ew ji vê hin encamên nêzîkî îdeolojiya resmî a dewleta tirk derdixin, xwe bi daxwazên îdîaya resmî ve girêdidin û dibêjin ji ber ku kurd unsurê eslî ne, ew bi tirkan re tevîhev bûne û miletekî pêk tînin.

Loma jî ew li dij in ku avabûna unîter (a ku federalîyê, otonomîyê yan desentralîzasyona deletê qebûl nake, dibêje yek dewlet, yek millet û avayiyeka merkezî ya dewletê) a dewletê ji meydanê bê rakirin, ew xwe parêzerên ’cumhûriyeta demokratîk’ dibînin, daxwaza federasyon, otonomî an her awe xweîdarekirinê wek xeter nîşan didin.

Ev dîtin, li gel dîtina resmî a dewleta tirk digunce, ferqa wê ew e ku ji bal kesên xwe kurd dibînin tê parastin.

Gelek seyr e, qismek ji kurdên ku xwedî li mafê dewletbûna kurdan derdikevin jî bawer dikin ku kurd di dema şerê li dijî dagirkeriyê ê Tirkiyeyê de, di destpêka avabûna Cumhûriyeta Tirkiyeyê de ’unsurê eslî’ bûn, di şerê rizgariyê de cihê xwe girtin, xwîna xwe rijandin, di demên guftûgo û peymanên navneteweyî de (ên wek Lozanê) mil bi milê tirkan rawestiyan û gotin ku ew dixwazin li gel tirkan bijîn, wan qedera xwe bi ya tirkan ve girêdaye.

Li gora wan, wê demê kemalîstan û berpirsiyarên dewleta tirk jî qebûl dikir ku ’kurd unsurê eslî ê cumhûriyetê ne, cumhuriyet ji du miletên eslî ên bira ên misilman pêk tê’.

Kurdên ku baweriya xwe bi van îdîayan tînin diyar e ku him baş hay ji dîroka kurdan û tirkan a destpêka sedsala 20-ê û dema avabûna cumhurîyeta tirk nînin, him jî li serê hûr û kûr ranewestiyane ku di kîjan şertan de meriv ji milletekî re dikare bêje ’unsurê eslî’.

Rast e ku kurd di şerê cîhanê ê yekê de jî, di şerê li dijî dagîrkirina Tirkiye û Kurdistanê de jî beşdar bûn, xwîna xwe rijand, bi hezaran kurd li meydanên şeran, li çolan, ji ber serma û seqemê hatin kuştin û telef bûn. Lê ev nayê wê maneyê ku ew unsurên eslî bûn.

Ew di van şeran de wek teba’yên (tabiên, hemwelatîtiya wê demê) Dewleta Osmanî beşdar dibûn. Kurdên ku ji bo eskeriyê di sefên ordiya osmanî de cih girtibûn, yan jî ew çekdarên alayên eşîran ên li Serhedê li dijî rûsan şer kir eskerinî resmî ên dewletê bûn.

Di şerê li dijî dagirkeriyê de jî beşek ji kurdan li Kurdistanê, li herêmên xwe wek eşîr li dijî îngilîzan, fransiyan radiwestiyan. Lê wek eşîr, wek hemşehriyên li hin deveran û bi serokatiya zabit û eskerên tirk, bi koordîne û îdarekirina dezgehên osmanî wan ev kar dikir.

Li dijî yunanan jî kurdên esker hebûn.

Meriv ji vê beşdarbûnê re nikare bibêje ku kurd wek unsurê eslî bûn. Çimkî bi navê milletê kurd tu ordî, rêxistin, milîs an damûdezgeyên dewletî tunebûn. Bes yên tirkan hebûn. Tirkan hemû dezgehên sivîl û eskerî, siyasî û hwd ên osmanî dewr girtibûn, wek millet organîzekirî bûn, bi kesayetiyeke millî a kollektîf beşdarî dikir. Lê kurd tenê wek hejmar, wek ’koma keriyê pez’ di nav şer de bûn.

Rewşa kurdan wek rewşa eskerên kolonyalîstên îngilîz  bû ku ji Afrîkayê û Asyayê hatibûn komkirin. Di şerê cîhanê ê yekê de dema îngilîz û fransî hatin Rojhilata Navîn gellek mifrezeyên wan hebûn ku ji reşikên Afrîkayê û ji hindîyên Asyayê pêk dihatin.

Kolonyalîstan di gellek şerên dawiyê de ên li hemberî rizgariya miletan, eskerên bi vî awayî bi kar anîn. Ka ji bo vê meriv dikare bêje ku reşik yan jî hindî ‘unsurê eslî yên dewleta îngilîz an fransî’ bûn.

Heke kurd bi rêxistinên xwe, bi her awe dezgehên xwe û bi kesayetiya xwe ya kurdî di şerê li dijî dagirkeran de başdar bibûna, gava cumhûriyet hat avakirin li ser navê siyasî ê kurdan di meclisê de mebûs hebûna û di destûra Tirkiyeyê de bihata destnîşankirin ku Cumhûriyeta Tirkiyeyê ji du milletên eslî; tirkan û kurdan pêk tê, zimanê kurdî jî bibûya zimanê resmî û hemû mefên kurdan cîbicî bibûna, meriv dikaribû bigotaya ku wê demê kurd unsurê eslî yê avabûna cumhûriyetê bûn. Lê herkes dizane ku ne wiha bû.

Ji alî din ve tirkan û tevgera kemalîstan wê demê jî tu carî îtîraf bi hebûn û mafê kurdan nekirin. Erê car carinan di beyanên xwe de li cem kurdan, an di bazarên dema peymanên navneteweyî de navê kurdan bilêv kirin, lê di esasî de hê ji dema destpêka şerê li dijî dagirkeriyê de, wan bi her awayî rê li ber girt û nehişt ku kurd bi dezgeyên xwe, bi navê xwe bi doz û daxwazên xwe tev bigerin.

Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê ê yekê bi teslîmbûna Dewleta Osmanî dawî lêhat. Erdên bin destên osmaniyan ên wê demê, welatê ereban, Kurdistan beşê  Îraqa niha, Sûriyeya niha û heta Entab û Urfayê, seranserê Behra Sipî, rojavayê Anadoluyê, Trakya û Îstanbul hemî hatin dagirkirin. Ordî teslîm bû bi şertê ku hemû çekên xwe di demeke nêzîk de teslîmî hevalbendan bike. Tenê polîs û bekçî dikarîbûn bimana, ew jî di bin îdara dagirkeran de. Osmaniyan qebûl kir ku hemû millet û hindikayiyên bin destên wan, qedera xwe bi destê xwe tayin bikin, xwe bi xwe îdare bikin (li ser prensîbên Wilson û li gor Peymana Sevrê)

Ji ber vê rewşa taybetî wek hemû milletên bin destên osmaniyan, kurdan jî hem li paytexta wê demê; Îstanbulê, hem jî li Kurdistanê rêxistinên xwe ava kirin. Heyet danîn, temsîlkar tayinkirin, serî li hêzên hevpeyman, li delegasyonên konferansên navneteweyî û bîzzat li hukumeta wê demê a osmanî da, doza mafên gelê kurd kir.

Lê tirkan hîn berî ku li hemberî dagîrkeran rabin, berê êrîşên xwe dan rêxistin, dezge û heyetên kurdan.

Bi navê ”Mudafaayî Huqûq Cemîyetlerî” rêxistin avakirin. Qesd ji avakirina van cemiyetan ew bû ku ji alîyekî de êrîşan bibin ser rêxistinên kurdan û ên milletên misliman ên din, wan bidin girtin, xerakirin, tevgerên wan ên serbixwe ên li ser navê milletan bi darê zorê, bi hîle û xapandinê vemirînin, ji alîyê din jî kurdan û misilmanên din wek kutle bînin di ”Mudafaaî huqûq cemîyetlerî” de bicivînin.

”Mudafaaî Huqûq Cemîyetî, berê li Îstenbûlê ava bû, pişt re kemalîstan li Erzurumê kongreyek li dar xist, bi navê ku kurd û tirk bi hev re têkoşînê didin da rê li ber yunanîkirin û ermenîkirina welat bê girtin. Hin kurd bi xapandin û zorê anîn kongreyê hinên ku nehatin jî wek beşdar bûbin dan nîşandan û ew kirin berpirsiyar bi şertê ku hevsar di destê kemalîstan de be.

Înfrastruktura leşkerê osmaniyan; poste, telgraf û xeta hesin, rê, dezgeh û wasiteyên din  ketibûn bin destên zabitên kemalîst ku hîn li Anadoluyê kar dikir û wan ev înfrastruktur ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar dianîn. ”Dogu İlleri Mudafaaî Huqûq Cemîyetî” danîn.

Her di eynî wextê de Mistefa Kemal bi telgrafan emir da berpirsiyarên bajarên Kurdistanê da ew nehêlin komeleyên li ser navê kurdan ava  bibin û yên ku hene jî bi xweşî an bi darê zorê bên girtin. (Berî demekê kitêba Malmîsanij a li ser malbata Cemîl Paşa û rola wan di tevgera millî a kurdan de derket. Kitêbeke gellek hêja ye li ser dîroka kurdan a sedsala 20ê. Di wir de beşekî pir hêja bi belgeyan heye ku bi emrê Mistefa Kemal çawa berpirsiyarên esker û sivîl ên wê demê rêxistina kurdan a Diyarbekirê dan girtin û rê li ber karûbarê kurdan girt, çewa ew bi tehdîd û bi xapandinê bela wela kirin.)

Her di wê demê de Mistefa Kemal  bi civandina Kongreya Sêwasê mijûl bû. Dixwest ku delegeyên kurd jî li wê kongreyê beşdar bin da bidin nîşandan ku kurd bi tirkan re ne. Ji Diyarbekirê jî eskeran hin kurd tayin kiribûn ku herin beşdarî Kongreya Sêwasê bibin. Lê delegeyê Diyarbekirê neçû. Li ser vê yekê weliyê Diyarbekirê telgraf ji Mistefa Kemal re şand ku delegeyê Diyarbekirê nayê. Mistefa Kemal di cewaba xwe ya bi dizî de ferman kir ku çi dibe bila bibe, divê tirk nehêlin ku kurd rêxistinên bi serê xwe ava bikin, bi serê xwe tev bigerin. Ji alî din jî wî diyar kir ku giringiyeke heyatî ye ku kurd jî di Kongreya Sêwasê de hebin û li ba wan xwiya bibin.

Bi vî awayî, bêhed belge û buyerên wê demê, diyar dikin ku çewa kurd ji rêxistiniyê û ji tevgereke neteweyî ya li ser navê xwe bêpar hatin hiştin.

Di dema Peymana Lozanê de jî her awe mixalefeta li hundur û dervayê meclisa tirk hat tasfiyekirin, heyeteka destikê hukumeta kemalîst ji bo guftûgoyan hat şandin û li ser navê axa, serokeşîr û eşrafên kurd name ji derve re hatin şiyandin ku heyeta tirk temsîla kurdan jî dike.

Peymana Lozanê bû belgeya navneteweyî ya perçekirina Kurdistanê, înkarkirin û bindestkirina milletê kurd.

Cumhuriyeta Tirkiyeyê piştî vê peymanê beyî ku rastî astengan bê, li ser esasê yekmiletî yekdewletî, yek alayî û yek zimanî bi riya xwe de meşiya. Nîjadperestî û asîmîlasyona kurdan û a grûbegelên din bû prensîbê esasî ê cumhûriyetê, delweteke merkezî ya totalîter a burokratîk hat avakirin.

Bûyer û belgeyên dîrokê nîşanê me didin ku ne di destpêkê de, ne pişt re û ne jî îro kurd nebûn ’unsurê esasî ê cumhûriyetê’. Kurd unsurek bûn lê unsurê xapandî, yê pelçiqandî, yê mafxwarî yê bindestkirî û înkarkirî yê cumhuriyetê bû. Îro jî hîn wiha ye.

Trajediyeke mezin e ku îro hinên ku xwedêgravî xwe têkoşerên tevgera kurd dibînin vê tofana bi serê neteweyê kurd de hatî înkar dikin, kemalîzmê ji gunehkariyên wê yên barbarî yên dijî însaniyetê dişon, weka ku postê berxê li gurê devbixîn kin, dixwazin kemalîzmê û wan hemû berpirsiyar û rêvebirên dewleta tirk ên gunehkar ên van 80 salên dawiyê bi gelê kurd şêrîn bikin.

Li hemberî wê jî şehîdên serîhildanên Kurdistanê ku dixwest maf û berjewendiyên milletê kurd biparêzin, gunehkar dikin.

Her çendîn dîrok ne dîrokeke ewqas kevnare ye û belge û bûyerên dîrokê gelek in jî, divê careke din lêkoler û dîroknasên kurd, ronakbîr rabin ser xwe, tez û mihaweleyen rûsipîkirina kemalîstên devbixwîn pûç bikin. Diyar e neslê îro yê nûrabûyî zêde hay ji tirajediyên dîrokê û gunehkariyên kemalîstan tuneye. Bi mixabinîyeke mezin meriv dibîne ku genc radibin, bi rastî bawer dikin ku kemalîst di destpêkê de li gel mefên kurdan bûn, kurd unsurê eslî êd cumhûriyetê bûn û her wekî din..

Ev zulm e û zilma ku îro bi van îdîayan li gelê kurd û şehîdên wî dibe qasî zilma kemalîstan a wê demê xedar û gunehkar e.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: