DU HEDEFÊN PIRR XETER ÊN TIRKAN

Netkurd 24/10/2007

Li Tirkiyeyê defa hewarê ya şerê li ser axa Kurdistana azad a piştî derxistina tezkerê bi wî awayî lê dixe, karwanê nebixêr ê şerxwaziyê bi wî awayî bajar bi bajar gund bi gund tê berpakirin ku êdî kesên herî aqlê selîm ê tirk jî di bin bahoza vê şerxwaziyê de ji bilî derbaskirina eskerên tirk a nav axa Kurdistanê riyeka din nabînin.

Berî her tiştî divê em balê bikêşin ser xalekê. Li Tirkiyeyê yên ku pêla şer anîn vê noxteyê hêzên dewleta kûr a tirk in ku di riya tehdîdên 27-ê nîsanê  û hilbijartinan re nikaribûn rê li ber guhertinên ber bi demokrasî û reforman ve bigirin, lê îro, xwiya ye ku ê bi derxistina şerekî li hemberî Kurdistana azad a bi bahaneya çekdarên PKK-ê pirtir vê îmkanê bidest xin.

Çimkî hukumeta AKP-ê ya ku berî hilbijartinan li ber xwe da, bi hilbijartinan re, piştî ku wiha texmîn dike ku desthilata xwe nuh û gerantî kiriye, di vî taktîkê dawîn ê statukoîst ê şerxwazan de nema li ber xwe dide û riya hevkarîkirina bi wan re dide ber xwe. Heta îro jî bi giranî hevsarê xwe bi dest şerxwazan ve berdaye û li pey wan diçe.

Ew hêvî dike ku bi vî awayî ê desthilata xwe xelas bike, lê bi baweriya me ew xwe dixapîne. Eger ev planê qirêj heta dereceyekê jî biserkeve, ya ku li hundurê Tirkiyeyê berî herkesî wenda bibe desthilata AKP-ê ye.

Bi vê balkêşiyê me xwest em destnîşan bikin ku planên ji nuha pê ve em ê behsa wan bikin ji bal kê ve hatine darêjtin û serkêşiya wan tê kirin.

Piştî vê balkişandinê, em bên ser hedefên Tirkiyeyê yên ji vê hilkirina şerxwaziyê û tehdîdên ku êdî di derceya peqiyanekê de zorê didin hidûdên Kurdistana azad.

Her çendîn li her derê navê PKK-ê tê ser zimanan, ba û bager li ser navê wê tê derxistin jî divê em eşkere bibînin, hedef ne PKK ye. Hedef desthilata Kurdistana federe ye. Hedef ew siyaset e ku desthilata Kurdisanê dimeşîne. Mesela referanduma Kerkukê, qanûna petrolê ya Iraqê, maddeyên destûra Iraqê ên li ser desthilata siyasî a deverên federe û hukumeta navendî ne. Hedef ew girêbestên petrolê ne ku hukumeta Kurdistanê li gel şirketên biyanî îmza dike.

Em bînin bîra xwe, Tirkiyeyê tu car îtîraf bi destûra Iraqê nekir û her gav ew xalên siyaseta hukumeta Kurdistanê ku me li jorê bi nav kirin, wek problemên esasî dîtin. Wê xwest destûr biguhere, desthilata Bexdayê bê zêdekirin, desthilata herêmê bê kêmkirin, Kerkuk nebe parçeyek ji Kurdistanê û petrola Kerkukê jî tê de, hemû petrol di destê hukumeta navendî de be.

Lê desthilata Kurdistanê heta nuha di van hemû xalan de jî tu tavîz nedan Tirkiyeyê. Di wê heyetê de ku maddeyên destûrê diguhere desthilata Kurdistanê heta nuha rê neda ku desthilatên deverên federe bên kêmkirin û Bexda bê xurtkirin.

Qanûna petrolê ya ku li serê hatibû lihevkirin û îhtîmaleka mezin jiber rêlibergirtinên Tirkiyeyê li parlamentoya Iraqê nayê qebûlkirin, îmkanêka baş dide Kurdistanê ku ew di pêşerojê de bibe hevparê kontrolkirina petrolê. Desthilata Kurdistanê heta nuha dev ji prosesa maddeya 140-ê a li ser referanduma Kerkukê bernedaye. Hukumeta Iraqê heta nuha bi xwe bi 8 şirketên biyanî yên petrolê re girêbest îmzakirine ku li Kurdistanê petrolê derxin û hukumeta Kurdistanê wan îdare bike.

Tirkiye, van gavan xeterên herî mezin yên li dijî berjewendiyên xwe dibîne. Li gor wêö ev proses Kurdistana federe gav bi gav ber bi dewleteka serbixwe ve dibe.

Loma jî Tirkiye xwe mecbûr hîs dike ku bi awayekî rê li ber vê prosesê bigire. Çimkî di rewşa nuha de, ne li hundurê Iraqê, ne jî li derva, jı wê pêştir hêzeka ku karibe rê li ber vê pêşveçûnê bigire tuneye. Îran li ser hesabekî din e, ew pirtir bi planên dewleta federe ya şîi mijûl e û naxwaze petrola Kerkukê têkeve destê erebên sunnî. Nexwe tenê Tirkiye dimîne ku dixwaze zûtirîn wext rê li ber kurdan bigire da ew nikaribin vê prosesa pirralî biserxin.

Ji ber ku Amerîka li Iraqê ye û kurd mitefikekî esasî yê Amerîkayê ne û ew qebûl nake ku Tirkiye karibe orduya xwe bi tank û top û firokeyan bajo nav axa Kurdistnê, Tirkiye mecbûr dimîne hin riyên din bide ber xwe.

Rola çekdarên PKK-ê û pîjkirina vî şerê dawiyê li vir derdikeve holê.

Tirkiye li riyekê digere ku yan ew bi xwe bi awayekî li nav axa Kurdistana azad xwe bîne mewqifekî ku hem Amerîka û dinya pê razî be, hem jî ji wê derê, ew tehdîd be li ser desthilata Kurdistanê, şertan karibe li serê ferz bike, çi bixwaze wê dîkte bike, prosesa ku me li jorê behs kir rawestîne heta rojekê ku aramî bê Iraqê, ereb xurt bibin û Bexda karibe cardin bibe paytexteka xurt.

Eger ev nebe û Iraq perçe bibe jî dewleteka serbixwe ya Kurdistanê ava nebe, ew milkên ku berî şerê yekê yên osmaniyan bûn, yanî Kurdistana nuha ya heta Çiyayên Hemrîn (Wîlayeta Mûsilê ya wê demê) di bin îşgala tirkan de bimîne. Yanî Tirkiye dixwaze xetaya xwe ya ku bi redkirina tezkereya 1-ê Adara 2003-yê kiribû rast bike, ji nuh ve şerê îro yê bi PKK-ê re bike bahane û çiyayên Kurdistanê ên ku hukumeraniyê li ser deştên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê dikin, têxe bin kontrola xwe, wan bike herêma tampon. Çimkî ew hidûdê nuha yê ku eskerên tirk lê rawestiyane, hêza hukumkirina li ser van deştan û serweriya li ser wan erdên azad nade tirkan.

Eger ev hedef bicîh bibe ê zerareka ji îşgalkirina hemû bajarên kurdan û heta hilweşandina hukumeta Kurdistanê ya nuha mestir bide kurdên Kurdistana azad.

Gava kontrola çiyan têkeve destê tirkan tenê deşt ê di destê kurdan de bimînin û ji mewqifên deştê, kurd ê tu carî nikaribin berxwedana li hember Tirkiyeyê dûrûdirêj bimeşînin. Di rewşeka wiha de hêviya Tirkiyeyê ew e ku desthilata nuha hustu li hember siyaseta Tirkiyeyê û daxwazên wê xwar bike.

Di vê navberê de jî Tirkiye ê ji aliyekî de bi riya rêxistinên cuda yên mixaberata xwe û yên din terorê li bajarên Kurdistanê berpa bike, ji aliyê din jî li gel serokên hin eşîrên ku berê bi Saddam re bûn û gelek caran peywendiyên wan li gel Tirkiyeyê bûn, heta bi hin hêzên îslamî yên ku nuha li mixalefetê ne jî planekî darêje ku piştî demekê di binî re serîhildanekê li hember hukumeta Kurdistanê lidarxe û hukumeteka ku hevkarên Tirkiyeyê ne û li gel erebên sunnî û baasiyan kar dikin li Hewlêrê damezirîne. Û bi vî awayî rê li ber hemû armanc û planên xwe yên li ser Iraqê û Kurdistanê veke.

Baweriya Tirkiyeyê ew e ku, herçendî gazinan dikin jî ew ê karibe Amerîkayê, Yekîtiya Ewropayê û welatên cîhanê yên din bi çareseriyeka wiha razî bike.

Ev hedefa yekê a Tirkiyeyê ye.

Hedefa duduyê ya Tirkiyeyê jî ew e, eger hedefa yekê bi ser neket, ew bi awayekî di riya Amerîkayê û mitefikên din re desthilata Kurdistanê ya nuha razî bike ku pêşmerge li gel çekdarên PKK-ê têxe nav şerekî. Ji  ber vê armancê ye ku Tirkiye bi israr dixwaze hukumeta Kurdistanê, PKK-ê wek terorîst qebûl bike û hevkariyê li gel Tirkiyeyê bike ku ew ji çiyayên Kurdistana başûr derkeve.

Eger desthilata Kurdistanê riyeka wiha bide ber xwe, ev ê bibe xetayeka herî mezin di tarîxa xwe de ku ê karibe dawî li hebûna Kurdistana federe û desthilata nuha bîne.

Çimkî eger pêşmergeyên Kurdistanê bi çekdarên PKK-ê re têkevin nav şer, şerê kurdan ê li başûrê Kurdistanê dest pê bike, şer ê li çiyan nemîne, terefdarên PKK-ê ê li hemû bajar û bajarokan jî terorekê li Kurdistanê li darxin, suîqasd û sabotajan bikin. Gava şer gurr bibe tirk ê dev ji lêdana PKK-ê berdin, heta piştgiriya wê bikin ku ew karibe li başûr bi pêş keve.

Hêzên terorîst ên ser bi muxaberata tirk, terorîstên ereb, terorîstên ensaru’l sunne, eşîrên ku hevkarên Tirkiyeyê û yên Baasiya ne, ê hem cebheyeka mezin li hember desthilata Kurdistana azad vekin û Kurdistana başur têxin nav kaos û terorê û pê re jî navdestên xwe, hukumeta nuha, take dewleta kurdan a ku ji hezar salan vir de ye ava buye hilweşînin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: