DERSXANEYÊN KURDÎ

Netkurd 6/9/2005

Dersxaneyên kursên ziman ên şexsî ku berî salekê du salan, piştî hewldana li hember gelek dijwarî û astengan vebûbûn, berî çend hefteyan bi hev re biryara xwe dan ku kilîtê li ser deriyê xwe xin. Berpirsiyarên dersxaneyên kursên kurdî li gor ku ji çapemeniyê re diyar kirin  têra xwe kes muraceeta beşdarbûna di van kursan de nake. Sedemê wê jî ew e ku ev kurs bi pera ne, xelk feqîr e nikare perê kursan bide. Herwiha gava beşdar kursan temam dikin, sertîfîkayên ku ew distînin li tu derê nayên bikaranîn. Dewlet û meqamên resmî ên din van sertîfîkayan qebûl nakin.

Sedemên daxistina kursan ên ku berpirsên wan diyar kirin, helbet sedeminî ciddî ne û ne sedeminî wiha ne ku berê nedihatin zanîn. Hê gava îmkana vekirina kursan li ser kaxezê hat dayin, gelek li serê hat nivîsîn û gotin ku pirsa zimanê kurdî li Tirkiyeyê pirsa zimanê miletekî ye ku nifûsa wî ji 20 milyonan derbas dibe, ew bi vekirina kursên şexsî ên bêpere çareser nabe. Çareserî di wir de ye ku kurd wek milletekî xwedî zimanekî cuda bê naskirin, zimanê kurdî di destûra Tirkiyeyê de wek zimanekî resmî bê qebûlkirin da hem di warê jiyana sivîl a şexsî de hem jî di warê jiyana resmî ya dewletê de jî bê bikaranîn, ji dibistanên destpêkê heta bi unîversîteyan bibe zimanê xwendin û perwerdeyê, rojname, radyo û televizyon bi vî zimanî dest bi weşanê bikin, li Kurdistanê kurdî bibe zimanê resmî ê dereca yekê, ew li daîre û damûdezgeyên jjiyana resmî bê bikaranîn. Li tevayiya Tirkiyeyê kurdî bibe mafwekhavê tirkî, belge, kaxez û hemû muamalayên resmî yên nivîskî bi her du zimanan bin.

Helbet heta îmkan û statuyeka wiha li ber zimanê kurdî venebe, xetera asîmîlebûna kurdî ji meydanê ranabe û meriv nikare bêje ku kurdî gihaştiye wê payeya muamelê ku heqê wî ye, edalet û wekhevî bicîh hatiye. Ev aliyekî rastiyê ye, divê neyê jibîrkirin. Têkoşîna ji bo gihîştina vê armancê  têkoşînek e ku divê li ber çavê milet her tim bê zelalkirin ku heta zimanê me negihîje van îmkan û mafan xeter mezin e, heq û edalet nehatiye cih, em nikarin bes bi kursên çend dersxaneyên şexsî zimanê xwe xelas bikin.

Lê aliyekî din ê meselê heye ku li gor baweriya min, em tim ji ber çavan direvînin. Wan îmkan û mafên ku em ji bo zimanê xwe dixwazin, hema zûbizû ê bi destê me nekevin, dewlet hê gelek dûrê qebûlkirina van mafan e. Hê demeka belkî çend deh salan li ber me ye heta em bibînin edalet ji bo zimanê me pêk hatiye û ew ji xetera wendabûnê rizgar buye. Di ser de jî di demeke wiha de gelek diyarde peyda bûne ku rê û dirbên mezin û pir alî dane dewletê da ew karibe siyaseta xwe ya asîmîlekirina kurdî zûbizû û bi berfirehî pêşde bibe. Ez behsa dibistanên tirka, projeyên wan ên resmî û şexsî ên fêrkirina zimanê tirkî bi keç û kurên kurdan dikim. Ez behsa bi sedan kanalên televizyonên tirkî yên bi programên balkêş dikim ku ketine hemû malên kurdan, keç û jinên kurd misêwa li ber wan in, bi riya wan hînî tirkî bûne ku îdî bi zarokên xwe re pê diaxivin. Ez behsa înternetê dikim, behsa hemî wan diyardeyên ku globalbûnê û teknolojoyiya agahiyê (IT) bi xwe re anîne dikim. Di rewşeka wiha de zimanekî bindest ê bêmaf û bêîmkan wek topa berfa bin germa rojê dihele, asîmîle dibe. Heta roja ku em hêvî dikin mefên xwe bi temamî bidestxin kurdî û pê re jî kultura kurdî dikare wenda bibe.

Gelo ma divê em hema her tiştî ji deletê bixwazin û li hêviyê bihêlin ku heta dewleta me (çi federal an serbixwe) ava bibe, damûdezgeyên wê ên resmî ava bibin da kurdî wê gavê bikar bê? Gelo îro em kurd bi xwe, wek şexs, wek dê û bav, wek partî û rêxistin û wek civaka xwe ya kurdewarî nikarin ji bo bikarhatin û teşwîqkirina zimanê kurdî tiştekî bikin? Mesela ez difikirim ku me kurdan, partî û rêxistinên kurdan, dezgeyên wan belediyeyên ku di destên kurdan de ne, gelo nikaribû tiştek bikira ku ji dêlva ev dersxane bên girtin cazîb bibin da xelk berê xwe bide wan. Gelo meriv nikaribû bi awayekî, rîyekê, pirsa fînansekirina van kursan bi piştgiriyeka civakî û kollektîf  çareser bikira?

Ez dibêjim qey berî ku me hema kilît li ser dergehên wan xist hin tiştên din hebûn ku meriv karibû bikiraya. Mesela heke belediyeyên kurdan, partî û rêxistinên kurdan biryarek bistendaya ku mesela ji niha û heta du salan ew kesên ku xwendin, nivîsîn û axaftina kurdî nizanin ê niakribin bibin berbijêrên partiyan ên ji bo reîsbelediyetiyê, ji bo endamên meclisên şarederiyan, ê di girtina kesan de ji bo  damûdezgeyên belediyeyan  zanîbûna kurdî sebebê tercîhê be, di kongreyên giştî û herêmî yên partî û rêxistinan de kurdîzanîn şertekî berbijêriyê be û her wekî din… Gava ciddî û bi biryardarî qerarên wiha ji berpirsên kurdan derketaya û bihata meşandin ê zimanê kurdî ber bi cazîbeyekê, ber bi sedemê tercîhekê de biçûya ku meqam, karîyer û nan jî dide. Xelkên ku dixwest li van meqaman bibin xwedîcih bawer bikin ê xwe ji bo kursan binivîsandana.

Lê heyf, wiha nehat kirin, riya rehet ew bû ku deriyê dersxanan bê daxistin, ew hat kirin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: