XADIM; ’GUNEHKARIYA’ QURBANIYAN

Netkurd 17/12/2008

Selahattin Bulut, lutuf kiriye, kitêba xwe ya dawiyê; ’Xadim’ ji min re şandiye. Min ew girt û dabelihand. Ez ’kitêbxur’ekî ne xerab im, lê hûn zanin, ’parî’ bi xwe gava ne xweş bin, meriv çi bike jî di gewriya meriv re naçin xwarê.

Gava min kitêb xelas kir, du îsyan di dilê min de fûriyan; îsyaneka min li hember nivîskêr bû, ya din jî li wî hukmê zalim ê civakê bû ku qurbanî bi xwe jî wek ’edaleteka îlahî’ serî li berê ditewînin.

Îsyana min a li nivîskêr ji ber wê bû ku wî bi alavên romanekê ’çîrokeka dirêj’ nivîsiye. Gava min ’Xadim’ qedand, min dît ku heta nuha, belkî jî min di tu kitêbeka kurdî de struktura romanekê bi vê serkeftîtiyê nedîtiye. Heta di beşê yekê de gava meriv destpêdike meriv dibêje qey romanek e destpêdike, pişt re meriv dibîne ji naverokê (çimkî naverok bi zîrekiya sadetî û tenikiya çîrokê hatiye hûnandin) ku kitêb buye ”çîroka dirêj”. Wek terziyê hosta bi wê hunera xwe ya xurdekarî kostuma Charli Chaplin bidirû, lê ne li wî, li zarokekî 7-8 salî ke. Loma min îsyan kir li nivîskêr û xwe bi xwe got ”heyra te arvan aniye, şekir aniye, rûn aniye, min fahm nekir te çima helaw çênekir.”

Îsyankariya min a duduyê hê cidîtir bû. Di mesela esasê çîrokê de; xadimiya qehremanê wê Jehat de bû.

Ji xwe gava min kitêb xelas kir, berê min got di vê kitêbê de hertişt temam e, ya zêde navê wê ye. Çimkî ez dibêjim qey gava nivîskarek kitêbekê dinivîse, pirr diqqat dike da navê wê nebe sedem hê di nîvî de meriv fahm bike ka çîrok çi ye, balkêşî, heyecan û tengijiyana zincîrebuyeran meriv heta dawiyê rakêşin. Navê  ”Xadim” hê di nîvî de eşkere dike ku mesele çi ye.

Lê gava min nivîsa pişt kitêbê jî xwend, min dît ku nivîskar ji xwe hê ji destpêkê de ne li pey tengijiyan û herikîna biheyecanî, sirr û qulikên efsûnî yên çîrokê ye da heta dawiyê me bi xwe re rakêşe, ew dixwaze pirseka giran wek qurşûnê; pirsa ’gunehkariya qubaniyan’ bîne bi gurmîniyeka mezin li ser masê xe, raxe ber çavê me.

Belê, ev çîroka gunehkariya qurbaniyekî ye. Jêhat; qehremanê çîrokê têkoşerek e ku bi mesûliyeta xwe ya xwedîlêderketina civaka xwe ya xedirlêkirî radibe, têdikoşe. Ne ji bo xwe tenê, ji bo civaka xedirlêkirî; gel û welatê xwe jî têdikoşe… Ji ber vê tê girtin, dikeve zîndanên reş û tarî yên rejimeka wehşetbarîn. Her awe lêdan û îşkence lê tê kirin. Tevî wê jî, ji îdealên xwe, ji doza xwe paş de gavan navêje, teslîm nabe, serî li wahşetê natewîne. Her tiştê ku ew dikare biparêze diparêze. Tenê ’mêrani’ya xwe nikare biparêze. Di encama îşkenceyeka bêpar ji her awe nirxên însaniyetê xadim dibe; tê xesandin. Di ser de jî bi salan di zîndanê de dimîne.

Lê gava ji zîndanê derdikeve ew bi xwe, xwe ” xîretnemayî… , jidesthilatdeketî…, tirsonek…, mişkekî seraban…, pîsekî dera han, lawitî…” dibîne.

Çima? Ma wî çi kiriye ku ew xwe ew qas bêrûmet dibîne? Esas wî bi xwe sed qatê qehremanî, fedakarî û cefakariya ku li derva nîşan dabû  daye. Yên bi wî kirine, seyên rejimeka hov in, ew in yên gunehkar. Ew bi xwe qurbanî ye. Baş e çima vê ’gunehkari’ya qurbaniyekî. Ka gunehkariya wî di ku de ye?

Gunehkarî di wê de ye ku civaka me bi xwe di vê mesela tirajîk a dirindane de, bi hukum û qerarên xwe hevkariya rejima xwedan zîndanên tarî û reş dike. Ji xwe îskencedar dizane ku civak, çiqas hêja dibe bila bibe qîmetekê nade mêrê ’xesandî’, wî pîs, newêrek, lawitî, mişkê seraban dibîne. Loma jî zewq û cesaretê ji hukmê civakê werdigire û pirr bi rehetî, îşkencê dike ku heta meriv bixesîne, heta meriv bi xwe bibe dijminê xwe, xwe gunehkar bibîne.

Ma ne welê ye, ma roja ku Jêhat ji zîndanê hat berdan Xelîl Begê bavê wî zanibuya ku kurê wî xesandiye ê çi bikira? Gelo ê bihata pêşiya wî, ew hembêz bikira? Yan wî yê gulleyek bera serê wî bidaya ku çima ew bû şoreşger û çû ket zîndanan? Belkî jî gulleyek bera serê xwe bidaya.

Ma ne ji wê ’ gunehkariyê’ ye ku şika dilê diya wî, tirsa herî mezin di dilê wê difirîne. Gelo Bihara ciwan û bedew a ku bi salan li benda wî bû pê bihesiyaya ku hezkiriyê wê ’xadim’ e, ê çi bikira, ê cardin jê hez bikira? Cemalê hevalê wî yê şoreşgeriyê, rewş bizanibuya ê cardin ew bi israr vexwenda nav refên ’soreşê’?

Li gor qehremanê çîrokê ’na’, loma ew ciyekî xwe di civakê de, di jiyana li dora xwe de nabîne, direve, cezayê herî giran dide xwe, wek ’mişkekî seraban’ di kolaneka teng û tarî de wenda dibe, dibe hîç û pûç…

Nirxên vê civakê ew qas zalim, bêwefa, xeyrê însanî ne, ku her awe hêjayiyên mirovatiyê li ber ’jimêranîxistinê” an ji ’mêranîketinê’ (êdî maneyên van herdu gitnan çi bin jî niza) dibin ”hîç û pûç”, ew ewqas ruh, can, xwîn, zewq û heyecanê didin îşkencadarên zîndanên tarî  û ew ewqas di nav civakê de kokvedayî û berbelav in ku meriv îsyan neke çi bike gelo?

Nirxên zalim û neînsanî di civaka me de bi rastî jî kokvedayî û berbelav in. Çimkî di mesela jinan, namûs û şerefê de jî ku digihên wê dereceyê da salane bi sedan, heta hezaran keç û jin bên kuştin, xwe bixeniqînin an bişewitînin jî ev nirx in. Keçek bi zorê tecawuz lê hatibe kirin, em ew qas zalim in ku yan em wê dikujin yan wê li tecawizkar mahr dikin da heta dawiya umrê wê,  her roj ew tecawuzî wê bike.

Divê em tiştekî din jî îtîraf bikin; di mesela xwe/şewitandina jinan de sedemên tecawuzên encama pêwendiyên însest ne kêm in. Di civaka me ya girtî ya bêpar ji nirxen însaniyetê de, di encama tecawiza nav malê a mêrên nêzîkî keçê an jinê (bav, bira, ap, xal) ne kêm in. Ev, hem tecawiz dikin, hem dişewitînin, hem jî navê xweşewitandina bi qezayî lêdikin da fahm nebe ku ji ber tecawiz, namûs û şerefê ev tişt bûne. Ma ji vê xedartir çi heye?

Belê, gava min ’Xadim’ qedand ez ji cuntaya eskerî, ji îşkencedarên wê ne kêmtir li van nirxên me yên civakî hêrs bûm; min rûreşî bi me bi xwe de anî ku em bi van nirxan ewqas bûne hevkarên gunehkar û tecawizkaran, qurbaniyên me bi xwe jî, ne tawanbaran, xwe gunehkar, bêqîmet, newêrek û bênamûs dibînin.

Me di nav xwe de tu ciyekî jiyanê ji wan re nehiştiye, yan em wan dikujin, yan em mecbûr dikin ku ew xwe bikujin, wek ’mişkên serban’ ji nav me biçin wenda bibin.

Îskence, tecawuz û xesandin jî dewam dikin….

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: