Netkurd 5/10/2005
Her çendîn daneyên çapkirî yên destûra Îraqê hîn li nav xelkê têr belav nebûne û a herî balkêş hîn gotûbêjên li ser destûrê ji bo razîkirina erebên sunne li Îraqê û li nav dewletên erebî berdewam in, roja referandûmê jî xwe nêzîk dike.
Li Kurdistanê heyecaneka mezin heye, serokên Kurdistanê giringiyeka mezin didin vê referandûmê, dixwazin dengder ji destûrê re bêjin “erê”. Kanalên televizyonên Kurdistanê bi her derfetê, nuçe, anons û minaqeşeyên li ser destûrê pêşkêş dikin, berpirsên hukmî û siyasî yên bajaran civîn û kampanyayan organize dikin. Kurdistaniyên beşê azad bi germî, dilxwazî û heyecan li ser prosesa dengdana destûrê dibizivin.
Lê li perçeyên din kurd zêde li ser destûrê ranawestin. Helbet heta dereceyekê maqûl e ku heyecan û bizava kurdên erdên azad ji yên perçeyên din zêdetir be. Ev destûr ê wan îdare bike, ne me kurdên perçeyên din. Lê bi baweriya min destûr û sîstema îdarî a Îraqê ku ev destûr ê jê re bibe bingeh ji bo me kurdên perçeyên din jî gelek girîng e. Ê tesîreka mezin li ser pêşeroja me jî bike.
Serkeftina sîstema federalî li Îraqê û avabûna dewleteka federe li Kurdistana başûr hîn ji niha de hin sererastkirin û guhertin di hedefên kurdên perçeyên din de çêkiriye. Li Kurdistana Îranê ku PDK-Î berê di meseleya otonomiyê de gelek bi israr bû û bi hesasî ji gavên ji wê zêdetir xwe dûr dihişt, îro pir bi hêsanî hedefên xwe yên ji bo Kurdistana Îranê li ser esasên federasyonekê ji nuh ve tesbît kirine.
Li Kurdistana Bakur daxwaza serbixweyiyê û ya otonomiyê hema hema rabûye, PKKyî û pêgirêdayiyên wan ne tê de hema hema temamiya partî, grûb û derûdorên siyasî daxwaza Kurdisaneka federe dane ber xwe, yan jî vê hedefê wek daxwazeka maqûl a hêjayî minaqeşê dibînin. Xelkên ne siyasî bi xwe jî bi saya rûdanên ku li Kurdistana Federe dibin, dibînin ku hebûna dewleteka federe ne ew qas jî diyardeyeka kesnedî ye.
Bi baweriya min sîstema federal a ku li Îraqê ava dibe û çawatiya dewleta federe a Kurdistana başûr bi damûdezgeyên xwe, bi sîstema xwe ya jiyana siyasî, aborî, civakî û kulturî gelek bala kurdên parçeyên din dikêşe.
Dewletên dagîrker rastiya vê balkêşiya li ba kurdên parçeyên bin destên xwe pirr eşkere dibînin. Dagîrker dibînin ku gava di bin çangê wan de, li Îraqê, kurd bûne xwedan dewleteka federe, bi destûr, ziman, ala, parlamento û hukumeta xwe, bi xwendegeh û dezgeyên zanistî yên din, bi radyo, televîzyon û rojnameyên xwe, bi rêxistinên xwe yên civaka sivîl, bi sermiyan, bazirganî û kargêriya xwe qedera xwe girtine destê xwe û xwe îdare dikin ê kurdên bin destên wan di daxwazên xwe yên milî û demokratîk de tim vê deweleta kurd a azad ji xwe re bikin nimûne, destkeftiyên hemwelatiyên kurdistana federe ji xwe re bikin hedef û tu carî ji federaliyê kêmtir bi tiştekî din razî nebin.
Îraq welatekî ji alî samanên xwe yên bin erdê û ser erdê ve welatekî dewlemend e, di demeka gelek kurt de ji alî jiyana aborî, civakî û kulturî de Îraqa federal ê bibe welatê herî pêşketî, bi taybetî li ber çavên kurdên perçeyên din ê bibe welatekî welê ku bi kurd, ereb, tirkman, suryanî û keldaniyên xwe hemî hemwelatî xwedan karûbar, mal û milk in, birçî, belengaz û bêkar nînin. Ev welatê han ê bibe navendaka balkêşiyê li ber çavê wan, ê tim dilê xwe bibijînin jiyaneka wek ya kurdên wî parçeyî.
Loma jî berpirsên Tirkiyeyê ji niha de stratejiyek bi rê xistine. Ji aliyekî de diyarde û destkeftinên ku li Kurdistana azad pêk tên, li ber çavên kurdên bakur reş dikin, kurdên herdu perçeyan bi riya siyasetên xwe û yên kurdên ber destê xwe dûrî hev dixin, sarbûnê dixin nav wan, qalikê birînên dilmanî û dijmanatiyên kevn û nuh radikin, ji aliyê din bi tehdîd û zordariyê dixwazin nîşan bidin ku eger kurdên bakur doza destkeftiyên wek yên kurdên başûr bikin; doza du miletî, du zimanî, du dewletîyên li ser esasên federalî bikin Tirkiye ê derbeyeka mezin li wan de, ê wan perîşan bike. Yan jî dixwazin bi demagojî û xapandinan îlîzyonekê peyda bikin ku xwedêgiravî dewlet, zimanê resmî, xwe îdarekirin û diyardeyên din ji bo wan ê bibe gaveka ber bi paş de, demokrasiya Tirkiyeyê, zimanê tirkî û yekdewletiya unîter a di bin alaya tirkan de ê aramî, pêşkeftin û bextewariyê ji bo wan bîne.
Ev siyasetên dewletên mafxwir ên zordar, ji bo me jî dibin nîşanên wê yekê ku dive em rûdan û destkeftiyên Kurdistana Federe bi her derfetê bi kurdên perçeyên xwe bidin naskirin, rola xwe bilîzin da ew zelaltir bibînin ku pêşkeftin, aramî, bextewerî û jiyana bişeref a bi serbilindî di wê de ye ku meriv xwe îdare bike, zimanê meriv bibe zimanê resmî, li her derê bê bikaranîn, zaroken meriv bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, alaya meriv li asmanê welatê meriv hilbe, yên ku me bi îradeya xwe ya serbest hilbijartine li parlamentoya welatê meriv çarenivîsa meriv diyar bikin, hukumeta meriv û hemû damûdezgeyên meriv ên dewletî û yên civaka sivîl hebin. Yanî her kurdekî herî nezan jî têbigihê ku jiyana bi şeref û bi rûmet kêmtirîn di wê de ye ku em û tirk li ser esasê du-dewletî, du-zimanî, du-miletî, du-alatî bi hev re bijîn, Tirkiye bibe dewleteka federal û em jî wek birayên xwe yên Kurdistana başûr bibin xwedanê dewleteka federe. Mafdariyeka ji vê, ji destkeftiyên birayên me yên başûr kêmtir li ba kurdekî herî cahil jî bibe sebebê pêkenînê û redkirinê.
Bi vê armancê nasandina destûra Îraqê ku dibe esasê cumhuriyeteka federal, demokratîk a parlamenter ku rengvedana pir-milletî, pir dînî û pir-mezhebî ye gelek girîng e. Ev ê rê li ber wê xapandin û sergêjaniya ku Tirkiyeyê arasteyê me kiriye zûtir bigire.
Leave a Reply