SETRENC Û SÎYASET

Netkurd 26/10/2005

Herçî gelek caran tê gotin ku setrenc û siyaset dişibin hev, lê van bûyer û rûdanên dawiyê ên Îraqê û siyasetên ku li dora wê tên û diçin, hemleyên ku tên kirin dirûvdayîna setrenc û siyasetê pirtir tînin ber çavên meriv.

Amadekirina reşnivîsa destûrê, gotûbêjên çend rojên berî dengpirsîyê (referandûmê), tawîzên ku berî dengdanê erebên sunne bidest xistin, hatina Amr Mûsa sekreterê giştî ê Camîeya Erebî û biryardana civîna aliyên îraqî a ku ê li Misrê bê lidarxistin, çûna Mesûd Barzanî serokê Kurdistana Federe a DYAyê; ev hemî li ber çavên min wek hemleyên setrencê reng vedidin, bes setrenceka ne ku ji bal du kesan, lê ji bal gelek kesan hemle tên kirin.

Di leyistika vê carê a setrencê a pir-hemle de çend hemleyên kurdan bala meriv dikêşin ku ê karêgeriyeka (tesîreka) mezin li ser pêşeroja neteweyê kurd bikin. Hin ji van hemleyan, bûn garantiyên destkeftî û pêşeroja kurdan, lê hin ji wan jî li ber çavên min wek rîskeka mezin xwiya bûn, ez dibînim ku ew karin bibin wek pahniya Aşîl; nuxta herî zeîf a têkoşîna dêwîn.

Kî dibêje çi bila bibêje, tevî hemû kil û kêmasiyan destûra ku ji bal gelê Îraqê ve hat qebûlkirin, taceka zêrîn a serê têkoşîna miletê kurd e, bi destûreka wiha, kurdan statuya dewleteka di resmiyetê de federe, lê di heqîqetê de konfedere bidest xist ku bi ereb, kurd, asûrî, kildanî û tirkman; bi sunne, şîe, xiristiyan, êzîdî ji bal hemî hemwelatiyên îraqê ve hat qebûlkirin û di qada navneteweyî de jî di bin baskê parastina Neteweyên Yekbûyî de ye. Statu, heq û hiqûqa ku di destûrê de hatiye, hêza xwe ji qanûn û peymanên navneteweyî jî distînin ku Tirkiye, Îran û Sûriyeyê jî ew qebûl kirine.

Ji aliyê kurdan, xurtiya vê destûrê ji alî naverokê de, ew madde ne ku şer’iyetê didin dezgehên qanûndanerî, siyasî, îdarî û eskerî ên Kurdistana Federe. Pirsa ku gava qanûneka Kurdistana Federe û qanûneka Îraqê li hev nekin a derbasbûyî ê qanûna Kurdistanê be û pirsa ku her gava ku ji 2/3yê sê bajaran ji guhertineka maddeya destûrê re got ”na”, ew madde betal dibe, du nuxteyên heyatî ne, ê nehêlin di rojên pêş de mafên kurdan gav bi gav paşde bên stendin.

Erdên nûrizgarkirî ên ku hîn neçûne ser Kurdistana Federe jî divê neyên jibîrkirin. Hîn ji bêtirê 1/3 axa Kurdistana Başûr neçûye ser Kurdistana Federe. Çaresernebûna vê meselê, heta niha rewşeka nebixêr peyda kiriye. Ev pirs, esas diviya heta niha çareser bûbûya, lê sedem çi dibin bila bibin nebû û pirsgirêka bi navê maddeya 58ê a qanûna birêvebiriya dewletê bi zelaliyeka pirtir bû maddeyeka destûrê ku demeka qasî du salan dide qonaxa çareseriyê.

Esas ev du sal, ji alî kurdan de ku bi zeman re ketine bezê, demeka  dirêj e, ji alî zeman de ev hemleyeka kurdan a bixeter e, lê ji alî hiqûqa hundur û navneteweyî de jî, ku maddeya 58ê bû maddeyeka destûrê, wekî mertalekî ye, ê pirsa Kerkûkê û herêmên din ên nûrizgarkirî li hember êrîşên derva biparêze.

Rê, metod û dema ku ev madde ji bo çareseriyê dide, îdî fermaneka hiqûqî ya destûrî ye. Li hundur, her kes divê li gor wê bimeşe. Li derva jî dewletên cînar îdî gerek nikaribin siyasetê li ser pirsa Kerkûkê bikin. Her midaxeleya ji derve a li ser pirsa Kekûkê, destêwerdana karê hundur, îhlalkirina destûra Îraqê ye û divê NY rê li ber midaxeleyên wiha  bigire. Pirsa Kerkûkê ku pirseka tenê hundurîn, ya aştiyane ya bi referandûmê be, kurd ê hemû wan erdên xwe yên nûrizgarkirî tevî Kurdistana Federe bikin. Yanî vê maddeyê him ji alî neteweyî, him jî navneteweyî bingehekî xurt daye kurdan ku ew xwe bispêrinê. Maddeya destûrê a ku xala 58a girt nav xwe, em eşkere bêjin, mertalekï pir zexm ê pirsgirêka Kerkûkê ye li hemberî şûrê tirkan.

Lê di dema qebûlkirina vê maddeyê de pirsek hatiye meydanê ku ji alî ereban de kare hejariyekê têxe hemleya kurdan a li ser vê maddeyê. Çend caran Mesûd Barzanî serokê Kurdistana Federe jî got ku pirsên guhertina hidûdên bajaran û koçberkirina rûniştiyên bajaran, ne ku tenê li Kerkûkê, lê li gelek bajarên ereban jî bûne. Bi nimûnedaneka wiha meriv dibîne ku xeterek heye ku pirsgirêkên Kerkûkê bi hin pirsgirêkên bajarên ereban ve bên bestin. Gava ev bi awayekî bi hev bên bestin, pirsa Kerkûkê gelek caran bi bahana xelasnebûna pirsgirêkên wan bajaran ê bê paşdexistin. Ji ber ku kontrola kurdan li ser bajarên ereban tune, ê însîyatîfê ji destên kurdan derxe û pirsa Kerkûkê wek îro bi bahaneyên cuda paş de bixe. Kurd divê zûtirîn wext zelal bikin ku tu peywendiya pirsgirêka Kerkûkê bi yên bajarên ereban tuneye.

Aliyekî din ê rîskbarkirî ê destûrê jî ew e ku nêzî 40 maddeyên wê, tenê çarçeve ne û di rojên pêş de divê di parlamentoya federal a Îraqê de, ew qanûn bên derxistin ku hundurê wan maddeyên destûrê bên dagirtin. Yanî heta ew 40 qanûn neyên derxistin ew maddeyên destûrê nabin xwedan naverokeka bi mane. Gellek maddeyên giring ên bi maf û berjewendiyên kurdan ve rasterast giredayî jî di nav wan de ne. Mesela qanûna serokkomariyê, qanûna mehkemeya bilind a federal, qanûna meclisa Îraqê a duduyan ku ji temsîlciyên dewletên federe pêk tê û hwd.

Hemleyeka din a rîskbarkirî jî di çend rojên berî referandûmê de li Bexdayê, di gotûbêjên ji bo razîkirina erebên sunne de hat avêtin. Esas di wan gotûbêjan de hema hema tevayiya tawîzên ku ji bo sunneyan hatin dayin xeter in ji bo kurdan û karin hemleyên kurdan ên rojên pêş  zeîf bikin.

Gelek çêtir bû ku bi vê referandûmê pirsa destûrê îro çareser bûbûya û pêkhatiyên Îraqê berê xwe dabûna pirsgirêkên din. Lê em zanin ku ji ber lihevkirina bi erebên sunne re, pirsgirêka destûrê ê piştî hilbijartinên parlamentoyê ên 15ê çileyê pêşîn (desemberê) careka din bê. Ew parlamento ê komîsyonekê deyne ku destûr ji nuh ve wek prensîb bi hemû maddeyên xwe dikare bê gotûbêjkirin û guhertin û careka din referandum li serê bê kirin.

Ji alî kurdan de ev, wendakirina zeman e, xetera wendakirina hin destkeftiyên niha ne. Em dizanin, hevkar û dostên kurdan ên wek DYA (ku ji bo kurdan gelek gelek heyatî ye) û YE di mesela yekîtiya Îraqê û razîkirina sunneyan de pirr bi ser kurdan de tên. Ne ji ber hêza ereban be jî, ji ber zixta hevpeymanan, kurd karin ji bêçaretiyê hin gavan paşde bavêjin. Pirsgirêk çiqas tên paşdexistin xetera ku ew kêmtir li gor berjewendiyên kurdan çareser bibin zêdetir dibe.

Her bi vê pirsê ve girêdayî, kurdan hemleyeka din a rîskbarkirî di hefteya buhurî de avêt. Kurdan bi xwe rê dan ku hin pirsên îraqiyan li ber destê Camîeya Erebî bên çareserkirin. Camîeya Erebî rêxistinek e ku ji bo xewn û xeyala biyekkirina 22 dewletên erebî pêkhatiye, di bingehê xwe de panarabîst û ultra nasyonalîst e. Bi tevayî berjewendiyên ereban diparêze. Welatên erebî gava yek bi yek bi serê xwe nikarin rahêjin bizota agir, Camîeya Erebî wek maşik bikar tînin. Îro jî pêşveçûnên ku li Îraqê dibin, ji alî destkeftiyên kurdan û erebên şîe de, ne bi dile nêzî temamiya dewletên ereb e. Hin jê ên wek Siûdî û Sûriyeyê bi eşkereyî, hin jê jî bi riya Amr Mûsa û Camîeya Erebî nerzîbûna xwe didin der.

Sunnîyên hundurê Îraqê ne di wê hêzê de ne ku  dewletên ereb, bi riya wan çareseriyeka li gor dilê xwe li ser Îraqê ferz bikin. Hebûna DYA, Brîtanya û hêzên hevpeyman ên din li Îraqê, yekcar midaxeleyeka bi riya sunneyan bêîmkan dike. Ji dêlva wê, hêvîya dewletên ereb ew e ku ew pêwendiyên xwe yên dîplomasî û rêxistina Camîeya Erebî wek platforma xwe di vê riyê de bikarbînin.

Amr Mûsa bi wê hêviyê hat Îraqê. Diyar e bi dilê YE û DYAyê ye jî ku civînek di bin siya Camîeya Erebî de bê kirin. Kurdan jî niza ji ber çi, lê îhtîmala mezin ji ber daxwza DYAyê, ji civîneka wiha re gotin ”erê”. Bi baweriya min di rewşeke wiha de qebûlkirina civînekê li ser pirsgirêkên hundurê Îraqê di platfirmeka nav-erebî de, kare bibe destpêka ketina riyeka zirav ji alî dîplomasiyê de ku di rojên pêş de cihê manewrakirina dîplomasiyê li kurdan teng bibe, li platformên wiha kare hemû teref li aliyekî, kurd bi serê xwe li aliyekî bimînin, di quncikê dîplomasiyê de bên asêkirin.

Baş nayê zanîn ku ji bo beşdarbûna di civîneka wiha de şertên kurdan çi ne. Mesela, gelo kurdan şertek danîn ber Camîeya Erebî ku ew ancax bi şertê nasandina resmî a destûra nuha a îraqê dikarin beşdar bibin. Min bi xwe nebihîstiye ku Camîeya Erebî û heta dewletên Erebî dewleta nuh a Îraqê nas kiriye.

Her çendîn gava Amr Mûsa serdana Îraqê kir, beyan da ku ew Îraqa kevn jibîr bikin, berê xwe bidin Îraqa nuh, hat Kurdistanê, çû parlamentoyê, serokê herêma Kurdistanê û serokkomar ziyaret kir jî, di daxwazên wî de yên ku ji Mesûd Barzanî kir,  endîşeyeka ku Îraq ber bi perçebûnê ve diçe hebû. Wî behsa piştgiriya rewşa nuh nekir, daxwaz ji Barzanî kir ku ew di lihevanîna pêkhatiyên Îraqê û yekbûna wê de rola xwe bilîze. Bi zimanê dîplomasiyê ev piçekî jî sûcdarkirin e, yanî ku heta niha rewş ber bi perçebûnê, dewleta kurdî û tesîra Îranê a li ser Îraqê de diçe.

Gava baweriyên Mûsa ev bin, ev yên Camîeya Erebî û yên pirraniya dewletên ereb in jî. Kurdan hemleyeka gelek bi rîsk lîst ku rola Camîeya Erebî di çareserkirina pirsên navxweyî yên Îraqê de û civîna Şarmel Şêxê qebûl kir. Û eger ev qebûlkkirin bêyî wî şertî be ku Camîeya Erebî Îraqeka demokratîk a Federal resmî nas bike, nexwe rîsk mezintir e. Kurd divê zû bi zû hesabê van hemleyan bikin û tedbîran li gor wê bistînin, ji bo xatirê hevkar û dostên stratîjk be jî were bi lezûbezê hemle nekin. Çimkî dikare çend hemle şûnde zirara vê hemleyê xwe diyar bike ku êdî riya vegerê jî jê re nemabe.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: