Erdogan û ‘Sibatoka Dînik’

NETKURD: 2010-07-20 16:14:24

‘Sibatoka Dînik’, li Kurdistanê demeka destpêka buharê ye ku dinya ji zivistana dijwar a biberf û serma derketiye, lê hê bi rastî neketiye buhara xweş û geş; a bi gul û giya. Hewa di rojên Sibatoka Dînik de gelek bêaram û bêîstîqrar e. Di rojekê de gelek caran tav dertê, dinya germ dibe; geşî û xweşiyê belav dike, lê hew we dît ku ewrên reş û tarî derketin, roj wenda bû, ba û babelîskekê xwe li dora we zîvirand, baranê; heta berfê destpêkir, sar û seqemê her der dagirt. Piştî çend saetan cardin roj ewran dide alî, bi bişirîna xwe dilê we germ dike. Yanî dinya geh digirî hêsiran dibarîne, geh dikene xweşî û geşiyê belav dike.

Navê dewra vê hewayê, ji ber vê bêistîqrariyê buye ‘Sibatoka Dînik’. Wek jina dînik a ku ha hûn dibînin digirî, lê pê re pê re jî dikene.

Îro gava ez bûm şahidê giriyê serokwezîr Receb Teyyip Erdogan ê di dema behskirina îdamên gêncên rastgir û çepgir ji bal dadgehên 12 îlonê, ez xezeba wî ya du roj berê a li ser CD-ya wêneyên gerîllayên PKK-ê ên îşkencekirî û termên perçekirî ku ji bal BDP-ê jê re hatibû şandin fikirîm, pê re pê re jî ‘Sibatoka Dînik’ ket bîra min.

Hêsirên ku Receb Teyyip Erdogan îro barandin, bi qenaeta min ne rol û ne plankirî bûn, gelek jiberxweve, hêsirên însanekî samîmî bûn. Lê ew xezeba li ser CD-yan jî a Erdogan bû û xezebeka tebîî ya her eynî merivî bû. Însanekî humanîst, misilman, demokrat û serokwezîrê dewletekê ku ji herkesî bêtir lazim e bizane dewleta hiqûqê çiye, hiqûqa şer çi ye, miameleya li gel miriyan çawa ye, çawa dikaribû xwedî li îşkencekirin û perçekirina termên gerîllayên PKK-ê derkeve?

Ew çawa dikare BDP-ê ji bo lihemberderketina van bêînsaniyetiyan bi piştgiriya terorê tometbar bike, bi hêrs bêje ku sedemê ku ew bi BDP-ê re rûnanê ev CD-ya ji bal BDP-ê pêşkêşkirî ye.

Ku BDP li dijî van îşkence û nemirovatiyên eskerên tirk derdikeve, ne şert e ew bibe piştgirê gerîllayan, çekdaran an şerxwazan, ew xwedî li mefên însanan, dewleta hiqûqê, hiqûqa şer dertê. BDP bi vê berpirsiyariyeka herî tebîî a welatîtî û însaniyeta xwe bicîh tîne.

Heta ya xerabtirîn, Receb Teyyip Erdogan gava xwedî li îşkencekirina van terman derdikeve ew wek serokwezîr temamê dewleta tirk dixe bin vê mesûliyetê, îşareta wê dide ku ev siyaseta resmî ya dewletekê ye ku berpirsê wê yê herî bilind; serokwezîrê wê xwedî lê dertê. Îfadeya Erdogan dikare bibe delîl ku ew di dadgeheka navneteweyî de; heta ya neteweyî de bi tawanên şer bê berdadkirin, dewleta tirk bi tawanên hiqûqa nevneteweyî, ya şer, ya berpirsiyariya serweriya dewletekê bê tawanbarkirin.

Aliyê însanî, exlaqî û dînî ê vê meselê ji xwe bi serê xwe trajediyeka mezin e.

Ev herdu mewqifên eksên hev ên Receb Teyyip Erdogan ne tenê ev nimûne ne, gelek caran tekrar bûne, heta ne tenê mewqifên şexsî yên Erdogan in, di siyaseta hukumeta wî de wek mewqifekî dezgehî jî xwe diyar dike.

Mesela em gotinên wî yên par ên li ser cenazeyên gerîllayên PKK-ê bibîr bînin, ku digot yên ku li pey cenazeyên eskeran û yên gerîllayan nimêj dikin, berê xwe didin her eynî qibleyê, her eynî Yasîn li ser wan tê xwendin. Ev gotina Receb Teyyip Erdogan di eslê xwe de li ber raya giştî ya tirk ne tenê şer’îkirina kurdan, PKK-yiyan, lê ya gerîllayên PKK-ê bi xwe ye jî. Berê vegotina resmî, ya nav rayagiştî ya tirk ew bû ku gerîllayên PKK-ê, “xaîn in, dijmin in, dolên ermeniya ne” û gelek tiştên din. Yanî li gor tirkan gerîlla heta wê rojê ne însan bûn, ne kezebên dê û bavên xwe bûn; bi her awayî kuştin heq kiribûn. Lê piştî axaftina Erdogan raya tirk gelek guherî ku gerîlla jî zarokên vî welatî ne, zarokên misilmana ne, erê belkî hatine xapandin, lê ew jî însanên vî welatî ne. Belkî jî meriv hinekî guh bide wan ka çi dixwazin.

Ji aliyê din eynî Erdoganî li ser mesela zarokên keviravêj gotiye ku ferq nake ew zarok in an na, eger ew derkevin ber polîs û keviran bavêjin ew zarok bin jî, jin bin jî ê dewletê li hemberî xwe bibînin.

Erdoganê ku ji bo doza filistîniyan, ji bo abluqaya li dora Xazzeyê ew qas bihêrs tevdigere ku dikare destihalata xwe ya siyasî bi tevayî têxe bin xeterê, karibuye bêje ku ew ê ermeniyên ku bi awayekî neqanûnî li Tirkiyeyê ne, biqewirînin; qefle bi qefle bişînin Ermenistanê.

Dualîtiya di şexsê Erdogan de, di siyaseta hukumeta wî de jî diyar e. Em bibîr bînin ku Beşîr El Omer ê Sudanî ku ji bal dadgehên navdewletî wek tawanbarê şer hatiye mehkûmkirin û fermana girtina wî derketiye, serokkomar û serokwezîrên vê Tirkiyeya ku dixwaze têkeve Yekîtiya Ewropayê, di Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de cih digre, endama gelek rêxistinên navneteweyî yên li ser hiqûqê ye wî vedixwînin welatê xwe, Erdogan wî diparêze û dibêje ku kes nikare wî bide bawerkirin ku misilman qetlîamê dikin.

Di vî warî de siyaseta herî balkêş a hukumetê ew siyaseta derva ye ku ew di peywendiyên xwe yên li gel dewletên ereb, ên Balkanan, ên Kafkasyayê û Asyaya tirk û misilman de, di navbera “modela demokratîk” û “Nuh-osmanîtî”yê de diçe û tê. Pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Filistîn û Îsraîlê, Ermenîstanê, Azerbeycanê, Îranê û Kibrisê re jî bi vê dualîtiyê dihejin.

Nexwe gava meriv bingehê vê taybetmendiyê vekole, ev dualîtî ne tenê bi şexsê Erdogan û bi şaxsiyeta wî ve girêdayî ye, ew di tevgera wî bi xwe û dezgehên bizava wî de jî heye. Ev taybetmendî gelek hêjayî lêkolînên zanistî ne, ku ji çarçeweya tehlîl û tesbîtên nivîsarekê gelek wêdetir in.

Lê gava meriv bifikire ku ev tevger û serokê wê Erdogan ji tevgereka mihafezekariya îslamî ya neteweyî tên û ber bi lîberalîzmê, demokrasiyê, nirxên dinya globalîzebûyî dimeşin, merivê karibe bibîne ku ew rehên kûr ên hebûna wê ya destpêkê di taybetiyên nuh ên lîberal, humanîst, demokrat ên hiqûqa cîhanşimûl de reng vedidin.

Erdogan bi roleka mezin rabuye, xwedî li nirxên demokrasîyê, yên însaniyetê, yên hiqûqa cîhanşimûlîî û hêjayiyên humanîzmê dertê, lê ne ji zûde ye ku pêrgîyî van bûye, ew têr hezim nekirine, di jiyana xwe ya taybetî û siyasî de di ya dewletmendiyê de hergav navejîne. Di rengarengiya jiyanê de ew û hukumeta xwe dilikumin, xetayên cidî dikin.

Ev handikap e ji bo Erdogan, hukumet û partiya wî, lê îradeya cidî a ji bo guhertin û çareseriyên ber bi nirxên însanî ve, ber bi dewleta hiqûqî ya cîhanşımûlî ve ku pê re heye, dikare serî di vê handîkapê re derxe û wî wek yek ji reformîstên herî mezin ên Tirkiyeyê têxe dîrokê.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: