NETKURD: 2009-11-16 16:24:34
Li Tirkiyeyê proseseka piralî ya têkoşîna navbera biserxistin û rawestandina guhertinên bingehîn ên ber bi azadiyeka berfireh li ser kar e. Diyartirînê guhertinan wek ”vebûna kurd” derdikeve pêş. Lê eger maqûl bê fikirîn, mesele ne tenê bi gotinê, bi rastî jî buye ”vebûna demokratîk”.
Di salên 70-yî de hêzên sosyalïst û demokrat ên kurd digot ”çareserkirina pirsa kurd ê rê li ber demokrasiya Tirkiyeyê veke”, lê ev bawerî li Tirkiyeyê zêde li ber çavan nedihat girtin. Îro em dibin şahid ku pirsên Tirkiyeyê yên din; ên kêmneteweyên nemisilman, grûbên etnîkî ên misilman; laz, çerkez, ereb û gurcî û hwd, ên grûbên mezhebî; alewî û misilmanên sunî yên dîndar ên ku dixwazin li gor baweriyên xwe yên dînî serbest bijîn, hişk bi prosesa vebûna kurd ve hatine girêdan û bune meseleyeka demokrasiya gişti ya Tikiyeyê.
Di nîveka mihaweleyên biserxistina guhertinên demokratîk de Ak Partî û hukumeta wê heye. PKK/DTP û kurd wek hêzeka esasî bi giranî li gel guhertinan xwiya dikin. Lê di avêtina gavên berbiçav ên hukumetê de piştgirya DTP-ê/ PKK-ê a ji bo hukumetê pirr zelal ne diyar e. Heta hin guman peyda dibin ku di nav kurdan bi xwe de navendên ciddî yên rêlibergiriya reforman hene; ev navend geh bi peydakirina nezelaliyê, geh jî bi berpêşkirina hin gavên hişk, tûj û nerealîst, tesîreka xerab li ser avûheweya pêşdexira reforman, bi taybetî li ser raya giştî ya tirk dikin ku piştgiriya wê ji bo biserxistina guhertinan gelek giring e.
Ordû, beşeka gelek giring a dezgeyên bilind ên dadwerîyê, giraniya unîversîteyan, hin baskên siyasî yên hundur û dervayê parlamentoyê û burokrasiyeka mezin li hemberî van guhertina ne. Ordû serkêşê vê cebheya statukoîst a rejima biwesayet e, bi mekanîzmaya xwe ya Ergenekonê û dewleta kûr, bi saya CHP, MHP û hin partiyên hûr û gir ên din, bi sîstema dadweriyê; Dadgeha Destûra Giştî, dadgehen bilind ên tenfîzî û îdarî, unîversîteyan, medyayê û hwd kontrol dike.
Medyaya Tirkiyeyê di vê keftûleftê de buye du beş; aliyek piştgirya guhertinan dike, aliyê din statukoyê diparêze, bi eskeran û Ergenekonê re li dijî reforman hewa welêt jahrdadayî dike.
Dezgehên dadwerîyê yên bilind bûne rêgirên mezin ên li hemberî guhertinan. Hetta di qonaxa îro de eşkere dibe ku ordû, ji bo ku îmkana biserxistina darbeyeka eskerî di dest de hema hema nemaye, nikare wek mekanîzmayeka têrbikêrhatî li hemberî guhertinan raweste. Ji wê zêdetir, bi riya mixalefeta hundurê parlamentoyê a CHP-ê û MHP-ê, di ser wan re bi riya Dadgeha Destûrê û dadgehên din ên îdarî û tenfîzî bikêrhatîtir hukumetê dixe nav tengasiyê, rê li ber hemleyên wê digire.
Şerê reformxwaz û statukoîstan îdî pirr eşkere her ku diçe germ û gurr dibe. Doza Ergenekonê, îfşakirina belgeyên komplo û darbeyan yên nav orduyê, şerê guhdarîkirina telefonan ê dualî, girtin û serbestberdana eskeran, dozvekirina dadwer û dozgêrran li hemberî hev, li pêdarê ne. Şer ew qas gurr û germ buye ku îdî riya vegerê hema hema ji tu aliyî re nemaye.
Di nav vê germiyê de, geh pirsa ”vebûna kurd”, geh ya elewiyan, geh ya welatiyên nemisilman, geh jî pirsa Tirkiye û Ermenistanê an ya Qibrisê wek stêrkên esmanan pêdikevin ditemirin. Minaqeşeyên li ser van pirsan dibin sedemên guhertineka bingehîn a zihniyeta raya giştî ya Tirkiyeyê. Tiştên ku hê çend sal berê nikaribûn bihatana ser zimanan, îro li medyayê, li parlamentoyê, li her derê li kolan û meydanan bi her awayî tên minaqeşekirin. Rastîyên dîrokê û yen îro yek bi yek li ber çavan tên raxistin.
Bi vê re, hukumeta Ak Partiyê ji bo reforman; bi taybetî jî di pirsa kurd de gavên balkêş davêje; vekirina TRT 6-ê, serbestkirina weşana kurdî di kanalên taybetî de, amadeyiyên vekirina beşên kurdî li zanîngehan û danîna enstîtuyên lêkolînan ên li ser ziman û kulturê, îşareta vegerandina navên kurdî ên cih û warên kurdan…
Lê di avêtina van gavan de, ji bo ku berê destura esasî nayê guhertin, hin maf û azadî bi qanûnan nayên misogerkirin, heta hukumet carina pêşde diçe, lê carinan gavan paş de davêje, sozên ku dide pişt re ya qet ya di dereceya sozdayî de bicîh nayne, gumanekê di raya giştï de peyda dike ku hukumet di guhertinan de ne samîmî ye.
Destpêkirna weşanên TRT-6ê bêyî derketina qanûnekê, destpêkirina amadeyiyên beşên kurdî li zanîngehan du nimûne ne ji van. Cardin berî minaqeşeyên pirsa kurd di parlamentoyê de, hukumetê welê îma dikir ku reformên çareseriya pirsa kurd bi berfirehî ê li parlamentoyê bên eşkerekirin lê ev nebû. Du sel berê hukumetê dest bi amadekirina destûreka sivîl a demokrat kir, lê li hemberî êrîşên mixalefetê ew amadeyî rawestiyan. Ev hemû dibin sedemê gumana ku hukumet ya ne samîmî ye, yan dudil û bêistîqrar e di reforman de.
Ji alî din fikrek heye ku muhtemel e ev gavên wek dudilî an paşdegavavêtinê xuya dikin ji êrîşên dijwar ên cepha hember tên. Ji mihaweleyên komplo û darbeyan orduyê, ji tehdîda dadgeha destûrê a girtina partiyê û betalkirina yasayên ku ê ji parlamentoyê derkevin, hukumet gihîştiye wê qenaetê ku ew ê di destpêkê de nikaribe ji guhertina desturê û yasayan destpê bike.
Bi taybetî betalkirina guhertina maddeya destura esasî a ji bo turbanê, biryara tawanbarkirina Ak Partiyê bi îrtîcatiyê ku hindik mabû ew bê girtin, mihaweleya betalkirina biryarên parlamentoyê yên ji bo hilbijartina serokkomariya Abdullah Gul, e-muxtiraya 27-ê nîsana du sal berê, siyaseta CHP-ê a mihaweleyên rawestandina yasayên nû, serlêderiyên wê yên Dadgeha Destûrê, hukumet anîye wê qenaetê ku bi saya piştgiriya derva û hundur a gorînxwazan, berê minaqeşeyan di raya giştî de veke, zihniyetê bide guhertin, li gel vê jî gavên guhertinên fiîlî bavêje, bi biryar û rêbernameyan piç bi piç, gav bi gav di paraktîkê de guhertinan bike, pîkolojî û hewayeka fiîlî ya teze peyda bike, welê bike ku qanûn û destûr li pey psîkolojî û zihniyeta civakê û gavên avêtî yên fîîlî bimînin. Qanûn bi awayekî di jiyanê de fonksiyonên xwe wenda bikin, bi gotina meşhûr ew ”kaduk” bibin.
Yanî ew stratejî û taktîkên bi navê ”BÊÎTAETIYA SIVÎL” ên ku gelek caran hêzên mixalefetê yên civakên gelêrî didin ber xwe, li Tirkiyeyê bi awayekî gelek balkêş partiya ser desthilatê; hukumeta Ak Partiyê dimeşîne. Hukumet bi stratejî û taktîkên wek yên ”BÊÎTAETIYA SIVÎL” ê berê di fiiliyatê de rewşên li derveyî desturê û qanûnên heyî ”de facto” ferz bike, qanûnan ”kadûk” bike, zihniyeta nav civatê û psîkolojiyê biguhere, bike ku destûr û qanunên heyî hukmên xwe fiîlî wenda bikin, piştî demeka maqûl qanûnên kadukbûyî mecbûr bimînin li gor rewşa nuh a civakê guhertinan di xwe de bibînin.
Eger bi zanebûn nehatibe plankirin jî, ev ne fikrek e ku meriv bivirvirîne, bavêje aliyekî. Belkî jî ji herkesî bêtir kurd lazim e vî aliyê meseleyê jî bifikirin û eger nezelaliyek tê de hebe jî ew bi mihaweleyên xwe prosesê li gel hevkariya bi Ak Partiyê re zelaltir bikin û prosesê bikin tevgereka berfireh a ”BÊÎTAETIYA SIVÎL”.
Tirkiye ketiye qonaxeka gellek hesas a bêveger, ne hukumet îdî kare vegere, ne statukoîst… Çare tune, divê yek zora a din bibe.
Eger hukumet di vî şerî de wenda bike, heta eger ji ber mihaweleyên vî şerî Ak Partî di hilbijartinên êbê de wenda bike û hukumeteka ji CHP-ê û MHP-ê pêkhatî bê ser desthilatê, ne tenê Ak Partî, kurd, hemû hêzên azadîxwaz û reformxwaz ên Tirkiyeyê ê wenda bikin.
Helbet her partî, hêz, derûdor û kes xwedan maf e ku fikr û daxwazên xwe biparêze, ji bo wê têbikoşe. Lê eger ev têkoşan meriv bibe wî meqifî ku Ak Partî û hukumeta îro li hemberî eskeran, ergenekoniyan, CHP û MHP-ya nuha wenda bike, nexwe meriv bumerangek avêtiye ku paşde vegeriyaye hatiye li meriv bi xwe ketiye.
ŞİROVE
Xelefê Torî
Bi rastî îro dewleta Tirkiyê di nava guhertinên mezin re derbas dibe, ku ev guhertin belkî jî ji damezirandina Komarê jî girîngtir in, lewra “hêza kûr” berya avakirina komarê hebû. Di demek ku guhertinên gelek mezin dibin de, gelek siyasetvanên kurd mixabin van guhertinan nabînin û CHP, MHP û AKP wek hev dibînin. Birêz Ciwan yek ji wan kêm siyasetvanên kurd e ku guhertinan pir bash dibîne û gelek xwesh tehlîl dike. Gotina “BÊÎTAETIYA SIVÎL” balkêsh e û hêjaye ku em ser kûr kûr bifikirin.
Leave a Reply