TRT-6, ÇI YE, NE ÇI YE? (1)

Netkurd 4/1/2009

TRT-Şeşê; kanala televizyona bi zimanê kurdî ya Dezgeya Radyo Televizyona Tirkiyeyê roja yekê salê bi merasimeka dewletê dest bi weşanê kir.

Di dema temaşekirina weşana kanalê de gelek aliyên vê diyardeya dîrokî di mêjiyê min re derbas bûn ku min xwest ez wan li vê derê diyar bikim:

Ev gav, bi awayekî di tarîxa 88 salan a Tirkiyeyê de destpêka giringtirîn guhertinê ye di sîstema “netewe dewletê (ulus devlet)” ya  Cumhuriyeta Tirkiyeyê de:

Cumhuriyeta Tirkiyeyê ji bal damezrênerên wê ve, wek projeyeka “netewe dewletê” ya li ser esasê yek netewe, yek ziman û yek ala hatibû darêştin. Erka hemû dezgeyên sîstema Komara Tirkiyeyê ew bû ku, neteweyên ku dikare tune bike bike, yên ku dikare biqewirîne biqewirîne, yên mayîn jî di nav ziman û kultura tirk de bimehîne û neteweyekî tirk peyda bike.

Di qonaxa yekê de li ser esasê nîjadperestiya tezên ”Teoriya Zimanê Rojê” (Güneş Dil Teorisi) û Teza Dîrokê a Tirk (Türk Tarih Tezî) ev plan hat lidarxistin:

Îdîa ew bû ku hemû zimanên dinyayê bi rîşeya xwe ji zimanê tirkî û hemi gelên cîhanê bi eslê xwe ji tirkan hatine, loma hemû ew civak û medeniyetên ku li Anadoluyê jiyane (û tirkan di vê dewra modern de li serê Cumhuriyeta Tirkiyeyê ava kiriye) tirk in, neteweyê tirk ji wan pêk hatiye.

Vê teza absurd ya nîjadperest, heta dawiya Şerê Cîhanê ê Duduyê liberxwe da. Piştî Şerê Cîhanê qonaxa lidarxistina tezeka nuh hat: Hat îdîakirin ku ‘belê, li Anadoluyê gelek gel û medeniyet jiyane, lê hemû têkilhev bûne, di hev geriyane û wan neteweyekî nuh pêk anîye; ew jî “neteweyê tirk” e. Ev tez hê xeta resmî a îdeolojiya dewleta tirk e. Hê dawî li vê qonaxê nehatiye.

Lê serê salê, bi vekirina TRT-Şeşê, dewleta tirk bêyî ku resmî qebûl bike; de facto mukur hat ku ev tez jî têkçû; Li Anadoluyê li nav hidûdên Cumhuriyeta Tirkiyeyê gel û zimanên cuda hene, ew ne tirk in, zimanê wan ne tirkî ye, kurdî yek ji wan zimanan e û ev yê gelê kurd e.

Yanî gulleyek topê li hemû wê projeya demezrênerên Cumhuriyeta Tirkiyeyê a bi hewlên 88 salan ên li ser zilm, zordarî û xwîna gelan meşandî ket, gedîkek(qulek) tê de vebû.

Sîstemeka nîjadeperest mecbûr ma serê salê dakeve ser çokan û li xwe mukur bê ku ew di avakirina “yek ziman, yek netewe” de biserneket, felişî. Qedera TRT-şeşê çi dibe bila bibe, ew piştî sê mehan bê girtin jî, ev wiha ye.

Hin deng tên ku dibêjin çima dewletê kanala kurdî vekir.  Balkêş e, ev hem hin tirkên kemalîst ên nîjadperset in, hem hin kurd in. Meriv îdîaya tirkên kemalîst fahm dike, ew dibêjin dewletê çima îtîraf bi hebûna gelê kurd, bi zimanê wî kir û hela hela çima ket bin berê xizmetkirina ji zimanê kurdî re.

Lê pirr zehmet e ku meriv lihemberrawestiyana hin kurdan fahm bike. Li gor van kurdan, dewlet dixwaze ziman û kultura kurdî têxe bin kontrola xwe, “sîstemeka caşîtiyê di warê ziman û kultura kurdî de” ava bike.

Dibe ku dewleta tirk jî wiha fikirî be.

Lê yek; ziman û kultur ên gela ne; ne ên vê îdeolojî yan wê îdeolojiyê, ne ên vê tebeqe yan wê tebeqê, vê dewletê an wê dewletê ne. Hela di rewşa nuha a Kurdistana bakur de vekirina kanaleka kurdî ji bal dewletê, ew çi biweşîne jî ê xizmeta zimanê kurdî bike ê bi eksê asîmîlasyonê kar bike. TRT-şeş îro take çerxa makîna dewleta tirk e ku ne ji bo asîmîlekirina ziman û kultura kurdî, lê li hemberî asîmîlekirinê dizîvire.

Du; ji bo min, ji xwe ya herî muhîm ew e ku dewletê bi xwe ev kanal vekiriye. Cumhuriyeta Tirkiyeyê di dîroka xwe de cara pêşîn e ji budçeya dewletê pere vediqetîne, berpirsiyariyeka mîrî (resmî) dide ser milê xwe, xizmetê ji ziman û kultura kurd re dike. Bi vê, dewlet ne tenê mafê azadiya zimanê kurdî îtîraf dike, ew xwe berpirs dibîne ku mesrefê bike bi kurdî weşanê bike.

Ji xwe eger ne wiha buya, diviya meriv israr bikira ku tenê bi mihawele û kanalên taybetî nabe, divê dewlet bi xwe kanalên tv yên kurdî veke.

Çawa gava dewlet dibêje ‘serbest e, her kesê ku bixwaze dikare kursa zimanê kurdî veke û biçe kursê’, em dibêjin ‘na, wiha nabe, divê dewlet bi xwe xwendegeh û kursan veke, xwe têxe bin barê perwerdeya bi zimanê kurdî’, di vê meselê de jî her eynî ye, ya giring ew e ku dewlet hebûna zimanekî qebûl dike, statuyekê didiyê û dikeve bin barê bikaranîn û pêşvebirina wî.

Belê, dewletê  ji alî mafên kurdan ve belkî di tarîxa xwe de gava here giring avêtiye û kanaleka televizyonê xistiye xizmeta zimanê kurdî, lê ev nayê wê maneyê ku minetta dewletê ketiye ser gelê kurd. Na, tu mineta vê tuneye. Tu deynekî şêkirandinê ê dewleta tirk li ser gelê kurd nîne.

Çimkî yek; kurd di nav hidûdên Cumhuriyeta Tirkiyeyê de ji 70 milyon welatiyan 15-20 milyon welatî ne, ku ew jî baca xwe ya dewletê didin, eskeriyê dikin û çi berpirsiyariyên welatîniyê hebin pêktînin. Budçeya dewleta tirk ji baca kurdan, ji hatina dewlemendiyên ser erd û bin erd ên Kurdistanê jî pêk tê û mesrefa ku li TRT-Şeşê tê kirin belkî ne ji hezarê yekê wê bac û dewlemendiyê ye ku kurd didin dewletê.

Mineta kesî li kurdan tuneye, kurd bi vê tenê jî namînin, ê hîn daxwaza hemû wan mafên din jî bikin û ferz bikin ku dewlet mesrefê ji bo serbestkirin, parastin, cîbicîkirin û pêşdexistina wan mafan jî bike.

Lê ez bi xwe, di demeka wiha de, wan kes û derûdorên di nav dewleta tirk de bibîrtînim ku gihaştin wê qenaetê ku îdî bi asîmîlasyonê kultur û zimanê kurdî wenda nabe, welatiyên kurd daxwaza wan dikin û ji bo lihevhatin, aştî û pêşveçûnê ya herî baş ew e ku dewlet kurdan qebûl bike, serbestiyê bide ziman û kultura wan û xizmetê ji wan re bike.

Loma ez wek kurdekî, hest bi wê yekê dikim sipasiya wan kes û derûdorên di dewletê de bikim ku ji bo vekirina vê kanalê biryar dan û kar kirin.

Hela hela ew kesên li ber û pişt kamerayê programên weşanên vê kanalê çêdikin xizmeteka mezin ji bo ziman û kultura kurdî dikin, ez gelek spasdarê wan im, piştgiriya wan dikim, êrîşa li ser wan a ji bal hin derûdoran heqaret û buhtaneka mezin dibînim.

Du; vekirina vî kanalî ji aliyeki din ve jî şayesteyê bêminetiyê ye. Ev kanal kî dibêje çi bila bibêje, encama têkoşîna gelê kurd a van her du sed salên dawîyê ye. Ecama wan têkoşerên kurd ên binavûdeng û wan “serbazên win” (qehremanên bênavûdeng) e ku di rojên herî reş û tarî de, di rojên tofan û bobelatan de, li hundur û derveyê welat, li zîndan û sirgûniyan, li perçeyên Kurdistanê yên din, geh çira û geh jî meş’aleya hêviyên gelê kurd, ya ziman û kultura wî ji destê xwe bernedan, anîn gihandin îro, derxistin ronahiyê.

TRT-şeş encama hebûna wan kanalên kurdî ye  ku li derveyî welat û li Kurdistana azad weşanê dikin. Encama nivîskar, mamoste, zimanzan, dîroknas û weşangêrran e, ya wan kovar û rojnameyên ku werzane, mehane, heftane yan rojane liberxwedan da ev ziman û kultur wenda nebe, bijî û geş bibe. Nuha bi TRT şeşê keda wan berhemek din a giring da.

TRT şeş, encama hebûna perçeyekî azad ê Kurdistanê ye, encama daxwazên Yekîtiya Ewropayê ye ku ji bo endametiyê li ser Tirkiyeyê ferz dikin.

Ez li vê derê, bivê nevê, damezrênerê elfabeya latînî ya kurdî Mîr Celadet Bedirxan û hemû wan nivîskar, şair, çîroknivîs û rjnamevanên Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêrê bi rêz bibîr tînim.

Ez bawer dikim îro, gava TRT-şeş vebuye ruhên wan di gorrên xwe de hinekî aramtir bune, ku keda wan belasebeb neçû, ew hêviyên ku wan dikirin îro hin ji wan bicih tên.

TRT şeş alfabeya ku Mîr Celadet diyariyê gelê kurd kiribû bikartîne; li ser rêziman û îmlaya wî weşanê dike, alfabe, îmla û rêzimana ku kadroyên TRT-şeşê bikar tînin berdwama karwanê wan kurmanc û dimiliyan e ku Mîr Celadet û hevalên wî birêxistibûn. TRT şeş biserketineka vî karwanî ye.

***

Ev hin ji wan bîr û hizrên min in ku gava min roja pêşî weşana TRT-Şeşê temaşe dikir di sere min re dicilvilîn. Hin bîr û hizên min ên din jî hene ku ne wekî van ronahîder û geşbîn in. Pirtr bi endîşe û meraq in, dîtina şaşî û kêmasiyên vê diyardeyê ne. Nivîs ji bo zêde dirêj nebe ez ê wan jî piştî çend rojan li vê derê pêşkêş kim.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: