ÇAR STÛN

Netkurd 5/11/2005

(Ji Sultan Selaheddînê Eyubbî heta Mîr Celadet Bedirxan)

Neteweyên ser ruyê erdê di rojekê de peyda nebûne. Avabûna neteweyan bi prosesa bûyerên sedsalan pêk tê. Kurd jî îdî di qonaxa netewbûnê de ne. Bi saya bidestxistina dewleta federe a li Kurdistana başûr, em ketine destpêka qonaxa kemilîna netewetiya modern. Îdî ew dam û dezgeyên dewletbûnê ava dibin ku bingehên nasnameya neteweyiyê ne, xelkekî digihînin netewetiya modern a kemilî.

Gava em bala xwe bidin diyardeya pêkhatina neteweyê kurd, em ê bibînin ku ew ne encama momentekê an  qonaxa buyerên deh salan, heta çend sed salan e. Erê qonaxên dîrokê bi xetên qalind ji hev cuda nabin, ew wek pêçîkên her du desta ne,  gava meriv wek devê du şehan di hev radike, pêçîk di hev re derbas dibin. Di dîroka însanan de jî dawiya qonaxa  kevn û destpêka qonaxa nuh bi vî awayî di hev re derbasbûyî ne. Lê dîsa jî meriv dikare bibîne ku erê wa ye qonaxekê umrê xwe temam kiriye û ciyê xwe ji qonaxeka nuh re hiştiye. Ez vê xusûsiyetê li ber çav digirim, lê dîsa jî ji bal min ve bêşik e, ku qonaxa destpêbûna avabûna neteweyê kurd ji avabûna dewleta Eyûbiyan, ji Selaheddînê Eyûbî dest pê dike.

Ji Selaheddîn heta îro qasî 900 sal derbas bûne û ji wê rojê heta îro bi hezaran buyerên civakî hene ku di nexş û mîmariya avabûna neteweya kurd de wek xerc û kevirên avayiyekê ciyê xwe girtine. Eger em netewetiya kurdî bişibînin avayiyekê, ev avayî li ser hin stûnan bilind bûye ku heta îro çar stûnên wê xwe bi temamî diyar kirine. Stûna pêşiyê Selaheddînê Eyubî ye, ya duduyê Şeref Xanê Bedlîsî ye, ya sisiyê Ahmedê Xanî ye, Ya çarê Celadet Bedirxan e. Heke em bixwazin, em dikarin netewetiya kurdan ne weka avayiyekê, lê weka proseseka dîrokî, weka xeteka kêşayî ya mêjûyî jî bibînin, wê gavê ev her çar şexsiyetên dîrokî  bi gotina îngilîzî dibin milestone (kilometretaşî, kevirê kilometreyan) li ser vê rêya dîrokî ya netewebûnê.

Helbet ev nivîs ne ciyê lêkolîneka biserûber e, ez dixwazim îdîaya xwe ji bo heryekê ji van stûnan bi çend rêzan diyar bikim.

Selaheddînê Eyûbî, ew kurdê belkî here naskirî ye ku di sedsala 11ê de împaratoriyek ji Kafkasyayê heta Yemenê, Misrê û bakurê Sudanê ava kir, ji Helebê heta Sêwas û Kafkasyayê, heta Mûsilê nêzî nîvê dewleta wî warê kurdan bû, jê pêştir, dîwana wî, pirraniya ordiya wî, serokên wî yên eskerî û emîrên wî yên bajar û eyaletan ji kurdan, ji mîr û serokeşîr û eşîrên kurdan pêk hatibû, mizgeft, medrese û xaneqayên wî bi alimên kurd dagirtî bûn, kurdbûna xanedana eyyûbiyan di împaratoriyê de eşkeretiyeka bê minaqeşe bû. Mîr û serokeşîran sîstemeka nuh a îdarî xistin merkeza împaratoriyê; Dimeşq û Qahîreyê, dam û dezgeyên îndo-îranî şûna damûzegeyên samî-erebî girtin, sîstemeka îdarî ya îndo-îranî avabû, navên farisî û kurdî ên dezgehan û yên sîstemên îdarekirinê ketin şûna navên erebî, dîwan, bîmarîstan, tekya û xaneqa li merkeza împaratoriyê, herêmên ereb û ên miletên din jî hatin bikaranîn. Li Misrê, li Qahîrê mezhebê ku di dema Xelîfatiya Fatimiyan de hebû ciyê xwe ji şafiîtiyê re berda.

Ew li Qahîre û Dimeşqê, li herêmên ereb her tim wek kurd hatin dîtin û çavnebarî li wan hat kirin. Lê li bakurê împaratoriyê, li warê kurdan mîrîtiyên kurdan li ser esasê etnîsîteya kurdî geş bûn, xurt bûn, li nav erdên ereban û afrîkiyan eger umrê împaratorîyê qasî qirnekî ajot jî li ser axa kurdan mîratxurên eyyubîyan çend sed salan hukumranî kir, tevayiya mîrekiyên kurdan bi xwe wek berdewama vê împaratiriyê heta nîvê sedsala 19ê hatin. Loma jî tu şik jê tuneye ku Selaheddînê Eyyubî stûna pêşî a hebûna neteweyê kurd e.

Stûna duduyan Şerefxanê Bedlîsî ye. Ew, bavê nuveyên bîrûbaweriyên netewetiya kurdan e. Di dewranekê de ku seranser dewletên mîrîtî yên feodal hebûn, îdeolojiya dînî serdest bû, her kesî ji mîrekiya xwe re digot welatê min, wî hidûdê kurdan li ser esasê etnîsîteyê kêşa, Kurdistan, welatê kurdan ji hidûdê ereban heta bi hidûdê gurcan û ermeniyan kêşa. Kurdistan li ber çavên wî ne ew eyaleta resmî a ku Şahê Îranê an Sultanê Osmanî resmî bi nav dikir, lê seranserê axa kurdan bû ku diket nav hidûdê herdu împaratoriyan.

Ew derket ser hidûdê herdu împaratoriyan jî û wî çarçeweya teng a mîrekiyên kurdan jî çirand, nasnameyeka di ser hemûyan re diyar kir ku ew jî nasnameya kurdîtiyê bû. Zimanê kurdî gihand nasnameyeka bilind ku di binê wê de behsa çar zaravayên kurdî kir. Tevî ku ew mîrê mîrekiyekê bû, tarîxa hemû mîrekiyên kurdan nivîsî û ne bi subjektîviya perspektîva mîrekiya xwe, lê bi objektîviya perspektîva etnîsiteya kurdî tarîxa hemû mîrekiyan nivîsî, bi eynî dilgermiyê nêzî hemûyan bû, sentezek derxist ku nasnameyeka etnîkî li dervayî îranîtî û osmanîtî rengveda.

Ahmedê Xanî pirr eşkere berdewama Şerefxanê Bedlîsî ye. Li gor wî jî hidûdê welatê kurdan ji ereb heta bi gurcan  e. Ahmedê Xanî, xusûsiyeta wî ya herî girîng ne ew e ku ew berdewamî ye, ew e ku ew pêşhatiyê dewranên pêşiya xwe ye. Ew bi her aweyê xwe alahilgirê (sencaqdarê) netewetiya kurdî ye, banga manîfestoya nasyonalîzma kurdî wî belav kiriye. Ew di sedsala 17an de jiyaye, lê fikrên wî ew qas modern in ku ên sedsala 20ê ne. Rojhilatnas li ber fikrên wî yên ew qas modern, ketine şikê ku gelo ev fikir pişt re hatin hûnan û bi wî ve hatin zeliqandin. Lê na, her eynî zana qebûl dikin ku ew bi tarîx û belge  ramanên wî bi xwe ne.

Xusûsiyeta Ahmedê Xanî a herî giring ew e ku ew bavê nasyonalïzma kurdî ye, danerê paradîgmaya ramanweriya kurdî ye. Tesbîtên wî yên li ser rewşa kurdan, armancên wî yên ji bo dewleteka yekbûyî ya kurdan û rê û dirbên ku meriv ê çawa bigihîje van armancan di Mem û Zînê de ew qas zelal in, ku meriv dikare bê guhertin û şîrovekirin programekî tekûz ê partiyeka kurdî ya modern a sedsala me jê derxe û li pey wê programê bimeşe.

Celadet Bedirxan jî ji sedîsed berdewama Ahmedê Xanî a sedsala 20ê û pîrê ronesansa neteweyiya kurdî ye. Ew ne tenê danerê alfabe û rêzimana kurdî ye, ew mîmarê restorekirin û modernkirina avayiya kurdbûnê ye. Bi xebata xwe ya siyasî, ya zimanevanî, civakî û kulturî wî her tim wek mîmarekî plan danîne ku kurd bi ziman, kultur, siyaset û nexşeyên xwe yên ber bi armanca netewebûna modern de bi her awayî xemilandî bin.

Dewra jiyana Celadat Bedirxan bêşik yek ji wan tarîtirîn dewrên kurdan e. Kurd bûne çar perçe, hatine firotin û xapandin, serîhildanên wan ên herî giring bi hevkarî û plangeriya navneteweyî hatine şikandin, hetine tenêhiştin, zilm, zordarî, înkar û îmhayek bê hempa li ser serê kurdan e. Piraniya serokên kurdan hatine kuştin, yên mayî jî li sirgûn û penaberiyê, di nava bêîmkanî û destgirêdayiyê de diqelqilin. Agirê habûna kurdan ha dimire, ha ditemire….

Lê di dewreka ew qas tarî û teng de, desteyeka, tayfeyeka leheng a  keştiya bayê a kurdan diqilqile, dirikrike, dibizive ku keştiyê ji noqbûnê xelaske û rotayê bide ber bi peravên hêvî û rohnayîyê. Ev deste, Celadet e, Kamuran e, Memduh Selim e, Nûrî Dersimî ye, Cegerxwîn e, Osman Sebrî ye, Qedrî û Ekrem in, Dr. Nafîz e, Nûreddîn Zaza ye, Qedrîcan e. Û gelekên din in. Lê bê virdewêde pîrê vê desteya leheng a dêwîn Mîr Celadet Bedirxan e, murşidê vê xaneqaya pîroz a netewetiyê ku tê  de bîr û baweriyên kurdewariya sedsala 20ê tên kewandin û kemilandin Mîr Celadet Bedirxan e.

Mîr Celadet Bedirxan ji bo neteweyê kurd ji zimanzanekî, ji danertiya alfabe û râzimana kurdî gelek gelek wêdetir e. Ew rehberê ronesansa kurdî, mîmarê çarê, stûna çarê a peydabûn û gihîştina avayiya neteweyî ya kurdî ye.

Ew kurê zemane yê Sultan Selheddînê Eyûbî ye, alaya destê wî ji destê Ahmedê Xanî hatiye dewrgirtin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: