Netkurd 27/1/2008
Qunciknivîsekî rojnameya Yeni Şafakê ya nêzî hukumeta AKP-ê heye. Bi îmza Yasîn Dogan dinivîse. Yek ji wan qunciknivîsan e ku gelek tê xwendin, her kes meraq dike ka çi nivîsiye. Lê meraqdariya ku ew li ba gelek kesan peyda dike, di dereceya yekê de ne binirxiya naveroka nivîsên wî ye, karûberê wî yê eslîn e.
Navê wî yê eslîn Yalçin Akdogan e û ew rabêjê (şêwirmendê) serokwezîr Receb Teyyip Erdogan e. Herkes gava nivîsên vî camêrî dixwîne, dixwaze bi riyeka biwasite fêr bibe ka serokwezîr çi difikire, dixwaze çi bike.
Di nivîsa xwe ya 11-ê vê mehê de Yasin Dogan hin îşaretên giring ên siyaseta hukumeta Erdogan a li ser pirsa kurd û PKK-ê dane, piştî hin tesbîtên ne nuh ên hukumeta Erdogan ên ku heta nuha hatine tekrar kirin, Yasîn Dogan pirsê tîne ser xaleka balkêş û li xwe mukur tê ku îhtîmaleka mezin hukumeta AKP-ê naxwaze pirsa kurd di derceyeka nizm de be jî çareser bike, lê a herî giring naxwaze ku çekdarên PKK-ê ji çiya jî bên daxistin.
Wiha dibêja Dogan : « Hin welatiyên kurd dipirsin : ‘Baş e yên serê çiya ê çi bibin ? Heydê em bêjin dewletê gavên demokratîk avêtin, mesele nerm bû, bi hezaran însan ê çawa bên tasfiyekirin, ev însanên ku difikirin êdî mayina li çiyan ne lazim e, em ê çi bi wan bikin ?’ Ji bo tasfiyekirina PKK-ê eşkere ye ku bi awayekî divê ev însan ji çiyê bên daxistin. Lê divê bê zanîn ku yên destpêkirine vê pirsê bi vî awayî dikin, bi awayekî mesele teng kirine, kirine meseleya hin şexsan. Ji dêlva ku ew ji xwe re rewşa herêmê (Kurdistana bakur) û ya welatiyên kurd bikin derd, wan rewşa endamên rêxistinê kirine derd. Mesele gelo welatiyên kurd e yan PKK ye ? »
Yanî çi, gelo Yasîn Dogan çi qesd dike ? Ew tevî hezar awe fetlok û bahaneyan, eşkere dike ku nuha gava esas û ya acil ne ew e ku PKK ji çiyê dakeve?
Helbet ne pirsa PKK-ê tê maneya ji sedî sed ya kurd û ne jî pirsa kurd tê maneya ji sedî sed ya PKK-ê.
Lê eşkere ye ku rawestandina şerê çekdarî û tasfiyekirina wê, yek ji wan ewlewiyetan e ku gelê kurd dixwaze. Kurd dixwazin bi efuyekê yên serê çiya dakevin bajaran, nav siyaseta normal, da li Kurdistanê dawî li êrîş û terora ordû û polîsên tirk jî bê û pirsa kurd têkeve warê siyasî yê civakî yê li ser esasê diyalogeka aştiyane.
Pirsa dawîlêanîna şerê çekdarî ji bo dawîlêanîna tehdîda orduya tirk a li ser Kurdistana azad jî ji bo gelê kurd ewlewiyet e. Dinya, bi taybetî jî Yekîtiya Ewropayê ji bo endametiya Tirkiyeyê çareserkirina pirsa kurd a bi riya aştî dixwaze.
Ez hêvî dikim ku ez şaş texmîn û tesbît dikim, lê ez dibêjim qey hukumeta AKP-ê piştî bidestxistina pirraniya dengan ji Kurdistanê û peydabûna hêviya ku ê karibe DTP-ê tasfiye bike, ne dilxwaz e ku pirsa kurd bi awayekî maqûl ta dereceyeke nizm jî çareser bike, heta ne dilxwaz e ku hêzên çekdar ji çiyayên Kurdistanê dakevin, dawî li wan bê ?
Gava ez li gotin û karên hukumeta AKP-ê ên li ser pirsa kurd dinêrim senaryoyeka wiha ji min ve dixuyê:
Hukumeta Erdogan jî wek generalan difikire ku esas hebûna PKK-ê ya li çiya ji bo wan dikare ji zerarê pirtir feydê bîne. Wek di mesela Kurdistana azad de, di mesela Kerkukê de, di mesla damxekirina tevgera bakurê Kurdistanê wek hêzeka terorîst de û di hin meseleyên din de… Ew PKK-yeka çekdar a li ser çiyan dikarın bikin bahane û tehdîdên xwe yên li ser Kurdistanê berdewam bikin.
Lê…. Lê ne bi vî awayê îro, ne bi vê rewşa ku îro PKK-e gihîştiyê. Çimkî li gor generalan û dixuyê ku îdî li gor hukumeta AKP-ê jî, PKK îro ji tevgereka ku ew karibin bêjin ‘têkiliya wê bi gel re tuneye, ew terorîst e’ derketiye, rewşeka gelêrî stendiye.
Bi hêzên xwe yên çekdar, bi partî û rêxistinên xwe yên sivîl, bi şarederiyên xwe û grûba xwe ya parlamentoyê ew buye tevgereka gelêrî ya siyasî ya hundur û navneteweyî. Ew bi Kurdistana başûr re di nav resonansê de ye, bi Amerîkayê re, Yekîtiya Ewropayê re, bi Rûsyayê re, bi dewletên cîran re di nav peywendiyan de ye, bi saya hin sektorên qanûnî û neqanûnî buye xwedan çavkaniyên fînansmaneka serbixwe. (Li vir ez behsa wê yekê nakim ku ez PKK-ê çawa dibînim, ez behsa wê senaryoyê dikim ku AKP wê çawa dibîne. Binêre wê nivîsa Yasîn Doganî)
A ya ku nayê xwestin ev PKK ye, ne ku PKK-yeka ji xelkê tecrîdkirî, ya bê DTP, bê şarederî, bê peywendiyên derva û hundur ên siyasî, dîplomasî.
Eger hukumeta AKP-ê bi rastî li Kurdistanê berê xwe bidaya reforman, gelê kurd nas bikira, maf û azadiyên wî bidayê, meriv ê bifikirya ku xem nake, erê hukumet PKK-ê tasfiye dike lê mefê kurdan jî dide.
Lê ne wiha ye, ronakbîrên aqlêselîm û durust ên tirk jî eşkere dikin ku tu programeka diyarkirî ya birêkûpêk a hukumeta AKP-ê ji bo çareserkirina pirsa kurd tuneye. Hukumet di destûrê de cih nade hebûna kurdan, ne ku perwerdeya bi zimanê kurdî, heta dersa zimanê kurdî jî bi destê dewletê qebûl nake.
Wekî din hukumetê her awe alîkarî û desteka dewletê jî daye pişt AKP-ê, ewlewiyeta xwe kiriye ew ku şarederiyên di dest DTP-ê de ji destan derxe, DTP-ê ji xelkê tecrîd bike, dezgeyên van salên dawîn ên civakî û kulturî tasfiye bike. AKP-ê û dezgeyên derûdora wê li bakurê Kurdistanê bike take dezgeyên ku « temsîla kurdan dikin ». Yanî bi awayekî wek siyaseta kemalîstan, a piştî şerê cîhanê ê yekê. Wê gavê Mistefa Kemal û hevalên xwe rêxistinên kurdan ên serbixwe tasfiye kirin ji dêlva wan ve, rêxistinên xwe yên bi navê « Mudafaî Huqûq Cemiyetlerî » li ser kurdan ferz kirin.
Reformên ku hukumet û AKP bahs dike, pirtir ew tedbîrên bidestxistina şarederiyan, tesfiyekirina dam û dezgeyên kurdan yên kulturî û civakî ne, ne ku reformên ji bo maf û azadiyên kurda ne.
Kurd dixwazin ku hebûna çekdar a PKK-ê tasfiye bibe, lê DTP û partiyên legal ên wek DTP-ê, îmkana bidestxistina şarederiyan, hebûna li parlamentoyê, bi sedan rêxistin û dezgeyên kulturî û civakî, îmkanên medyayê bimînin; di ser de jî kurd bên naskirin, zimanê kurdî serbest be, zarokên kurdan ji budçeya dewletê, ne bi îmkanên şexsî bi zimanê xwe bixwînin. Dev ji gef û tehdîdên li ser Kurdistana azad bên berdan, peywendiyên aborî, yên dîplomasî û siyasî yên cîrantiyê pê re bên danîn.
Lê diyar e hukumet tam eksê wê plan dike; dixwaze DTP, partiyên siyasî yên din, grûba parlamentoyê, peywendiyên gelêrî, yên siyasî û dîplomasî yên hundur û derva, biratî û cîrantiya bi Kurdistana federe re tasfiye bibe, tenê hêza çekdar a rût a li serê çiya bimîne.
Yanî kurd çi dixwaze AKP û hukumeta wê plan kiriye ku bi hevkariya bi orduya xwe re eksê wê bike.
Ez hêvî dikim ku ev tesbîtên min şaş bin, hukumeta AKP-ê ew qas jî ne kor be ku bi dehan salên din wext bi vî welatî, bi van gelan bide wendakirin.
Leave a Reply