Netkurd 1/10/2006
Ev sê sal in, gotinek heye ku hema hema her roj em kurd, ji tirk, ereb û farisan dibihîzin: ”Ji bîr mekin, Amerîka muweqet li herêmê ye, ew ê rojekê here, em û hûn ê li herêmê bi serê xwe bimînin.”
Maneya vê gotinê çi ye? Ne tenê maneyek, lê gelek maneyên wê hene ku divê em kurd baş lê bikolin û encamên rast jê derxin.
Berî her tiştî, ev tehdîdên tirk, ereb û farisa ne li ser me. Yanî dibêjin we pişta xwe bi Amerîkayê bestiye û hûn serî li hember me radikin, hêza Amerîkayê li hemberî me bikar tînin, lê Amerîka heta û heta ê li vir nemîne, ê ji herêmê derkeve here, wê gavê hûn ê tenê bimînin, em gelên herêmê, em ê heyfa rojên îro ji we hilînin.
Belê, ev, tehdîd in, lê di eynî demê de îtîraf in jî. Ew bi van gotinan bi xwe îtîraf dikin ku li herêmê dostên me tunene, derûdora me bi dijminan hatiye rapêçan.
Esas ji bo me ne ecêb e. Tecrubeyên me bi wan re, ne nuh in, em bi sedsalan, bi hezar salan li vê herêmê bi hev re heşir neşir dibin.
Di demên berî hatina Amerîkayê de em dizanin ku wan çi aniye serê me. Ji ber zor û zilma wan hema tenê di sedsala buhurî de me li Kurdistana bakur ji bîst caran zêdetir, li Kurdistana rojhilat bi dehan car serî hildaye û em hatine palixandin.
Li Kurdistana rojava wan em ji kaxeta nasnameyê û mafên herî bingehîn ên hemwelatiyê jî bêpar hiştine.
Li Kurdistana başûr ji xwe ev sed sal in me berdewam li hev nekir, wan zilm li me kir, me jî xwe sipart çiyayên asê ên Kurdistanê û li ber xwe da. Wan li Helebçeyê, li Germiyan û Barzan em dan ber bombebarana kîmyayî, weka qimil em dan ber jahrên balafiran; zarok, jin û pîrên me li kolanan li gelî û newalan kirin term.
Niha jî Amerîka tenê li parçeyekî welatê me heye, li her sê perçeyên din em di bin lepên wan de ne û ew berdewam in, me dikujin. Hîn berî du hefteyan li Diyarbekirê tiştên ku anîn serê zarokên me, di bîra me de ye, hê xwîna wan teze li ber parka Koşûyoluyê li erdê ye.
Baş e bi sedan sal û bi taybetî jî vê sedsala dawîn ew zilma ku wan li me kir, ma me pişta xwe bi amerîkiyan bestibû ku wan ev tişt anîn serê me? Bileks, amerîkî li gel wan bûn, hevkar û hevpeymanên wan bûn. Me gazî li Amerîkayê, li ewropiyan dikir, me digot ”bala xwe bidinê bê dost û hevkarên we çi tînin serê me”, gaziya me nedigihîşt wan, wan xwe kerr dikir, çavê xwe digirt, deng li hevkar û dostên xwe nedikir, rê li ber wan nedigirt. Me jî bi heqî gazin ji wan dikir, em ji wan aciz dibûn, me şerê wan jî dikir.
Îro Amerîka hatiye herêmê, dixwaze li herêmê bimîne, guhertinan bike, berjewendiyên wê dixwazin ku reformên ber bi azadî û demokrasîyê li herêmê pêk bên.
Dîrokê, şertan, mekan, zeman û mîsyona me û ya amerîkiyan li herêmê welê kiriye ku em bûne mihtacê hev. Demokrasî û azadî ji xwe ji berê de, hê wexta Amerîkayê li herêmê qet guh nedidayê jî ji bo me heyatî bû, em tî û birçî li azadî û demokrasiyê digeriyan, me ji bo wan qurbanî didan.
Amerîka dixwaze statukoya herêmê biguhere. Ji xwe ev statukoya îro bi her awayî li ser pişta me kurdan ava bûye, bîhn li me çikandiye. Ev sed sal in hew Xwedê zane me çi kir û çi nekir ku em belkî karibin vê statukoyê ji ser pişta xwe daxînin.
Baş e ji bo ku Amerîka hatiye, dixwaze li herêmê statukoyê biguhere, azadî û demokrasiyê bîne, ma em dev jê berdin? Balkî, em nezan in, belkî em bêtaqet in, serhişk in, lê em ew qas jî ne dîn in.
Heta em bixwazin jî em nikarin dev ji wan armancan berdin. Çimkî statuko, bêdemokrasî û bindestî her roj azarê didin her movikên canê me.
Tarîxê di demeka diyarkirî de, li warekî diyarkirî, di şert û mercên diyarkirî de em û Amerîkayê, du partnerên diyarkirî gihandine hevdu. Amerîka nehataya herêmê, hicûmî rejima Saddam nekira em li vî beşê welatê xwe rizgar nedibûn, lê em jî, Amerîka jî, dost û dijmin jî dizanin ku li Iraqê û li herêmê ne ji me be Amerîka nikare bimîne û statukoyê biguhere, divê xwe teslîmî statukoîstan bike.
Dost û hevkarê Amerîkayê, ciyê nigê yekê ê stratejîk ê mayina Amerîkayê a li herêmê, ger Îsraîl be, ê duduyê em kurd in. Me xwe di vê rolê de ferz kiriye, me xwe gihandiye roleka stratejîk. Em ne ji vê bitirsin, ne jî şerm bikin.
Cîranên ku dor li me girtine, bîhn li me çikandine, bira qet me bi çûna Amerîkayê a ji herêmê netirsînin. Em dizanin ku berê em û Amerîka ne li ba hev bûn jî wan em binpê dikirin, îro em bi Amerîkayê re hevkarî bikin jî, nekin jî, ew li sê perçeyan li me didin û li Kurdistana başûr jî ê li me din. Lê ku em di rojên pêş de wan mecbûrî lihevhatinekê bikin, me îro bi Amerîkayê re li hev kiribe û nekiribe jî ê bi me re li hev bên.
Em kurd îro divê ji wê yekê netirsin ku em hevkarê Amerîkayê ne, esas divê em bitirsin ku bi awayekî dostanî û hevkariya me û amerîkiyan kare bê xerakirin an zehîfkirin. Em divê pirr titîz bin. Li herêmê wek îsraîliyan me jî tu dost nînin. Lê qet nebe Îsraîl li herêmê jî, li dinyayê jî gelek gelek ji me xurttir e. Eger Îsraîl carekê titîz be di hevkariya xwe û Amerîkayê de, divê em hezar caran tîtîz bin.
Pişt re hevkariya me û ya Amerîkayê ne wek a tirk, faris û ereban e. Wan ev hevkarî di riya zilm, zor û gunehkariyê de, di binpêkirina maf û azadiyên mirovan û gelan de bikardianîn, bi wê êrîş dibirin ser gelan. Hevkariya me û amerîkiyan ji bo xêrê, azadî û demokrasiyê ye, em li ser axa xwe, xwe digihînin azadîyê, serbestiya xwe pê diparêzin. Çima em ê dev ji hevkariyeka wiha bi xêr û sewab berdin ku?
Dostaniya me ya bi Amerîkayê re, rê nagire ku em li dinyayê li dost û hevkarên din bigerin.
Leave a Reply