Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê (III)

NETKURD: 2009-08-20 16:47:17

Ez berdewamiyê didim dîtinên xwe yên li ser pirsa “Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê”. Di beşa berê  de pirs  ji alî perspektîfa ku gelo mimkin e kurd ji Tirkiyeyê veqetin” hatibû nirxandin. Di vê beşê de ez ê li ser pirsa ku “gelo ji bo azad bibin, lazim e (pêdivê ye, pêwîst e) ku kurd ji Tirkiyeyê veqetin” rawestim.

Ez ê ji sê aliyan vî beşî binirxînim
a) Rewşa nuhrûdayî ya global
b) Entegrebûna Tirkiyeyê ya bi dinya global re
c) Projeya Tirkiyeyê ya endametiya Yekîtiya Ewropayê

Lê berê cardin noteka taybetî:

Hê zincîrenivîsarên min ên li ser behsê temam nebûne reaksiyon li hemberî wê peyda bûn. Hin kes, dîtinên min qenc dibînin, hin jî li dijî wan radiwestin. Normal e. Pirs gelek giring e ji bo kurdan û ew di demeke gelek hessas de tê minaqeşekirin.

Ez ê yek bi yek bersiva reaksiyonan nedim, herkes dîtinên xwe dibêje, dinivîse. Lê li hemberî hin reaksiyonên weka ku min ev dîtin nuh pêşkêş kiribin, divê ez balê bikêşim ku min dijwariya veqetiyana kurdan a ji dewletên dagirker û di şertên îro de nelazimiya veqetiyanê ji bo wergirtina mafên azadî û wekhaviyê, hê 10 sal berê li gelek cihan fire fire minaqeşe kirine:

Sala 1999-ê min di semînerekê de li Stockholmê li Enstîtuya Kurd bi navê “IT û pirsa kurd” ev mesele minaqeşe kir. Ew semîner ji bo telvizyona kurdî ya wê demê wek fîlm hat kêşanê (lê ez nizanim hat weşandin an na). Metneka sererastkirî ya wê semînerê, wê wextê di kovara Nûdemê de hat weşandin. Di wê semînerê de min ev dîtinên xwe yên îro pêşkêş kiribûn.

Di 5/6/1999-ê de li Norvecê li Stavangelê di konferansa li ser pirsa kurd de, min axaftinek li ser rewşa nuh a dinyayê û pirsa kurd kir. Her eynî dîtin li wê derê jî bi argument hatin pêşkêşkirin. Zincîre nivîsareka min her li ser eynî meselê wê wextê bi tirkî di rojnameya Azadiyê de ku li Istanbulê dihat weşandin derket. Li wê derê min bi navê “Kürt Çağı” meqaleyek jî nivîsî. Li wir jî ev fikir hatin parastin.

Ev nivîsên min, îro li ser înternetê di malpera min a şexsî de ku hê wan deman hatibû avakirin hene. Loma yên wiha tevdigerin weka ku ev dîtin ji bo min nuh bin û rexneyên xwe li ser wê ava dikin piçekî “cahilên” meselê ne.

Rewşa nuhrûdayî ya global

Ji ber wê jî ez ê beşeka nivîsara xwe ya nuha li ser axaftina xwe ya 10 sal berê ava bikim, argumentên xwe yên îro jî ji wê axaftinê bînim. Di beşeka axaftina xwe de li ya konferansa li Stavangelê min wiha gotibû (kurtkirî):


Bi rûdana dewletên “millî” ên civaka îndustriyê, xusûsiyetên avabûna dewletên vê civakê ji bo milletên piçûk bûn zîndanên gelan. Milletên xwedan desthilat (ên pirraniyê), wekî zirxên tankan hudûd li dora erdên dewleta xwe kêşan, ordiyên mezin dan ber van hudûdan, ji bo çûn û hatina mal û sermiyan û seyahetê gumruk ava kirin, bac û xerac danîn.

Dewlemendiyên welêt ên di destê biyaniyan de ji wan sitendin, hin xistin bin milkiyeta dewletê û hin dan hemwelatiyên xwe. Hetta hinên girîng ji hemwelatiyên xwe jî wergirtin û kirin malên dewletê.

Awayê avakirina dewletên burokratîk ên merkezî yên unîter, bûn awayê piraniya van dewletan. Hukmê siyasî, carinan jî(wekî li Tirkiyê, Îraqê û Sûriyeyê) yê siyasî-eskerî, hegemoniya xwe li ser muessesên dewletê û li ser civaka sivîl danî, paytext bi berpirsiyarî û fermanan hat çekdarkirin ku hukmên herêman qels bûn, îdare bi her awayî ji paytextan hatin meşandin. Di nava van dewletan de, gellek grûb an sub-grûbên etnîkî, yên millî, dînî, mezhebî an kulturî hatin înkarkirin an îhmalkirin.

Di halê herî baş û niyetçak de ji bo ”yekîtî, hebûn û xwediyarkirina millî”, an berjewendiyên millî, ev xusûsiyetên sub-grûbî hat xwestin ku bên rakirin. Mafên wan ji wan hatin stendin an înkarkirin, zor û neheqî li wan hat kirin. Ew li ber yekîtiya millî wekî bend hatin nîşandan. Vê yekê rê da ku bi navê hebûn û yekîtiya millî an suverînîteya dewleta millî, hin millet an eqaliyetên din hatin bindestkirin. Heke em rewşa kurdan a li her çar perçan bidin ber çavên xwe em ê bibîr bînin ku li ser navê yekîtiya milî, berjewendiyên milî li hemberî emperyalîzmê an komunîzmê ew çawa hatin înkarkirin û dîskrîmînekirin, bi çi çavekî neyarane li wan hat nihêrtin.

Ev taybetiyên sîstema civaka îndustriyê ya navnetewî û bi awayekî formgirtina wan di çarçewa têkiliyên navbera dewletan de, balansa ku li herêmê diçû dihat, bi tu awayî riyeka ronahiyê û kanaleka bîhnvedanê li ber kurdan venekir. Kurdan ne serbixweyî ne jî otonomî bidest xist.

Lê sîstema ku nuh dest pê kiriye, ya ku cih ji civaka îndustriyê distîne û xwe li seranserî dinyayê bicîh dike, yanî civaka agahdariyê, qonaxa globalîzebûyî ya navnetewî, xusûsiyetên wê yên aborî û siyasî, ji bo kurdan bingehekî welê tînin ku bêyî ew daxwaza rizgarkirin û yekkirina çar perçeyan û dewleteka serbixwe bikin, dikarin li her perçeyî xelas (azad û wekhev) bibin, hetta dikare ji hemû perçeyan yekîtiya milletê kurd pêk bê.

Ev bi çi awayî mimkun e?

Di vê demê de taybetiyên ku rû didin; bizav û herikîna sermiyan, kar, mal, xizmet û kulturê di qada navnetewî de, rabûna mesafeya navbera cihan, darbeyekê li zirx û makîna burokratûk a dewleta civaka îndustriyê dixin. Ilim, zanebûn û teknîka pêşkeftî bingehekî welê ava kiriye ku jiyana civakê ji çarçeva yeko yeko dewletan derketiye; hebûn û jiyaneka transnasyonel ji bo pêwandiyên berhemhênanê û ji bo avayiyên civakê rû daye. Di sermiyan, kar û xizmetê de, di çûnûhatin û gerra însanên ser ruyê erdê de û di pêywendiyên pir-alî yên rasterest û biwasite de, di jiyana kulturî û ya siyasî de transnasyonalîzebûn bûye xusûsiyeteka berbiçav. Di encama vê de wekî tê gotin ”dinya piçûk bûye”.

Helbet bi vê re “dewletên millî” ji holê ranabin. Ew hene û ê hê hebin jî. Lê rewşa nuh welê lê kiriye ku dewletên millî wî zirxê xwe ji xwe dikin, makîna burokratîk a merkezî ji hev dikeve.

Em bala xwe bidin avabûna welat û civakên Ewrûpayê:Yekîtiya Ewrûpayê ku gumrik ji navbera endamên xwe rakiriye, sermiyan, mal û xizmet bi serbestî çi li nav yekîtiyê, çi jî heta dereceyekê li hin welatên derveyî wê diçin tên, çûn û hatin û danûstendina civakên dinyayê bihev re, ew perspektîfên ku hemû dewletên dinyayê ji bo rojên pêş didin ber çavên xwe, nîşanên vê yekê ne. Li Yekîtiya Ewrûpayê parlamento, komîsyon, wezaret û muesseseyên muşterek ê rêvebirinê ava bûne. Dadgehên navnetewî û yên awrûpayî biryaran didin ku dewlet û hemwelatiyên dewletan mecbûr in guh bidin wan. Pereyekî muşterek dikeve tedawulê (Euro nuha ketiye tedawulê).

Rola Neteweyên Yekbûyî, ya NATO-yê û rêxistinên din ên navnetewî an herêmî, ji nuh ve tên minaqeşekirin û ew ji nuh ve tên avakirin. Tevgerên demokratîk, ên hawirdorparêz (jîngehparêz), azadîparêz, sendîkayên karkiran yên navnetewî dadimezirin, yên damezirandî geş û xurttir dibin. Medya, unîversîte û dezgehên zanistî kar û barekî li ser esasê qadeka navnetewî dimeşînin û hwd.

Ev rûdan hemû derban li sîstema wê fermanrewatiya burokratîk a merkezî ya dewletan dixin. Dewlet mecbûr dibin dev ji beşeka girîng a wê fermanrewatiya xwe ya merkezî ya burokratîk berdin. Wê avayiya hişk a merkezî qels bibe, desentralîzasyon di dewletan de rû dide, dewlet ji warê aborî, bazirganî û gelek aliyên jiyana civakî vedikişe û biçûk dibe. Civaka sivîl di jiyanê de bêtir dibe xwedanê însiyatîfê, dewlet bi rastî jî êdî dikeve bin xizmeta hemwelatiyan.

Herêm, mafên hin warên fermanrewatiyê ji merkezê distînin. Herêmên cografî, millet û eqaliyetên(mînorîte) millî, grûb û sub-grûbên etnîkî dînî, mezhebî û kulturî digihîjin mafên pirtir.

Li Ewrûpayê di dewletan de desentralîzasyoneka berfirehtir rû dide, herêm zêdetir dibin hukumran. Li cihên wekî Îspanyayê, Îngîltereyê, Fransayê herêm, millet û grûbên etnîkî mafên xweîdarekirinê distînin. Dewletên sosyalîst hilweşiyan, ji bin kavilên wan gellek dewletên mezin û piçûk ên din derketin. Ew bi xwe jî îro xwe mecbûr dibînin ku mafên zêdetir bidin herêm û grûbên nava xwe.” (axaftina 5/6 1999 a Stavangelê)

b) Entegrebûna Tirkiyeyê ya bi dinya global re

Tirkiyeyê hê ji dema osmaniyan ve; ji nivê sedsala 19-ê û bi vir ve berê xwe daye Rojava. Gelek qels bin, bi zîkzak bin û pirrê caran bên rawestandin an naverokvalakirin jî, hetta gelek caran li ser hesabên milletên bindest an kêmnetewe ên weka rûm, ermenî û kurdan bin jî guhertinên “reformî” di rojeva osmaniyan de, pişt re jî di ya Cumhuriyeta Tirkiyeyê de bûne.

Di encamê de qonaxa ku îro hatiyê; bi rejima xwe ya sîyasî, bi sîstema xwe ya civakî û aborî; bi kultur, medeniyet û demokrasiya xwe Tirkiye dewleta nêzîktirîna Rojava ye li herêmê. Ekonomiya wê bi dinyayê re entegre buye, bi taybetî bi guhertinên van 20 salên dawiyê bazareka serbast a aborî peyda buye, dewlet ji gelek warên berhemhênan, bazirganî û xizmetan vekişiyaye, sermiyanê global di dereceyeka gelek giring de li Tirkiyeyê cih girtiye, şirket û girûbên tirk bi xwe li gel sermiyanê global entegre dibin û berê xwe dane bazarên derva.

Dereceya entegrebûna Tirkiyeyê ji nuha ve zorê lê dike ku ew zirxê dewleta “millî” (netewe dewlet) rake, ji hiyerarşiya dewleta merkezî ya unîter hın gavan vekişe, zêdetir desthilatê bide herêman.

Her çendî hin hêzên neteweperest (ên eskerî û terefgirên ku wek avrasyayî tên nasîn û mixabin hin kurdên wek Aysel Tuglukê) globalîzmê û pêla kartêkiriya wê ya li ser Tirkiyeyê wek komployeka dewletên emperyalîst dinirxînin jî ev ji rastiyê dûr e. Globalîzm pêşveçûneka civakî ya cîhanşimûlî ye ku li gel seranserê cîhanê Tirkiyeyê jî mecbûrî guhertinan dike.

Li Tirkiyeyê minaqeşeyên li ser mafên mînoriteyên etnîkî, dînî û mezhebî di bin kartêkiriya diyardeyên globalîzmê de dibin ku Tirkiye mecbûr e ji serdestiya neteweya serdest (egemen turk ulusu) hin gavan vekişe, rê li ber hebûna kurdan û mïnorîteyên etnîkî yên cuda veke. Ji alî dînî ve jî berpêşhatina xeyrê mimusliman, ya elewiyan, şîeyan, heta diyardeya bilindbûna tevgera dîndarên sunî yên li derveyî îslamiyata sunî ya dewletê, daxwazên civak û tebeqeyên dîndarên turbanpûş, heta geşbûn û mezinbûna bizava AK Partiyê hin encamên kartêkiriya globalîzmê ne li Tirkiyeyê.

Desthilata merkezî û neteweya serdest a Tirkiyeyê îdî li hember fişara heyî mecbûr e kurdan, xiristiyanan, elewiyan, êzîdîyan, misilmanên turbanpûş û hwd. nas bike, rê li ber wan veke, ew bi xwe vekişe. Helbet ev nayê wê maneyê weka ku nasyonalîstên tirk û ergenekonî îdîa dikin, ku neteweyê tirk ber bi têkçûnê ve diçe. Na, globalîzm serdestiya neteweyên pirranî (majorîte) radike lê wan bi xwe jî wek wekhevê neteweyên din diparêze, îmkana geşbûna ziman, kultur û medeniyeta wan  xwedî dike.

c) Projeya Tirkiyeyê ya endametiya Yekîtiya Ewropayê

Tirkiye li herêmê entegrebûyîtir welat e li gel globalîzmê, dewra agahiîyê, nîzama nuh a cîhanî. Golabalîzmê li herêmê helbet tesîr li hemû welatan kiriye, lê meriv dikare ferqa navbera Tirkiyeyê û welatên ereb, îranê û yên din bibîne. Piştî hilweşiyana rejima Saddam Iraq jî ketiye prosesekê ku karibe di demeka kurttir de bi dinya global re xwe temam bike.

Lê Tirkiye entegrebûna xwe ya bi globalîzmê re bi projeyên endametiya NATO-yê û bi taybetî endametiya Yekîtiya Ewropayê  berbiçavtir kiriye. NATO û Yekîtiya Ewropayê, tifaqa taybetî ya li gel Amerîkayê ji Tirkiyeyê di warê demokrasiya hemdem de îdî projeyên piralî û bidetay dixwaze, pê re li ser reorganîze û reformekirinaa dewletê ji alî aborî, siyasî, hiqûqî û kulturî muzakereyan dimeşîne, peymanan îmza dike. Tirkiye gav bi gav hiqûqa xwe diguhere. Van projeyên berbiçav asteka aborî û demokrasiyeka welê li Tirkiyeyê peyda kiriye, em çend kêm bibînin û ew hê ne bi dilê me be jî, ferqeka mezin dixe navbera dewletên herêmê ên din û Tirkiyeyê.

Evan hemiyan îmkanek peyda kiriye ku kurd li Tirkiyeyê beyî ku doza veqetiyanê bikin dikarin mafên xwe yên azadî û wekheviyê bidest xin. Ya ku îro li Tirkiyeyê wek “Pêşîvekirina Pirsa kurd” tê pêşkêşkirin û minaqeşeyeka gelek germ daye destppêkirin, îşaretên destpêkê ên vê qonaxê ne. Ev îşaretên krîza şerê çekdarî ye; hem ji alî PKK-ê, hem ji alî dewletê. Ne PKK dikare bi vî şerî erd xelaske û Kurdistaneka serbixwe ava bike, ne dewlet dikare dawî li şerê PKK-ê ê geşbûyî bîne û xwe ji êş û azar û sergêjanîyan xelas bike. Kirîz kûr e, lê hatiye dawiya xwe. Ne îro be jî ê sibê hemû teref hustû li ber rewşa nuhavabûyî ya global serî bitewînin, xwe li gor wê ji nuh ve rêk bixin, pozîsyanan bidin xwe.

Kurd divê xwe çawa reorganîze bikin?

Ez ê bersiva vê pirsê cardin bi axaftina xwe ya 10 sal berê ya Stavangelê bidim:

“Madem rewşa dinyayê (û ya Tirkiyeyê) ji wê sîstema berê ya ji bo kurdan bîhnçikên diçe û yeka nuh tê, divê kurd jî îdî mejiyê xwe, fikr, perspektîf û pêşniyariyên xwe biguherin, bi mejî û çavekî nuh, bi hişyarî û bîreka nuh li pirsa kurdî binêrin.

Divê kurd têkoşîna xwe bi wasite, metod û perspektîfên civaka agahdarîyê bixemillînin û hedefên nuh li ber xwe deynin ku bi civaka nuh a ser ruyê erdê re lihevhatî ne.

Min divê ez hedefên nuh ên li ber kurdan di sê beşan de destnîşan bikim.

Beşa yekê li ser programê roformekirina wan dewletan e ku kurd tê de bindest in. Ji ber sedemên ku min berê diyar kirin kurd mecbûr in dev ji daxwazên cudabûn û serbixweyiyê berdin, di çarçeva mayina di nava van dewletan de li riyeke çareseriyê bigerin. Gava rewş ev be, programên kurdan ên millî nabe ku tenê ji bo guhertinên herêma Kurdistanê be, divê ew bibin xwediyê programên guhertin û reformekirina tevayiya dewletê. Çimkî heke dewlet û civak bi giştî neguhere, bes guhertina li Kurdistanê têr nake.

Divê kurd wekî siyaseteka millî, wekî perspektîfên serbestiya millî li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê xwedî li wan programan derkevin da ev welat reforman çêkin, xwe ber bi wan xusûsiyetên civaka nû ya navnetewî bibin. Petrol, maden, banke, fabrîke, bi kurtî hemû dezgeh û kar û barên ku di bin milkiyet an teserufa dewletê de ne ji destê dewletê derkevin, bibin milkiyet û teşebbusên şexsî, dewlet piçûk bibe.

Aboriya bazareka serbest ava bibe. Makîna burokratîk a merkezî, avayiya dewletê ya unîter rabe, dewlet û civak bê desentralîzekirin, burokrasî kêm bibe, hukum ji burokrasiya merkezî were girtin, li civakên sivîl û li herêman were belavkirin, maf û azadiyên demokratîk di her warê jiyanê de bên bicîhkirin. Qanûna esasî, pirr-etnîkî û pirr-kulturiya civakê qebûl bike.

Beşa duduyan jî ew e ku li ser vî bingehê reforman, divê kurd bi taybetî jî programekî ji bo statuya beşdarbûna xwe ya di dewletê de tesbît bikin, da di vê çerçevê de mefên millî ên siyasî û demokratîk ên kurdan bê dayin.

Mafên millî yên kurdan bi çi awayî bên dayin; federasyon an otonomî, helbet li vê derê wext rê nade ku dûr û dirêj behsa wê bibe. (Li  ser ruyê erdê erê nevê sîstema eyaletî, otonomî yan, federasyon tên binavkirin, lê di praktîkê de bi sedan nimûneyên wan hene. Li Tirkiyeyê û li wan welatên ku kurd lê dijîn jî ê numûneyên tybet bi rewşa van welatan derkevin meydanê. Herwekî nuha li Kurdistana Başûr federasyoneka ber bi konfederaliyê tê avakirin. Lê divê sîstemeka bi wî awayî bê dîtin ku), kurd qasî tirkan bibin xwediyê mafên millî û însanî ên demokratîk û hemwelatîtî, programekî taybetî yê pêşdexistina Kurdistanê ji alî aborî û civakî ve bê meşandin û statuya mafên millî dînamîk be, karibe xwe nuh bike.

Bi baweriya min divê em wan formên otonomî an federasyonên tradîsyonî yên nav dewletên sosyalîst, yan ên teqlîdkarên wan berdin. Çimkî ew statîk bûn, dûr û dirêj bikêr nedihatin.

Jiyana civakî ne statîk e, diguhere û pêş ve diçe. Gava kurd di çarçeva van dewletan de, dawa maf û statuyekê dikin, divê ji bîr nekin ku ew ne statuyeka statîk lê yeka dînamîk be, piştî bîst salan, gava guhertin di dinyayê de, di van welatan de çêbû, ew welê di cihê xwe de nemîne, karibe geş bibe, xwe nuh bike. Nebe wekî makîneyeka kevnare ya ku kar nake. Statuyên statîk di nava (hundurê) dewletan de tim dibin sedemên konflîkt û bêîstîkrariyan, civak ji ber wan bi hev dikevin.

Beşa sisiyan jî ew e ku; cardin wekî siyaseta millî, kurd doza rakirina gumruk, qeyd û bendan a ji nav hudûdên van her çar dewletan û bi wan re dewletên herêmê bikin; mal, sermiyan, ked û kar, kirrîn û frotin û gerr û kultur di navbera van welatan de serbest bibin. Peyman û pêwendiyên bi vî awayî di nav wan de bên hûnandin ku di warê aborî, siyasî, kulturî û hîndekarî de platformên mişterek bên avakirin, ji bo midetekî dûr û dirêj perspektîfeke wekî ya Yekîtiya Ewrûpayê di nava van welatan de bê danîn.

Heke ev hedef di herêmê de bên biserxistin, maneya wê ew e ku bi yekîtiya nêzîkî wekî ya Yekîtiya Ewrûpayê a van welatan re, yekîtiya kurdan jî pêk tê. Di sîstemeka wiha de, zêde ne girîng e ku resmî her perçeyekî Kurdistanê bi ser welatekî din ve ye, di rastiya jiyanê de kurd ê karibin di nav her çar perçeyan de biçin û bên, bazareka wan a muşterek ava bibe, bixwazin li kîjan perçeyî rûnên an kar bikin ji wan re serbest be, bidin bistînin, ticaretê bikin, bibin şirîk û merivên hev. Zehmetiya wan qasî wê yekê be wekî ku ji bajarekî biçin bajarekî tir.” (axaftina  5/6 a 1999-ê ya li Stavangelê)

***

Nivîs cardin dirêj bû. Di xeleka bê de ez ê li ser wê rawestim ku veqtiyana kurdan ji Tirkiyeyê çima ji bo wan bi xwe zerar e.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: