BIRYARÊN DADGEHA EWROPAYÊ RAST IN

NETKURD: 2010-02-04 10:11:58

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) vê heftê du biryarên giring ên bi Tirkiyeyê ve bestî dan. Yek li ser serlêdana welatiyekî elewî bû, ku xwestibû di nasnameya wî de di xaneya ”dîn” de ”elewî” bê nivîsîn. Dadgehê daxwaza serlêderê elewî li ber çav negirt ku di xaneyê de ”elewî” bê nivîsîn, lê bi temamî li dijî azadiya dîn û wîjdanî dît ku Tirkiye di nasnameyê de xaneyeke dîn vedike û welatiyan mecbûr dike ku ew dîn an mezhebên xwe eşkere bikin.

Ya din jî li ser serlêdana 8 welatiyên Tirkiyeyê ên kurd bû, ku dixwestin di nasnameya wan û nifûsa wan de navên wan ên kurdî yên ku tîpên ”X”, ”W”, ”Q” tê de ne, bên nivîsîn.

Li Tirkiyeyê dadgehê biryar dabû ku di alfabeya tirkî de ev herf tunene, loma jî welatî nikarin daîreyên nifûsan mecbûr bikin ku ew van herfan li navên wan binivîsin. Serlêderên DMME ên kurd îdîa kiribû ku ev, midaxeleyeka destnederiya jiyana taybetî û malbatî ya mirovan û cudayîxiriya navbera welatiyan e.

Di vê biryarê de Dadgehê maf da Tirkiyeyê û daxwaza welatiyên serlêder red kir.

Ev herdu biryar jî bûn sedemên minaqeşeyên mezin. Di mesela dîn de zêdetir entellektuelên dîndar xemgîniya xwe diyar dikin ku biryara Dadgehê dîtin û baweriya sunniyên pirranîhejmar yên ku elewîtiyê ne wek dînekî cuda, lê wek mezhebekî îslamî dibînin li ber çav negirtiye.

Di biryara li ser herfan de jî diyar e ku kurd gelek matmayî mane. Ew bawer nakin ku dadgehek wek ya mafê mirovan çawa dikare vê ”zordestiya Tirkiyeyê ya li hemberî welatiyên kurd” rast bibîne. Awukatên serlêderan jî eşkere dikin ku Dadgehê biryareka şaş stendiye û ew ê li asteka bilintir biryarê vegilî bikin.

Ez ne hiqûqnas im û bi taybetî di warê Dadgeha Ewropayê de ne pispor im, lê gava ji alî mesela mafên mirvan, gelan, grûbên etnîkî, mezhebî û yên din, her wiha prensîbê sekuleriya dewletê lê dinêrim, welê xuya dibe ku herdu biryarên Dadgehê jî rast in, maqûl in.

Biryara Dadgehê ya li ser mesela dîn wek tê zanîn ne qebûlkirina daxwaza welatiyê elewî ye, ku wî dixwest ew di xaneya dîn de ”elewî” binivîse. Dadgehê ev red kiriye, lê daxwaz kiriye ku xaneya dîn bi temamî ji nasnameyan rabe. Ev biryar ji alî azadiya dîn û wîjdan, ji alî tehdîda li ser jiyana takekesan û rensîbê dewleta sekuler ve rast e.

Her kes azad e di baweriya xwe ya dînî, mezhebî, eqaîdî û wîjdanî de. Lê kes nikare yekî mecbûr bike ku ew van baweriyên xwe eşkere bike. Mesele ne tenê ya elewîtî û sunîtiyê ye. Li Tirkiyeyê hem gellek dîn û mezhebên cuda hene, hem jî kesên ku baweriya wan bu tu dînî nayê hene. Geva dewlet xaneyekê bi navê ya dîn dixe nasnameyan, welatiyan mecbûr dike ku ew dînên xwe, yan bêdînîya xwe eşkere bikin. Ev hem li dijî wan prensîbên li jorê ye, hem jî jiyana însanan dixe bin tehlîkê, li meqamên dewletê û dezgeyên din jî dikare bibe tehdîd an sedemê piçûkxistina kesan, zerarê bide berjewendiyên wan.

Ji alî mesela ku divê dewlet bi xwe bê dîn be, tu mewqifê wê li hemberî dîn û mezheban tunebe û qasî hev dûrî hemûyan be jî biryara Dadgehê rast e. Eger xane bimaya û wek heta nuha di xaneya dîn de ji bo elewiyan jî ”îslam” bihata nivîsîn, dihat wê maneyê ku dewletê xwe daye aliyê suniyan û bi çavê wan li elewîtiyê dinêre. Eger di xaneya dîn de ji bo elewiyan ”elewîtî” bihataya nivîsîn vê carê dihat wê maneyê ku dewletê xwe daye aliyê elewiyên ku ”elewîtî”yê ne wek mezheb, lê wek dîn dibînin û li hemberî wan sunnî û elewiyên ku wê wek mezheb dibînin rawestiyaye. Yanî ji alî xemgîniyên entellektuelên dîndar ên sunnî jî baştir e ku di nasnameyê de xaneya dîn tunebe. Bi vî awayî ne dewleta sekuler li hember tu dîn an mezhebî mewqifekî eşkere distîne, ne jî azadiya dîn û wîjdanî ya însanan binpê dibe.

Em bên ser mesela herfan. Bi qenaeta min şaşîtyek di vê prosesê de heye, lê ew ji ya Dadgehê bêtir, ya serlêder û awukatan e. Wan ji alî destnederiya jiyana taybetî û malbatî û cudayîxirî daxwaza rakirina biryara dadgeha tirk kiriye. Eger Dadgeha Ewropayê ji ber van sedaman maf bidaya serlêderan, encama wê ya pratîk dihat wê maneyê ku Tirkiye elfabeya xwe biguhere û herfên ”Q”, ”X” û ”W” têxe vê alfabeyê. Vê biryarê ê rê vekira ku welatên din ên ser bi Dadgehê ve alfabeyên xwe biguherin. Mesela welatên Ewropayî hemû herfên tirkî ên wek ”Ş”, “Ç”, “Ğ”, “I” têxin elfabeyên xwe. Tirkên karkir û penaber ên ku li van welatan dijîn, dixwazin navên zarokên wan bi van herfan bên nivîsîn. Ev bibe, ereb ê bikaribin li Ewropayê doza nivîsîna navên xwe bi alfabeya erebî, çînî doza bi alfabeya çînî û miletên xwedan elfabeyên din bi elfabeyên xwe bikin. Di encamê de ê ji vê biryarê praktîka proseseka absurd derkeve.

Esas serlêderiyeka bi vî awayî ji alî kurdan de jî ne zêde di cîh de ye. Ev, di praktîkê de tê wê maneyê ku ew 8 kurd dixwazin li elfabeya tirkî hin herfên din zêde bibin. Li Tirkiyeyê jî bi minaqeşeyên “vebûna kurd” re, hin derûdor ji bo ku kurd wek gelekî cuda û alfabeya wan wek alfabeya zimanekî cuda neyê qebûl kirin, mihawele kir ku çend herfên din li alfabeya tirkî bê zêdekirin. Yanî li Tirkiyeyê ne du alfabe, tek alfabe, ew jî a tirk hebe. Daxwaza serlêderên kurd jî di praktîkê de maneyeka bi vî awayî dide. Ji dêlva ku ew behsa zimanekî cuda yê gelekî din û alfabeya wê bikin û daxwaza bikaranîna vê alfabê bikin, wan bêyî ku qesd bikin daxwaza zêdekirina çend herfan li alfabeya tirkî kiriye.

Bi qeneeta min eger serlêder bi argumentên xwe yên berê serlêdana asteka bilintir jî bikin ê bisernekevin û biryar ê welê derkeve ku weka Tirkiye mafdar be û kurd neheq bin. Lê qesda mehkemê ne ew e ku navên kurdî li Tirkiyeyê bi alfabeya kurdî neyê nivîsîn. Dadgehê gotiye ku meriv nikare li welatekî ferz bike ku ew alfabeya xwe biguhere, herfan lê zêde bike.

Eger serlêderiyek hebe divê kurd ji alî argumenta ku kurd gelekî cuda ne, ziman û alfabeyeka wan a cuda heye û divê ev alfabe serbest be, navê wan bi alfabeya wan bê nivîsîn. Wê gevê hem têkoşîn ê têkeve mecraya xwe ya rast, hem ê heq jî bên bidestxistin.

ŞİROVE

Kurdekî ne Tirk

Berêz Kamîz Şeddadî, Murad Ciwan ev nivîs ne bi malbata xwere, nebi dê û bavê xwere û nebi xanima xwere nivîsîye. Cima cenabê te dibêje ” We nivisîye…”. M. Ciwan kesekî bitenêye.

Kamîz Şeddadî

Birêz Mûrad Ciwan şîroveya we rast e. Lê belê, bi ya min hinek kêm maye.We nivisîye ku “Dadgehê daxwaza serlêderê elewî li ber çav negirt ku di xaneyê de ”elewî” bê nivîsîn, lê bi temamî li dijî azadiya dîn û wîjdanî dît ku Tirkiye di nasnameyê de xaneyeke dîn vedike û welatiyan mecbûr dike ku ew dîn an mezhebên xwe eşkere bikin”. Belê, birayareke rast e. Lê dema bîryara li ser serlêdêrên kurdên ku doza navên xwe kiribûn, divîyua bû dadgeh qedexeya zimanê Kurdî jî mehkûm bikira. Ji xwe di peymana Ewrupayê da behsa wê yekê tê kirin. Silav û rêz

Rustem

Serlêdana Kurdan a dadgeha Avrûpayê, helwestekî neyênî ye.. Biryara wê ya derheqê alfabê biryarek bê huqûq e, ew jî ayrî.. Divê miletê Kurd, tu caran mahkema tirkan de carê zatan, lê serlêdana hîç dadgehekî jî neke! Navenda medenîyetê Kurdistan e.. Degera Avrûpayê jî Amêrîkayê jî pênc quruş ninin!!

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: