NETKURD: 2010-09-06 11:22:46
Ji referandûma 12-ê îlonê re çend roj man. Roja 13-ê mehê ê diyar bibe ku ka dengderan ji bo pakêta guhertina destûra derbaxwazan got “erê” yan “na”. Di vê navberê de ji bo ku BDP-ê / PKK-ê biryar da ku bang li xelkê bike da ew neçin ser sindoqan; deng nedin, “boykot”ê jî wek alternatîfeka giring ciyê xwe di minaqeşeyên prosesa referandumê de girt.
Esas ev referandûm di bingehê xwe de xwedan zaafiyeteka prensîbî ye; divê berî her tiştî bê destnîşankirin. Wek prensîb ne demokratîk e ku maf û azadiyên însanan, gelan, çîn û tebeqeyan, civakên xwedan baweriyên dînî, siyasî, mezhebî û wekî din bi referandûman bên tesbîtkirin. çimkî referandûm tê maneya tespîtkirina pirraniya raya civakekê li ser daxwaz, rûdan an guhertinekê. Gava maf û azadî jî têkevin nav referandûmê li welatekî, mînorîte dikarin hergav bi dengê pirraniya civaka wî welatî ji maf û azadiyên xwe bêpar bimînin. Maf û azadiyên bingehîn yên însanan çi ji mînorîteyê çi ji majorîteyê bin bingehîn in, nayên înkar û redkirin, nayên dewrkirin û nayên teslîmkirin însafa vê an wê pirraniyê. Loma her referandûm nikare demokratîk be û divê meriv ji her referandûmê re nebêje temam bila bibe.
Zeafên referandûma 12-ê îlonê ji vî alî de hene; hin madde di pakêtê de hene ku rasterast bi azadiya ferdên civakê; karkir, memûr, jin û zarokan ve eleqedar in û diviya ew bêyî referandûman, beyî virdewêde bihataya dayîn. Sibê di referandûmê de “NA” derkeve jî çima ku pirraniya hilbijêrên Tirkiyeyê deng dane divê dev ji wan maf û azadiyan neyê berdan.
Lê bi awayekî nedemokratîk destûra Tirkiyeyê di hin şertan de (gava dengdana destûrê di parlamentoyê de negihîje 367 dengan) referandûm wek wasite ferz kiriye, tevî ku bi taybetî ji bo destûrê ew nedemokratîya referandûmê dikare gelek caran were pêş jî, hilbijêr îro mecbûr in biçin refrandûmê da karibin ji hin qeydûbendên destûra generalan rizgar bibin. Yanî çûna ser sindoqan di vê referandûmê de piçekî jî ji bêçaretiyê ye.
Gava em bala xwe bidin prosesa propagandayên ji bo refrandûmê em ê bibînin ku ew ji bal hemû partiyan, an hemû terefan ji mecraya xwe hat derxistin, ji dêlva ku maddeyên guhertî yên pakêtê û kar û zerarên wê bên minaqeşekirin, hemû terefan, armancên xwe yên siyasî yên hêlan, an bidestxistina desthilatê, xweferzkirin, an parastina statuko û wesayetê derxistin pêş.
Nuha di encama referandûmê de çi derkeve jî ê rengê propagandayên berî dengdanê siya xwe daxin ser ancama qebûlbûyî. Heta di wê dereceyê de ku belkî encamên bi eksê berjewendiyên rastîn ên çîn û tebeqeyên civakê rû bidin. Bi vê taybetmendiya xwe jî meriv dibîne ku referandûm dikare ji armanca xwe ya esasî dûr bikeve, xizmeta niyeteka gelek ji wê dûr bike û civakê ji demokrasiyê paşde bixe.
Tevî vê jî referandûm dibe û ew madde ê yan “qebûl” yan jî “red” bibin. Di herdu halan de jî ê tesîreka mezin li ser civakê û demokrasiya Tirkiyeyê bihêlin. Hemû maddeyên pakêtê wiha ne, lê bi taybetî herdu maddeyên ku bestî ne bi Dadgeha Bilind a Destûrê û Desteya Bilind a Dadwer û Dozgêrran heyatî ne. Ew ê tayin bikin ka gelo civak di demeka nêzîk a xwiyayî de ê karibe sîstema Tirkiyeyê a di bin wesayeta eskerî de berteref bike yan na.
Pakêt bê qebûlkirin ê deriyekî mezin li ber civaka Tirkiyeyê vebe da ew têkoşîna berterefkirina wesayetê bi xurtî pêşde bixe, zemînê pirskirina hesabê qonaxên zilm û zordariyê, qetlîaman, kuştinên failên nediyar bibîne. Eger pakêt qebûl nebe di vê têkoşînê de ê paşketineka zêde zerarmend bê dîtin, hê middetekî din kaosa heyî, plangêrrî û karên tarî berdewam bin.
Giringiyeka din jî ew e ku, ev derî venebe, garantiya çêkirina destûreka nuh a ku BDP-yî behsa wê dikin jî ne mimkin e, çimkî weka berê ê hêzên wesayetê bi riya tehdîdên eskerî û bikaranîna mekanîzmaya dadgehên bilind rêgir bin li ber destûreka nuh a demokratîk.
Encamên siyasî yên vê referandûmê gelo ji alî rewşa giştî a aktûel ê çibin?
BDP-yî di boykotê de xwe dispêrin wê yekê ku ev ê bibe referandûma kurdan a ji bo diyarkirina îradeya nêzîkbûna ber bi “otonomiya demokratîk” de ku kurd ê li herêmên ku ew lê ne xwe îdare bikin(*). Her çendîn propagandayên prosesa berî referandûmê a li ser argumentên otonomiya demokratîk ji alî xwenaskirin û xwedîlêderketina nasnameya xwe roleka hêja dilîzin jî wek ku BDP-yî îddîa dikin encamên boykotê ê nikaribin bibin îşareta wê yekê. Carekê boykot tê maneya ku însan neçin ser sindoqan. Neçûna ser sindoqên dengdanê di demokrasiyê de wek şêleka herî pasîf tê qebûlkirin. Di hemî hilbijartinên hemû welatên demokratîk de, beşek welatî bêyî îlankirina boykotan, tevî ew qas mihaweleyên ku ew biçin deng bidin jî, rêjeyeka cidî naçin ser sindoqan û deng nadin. Van salên dawîn li welatên Rojava ev hejmar dikare bigihîje %30-40-ê jî.
Li Tirkiyeyê û beşê Kurdistanê jî hergav beşeka giring neçuye ser sindoqan. Mesela di hilbijartinên 2007-ê de tevî ku DTP-ê û Ak Partiyê gelek mihawele kir da hilbijêran bibin dengdanê, rêjeya dengnederan li Diyarbekirê %29 bû, yanî %71-ê dengderan çûn ser sindoqan.
Pirr tebîî ye ku rêjeya dengnederên pasîf (ne boykotçî) li dor %30-40-ê be. Di ser vê re, bi banga boykota BDP-ê eger li Kurdistanê ji sedî 60-70 jî neçin ser sindoqan, ev ê welê bê jimartin weka ku li dor %30-40 kes beşdar bûbin. Minqeşa rêjeya dengên boykotê ê tu car xelas nebe û ne li hundur ne jî li derveyî welat ê maqûl neyê dîtin ku BDP hemî rêjeya dengnederan ji xwe re hesab bike. Loma ew argumenta ku ê bibe nîşana îradeya kurdan a ber bi otonomiya demokratîk, ne di ciyê xwe de ye, heta ji bo nîşdandana îradeyeka wiha qebûlkirina vê referandûmê bêtalîhî ye. Ji dêlva wê hilbijartinên 2011-ê bibûna wasiteya nîşandana îradeyeka wiha ê pirtir di cî de bûna û ji bal hundur û navneteweyî zêdetir bibûna şayanê qebûlê.
Dengên “ERÊ” û “NA” ji “BOYKOT”ê bêtir ê tesîrê li ser rewşa siyasî a Tirkiyeyê bikin. Herçendî ERÊ ne tenê dengên AK Partiyê ne, lê ku erê derkeve Ak PArtî ê serkeftineka mezin bidest xe û bi saya bayê pişt xwe yê vê serkeftinê ê bi moral û hêzeka bilind beşdarî hilbijartinên 2011-ê bibe. Erêyeka xurt ê CHP-ê gelek paş de bixe, belkî Kemal Kiliçdaroglu ji serê vê partiyê bê daxistin û kombînezoneka nuh a wesayetgêran bê avakirin. MHP dikare darbeyeka ew qas mezin bixwe ku perçe bibe, yan di hilbijartinên 2011-ê de têkeve binê benda hilbijartinan.
Eger “NA” biserkeve AK Partî ê darbeyeka mezin bixwe, MHP û CHP; bi taybetî jî CHP firreka xurt bide xwe. Di hilbijartinên 20011-ê de ev herdu partiyên mixalif karibin ew qas deng bistînin ku hukumetê ji destê Ak Partiyê derxin.
Eger “ERÊ” biserkeve ji bo kurdan û ji bo BDP-ê ê meydan firehtir bibe, têkoşîn xurttir bibe, rê li ber bilindkirina çitaya daxwazên kurdan zêdetir vebe û bi wî bayî di hilbijartinên 2011-ê de grûbeka xurttir têkeve parlamentoyê. Dergehekî mezin jî ê li ber çêkirina destûrteka nuh a ji bal kurdan jî teswîbkirî vebe.
Eger “NA” bisekreve hem BDP, hem bi tevayî kurd ê di têkoşîna xwe de berdewam bikin astengîya rejima asê ya wesayeta eskerî û ergenekoniyan bibînin. Her çendî di pakêta guhertinê de rasterast navê kurdan tuneye jî bi “NA”yekê ê kurd zerarê ji qebûlnebûna wan her 26 maddeyan bibînin.
(*)Em wê jî destnîşan bikin ku BDP-ê di parlamentoyê de, di wan bazaran de ku bi Ak Partiyê re kir, ev argument nedianîn; daxwaza guhertina hin qanûnan (wek a ku benda hilbijartinan %10-ê dakeve jêrtir, bazara mixatabgirtinê û hwd) dianî, eger di vê bazarê de li gel Ak Partiyê li hev bikira ê negotaya “BOYKOT”, bigotaya “ERÊ”.
ŞİROVE
Kurdewar
Kek Mûrad, BDP bi xwe hemû derî ya di ser xwe de dadide digrê paşê wek zarokan di girî dixwaze bi mexdûrîyetan xelkê bikşîne ba xwe. Ev ne sîyaset e mixabin. Di referandûmê de ji bo ERÊ kirin sed sedem heye lê ji bo boykot kirinê yek sedemek tenê heye bêguman ew jî statuko parêzî ye !…
silo
seheta xwesh birêz Ciwan. Belê raste dengê Erê û Na ji boykotê ê bêtir tesîrê li ser rewşa siyasî a Tirkiyeyê bikin. Boykot bazdana ji siyasetê û tesîrê ye. Ew ne tevleheviye careseriyê bi xwe re nayne. har sax bin.
s.bismili
Heger dengê “BELÊ” bi ser bikeve,wê AKP kurdên ku medrese xwendine, kar bide hemûyan.Dê kadroya îmamtiyê û hinekan jî qadroyê mamostetiya kurdî bide wan. Allahûekbar!
Leave a Reply