NETKURD: 2010-11-03 13:50:04
Ez wek kurdekî siyasî yê rewşenbîr ê ku ji roja avabûna wê; ji nîvê salên 70-yan tevgera PKK-ê ji nêz ve dişopîne, bi rehetî dikarim bêjim ku di seranserê jiyana wê de, min (ji bo ku ez nebêjim hîç) kêm biryar û destpêşxerî (însîyatîf) dîtine ku wek ên vê dawiyê (yên bi agirbestê ve girêdayî) bi daxwaza pirraniya gelê kurd ve lihevhatî ne, rêxweşker in ji bo çareseriyên pirsgirêkên hessas ên vê qonaxê û hêvîyê didin gelê kurd û dostên wî.
Qesda min berî her tiştî ew herdu daxwiyaniyên KCK-ê ne ku bi yekê agirbesta yekalî (bêçalakî) ya heta dawiya hilbijartinên parlamentoyê ên Tirkiyeyê hat îlankirin. Ya din ew daxwiyaniya li ser wê yekê ye ku bi tu awayî pêwendiya PKK/KCK-ê bi teqîna xwekujiyê ya Taksîmê tuneye.
Middetê agirbesta PKK-ê a berê ê di 31-ê meha çûyî (oktober) de temam bibuya; tam di wê rojê de xwekujekî li Îstanbul; Taksimê mînîbusa polîsan kir amanc û xwe teqand; di encamê de 32 kes birîndar bûn. Eşkere ye ku amanca xwekuj û plangêrrên li pişt wî, kuştina bi kêmasî ew qas însan bû. Çimkî li ser xwekuj ne yek, du sîstemên teqemeniyan alandî bûn. Yek teqiya û ya din neteqandî ma. Nemirina însanan a bi wê hejmarê tesadufeka mezin e ku di bilindnebûna tengijiyan û kaosa rayagiştî de xwedan cihekî mezin e.
Lê daxwiyaniya biryardar a KCK-ê a zûbizû, ku tu pêwendiya wan ne di asta navendî, ne jî di yên herêmî an yekîneyî de bi vê êrîşê tuneye, tirsa dilê rayagiştî ya tirk û kurd a li ser pûçbûna destpêşxeriyên likar ên ji bo dawîlêanîna agirbesteka demdirêj rakir.
Hela hela îlankirina biryara agirbestê heta dawiya hilbijartinan (Hezîrana 2011-ê), bu nîşana “hebûneka ciddî” ya xwedan hesasiyeta parastina destkeftiyên gelê xwe ku ê çawa têkoşîna vî gelî bi huner, hostatî û berpirsî ber bi azadî, wekhevî û bexteweriyê ve bihûne.
Yên ku van rêzan bixwînin belkî wan wek mubalexe binirxînin, lê ev tesbît bi her awayî ji qenaeta min a samîmî dertên. Helbet pê re, divê ez hin ronahîkirinan lê zêdebikim ku gava ez van herdu daxwiyaniyên KCK-ê bi du ragihandinên Murat Karayilan ve ên di hevpeyivîna li gel rojnameya Radîkalê a tirk de girêdidim, ev tespît ji bo min maneya xwe distînin:
Yek ji wan ew e ku Murat Karayilan eşkere kir got di demên berê de PKK-ê jî di karûbarên xwe de zerar dane sivîlan, ew ji ber vê gelek xemgîn in, wan biryar daye ku ji nuha pê ve ew bi tu awayî sivîlan nekin amanc û wan çalakiyan nekin ku ê zerarê bidin sivîlan.
Ev, lixwevarqiliyan û lixwenihêrtineka gelek ciddî ya PKK-ê/KCK-ê ye; îhtîmaleka mezin ê karibe bibe destpêka xwe-nirxandin û xwe-guhertinê di pêwendiyên xwe û sivîlan, yên nevxwe yên sivîl û yên xwe û rêxistinên civakî û siyasî yên derveyî xwe de.
Îşareta wê yekê tê dîtin ku di PKK/KCK-ê de îradeyeka xurt heye guh bide gilî, gazin, tirs, endîşe û rexneyên civaka Kurd a ku îfadeyên xwe herî zelal di nivîseka Ismail Beşîkçî a van dawiyan de dît. Xwiya ye KCK-ê (bi kêmasî giringiya rêberayetiya wê) tespît kir ku ew daxwaz û rexneyên di nivîsa îsmaîl Beşîkçî de, ne tenê yên wî ne; nivîs neynika hêvî û daxwazên hemû kurdan e.
Ragihandina duduyan a Karayilan a di hevpeyivîna li gel Radîkalê de jî ku giring e, ew cumleya wî ye ku gotiye “Em ê Öcalan nexin valayiyê” (Öcalan’ı boşluğa düşürmeyeceğiz).
Muhtemelen cara pêşiyê di serkirdeyekî PKK/KCK-ê de cumleyeka wiha bixwebaweriyeka xwedî viyan tê dîtin. Îfade îrdeyeka ji derveyê serok di xwe de dibîne û wî hukmî dide ku ê serokê xwe nexe valayiyê, wî mehcûb neke, rê nede ku biryarên wî bêencam bimînin.
Hata nuha li derveyî “serokatiya PKK-ê” an “rêberiya gelê Kurd” meriv bi xwebaweriyek di serkirde û dezgeyên birêvebir de nedidît; hergav tenê îrdeya serokekî hebû, pişt re yên din ji serî heta binî di dereceyeka “tebati”yê de îradeya xwe teslîmî rêberiyê kiribû.
Cara pêşî îrdeyek di wê cumleyê de xuya dibe; ew li derveyî ya serok e, ew qas bihêz û biryarder e ku ê îradeya serok li erdê nexe. Helbet ev îrade înkara ya serokatiyê nake wê rêberê xwe dibîne, lê îdî nîşana îradeyeka li derva ya li gel ya serok e. Ev bixwebawerî ku têkeve serkirdayetiya PKK/KCK-ê û berfireh bibe ber bi rêxistin û dezgeyên din, ber bi organên din biherike, dikare bibe îşareta fîşeka destpêkirina reformekirina tevgera PKK-ê ber bi normalîzebûn, şefafiyet, serbixwebûn, avabûna li ser bingehê gelêrî, berjewendiyên milet û demokrasiyê.
Dil dixwaze ev tespîtên ku belkî ji bal pirraniya xwendevanan gelek jar, kiz û naîv bên dîtin, rast vegerin, bibin destpêka xweguheztina tevgerê a ber bi normalîzebûnek li gel taybetmendiyên dema me ya eşkereyî, zelalî, azadî lihevkirî.
Nayê bîra min ku biryar, destpêşxerî û daxwiyaniyên berpirsên PKK/KCKê ew qas aramiyek dabin dilê min; KCK li ber çavên min mestir bû. Bawer dikim îro dost jî dijmin jî bi ciddiyeteka rêzlêgir a ji her demê bêtir berê xwe didin KCK-ê.
ŞİROVE
Dildar Delmamikî
Em hevîvî darîn gô li serhimê netawî yekîtîya kürda pêkvarê wêdamê we hîn baştirbibê
m.zeki cilgin
sipas murad ez tevlî nivîsate dibim.hêvîdikim ev him bive destpëka normalîzebûna kck.pkk him bive sebebê nirxandina sîyasetvan û ronekbîrê kurd bihawakî reel ligorî demê.
F.Berwari
silav û rêz birêz Murad Ciwan ez bi xwe jî bi tevayi tevlî gotinên cenabê we dib im û bi vî awayi KCK-ê xwe di cavên me tevan de mezin kir.
Leave a Reply