Netkurd 21/11/2007
Hin berpirsên PKK-ê û beşeka giring ji ragihandina wê, li hemberî desthilata Kurdistana azad dest bi propagandayekê kiriye, ku goya Tirkiye û Amerîkayê li hev kirine PKK-ê tasfiye bikin û desthilata Kurdistana azad, bi taybetî PDK û YNK jî di nav vê komployê de ne.
Ev propaganda bi desteka derew û dezînformasyonên medyaya tirk, bi awayekî fireh li Kurdistana bakur tesîrê dike, bi taybetî di nav terefdar û kîtleya PKK-ê, DTP-ê û dorûberên wan de dibe sedemê endîşeyekê, heta ji ber vê endîşeyê, dijminayetiyeka wek bizotên arîhildayî careka din derdikeve meydanê.
Berpirsên PKK-ê – wek mîsal Cemil Bayik- rexne û erîşên xwe digihînin dijayetiya zimanê berê. Ragihandina PKK-ê senaryoyên komployan diafirîne, ew hemû tezên hin serokên PKK-ê ên ku wan dikin bingehên propagandaya dijminayetiya li hember başûr careka din tên pêşkêş kirin.
Medyaya tirk a manîpulatîf jî ji bo ku diyar bike Tirkiye bi zirtên xwe çend serkeftî ye, îdîa dike ku ’berpirsên bakurê Iraqê’ dev ji dijminayetiya li hember Tirkiyeyê berdaye, qebûl kiriye ku li hember PKK-ê li gel Tirkiyeyê rêk bikeve û ji nuha de berê xwe daye PKK-ê.
Helbet ew bi vê têr nabe, hêvî û daxwaz dike ku desthilata Kurdistanê bêtir piştgiriya Tirkiyeyê bike, heta li hember PKK-ê têkeve şer.
Di vê dema wiha de, mixabin ku însan zû dikarin hê buyerên du hefte berê, xeterên şer ên li ser Kurdistana azad jibîr bikin û bi rastî jî bawer bikin ku desthilata Kurdistanê li gel Tirkiyeyê lihevkiriye da PKK-ê tasfiye bike.
Manîpulebûna raya kurdî ya giştî, bi hemû perçe, partî û dezgeyên xwe, hewayeka jehrawî bi ser şiûra mejiyê giştî werdike. Loma divê ragihandina kurd dest bi mihaweleyeka xurt bike ji bo jibîrnebûna rastiyan û rêlibergirtina manîpulekirina raya kurdî. Divê em zanibin ku Tirkiye û welatên cîran ên din, ê bi manîpulekirinê gelek kêfxweş bibin û heta ji destê wan tê agirê wê gurr bikin. Daxwaza Tirkiyeyê û yên wek wê jî ew e ku kurdên perçeyên cuda li hemberî hev bên reşkirin, dijminayetî têkeve navbera wan.
Planên tasfiyekirinê esas li ser kê tên meşandin?
Gelo bi rastî jî desthilata Kurdistanê siyaseta xwe ya heta berî 5-ê çiriya paşîn (tarîxa hevdîtina Bush û Erdogan) guhertiye, bi rastî jî bi Tirkiyeyê û Amerîkayê re ji bo tasfiyekirina PKK-ê, heta tasfiyekirina tevgera bakurê Kurdistanê ketiye nav komployên navneteweyî?
Ji bo ku meriv li ser vê pirsê bibe xwedan qenaeteka tekûz, carekê divê meriv vegere pirsgirêka ku rewş heta berî 5-ê mehê anîbû noxteya şer û dagirkeriyeka ku hemû welatên cîhanê xistibûn nav endîşeyekê.
Esasê pirsgirêkê çi ye? Berpirsên PKK-ê jî tê de herkesî gelek caran eşkere kir ku armanca civandina du sed hezar esker li ser hidûdê Kurdistanê, di derceya yekê de ne PKK ye, dagirkirina Kurdistanê, rêlibergirtina avabûna dewleteka kurd û bi taybetî pûçkirina maddeya 140-ê a destûra Iraqê ya li ser referanduma Kerkukê û deverên birrandî yên din e.
Van rojan kitêba nivîskarê tirk ê nêzî dewleta kûr Fikret Bila di ragihandina Tirkiyeyê de gelek tê bahs kirin. Kitêb ji hevpeyivînan pêk hatiye ku bi hin serokerkan û fermandeyên orduyê yên xanenişîn re hatine kirin. Di kitêbê de dîtinên fermande û serokerkanên berê ên li ser pirsa kurdî gelek bi detay tên diyarkirin. Fikret Bila diyar dike ku di vê meselê de generalên xanenişîn û yên hê li ser kar, wek hev difikirin. Di kitêbê de tesbîtek heye; li gor dîtina mişterek a hemû generalan mezintirîn sê xeterên li hemberî Tirkiyeyê, li gor rêzê wiha ne:
1- Xetera avabûna dewleteka kurd a serbixwe
2- Xetera ku Kerkûk bibe parçeyek ji Kurdistana azad
3- PKK
Yanî xetera PKK-ê piştî ya dewleta kurd û ya referandûma Kerkukê tê.
Heta, me gelek caran ji berpirsên tirk bihîstiye ku, li gor Tirkiyeyê xetera şerê çekdarî ê PKK-ê ji xetera têkoşîna siyasî a kurdên bakur hindiktir e. Wan gelek caran gotiye ku Tirkiye her gav kare terorê pûç bike, lê eger tevgera kurd, naverokeka siyasî wergire û li dinyayê bi wî awayî bê qebûlkirin, esas xeter wê gavê ji bo Tirkiyeyê dertê û Tirkiye kare perçe bibe, avayiya wê ya unîter têkbiçe.
Gelek caran berpirsên resmî û neresmî yên Tirkiyeyê jî eşkere kirin ku di vê tehdîda dawîn de esas armanc ketina Kurdistana azad, rêlibergirtina pêşveçûnên destkeftiyên wê derê ne. Ji xwe ji ber vê yekê bû ku desthilata Kurdistanê eşkere diyar kir, eger orduya tirk hidûd derbas bike, ew ê li ber xwe bidin. Ji xwe ji ber vê bû, Amerîka ket nav endîşeya ku bakurê Iraqê ya take devera biîstîqrar a Iraqê, dikare têkeve nav bêîstîqrariyê. Ji xwe ji ber vê bû ku hemû dinyayê bala Tirkiyeyê kêşa ku ew nekeve bakurê Iraqê û îstîqrara wê derê xera neke, ev, dikare rewşa Iraqê, ya herêma Rojhilata navîn aloztir bike û zerarê bide Tirkiyeyê bi xwe jî.
Armanc Kurdistan, bahane PKK ye
Helbet her çendin armanca Tirkyeyê desthilata Kurdistanê û pirsgirêka Kerkukê ye jî ji ber reaksiyona dewletên ereb, ên cîran û gelekên din, her wiha ji bo şer’iyetdaneka navneteweyî ya li ser operasyoneka dervayî hidûdê xwe, Tirkiyeyê ”terora PKKê” kir bahane û îdîa kir ku desthilata Kurdistana azad piştgiriyê dide terorê. ”Hedef Barzanî ye” encama vê bû.
A ji ber vê rewşê, hem berpirs û ragihandina PKK-ê divê xwe ji Xwedê neke, rast bêje, hem em yên din jibîrnekin ku ji roja roj de, hemû mihaweleyên desthilata Kurdistana azad ew bûne ku vê xetera şer a li ser serweriya xwe û cîbicîkirina maf û azadiyên xwe berteref bike, ne ku li hember PKK-ê têkeve nav komployên navneteweyî.
Helbet dewleteka hê tam avanebûyî ya çaralîdijmin û piçûk a bi 5-6 milyon nifûsa xwe, ê nikaribe zirtan li Tirkiyeyê bike ku ê bi dewleta 70 milyon a xwedan duyemîn orduya mezin a NATO-yê re di nav şer keve. Meriv ji ber maf û azadiyên xwe, heysiyet û namûsa xwe li ber dewleta herî mezin û herî dirinde jî li ber xwe dide, ew tiştekî din e, lê maqûliyet û eqlê selîm, dûrbîniya aqilane ew e ku desthilata Kurdistanê bi hemû mihaweleyan, heta ji dest tê, rê li ber şerekî li gel Tirkiyeyê bigire, nehêle orduya tirk têkeve vê dewleta nuhavabûyî.
Divê ew mihawele bike ku peywendiyên wê yên cîrantî yên li ser esasê qanûnên navdewletî û serweriya miletan, li ser esasê diyalog û hevkariya aborî, siyasî û dîplomasî berdewam bin, tengijînek tunebe. Peywendiyên aborî yên navbera Tirkiyeyê û Kurdistana azad heyatî ne ji bo vî perçeyê azad, divê berdewam bin, berfireh û geş bibin.
Ya ku ji roja roj de heta îro desthilata Kurdistanê dike ji vê siyasetê wêdetir ne tiştekî din e.
Gelo desthilata Kurdistanê tasfiyekirina PKK-ê daye ber xwe?
Baş e gelo gava desthilata Kurdistanê vê siyasetê li gel Tirkiyeyê dimeşîne, li gor daxwazên Tirkiyeyê yên tasfiyekirina tevgera PKK-ê û ya Kurdistana bakur dikeve nav komployan?
Serokatiya Kurdistanê ji serî de diyar kiriye ku ew ê li hemberî PKK-ê tu carî dest navêjin çek û şerê PKK-ê nekin. Ev ji serî de zelal e û hê jî berdewam e, divê şik jê neyê kirin ku heta dawiyê jî ê berdewam be. Ji xwe yek ji sedemên ew qas ku desthilata Kurdistanê berpirsên Tirkiyeyê aciz kir ev siyaseta wê ya çeknegirtina li hemberî PKK-ê ye.
Ne ku desthilata Kurdistanê li hember çekdarên PKK-ê şidetê bikarnaynin, wan heta nuha wek desthilata kurd PKK bi terorîstî wesif nekiriye, tevî ku li gor rewşa navneteweyî ev mewqif gelek cih li desthilatê teng dike; çimkî Amerîka, NATO, welatên YE, Rûsya, welatên cîran û ên ereb di encama mihaweleyên tirkan de PKK-ê wek terorîst wesif dikin.
Desthilata Kurdistanê rexne li siyaseta çekdarî a PKK-ê digire, qenaet diyar dike ku di şertên Tirkiyeyê de şerê çekdarî ê ji feydê zêdetir zerarê bide. Bang li PKK-ê dike ku ew agirbesteka dûrûdirêj îlan bike, çek deyne. Lê ev nayê wê maneyê ku ew li hemberî PKK-ê di komployan de ye, yan hêza xwe li ser wê ferz dike da çek deyne.
Hukumetê û serokatiya Kurdistanê bi gelek derfetan eşkere kirine ku divê PKK, PJAK û rêxistinên wê bi xwe biryarê bidin ê bi çî awayî dev ji şerê çekdarî berdin yan çek deynin. Ne tenê desthilata Kurdistana federe, dostên tevgera PKK-ê, pirraniya kurdên Kurdistana Bakur, dezgeyên wê yên sivîl, ronakbîrên kurd û tirk, DTP, li derva YE, hêzên mafparêz û dostên gelê kurd hemû daxwazê ji PKK-ê dikin ku şiddetê bikarneyne, dev ji şerê çekdarî berde.
Gava serokê PKK-ê Abdullah Öcalan hat girtin wî û tevgera PKK-ê bi xwe îlan kir ku dewra şerê çekdarî derbas buye, li ser daxwaza Öcalan hemû gerîllayên PKK-ê ji hundurê welat vekişiyan pişt hidûd, çiyayên asê yên Kurdistana Iraqê, Qendîlê û deverên din. Heta sala 2004-ê, PKK-ê şerê çekdarî red dikir. Lê bi balkêşî ew deverên ser hidûdê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Kurdistanê û Îranê di bin kontrola xwe de hiştin, li gelek deveran bi salan nehişt gundiyên ser hidûd biçin gundên xwe, ser zevî, rez û baxçeyên xwe. Hê jî li van deveran hin gundiyan ji ber rêgiriya PKK-ê gundên xwe ava nekirine, gelek gundên şên jî di bin kontrola wan de ne.
Esas tevî ku ev beşê Kurdistanê rizgar bûye û serweriyeka kurd li ser vî perçeyî bi parlamento û hukumeta xwe ya şer’î ava buye jî, PKK-ê ew deverên ser hidûd dewrî bin serweriya şer’î a gelê Kurdistanê nekiriye, bi awayekî li hemberî serweriya kurd bi xwe asê buye. Tevî vê jî desthilata Kurdistanê ji bo careka din şerê birakujî rû nede li hember çekdarên PKK-ê şiddet bikarneaniye, hetta bi awayekî ciddî nebuye rêgir.
Pişt re îro li wan çiyayan, hem çerkdarên PKK-ê, hem yên PJAK-ê hene, ew di nav hev de ne û bi hev re ne. Ev konflikt ya navbera Tirkiye û Iraqê ye, ne ya navbera Îran û Iraqê… Eşkere ye ku çekdarên PKK-ê yên ku li hemberî Tirkiyeyê rawestiyane çek deynin jî ê çekdarên PJAK-ê li wan çiyayan bimînin, loma mesele safî nabe û ji ber vê, hukumeta Kurdistanê eşkere diyar kiriye ku ew ê tu carî nebe teref di probleman de, di şer û pevçûnê de, ew tenê amade ne di çareserkirina pirsa navbera PKK-ê û Tirkiyeyê de li ser esasê diyalogê, bi awayekî siyasî û dîplomasî cih bigirin.
Çavkaniyên ku ji nêzîk de buyeran dişopînin eşkere diyar dikin ku ne tenê desthilata Kurdistanê, hêzên eskerî yên Amerîkayê yên li Iraqê bi xwe jî ne amade ne esker bişînin ser çekdarên PKK-ê. Her kes diyar dike ku take alîkariya ku Amerîka bi Tirkiyeyê re kare bike dayina hin îstîxbaratan e. Ew jî ji xwe divê PKK zanibe ku Amerîka ne nuha, ji berê de hin îstîxbaratan dide Tirkiyeya hevkara xwe ya NATO-yê û nuha jî ê bide. PKK, divê li gor vê hesabê xwe bike, tev bigere. Ev tişt nikare ji bo berpirsên PKK-ê diyardeyeka nuh be.
PKK berpirsiyariya xwe jibîr dike
Belê, desthilata Kurdistanê berê çekên xwe nade PKK-ê, lê mafê PKK-ê tuneye ku ji hukumeta Kurdistanê ya vê dewleta kurdî ya piçûk a çaralî bi dijmin û xwedan gelek pirsgirêk, ya ku di mihaweleya biserxistina referanduma Kerkukê de ye, li hem ber şerê çekdarî yê PKK-ê û Tirkiyeyê piştgiriya çekdarên PKK-ê bike, rê û îmkanan li ber wan veke.
PKK hem êrîşan bibe ser du dewletên mezin ên dirindane yên dijminên kurdan; Îran û Tirkiyeyê, hem jî gava êrîş hat ser wan, bazdin, bên nav axên bin serweriya Kurdistanê, di dereceyeka gelek berfireh de Kurdistana azad ji bo çekdarên xwe heta û heta bikin warê desteka lojîstîk a bê hed û hesab.
PKK bi peymaneka li gel desthilata Kurdistanê nehatiye wan çiyayan, desthilatê soz û peymana tu alîkarî û piştgiriyê nedayê wê, berpirsên wê di tu tevgera xwe de bi vê hukumetê naşêwirin, bi a wê nakin, heta gelek caran bi eksê hêvî, daxwaz û ricayên hukumetê devdigerin. Carên ku hin dezge û berpirsên wê dijminatiya hukumeta Kurdistanê dikin jî ne hindik in. Loma jî tu mafekî PKK-ê tune ye ku hêviyekê ji desthelata Kurdistanê bike, yan ji ber ku ji destê hukumetê nayê alîkariya lojîstîk bi wê re bike ew hukumetê di nav komployan de nîşan bide.
Wek dewlet, Kurdistan nikare vê bike, ne peymanên navneteweyî vê jê re qebûl dikin, ne hukumeta merkezî ya Iraqê, Amerîka û dewletên din, ne dost û dijmin jê re qebûl dikin. Hukumeta Kurdistanê nikare barekî wiha hilde û heta heta li ser pişta xwe bihêle. Her aqlê selîm dizane ku karekî wiha di nav vê koma gurên herêmê de xeteriyeka mezin tîne ser serweriya vê dewleta nuhgihayî, ser destkeftiyên wê, ser paşeroja dewleta federe û têkoşîna bidestxistina Kerkûkê û deverên din.
Gava meriv destkeftiyên bin xeterê yên Kurdistana azad û yên ku PKK muhtemelen ê wenda bike dide berhev, eşkere ye ku, berpirsiyariya dîrokî ya li hember gelê kurd pirtir PKK-ê bangî bibîranîna mesûliyeta xwe dike.
Ji alî stratejîk parastina dewleta kurd û bidestxistina Kerkûkê berî şerê çekdarî ê PKK-ê tê
Divê em bizanin, di krîza îro de, ya ku ketiye ber xeterê, ne tevgera PKK-ê ya bi giştî ya siyasî, dîplomasî, ragihandin û eskerî ye, xeter muhtemelen tenê li ser beşeka hêzên çekdar ên PKK-ê ye, ew hêzên ku li hember Tirkiyeyê şer dikin. Yanî bi halê herî xerab, tasfiyeya ku tê bahskirin, tenê tasfiyeya ew hêzên çekdar ên PKK-ê yên li hemberî tirkan e.
Tevgera bakur, bi DTP-ê , bi belediyan, bi grûba xwe ya parlamentoyê, bi sedan komele û dezgeyan, bi ew qas organên ragihandinê û bi kutle û îmkanên xwe yên aborî û siyasî yên hundur û derveyî welat hemû dimînin, heta li hember tasfiyekirin an dawîlêanîna van çekdaran, ji hukumeta Tirkiyeyê tê xwestin ku gelek reform û çaksaziyên siyasî, aborî û kulturî li bakur bike, ev ê tevayiya tevgera bakur bi hemleyeka din pêşdetir bixe.
Em ji bîr nekin, gava desthilata Kurdistanê daxwaza çekberdana PKK-ê dike, yan hin kontrolan li deverên bin serweriya xwe li hember çûnûhatina bêserûber datîne, di eynî wextê de li gel Amerîkayê û li gel gelek dewlet, dezge û hêzên cîhanî van guhertinên jorîn ji hukumeta Tirkiyeyê dixwaze, li ser wê ferz dike ku ew maf û azadiyên zêdetir bide Kurdistana bakur.
Eger li gel vê mihaweleyê jî, desthilata Kurdistana azad di nav komployên li hember PKK-ê de bê îtham kirin, ev îcar dibin buhtan û niyetên xerab.
Ji alî din, PKK gelo bi xwe bibîr tîne ku wê berpirsiyariyek heye li hember parastina hebûna dewleta Kurdistana federe, bidestxistina Kerkukê û deverên din? Ew wê mesûliyetê di xwe de dibîne ku tevî ew qas îmkan û derfet û hêza demokratîk û siyasî ya li bakurê Kurdistanê ku şertên têkoşîna legal a siyasî û demokratîk xurttir dike jî bi israra şerê çekdarî vê derfeta yekta ya di tarîxa kurdan de cara yekê derketiye meydanê têxe nav xeterê?
Di ser de jî daxwazên ku PKK û DTP dike ”muxtariyeta demkokratîk” e, daxwaza reformên desentralîzekirina dewleta navendî ya Tirkiyeyê ye, mihaweleya zêdekirina berpirsiyarî û desthilatên şarederî û parêzgehan e. Ji bo van daxwazan li Tirkiyeyê tu pêdiviyeka şerê çekdarî tuneye, ew ji fêdê bêtir kare zerarê bide.
Tevî van hemû xusûsiyetan, PKK, bi çekdarên xwe yên li çiya wan destkeftiyên mezin ên wek dewleteka kurd, Kerkukê, wê dewlemendiya ku ê têkeve destê kurdan û bi saya wê li perçeyên din kurd ê di têkoşîna xwe de hemleyeka mezin bikin dixe xeterê. Gelo PKKyî ê hesabê vê çawa bidin dîroka Kurdistanê? Eger ji ber vê siyaseta xwe ya xwe asêkirinê, kurd van qezencên xwe wenda bikin ê bêje çi?
PKK-yî divê dev ji retorîka xwe ye dijminayetiya bi destkeftiyên kurdan berdin, nabe ku heta heta ew ji bilî xwe herkesî reş bikin, yan jî çi xerabî ji destê wan bê li hemberî wan bikin.
Leave a Reply