DUH MIN PAŞEROJA KURDISTANÊ REŞ DÎT

Netkurd 24/12/2008

anjuman_181208

Duh nuçeyeka li ser Kerkukê, ku diviya nîşana xweşbînî û geşbîniyê buya, xemgîniyeka bêhed da min û hêviya min a li ser paşeroja neteweyê kurd reş kir.

Nûçe li ser merasimekê bû ku bi minasebeta resmîbûna zimanê tirkmanî li Kerkukê, lewheya ”Parêzgariya Kerkukê” a bi çar zimanan nivîsandî li ser avayiya parêzgeha vî bajarî dihat hilavîstîn (daleqandin).

Belê teksta ”Parêzgariya Kerkukê” bi çar zimanan li ser lewheyekê hatibû nivîsandin; bi erebî, kurdî, tirkmanî û asûrî-suryanî…

Erebî bi alfabeya erebî hatibû nivîsîn. Li 22 dewletên ereb, gava kîjan erebî ew merasim temaşe bikiraya ê bidîtaya ku belê waye bi erebî li ser lewheyê çi hatiye nivîsîn.

Ya tirkmanî bi alfabeya tirkî ya latînî hatibû nivîsîn. Kîjan tirkê ser ruyê erdê, heta kîjan azerî an tirkmanî bidîtaya ê fahm bikira çi li ser lewhê heye. Çimkî zimanê tirkmanî di tarîxa Iraqê de  cara pêşiyê ye li Kerkukê resmî hatibû qebûlkirin û tirkmanan ji xwe re alfabeya latînî a ku li Tirkiyeyê bikar tê hilbijartibû.

Piştî hilweşiyana Yekîtiya Sovyetan û serxwebûna cumhuriyetên tirkî, wan hemuyan jî alfabeyên xwe ji kirîlî guhertibûn, kiribûn latînî. Îro miletê tirk, azerî û tirkmen ên serbixwe yên ser ruyê erdê hemû bi yek alfabeyê; bi alfabeya latînî dinivîsin û her tirk, tirkman an azerî li her derê fahm dike ku çi tê nivîsîn.

Li ser lewheya parêzgariyê min dît ku teksta asûrî-suryaniyan jî bi wê alfabeya suryanî ya qedîm hatiye nivîsîn ku her asûrî-suryaniyê ser ruyê erdê dikare bixwîne bê çi hatiye nivîsîn.

Lê heyhat, tenê teksta kurdî bi alfabeyekê hatibû nivîsîn ku kurdên perçeyên din, bi taybetî kurdên Tirkiyeyê (Kurdistana bakur ku 15-20 milyon in) ne mimkin bû ku fahm bikin li ser wê lewheyê çi hatiye nivîsîn. Çimkî teksta bi kurdî bi alfabeya erebî hatibû nivîsîn.

Merasimeka ku li Kerkukê tescîl û tesdîqa çar zimanan dikir. Waliyê Kerkukê Abdurrehman Mistefayê kurd perdeya ser lewheyê hilanî û merasim vekir.  Min dît ku ew merasim ji bo ereban, tirkamanan û asûrî-suryaniyan mizgînbexşa asoyeka ronahî, lê ji bo kurdan tescîl û tesdîqa paşerojeka reş û tarî ye, îspata wê yekê ye ku kurd bi qasî tirkmenên Iraqê jî ne xwedan vizyon û şiûreka neteweyî ne.

Min dît ku tirkmen bi zanebûn, hişyarî û şiûr gavan davêjin, her gava ku davêjin qedera wan zêdetir bi ya Tirkiyeyê ve, bi tirkên ser ruyê erdê ve tê bestin. Lê kurd li Kurdistana başûr bi her awayî dûr ji qedera perçeyên din diçin, ew nafikirin ka gelo ev gav ê ji paşeroja neteweyê kurd re çi bîne.

Mesela hebûna yek alfabeyê, ji bo neteweyekî pirr û pirr giring e. Gava endamên neteweyekî, di vê dinya ragihandin û veguhaztinê a sedsala 21-ê de ji hevdû fahm nekin, bi hev re ne di nav veguhastina agahî û zanînan de bin, ê çawa nêzî hev bibin, çarenivîsa xwe bi hev girêbidin, di rojên teng û tarî de bibin hemderd û hemxem, di yên xweşî û bextewerîyê de jî hemşad?

Kurdên Kurdistana bakur ev 81 sal in, piştî rakirina alfabeya erebî û anîna alfabeya latînî li Tirkiyeyê ji alfaba erebî qut bûne, ji bilî alfabeya latînî nikarin bi tu alfabeyê bixwînin.

Li Kuridstana başûr jî alfabeya erebî tê bikaranîn. Ji sala 1991-ê bi vir de li Bakurê Iraqê (Kurdistana başûr) serweriyeka kurd durust bûye. Ev 15-16 sal in li wê derê kurd bi xwe xwe îdare dikin. Ji 2003-yê pê ve ku rejima Sadam hilweşiya, tu îradeyeka ku karibe rê li ber biryardana li ser lafabeyê bigire jî nema, lê kurdên başûr bi tu awayî îşaretek nedan ku du alfabetî ji bo wan problem e, ji bo qedera neteweyê kurd ev mesele tiştekî heyatî ye. Di dema Saddam de ev ne mimkin bû. Çimkî Saddam rê nedida ku tu pêkhateyeka Iraqê ji bilî erebî alfabeyeka din bikarbîne. Lê îro, em dibînin ku tirkmenên Iraqê ji bo xwe ne alfabeya erebî lê ya latînî hildibijêrin, asûrî-suryanî ya xwe hildibijêrin. Tu desthilateka ku ji wan re bêje ’na, vê alfabeyê hilnebijêrin’ tuneye.

Îro li Iraqê ji bo kurdan jî ji bilî îradeya wan bi xwe tu îradeyeka ku karibe rê li ber wan bigire da ew alfabeya xwe bi ya kurdên din re bikin yek û alfabeya latînî hilbijêrin tuneye.

Carina tê îdîakirin ku Tirkiye nahêle kurdên başûr alfabeya latînî bikarbînin, da kurdên bakur ji destkeftî û pêşketinên zimanevanî, edebî û kulturî ên başûr îstîfade nekin. Îro piştî ku Tirkiye hêdî hêdî kurdan qebûl dike, televizyona bi kurdî vedike û eşkere dike ku ew ê alfaba kurdî ya latînî bikarbîne, îdî ne ciyê baweriyê ye ku Tirkiye jî bibe rêgir li hember hilbijartina alfabeya latînî. Heta ji îro pê ve hilbijartina alfabeya latînî ji bal kurdên başûr ve ê li gor berjewendiyên Tirkiyeyê be jî.

Yek alfabetî pêwist e ji bo miletekî, ew nebe yekîtiya rastîn a miletekî nabe. Kurdên bakur 81 sal in ji alfabeya erebî bi dûr ketine. Li Tirkiyeyê sîstem bi her awayî buye alfabeya latînî û kurdên wir jî ev 75 sal in alfaba latînî hilbijartine. Heta ew li gel Tirkiyeyê bin, heta ew nebin dewleteka serbixwe, ew bixwazin jî nikarin vegerin ser alfabeya erebî.

Lê ji bo kurdên Kurdistana başûr ne wiha ye. Saddam nemaye, tu desthilateka siyasî ya ku ji derva de karibe rê li ber wan bigire nemaye. Hilbijartina alfaba latînî ji bal tirkmanên Iraqê îsbata vê yekê ye. Eger tirkman bi wê nifûsa xwe ya piçûk dikarin wê alfabê hilbijêrin, kurd hay hay dikarin…

Kurdên başûr yên ku xwenda ne, ji xwe hemû bi riya hînbûna îngilîzî, almanî an fransî aşnayê alfaba latînî ne. Yanî em rastiyê bêjin ji xwe ew alfaba latînî dizanin. Tenê mesele ew e ku ew sê çar herfên din ku di kurdî de hene jî fêr bibin û destpêbikin kurdîya xwe bikin latînî.

Eger kurdên başûr bixwazin li gel Tirkiyeyê, li gel kurdên bakur, li gel dinyaya hemdem nêzîk bibin û entegre bibin tu riyeka din li ber wan tune. Lê na eger kurdên parçeyen din ji bo wan ne hêjayî tiştekî be, wan berê xwe dabe dunya ereb a rojhilata navîn û di hedefa wan de entegrebûna bi dinya global re tunebe, ji xwe ew ê dewam bikin li ser erebiya xwe.

Rewşa nuha sal bi sal kurdên bakur û başûr ji hev dûr dixe. Ev 15 sal in Kurdistaneka xwedan serwerî ava buye. Bi sedan rojname û kovar, bi hezaran kitêb tên weşandin. Kurdên bakur ne ku van berhemên kulturî, edebî û zanistî nexwendine, ji xwe ew nizanin çi derketine û çi derneketine jî.

Ne ku kurdên sade, rewşenbîr û nivîskarên bakur jî nizanin di van 15 salan de li başûr çi roman, çîrok û helbest çap bûne, di warê ferhengî, zanistî û dînî de çi hatine çapkirin.

Baş e çawa em dikarin ew qas xemsar û bêfêhm bin û nefikirin ku divê kurdên bakur zanibin 4-5 milyon kurdên başûr di warê kultur, edebiyat û zanistê de çi dikin û fêde ji van waran bigirin, kurdên başûr jî ji ziman, kultur, edebiyat, zanist û folklora 15-20 milyon kurdên bakur bêpar nemînin?

Kengî îradeya siyasî ya Kurdistana başûr ê bi qasî cumhuriyetên tirkî, bi qasï tirkmenên Iraqê giringî bide yek alfabetiyê? Gelo ew roj ê bê? Ji rêveçûna îro ez bi xwe tu ronahiyê nabînim. Loma ez duh li ser paşeroja neteweyê kurd gellek xemgîn û reşbîn bûm.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: