DTP; DESTPÊKA DAWIYÊ?

NETKURD: 2009-12-07 12:33:48

Buyerên vê dawiyê ku li welêt diqewimin, pirsekê dixin serê meriv; gelo dawîlêhatina epoka DTP-ê despêkir?

Gava ez behsa buyeran dikim, qesda min ne ew e ku Dadgeha Destûrê ya roja 8-ê mehê destpê dike ka gelo DTP-ê bigre yan na. Na, eger mesele tenê destpêkirina vê dozê be, ew nikare dawiyê li DTP-ê bîne. Ev nêzî bîst salan e Dadgeha Bilind a Destûrê ”DTP”yekê digire, ”DTP”yeka din vedibe, him jî xurttir… Gava ez behsa ”Destpêka dawîlêhatina epoka DTP-ê” dikim jî qesda min ne tenê DTP-ya îro ye. Qesda min ew ”DTP” ye ku li dervayî şerê PKK-ê heye û siyasetê dike, dikeve hilbijartinan û diçe parlamentoyê. Ew ”DTP”ya ku meriv hêvî dike gava PKK dev ji şerê çekdarî berde bê, ew jî tekeve navê û siyasetê bike.

Qesda min ji ”buyerên vê dawiyê” ew meş û xwepêşandanên vê dawiyê ne ku DTP-yî bi parlamenterên û serokşarederiyên xwe dikevin nav wan û rex bi rexê grûbên gencên molotofavêj xwedêgiravî rewşa serokê PKK-ê a xerab a di Îmraliyê de protesto dikin.

Berê ez hin tiştan zelal bikim, mafê tebîî ye û berpirsiyariyek e ku DTP-yî li dijî ”xerabûna rewşa serokê PKK-e Abdullah Öcalan” rawestin, daxwaza baştirkirina rewşa wî ya di zindanê de bikin, heta ji bo serbestberdana wî xwepêşandanan lidarxin. Lê eşkere ye ku her tişt divê di rê û dirba xwe de, di zemanê xwe yê lehatî de û bi metodên demokratîk û aştiyane yen siyasî yên şer’î de be ku xwepêşanderan bi rastî jî nêzî daxwazên wan bike, ne ku wan dûr bixe yan tesîreka bi eksa daxwaza wan li raya giştî bike.

Ne şert e meriv gelek pispor be da fahm bike ku tu eleqa avêtina molotofan, şewitandina dikan, banke û dezgeyan, avayiyên partiyên siyasî, otomobîl û otobusan; yanî bikaranîna teror û şidetê, bi daxwaza baştirkirina rewşa Öcalan a Îmraliyê tuneye. Li ba min ew şerê ku gerîllayên PKK-ê li serê çiyayên Kurdistanê li hemberî orduyên dagirker didin ne ”teror” e, le ew molotofavejî, şidet û texrîbkariya ku grûbegencên organîzekirî li seranserê bajarên Kurdistanê û li metropolan dikin û zerara mezin didin can û malên welatiyên sivîl ”teror” e, hem jî ”teroreka kor” e.

Di ser de ku parlamenter, serokbelediye û siyasetmedarên DTP’yî ji dêlva ku vê teror û şiddeta kor tawanbar bikin, gêncên hêrsbûyî û nezan li hemberî provakasyon û pîjkirinên hin aliyan hişyar bikin, ew bi xwe diçin dikevin nav wê kaosê, rex bi rexên wê meşan dikin, yan jî bi navê meşan bahaneyan peyda dikin da ev şidet û kaos berpa bibe. Berê dihat gotin ku di DTP-ê de li gel şahîn û şerxwazan, kes û derûdoren maqûl ên aqlê selîm hene. Le ecêb e vê carê tu emare ji wê aqlê selîmiye jî nayê dîtin, kesên wek Ahmet Turk û Osman Baydemir jî teslîmî kaosê bûne, li pey moltofavêjan dikişkişin.

Helbet wek rewşa her girtiyekî û ji ya wan gelek cidîtir rewşa Abdullah Öcalan giring e. Öcalan li ser rewşa xwe daxwiyanî da, doza lêkolînekê kir, parlamenterên DTP’yî çûn li ser vê yekê li gel wezîrê edaletê rûniştin, birêvebirê girtîxaneyan li ser fermana wezîr çû Îmraliyê. Di medyayê de vê rewşê cih girt, minaqeşe bûn. Daxwaz ji dezgeyên navneteweyî hatin kirin da bên lêkolînan bikin. Ev hemû di cih de bûn, lazim bûn. Mewqifê wezîr nîşan da ku diyalogek jî di navbera hukumet û DTP-ê de heye. Eger DTP ji diyalogê ne razî bû, yan bawerî bi hukumetê nedianî mafê wê hebû ku bi xwepêşandanên aştiyane dengê xelkê bilind jî bike. Lê gelo çi rewa dikir, di demekê de ku têkoşîna ji bo hin maf û azadiyên demokratîk ên kurdan bi ”vebûna demokratîk” ketiye qonaxeka hessas, di demekê de ku şerekî dijwar di navbera cepheya esker-hakimên bilind-CHP û hukumeta Ak Partiyê de serî hildaye, di demekê de ku ev cephe hukumetê û Ak Partiyê tawanbar dike ku çima wan rê li ber vegera çekdarên PKK-ê vekir da ew bi kêf û şahî û def û zurne bên pêşwazîkirin, di demekê de cepheya şerxwaz li Îzmîrê hin êrîşkaran bera ser serê konvoya DTP-ê dide û li Domanîçê dixwaze hin kurdan lînç bike, tam jî di demeka wiha de weka ku destekî ne diyar vî agirê şerr û gurriyê pê xistibe şiddet û terorek li seranserê Kurdistanê tê pêxistin, her der tê tarûmarkirin û DTP-yî jî ji dêlva ku vî agirî bitemirînin, gêncan ji vê terorê dûr bixin, di navê de xwe li ba dikin? Ne mimkin e ji bo daxwazên baştirkirina hucreya Öcalan di demeka ew qas hessas de, di nav şerekî ew qas hesas ê li hemberî generalan de ev bobelat maqûl bê dîtin, bê fahm kirin, hêviya xêrê jê bê kirin.

Ji ber wê ye ku cara pêşiyê ye DTP-yî di nav gel û ronakbîran de ew qas gumanan dikêşin ser xwe, ji bal dost û piştgirên xwe yên herî nezîk ve jî ew qas sert tên rexnekirin. Bala xwe bidinê, ew nivîskarên quncikën rojnameyan, ew programçêkerên tv-yan, ew ronakbîr û akademisyenên ku bi salan e piştgiriya DTP/PKK-ê û gelê kurd dikin, li hemberî DTP-yê ew qas rexnegir in, îsyan dikin. Mehmet Altan gelek biheq dinivîse ku ”baş e rewşa hucrê a Öcalan gelek muhîm e, lê gelo rewşa gelê kurd qet ne muhîm e”. Ahmet Altan ê ku ji DTP-ê pirtir DTP-ê diparêze her eynî pirsê dike; erê rewşa Öcalan muhîm e, lê ma rewşa demokratîzebûna Tirkiyeyê ne mihîm e, gelo DTP ji bo şerê li hemberî Ergenekonê, yê li hemberî generalan çi dibêje. Orhan Mîrogluyê ku bi salan di DTP-ê de wek cîgirê serok kar kir, nuha hêvîşikestî buye û dibêje kurd xwedî li dozên li hemberî tawanbarên failnediyar derneketin. Yanî DTP-yî qasî ku xwedî li rewşa Öcalan derdikevin, nîvê nîvê wê xwedî li 17 hezar kuştiyên kurd ên failnediyar derneketin.

DTP qebûl bike neke ew bi van çalakiyên xwe yên vê dawiyê ku her wiha bû şemsiye ji bo molotofavêjan jî, xwe kir evkêşa aşê cepheya esker-hakim-CHP-ê.

Bi vê namîne. Guman peyda dibe ku gelo DTP gav bi gav benê xwe teslîmî wan navendan dike ku dixwazin platforma siyasî ya aştiyane a gelê kurd pûç bikin. Hê gava serokkomar bû, Suleyman Demirel gotibû ku xetera mezin ji bo Tirkiyeyê ne ew e ku PKK li çiya terorê bike, xetera mezin ew e ku PKK bibe hêzeka siyasî û ew ji bal dinyayê ve wek hêzeka siyasî bê naskirin.

Demirel û dewleta wî nekarî PKK-ê tenê bi şerê çekdarî bihêle, DTP çêbûn, belediye hatin bidestxistin, parlamenter wek grûb çûn parlamentoyê, bi sedan dezge û komeleyên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl peyde bûn. Pertî û rêxistinên siyasî yên din ên kurd di bizavê de ne. Rêxistinên Ak Partiyê ên Kurdistanê wek partiyeka kurd tevdigerin. Ak Partîyê em neecibînin jî, têr nebînin jî dest bi ”vebûnekê” kiriye ku saltanat û statukoya 80 salan dihejîne. Amadeyî tên kirin da çekdarên PKK-ê ji çiyan dakevin. Yanî ê îdî cih ji teror û şidetê re nemîne. Cih ji bahaneyên êrîş û terora esker, polîs û jendirmeyan re, ji zilma korucuyan re nemîne, bizaveka siyasî ya berfireh a aştiyane xurttir û geştir bibe.

Di rewşeka wiha de çalakiyên bahskirî tên çi wateyê? Gelo, ew encama hêrs û hewesa carekê ne ku bi rastî jî ji ber miameleya li hemberî Öcalan bêserûber berpa bûn? Dibe. Înşaallah! Hêvî ew e ku tevî ew qas zerara van rojan jî ew ne nîşana planeka dûrûdirêj, lê encama hêrsbûneka bêşiûr bin. Hêvî ew e ku DTP’yî rûnên mihasebeyeka baş bikin bê ka ew çi bû wan kir, niyet çi dibe bila bibe jî di esasî de van çalakiyan xizmeta kê kir, av kêşa aşê kê.

Lê eger ne welê be û ev plankirî be, nexwe ev kar dikare despêka epokeka (qonxeka) wiha be ku ê dawî li siyaseteka kurd a fireh û xurt bîne, ku bi dewasatiya xwe ya her cure dezge û rêxistinan bi rastî jî buye gelêrî.

Ev dikare bi du awayan vê encamê bide;
Yek, bi plankariya dijmin a ku naxwaze tevgereka gelêrî ya maqûl ya ji karên qirêj; teror û şidetê pakbûyî hebe, dixwaze siyaseta legal a parlamenterî û gelêrî ji kontrola kurdan derkeve, serbixweyiya xwe wenda bike û têkeve nav destê partiyên dewlet-yar, di ber vê re jî di nav kurdan de tevgereka piçûk a ne gelêrî ya şidet û terormeşîn a marjînalîzebûyî rûbide.

Ya din jî ev buyerên ku van rojên dawî em bûn şahid stratejiyeka berdewam a DTP-ê/PKK-ê bi xwe ye.

Esas alternatîfa yekê ji xwe her heye. Ew ne nuha derketiye ji berê de her heye, lê li gor rewş û deman, li gor şertan reng û metodên xwe diguhere.

Ya giring gelo stratejiyeka metodên dawî ya DTP-ê/PKK-e bi xwe jî heye yan na? Ya qedertayinker ev e. Eger hesabekî wiha li ber PKK/DTP-ê tunebe plana dijmin dikare pûç bibe. Lê ger DTP/ PKK li ser vê riyê bimeşe, îşê hêzên ku dixwazin tevgera gelêrî a siyasî ya kurd pûç bikin asantir dibe û îhtîmala mezin bi çalakiyên wek ên van rojan DTP/PKK her ku here ê ji nav gel, ji piştgiriya raya demokratîk a Tirkiyeyê û dinyayê tecrîd bibe, dawiya dawîn tevgereka marjînalîzebûyî ya di şidet û terorê de geriyayî bimîne.

Baş e gelo ew valayiya ku bi marjînalîzebûn û trorîzebûna DTP/PKK-ê di nav gelê kurd de peyda bibe ê ji bal kê ve bê dagirtin? Zehmet e ji nuha ve pêşbîniyên zelal bên kirin.

Ji alî teorîk ve, bi kêmasî sê îhtîmal karin hebin. Îhtîmalek ku Ak Partî wê valayiyê dagire. Eger Ak Partî di mesela ”vebûna demokratîk”, ”vebûna kurd” de samîmî û ciddî be, dev ji prosesê bernede, weka ku soz daye meselê bibe heta guhertina destûrê, hilbijêrên kurd ên ku ji ber şer û pevçûn û nearamiyê westiyane pirr rehet dikarin dengê xwe biddin Ak Partiyê û bibin bingehekî gelêrî ji bo wê.

Lê ev biryarderiya Ak Partiyê hê nediyar e. Erê bi gotin dibêje ew ê ”vebûnê” bidomîne, lê bi naverok guhertinan her rojê hinekî din nêzî daxwazên CHP-ê û eskeran dike. Heta sinyalên ku gav bi gav dev ji ”vebûnê” berde jî dide. Ev ê bîne cihekî wiha ku Ak Partî ê hem dengê kurdan negire, hem jî piştgiriya xwe ya nav tirkan wenda bike.

Îhtîmaleka din ew e ku partî û grûbên kurd ên dervayî DTP/PKK-ê li hev bicivin û alternatîfekî derxin da kurd berê xwe bidinê. Ev îhtîmal bi awayekî teorîk heye, lê di praktîkê de gelek zehmet e. Ev grûb û partî hê gelek piçûk û pirr-perçe ne, hem jî dûrî wê eqliyetê ne ku karibin programekî li gor daxwazên millet ên roja îro rasyonel derxin holê. Loma îhtîmala herî zeîf ev alternatîf e.

Eger DTP li ser xeta îro bimeşe û Ak Partî dev ji reforman berde, îhtîmala herî mezin dengê kurdan di navbera Ak Partî, Partiya Selametê, CHP-yeka bê Baykal, tevgera Mustafa Sarigul û partiya çep a ku dike bê danîn de belav bibe. Gelê kurd bi vê ê bê rakêşan nav warekî siyasî yê ji hêz û daxwaza xwe dûr a manîpulekirî.

Hêvî ew e ku DTP mihasebeyeka baş bike, li gel rewşa Öcalan xwedî li daxwaz û endîşeyên gelê kurd jî derkeve, gemiya kurdan ber bi pêlên hêrsbûyî û tsunamiyan ve navêje, bigihîne delavekî aram, siyaseteka maqûl a rasyonel a aştiyane ya xurt pêşkêşî vî gelî bike da ew li dora wê bicive.

ŞİROVE

M. Razî

Brayê Aştî, cesaret ne bi avêtina kevirên zarokan e. Li welatên bi şaristanî mirov ta temenê 18 salan hîn zarok e û divêt ji zorê û karhanîna zorê dûr bimîne. Heta bi dîtina filimeke tirsafer jî bo zarokan qedexe ye. Wêrekî bi îradeya qewîn jî dibe; wêrekî bi xwedîderketina li zimanê xwe jî dibe; wêrekî bi xwedîderketina li nasnameya kurdî jî dibe û wêrekî dikare bi pênûsê be, bi îradeyê be, bi daxwaza berdewam be. Dîroka Kurdan bixwîne. Her li serê çiyê bi mêranî şerê dijmin kirine, her li dij dijmin ber xwe dane, lê her wenda kirine, her têk çûne.: Li Dêrsimê, li Agirî, li Mehebadê, li Helebçe, li wî aliyê xetê… Her li dawiyê bêtar bi ser wan de hatiye… Carê ji xwe bipirse çima? Û eger Kurdan welatekî serbixwe niye, dîsa ji xwe bipirse çima? Û eger dijmin ji me hêztir e, dîsa bipirse çima? Ma rast tawanbar tenê impiryalîzm bû? Na, metodê Kurdan bi kar dihanîn şaş bûn; her li gor demêp şaş bûn… Ma zarokên filistîniyan yên keviravêj çi bi dest xistin? Ma zarokên Diyarbekir bo ziman û nasnmaeya xwe keviran diavêjine? Û çima zarok??? Kurd divêt xwe bi demê re bidin guherandin, li gor demê ber xwe bidin û li gor demê bo paşeroja xwe tê bikoşin. Şansê me baş e ku leşgerên Tirkan ji tirsa Ewropayê û Amerîkayê zarokên me nadin ber guleyên reşaşên zirxliyan. Zarokên me fêrî zimanê dapîrên wan bike, keko; zarokên me fêrî dîroka wan ya resen bike, fêrî toreyên bapîran bike. Wê demê serfirazî jî dê misoger bibe û encam ê ji keviravêtina zarokan bêtir be. Bila siyasetmedarên me, rewşenbîrên me, belengaz û dewlemendên me, ciwan û ixtiyarên me… mafan bixwazin û li gor dem û dewranê ber xwe bidin, berxwedaneke ji bo mafên neteweyekê. Bila zarok ji şeqaman bi dûr kevin û vegerin pirtûkan û fêrbûnê. Li gel rêza ji ramanên te re.

Aşîtî Xwazek

Rastîyar em ji xwe û ji gelê xwe netirsi n eger tirsek me hebe ji desthilatdarê me ne lewra desthilatdarê me zêde zêde zalime û heta îrojî xwe li ser xwîna me û ê wek me daye jiyandin ma emê çawa ji ê wilo netirsin.Ma ew bi xwe mukurnayên nabêjin me wan wek mişka di qulikê şikefta de kuşt.Ma di vê rewşê de ê ku netirse kîye gelo?Biraderê hêja pewîste em bes bitirsin.Em jî wek jenerasyona îro ango nifşê îro ku bi kevira xwe didi n ser panzer û zirxlîyê wan.Raste em li vê pêvajoyê xwedî dernekevin ez bawerim piştî 50 ev fersenda ku Gelê Kurd bidest xistîye wê ji dest here.Eger em wilo tir sa xwe berdewam bikin.Bi hêvîya demek bê tirs…Silav…

Rastiyar

“kesên wek Ahmet Turk û Osman Baydemir jî teslîmî kaosê bûne: M. Ciwan” çimkî di nav Kurdên bakur de ya desthelatdar tirs e. Heta bi nivîskarê gotarê be (Murad Ciwan), ew jî bi tirs gotara xwe dinivîsîne, û heta bi nivîskarê vê şîrovekirinê jî bi tirs nivîsa xwe dinivîsîne. Van dîmenên li bakur diqewim mentalîteya hinek komên nezan yên Afrîkayî tînin bîra mirov. Komeke zarokên bêtawan bi kar bîne û wan tawanbar bike komeke gelekî neçar e. Weha dixewine ku Kurdên bakur ê vê fersendê jî ji dest wenda bikin, wekî bi sedan fersendên di dîrokê de. Bo birêz Ocalan di cîhana îro de şêweyên kar yên din hene: Gilîkirina li nik Yeketiya Ewropayî û dezgehên wê, rêxistinên mafên mirovan, nivîsandina di mîdyaya cîhanî de… Lê ji dest yên li paş van dîmenan tiştên weha nayên der. Encam: Tirsandin li aliyekî û hêvotiona nezanan li aliyê din… ku zimanên MHP, CHP û serdarên eskeran li dij projeya hukûmeta AKP dirêj dikin û ziyanê digînin berjewendiya giştî ya Kurdan. Kurdan her xwîn dane û her wenda kirine. Ger îro li başûr karbidestiyeke kurdî hebe ew bi xêra Amerîka ye ya ku recîma Seddam ji nav bir… Li bakur eger çend mafên Kurdan hebin bi xêra Yeketiya Ewropayî ye. Ger ne ji Ewropa û Amerîka bûya îro dê li Tirkiyê cuntayeke din bihata. Hukûmeta AKP her tiştê Kurd dixwazin nade wan, lê deriyekî mezin li pêş wan vedike, deriyekî ber bi armancên mezintir. Lê Kurdan qedr û qîmeta serokên eşîrên xwe ji neteweyê muhîmtir dîtine. Li bakur tirsa ji PKK ji tirsa dewleta îro bêtir e û PKK evdala birêz Ocalan e, ligel rêza min ji wî re. Encam: Devên yên ne bi tevahî pkkyî di nav DTP de girtî dimîne û di nav Kurdan de tenê çend kes şermok û bi tirs nîvê rastiyê dibêjin, nivîskarê van rêzan jî di nav de. Encam: Pêşveçûn ê hindik be di nav Kurdan de, û heger pêşveçûnek hebe ew ê bi xêra aliyên derve û bandora derveyî bin.

Cotyarê şivan

Rêzdar kak Murad Ciwan, Ev nivêsîna te rastiyê tine ber çavê mirovî. bêgûman ev tiştê li kolanên bajêrên Kurdan çê dibin zêdegavî ne! ne pewîste û hîç xêrekê ne gehîne doza rewa ye gelê Kurd.

Bedirxan Epözdemir

Héja Kek Murat, Destxweş bî.Nivîsa te gelek di cîda ye.Em di rewşeke gelek kambax da derbazdibin.Aloziyén ku îro hene di tu xonaxida di dîroka netewa me da tinebûne. Gelo li himberé van asteng û aloziyan, li himberé vé rewşa kambaxda ew kesén ku dilé ideolojiyan nînin yanî mejî zelalin, dikarin çî bikin? ji derve yé tiştén ku heya nûha hatine cerbandin û bé encam man e. Wek minak,desteyek nivîskar,rewşenbîr û siyasetmedar li gel rûsipîyén Tirkan nikarin bi rengeke rék û pék, ne li himberé medyayé û bi rengeke popîlîst, di nava alîyan da rolek bileyzé? Ev qewmînén dawî biveyî,neveyî hinek berpirsîyarîyan tine bîra meriv. Pewîstîya gelé me bi dengén azad û bi mejîyén zelal heye. Silav û réz. Şad û serketî bin. Bedirxan Epozdemir

Ape zivi

Rezdar Murad Nivisa te Raste u Di cideye dema meriv xitabi dezgaheki Nistimanperwer bike Cenabe we RUNE MIHA ji ROVIYAN Dixwaze.Bas u Xerabe Dezgahe ÖCALAN tune betiri 30 saliye Ev dezgah Pirweksyona u Behana Ji dujmine Kurdare Dike Da kurd Bene imhakirin Hewceyi Gili gazina Nake Ev ne Cara ewile u ne a dawiye Dive Kurd bi cesaret Herin ser vi Dezgahi u Desefre u Eskere bike.Ev dezgah Emir ji Dujminen Kurdan Werdigrin Bo imhakirina Kurda Li karin.

Divê her kes rastiyan beje

Bi rastî şirova berêz M.Ciwan gelek di cihê xwe de ye û gelek jî rewşê xweş şirove kiriye. Divê her kes bi berpirsyarî û aqil tev bigere. Tiştekî girin gî ewe ku diyar dibe dewleta Trko û gelê wê hêjta ji careserkirina pirsa Kurd re ne amade ye.

DERENG

Bawer bike hişé min sekinîye ji bo van buyerén vé talîyé. Armanc çi ye? Ewé me bigîhîne ku? Hévîdarim ku siyasetek be ku aqilé me nagihé ye. Ya na Ez é pir liberkevim ku DTP ketibe réyek nediyar…

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: