Netkurd 14/11/2007
Denîz Baykalê serokê Partiya Gelî ya Komarî (CHP) yê ku ev çend sal in bi dereceyeka şovenîzma har dijminayetiya gelê kurd dike, berî hilbijartinan û piştî wê jî di dereceyeka pirr eşkere de berdevkiya sıyaseta orduya tirk a êrîşbirina ser Kurdistana azad kir ku bi PKK-ê razî nedibû, serê serokê Kurdistanê dixwest, hefteya berê, weka ku ji xewê şiyar bibe zimanê xwe guhert û bi şovekê xwedêgiravî pakêta dostayetiya li hemberî Kurdistana başûr vekir.
Diyar e, pêşniyariyên ku hatin, ne ew qas zelal, samîmî û dostane bin jî ji ber mewqifê qirêj ê Baykal ê heta nuha, li ber çavên gelekan jiheddêder diçirûsin û bi balkêşiyeka nedîtî tên pêşwazîkirin.
Gelo Deniz Baykalê ko doza serîfirrandin û xwînrêtinê dikir, çima ji nişka ve hin pêşniyarî anîn ku wek dirêjkirina çiqlê zeytûnê hatin xwiyakirin? Ev daxwaz heta çi dereceyê ciddî ne, temsîla kê dikin û maneya rastîn a van teklîfan çi ye? Denîz Baykal, yan yên pişt wî ku ev pêşniyarî pê dan kirin çi hêviyê ji van teklîfan dikin?
Bi baweriya me, ev pakêta pêşniyariyên ku hatine kirin ne tenê pakêta pêşniyariyên Deniz Baykal û CHP-ê ye. Paket beşek e ji konsepta millî ya siyaseta dewleta tirk a li hember kurdên Kurdistana Bakur û diyardeya Kurdistana federe. Yanî bi ordu, burokrasî û siyaseta xwe ya li desthilatê û li mixalefetê, dewleta tirk li pişt vê pakêtê ye.
Ev ne pakêteka ku herdem di rojevê de ye, ew wek planeka B ya siyaseta dewletê ya li hember Kurdistana federe ye. Planek e ku di halê xerab de gava plana wê ya A biserknekeve, ew wê lidarxe.
Plan ne nuh e, ji berê de hatiye darêjtin, heta ne siyaseteka ku ê cara yekê bê meşandin, berê jî dewleta tirk siyasetên wiha, yan yên nêzî vê meşandine, ji ber ku diyardeya Kurdistana federe bi xwe nuh e, komponentên wê jê me re gelek nuh xwiya dikin. Lê ya ku rengê nuhtiyê dide wan, ne guherîna di siyaseta dewleta tirk de ye, nuhbûna diyardeya Kurdistana azad bi xwe ye.
Eger pakêt ne nuh be jî eşkerekirina wê ji devê Denîz Baykal hema piştî hevdîtina serokwezîr Erdogan û serokê Amerîkayê Bush ne tesaduf e, pêwendiya wê gellek bi encamên civîna navbera Erdogan û Bush ve hene.
Ne vala bû ku berî çûna Erdogan a Amerîkayê, tirkan bi hukumet û partiyên xwe yên mixalif, bi serokwezîr, wezîr û generalên xwe, hawar daxistin, gotin “ya Tirkiye, ya Barzanî!” Yanî ya Tirkiye yan Kurdistana federe!
Tirkiyeyê hêvî dikir ku bi vî awayî ê xwe bi Amerîkayê bide ferzkirin da ew dev ji Kurdistana federe berde û wek berî adara 2003-yê vegere ser esasgirtina daxwazên Tirkiyeyê, wê tercîh bike, ew çi dixwaze wê bike.
Ev nebû. Civîna Bush û Erdogan bû wek kaxeta turnusolê; ji bo ku Tirkiyeyê tu riyên din li ber Amerîkayê nehiştin wê îdî nema karî bi dîplomasîya girover biaxêve, tercîha xwe eşkere got û ew wek hêviya Tirkiyeyê derneket. Amerîkayê Kurdistana federe neda alî, Tirkiye tercîh nekir.
Ne tenê Amerîka, Tirkiyeyê di vê kampanyaya xwe ya dawiyê de hema hema temamê dewletên dinyayê mecbûr kirin ku ew bêjin ew li dijî midaxeleya Tirkiyeyê a bakurê Iraqê ne. Welatên Yekîtiya Ewropayê, YE bi xwe , Rûsya, Çîn, welatên ereb, welatên misilman ên din, Îran, hema hema her dewletê bala Tirkiyeyê kaşa ku ew nekeve Kurdistana azad, îstîqrara wê derê xera neke.
A plana ji devê Baykal eşkerekirî di rewşa hezîmeteka wiha de hatiye meydanê. Belê di rewşeka hezîmetê de hatiye, lê nayê wê maneyê ku Tirkiye îdî teslîmî rastiyê buye, dev ji siyaseta dijminayetîyê berdaye û ê îdî destê dostayî û biratiyê dirêj bike. Na ev plan planeka B ye, lê cardin armanc ew e ku Kurdistana federe bike tecrubeyeka biserneketî û kurdên herdu aliyan ji hev dûr bixe, bayê azadiya ku ji Kurdistana federe ber bi bakur ve tê rawestîne.
Denîz Baykal behsa weşanên radyo û televizyonên bi kurdî, tirkî û erebî, behsa wergirtina salê hezar şagirtan ji bo perwerdeya bilind li Tirkiyeyê, behsa vekirina dergehên gumrukê û entegrekirina ekonomiya Kurdistanê bi ya Tirkiyeyê ve, behsa kontrolkirina rûbarên ku ji Tirkiyeyê diçin ser bi Kurdistanê û Iraqê û avakirina bendavan dike.
Ji van, tedbîrên avakirina bendavan û kontrolkirina hemû rûbaran, entegrekirina ekonomiya Kurdistanê bi Tirkiyeyê ve, tedbîrên wiha ne ku bi rastî jî karin bên kirin û Tirkiye dikare hêviyê ji wan bike ku bi saya van ew keribe her wexta ku bixwaze şertên xwe li siyaseta Iraqê û ya desthilata Kurdistanê bitewîne. Di nav vê de destêwerdana nav welat û guhertina desthilatan li gor berjewendiyên xwe jî armanceka veşartî a vê plane ye.
Pirsa anîna xwendevanan û avakirina radyo û televizyonan di dereceya yekê de, esas ne bi niyeta avakirinê ne. Baykal bi vî awayî bale dikêşe ser hin tiştan ku li Kurdistana federe tên kirin. Xwendevan wek ji hemû perçeyên din ji bakur jî diçin li wê derê dixwînin. Radyo û televizyonên Kurdistana başûr weşana dikin ku bi zimanê kurmancî ne û carina jî bi naveroka xwe jî berê wan li bakur in. Amadeyiyên avakirina hin radyo û televizyonan tê kirin. Belav dibe ku ev ê bi saya desteka hukumeta Kurdistanê weşanên xwe ji bo Kurdistana bakur yan bi zaravê kurmancî bikin. Bizav û tevgerên kulturî li Kurdistanê dibin ku nivîskar û ronakbîrên perçeyên din û yên bakurî tevî wan dibin, kitêb, pirtûk û kovar dertên.
Îro belkî eşkere nebuye, lê em ji siyasetên Tirkiyeyê ên berê dizanin ku ew dikare bi pêşniyariyên wiha ber bi desthilata Kurdistanê biçe da ew bi her awayî pêwendiyên xwe yên zimanevanî, kulturî û rewşanbîrî ji Kurdistana bakur qut bike. Mesela ew dikarin bêjin, ne ku tenê ji bo bakur ji bo Kurdistana federe jî bira ew dev ji alfabeya latînî û lehceya kurmancî (bahdînî) berdin. Çimkî ev alfabe û ev lehce tesîrê li kurdên bakur dike, yekîtiya Tirkiyeyê û yekpareyiya axa wê dixe xeterê.
Ew dikare şert deyne ku li Kurdistana federe tenê alfabeya erebî hebe, tenê soranî bê axaftin û bibe zimanê perwerdeyê. Danûstendina kulturî ya navbera bakur û başûr bê qutkirin.
Bi vî awayî Tirkiye hêvî dike, bayê ku bakur û başûr nêzîkî hev dike û berê kurdên bakur ji Anqerê dide ber bi Erbîlê de rawestîne, perdeyeka hesinî têxe nevbere kurdên herdu perçeyan.
Gelo di vê dewra ragihandinê ya global de ev mimkin e? Gelek gelek zehmet e, lê ne bi temamî be jî ta dereceyekê serkeftin û nesekeftina wê, ne tenê bi daxwaz tirkan, bi vîyan û siyaseta neteweyî ya kurdan ve jî girêdayî ye. Bi siyaseteka zîrekane û zanayane ya bi kurdan ve girêdayî ku hem ê di her hal û şertî de hebûna vê take dewleta kurdî ya sedsala 21-ê, vê maka misogeriya pêşeroja kurdan biparêze, hem jî ê wê neke rêgir, bike palpişteka suruştî ya têkoşîna azadiya kurdên perçeyên din.
Pêşniyariyên Denîz Baykal ji ber konjuktura îroyîn a xeteriya şer dikarin bi me gelek şêrîn bên, lê ew esas bi niyeteka ne ji xêrê re hatine eşkerekirin.
Leave a Reply