Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê… (II)

NETKURD: 2009-08-13 11:33:06

Ev nivîs dewama nivîsa min a berê ye.

Mijara wê ew e ku ”gelo veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyeka ku kurd û tirk xwedan maf û îmkanên wekhev bin, ji bo kurdan kar e yan zerar e.”

Min di dawiya nivîsa berê de ragihandibû ku ez ê ji sê perspektîfan mesela cudabûna kurdan a ji Tirkiyeyê binirxînim:

1 Gelo mimkin e ku kurd ji Tikriyeyê veqetin?
2 Gelo (ji bo ku azad bibin) lazim e (pêdivê, pêwîst e) ku kurd veqetin?
3 Gelo di fêda kurdan de ye ku ew ji Tirkiyeyê veqetin?

Berî ku ez derbasî van hersê xalan bibim, dixwazim li ser hin reaksiyonên ku piştî beşê yekê ê nivîsê hatin meseleyekê zelal bikim:

Kurd milletekî ji yên herî kevnare ên Rojhilata navîn e, ku îro welatê wî li ser çar dewletan hatiye perçekirin, ji bilî destkeftiyên dewleta federe yên li ser sê bajarên kurdan (Hewlêr, Silêmanî û Dihok) li her çar perçeyan jî hatiye bindestkirin maf û azadiyên wî jê hatine wergirtin.

Wek millet, wek gel, mafê kurdan heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bikin, ew bi îradeya xwe ya serbest biryarê bidin ku ew bi dewletekê re bimînin, yan dewleteka xwe ya serbixwe ava bikin. Ev maf, mafekî suruştî yê hemû miletan e, ew qas mafekî eşkere ye ku ji bal Neteweyên Yekbûyî, gelek peymanên navneteweyî, heta destûrên gelek welatan hatiye qebûlkirin.

Mexseda vê nivîsê ne ew e ku minaqeşe bike gelo ev mafê kurdan heye yan na? Mexseda nivîsê ew e ku gelo kurdên bakur vî mafê xwe bi alî cudabûna ji Tirkiyeya ku em hevî dikin ji nuha pê ve gav bi gav pêş de biçe, bikarbîne, ê ji bo kurdan kar be an zerar be. A ev nivîs vî aliyê meselê minaqeşe dike.

Piştî vê têbiniyê ez vedigerim behsa esas a nivîsarê û ji xala yekê destpêdikim:

1 Gelo mimkin e ku kurd ji Tikriyeyê veqetin?

Çawa me got mafê gelê kurd ê suruştî ye ku ew ji Tirkiyeyê veqete, ji alî teorîk ve jî tu delîl tuneye ku em karibin bêjin ne mimkin e kurd ji Tirkiyeyê veqetin. Pêşveçûnên civakî û siyasî yên cîhanê, tarîxa însaniyetê nîşan daye ku rojekê derfetên tarîxî tên ber her neteweyekî û ew bi saya van derfetan digihê wê hedefa ku bi dehsalan, heta sed salan ji bo wê têkoşaye. Kes nikare bi argumentên ilmî û mantiqî îdîa bike kurd tu carî nikarin serbixwe bin.

Lê ji alî praktîkê ve gava meriv li tarîxa kurdan, li perçebûna wan a di nav çar dewletan de, li rewş û rola van dewletan, dost û mitefikên wan, hevkariya wan a bi hev re, hevkariyên wan ên bi dewletên mezin re binêre û li hemberî vê jî bala xwe bide îmkan û qeweta kurdan, bêparbûna wan a ji piştgiriya dinyayê a ji bo dewleteka serbixwe, ê bê dîtin ku di praktîkê de, qet nebe di demeka pêşeroja xuyakirî de a ku em dikarin bibînin û tehlîl bikin, îmkana veqetiyana kurdên bakur ji Tirkiyeyê ew qas dijwar, bi êş û jan e ku hema hema ne mimkin e. Çima?

Em hinekî hûrtîr li ser meselê rawestin. Ji alî nezerî (teorîk) ve du riyên veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê hene. Yek jê bi referandumê, bi riya aştiyane, ya din jî bi riya şerekî çekdarî, bi darê zorê.

Bi referandumê: Ji bo referandumeka azad bibe û kurd bi îradeya xwe ya serbest karibin dengê xwe bidin ka gelo ew dixwazin ji Tirkiyeyê veqetin yan na, hin şert hene:

1- Divê Tirkiye wek dewlet ew qas demokratîk be, ew qas samîmî û dilxwaz be ku bi tu awayî nebe tehdîd li hemberî dengdanê, hemû îmkanan bide ku dengder karibin bi serbestî, bêyî tirs, bêyî şerm û bi zanebûn dengên xwe bidin. Çimkî eger dewlet van şertên li jorê peyda neke û kurd di bin tehdîd, tirs, şerm û nezaniyê de deng bidin, encama referandumeka wiha ne şer’î ye û nabe îradeya serbest a gelekî.

Ya ku ji rewşa Tirkiyeyê xuya dike, ew ne îro ne jî heta demeka pêşeroja xwiyakirî nagihîje wê qonaxa bi referandumeka serbest re lêhatî û lihevkirî.

2- Ji bo referandumê divê eşkere be ku ê kî deng bidin. Di rewşa îro de kurd kî ne? Gelo ê tenê kurdên ku li Kurdistanê dijîn, yan hemû kurdên ku li Tirkiyeyê ne deng bidin? Çawa ê bê tesbîtkirin ku kurdên lazim e deng bidin kî ne? Gelo di rewşa îro de hemû kurd ê xwe wek kurd qeyd bikin? Ji bo referandumekê (ne ji bo jiyaneka seranser) ê çawa xwe wek kurd bidin îsbat kirin?

Gelo tenê ê kurdên Kurdistana bakur deng bidin? Tirk, ereb, asûrî-suryanî, ermenî, yahûdîyên li vê cografyayê ê deng bidin yan na? Eger mesele tenê mesela kurdan a etnîkî be û ne cografî be, ku kurdên Anadoluyê û rojavayê Tirkiyeyê deng bidin çima ê milet û etnîsîteyên din nedin? Yan eger dengdan mesela veqetandina coxrafyayekê be, gelo çima ê tenê ne kurdên li ser wê cografyayê û kurdên rojava jî deng bidin?

Gelo çi qas kurd li derveyî Kurdistana bakur dijin? Tê gotin Îstanbul mezintirîn bajar e ku kurd lê dijîn; behsa 3-4 milyon kurdan tê kirin. Hin kurd wek ên Konyayê, Kirşehîrê, Anqerê û beşeka ji yên Îstanbul, Trabzon (eyyubiyên ku di dewra Yavuz de ji Hesenkêfê hatin şandin wê derê) û hin bajarên din ên hê di dewra osmaniyan de çûne li wan deran bicih bûne. Hin jî ji dewra Cumhuriyetê pê ve ber bi Anadoluyê ve sirgûn an koçber bûne. Hema di van 25 salên şerê herî dawîn de behsa 3 milyon kurdên koçber tê kirin, ku li Izmir, Manîsa, Mugla, Antalya, Adana, Mersîn û gelek bajarên din bicih bûne.

Îdîayek heye ku nifûsa kurdên derveyî coxrafyaya bakur ji ya nav coxrafyayê pirtir e. Gava meriv li rojavayê Tirkiyeyê digere, meriv dibîne ku ev îdîayek cidî ye, divê bê tesbîtkirin.

Di referandumê de ê rola hemû van kurdan çi be, ew ê deng bidin an na? Ku deng bidin, tu garantî heye ku kurdên li rojava ê mal û milkên xwe, yên bav û kalên xwe yên bi sedsalan, yan warên xwe, kar, xebat û kariyerên xwe yên nuha bidin bin piyên xwe û di dengdanekê de bêjin ”erê bira kurd ji Tirkiyeyê veqetin”? Û gava kurd veqetin, 8-10 milyon kurden li derveyî coxrafyaya Kurdistanê ê dev ji warên xwe berdin û koçî ”Kurdistana serbixwe” bikin gelo? Yan ê bêjin ”bira birayên me yên Kurdistanê serbixwe bibin, ji destên tirkan xelas bibin, bira em neçin Kurdistana serbixwe û em di nav dest û lepên tirkan de bê maf û azadî bimînin”.

Mesela referandumê gelek mihtacî lêkolîneka berfirehtir e ku di çarçeweya meqaleyeka wiha de ne mimkin e meriv her aliyî zelal bike. Lê ev xalên ku li vê derê hatin nîşankirin jî radixin ber çavan ku rewş li Tirkiyeyê welê ye ku hema hema ne mikin e referandum bibe. Heta eger Tirkiye bixwaze jî eger em nebêjin ne mikin, lê gellek gellek zehmet e ku referandum bibe. Eger bibe jî îhtîmala ku ”veneqetiyan ji veqetiyanê pirtir derkeve” zêdetir e. Tu garantî tune ku hema referanduma azad bibe ê biryara serbixweyiya Kurdistanê derkeve.

Riya referandumekê di praktîkê de hema hema bi temamî girtî ye, îhtîmala herî mezin ew e veqetiyan di riya şerekî çekdarî re bê xwestin. Riya şerê çekdarî ji ya referandumê muhtemeltir e. 25 sal in jî ew tê kirin.

Riya şerê çekdarî: Du tecrubeyên me yên dewra modern hene ku ji bo îmkana serxwebûnê di riya şerê çekdarî re karin bibin bingehên lêkolîn û nirxandinan: Tecrubeya Kurdistana Başûr ku ji destpêka sedsala 20-ê heta îro her berdewam e. Tecrubeya şerê çekdarî yê PKK-ê ê 25 salan e. Vî şerî gelek caran li sê perçeyan rû daye (Tirkiye, Îran û Iraq).

Kurdên başûr ev ji sed salan zêdetir e serî hildidin, radikin çek û şer dikin. Derfeta herî mezin, di 2003-yê de, bi şerê rizgarkirina Iraqê ji rejima Sadam ket destê wan. Dewleta herî mezin a dinyayê bi hevkariyeka jidil a li gel kurdan ket Iraqê, dawî li rejima Sadam anî.

Ev di dewreka wiha de pêk hat ku sosylizm û Sovyet nemabû (hêzeka super têk çûbû), Amerîka take zilhêza dinyayê bû. Cardin jî mêzîna (hevsengiya) Rojhilata navîn û ya navneteweyî, her wiha rol û teqla tevgera kurd ew encam neda ku Kurdistana başûr ji Iraqê veqete.

Piştgiriya ku kurdan di 2003-yê de wergirt di tarîxa kurdan de ji bilî careka din tu carî nehatiye; ew jî gava kurdan li hember dagirkeriya Sefewiyan serî hilda, bi riya Îdrîsê Bedlîsî ji osmaniyan hat. Tevî vê jî başûr nebû serbixwe. Di serî de Tirkiyeyê hemû dewletên cîran nehişt, ereban nehişt, dewletên misilman nehişt, NATO-yê nehişt, Rûsya û Çînê nehişt, YE nehişt.

Belê gelek ji van xwedî li mafê kurdan ê otonomî an federasyonê derketin, lê wan nehişt Kurdistana başûr bibe dewleteka serbixwe, heta nehişt Kerkuk jî vegere ser Kurdistanê; çimkî li gor dewletên cîran û ereb vegeriyana Kerkukê a ser Kurdistana başûr dibû kilîta vekirina dergehê serxwebûna vî perçeyî.

Şerê çekdarî ê PKK-ê yê 25 salan jî ne ku buhustek erd ji bin destê Tirkiyeyê an Îranê xelas nekiriye, di ser de çuye perçeyeka erdê bin destê desthilata kurdên başûr dagir kiriye.

Piştî 25 sal şerê çekdarî PKK-ê dev ji daxwaza Kurdistaneka serbixwe û yekbûyî berdaye, nuha federasyon yan otonomiyê jî naxwaze. Sedem çi ne gelo?

Carekê ew mêzîna herêmî û cîhanî ya ku ji bo kurden başûr hebû hemû ji bo kurdên bakur jî hene. Di dinyayê de tu dewlet piştigriya kurdan a bi wî awayî nake ku kurd karibin dewleteka serbixwe deynin. Li Tirkiyeyê belkî hin caran hin dewletan alîkariya şerê şekdarî ê PKK-ê kirine, lê ev ne ji bo ku PKK Kurdistanê ji Tirkiyeyê veqetîne, tenê di wê dereceyê de bûye ku PKK karibe serê Tirkiyeyê biêşîne, wê heta dereceyekê zeîf û mecbûr bike ku Tirkiye berjewendiyên wê dewletê an wê hêza navneteweyî li ber çav bigire bicîh bîne. Ne bê sebeb e ku Tirkiye ji ber piştkuliya xwe ya ji pirsa kurd, ji gelek dewletên mezin ên dinyayê û yên cîran re daqurtandiye, di platformên navneteweyî de gelek hustuyê xwe xwar kiriye û tavîz dane.

Tiştekî din jî heye, di şerê çekdarî ê 25 salan de. Demeka berê li ser pirsekê serokê Konseya Birêvebiriya KCK-ê Murat Karayilan got, yek ji sedemên ku Ewropa û dinya Rojava PKK terorîst îlan kiriye ew e ku PKK li hemberî weltekî wek Tirkiyeyê ê endamê NATO-yê şer dike. Ev ne propaganda ye, rastiyeka mezin e.

Tecruba 25 salan, heta ya 30, 40 salên dawîn a têkoşîna kurdan nîşa dide ku ne tenê şerê çekdarî lê gelek caran yê hê negihîstî wê qonaxê jî tûşî êrîşên eskerî, îstîxbaratî û çekdarî yên dewletên NATO-yê hatiye. Berî 80-yê dewletên NATO-yê tevgerên kurdên bakur ji bo ku çep bûn wek destê dirêj ê Sovyetê qebûl dikir û bi mixaberata xwe, bi hêzên xwe yên çekdar ên li Tirkiyeyê (çi polîs û cendirmeyên tirk, çi jî ên wan bi xwe bi awayekî bi dizî) êrîş birin ser tevgera kurd, ew bera hev dan, parçe parçe kirin, pişt re jî bi darbeyeka eskerî ew hilweşandin.

Pişt re wek Karayilan gotî dewletên NATO-yê bi her awayî li hemberî PKK-ê û kurdên bakur heta îro şerê xwe dewam kir. Hebûna Daîreya Herba Taybet, ya Ergenekonê, ya JITEM-ê, Dozên dadgehên Ergenekonê bi delîlê vê ve dagirtî ne ku NATO-yê çawa şerê kurdan û PKK-ê kir.

Îro belkî NATO-yê siyaseta xwe ya li hemberî kurdan guherî ye, hin îşaretên vê hene. Qasî fahm dibe NATO berê xwe nade her awe bizava kurd, kurdan bindest qebûl dike, dixwaze kurd bigihên hin maf û azadiyan. Lê siyaseta NATO-yê a li hember şerekî ku Tirkiyeyê perçe bike, yan çekdar dewam bike gelek zelal e.

Di peymana NATO-yê de heye; hemû dewletên NATO-yê berpirs in ku wî endamê xwe yê ku axa wî di bin tehdîdê de ye biparêzin. NATO tu carî rê nade ku Tirkiye perçe bibe, ê bi her awayî şerê wê hêzê bike ku bixwaze Tirkiyeyê perçe bike. Kîjan tevgera çekdar a kurd a ku bixwaze li hember Tirkiyeyê şer bike divê li ber çavê xwe bigire ku li hemberî hemî NATO-yê şer bike.

Pir pir zehmet e ku kurd karibin bi orduya, îstîxbarat û ragihandina wê û her awe dezgeyên wê ve zora hemû NATO-yê, hemû dewletên wê bibe. Eger tevgera kurd berî 80-yî û bi darbê têk çû, NATO-yê ew têk bir. Eger serokê PKK-ê hat girtin û PKK hat rojên îro, NATO-yê ew anî. Gava ez dibêjim NATO helbet Tirkiye jî di nav de ye…

Loma di praktîkê de meriv dikare bêje hema hema ne mimkin e ku kurd karibin bi şerekî çekdarî di wê dereceyê de zora Tirkiyeyê bibin ku erda Kurdistana bakur bi temamî rizgar bikin û cudabûna kurdan bi wê bidin qebûl kirin.

Eger ferzê mehal kurd zora Tirkiyeyê bibin jî, weka tecrubeya îro a Kurdistana başûr ku rejima Sadam ne tenê li başûr li seranserê Iraqê bela wela bû; ordû, polîs, îstîxbarat û hemû burokrasî têkçû (Bi serkeftineke kurdan îhtîimaleka mezin ê li Tirkiyeyê dewlet li rojava û Anadoluyê ew qas belav nebe, tenê li Kurdistana bakur têk biçe) tevî wê jî li wê derê (li Iraqê) dewleteka serbixwe ava nebû. Çimkî eger kurdên başûr serbixweyiya xwe îlan bikiraya di serî de dewletên cîran, ê gelek dewletên herêmê êrîş bibiraya ser, di dinyayê de tu dewletê ev dewlet nas nedikir, karûbarÊn aborî, bazirganî, dîplomasî û siyasî pê re nedimeşand, dewletên mezin ên Rojhilat û Rojava qebûl nedikir, îmkana jiyana dewleteka serbixwe ya kurd nedibû.

Her eynî tişt; zedetir ne kêmtir ji bo kurdên bakur jî rastî ye. Di dinyayeka wek a îro de ne mimkin e ku dewleteka kurd a serbixwe bijî. Loma meriv digihîje wê encamê ku di praktîkê de hema hema (di pêşerojeka xuyakirî de qet) ne mikmin e ku kurdên bakur ji Tirkiyeyê veqetin û dewleta xwe ya serbixwe ava bikin.

Kurd lazim e ilmî û bi aqlê selîm bifikirin, heqîqetên praktîkê li ber çav bigirin û siyasetê li ser wan ava bikin.

****

Nivîs cardin dirêj bû. Rawestiyana li ser her du xalên din di nivîsên bê de…..

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: