Netkurd 6/11/2007
Cîvîna navbera serokê Amerîkayê George Bush û serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan duh pêk hat. Li Tirkiyeyê giringiyeka gelek mezin dihat dayin ji bo vê civînê. Hetta gelek berpirsên siyasî û eskerî, herwiha nivîskarên giring ên medyaya tirk, ev civîn wek ”mile stone”eka nuh a peywendiyen navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê dinirxand.
Gava meriv bala xwe dide hewaya li Tirkiyeyê peydakirî, ne ji ber ku guhertinek di siyaseta Amerîkayê de dibe, lê ji ber ku Tirkiye bi xwe, xwe ji rastiyên cîhanê, rûdanên deverê û bi taybetî jî ji rastiya hêza xwe dûr dixe, ev civîn bi rastî jî karaktereka ”mile stone”iyê werdigire.
Her wek tezkereya 1-ê adara 2003-yê. Berî wê tezkereya parlamentoyê ku aya orduya Amerikayê di ser Tirkiyeyê re têkeve Iraqê yan na, berpirsên tirk hêz û qîmeteka jiheddêder didan welatê xwe, wan digot qey Amerîka ne mimkin e bêyî wan dest bi şerê li hemberî Saddam bike. Lê gava piştî redda tezkerê jî Amerîkayê eskerên xwe ajot ser Iraqê û di demeka kurt de Saddam hilweşand, tirk şeqizîn, şaşofahşo li ciyê xwe rûniştin. Ji wê rojê heta îro jî hê heşê wan nehatiye serê wan, hê ranebûne piyan û mewqifekî waqiiyane wernegirtine.
Her eynî nirxandina şaş berî ku Bush ê biryarekê li ser rapora Baker -Hamilton bide jî xwe da der. Wê demê jî medyaya tirkan, berpirsên siyasî û eskerî, li ser Iraqê, rewşa Kurdistana federe û pirsgirêka Kerkukê bi daxwazên wî awayî rabûn piyan ku serokwezîr Erdogan ji heddê xwe derket û bi ultîmatomeka 8 maddeyî dest bi zirtan kir, meriv digot qey pirsa kurdan û Kerkukê ji wan tê pirsîn, bêyî wan Amerîka nikare tu gavan bavêje.
Vê carê jî bi hefteyan berî ku Erdogan li gel Bush bicive, li Tirkiyeyê hewayek bi wî awayî hat peydekirin ku di mesela Iraqê, kurdan û PKK-ê de, xwedêgiravî tevî her tiştî, Tirkiye giring e û Amerîka nikare wê bide aliyekî.
Tirkiyeyê vê giringiya xwe bi rewşa tengbûyî ya Amerîkayê ya siyaseta Iraqê ve jî girêda. Tirkiye fikirî ku Amerîka li Iraqê ketiye rewşeka gelek teng, li riyekê digere ku çawa ê bi awayekî maqûl ji Iraqê vekişe. Di rewşeka wiha de berpirsên tirk fikirîn ku ew dikarin Amerîkayê bînin ser duriyaneka bi wî awayî, yan kurdan tercîh bike, yan Tirkiyeyê…
Wan texmîn dikir ku eger ew bêjin yan Tirkiye, yan jî desthilata Kurdistana azad, Amerîka mecbûr e Tirkiyeyê tercîh bike.
Ji ber vê jî, berpirsên eskerî, hukumetê û hin nivîskarên berdevkê eskeran êrîşeka gelek heqaretwarî bir ser serokên kurdan, ew wek havkar û hamiyên PKK-ê nîşan dan û gotin ku ew qet vê desthilatê nasnakin, ew serokeşîr in, hevkarên terorizmê ne. Heta eşkere diyar kirin ku ew ê hidûd derbas bikin, berê xwe bidin vê desthilatê jî.
Nuha civîna navbera Bush û Erdogan pêk hat, hin xalên ajandeya civînê û karên ku li Iraqê ê bi hev re bên kirin eşkere bûn. Piştî civînê careka din tirk ji xeyalên xwemezinkirinê şiyar bûn û rûbirûyî rastiyeka hednasîn bûn: Amerîka ne mecbûr bû ku xwe bîne serê duriyana tercîhkirina tirkan, yan kurdan. Ew ne mecbûr e bibêje ‘ez ê dev ji kurdan berdim, xwe bi tirkan ve bigirim, bila orduya tirk têkeve bakurê Iraqê, orduya tirk ê hukumeta Kurdistanê bixe, yan stû lê xwar bike, PKK-ê jî bipelêxe, li bakurê Iraqê bibe unsurê îstîqrarê’.
Na, Amerîkayê welê negot. Baş e Amerîkayê çi kir?
Gava piştî civîna navbera Bush û Erdogan meriv li encaman dinêre, derdikeve ku hê gelek berî civîn destpêbike Amerîkayê ji Tirkiyeyê re eşkere kiriye û pê jî daye qebûlkirin ku li Iraqê û Kurdistana Iraqê, bi navê şerê li dijî PKK-ê û operasyonan, çi dikare bê kirin û çi nikare…
Civîn ji alî Tirkiyeyê bû şoveka tetmînkirina raya giştî ya xwe û momenta eşkerekirina hidûdên hevkariya Amerîka û Tirkiyeyê, ne tiştekî din.
Encamên ku piştî civînê eşkere bûn, xalên jêrîn bi meriv didin zelalkirin:
Weka ku Tirkiyeyê texmîn dikir derneket. Amerîka ne mecbûr bû xwe bîne ser duriyana tercîhkirina tirkan an kurdan. Ji dêlva vê, Amerîkayê eşkere kir ku ew ne weka ku tirk texmîn dikin tevdigere. Ew ê di demeka kurt de ji Iraqê venekişe, ew hatiye ku li Iraqê bimîne, li tu devera Iraqê nikaribe bimîne jî ê li Kurdistana azad bimîne. Loma jî ew dev ji Kurdistanê, dev ji hevkariya stratejîk a bi desthilata Kurdistanê re bernade.
Desthilata Kurdistanê hem ji alî rewşa Iraqê de hevkareka stratejîk a Amerîkayê ye, hem jî ji alî siyaseta deverê de. Eger Iraq li ser hev bimîne, ê bi saya rola desthilata Kurdistanê a di desthilata Bexdayê de bimîne. Tenê kurd dikarin bibin katalîzator ku Iraq bi şîe, sunne û kurdan li ser hev bimîne.
Eger tevî hemû mihaweleyan, Iraq li ser hev nemîne û perçe bibe jî take perçeyê ku Amerîka bê şer, bi daxwaz û hêviyeka bilind a gelê wê lê bimîne, Kurdistan e. Li perçeyê şîe û sunneyan ê hê gelek salan şerê li hemberî Amerîkayê berdewam be û di şer de Amerîka biserkeve jî ew perçe bi siyaset û aboriya xwe bi deh salan nayên wê qonaxê ku Amerîkayê hêvî jê dikirin.
Lê Kurdistan ji nuha ve bi siyaseta xwe, bi aboriya xwe, bi daxwaza gel û hukumeta xwe, amade ye ku bi Amerîkayê re bibe hevkara stratejîk, bibe bingeheka warê asê ku Amerîka xwe lê bigire û ji wê derê siyaseta xwe ya Rojhilata navîn bimeşîne. Nexwe kurd ne tenê ji alî rewşa Iraqê, ji alî siyaseta Amerîkayê a Rojhilata Navîn û a global jî xwedan roleka stratejîk in.
Ji ber vê, ji Tirkiyeyê re eşkere hat gotin ku îstîqrara bakurê Iraqê û ya desthilata Kurdistanê esas e, bi tu awayî ew îstîqrar divê neyê xerakirin. Hela hela divê hilweşandina desthilata Kurdistanê yan dijminayetîkirina li hemberî wan neyê meydanê.
Sedem ev e ku serokwezîr Erdogan di civîna çapemeniyê de, li ba Bush pir zelal got, ew ne şer, lê opersyonê difikirin, di operasyonê de jî armanc tenê PKK ye. Ji duh vir de gotina hevkar an hamiyên PKK-ê ji devê Erdogan derneket. Erdogan got îstîqrara bakurê Iraqê îstîqrara Tirkiyeyê ye, ew ê tu carî berê xwe nedin îstîqrara bakur.
Meriv dikare bêje, bi vê civînê derdikeve ku Amerîka lemba sor ne tenê ji bo operasyoneka eskerî, lê ji bo abloke û ambargoyên aborî jî pêxist. Çimkî girtina derî û ablokeya aborî ê rewşa aborî ya Kurdistanê zeîf bixe, krîzekê peyda bike û îstîqrarê xera bike.
Tirkiye ambargo deyne, Îran ê di riya her pênc deriyên xwe yên gumrikê re bazirganiya xwe ya li gel Kurdistanê maksîmîze bike û piştî demeka kurt, di aboriya Kurdistanê de Îran bibe aktoreka domînant. Helbet Amerîka vê qebûl nake.
Ji alî din Amerîkayê nîşanî Tirkiyeyê da ku bêyî ew dev ji hevkarên xwe yên Kurdistana azad berde, ew giringiyeka mezin dide Tirkiyeyê jî. Tirkiye welatekî mezin ê 70 milyon nifûs e, welatek e ku bi dehan, hetta sedan sal in pêwendiyên wê yên aborî, siyasî, eskerî û kulturî li gel Rojava û li gel Amerîkayê hene, endama NATO-yê ye. Orduya wê, piştî orduya Amerîkayê mezintirîn orduya NATO-yê ye. Bi tank, top, balafir û helîkopterên xwe, bi teknîk û elektronîka xwe hemû techîzatên orduya tirk ji Amerîkayê û ji Rojava ne.
Loma jî Tirkiye giring e û ew qîmetê dide Tirkiyeyê, ew dikare di şerê li hember PKK-ê de alîkariya Tirkiyeyê bike. Bi vê maneyê ew dikare daxwazê ji desthilata Kurdistanê bike, heta fişarê têxe ser wê desthilatê, da di şerê li hemberî PKK-ê de ew alîkariya Tirkiyeyê bike. Daxwiyaniyên vê dawiyê, hin gavên ku hukumeta Kurdistanê û ya Bexdayê li hemberî PKK-ê davêjin jî nîşanên vê ne.
Lê di vir de jî Amerîka dixwaze ku Tirkiye siyaseteka maqûl bide ber xwe. Yek jê, pirs ne tenê pirsa PKK-ê ye, pirsa kurd heye û PKK encamek e. Divê Tirkiye vî aliyê meselê bifikire. Çawa ku lazim e siyaseta xwe li hember desthilata Kurdistana Iraqê biguhere, her wisa lazim e siyaseta xwe li hember pirsgirêkên kurdên bakur jî biguhere; reforman bike, maf û azadiyan bide, sedemên ku PKK-ê derdixe çiya ji navê rake.
Amerîka tiştekî din jî ji Tirkiyeyê dixwaze, ew mesela şerê Tirkiyeyê yê li dijî ”teror”a PKK-ê fahm dike, lê nabe ku Tirkiye di daxwazên xwe yên PKK-ê de totalîst be. PKK ne tenê li hemberî Tirkiyeyê ye, aliyên wê yên li hemberî Îranê û Sûriyeyê hene, Tirkiye ji Amerîkayê nikare bixwaze ku ew van hêzên PKK-ê ên ku arasteyî Îranê û Sûriyeyê bûne jî xelas bike. Amerîka dibêje ’em çekdarên ku berê wan li Tirkiyeyê ne bi siyaseteka ‘qamçî û gêzer’ yanî lêdan û efuyekê xelas bikin, lê hêzên din ên PKK-ê bila karibin li çiyê bimînin.’
Mayina van hêzan li çiyê heta dema ku ev çiya têkevin bin kontrola desthilata Kurdistanê jî giring e. Eger niha, berî ku çiya ketibin bin kontrola Kurdistanê, hemû çekdarên PKK-ê bên tasfiyekirin ê di demeka kurt de ew çiya têkevin destê hêzên Ensaru’l Sune; yanî el Qaîdeyiyan.
Gava meriv bi vê firehiyê li wêneyê buyer û rûdanan dinêre, meriv dibîne ku Tirkiye di totalîzma xwe de ya li hemberî kurdan û PKK-ê çend neheq e, ne realîst e û çima Amerîka nikare van daxwazên Tirkiyeyê cîbicî bike.
Amerîka ê vê totalîstiya Tirkiyeyê tatmîn neke, lê divê Tirkiye jî û em kurd jî zanibin ku Tirkiyeyê giringiya xwe ya ji bo Amerîkayê wenda nekiriye. Tirkiye ji bilî wan tiştên me li jorê binavkirin, ji ber mesela siyaseta Amerîkayê a li gel Îranê, Sûriyeyê û Rûsyayê jî, ji ber siyaseta Kafkasya û Asya Navîn û Afganîstanê jî muhîm e. Tirkiye li herêmê take welatê misilman e ku ber bi Yekîtiya Ewropayê ve diçe, ekonomiya xwe bi ekonomiya global re entegre kiriye, mihaweleyên ber bi demokrasiyeka hemdem dide û gelek gav avêtine, bi vî awayî dibe nimûne ji bo welatên misilman.
Ev hemû giring in û Amerîka ê hergav qîmetekê bide Tirkiyeyê. Lê Amerîka dibîne ku di van hemû siyasetan de, Tirkiye bi wê rolê ranabe ku hevkariyê bi Amerîkayê re bike. Di mesela Îranê, Sûriyeyê, Iraqê û gelek warên din de, Tirkye bi Amerîkayê re xwe naxe rezonansê, loma Amerîka xwe bi ku de dide Tirkiye li piyên wê digere, ew li Tirkiyeyê dilikume.
Dawiya dawîn, encama ku em ji civîna Bush û Erdogan derxin ew encam e ku meriv ji çîrokeka kurdan derdixe: Tê gotin hinek rêwî li gundekî Kurdistana başûr, bûn mêvanê gundiyekî. Evarê xwediyê malê xwest îkramê ji mêvanên xwe re bike, pirsî got ”Me li malê xurme û mewij hene, gelo hûn dixwazin xurme, yan mewijan bixwin?” Yên mêvan bi îştah bersiv dan: ”Wele me divê xurmij…”
Amerîka jî mecbûr nema ku ‘xurme’, yan ‘mewij’ ji bo xwe tercîh bike. Ew dixwaze ‘XURMIJ’.
Tirkan careka din ev yek dît. Wan digot qey Amerîka ê bibêje “Tirkiye”. Lê welê nebû. Loma meriv gava guh dide wan şerxwaz û hewardaxirên berî civînê yên ku digotin ’bila Barzanî biryara xwe bide, ya li hemberî PKK-ê ew bi me re ye, yan jî hedefa me ye, bila Amerîka biryara xwe bide, yan ew bi Barzanî re ye, yan bi Tirkyeyê re ye’, nuha paçika hustuyê xwe dixwirînin, xeyalşikestî bûne, manewiyat bi wan re nemaye, hêvî û hewesa wan a ku orduya tirk bikêşin ser Kurdistana azad tek çûye.
Leave a Reply