ÇAVSORIYA DÎPLOMATEKÎ

Netkurd 5/10/2008

Kitêba Ingmar Karlssonî a li ser kurdan (Kurdistan: landet som icke är – Kurdistan: welatê ku nîne -) ne tenê di medyaya swêdî de, di nav kurdên Swêdê de jî bû sedemê minaqeşeyeka berfireh, di vê navberê de çend nivîs jî li serê derketin.

Hin ji wan kurdên ku tevî minaqeşeyê bûn ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî, kariyerên xwe, kursiyên xwe, an peywendiyên xwe yên bi Karlssonî an bi sosyaldemokratan re, – kitêba Karlssonî xwendibin yan nexwendibin- xwedî lê derketin, îdîa kirin ku ew ”rastiyên me” dinivîse û ew wek ”dostê kurdan” nîşandan. Hinan ji van êrîş jî birin ser wan kurdên ku Ingmar Karlssonî rexne dikin û ew bi nasyonalîstî, qebetî û nemedenîtî îtham kirin.

Berî her tiştî ciyê mixabiniyeka mezin e ku pirraniya van kes û derûdorên ku îdîa dikin Ingmar Karlssonî ”rastiyên me”nivîsîne û êrîşê dibin ser kurdên rexnegir, yan kitêb nexwendine, hay ji naveroka wê ya di dereceya heqaretwarîyê de nînin, yan jî zircahilê dîroka miletê xwe û rewşa siyasî ya Kurdistanê a îro ne ku fahm nakin Ingmar Karlsson dixwaze wêneyekî çawa di derheq tevgera rizgarîxaziya hemû perçeyên Kurdistanê de belav bike.

Carekê kitêba Îngmar Karlssonî bi dehan faktayên şaş ên li ser dîroka Kurdistanê û rewşa nuha a siyasî û civakî digire navxwe. Hin faktayên şaş ên ku ne bi mexsedeka taybet, lê yên ku bi mexsedeka taybet hatine jî di kitêbê de ne.

Dîtinên Karlssonî yên li ser dîroka tevgerên kurdî ên dema osmaniyan û cumhuriyetê dîtinên îttîhadûterakîyîyan û kemîlastan in. Îdîaya wî ew e; şerên kurdên reaksiyoner, feodal, mîr, eşîr, şêx û axayan li hember modernîzekirin û reformekirina dewleta osmanî û şoreşên kemalîst ên ber bi Rojavaya pêşkeftî de. A ku Karlsson dibêje ev e.

Di kitêba Karlssonî de ji yên nivîsandî pirtir, bi yên bizanebûn nenivîsandî meriv tê digihîje ku ”dostekî kurdan” li hember kurdan çiqas dikare ”çavsor” be. Kitêb tevî ku bi hûrik û girikên Kurdistanê û Tirkiyeyê ve dagirtî ye û darbeya 12-ê îlonê a sala 1980-yî di tarîxa Tirkiye û Kurdistanê a dema nezîk de bi zilm û zor û tadeyiyên xwe, bi zîndan, kuştin û lêdanên xwe, bi qedexekirina partî û rêxistinên legal; bi kurtî bi ecamên xwe yên siyasî, hiqûqî, eskerî, civakî û aborî xwedan cihekî ew qas giring e jî, gava meriv vê kitêbê dixwîne meriv dibêje qey darbeyeka bi wî awayî li Tirkiyeyê nebûye. Çimkî Ingmar Karlssonî bi zanebûn behsa darbeya 12-ê îlonê nekiriye.

Îngmar Karlssonî gava jê re lazim buye îdîa kiriye ku piştî salên 1980-yî 8 rêxistinên hûrik ên kurd li hemberî PKK-ê (derew e, ne li hember PKK-ê bû) TEVGER avakirin, lê ew kar mirî jidayik bû û ”PKK-ya teorîst” bi tena xwe wek nunera kurdan ma. Lê ji bo ku li hesabê wî nehatiye, behsa wê dewra berî 12-ê Eylulê nekiriye ku tevgereka xurt a gelek berbelav a aktîf li dervayî PKK-ê li Kurdistana bakur hebû. KDP, DDKD-KIP, KUK, DHKD-PSK, Rizgarî, Ala Rizgarî û Kawa. Wê demê li seranserê Kurdistanê ev rêxistinên kurdistanî ew qas xurt bûn ku dikaribûn şarederiyên Diyarbekir û Agiriyê bidest xin, serbixwe parlameteran hilbijêrin (Nurettin Yilmaz), di hilbijartinên qismî yên senatoyê de ji %18 deng werbigrin, sendika û odeyên Kurdistanê hemû têxin bin destên xwe, bi sedan komeleyên wan hebûn, bi deh hezaran însan di mitîngan de dimeşandin. Yek ji sedemê hatina darbeya 12-ê îlonê hebûna wan a xurt û daxwaza şikandina wan bû. Lê kitêb bi cumleyekê be jî behsa van rêxistinên kurd nake.

Helbet cih ji vê meqaleyê re tuneye ku meriv karibe hemû kêmasî û niyetxerabiyên Ingmar Karlssonî yên di kitêbê de binivîse, lê ez ê behsa du-sê îdîayên wî yên balkêş bikim:

Ew îdîa dike ku PDK li ser esasê eşîrên behdînî yên neqşîbendî û YNK li ser esasê eşîrên soran ên qadirî hatine avakirin. Yê ku piçekî hay ji siyaseta Kurdistanê hebe divê bizanibe ku ev derewên mezin ên bi qesd derxistî ne. Ne PDK tenê neqşîbendî û behdînî ye, ne YNK tenê soran û qadirî ye. Neqşîbebendîtî bi xwe, bi saya Mewlana Xalidê Şarezorî ji herêma Baban/Soran li nav kurdan û li Rojhilata navîn belav buye.

Xaleka din: kitêb gava behsa Celal Talebanî dike, li nav parantêzê, li ber navê wî dinivîse (mitefikê Bushî). Nuha tê zanîn ku Talebanî sekreterê giştî yê YNK-ê ye, YNK endama Internasyonala Soyalist e, Talebanî nuha cîgirê serokê vê rêxistina sosyaldemokrat a navneteweyî ye. Eger meriv îlah bixwaze mitefikekî li Amerîkayê ji Celal Talebanî re bibîne ew ne George Bush e, lê Bill Clinton e. Hevkariya navbera Talebanî û Bush ne hevkariyeka şexsî ye, hevkariyeka navbera miletê kurd û Amerîkayê ye ku piştî  rizgarkirina Iraqê destpêkiriye. Dîplomatek çawa dikare ew qas terefgir be û bêyî fakta rastiyan berovacî bike?

Tiştekî ji vê jî giringtir, heta meriv dikare bêje ku di dereceya skandaleka dîplomatîk de giringtir di kitêbê de heye ku diviya nuha di navbera Iraqê û Swêdê de bibuya sedemê krîzeka dîplomatîk: Ingmar Karlsson di kitêba xwe de ne carekê, gelek caran serokkomarê Iraqê Celal Talebanî û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî wek ”axayên şerî” (krigsherrar, war lord) binav dike.

Em bifikirin, Ingmar Karlsson nuha dîplomatekî li ser kar ê swêdî ye; konsulê giştî ê Swêdê ye li Îstanbulê. Celal Talebanî li gor destûra Iraqê (a %80-yê xelkê qebûlkirî) û li gor encamên hilbijartinên 2005-ê (ku Swêd jî tê de dewletên dinyayê û Neteweyên Yekbûyî wê şer’î qebûl dikin) buye serokkomar, nunerê dewleteka serwer e, yanî bi swêdî ”statsman” e. Serokê Kurdistanê jî cardin li gor vê destûrê, li gor encamên hilbijartinên herêma Kurdistanê û biryara parlamentoya Kurdistanê buye serokê herêmê. Nunerê dewleta federe ya Kurdistanê ye. Dîplomatek çawa dikare van herdu nunerên dewletê yên resmî bi sifetê ”axayên şerî” binav bike û wan piçûk bixe. Ev, heqareta li serweriya Iraqê û Kurdistanê ye ku diviya ji bal balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê li wezareta derve ya Swêdê bihata protestokirin û îzahek ji hukumeta Swêdê bihataya xwestin.

Piştî minaqeşeyên li ser kitêba xwe yên di masmediya Swêdê de, Ingmar Karlssonî li Swêdê îdîa kir ku liberalên Swêdê kampanyayeka reşkirinê li hemberî wî vekirine. Her eynî Ingmar Karlssonî bi minasebeta ku di 10-ê vê mehê de tirkiya kitêba wî ê li Tirkiyeyê derkeve, daxwiyaniyek da rojnameya Sabahê a tirk û vê carê îdîa kir ku ”ultra nasyonalîstên kurd” li Swêdê ji ber vê kitêbê kampanyayeka mezin li hemberî wî vekirine, êrîşê dibin ser wî, heta ew qas pêş de çû, îdîa kir ku ji ber tehdîda gêncên kurd ên li Swêdê jiyana wî ketiye xeterê. Li Swêdê buhtana ”lîberalên Swêdê” di rewacê de bû, wî ew firot, lê di raya giştî a tirk de sermiyanê wî bû ”ultra nasyonalîstên kurd”.

Û ji aliyekî de yê ku ket nav komployan û xwest Dilşa Demirbag (debatoreka kurda swêdî), Frederik Malm (parlamenterekî swêdi) û Gulan Avci (siyasetmedareka kurda Swêdê)  ji meqam û kariyerên wan tasfiye bike, Ingmar Karlsson bi xwe bû. Sebeb jî tenê ew bû ku wan di medya swêdî de ew rexne kirin.

Nuha divê meriv ji wan kesên ku êrîşê dibin ser rexnegirên kitebê bipirse, ev çawa ”dostîtiya kurdan” e û ev çi çavsorî ye li wan tê kirin? Xwiya ye Ingmar Karlsson di 40 salên jiyana xwe ya dîplomasiyê de û di salên dûrûdirêj ên mayina xwe ya li Rojhilata Navîn de tenê nebuye pisporê pirsgirêkên kurdan, yên ereb û îsraîliyan û yê îslamê, ew fêrî entrîka û qurnaziyên şerqwarî jî bûye.

Her çendî naveroka kitêba wî ji pîvanên zanistiyê dûr e û zorê dide nezaketa dîplomatîk jî, em bêjin heqê Ingmar Karlssonî heye ku kitêbekê li ser kurdan binivîse, lê heqê kurdan jî heye ku balê bikêşin ser şaşîtiyên wî yên bêqesd û biqesd û hela hela ser armanc û niyeta taybetî ya weşandina kitêbeka wiha.

Yên ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî ”nikarin” xwedî li rastiyên miletê xwe derkevin, qe nebe bira karibin ”uskut” bibin. Nezaketa durustî û azadiya raderbirrînê vê ji meriv dixwaze.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: