BOYKOTA DIBISTANAN

NETKURD: 2010-09-17 10:39:59

Tevgera BDP-ê / PKK-ê di hundurê mehekê de biryara du boykotan da; yek jê li ser referandumê bû ku hat û çû, ya din jî ji bo bilindkirina daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî biryara boykotkirina xwendegehên destpêkê ji bo 5 rojan e.

Rêkxistina ziman û perwerdeyê; TZPKurdî bi minasebeta destpêkirina sala nuh a perwerdê bangek li dê û bavan kir ku ew heftiya pêşiyê ji bo protestokirina perwerdeya bi zimanê tirkî û daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî zarokên xwe neşînin xwendegehan. Li gor biryarê boykot ê di navbera 20-25-ê mehê de pêk bê.

BDP-ê û rêxistinên din ên bizava PKK-ê piştgirî dan vê biryarê. Abdullah Öcalan jî di daxwiyaniya xwe ya berî referandumê de giringiyeka mezin da pirsa zimanê zikmakî û daxwaza xwe-çalakkirina ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

Biryara boykotê di medyaya Tirkiyeyê de buye sedemê minaqeşeyeka mezin. Giraniya medyayê rexne li vê biryarê digire, argument û bahaneyên cuda dibin bingehên rexneyan. Hukumeta Ak Partiyê jî bi tundî êrîşî biryarê kir; wezareta perwerdeyê bi daxwiyaniyeka resmî ya nivîskî îddîa kir ku çalakiyeka wiha ne qanûnî ye, dê û bav ê li hemberî qanûnan mesûl bin, ceza bixwin. Wezaretê her wiha ev biryar wek “îstîsmara (bikaranîna) zarokan ji bo daxwazên siyasî yên mezinan wesifand û îddîa kir ku ev li dijî peymanên navneteweyî yên derbareyê mafên zarokan de ye.

Ez vê boykotê gelek giring dibînim; li ber çavê min ji boykota referandumê qat bi qat hêjatir û pîroztir e.

Perwerdeya bi zimanê zikmakî ji xwendegehên destpêkê heta dawiya zanîngehan û heta dawiya jiyê mirovan, mafekî herî rewa yê her welatiyekî ye. Bi taybetî xwedan heyatiyeteka mezin e ku daxwaz bê kirin da dewlet; ev dewleta ku navê wê ”Türkiye Cumhuriyeti” ye, bi xwe divê têkeve bin barê perwerdeya bi zimanê kurdî; çawa dewletê ji bo her welatiyê piçûk û mezin ê tirk ji destpêkê heta dawiyê barê ziman, perwerde û geşkirina tirkî hilgirtiye, derfet û îmkanên mezin li ber xwendegeh, zanîngeh, enstîtu, weqf, gelek rêxistin, dezge û şirketên cuda vekiriye, eynî bi wî awayî xwedî li ziman, perwerde û kultura zimanê kurdî jî derkeve, daxwazek e ku dev jê nayê berdan. Hetta ev cîbicî nebe, welatiyên kurd ê bi welatiyên tirk re neyên asta welatîtiya wekhev; edalet ê tecellî neke.

Siyaseta dewletê berê înkarkirin û asîmîlekirina ziman û kultura kurdî bû. Piştî ku di vê siyasetê de têk çû, niha jî bi nîvdilî dixwaze tenê serbestiyek di jiyana taybetî de ji bo zimanê kurdï hebe, eger şexs, yan komele û rêxistinên civaka sivîl dixwazin, rê li ber wan hebe ku ew weşana bi kurdî bikin û perwerdeya bi zimanê kurdî ji xwe re bikin kar. Lê dewlet bi tu awayî wek mafekî kollektîf ê welatiyên kurd qebûl neke û nekeve bin barê perwerdeya bi zimanê kurdî.

Ji xwe di projeya ”Vebûna pirsa kurdî” a par de ku hukumeta Erdogan pê rabû û nîvcoyî ma jî yek ji sedemên ku nehişt ”vebûn” biserkeve ew bû ku hukumeta Erdogan di pirsa dayina vî mafî de di erênayê de bû, lê wesayetgêrr; esker û CHP bi hişkî li dij rawestiyan.

Divê am balê bikêşin ku tevgera PKK-ê/ BDP-ê jî heta nuha di vî warî de siyaseteka zîkzak meşand. Nezelalî, dem bi dem newekhevî di daxwazên wan de peyda bûn, hetta gelek caran Abdullah Öcalan ji Îmraliyê daxwiyanî dan ku ne hewce ye dewlet têkeve bin vî barî û kurd goya bi xwe dikarin karê xwe yê perwerdeyê bimeşînin. Yanî karê ziman û perwerdeyê ji warê berpirsiyariya mîrî (kamu hizmetî) a dewletê derdixist, dixist warê bizava civakên sivîl. Ev, di nav civaka kurd de dibû sedemê endîşeyekê.

Nuha eger boykota dibistanan ê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî ji dewletê bike û bixwaze di destûr û qanûnên Tirkiyeyê de wê bike berpirsiyaretiyeka mîrî ya dewletê, ew tenê daxwazeka qenc û pîroz e û bi her awayî piştgiriyê heq dike.

Îdîaya hukumetê ku ev ”îstîsmara zarokan e ji bal mezinan” bêbingeh û ji rastiyê dûr e; hetta riyakarîyek e. Mafekî gelek rewa yê dê û bavan e ku ji bo zarokên xwe daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî bikin. Peymanên navneteweyî û yek bi yek destûr û qanûnên welatên demokratîk mafên xwezayî dibînin ku dê û bav zarokên xwe neşînin xwendegehên asîmîlasyonîst, xwedan perwerdeyên ne demokratîk, ne zanistî, ji nirxên însanî dûr û nîjadperest.

Boykot ew e ku zarok ê neçin dibistanan û li malê bin; dê û bav zarokên xwe pêşkêşî nav şerekî nakin, wan naşînin hemberî polîs û cendirmeyan û jiyana wan naxin tehlîkê, berê wan nadin riyeka ku pê piçûk bikevin, heqaret li wan bibe; bi vê maneyê jî tu îstîsmar li ser zarokan tuneye û metod şer’yieta xwe li ber çavê peymanên navneteweyî îhlal nake.

Tam bi eksê wê, dewleta tirk bi perwerdeya asîmîlasyonîst a nîjadperest û piçûkxir li gor peymanên navneteweyî yên mafên zarokan ev 90 sal in ne ku tenê wan îstîsmar dike, her wiha tawanên dijî mirovatiyê dike. Hukumeta Ak Partiyê û wezareta perwerdeyê ji bo ku hê berdewam dike her sibeh zarokên kurd li ber xwendegehan wek eskeran dixe rêzê û bi wan bi zorê merşên ”Türk üm, dogruyum çalışkanım… VarlığımTürk varlığına armağan olsun…… Ne mutlu Türküm diyene…..” didin gotin, tawanbarên mirovayetiyê ne, berdewamkirên perwerdeya nîjadperst a tehqîrkir û li gor îslamiyetê jî gunehkar in. Li gor peymanên navnetewyî jî ew her roj zarokên kurdan îstîsmar dikin.

Di medyayê de hin îddîa hene ku ev daxwaz heq in, lê ne di wextê xwe de hatine; dem ne demeka rast e. Mesela” dema rast” dikare bê minaqeşekirin. Qesda meriv ji “dema rast” çi ye? Boykot daxwazeka giştî ye ku divê meriv pirraniyeka gelek bilind a xelkê, bi qani’kirinê, ne bi tirsandin û tehdîdan têxe vê çalakiyê. Eger li ser esasekî demokratîk û aştiyane ji bal pirraniya xelkê ve xwedî li vê protestoyê neyê derketin, dibe ku çalakiya BDP-ê bisernekeve, negihîje armanca xwe, ev çalakî bi gefan biserkeve jî nagihîje armanca xwe. Helbet ê biserkeve yan na, divê BDP-ê / PKK-ê bi xwe gelek baş hesab kiribe. Mesûl ew e, eger têk biçe jî divê hesabê wê ew bide.

Lê qesda “ne demeka rast” ji ber endîşeyên rewşa Tirkiyeyê be, bi baweriya min ev îddîa ne di cî de ye.

Heta ji ber hin sedeman, bi taybetî di demeka rast de ye. Em di qonaxeka wiha de ne ku em dibêjin bira PKK dev ji çek berde û têkoşîna xwe bi metodên aştiyane yên demokratîk bimeşîne. Ez nizanim, ne pisporê qanûnên Tirkiyeyê me; “boykota dibistanan “ li gor qanûnên tirk dibe ku sûc be, lê ew metodeka bi wî awayî ye ku wek metodeka pasîf a demokratîk şer’î û însanî hatiye qebûlkirin; metoda bêîtaetiya sivîl e. Gelê Hindistanê bi saya metodên bi vî awayî, di serokatiya Gandî de têkoşîneka efsanewî da; heyranî û piştgiriya hemî cîhanê girt û biserkeft. Eger em dixwazin PKK û kurd hemû baştir zerar û şaşîtiya şerê çakdarî bibînin, divê bi eksê lihemberderketinê, em li dijî daxwazên wan bin jî şans bidin ku metodên bi vî awayî zêdetir derkevin meydanê, ciddîtir guh bidin daxwazên bi metodên wiha, heta firsendên serkeftina daxwazên wan bidin. Ev dikare xizmetekê bike ku qonax bi awayekî maqûltir ji şerê çekdarî wergere ber bi têkoşîna xwedan metodên aştiyane û demoratîk.

Dewlet û hukumet divê samîmî bin Îro eger PKK çek berde ev nayê wê maneyê ku hemî daxwazên kurdan cîbicî bûne. Na, hê gelek rê li ber me maye ku heta daxwazên esasî yên kurdan ên ku ê maf û statuya wekheviyê bide wan cîbicî bibin. Hukumet jî, dewlet jî, tirk jî divê rastiyekê bibînin, kurd gava çekan deynin ê dev ji daxwaz î û têkoşîna xwe bernedin û teslîm nebin. Eger ew hêvî dikin ku bi çekberdanê kurd ê li ciyê xwe rûnên û nema serê wan biêşîninw xwe dixapînin. Kurd ne dev ji daxwazên xwe berdidin, ne jî têkoşîna xwe. Eger ew samîmî ne divê qebûl bikin; ji çekberdanê û pê ve ê zêdetir demên boykotan, grevan, xwepêşandanan, ambargoyan, bêîtîatiyên sivîl û gelek awayên din ên wek van bên.

Ji dêlva ku hukumet û dewlet hêrs bibe êrîşê bibe ser boykotan lazim e van rastiyan bibîne, qebûl bike û rojekê zûtir pirsan çareser bike. Çend zû pirsgirêk çareser bibin ê metodên bi vî awayî jî wenda bibin.

Hin îdîa jï hene ku goya ev boykot di rewşa îro de ku hê nuh referandum biserketiye bibe sedemê wê yekê ku esker, wesayetgêr û ergenekonî provakasyonan bikin, hewa nuhpeydabûyî ya ber bi çareserîyên demoratîk de jahrdadayî bikin. Hetta tê gotin ku destê ergenekoniyan di nav tevgera kurd de jî heye; piştî ku gelek dijwar buye ew karibin darbeyeka eskerî biserxin û bi erêkirina guhertinên destûrê dadgeh û dadwerên bilind jî ji destên wan şemitîn, tenê pirsa kurd û tevgerên kurdan mane, ew ê bixwazin kurdan ji bo armancên xwe yên qirêj bikar bînin, provakasyonan bikin.

Ev herdu xeter jî hene; heta bi kuştina 9 welatiyên sivîl ji nuha de wan îhtîmalan serî hilda jî. Xeteriya ku ew provake bikin; gêncan û zarokan daxin meydanan, wan û polîs û jendirman bînin hemberê hev, kolanan bikin ciyê şer û pevçûnan, agir bi mal, milk û wasiteyên xelkê û yên mîrî xin, kuştinan bikin hwd ev hemû hene. Lê ev hemû nayên wê maneyê ku ev boykot nedicîh de ye. Carekê ji bo boykot di hidûdê xwe yê diyarkirî pasîv de bimîne, zarok danekevin kolanan û bi polîs û jendirman re pevneçinin, turumbêlan neşewitînin, agir bernedin dikan, daîre û buroyên resmî û sivîl, tevgera BDP / PKK-ê berpirs e. Divê bi her awayî tedbîran bistîne. Ev hêza PKK-ê ji alî bizava xwe de heye.

Hukumet jî divê hêza xwe ya hukumetê û dewletê a tedbîrgirî û rêlibergeritinê a şefaf, demokratîk û şer’î, bi her awayî têxe gerrê da ergenekonî û wesayetgêrr nikaribin provakasyonan bikin. Ji wê jî zêdetir divê hukumet îdî rojekê zûtir destê esker û ergenekoniyan ê di nav tevgera kurdî de û li Kurdistanê jî jêke, çewa rê li ber darbekirina wan girt, destûr guhert da dadgên bilind ji bin xizmeta wan derkevin, ew berpirs e ku destê dewleta kûr a li Kurdistanê jî bide birrîn, rê veke ku Kurdistan jî ber bi jiyan û têkoşîneka normalîzebûyî ve biçe, metodên demokratîk ên aştiyane û şer’î serdest bibin. Bi taybetî piştî serkeftina di referandumê de îdî bahane li ber hukumeta Ak Partiyê nemane; ev hêza wê îdî heye, Erdogan bi xwe di axaftina piştî referandumê de ev hêz deklere kir.

Eger di boykotê de provakasyon bibin, xwîn birijê, yan xerakrin û talankirin bibin ne tenê BDP/PKK, hukumeta Ak Partiyê jî berpirs e.

Ez hesab dikim ku “boykota dibistanan “ bi wan armanc û metodên diyarkirî bimîne û hukumeta Ak Partiyê jî xwedan aqlê selîmiyeka maqûl e, ê ji bilî yasa û hêza dewletê a demokratîk, şefaf a şer’î pê ve serî li metodên din nede, rê nede tu planên tarî… Loma jî ez bi dil û can piştgiriyê didim boykotê.

ŞİROVE

Rojhilat Qoserî

beşa 2.: Wa anha min gotara selim çürükkakya ya bi navê “”Demokratik özerklik” tartışmasına neden katılmıyoruz?” ya di kurdistan-aktuel.org ê de xwend. Ev gotar bi rihetî rêdide bê ji bo çi lazime Kurd guh nedin ev rêxistinin PKK yên wek TZP Kurdî. Piştî salek3e yan jî 4-5 meha TZPKurdî hew behsa boykotê dike û ew kesên dane dû TZPKurdî ewê nikaribin bipirsin ka ji bo çi boykot hew heye. Carek din; Yên rêxistinên PKK ê (li vir TZP Kurdî)zanin dizanin, yên nizanin baqên nîska ne.

Rojhilat Qoserî

Pêşî ez bêjim wek kiryar û çalakî ev karekî baş û pîroze lê…. TZP Kurdî rêxistineke ku ji aliyê layengirên PKK hatiye avakirin. TZP ne xwediyê ew îradeyêye ku bi tena serê xwe biryarekî bide û sibê jî li pişt biryara xwe bisekine. Di Tirkî de dibêjin …. nın ipiyle kuyuya inilmez. Em jî dibêjin PKK ve onun kûklalarının (BDP-TZP-İHD) ipiyle kuyuya inilmez. Ji ber ku hemû rêxistinên nêzîkî PKK (bi rastî PKK bi xwe) bêîradene pişt bi wan ve nayê girêdan. Peyva kûkla (puppet) peyvek di cî deye û ne buxtan û îftiraye. Ji ber çi? Baş bala xwe bidin hemû rêxistinên PKK; A. Öcalan îro çi bêje sibê ew heman tiştî dikin û dibêjin. A. Öcalan îro kê tawanbar (sûcdar) bike sibê hemû rêxistinên nêzîkî PKK wek kûklayan heman tişt û kesan tawanbar dikin. A. Öcalan ku li îmraliyê hêsîre (esir) çi ferman û biryara bide bê helsengandin (değerlendirme)ji aliyê wan rêxistinan ve rast tê qebûl kirin û van biryaran bi cî tînin. A. Öcalan bibêje ez jibo Kurdan dewletê naxazim ewê hemû wek kûklayan bêjin em dewletê naxazin û ger A. Öcalan piştî demekê bibêje dewletek serbixwe ya Kurdan (Kurdistan) mecbûrîye ewê hemû kes tûka xwe bialêsin û bibêjin Kurdistana serbixwe mafê meye. Yanî evana bê pişt û movikin(omurga) û ne samîmî ne. Boykotkirina dibistanan karekî cemawerîye (toplumsal). Ji ber vê yekê lazime ne rêxistinek tenê ku ew jî bi ser PKK ve ye serk3eşiya vê çalakiyê bike. Ji ber çi? Sedema pêşî mi li jor got: Bawerî bi wan nayê ji ber ku bê îrade ne. sebeba duwem jî karên wisa bi konsensûsa hemû beşên Kurdan encax bê bi cî kirin. Lazim bû TZP pêşî hemû rêxistin û beşên Kurdan agahdar kiriba û biryar bi konsensûs li ser çawanîya karekî wisa hatiba girtin. lê ka… Gerek birêvebirina vê boykotê bi destê hemû kurdan bi rê ve biçûya. Lazime Kurdên li derveyî PKK bi xwe boykotek dinê birêve bivin ku bi salan heta ku dighên armacên xwe berdewam bike. Yên zane zane, yên nizane baqê nîskane. Yên PKK zanin zanin, yên nizanin baqên nîskane. Not: Hêvîdarim ku ev şîrove neyê sansûr kirin. Ji ber ku ez rêxistinên PKK (bi mafdarî)wek “kûkla (puppet)” bi nav dikim.

R. Sitav

Ew pê$nîyar nêzik salek berê rojnamevanekî TARAFê kirî bû. Erê wê rojnamevanî jî weki mînak Gandî destnî$an kirî bû.

Kurdewar

Brêz Mûrad, we pir baş nirxandiye belê ji bo zimanê zikmkî ev boykot li cih e, em piştgirîyê didin.Lê heke PKK/BDP vîya ji bo berjewendîyên rêxistinî bêwatedar bikin ew tişteke şerm e û nayê pejirandin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: