Netkurd 16/9/2006
Roja 12ê îlonê, di 26 saliya darbeya eskerî ya tirkan de, saet li dor 21:30ê êvarê, di demekê de ku li parkên Diyarbekirê meriv nikare ji boşahiya welatiyan ya bi jin, mêr, zarok û pîr bimeşe, li ber dîwarê parkeke ji yên mestirîn ên Diyarbekirê, li pageheka otobusa belediyê, di nav koma zarok û jinan de, dilreşan bombeyeka ku ji dûr ve tê qumandekirin teqand. Di encamê de du jinên ku xwişkên hev bûn û 7 zarokên wan jî tê de 10 kes hatin kuştin 16 kes birîndar bûn. Agir bi dilê diyarbekiriyan ket, ji hinavê wan xwîn herikî….
Roj bi zanebûn hatibû hilbijartin.
Bajar bi zanebûn hatibû hilbijartin.
Cih bi zanebûn hatibû hilbijartin
Dem bi zanebûn hatibû hilbijartin
Hedef bi zanebûn hatibû hilbijartin.
Pişt re diyar bû ku qatil ji xwe ew qas bê perwa ne, ku dixwazin em de facto zanibin ku kê agir bi dilê diyarbekiriyan xistiye. TIT: Türk Intîkam Tugayları… Tugayên Tolhildanê yên Tirk di malperekê de bi delîlên xwe eşkere kirin ku qatilên zarokên Kurdistanê ew in. Wan ji bo tolhildana kuştina eskerekî xwe yê li Sêrtê ev bombe teqandibû.
Wan ageh ji her tiştî hebû: gava medyayê radigihand ku 8 kes mirine an 11 kes mirine û hwd. wan dizanîbû eseh çend kes mirine. Digotin ji îro pê ve ji bo tolhildanê ji dêlva kuştina her eskerekî tirk ew ê 10 kurdan bikujin.
Eskerekî tirk li Sêrtê hatibû kuştin, 10 zarok û jinên kurd li Diyarbekirê hatin kuştin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyib Erdogan du roj piştî qetlîamê bi helîkoptera eskerî, wek qumandarekî mizaffer hat Kurdistanê, lê neçû Diyarbekirê, çû Sêrtê.
Ew jî bi zanebûn çû Sêrtê. Çû ba yê ku TITê 10 kurd ji bo wî kuştibûn.
TIT kî ye, çi ye?
Yên ku Tirkiyeyê dinasin TIT ji bo wan ne xerîb e. Ew rêxistineka neqanûnî ya generalan e, perçeyek cudanebûyî yê Daîreya Herba Taybet e. Berê jî di salên 80 û 90 de gelek caran navê TITê di kuştina sivîlên kurd de, di revandin û kuştina şoreşger û welatparêzan de, di bazirganiya çekan, eroîn û esrarê de, di qaçaxçîtiya navdewletî de, di xeracxwarina ji dewlemendên kurd de, di sabotajên li Kurdistana azad, yên li Kibris û Ewropayê de, di sûtandina daristanên Yûnanîstanê de derket.
Gava dewleta resmî a tirk dixwaze operasyonekê bike û de facto her kes bizanibe ku tirkan ev kiriye, lê hiqûqî tu delîl tunebin da ew karibin di dadgehên hundur û ên navneteweyî de li hember peymanên navdewletî karibin bên tawanbarkirin TIT opersyonan dike. Raya giştî, ya hundur û derva hemû dizanin ku ew dewleta trik, bi taybetî dewleta kûr e, lê kes nikare hiqûqî îsbat bike.
Par li Hekkariyê jî TITê bi dehan sabotaj kirin, lê tevî ku li Şemzînanê, li ser sûc hatin girtin, dozgêrê Wanê doznameyek di heqê wan de amade kir û sere çeteyê çû gihîşt Yasar Büyukanit serokerkanê orduya tirk ê niha jî, ji dêlva ku general derkeve ber dadgehê, hesab bide edaletê, dozgêr hat sezadan û ji karê xwe hat derxistin. General bû serokerkan û niha ew karê xwe yê qirêj didomîne, kerba dilê xwe bi xwîna zarokên kuştî yên diyarbekirî sar dike.
Divê em zanibin, helbet sedemê vê qetlîamê ne tenê sarkirina kerba dilê tirkan e. Planekî qirêj ê armanc diyar di vê de heye. Ne tesaduf e ku qetlîam wê rojê dibe ku şandiyê taybetî yê Amerîkayê yê ji bo pirsa PKKê li Tirkiyeyê ye û li ser pirsa kurdî bi berpirsên Tirkiyeyê re civînan dike.
Gavba em bînin bîra xwe ku ev hefteyek e ku di çapemeniya tirkan de li ser koordînatorê tirkan spekulasyon tê kirin ku ê kî be û bi îmza kê be, pişt re jî derdikeve ku tenê bi biryara hukumetê ev koordinator tê tayînkirin û îmza serokkomar Ahmed Nejdet Sezer li binê biryarnameyê tune, fahm dibe ku ev hefteyek e li ser tayînkirina koordinator di navebera hukumetê, serokkomar û orduyê de krîzek heye û serokkomar jî tê de beşekî dewleta tirk naxwazin ku ev sîstema koordînatorîyê dest bikar bike. Loma jî roja ku vê sîstemê dest bi kar kir, 10 zarok û jinên diyarbekirî wek tahdîd li hemberî vê prosesê, bi taybetî li hemberî şandiyê Amerîkayê hatin kuştin. Ew ji bo wî bû wek pêşwazîkirina ji bal beşekî dewletê.
Pişt re ev teqîn rojekê piştî wê bû ku serokên DTPê cara pêşîn ji PKK xwest da yek alî, bê qeydûşert agirbestê bike û şerê çekdarî rawestîne.
Heta niha serokwezîr, ronakbîrên tirkan dixwest ku DTP daxwaza çekdanînê ji PKKê bike. Vê payizê serokwezîrî bi xwe got “çek deynin, werin em gotûbêjan bikin”. Lê îro gava DTPê daxwaza çekdanînê kir, wan dît ku bi rastî jî di nav kurdan de îdî aqlê selîm, berpirsiyarî, hişyarî û zîrekî serwer dibe. Birastî jî tevger ê karibe berê xwe bide riya siyasî ya meşrû û ji bal dinyayê ve maqûl. Daxwiyaniyên serokên KKKê ên berî 1ê Îlonê jî baweriyeka xurt li raya giştî a Tirkiyeyê peyda kir ku vê carê PKK ê guhê xwe bide DTPê û çek rawestîne.
Helbet ev ji bo hêz û navendên şerxwaz ên dezgeha şerê Taybet ên dewleta kûr a ku dixwaze berdewam Tirkyeyê di bin esareta xwe de bihêle bû ciyê endîşe û panîkê ku ê karibin di prosesa demên nêzîk de kontrola vê pirsê ji destê xwe birevînin. Ji dêlvê, aktorên riya çareseriya aştiyane ê têkevin dewreyê.
Diyardeyeka xeter a din jî di vê prosesa nuh de ji bo şerxwazên tirk heye: Tirk esas dixwazin ku orduya tirk, ya Amerîkayê û pêşmergeyên Kurdistana azad bi hev re êrîşê bibin ser hêzên çekdar ên PKKê. Lê serokên Kurdistana azad û Amerîkayê ev plan pûç kir, di şûnê de niha proseseka gotûbêjan, çekdanînan kare destpê bike û tew bi saya berpirsên PKKê ên serê çiya ê bi hevkariya berpirsên Kurdistana azad, PKK û Amerîkayê bibe.
Yanî rola berpirsên Kurdistana azad îdî ne tenê bi serkeftinên Kurdistana federe, rasterast di gotûbêjên pirsgirêka kurd de li bakur jî destpê dibe. Helbet ev bi saya wê yekê dibe ku berpirsên PKKê xwe amade diyar dikin bi berpirsên Kurdisatana federe û amerîkiyan re li hev bikin da ew çek deynin û ew dibêjin ê siyaseteka wiha bidin ber xwe ku şerê çekdarî zirarê nede pirsa Kerkûkê.
Bi qenaeta min, ev rûdana nuh eger sekte lê nekeve, yek ji wan tendensan e ku cara pêşîn di tevgera kurdî de rû dide û tenê hiskirina vê, bes e ku berpirsên tirkan; general, serokkomar û û serokwezîr jî tê de, bombeyeka wek a Diyarbekirê biteqînin û de facto berpirsiyariyê têxin hustuyê xwe da ji kurdên Kurdistana bakur re bêjin, heddê xwe bizanibin, eger û bi serkeftinên Kurdistana federe bawer bikin ku hûn ê jî pêşerojeka wiha bibînin, tewesulî niyeteka wiha bikin û hela hela wan ji xwe re bikin aliyekî çareseriyê em dikarin li Diyarbekirê û li her bajarên Kurdistanê qetlîamên wiha û yên ji vê jî xerabtir bînin sere we. Hedê xwe bizanin yan na ‘deleta tirk xurt e ê we bipelêxe, bêyî ku kes karibe xwedî li we derkeve”.
Bi qenaeta min a ji ber vê sedemê ne dûr e ku bi konsensûsa hemû aliyên dewleta tirk TITê ev bombe teqand û bi konsensus û bi zanebûn Erdogan bi helîkoptereka eskerî hat Kurdistanê, lê ne çû Diyarbekirê, çû Sêrtê; bajarê ku TITê got eskerekî tirk li wê derê hatiye kuştin û loma ew li Diyarbekirê 10 kurdan dikujin.
Eger sedem ev be jî, ew ji bavê xwe bêminet in. Xelkê Kurd ê 10 şehîdên xwe di dilê xwe de bike abîde û sefên xwe bide ser hev, rêzên xwe himbiztir û yekîtiya xwe tekûztir bike.
Îro li Diyarbekirê kurdan ev yekîtî û yekrêzî nîşanî hemû dost û dijminan da. Gelek qenc bû ku li ser navê gişan huqûqnasekî kurd ê diyarbekirî, nunerê hiqûqnasên Kurdistanê axaft.
Nexwe sef li Tirkiyeyê ber bi zelalbûnê diçin. Neteweyê kurd, ber bi hişyar bûna neteweyî de îdî xwe îsbat dike.
Ez dibêjim di meşa îro de kurdan jî:
Bi zanebûn ev roj hilbijart.
Bi zanebûn hemûyan bi hev re; siyasî û ne siyasî, jin û mêr, piçûk û mezin, mil dan milê hev.
Bi zanebûn gotin roj ne roja axaftinê ye, mil di milên hev de, bêdeng meşiyan. Ma ew hewceyî çi ne ku ji hev re bêjin, ma her tişt ne diyar e, ma ne eşkere ye ku xwîn ji dilê hemûyan dibare.
Wan bi zanebûn, li ser navê xwe hemuyan nunerekî hiqûq û edaletê hilbijart da daxwazên hemuyan bi hev re bigihîne dost û dijminan.
Bi zanebûn wan rê neda provakasyonên bi navê tolhildanê, soz dan ku li ser biryara xwe ya berê a daxwazên agirbestê, a şerê aştî û demokratî berdewam bikin.
Diyarbekir îro ji her demê bêtir bi zanebûn hişyar û bi disiplîn e, xwe wek kerenga li ber bayê bêserûber teslîmî provakasyonên dijmin nake. Ev riya rast e, ev riya heq e, ew riya serkeftinê ye.
Dil dixwaze ku wek di mêjuyê de buye, îro jî hemû deverên Kurdistanê, deşt û çiya, gelî û zozan, gund û bajarên Kurdistanê bi zanebûn berê xwe bidin vê alaya ku li Diyarbekirê hatiye rakirin.
Leave a Reply