Netkurd 19/9/2005
Gelo van çend hefteyên dawiyê li Tirkiyeyê ji bo çi tansiyona li hember kurdan careka din bilind bû? PKKê û eskerên tirk operasyonên xwe yên leşkerî zêdekirin, meyildarên PKKê, HADEPîyan û derûdorên wan, jin û zarok xisitin çend otobusan, şandin ber bi Îmraliyê de, da xwdêgiravî ji bo piştgiriya serokê xwe bikin. Li aliyê din jî bi çep û rastên xwe koalîsyona ”Kizil Elmaci”yên tirk li alî Bursayê bi hezaran çapûlcî bera ser wan dan, ew birîndar kirin, êşandin, rê li ber wan girtin. Hin hatin binçavkirin, hin bi otobusan paş de hatin vegerandin. Îcar li wan bajarên ku ew vegeriyanê, gêncên kurd ên bikolananxistî û polîsan kolan bi kolan bera hev dan, gênc hatin kuştin û birîndar kirin, polîs birîndar bûn, dikanên xelkên sivîl hatin xerakirin.
Rojname û malperên tirkan ên ku berdevkê ”dewleta kûr” in, banga boykotkirina mal, milk, xwarin û xizmeta kurdan kir, ji tirkan ra got ku çavkaniyên xerabiyê ên bi xeter ev kurd û elewiyên li metropola ne, evên li Anadoluyê ne. Kurdên Anadoluyê û yên metropolên mezin wek hedefa êrîşa tirkan hatin nîşandan û pê re jî teoriyên ku xwedêgiravî çend bajarên rojhilat bibin Kurdistan ê seranserê Tirkiyeya rojava û Anadoluyê jî bibe Tirkistan, yanî bi milyonan kurdên wan deran ê bên qetlkirin da ji tirkan pê ve kes nemîne.
Generalên fermande yên hêzên ordiya tirk sefera Kurdistanê kir, behsa Tirkiyeya yek welatî, yek miletî, yek dewletî û yek alayî kir. Gotin ji dervayê wê tu çareserî nîne. Generalan niyeta xwe diyar kirin ku kurdên xwe fêrî tirkî nekin ê wek hemwelatî neyên qebûl kirin, alîkariya wan nebe.
Rojnameyên tirkan ji rast û çep, ji bê dîn û heta dîndarên xwe yên muteesib, hemûyan li ser gotina serokwezîrê tirk Receb Tayib Erdogan a ku got ”pirsa kurdî heye” bi dehan nivîsar nivîsîn ku mesela hebûna pirsa kurdî û çareseriya wê divê çawa bê fahmkirin. Li gor hemûyan diviya baş bê zanîn ku unîteriya dewleta tirk nayê destlêdan, yekdewletî, yekmiletî ya li ser navê tirkîtî, yek welatî û yek alatî neyê destlêdan.
Baş e ev hêrs hezeyan, ev êrîşkarî û çapûlcîtî, ev banga talangeriyê ji çi bû?
Ez didim hişê xwe, nikare ji ber rapelikandina şerê PKKê û meş û mitîngên wan be, ku pê azadiya serokê xwe dixwazin. Carekê PKKê dev ji şer berdabû, îlan kiribû ku dema şerê çekdarî îdî derbas bûye, ew ê berê xwe bide xebata siyasî. Lê ji nişka ve bi pîjkirina hin deran û talîmatên serokê li Îmraliyê cardin şer destpêkir. PKKya ku navê wê di çekdarî û terorê geriyabû ji nuh ve hat avakirin ku, bi her meş û miting û tevgera derva û hundur re PKK, teror, salên buhurî, 30 hezar kuştî û hwd di mejiyan de bi hev re bên resimandin.
Pişt re PKK dest pi şerê çekdarî bike çi ye, neke çiye?.. Ma ew Kurdistanek serbixwe, yan federe yan otonom dixwaze? Ma ew du milet, du dewlet û du ala dixwaze? Na. Ev du sal in me dît ku PKK, DEHAP, DEP û yên din bi zindanî û nezindaniyên xwe derketin derva, pala xwe dan alaya tirk û doza yekalatiyê kirin, behsa nemoderntiya federasyon û otonomiyan kirin, behsa Tirkiyeyîyê û yekmiletiyê kirin. Baş e ew di riya van daxwazan de hema di şerê çekdarî de bi serkevin ê çi zirarê bigihînin Tirkiyê? Tirkan got ”yek dewlet, yek milet yek welat”, PKKê got ”a ji we re”, tirkan got ”yek bayrak”, wek manzera ”Sîwas xatirasî” xwe dan ber beyreqê ji wê re jî gotin ”a ji we re”.
Baş e tirk bi çep û rastên xwe, bi esker û sivîlên xwe çi dixwazin îja?
Yê hin bêjin ”mesela endambûna Tirkiyeyê a YE heye, ev tişt hemû ji bo rêlibergirtina vê prosesê ye”. Para rastiyê di vê de heye. Pêşketina qonaxa berendamtiya Tirkiyeyê a ber bi endamtiyê û gavavêtinên berbiçav tirsê dixe dilê şebşebokên ”dewleta kûr” û ”koalîsyona kizilelmaciyan”. Lê ez dibêjim di vê momenta îro de mesele ne tenê YE ye. Heta tirsa esasî, hêrsa esasî ne ew e.
Bi baweriya min ev hezeyan, tirs, xof û harbûn di roja îro de bi biserketina nivîsandina destûra Îraqê ve girêdayî ye.
Heta ku pirsa destûrê ne zelal bû, hîn tirkan dilê xwe bi wê yekê xweş dikir ku ev rewşa kurdan a niha fîîlî ye, mueqet e, ji ber sedemê anarşî û valayiya hundurê Îraqê ye. Wan hêvî dikir ku anarşî û tevlihevî piçekî sist bibe li Îraqê, ereb xwe bi ser hev din, valayiya desthilata siyasî nemîne ê kurd mecbûr bin paş de gavan bavêjin, belkî tiştek bi destê wan nekeve yan jî otonomiyeka perşikestî ji wan re bimîne.
Lê welê derneket, destûrek hat amadekirin ku rewşa kurdan a îro tê de tê resmîkirin, kurd digihîjin statuya federaliyeka wiha ku di eslê xwe de konfederaliyek e, Kurdistana Federe ê destûra wê, parlamentoya wê, alaya wê, hukumeta wê, ordî, polis û asyişa wê hebe. Budçeya wê, dewlemendiya wê di destê wê de be. Qanûnên xwe bi xwe derxe. Û di ser re jî Kerkûk jî tê de, çareseriya perçeyên Kurdistanê ên ku heta niha ne di bin sstatuya federasyonê de ne, derengtirîn di nav du salan de bi metodekî gelek heq û adil û bi awayekî destûrî ku ji derva de kes nikaribe destê xwe tê werde bê çareserkirin. Ew jî ne bes e, bi qasî ku çav dibîne, bi qasî ku meriv kare texmîn bike, di pêşeroja Îraqê de kurd dibin beşek ji efendiyên hukumran ên Îraqê jî. Ê ji Bexdayê tevayiya îraqê jî îdare bikin. Yanî tirkan çi nedixwest, tirsa dilê wan çi bû, ew hemû hatin ketin destûrê û statuyeka hiqûqî ya ku kes nikaribe dest bidiyê ji kurdan re peyda bû. Kurd îdî li gor destûr û qanûnê ê mihawele bikin welatê xwe ava bikin.
Ka bifikirin, di bin çange Tirkiyayê de dewleteka federal heye, li wir kurd xwedan dewleteka bi nav federe lê bi esil konfedere ne. Îraq ne ji dewletekê lê ji du-sê dewletan, ne ji miletekî lê ji du miletan, ne ji zimanekî lê ji du zimanan, ne ji alayekê lê ji du alayan pêk tê. Ma di rojên nêzîk û dûr ên pêşiya me de îmkan heye ku kurdên Tirkiyeyê ji van mafên ku di bin çengên wan de pêk hatiye kêmtir bi mafekî razî bibin?
Bi baweriya min tirkan di van rojên dawiyê de wê tabloya ji van herdu reqemên efsûnî (yek û du) pêkhatî dît. Wan di destûrê re li mirêka Îraqa Federal nihêrt û Tirkiyeya pêşerojê dît. Ya ku ew xistin hezeyanê, tirs û xofê ev e. Ji ber wê ye ku bêşiûr û bêrawestan, “yek-welatî, yek-miletî, yek-dewletî, yek-alayî û yek-zimanîyê” tekrar tekrar di devên xwe de digemirînin, ji ber wê ye ku me kurdên Tirkiyeyê bi ên Kurdistanê û Anadoluyê ve tehdîda bi qetlîamê dikin û dibêjin çend bajarokên we bibin Kurdistan, em ê jî van deran seranser bikin Tirkistan, loma bi banga boykotkirina mal û milkên kurdên Anadolû û metropolan dest bi tatbîqatên talan û qetlîama me kurdan kirine.
Leave a Reply