Netkurd 4/9/2006
1-ê îlonê hat û derbas bû. Serokê Konseya Koma Komelên Kurdistanê (KKK) Murat Karayilan berî du hefteyan ragihandibû ku ew di 1-ê îlonê de karin agirbestekê ragihînin. Lê ji devê resmî ê PKK-yiyan heta nuha tu agirbesteka resmî nehat ragihandin. Ahmet Turk serokê DTPê di 1-ê îlonê de rica ji PKK-yiyan jî ji dewletê jî kir ku ew şerê çekdarî rawestînin. Lê tu kesî ne guh dayê, ne jî bersivek…
Şer dewam e. Esker tên kuştin, çekdarên PKKê tên kuştin. Li serê riyan, li ber dezgeyên resmî, li warên turîstîk bombe diteqin, xelkên sivîl, tirkiyeyî û biyanî tên kuştin, an birîndar dibin.
Murat Karayilan gotibû ku eger dewlet bersivê bide ew ê çek rawestînin û ê ji bikaranîna çekan a bi mebesta xweparastinê pêştir tu carî çek bikarneynin. Wî bikaranîna çekan a ji derveyî vê mebestê, wek karê terorîstî binavkir.
Lê êrîşên HPG-yiyan berdewam in û berpirsên HPG-ê weka ku Karayilan tekzîb bikin, diyar dikin ku wan, çalakiyên xwe li hember tecrîdkirina serokê xwe Abdullah Öcalan kirine.
Nexwe operasyonên PKKê yên ne ji bo xweparastinê jî didomin. Bi rastî ev tên çi maneyê? Gelo nezelaliyek di biryar û daxwiyaniyên berpirsên PKKê de heye, yan du-serîtiyekê tê de serî hildaye. Gelo di demekê de ku Öcalan ketiye tecrîdê û serdana wî hatiye ”qedexekirin” hin çekdar bi çalakiyên xwe dixwazin Karayilan tekzîb bikin. Yan ev operasyon, Karayilan jî tê de xwe-tekzîbkirina tevan a bi hev re ye? Dikeve ser milê berpirsên PKK-ê, divê ew zelaliyekê di raya giştî de bidin siyaseta xwe.
Lê çi dibe bila bibe, pevçûnên çekdarî berdewam in, li deverên cuda yên Tirkiyeyê bombe diteqin. Mij û dûman her ku diçe himbiztir û gurrtir dibe.
Li ser hidûd, eskerên tirk bi sed hezaran û bi tank û top û teyaran manevra dikin. Balafirên şer ên tirkan, topên obus gulle û agir dibarînin ser Qendîlê û deverên dora wê. Îranî ji alî din de bombardûmanên xwe dikin.
Sebeb çi ye? Tu ji tirkan û îraniyan bipirsî, sebeb ew e ku çekdarên PKK-ê û PJAK-ê li wê derê ne. Lê ji aliyê din ew bi xwe resmî diyar dikin ku hejmara çekdarên PKKê li deverê ji 3 hezaran ne wêdetir e. Sê hezar gerîlla ku seyar in, grûbên piçûk in. Baş e ji bo gerîllayên seyyar û grûbên piçûk orduya nîzamî a bi tank û topan ê çi bike? Tank û top ji bo şerê li hember orduyên nîzamî ne, ji bo dagîrkirina bajar û gunda ne, ne ji bo gerîllayan. Kîjan mantiq kare qebûl bike ku 200 hezar eskerên bi tank û top ji bo 3-4 hezar gerîlla li wê derê ne?
Berpirsên van karan belkî karin raya giştî ya ji rêzê bixapînin, di nav tozûdûmana kuştina esker û gerîllayan de hemwelatiyan qani’ bikin ku ew ji bo PKKê li wir in. Lê yên ku piçekî agah ji ware eskerî hene zûbizû karin bibînin ku ew esker û cebirxane ne ji bo gerîlla, lê ji bo mebesteka din li ser hidûd di halê livbaziyê de tên hiştin û car bi car êrîş tên kirin.
Em xwe nexapînin, sedemê hebûna eskerên îranî û bi taybetî yên tirkan li ser hidûd û ev operasyonên berdewam, di esasî de, ne ji bo PKKê, lê ji bo Kurdistana azad li wê derê ne. Ew wek tehdîdekê di seferberiyê de ne da kurdên Kurdistana azad bigihînin wê qenaetê ku orduya tirkan di bin difna wan de ye, her gava generalên tirk bixwazin ew ordî dikare têkeve nav axa Kurdistana azad.
Bi taybetî jî di vê demê de ku prosesa çareserkirina pirsa Kerkûkê û deverên Kurdistanê ên din ên rizgarkirî lê ne bi ser Kurdistana federe ve destpêkiriye, Tirkiyeyê makîna xwe ya şer li ser hidûd xistiye bizavê.
Siyaseta tirkan a nasnekirina Kurdistana federe û rêlibergirtina çareseriya pirsa Kerkûkê berdewam e. Tirk dizanin ku li hundurê Iraqê, ne ji ereban, ne jî ji tirkmenan kes tuneye ku karibe rê li ber çareserkirina pirsa Kerkûkê a li gor maddeya 140-ê a destûrê bigire. Tirk vê jî dizanin ku li gor maddeya 140-ê biçe, di dawiya 2007-ê de Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Sincar û ew deverên din ê xwe bigihînin Kurdistana federe. Loma jî siyaseta tirkan ew e ku çi dibe bila bibe divê ew rê li ber bigrin ku çareserî li gor maddeya 140-ê pêk bê. Derxistina esker a ser hidûd bi bahaneya çekdarên PKKê perçeyek ji vê siyaseta rêlibergirtinê ye.
Helbet karên din jî tên meşandin, ji Koffî Annan tê xwestin di pirsa Kerkûkê de Neteweyên Yekbûyî piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bike, ji erebên sunnî û şîî ên Iraqê, ji tirkmenan tê xwestin ku bi hev re rê li ber kurdan bigirin da ew Kerkûkê nexin ser Kurdistanê. Di nav dewletên ereb û misilman de, li Ewropayê, tirk berdewam peywendiyan datînin ku ev dewlet piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bikin. Tirk ji amerîkiyan dixwazin ku ew prosesa çareseriyê a li gor maddeya 140-ê rawestinin.
Di binî re Tirkiye piştgiriyê dide tirkmenan da li Kerkûkê û li deverên din ên Kurdistanê terorê lidarxin, tevlihevî û sergêjaniyan berpa bikin.
Kurdistana azad ji niha ve ketiye bin ablokeya aborî, bi taybetî jî ya sûtemenî, kahreba û avê. Deriyê gumrikê li tankêran hatiye girtin, kahreba nayê berdan û gelek karên din ên dijminane tên kirin.
Eşkere ye ku ev eskerê pirr, yê bi tank û top, ew şûrê zordariyê ye ku xwe daye pişt siyaseta Tirkiyeyê ya li ser Kerkûkê.
Vê rastiya han a ku esker ji bo Kurdistana başûr û bi taybetî ji bo Kerkûkê li ser hidûd in îdî ji bal herkesî ve tê diyarkirin. Gelek caran berpirsên PKKê; Murat Karayilan û Cemîl Bayik bi xwe jî diyar kiriye ku orduya tirkan bi mebesta başûr li ser hidûd operasyonan dike.
Maneya vê ew e ku heta dawiya 2007-ê, heta ku li Kerkûk û deverên din ên nuhrizgarbûyî referendum dibe, ji bo kurdan, ne tenê ji bo kurdên Kurdistana azad, ji bo kurdên her çar perçeyan qonaxeka hesas a stratejîk destpê kiriye. Ew deverên ku hîn nehatine ser Kurdistana federe, yanî Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Tilafar, Pirdê, Tozxurmato, Sincar û Maxmûr ji 1/3yê erda Kurdistana federe pirtir in, ji milyonekê zêdetir kurd li ser vî perçeyê welat dijîn.
Ev dever, erdeka ew qas dewlemend e ku tê gotin li ser deryaya petrolê ye, çavê ereb û tirkân lê ye, çavê dinyayê lê ye. Eger ev parçe têkeve ser Kurdistana federe, Kurdistan bi carekê de dibe yek ji wan hêzên xurt ên herêmê û eger nekeve destê kurdan, Kurdistana federe ê dewleteka qels a bitirs bimîne di herêmê de. Heta kurd Kerkûkê ji dest derxin dikare Kurdistana niha ya federe jî ji dest biçe. Van du salên pêşiya me ji bo me hemû kurdan ew qas heyatî, ew qas nazik e. Û em hemû jî pê dizanin ku xetera herî ciddî ya li hemberî vê qonaxa hesas ne erebên şîî, ne yên sunnî, hetta ne îranî ne, lê esas hêza leşkerî a tirkan e.
Di rewşeka wiha de PKK jî tê de, divê di van du salên pêşiya me de di merkeza siyaseta me kurdan de Kerkûk hebe, Kerkûk û ew deverên din ên binavkirî vegerin ser dewleta federe, bi Kurdistanê re entegre bibin.
Gava tirk eskerên xwe wek tehdîd derdixin ser sînor û wê siyasetê didin ber xwe, ev nayê wê maneyê ku ew ê biserkevin. Helbet kurdan jî li gor xwe tedbîr û hesab hene da vê planê pûç derxin.
Lê lazim e ku PKK jî di vir de xwedan hesabekî neteweyî be. Madem alternatîfa herî dawîn a ku hêviyê dide tirkan da belkî di mesela Kerkûkê de hustu li Kurdan xwar bike, derxistina esker a serhidûd e, divê PKK -eger ji dest tê- vê alternatîfê pûç bike, her awe bahaneyan ji destê generalên tirk derxe.
PKK-ya ku gava serokê wê hat girtin agirbest îlan kir, heft salan dev ji şerê çekdarî berda, divê hay hay karibe ji bo rizgarkirina Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Kifrî, Mexmûr û Sincarê heta dawiya 2007ê yekalî be jî şerê xwe rawestîne, çekdarên xwe ji wan herêman vekêşe ku bahaneyê dide tirkan.
PKK eşkere li ber berpirsiyariyeka neteweyî ye, li ber têkoşîna xelaskirina perçekî mezin û giring ê Kurdistanê ye. Eger ew dixwaze ew perçeyê Kurdistanê rizgar bibe, eger ew qebûl dike ku entegrebûna wî perçeyê Kurdistanê ji qedera şexsî a serokê wê Abdullah Öcalan ne kêmqîmettir e, çawa berî heft salan şer rawestand û vekişiya, divê îro ew deh qat piştrasttir şer rawestîne û vekişe.
Ev gazikyeka vekirî ye li PKK-ê. Ez wek kurdekî vê biryarê ji PKKê dixwazim. Bang dikim ku hemû kurdên endam û ne endamên PKKê vê daxwazê jê bikin.
Leave a Reply