Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê kar e yan zerar e?

NETKURD: 2009-08-06 16:42:24

Tirkiye di seranserê tarîxa xwe de ketiye qonaxeka bi wî awayî ya minaqeşeyên li ser pirsa kurd ku tu carî neketibuyê. Dewlet, hukumet, mixalefet, unîversîte, medya, rewşanbîr, sermiyandar, esker, polîs, rêxistinên civaka sivîl, xelkên jirêzê; bi kurtî herkes van rojan awayê çareserkirina pirsa kurd minaqeşe dike.

Hukumet bi sipartina Desteya Ewleyiya Millî ya Tirkiyeyê, mihawele dike ku di ”Girêvekirina Kurd” de modela Tirkiyeyê ava bike, serokê PKK-ê Abdullah Öcalan amadeyiyên darêjtina nexşeriya çareseriya pirsê dike.

Di navbera vê gurregurra minaqeşeyan de endîşeya ku li ba gelek tirkan serîhildide ew e ku gelo Tirkiye di vê gavavêtinê de neterişe, ber bi perçebûnê ve neçe? Malûm e, ji rojaroj de di nav tirkan de; berê temamiya dewletê; îro jî hin terefên dewletê û milletê di wê baweriyê de ne ku eger hin mafên ziman û kulturî ji bo kurdan bê dayin, kurd ê daxwaza tiştên zêdetir bikin, îmkana avakirina dewleteka serbixwe bidest xin û Tirkiye ê perçe bibe.

Tirkên herî çakbîn ên ku daxwaza dayina mafên ziman û kultura kurdan dikin jî, ji ber vê endîşeyê, bi her awayî li dijî reorganîzekirina dewletê ya bi wî awayî ne, ku unîteriya wê xera bike. Tirk bi dewlet û miletê xwe îro bi temamî girtî ye li her aweyê lamerkezîyetê, otonomî an federaliya dewletê.

Loma jî kurdên derûdora DTP-ê û PKK-ê bi her awayî mihawele dikin da dewletê û milet qani’ bikin ku ew tu daxwzeka ku unîteriya Tirkiyeyê têxe bin tehdîdê nakin.

Meriv nikare siyaseta milet û dewletekê fahm bike ku millet û etnîsîteyên din ên nav xwe înkar bike, ji maf û azadiyên suruştî bêpar bihêle û mihawele bike ku wan bi qetlîam û asîmîlasyonan ji holê rake. Lê meriv dikare tirs û endîşeya miletekî an dewletekê a ku gelo bi filan an bêvan gavê ê dewleta wê ber bi perçebûnê ve biçe yan neçe fahm bike, heta ev tirs li ser bingehekî neheq be jî…

Nuha kurdên Tirkiyeyê bi gûrr û geşbûna minaqeşeyên li ser çareseriyê, ji her demê cidîtir bûne mixatabên endîşeya ku kurd ê ji Tirkiyeyê veqetin û dewlet ê perçe bibe.

Kurdan ku bi sedan sal e her awe fedekarî kir, êş û azar kişand da bên bigihên rojên minaqeşeyên li ser pirsgirêka kurd û platformeka diyalogê, berpirsiyariyek di vî warî de dikeve ser wan jî ku ew bersiva tirs û endîşeya tirkan bidin.

Lê ji bo vê, kurd divê berê bi xwe bigihîjin encamekê ku gelo veqetiyana ji Tirkiyeya nuh a ku kurdan nas bike, maf û azadiyên wê qebûl bike di fêde an zerara kurdan de ye?

Eger encam ew be ku tevî rewşa nuh a Tirkiyeyê jî fêda kurdan di cudabûnê de heye, ji xwe kurd nikarin ji bo rakirina tirs û endişeya tirkan tiştekî bikin, endîşe ê vegerin rastiyê, her alî ê şûrê xwe bikêşe; êdî dimîne li ser wê ku bê Xwedê dide kê.

Lê eger encam ew be ku veqetiyana ji ”Tirkiyeya nuh” di zerara kurdan de ye, berpirsiyariyek dikeve ser milê kurdan ku tirs û endîşeya qet nebe pirraniya tirkan û terefên maqûl ên rasyonel ên dewletê rake.

***

Ez kurdek im ku min di 13-14 saliyê de xwe di nav tevgera kurd de dîtiye. Ji dawiya salên şestê ê sedsala 20-ê û bi vir de, ji bilî çekbikaranînê hema hema di her warê tevgera kurd de min cih û berpirsiyarî girtin. Min çek bikaraneanî lê heta dawiya salên 80-yî baweriya min bi şerê çekdarî dihat. Heta destpêka salên 90-ê baweriya min bi Kurdistaneka serbixwe ya yekbûyî ya sosyalist dihat.

Berê baweriya min ji sosyalîzma reel şikiya, pişt re ez gihîştim wê qenaetê ku mesele bi teoriya marksîzm-lenînîzmê ve jî girêdayî ye. Loma her çendî di destpëka 90-ê de ez ji xebata siyaseta rêxistinî vekişiyam jî, deh salên dawî min li gor xwe têkoşîneka şexsî ya Kurdistaneka serbixwe ya demokrat ya yekbûyî da.

Cara pêşî di destpêka mîleniuma sisiyê de; di sala du hezarê de bi tehlîlên li ser rewşa dinyaya nuh a global a dema teknolojiya agahî û ragihandinê (IT) min nivîsî ku, rewşa dinyayê ya nuh derfeteka wiha peyde dike ku îdî ne bi veqetiyanê jî kurd dikarin bigihên maf û azadiyên xwe, hidûdên siyasî yên çar dewletên ku kurd lê dijîn neguherin jî û ew di çarçeveya van dewletan de bimînin jî ew dikarin ber bi yekbûn û entegrasyoneka xurt biçin.

Dewra nuh a global ew qas hêviyeka xurt da min, min wê gavê nivîsî ku ”sedsala 21-ê ê bibe sedsala kurdan!” Hinan got ”tu di vê tesbîta xwe de pirr mezin dikî”, lê 9 salên derbasbûyî û guherîna ku di van 9 salan da di rewşa kurdan de hat, baweriya min a bi wê tesbîtê xurttir kir.

Ez van tiştên li ser xwe çima dinivîsim? Dixwazim prototîpeka kurdekî bidim ku 40 salên 53 salên jiyana xwe bi her awayî, hema hema her roj di nav tevgera kurd a herî mixalif de derbas kiriye, îro di destpêka hê gelek ne zelal a di nav mij û dûmanê ya rewşa nuh a Tirkiyeyê de jî tê wê qenaetê ku veqetiyana kurdan a ji Tirkiyeyê ne ku gelek bi êş û elem e, nelazim e, heta zerar e jî.

Belê, baweriya min a îro ew e ku veqetiyana kurdan, ne tenê ji bo kurdên bakur, ji bo kurdên perçeyên din jî zerareka mezin e.

Ji bo ez karibim sedemê vê qenaeta xwe bidim zelalkirin ez dixwazim anekdotekê li ser şairê kurd ê naskirî Ahmed Huseynî bidim:

Piştî sala 2003-yê ya rizgarbûna Iraqê ji rejima Saddam û avabûna dewleta federe ya kurd, Ahmed Huseynî rojekê got ”ez ê dev ji şairiyê berdim.” Sedemê wê jî wiha îzah kir: ”Gava Kurdistan ava nebûbû, bi dehan, sedan sal em bi xeyala avabûna Kurdistanê jiyan. Hebûna dewleteka kurd ew qas xeyalî, dûr û pîroz xwiya dikir ku ji bo me şairan wek ketina buhuştê bû, dibû îlhama şiir gotinê. Lê îro ku Kurdistan ava buye, ew xewn û xeyal û îlhama buhuştî ya şiiran tê de nemaye. Dewleta kurd jî buye wek her dewleteka din a ser ruyê erdê, nema îlhamê dide min, nema karim şiiran li ser dewleta kurd bihonim.”

Para rastiyê di vê gotinê de pirr e. Welê rû dide, carina bi deh salan, sed salan rewşek li dar e ku meriv dibêje qey ew rewş ê tu carî xelas nebe, dawî lê neyê. Lê carekê, rojekê, bi rizgarbûnekê, bi serkeftinekê, bi guhertineke lûtkeyî rewşeka ew qas nuh kare peyda bibe ku wan fikr, xeyal, bawerî û qenaetên meriv serobin bike, biguhere.

Ji roja avabûna Cumhuriyeta Tirkiyeyê ji ber siyaseta înkarkirin, îmhakirin û asîmîlekirina vê dewletê, kurdan ev 90 sal in êş û azarên ew qas giran kêşan ku meriv digot qet ê dawî lê neyê. Siyaseta dewleta tirk ew qas bêmerhamet bû ku meriv digot qet rojekê ê di nav azadî, aramî, wekhevî û biratiyê de jiyana bi gelê tirk û yên din re di çarçeweya yek-dewletê de ne mimkin be. Meriv digot qey ne mimkin e dewleta tirk biguhere, di encama wê de întîxar jî hebe, rizgarî û azadî tenê bi hilbijartina riya veqetiyanê ye, tek çare ew e.

Belê 90 salan wiha dom kir.

Lê ev çend salên dawîn, sedem çi dibin bila bibin (em di vê nivîsê de behsa sedeman nakin) guhertinên ku li Tirkiyeyê dibin û bi taybetî qonaxa ku îro em ketinê, nîşan dide ku, na, bêyî veqetiyanê jî meriv dikare bigihîje azadî û bexteweriyê. Heta weka ku me di 90 salan de ew qas têkoşîn da, êş û azar kêşa ji bo azadiyê, îro tam Tirkiye rengekî demokrat û azad werdigire, yanî roj hatiye dema berhevkirina berhemên wan 90 salên têkoşînê, meriv pişta xwe bide berhemên gihîştî ên berdest û ber bi asoyeka nediyar de bimeşe. Gelo rast e ku meriv pişta xwe bide nîmetên wê qonaxa nuhpeydabûyî, veqete û ber bi asoyeka nediyar ve biçe?

Ji min re welê tê, weka ku meriv bi salan darekê bigihîne, axa wê bikole, eşêf bike, bitahmijîne, av bide, tam gava ew meywe digire, tê roja ku meriv meyweyên wê bixwe, dev jê berde, biçe, bêje ”ev meywe ji min re nelazim in”

***

Ez ê nivîsara xwe ya li ser kar û zerara veqetiyana kurdan a ji Tirkiyeyê berdewam bikim. Heta vê derê belkî min îzaheka heta dereceyekê romantîk raxist ber xwendevan, lê ev wek pêşekiyekê bû da ez karibim mexseda xwe ya ji nuha û pê ve zelal bikim.

Ji bo zêde dirêj nebe, dewama nivîsara xwe ez ê bihêlim piştî çend rojan. Û ez ê mihawele bikim mesela cudabûnê ji sê perspektîfan şirovebikim:

1 Gelo mimkin e ku kurd ji Tikriyeyê veqetin?
2 Gelo (ji bo ku azad bibin) lazim e (pêdivê, pêwîst e) ku kurd veqetin?
3 Gelo di fêda kurdan de ye ku ew ji Tirkiyeyê veqetin?

ŞİROVE

Haydar Diljen

Merheba Mûrad! Min nivîsa te bi baldarî xwend. Bi a min , analîz û şiroveya te ya li ser pêvajoyê guherîna Turkiyê gelek realîst e. Ez wek kesekî ku di van 10 salên dawî de gelek caran diçe welêt, pêvajoyê ji nêzîk de dişopîne û peywendiyên xwe yên gelek nêzîk bi aliyê kurd yên aktorê vê pêvajoyê re hene, dikarim bêjim ku dê pir najo, kurd dê azad bin. Naveroka vê azadiyê mumkun e tam ne bi dilê me be, lê dê destpêkeke girîng û dîrokî be. Ez bawer im ,te di nivîsa xwe de xwe hinekî otosansur kiriye. Helbet nivîs ya te ye û tu bi raya xwe yî ku tu dê çi binivîsî çi nenivîsî. Lê bi ya min dema ku mirov analîza guherîna Turkîyeyê bike divê mirov behsa bandora aliyê kurd jî bike. Ev bandor jî ya PKK û bi sedan rêxistinên wê yên din e. Vê rastiyê êdî dewlet jî dibîne. Di rewşa îro de nêzî 2,5 kurd di pêşengiya PKKê de naxwazin wek berê bijîn û vê yekê eşkera diyar dikin. Dewlet jî êdî nikare wan wek berê îdare bike. Rastî ev e û herdu alî jî ji çareseriyekê digerin. Ez bawer im tu dê di nivîsên xwe yên din de behsa sefera xwe jî bikî. Wek te jî dîtiye; kurdan bi fedekarî û têkoşîna xwe ne fermî lê defakto sînorên azadiya xwe fireh kirine.Li Amedê û seranserê Kurdistanê tu kîja çalakiya demokratîk bikî tu dikarî bikî. Tu bixwazî çi binivîsî tu dinivîsî, ku tu bixwazî tu dikarî bi temamî wek kurd bijî. Şaredariyên ku di destên kurdan de ne xizmetên baş dikin.Kadroyên van şaredariyan îspar kirin ku kurd dikarin xwe îdare bikin. Di şaredariyan de kadroyên ku dikarin dewletekê îdare bikin hene. Di warê çand û zimanê kurdî de bi sedan komal û dezhehên din hene. Her roj bi 10 hezaran kes aktîf di nav çalakiyên siyasî, çandî û civakî de ne. Lê pirsgirêka sereke ew e ku ev azadî di tu qanûnî de nehatiye garantîkirin. Dema ku bixwazin dikarin ji bo tîpeka ”W” jî dozê Li şaredarekî vekin. Gelek kes gelek caran behsa yekitiya kurdan dikin. Helbet ev daxwazeke gelek di cih de ye. Lê gelo pêwîst e ku kurd hemî di partiyekê de bin? Helbet na. Bi ya min yekitiya kurdên ku dixwazin siyasetê ya jî karekî çandî û civakî bikin yekitiya xwe jî ava kirine. Yên ku bi wan qîma xwe naynên, fermo ji xwe re cihê bixebitin û jixwe dixebitin jî. Di hilbijartina dawiyê de jî weha bû. Piraniya kurdan xwe da ser DTPê. Yên ku li dijî DTPê bûn cihê ketin hilbijartinê. Ma qiyamet rabû? Na. Bi rastî jî ev pêvajo gelek girîng e.Berpirsiyarî dikeve ser milê her kurdê/a ku serê xwe ji bo pirsên pêşeroja kurdan diêşîne. Ez ê li benda nivîsên te yên din bim.Ez meraq dikim, gelo tu yê rola PKKê û AKP û konjuktura siyaseta dunyayê ya global di vê guhertina Turkîyeyê de çawa şirove bikî. Bi silavên germ Haydar Diljen

kurdo

Çima ewqas peyvên biyanî erebî yan înglîzî ? ev jî hin nimûne… Tarîx : dîrok – minaqeşe :giftûguh , gotûbêj yan danûstandin – Malûm e : nas a – îmkan derfet – kultur : çanda – reorganîzekirin : nûrêxistin – lamerkezî : nenavendî – mihawele : hewildan – qani’ : qayîl – tehdîd : gef yan hereşe – fahm : têghîştin qetlîam : komkujî – teref : alî ……..

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: