Netkurd 12/9/2008
Buyerên vê dawiyê yên li ser herêmên vederkirî û daxwiyaniyên berpirsên Kurdistanê yên li ser peywendiyên Bexda û Hewlêrê, endîşeyek mezin li meriv peyda dikin û bê hemdê xwe ev pirs di hişê meriv re derbas dibe: Kurdistan ber bi ku ve?
Bi taybetî ew daxwiyaniyên serokê Kurdistanê ku di hevpeyivîneka li gel rojnameya Şerq’ul-Ewsadê de dan, hişyarkirinên wek ”zenglêdana tehlîkê” ne. Serok Barzanî piştî 5 salan ji rizgarkirina Iraqê, bi hêrseka mezin eşkere dike ku kurd li Bexdayê hevparê koalisyona hukumetê ne, lê rola wan di hukumetê de nîne. Ew bi vê namîne, radigihîne ku kurd di pirsên asayiş, eskerî û aboriya Iraqê de ne beşdar in û wan hay ji tu tiştekî ji van damezirandinan nîne.
Ev çawa dibe? Li Bexdayê serokkomar, cîgirê serokwezîr, cîgirê parlamentoya federal, wezîrê derve û hin wezîr, serokerkanê orduya Iraqê kurd in, grûbeka mezin a parlamentoyê li Bexdayê ye, ji bo binbirkirina teror, anarşî û texrîbata Iraqê, ji bo arastekirina wê ya ber bi qonaxeke siyasî ya aştiyane, ev 5 sal in kurd bi dil û can têdikoşin, pêşmergeyên xwe verêdikin Bexda, Diyala û deverên din ên ku ereb hevdu qir dikin, xwîna xwe dirêjin da aştî û aramiyê bînin Iraqê, hr di eynî demê de pirsên peywendîdar bi maf û berjewendiyên kurdan ber bi xerabûnê ve dibizivin.
Çawa dibe? Hê 6-7 meh berê, dema midetê cîbicîkirina maddeya 140-ê dihat paşdexistin û bi vê minasebetê îdîa dihatin kirin ku rola kurdan li Bexdayê kêm buye, serokê Kurdistanê bi xwe eşkere kir ku rola kurdan li Iraqê kêm nebuye, zêdetir buye.
Çi bû ku piştî 6-7 mehan serokê Kurdistanê hat halê ku bêje rola kurdan li Bexdayê tuneye? Aya hê ji serî, ji roja roj de rola kurdan di vê astê de bû, yan rola kurdan li Bexdayê ji bo rawestandina şerê navbera ereban yek ji wan hêzên serekî ye, lê ji bo Kurdistanê di asta nebûnê de ye?
Ez bawer nakim ku serokê Kurdistanê tenê ji bo raya giştî, ji bo tesîrkirina li ser hukumeta Bexdayê, bi mebestên medyatîk van axaftinên endîşedar dike. Bi qenaeta min ya ku ew dibêje ew e ku ew dibîne, his dike û dijî.
Ji bo ku meriv bigihîje vê baweriyê, bes e ku meriv bala xwe bide hin buyerên vê dawiyê. Maddeya 140-ê heta îro bi tu awayî nehat cîbicîkirin, hêza wê roj bi roj hat zeîfxistin û dejenerekirin. Bedîlên wê, çeka herî mezin a çareseriyeka aştiyane û adîlane ji destê kurdan stend ku ev dikare kurdan tûşî şerekî texrîbkar bike, bibe sedem da careka din xwîna wan ji bal ereban û dewletên cîran ve bê rêtin.
Kurdan dev ji cîbicîkarina maddeya 140-ê a di wextê xwe yê diyarkirî de berda, qebûl kir da li ser navê Neteweyên Yekbûyî De Mastura riyekê ji çareseriya pirsa Kerkukê re bibîne. Lê ne ku çareserî ji Kerkukê re nehat dîtin, Akre, Şêxan û hin deverên din jî ketin bin xeterê, pirsgirêk aloztir bû.
Xeter ne tenê ji ber wê ye ku deverên rizgarkirî yên nuh ketin ber minaqeşê. Hatina De Mastura li ser navê Neteweyên Yekbûyî, di raya giştï ya cîhanê de ”hêzeka din a şer’î” xist şûna maddeya 140-ê a destûra Iraqê. Ev paşdegavavêtineka mezin bû, ku her raporeka De Mastura ê li ber çavê dinyayê ji maddeya 140-ê bêtir şer’iyetekê bi xwe ve bibîne û kurd gava li hemberî van raporan derkevin ê neheq bên dîtin.
Bifikirin ku De Mastura li ser navê NY tê û li NY dewletên cînar, yên ereb, yên ku ne li dijî kurdan bin jî tenê ji bo şikandina siyaseta Amerîkayê ne li gel çareseriyeka adilane ne, xwedan soz in. Rapor û biryarên De Mastura ê tu carî qasî maddeya 140-ê adil nebin.
Divê ez tiştekî zelal bikim; ez wek prensîb ne bi temamî li dijî hatina De Mastûra me. Divê meriv realîst be, hay ji qeweta xwe û ya dost û dijminan hebe. Divê meriv karibe xwedanê gelek rê û alternatîfan be. Ez karim fahm bikim kurd karin mecbûr bibin De Mastura qebûl bikin. Lê rapora yekê a De Mastura eşkere kir ku kurdan li hember vê paşdegavavêtinê tu tiştek nexwestiye û bidest nexistiye. Heta bi hesasiyeteka mezin şertên hatina wî jî amade nekirine ku De Mastura ê çawa, bi kîjan prensîban kar bike, peywendiyên kurdan û NY di vê pirsê de ê çawa bimeşin û eger hat û wiha nemeşiya ê alternatîf çi bin. Raporê derxist ku mekanizmayeka rêkûpêk di navbera De Mastûra û kurdan de nebû, heta peywendîyên normal û hevagahiyek jî di navbera wan de nebû. Di wê dereceyê de ku rapora De Mastura a yekê ji bo kurdan bû şok.
Buyereka din jî xweş eşkere dike ku kurd gava ji bo selametiya tevayiya Iraqê, daxwaz û hêviyên hevpeymanan tevdigerin, pirsgirêkên xwe yên giran ên wek Kerkûkê jî jibîr dikin. Di dema gurriya şerê erebên şîe û sunne de, heta salek berê, ji ber wê teror û kaosa li deverên ereb û xetera ku hemû pêkhateyên Iraqê ketibûn navê, eger li Kerkuk û deverên Mûsilê referandum bibuya, ne ku tenê kurdan, beşeka mezin ji tirkmanan, hemû pêkhateyên xiristiyan û heta beşeka giring ji eşîrên ereban ê deng bidaya da ev dever vegerin ser Kurdistanê. Çimkî ferqa navbera Herêma Kurdistanê û deverên din ên Iraqê wek “cennet û cehenemê” bû.
Lê îro, piştî ku kurdan bi her awayî xwe da aştiya navber ereban, bi siyaseta xwe, bi pêşmergeyên xwe ew rawestandin û nuha aştî û aramî berfireh dibe, eger îro referandumek li van deveran bibe, ji xwe tirkman, ereb û xiristiyan ê deng ji bo vegera ser Kurdistanê nedin, îhtîmaleka mezin hin kurdên êzîdî û yên şebek ên asîmîlekirî û di bin tesîra hêzên biyanî de bi xwe jî ê deng nedin.
Berî salekê xiristiyanan dixwest ku ew vegerin ser Kurdistanê û otonomiyek ji bo wan bê avakirin, nuha ew dixwazin otonomiya wan bi Bexdayê ve bê girêdan. Baş e kurdan hesabê vê nekir? Gava ereb li hev dianîn tedbîrên ku ev nebe mîrkutek û li serê kurdan nekeve çi bûn, çima negirtin?
Kurdan xwe da aşkirina mala iraqiyan, lê mala xwe xist bin xeterê. Meriv şaş dimîne, dibêje qey kurd ne miletek in ku wan jî maf û berjewendî hene, meriv dibêje qey ew dezgeya Heyva Sor, an a Xaça Sor in, yan dezgeya agirkujiyê ne. Bêyî ku hesabê nav mala xwe bikin, bazdidin agirê malên din ditemirînin.
Di mesela Xaneqînê de jî rewş wiha ye. Kerkûk ji xwe çareser nebû, nuha Xaneqîn jî ket nav xeterê. Tew ereb jibîr dikin ku gava wan wek çend siyasetmedar, li dervayî welêt; li sirgûniyê destên xwe miz didan ku Saddam bikeve û ew biçin li Bexdayê li ser kursiyan, dolaran û petrolê rûnên, pêşmerge çeper bi çeper Kurdistan ji rejima Sadam rizgar dikir û bi xwîna xwe hat gihîşt wan deverên ku nuha lê ye. Wan ev jibîr kir, nuha dixwazin pêşmerge vekişe bakurê xeta paralela 36-ê, wê xeta ku di 91-ê de civaka navneteweyî ji bo hêwirandina kurdan ji rejima Saddam valakir.
Di mesela qanûna petrolê de, di ya butçe û pêşmerge de, di ya qanûna hilbijartinên herêmî de jî her wiha ye. Ka bala xwe bidinê, siyaseta ku kurd dimeşînin serokerkanê orduyekê anî çi noxteyeka şermezarî a rebeniyê? Ew serokerkan e, lê di ser serê wî re Malikî fermanan dide efseran. Û ev gelek caran ew qas tekrar dibe ku serokerkan dixwaze îstîfa bike. Hê di gava yekê de, ya diviya kurdan qiyamet li serê Malikî û yên wek wî rakira, yan jî eger ev ji wan nedihat diviya serokerkan îsîtifa bikira, neketa rewşeka wiha.
Ka bala xwe bidinê, ku kurd çi dikin da aştî û aramî bê Iraqê, lê ereb ji bo kurdan çi hesaban dikin?
Belê, ereb ew qas hesabên xerab ji bo kurdan dikin. Lê gelo bes e ku meriv tenê gazinan ji ereban bike, her tiştî têxe hustuyê wan. Rastiyên ku em rûbirû dibin nîşana wê yekê ne ku mesele ne tenê neyarî û dersnegiriya ereban e. Para siyaseta ku kurd dimeşînin û hesabê vê siyaseta ereban nakin xwedan cihekî heyatî ye.
Em veneşêrin, hem li hundur hem li derva, di raya giştî de qenatek lbelav buye ku kurdan şerê pêşmergayetî û yê rizgariyê baş meşand, hetta siyaseta gotûbêjên li gel ereban û hevpeymanan ên heta ku bi referanduma destûra Iraqê encam da jî bi awayekî gelek zîrekane hat meşandin û kurdan gelek destkeftîyên mezin bidestxistin. Lê pirraniya van destkeftiyan li ser kaxetê bûn û bi awayekî çarçeve bûn, naveroka wan ne dagirtî bû.
Lê ji roja temambûna referandumê û vir de, di warê dîplomasiya li ser statu û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kurdan tu gav pêş de neavêt, qanûn û biryarên li ser kaxetê nedan cîbicîkirin, naveroka wan maddeyên çerçeveyî nedan dagirtin. Heta wek ku di qanûna 140-ê de eşkere bû, hukmên hin qanûn û biryaran hatin mehandin û jarkirin.
Yek ji sedemên vê, tê nîşandan ku kurd hêz û rola xwe ya li Iraqê a ji bo cîbicîkirina berjewendiyên xwe, çi li hemberî erebên Iraqê û dewletên cîran be, çi jî li hember hêzên hevpeyman be piçûk dibînin, ya ku ew dibînin û hesab dikin, rol û hêza wan ji vê mezintir e, lê kurd nikarin hemû komponentên ku rola wan a total di ekvasiyonekê de digihîne hev bikar bînin. Ji ber ku bi awayekî stratejîk nayê fikirîn, hesab û kitab bi teraziyeka hesas nayê pîvan û bi şiyaneka bersivderiya pêdiviyên dema modern nayê xistin kar, hukmê vê rolê ji nîvî jî zêdetir berhewa diçe. Heta awayê tevgeriyana kurdan, mewqifê wan ji wan re nake hêz, bi eks li ber çavê dijminan dike zeîfiyek ku ew digihîjin wê qenatê da bêjin: ’Erê kurd gelek diaxivin, gelek daxwazan dikin, lê ew bin wân daxwazan bi wî awayî danagirin da cîbicîkirina wan misoger be. Wek gotinên vala li hewa dimînin, meriv dikare guh nede wan, yan bi çend axaftinên dilxweşkir wan aş bike.’
Nimûneya vê yekê di wê hevpeyivîna serokê Kurdistanê de heye. Serokê Kurdistanê ji Şerq’ul Ewsadê re dibêje ku medyaya kurdî gelek qels e, nikare bi rola xwe rabe û hêviyê dike ku medyaya erebî rastiyên Kurdistanê bigihîne raya giştî ya ereb.
Tesbîta ku medyaya kurdî bi kêrî pêdiviyên Kurdistanê yên dewrana îro ya global nayê rastiyeka tal a me ye. Gava bêkêrîya medya kurdî ji devê berpirsê herî mezin ê Kurdistanê tê ziman, tenê ev dibe tesdîqkirina rastiya tiştên ku heta nuha li ser vê medyayê hatine gotin û nivîsandin. Lê gava meriv van tesbitên serok Barzanî dixwîne, mirov dibêje qey ew ne serokê Kurdistaneka xwedan serwerî, damûdezge û îmkanên maddî û manewî ye, lê li serê çiyayê Kurdistanê di bin befra qerisîner a Xwakurkê de ye ku ji bilî izgeyeka radyoyeka kulustur a di şikeftekê de wî tu tişt tune.
Rewşa medyaya kurdan û bêhêvîtiya ji medyaya xwe, serokê Kurdistanê careka din vedigerîne hisên bêçaretiya dema pêşmergayetiyê ku ji bilî çiyayên Kurdistanê tu hevalên kurdan nebûn.
Lê ne wiha ye. Kurdistan îro ne ew qas bêçare ye ku medyaya wê di vî halî de be.
Medya ne tiştekî piçûk e. Ew di her demê de, ji bo hemû miletên cîhanê xwedan giraniyeka mezin bû. Îro di dema ragihandinê de, di dema ”civaka âgahî û zanînê” de medya ji orduyekê jî mezintir rol dileyize. Welatên cîhanê, hêzên super ên herêmî û cîhanî, ji orduyên xwe bêtir bi saya medyayên xwe deveran fetih dikin, bazaran û mewqifan bidest dixin, zora neyarên xwe dibin.
Teknolojiya îro îmkan daye ku ji hêzên mezin nekêmtir neteweyên piçûk jî medyayê ji bo maf, azadî û berjewendiyên xwe têxin bizavê. Kurdistan jî yek ji wan neteweyan e, çi bi îmkanên xwe, çi bi hêza xwe ya karkirinê û kadirên xwe yên zana yên vî warî ji gelek welatan ne kêmtir e. Tevî vê jî eger serokê Kurdistanê li ber medyaya ereb digere û hêviyê ji wê dike, ev tenê ji ber wê yekê ye ku li Kurdistanê ew îrade, viyan û vizyona ku vî welatî bike xwedanê medyayeka li gor pêdiviyên têkoşîna dema modern a îro tuneye. Bi sedan televizyon , radyo, rojname, kovar û website hene, lê ji ber ku ne li ser esasê meknaîzmayeka rast hatine danîn, nikarin bi rola xwe rabin, heta gelek caran zerara wan digihîje, dibin rêgir li ber bidestxistina mafan, pêşveçûn û avakirinê.
Rast yan nerast, bi siyaset û gavên xwe yên heta îro, Kurdistanê li ber çavên dost û dijminan îmajeka nedicîh de, ne li gor îmkan û potansiyela xwe û ne li gor rola xwe peyda kiriye. Ev îmaja şaş, kurdan dixe nav xeterê, cesaretê dide dijminan ku kurd nikarin tiştekî bikin û dostan dixapîne ku derdekî mezin ê kurdan tuneye, her tiştên wan di rê de ye, ew bi kêrî xwe tên.
Ma ji vê xetertir çi heye, ma Kurdistan ê heta kengî li ser vê îmaja şaş bimeşe û ê bi ku de here? KUO VADIS KURDISTAN, tu bi ku ve diçî? Raweste, mihaseba van 5 salên dawîn bike, xwe ji nuh ve rêk bixe û dest bi rêwitiya xwe ya hê gelek dûr û dirêj û dijwar bike.
Leave a Reply